31 december 2025

75 sal bû wek xewneke derewîn


Erê, erê, salek din jî ji umrê min çû, ez hinekî din jî kal bûm. Lê şikir siheta min li cî ye, neketima ber destan, min hîn ranehîştiye gopalê min hazir kiriye.

Ezê îşev xatir ji 75 salên jiyana xwe ya borî bixwazim û silavê bidim 76 saliya xwe. Zalimên salan pir zû dan pey hev, jiyan bû wek xewneke derewîn.
Çaxa ez xort, 30-40 salî bûm, min bawer nedikir ezê hewqas sal umir bikim. Di xortaniyê da meriv dibêje qey extîyarî pir dûr e, li pişt Çiyayê Qaf e.
Ez bi 60-70 salê jiyanê razî bûm. Min digot belkî umrekî pir dirlj e.
Lê tu nabêjî ez şaş bûme, va ye sibe dibim 76 salî.

30 december 2025

Şansê me bi me ra pûştî kiriye

Di jiyanê da ji hin kesan ra li hev tê, şansê wan lêdixe, ji hin kesan ra jî li hev nayê, çep digere, yeka wan nabe dudu, dikin nakin, nikanin pişta xwe rast bikin.

Ne ji bo ferdan tenê, ji bo hin miletan jî wiha ye, qedera wan jî xerab geriya ye, carê likumîne, carê ketine bindestiyê, çi dikin, çiqasî li ber xwe didin jî nikanin rabin ser xwe, nikanin ji bin zulmê, ji bin bindestiyê xelas bibin.
Ji wan miletan yek jî em kurd in. Ev jî bêşansiya me ye. Qederê bi me ra bîbextî, namerdî, pûştî kiriye.

Li vîdeoyên Beroo(Bêro) xanimê temaşe bikin


Keçikeka bi navê ”Beroo/Bêro)” di Facebookê, di platforma Tîk Tokê da vîdeoyên pir xweş çêdike. Kurmanciya wê mikemel e, pir xweş e, wek gezo şîrîn e. Ez bawer dikim serhedî ye, kurmancîya wê dişibe ya serhedîyan.

Yeka pir zîrek e, pir profesyonel e. Bi dîtina min komedîyeneke pir mezin e. Stand-upan çêdike, çênake ez nizanim. Ev demeke di Facebookê da rastî vîdeoyên wê têm. Bi kêfxweşî li gişan temaşe dikim.

29 december 2025

Îsal li Swêd 250 saliya jiyana cihûyan hat pîrozkirin

Îsal li Swêd 250 saliya jiyana cihûyan hat pîrozkirin. Li gel vê tarîxa cihûyan ya dirêj, ya 250 salî li Swêd, ciwanên cihû, civata wan di nav tirs û xofê da dijîn.

Li Swêd bi zêdebûna ereb û misilmanan ra rewşa cihûyan (yahûdiyan) roj bi roj xerabtir dibe. Cihûyên Swêd ji tirsa ereban xwe eşkere nakin, ji Swêd direvin. Rewşa wan ji ya kurdên metropolên Tirkiyê gelkî xerabtir e. 

Bi taybetî jî ciwanên cihû di nava tirs û xofeke mezin da dijîn, ji tirsa ereb û misilmanan newêrin nasnameya xwe eşkere bikin, newêrin bibêjin em cihû ne.

28 december 2025

Ewrûpa hêdî hêdî dibe parzemîna ne ewle û warê çeteyan

Şaredarê-serokê belediya Londonê Sadiq Khanê pakîstanî wek bajarekî ne ewle, pir talûke, nîşan daye, gotiye:

”Tu kes wek Londonê şeva sersalê pîroz nake. Ji seetê carê bûyereke tecawizê rû dide, ji şeş deqa carê yek tê kêrkirin û ji sê deqa carê jî telefonek tê dizîn.”

Bi texmîna min London tenê ne wiha ye, gelek bajarên Ewrûpayê di vê rewşê da ne. Parîs, Stockholm ji Londonê ne ewletir e. 

Berlîn, Bruksel, Stockholm, Malmo, Amsterdam ji Londonê ne ewletir in.
Fransayê, Îngilistanê, Belçîkayê, Swêd ji xwe malik li xwe viritandine.

Mahcir, ne mahcir, giş xerabên ji hev xerabtir in

Carnan di medyaya sosyal da bi ber çavên min dikeve, hin kes dibêjin, efendim filan kes ne tirk e, mahcir e, lê dîsa jî tirkçîtiyê û dijminatiya me dike.
Efendim yên dijminatiya kurdan dikin ne tirk in, mahcirên kafkasî û balkanî ne, filan û bîvan…
Rast e, mahcir in, pêsekiniyên tirkan e, lê bûne tirk. Di dijminatiya me da kara wan heye, pê bilind û muteber dibin, zengîn dibin.

27 december 2025

Li Ewrûpayê yên di devê topê da kurd in

Min di medyaya sosyal da xwend, îmamekî pakîstanî 30 sal e li Îtalyayê dijî, gotiye, ”Gerek misilman li hemberî kafiran şer bikin. Eksê wê felaket e, kes nikane rê li ber vê felaketê bigire.”

Piştî van gotinên îmamê pakîstanî bi rojekê, seroka Îtalyayê Giorgia Melonî emrê dersînorkirina îmam daye.

Xeber rast e, ne rast e ez baş nizanim. Lê gotinên wiha, beyanên wiha ji devê îslamîstan ez her roj dibihîzim, dixwînim.

Poşmaniya Sofî

Jina Sofî miribû, piştî demekê jê ra gotin, tenê zor e, ka were em ji te ra yekê bibînin, te bizewicînin.

Berê got na, lê dûra îqna kirin, qebûl kir.
Jê ra jinbiyek dîtin. Gotin, sofî me ji te ra yeka pir pak, pir bedew dîtiye.
Sofî bêyî ku jinikê bibîne zewac qebûl kir. Nîkeh birrîn, dawet çêkirin, bûk birin malê.

26 december 2025

Li vî warê min ê nuh dûzana min serobinî hev bûye

Li vî warê me yê nuh ez çiqasî dimeşim, dimeşim jî nagihîjim mistewa xwe ya warê berê.

Li Alby´yê rojê 7-8 km, rojên xweş 9-10 km dimeşiyam. Li vir ez çiqasî dimeşim jî 5-6 km derbas nakim. Hin rojan nagihîjim 5 km. Helbet tesîra zivistanê jî heye.

Îro li dora parka me du caran viz bûm, min riya xwe hinekî dirêj jî kir, dîsa jî nebû 6-7 km; bû 83 deqîqe, 4.29 km.

Birayê bêxîret

Sê kes rûniştibûn sohbet dikirin. Mijar hat ser di nava wan da yê herî xerab, yê herî pîs kî ye?

Yekî got:
- Yê herî xerab, herî pîs ez im.
Yê din got:
-Na, ne tu ye, yê herî xerab ez im. Ez kanim xerabiyên pir pîs bikim.
Yê sisiyan got:

25 december 2025

Navê vê kulîlkê bi kurmancî GUL e, ne GÛL e !


Gelek sitranbêj di sitranên xwe da dibêjin, "wey GÛLA min, ay GÛLA min" !

Ev şaş e, li gorî elîfbeya tirkî dibêjin.
Ez û xanim di Yuo Tubeyê da li muzîkê, li sitranên kurmancî guhdarî dikin.
Bala min kişand, gelek sitranbêj navê ”gul”ê şaş telafuz dikin. Ne xweş e, gerek ji gulê ra nebêjin ”wey gûla min, way gûla min, ay gûla min…”

Meriv dibêje heft xwezî bi kefendiz !

Got, apê kolozmûçî, ji deste wî gurî filitî kete destê wî hirçî.

Yê me kurdan jî bûye ev mesele. Em ji Şahê Îranê xelas bûn ketin destên yên ji wî xerabtir.

Em ji Seddam xelas bûn, ketin tora yên ji wî xerabtir.

Em ji Beşar Esed xelas bûn, ketina bela Colanî û tirkên ji wî xerabtir, ji wî hartir.

24 december 2025

Îro li Swêd cejna NOEL´ê ye, bajar xirr û xalî ne

Îro li Swêd Şeva, Erefa Noelê ye. Swêdî ji Noelê ra dibêjin JUL.

Noel, roja jidayikbûna Hz. Îsa ye. Xiristîyan vê rojê wek cejnê pîroz dikin. Li ba xiristîyanan cejna herî muhîm ev cejn e.

Li dora sala 300´î hin dêran(kilîseyan)biryar dan roja jidayikbûna Hz. Îsa di 25´ê kanûnê da(25/12) pîroz bikin.
Li gorî wan Hz. Îsa ne di 24´ê kanûnê da, di 25´ê kanûnê da ji daya xwe bûye.

Lema xiristiyan giş Noelê di eynî rojê da pîroz nakin. Hinek di 24´ê kanûnê da, hinek jî di 25´ê kanûnê da pîroz dikin.

23 december 2025

Kurmancî bûye seriyê hin kes li ser fêrî berberiyê dibin

Rûdawê gotiye, ”dê dema peywira Komîsyonê du mehan were dirêjkirin.”

Min fêm nekir ”peywir” çi ye?
Kurmancîya min a kevn, a milet têra vê kurmancîya nuh, naylon nekir.
Min li ferhenga Glosbê nêrî, ”peywir” wezîfe bûye.
Yanî ewê wezîfa komîsyona xapandinê du mehan dirêj bikin.
Berê ”vatinî” hebû, diyar ji ”vatiniyê” aciz bûn, îcar ”peywir” çêkirin”.
Belkî hin navên din jî hene haya min jê tune ye.
Bi "peywirê" jî nasekinin, ewê çend sînonîmên din jî çêkin. Çimkî ziman ji bo wan bûye wek lîstokekê.

22 december 2025

Kurdên di nav partiyên tirk da li hemberî heqaretên li miletê wan dibin gerek bêdeng nemînin

Demeke hin tirk wek kûçikên har diewtin kurdan. Berê li Bûrsayê di maçeke futbolê da ji Leyla Zana ra bi tempo, wek silogan xeber dan.

Hin siyasetmedar û serokên partiyên tirk xebera ji Leyla Zana ra hatiye dayin parastin, pîncên xeber dane pîroz kirin, gotin we baş kir, halan di wan hildan.
Yê qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xebera nade, yê namûs pê ra heqaretê li namûsa jinekê nake.
Xeberdana ji jinekê ra ne mêranî ye, hur bênamûsî, bêşerefî ye. Yê bi xwe ne bênamûs be ji namûsa jinekê ra xeber nade.

Me tarîtî li pey xwe hîşt, êdî ronahî tê...


Do(21ê Kanûnê), roja zivistanê ya herî tarî û herî kin û şeva herî dirêj bû. Lê wek xatirxwestineke xweş li seranserê Swêd rojê xwe nîşan da, bû wek rojeke biharê.

Balkona me di ronahiyê da îhya bû, meriv kanîbû xwe bida ber rojê, tavê. Ronahî ji tarîtiyê xweştir e.
Ji nuha û pê da tarîtî û şevê kin, ronahî û rojê dirijtir bibe. Swêdî îro li derve bûn û pir kêfxweş bûn.

21 december 2025

Profesorê dînê xwe di ser kurdbûna xwe ra digire

Profesor Îhsan Sureya Sirma kurdekî ji Sêrtê, ji qeza Perwarî ye, 81 salî ye; profesorê tarîxa îslamê ye. Kurmancîya wî pir baş e.

 Cara pêşî min navê wî di semposyûma Melayê Cizîrî ya li Cizîrê bihîst û lê guhdarî kir. Heta wê çaxê min navê wî nebihîst bû. Min meraq kir, xwest hinekî wî nas bikim.
Di Googlê da min bala xwe da çend nivîsên wî, hin hevpeyvîn û sohbetên wî.
Di heqê wî da min çend nivîsên bîyografîk xwendin. Hindik be jî min ew hinekî nas kir, fikrê wê, îdeolojiya wî fêr bûm...

20 december 2025

Newêrek ji wêrekan pirtir in

Heger di nava tirkan û me kurdan da jimara baqilan ji ya xêvan, ehmeqan zêdetir bûya...
Heger jimara başan ji ya xeraban zêdetir bûya...
Heger jimara wêrekan ji ya newêrekan pirtir bûya...
Heger jimara kamilan, maqûlan ji ya cahilan zêdetir bûya, me yê hewqasî hevdu neêşanda, me yê mesela xwe bi rengekî medenî çarser bikira.
Ewê bi rehetî, bi rengekî medenî azadiya me qebûl bikirana. Ewê hewqas zulm û xedarî li me nekirane.
Ewê hewqasî neyartiya me nekirana...
Ewê zimanê me yasax nekirine, navê welatê me, alaya me înkar nekirane.

Profesor Yasîn Ceylan: Xebata misilmanan ji bo dinya din e

Profesorê felsefê Yasîn Ceylan, di dibistana Îmam Xetîbê da xwendiye, dûra beşê felsefê hilbijartiye, bûye Profesorê felsefê.

Prof. Yasîn Ceylan, di telewîzyona Haberturkê, di sohbeta xwe ya bi Kubra Parê ra li ser Îslamê û hedefa misilmanan, îdeolojî û felsefeya wan çend tiştên muhîm û balkêş gotine. Min ji bersîvên wî beşekî kin wergerand kurmancî.
Prof. Yasîn Ceyalan, li ser perwerdeya ciwanan  gotiye:
”Misilman ne li dû bextewariya dinyewî ne, li dû bextewariya dinya din in.

19 december 2025

Nivîsên vî kurdperwerê hêja bixwînin

Husamettîn Turan

Ez û Husamettîn Turan di Facebookê da hevalên hev in. Carnan min bala xwe dida nivîsên wî, lê baş û ne bi xwşikî. Îro min parvekirina wî ya li ser Dayika Taybet û ya li ser heqareta li Leyla Zana bûye xwend. Tavilê bala min kişand.

Min bala xwe dayê camêr kurdperwerekî pir zane ye, dijminê xwe, tarîxa xwe, miletê xwe baş nas kiriye û di her nivîsa xwe da xweş li neyar dixîne, çavên nezanan vedike. Merivekî tam li gorî dilê min e. Kêfa min pir jê ra hat. 

Min dest pê kir çend nivîsên wî yên di malpera Rûdawê, di beşên tirkî da xwend. Min hin nivîsên wî yên kurmancî xwendin.

Çikûsî û comerdî

Hin însan hene rebenan pir çikûs in, kom dikin, kom dikin ji hinên din ra dihêlin, ji kesên li bende mirana wan in ra dihêlin.

Pêşiyên me gotine, ne dixwe, ne dide hevalan, genî dike davêje newalan. Dibê meriv bixwe, genî neke. Lê rast û çep belav jî neke...
Dibêjin li gorî hin çavkaniyên Îslamê çikûsî ji ber zeîfiya îmanê ye, comerdî jî zengîniya dil e.
Ez bi xwe îşê xwe ji vê teoriyê îslamê naynim, lê bi ya min jî çikûsî ne baş e. Lê comerdiya zêde jî ne rast e, bi zirar e.

18 december 2025

Dijmin pir bûn

Sofî ji xanima xwe pîrê pir aciz bûbû, bi hêrs jê pirsî, got:

-Ma tê bîra te, gelo kê ez ji te ra dîtim?
Pîrê got:
-Ma ez çi zanim kî bû, xêrnexwaz û dijmin pir bûn...
 

17 december 2025

Bêyî zimên tu tiştek nikane me ji tirkbûnê biparêze !

Tiştê nehîştiye yahûdî(cihû) li tu derê asîmîle bibin dînê wan e, sînanogên wan e. Yê me kurdan jî zimanê me ye. Ne zimanê me bûya ji zûda em di nava tirk, ereb û farisan da helîya bûn, bûbûn faris, ereb û tirk.
Yê me kurdan zimanê me rola dîn lîstiye, em ji tirkan, ereban û farisan cihê kiriye, nehîştiye em bihelin, bibin ereb, faris û tirk.

Profesor, etnolog Hacî Akman di axaftina xwe ya fûara kitêban a Weşanxana APEC´ê da got, hezar(1000)sal e yahûdî li Îngilistanê hene, lê hîn jî nehelîyan e, hebûna xwe didomînin.

16 december 2025

FÎFA´yê xelata alîgirên herî baş yên dinyayê da kurdan


Alîgirên taximê futbolê yên Zaxoyê di dengdana FIFAyê da bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

FIFAyê îro di malpera xwe ya fermî da diyar kir alîgirên taximê futbolê yên Zaxoyê di dengdana FIFAyê da bûn alîgirên herî baş ên cîhanê.

FÎFA´yê taximê futbolê yê Zaxoyê layiqî xelata "FIFA  Fan Award"ê (Xelata Alîgirên Herî Baş ên Cîhanê) dît.

Şans

Ka vêsê bi çend pêkenînan ez bibêjim siba we bi xêr. Jinik ji mêrê xwe pir qeherî bû, ji hevala xwe ra got:

-Du şansê mêr heye, ya ewê rastî jina pak, bedew were, ya jî ewê rastî jineka ne xweşik were.
Lê yê jinan ne wa ye, mêrê ga heye, hirç heye, xenzîr heye, êzing heye, heye û heye…

15 december 2025

Li Idlibê kuştina 4 leşkerên Sûriyê dezînformasyon e

Li gorî xebera Rûdawê li Idlibê xwedêgiravî êrîşî hêzên hukûmetê kirine, çar leşker hatine huştin yek jî birîndar e.

Ez dibêjim ev xeber derew e, dezînformasyon e, ji bo ku ku êrîşa pêr ya li hemberî leşkerên emerîkî, kuştina du leşker û tercumanê amerîkî ji hustuyên xwe derxin ev derew li hev ragirtin.
Senarîstê vê xebera derw, vê dezînformasyonê jî Tikriye ye. Dixwazin bi vê dezînformasyonê, bi vê xebera asparagas bibêjin êrîşkar û qatilê leşkerên emerîkî ne ji me ye; binêrin va ye Daîş êrîşî me jî dike, me jî dikuje. 

14 december 2025

Heger kurdekî li Tirkiyê 15 tirk bikuşta û 30 kes jî birîndar bikira tirkan ewê çi bianîna serê kurdan?

Terorîstên îslamîst li Awisturalyayê di cejna yaûdiyan da qetlîameke mezin kirin, 15 kes kuştin 30 kes jî birîndar kirin.

Ji dinya misilman deng dernayê, kes vê wahşetê cidî, ji dil mahkûm nake.
Serokên ewrûpî jî ji tirsa îslamîstan, misilmanan, wahşên di nava xwe da newêrin xweşikî dengê xwe bikin, newêrin mesajeke cidî bidin hêzên îslamî û yên li pişt wan.
Gişk wek pisikan new newa wan e, bi beyanên vala, tirsok antîsemîtîzmê şermezar dikin. 

Wahşên îslamîst li Awusturalyayê dîsa xwîna yahûdiyan herikandin


Li Awistralya, li peravên Bondi yê bajarê Sydneyê, qatilên misilmanên xedar, devbixwîn êrîşî şahiya cejna yahûdiyan kirine, 12 yahûdî kuştine, 29 kes jî birîndar in, rakirine nexweşxaneyan.

Îslamîst li her dera dinyayê eynî wahş in, eynî qatilên sadîst in, eynî barbar in, ji medenîyetê, ji însanîyetê bêpar in. Pir rehet destên xwe di xwîna însan digerînin û bi viya jî kêfxweş û serbilind in.

Yê li Sûriyê êrîşî leşkerên Amerîkayê kir leşkerekî hêzên Sûriyê bûye


Do li Sûriyeyê, nêzî bajarê Tedmûrê di êrîşeke çekdarî da2 leşker û tercumanekî emerîkî hatin kuştin. Gotin xwedêgiravî Daîşê êrîş kiriye.

Min çer xeber xwend, min got ”ez bawer nakim li Sûriyê Daîşeke derî HTŞ´ê, Colanî û Tirkiyê heye, êrîşên dixin hustuyê Daîşê ew bi xwe dikin, çeteyên wan bi navê Daîşê dikin. Ev êrîş jî miheqeq wiha ye.”

Derket ortê texmîna rast bûye, sê rayedarên herêmî ji ajansa Reutersê ra gotine”êrişkar endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bûye.”

13 december 2025

Dîtinên Îsraîl li ser Ahmed el Şara

Dîtin û analîza Merkeza Lêkolînên Stratejîk a Îsraîl(ALMA) li ser Ahmed el Şara. Analîz û tespîtên li ser Ahmed el Şara(Culanî)da kirine bi min pir cidî hat. Ya din jî, ji Îsraîl bêtir me eleqedar dike. Lema min analîza ALMA di heqê Ahmed el Şara da kiriye wergerand kurmancî.

Gelo Ahmed el Şara ji bo ku ji nuh va bibe ”Culanî” stratejiya El Qaîdeyê praktîze dike?

12 december 2025

Outlookê ez behicandim.

Xwezî edresên elektronîk, kod, mod û tiştên wek wan yek jî tunebûya, wek berê her kar bi qelemê hel bibûya. 

Bîstek berê Outlookê ji min tiştek pirsî, got nizanim em ewlekariya edresa te biparêzin ya na, min jî got qey xêra min dixwaze, tiştekî belaş, rûtînîye, min tikand, got erê.
Dûra e-maîla min hat girtin, got nizanim te çi kiriye, lê te nîvçe hîştiye, dibê van bersîvan jî bidî, van tiştan jî qebûl bikî. 

Bû qirnî û ji min neqetiya. Ne însan e tu pê ra biepyive, programe, makîneye, dibê tiştê ji te dixwaze tu bikî. Û ez jî heq dernayêm...

Komara zebaniyan dîsa li kurdan hatiye xezebê

Li Kurdistana Rojhilan(Îranê)meleyên faşîst dîsa zor dane girtina kurdan, dîsa li kurdan hatine xezebê. Li Urmiyê, li Mehabadê û Nexdeyê herî kêm 7 kes girtine.

Kurdên Kurdistana Rojhilat gişk di destê meleyên faşîst da êsîr in. Her cara gelşeke wan çêdibe dest bi girtin û îdama kurdan dikin.

Rejîmeke wiha barbar, ji hemû nirxên însanîyetê bêpar gerek li ruyê dinyayê tunebûya. Dibê navê vê rejîmê Komara Zebaniyan bûya.

Çend gotin li ser trajediya Dr. Şivan û Seîd Elçî

Camêrekî gotiye (ne hewceye ez navê wî bibêjim), sê sal berê ji meleyekî Îdilîyê dostê PDK´ê pirsîye, gotiye,”mele, gunehê Dr.Şivan çi bû, ji bo çi we ew kuşt?”

Mele jê ra gotiye, ”ji ber ku ew şuî(komunîst bû), ew hebûya nuha em tunebûn.”
Dixwazim li ser vê meselê û li ser sebebê kuştina Dr. Şivan, Seîd Elçî û hevalên wan dîtina xwe, baweriya xwe bibêjim.

11 december 2025

Donald Trump: Min ji Erdogan berdana hin kesan xwest, wî jî berda

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Politico´yê ra dîsa qala dostiya xwe û serokê Tirkiyê erdogan kiriye, gotiye, dema gelşeke NATO´yê bi Erdogan ra çêdibe ew nikanin hel bikin.
”Ez bi wî ra dikevim têkiliyê, em zû çareser dikin. Min jê berdana hin kesan xwest, wî jî berda.”

Bi van gotinên xwe Donald Trump jî eşkere gotiye li Tirkiyê mahkime, qanûn filan bîvan tune ye, her tişt Erdogan e, ew berdana kê bixwaze mahkime berdide.

10 december 2025

Fotografekî ji me ra pir tiştan dibêje


Ev fotograf min 7 sal berê parve kiriye. Facebookê nuha anî bîra min. Fotografekî muhteşem e, carek din parve dikim. Dubare dîtina dayikek bi xîret, cefekar xweş e.

Jineke kurd geda wê li piştê li ber xwe dide, naxwaze dest li ber namerdan vegire. Bi şemsiyê zaroka xwe ji baranê diparêze.

Ew li ber sar û seqemê, baranê bi vî karê xwe yê bi rûmet serbilind e.

Ew dayikeka fedekar û bi xîret e, serê xwe tim bilind digre.

09 december 2025

Wext rêwîtiyeke mişt bîranînên xweş û ne xweş in


Wext pir muhîm e, pir giranbuhaye, dibê meriv wexta xwe vala û bi tiştê berradayî derbas neke. Wexta dihere cardin bi paş da nayê.

Wext weke dermanê her tiştî tê zanîn. Kedera, êşa wext kêm neke, birîna wext nekewîne tune ye.

Lê belê wek her dermanî, ev derman jî ewê kînga were xwarin ne em, ew tayin dike. Dibê em xwe întîbaqî wextê bikin. Wext li bende meriv nasekine.

08 december 2025

Wêranşarê bûye derya qutîkên beton


Wêranşara berê dora wê giş bexçe bûn, seha topê çîmen bû, bûye derya apartmanên beton.
Heta dawiya sala 1979´a li Wêranşarê apartmana Seydoyê Çuxranî tenê hebû. Belkî 4-5 qatî bû. Mala Seydo Çuxranî û mamûrên dihatin Wêranşarê tê da diman.

Ew jî pêşîya wê hatibû sewaxkirin, dawî û kêlek nehatibû sewaxkirin, fena ku di înşiatê da be.
Nuha di vî rismî da min bala xwe dayê, nayên jimartin, bi hezaran apartman lê bûne

Tirk haziriya dagirkirina Kurdistana Rojava dikin


Dîroknasê pantirkîst û neyarê miletê kurd Îlber Ortayli di telewîzyona CNN Tirkê, di programa Hakan Çelîk da eşkere dibêje gerek Tirkiye tevahiya Kurdistana Rojava û Helebê dagir bike. 

Li gora wî heger Tirkiye Kurdistana Rojava dagir neke, ew der di bin destê kurdan da bimîne Tirkiye ewê nikanibe, Qirixanê, Enteqyê (Hatayê) û Edene jî biparêze.

Mêrik eşkere dibêje, gerek Tirkiye seranserê Kurdistana rojava û Helebê jî bigire, negire nabe. "Ji bona ewlehiya aboriya Tirkiyê gerek Kurdistana Rojava di bin destê tirkan da be..."

07 december 2025

Kurdan berê ji serokên partiyan ra tu carî negotine "serokê giştî" !

Çend sal e kurdên bakur giş ji serokê partiyekê ra êdî dibêjin ”serokê giştî” yê filan partiyê. Li beşên Kurdistanê ên din kurd wiha nabêjin.

Kes ji Mesûd Barzanî ra, ji Bafil Talabanî ra, ji Evdila Ocalan ra nabêje ”serokê giştî yê PDK´ê, yê YNK´ê, yê PKK´ê”…

Ji Mele Mistefa Barzanî ra, ji Evdirehman Qasimlo, ji Celal Talabanî  ra negot "serokê giştî" yê PDK´ê û YNK´ê...

Ev şiklê nav berê di kurmancî da tunebû, nuh ketiye zimanê me. Tercumeya ji tirkî ye. Hin nezanên me ji tirkî kopî kirine.

Ez dibêjim pêvekirina sifetê ”giştî” ne hewce ye, şaş e. Serok tenê têrê dike.

06 december 2025

Min hesabê însanên xerab nekiribû


Rojekê ji kûsî pirsîne, gotine:

-Heger tu bixwazî herî gundê hember, tu yê di çiqas wext da ji vir herî wir?

Kûsî gotiye:
-Min ba, baran, çamûr, kaş û hevraz, daketin û hilkişîn giş hesab kir, ewê sê rojan bikşîne, lê ez sê rojên din jî lê zêde dikim, ezê di şeş rojan da bi bigihîjim wir.
Gotina baş e, de ka em biceribînin.

05 december 2025

Şevbêrka me ya do êvarî xweş bû, ji kêfa me girtina rismekî ji bîr kir

Do êvarî hevalên me yên hêja Mahmûd Lewendî, Nîmet Aydin û xanimên xwe mîvanên me bûn.

Ji edetên me yên baş yek jî gava yek xaniyekî nuh dikire, meriv dihere pîroz dike, dibêje bi xêr be, hûn bi xêr û xweş tê da bijîn. Edeteke xweş û baş e.
Camêran do êvarî bi diyariyên xwe hatin mala me şên kirin, dilê me xweş kirin.

04 december 2025

Ecibandina karekî yekî meriv nake hevalê wî

Gava meriv karê yekî, beyaneka wî diecibîne, teqdîr dike, dibêje sipas ji bo vî karê te yê baş, nayê maneya meriv bûye hevalê wî, di fikrê wî da ye, tarîxa wî, secera wî diparêze.

Ya jî gava meriv karekî siyasetmedarekî, beyaneka wî, têkiliyeke wî rexne dike, ev jî nayê maneya meriv neyarê wî ye, li dijî her kar û xebata wî ye.
Hin kes vê yekê fêm nakin, gava tu xebata yekî, beyaneka wî diecibînî, destegê didê, hinek dibêjin, ev çi durûtî ye, te berê ev camêr rexne dikir, nuha jî tu pesnê wî didî. Ev çawa dibe? Dibê meriv bi îstîkrar be, filan û bîvan…

03 december 2025

Beyana ofîsa Mesûd Barzanî cepheya Erdogan-Bahçelî pir heherand !

Beyana ofîsa Mesûd Barzanî do li ser gotinên Devlet Bahçelî belav kir di nava hukûmeta AKP´ê û MHP´ê da bû sebebê aciziyeke pir mezin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî ji beyana ofîsa Mesûd Barzanî ya li ser gotinên Devlet Bahçelî belav kiribû pir aciz bûye, ji Mesûd Barzanî ”îzahat” xwestiye, gotiye:
”Ez dixwazim diyar bikim, em daxuyaniyên bêrêz û bêhed ên do serokê MHP´ê birêz Bahçelî kiribû hedef qet qebûl nakin. Di heqê meselê da me nerehetiya xwe diyar kir, me îzahat xwest. Dibê ji vê şaşiya giran vegerin.”

Mesûd Barzanî bersîveke baş daye Devlet Bahçelî

Mesûd Barzanî vê carê li hemberî rexneyên tirkan û bi taybetî jî li hemberî gotinên serokê MHP´ê devlet Bahçelî bêdeng nemaye, bersîveke baş û bi cesaret daye Devlet Bahçelî.

Pir baş kiriye, bêdengiya serokên partiyên me cesaretê dide tirkan, wan bêtir bêhurmet, bêperwa dike. 

Gerek serokên kurd li hemberî êrîş û heqaretên siyasetmedarên tirk bêdeng nemînin.

02 december 2025

Hêrsa tirkn ne ji ber şaşiyeke protokolê ye


Ji ber ku Mesûd Barzanî çend pêşmergeyên çekdar wek parêzvan bi xwe ra anîbû Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Şirnexê-Cizîrê, tirkan qiyamet rakirine. 

Ji şêwirmendê Recep Tayyip Erdogan, Oktay Saral bigire, heta bi berdevkê AKP´ê Omer Çelîk,  serokê MHP´ê Devlet Bahçelî, partiyên tirk, medyaya tirk, bi sedan siyasetmedar û rojnamevanên tirk, waliyên Şirnexê rexne dikin, dibêjin walî, hukûmetê gerek tiştekî wiha qebûl nekirina; gerek nehîşta Mesûd Barzanî hêzeke çekdar bi xwe ra bîne welatê me...

Hêrsa tirkan, qîjewîja wan, rexneyên wan ne ji ber şaşiyeke protokolê ye.

Gotin neynika însên e

Gotin, peyv him kane bi feyde be, jiyanê li meriv rehet bike, dost û hevalan ji meriv ra çêke, him jî kane bibe bela serê meriv, jiyanê li meriv bike zindan, dijminan ji meriv ra peyda bike.

Merivê ne xwediyê gotina xwe bêrûmet e, kes jê bawer nake, kes qîmetê nade sozên wî.

Ji bo wê jî berî gotin ji devê meriv derkeve, dibê meriv baş bipîve, baş biwezinîne, dûra bibêje. Gotina hat gotin bi paş da nayê. Li ser gotinê çend gotinên xweş.

01 december 2025

Xwendevanên Hindik Rindik zêde dibin

Meha çû(meha borî) 47823 carî bloga min Hindik-Rindik hatiye tikandin, yanî hatiye xwendin. Ev jimar jî rojê ji 1500 tikandinê zêdetir dike. Ji bo min tîrajeke pir baş e.

Piştî reqlama min a di Perxudres Podcastê da xwendevanên min zêde bûn.
Berê tikandin, xwendina bloga min Hindik-Rindik rojê di nabêna 200-300´î da bû. Bi xêra podcasta Omer Farûk Baran, xelk zêde bi hebûna bloga min hesiya, xwendevanên min zêde bû. Hin rojan xwendin bi ser 5 hezarî ket.

30 november 2025

Me îro rismê xwe yê ewilî bi şîrînê xwe Ronî ra girt


Ez û xanim vê êvarî mîvanê neviyên(torinên) xwe bûn. Neviyê me yê biçûk Leo Ronî 4 mehî ye me hîn pê ra rismek negirtibû. Me îro pê ra rismê xwe yê ewilî girt. Ew jî, em jî pir memnûn bûn.

Çend roj berê ez bi vê neheqiya me hesiyam, min ji xanimê ra got, me neheqiyeke mezin li Leo Ronî kiriye. Me miamela lawê dêmariyê pê ra kiriye.
Me bi birayê wî yê mezin Oliver Aras ra ji biçûkatî dest bi girtina risman kir. Lê me ew hetanî nuha îhmal kir.

Gerek meriv şeb û şekir ji hev bigerîne

Ev demeke dagirkerên welatê me pir xweş dikin, bi gotinên vala xwe şîrîn dikin, dibêjin vê carê emê tiştên baş bikin. 
Lê li fizê hîn tiştekî berbiçav tune ye, tenê leqleq e. Hêvî dikim tenê ne demagojî be, vê carê bi rastî jî gaveka cidî bavêjin.
Gerek serokên me, siyasetmedarên me bi gotin û sozên dagirkerên welatê xwe nexapin, ji rûkenî û samîmîyeta zû vi zû bawer nekin. Ya muhîm ne gotin e, praktîk e. Dagirkerên welatê meriv tu carî xêra meriv naxwazin.

29 november 2025

Meriv ji şaşiyên xwe ders û ibretê digire

Di jiyanê da, di micadela siyasî da şaşî, zor û zahmetî tim ne xerab e, ji meriv ra dibe tecrûbe, meriv zanetir, xurttir dike, berê meriv ji şaşiyan dûr dixîne, berê meriv dide riya rast.

Yanî tengasî, rojên giran her tim ne xerab e, carnan kane bi fêde be, meriv bi pêş da bibe, bibe pûsile.
Di van 40-50 salên dawî da me gelek şaşî kirin. Me hevaltiya hêz û însanên antî-kurd kir, di netîceyê da ev yek ji me ra bû ders, bû sebebê em şiyar bibin, dev ji fikir û îdeoliyên ne li gorî me, li zirara me berdin, werin ser xeteke netewî, bêtir bibin merivên neteweperwer.

28 november 2025

Ji Sadî Şîrazî çend gotinên xweş

Min got vêsê jî ez bi çend gotinên Sadî Şîrazî(1210-1292)dest pê bikim. Ev gotinên manîdar wek hingiv û gezo ne. Him xweş in, him jî meriv îlhamê û aqil jê digre.
-Şaşiya însên jê ra neyê gotin, ewê wer bawer bike qebheta wî huner e.
-Kesên bê xaye dijîn, bê nesîb dimînin.

-Hîleya dijmin a herî mezin dostiya wî ye.
-Dibê em zarokên xwe wek berxan mezin nekin, ji bo ku dû ra wek mîhan neyên çêrandin.

27 november 2025

Tirkan berhem û mîratên medenîyetên din tim ji ortê rakirine

Tu milet bi qasî tirkan ne paşdamayî ye, ne irqçî û li hemberî xwezayê, berhemên tarîxî ne barbar e. Erdê tirk nuha li ser dijîn ji bo ku ne yê wan e, wan li ser wê axê tirştek ava nekirine, lema mîratên miletên din xera dikin, baraajan li ser çêdikin, ji bo ku şopa mmilet û kulturên din nemîne. Hesen Kêf ji bo wê bi temamî binav kirin. 

Li Kurdistanê û li Tirkiyê navên her derê guhertin, bi hezaran avahî xera kirin, bi zanetî terkî xera kirinê kirin.
Li Amedê taxa Sûrê bi hovane, bi bêûjdanî dan ber topan, xera kirin.
Kela Swêregê xera kirin. Bedena Wêranşarê xera kirin.

26 november 2025

Dr. Şivan, Çeko, Brûsk bi hezkirineke mezin bibîr tînim


Di 54 saliya şehadeta Dr. Şivan, Çeko, Brûsk bi hesret, bi hurmet bibîr tînim.

54 sal berê, di 26´ê mijdara 1971´ê da ev hersê canfîdayên kurd û Kurdistanê Dr. Şivan, Brûsk û Çeko, li Kurdistana Başûr ji ber sûcekî wan nekiribû, bi îthameke ne rast, bi îdîa wan Seîd Elçî kuştiye hatin gulebarankirin.

Hersê şehîdên kurd û Kurdistanê bi hezkirineke kûr bibîr tînim. Em wan tu carî ji bîr nakin, ewê di dilê me da tim wek şehîdên miletê xwe bijîn.

Fêda tirsê ji mirinê ra tune ye

Rojnamevanê tirk Can Atakli bi dengekî lerzok, bi xemgîniyeke mezin, bi kesereke kûr gotiye li Rojavayê Kurdistanê kurd dewletekê ava dikin, yên me ji nedîva tên, dengê xwe nakin, lê temaşe dikin.

Can Atakli ne tirk e, ji çi miletî ye nizanim. Bavê wî mahcirekî Kafkasî ye. Bavê wî li Diyarbekrê mamoste bûye, Can Atakli li wê derê hatiye dinê.
Yanî ciyê jidayikbûna Can Atakli Diyarbekir e, lê ew merivekî xêrnexwaz û neyarekî Diyarbekrê û miletê kurd e.

25 november 2025

Êdî dem hatiye gerek serokên me dewleteke kurdî bixwazin

Kurd wek tirkan ji dereke din nehatine, ne mahcir in, ehl û xwediyê vê axê ne, bi hezaran sal in li Kurdistanê, li vê coxrafiyayê dijîn.

Di tarîxê da kurdan gelek caran xwestin dewleta xwe ava bikin, lê bi ser neketin, tirkan, farisan û ereban tim zora wan birin.

Cara dawî piştî Şerî Cîhanê yê Yekê, di Peymana Sewrê da soza dewleteke serbixwe dan kurdan.

Lê bi Peymana Sykes Picot a bi dizî ya di nabêna Fransa û Îngilistanê û Rûsyayê da hat çêkirin û bi Peymana Lozanê bi kurdan ra bêbextî hat kirin, Kurdistan hat perçekirin, rê li ber avakirina Kurdistana serbixwe hat girtin; kurd xistin bin destê çar dewletan.

24 november 2025

Dewleta tirk ji Evdila Ocalan çi dixwaze?

Navên endamên komîsyona ewê here Îmraliyê ba Evdila Ocalan hevdîtinê bike diyar bû.

Ji AKP´ê parlamenterê AKP´ê yê Hatayê Huseyîn Yayman, ji MHP´ê parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, ji DEM Partiyê parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît ewê herin Îmralayê bi Ocalan ra hevdîtinê bikin.
Ez meraq dikim, hukûmet li pê çi ye, ji Evdila Ocalan çi dixwaze û Ocalan ewê ji heyetê ra çi bibêje?

Zû bibêje firên li ku ye?

Yekî mînîbûseke Peugeot (Pejo) kirîbû û dest bi xebatê, bi birin û anîna rêwiyan kiribû. Mînîbûs tije rêwî bûn, her ku diçû sureta wê zêde dibû, minîbûs difiriya.

Rêwîyekî gotiye:
-Kaptan, tu yê qezayekê bikî, li derekê xînî, hêdî bajo.
-Şufêr pirsîye:
-Tu ji Pejoyê fêm dikî?

Rêwî gotiye:

23 november 2025

Çîrokeka sedsalan


Min ev parvekirin ji malpera ”Kadim tarih Bitlis Namayê” ya platforma X´ê girt.

Rûpel tercumeyî tirkî bûbû, min ji tirkî wergerand kurmancî.

Di rojnameyeke karîkatorî ya fransî da kurd

1187: Eyyubî
Hukumdarî Misrê û Sûriyê Selehedînê Kurd Qudsê ji Xaçparêzan digre, xanedaniya xwe ava dike.
1514: Îdrîsê Bedlîsî gelek mîrên xwedî hêz top dike  bi Şahê Fars (Îranê) û bi Sultanê Osmanî ra hevdîtinan dike.

22 november 2025

Li Stockholmê pêşengeha kitêban


Weşanxaneya APEC´ê bi hevkariya ABF´a Stockholmê îro û sibe(22/23-11) li Stockholmê pêşengeha kitêban û rojên nivîskaran çêdike. Hezkiriyên edebîyatê ewê him kanibin kitêban bikirin, him jî li çend nivîskaran guhdarî bikin.

Bîstek din ezê herim wir, heta êvarî li wir bim.

Cih: ABF huset, Sveavägen 41, Stockholm, salon: Hjärtat
Saet: 12:00 – 16:00

21 november 2025

Carnan ji meriv ra lê tê...

Hin caran ji meriv ra lê tê, şans, fersend tê li deriyê meriv dixîne, meriv bi ser dikeve, digihîje armac û miradê xwe.
Lê gerek em bizanibin ji meriv ra her tim lê nayê, fersend her tim nayê ber nigê meriv.

Gava fersendê nehat li deriyê meriv nexist, dibê meriv deriyekî çêke û fersendê bîne ber deriyê xwe. Ev jî bi xebatê dibe.
20-30 sal in ji me ra fersendek baş çêbûye, gupîne li deriyê me dixîne, dibêje de kerem kin min bi kar bînin.

20 november 2025

Şop şopa simê kerê ye, lê finas a Perê ye

Li ciyê rehetiyê ev kamilî, ev nermbûna siyasî, ev hurmeta li hemberî Evdila Ocalan bi Devlet Bahçelî ra çênabe.
Miheqeq cî li wan pir teng bûye, miheqe înformasyineke pir muhîm bi ber guhê tirkan ketiye.
Lema bi van demagojî û teqlebaziyan dixwazin rê li ber azadbûna kurdên Kurdistana Rojava bigrin.

Dibêjin şop şopa simê kerê ye, lê finas a Perê ye. Bahçelî dipeyive lê Erdogan li pişt e, ew wî dajo meydanê.

Kes azadîya me bi rehetî diyarî me nake

Kesên tirsiyan li dijî dagirkeran serî hildin, kesên bawer nekirin em kanibin zora dijminê xwe, zora dagirkerê welatê xwe bibin, ji bo wê jî xwe dan qoziyekê, xwe melisandin, li şerê nabêna miletê xwe û dagirkeran temaşe kirin, tim û daîm neheq û şaş derketin. Di dawiyê da mahcûb û şermezar bûne. Tarîx şahidê vê rastiyê ye. 

Yên li hemberî dijmin serî hildan, pir, hindik, zû dereng havilek kirin, ji miletê xwe ra tiştek bi dest xistin. Lê em hîn azad nebûne, hîn nebûne xwedî dewleteke netewî.

19 november 2025

Gerek Rûdaw dev ji vê şaşiya xwe berde !

Rûdaw, dev ji vê şaşiya xwe bernade, wek ajanseka biyanî qala kurdan dike. Gava kurdek dimre, dibêje filankesê kurd min ! Gotiye:

”Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Kutluyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.”
Diyarkirina qewmîyeta Berîvanê ne rast e.
Medya welatekî, miletekî gava li ser hemwelatiyekî xwe xeberekê dide qewmîyeta wî pêve nake.

18 november 2025

Jineke tirk: Ma tirkek tunebû tu pê ra bizewiciya?

Keçeke Ukranyayî çûye Tirkiyê, la Antalyayê rastî xortekî kurd hatiye, pê ra zewicî ye.

Jineke tirk jê pirsîye
Tu çima hatî vira?
-Min li Polonyayê zanîngeh xwend. Dû ra hatim Tirkiyê, Antalyayê. Li Antalyayê min û peyê xwe hev nas kir. Dûra hatim Stenbolê ji bo ku malbata wî nas bikim. Û em zewicîn.
-Mêrê te ji ku ye?
Ji Wanê ye.
-Wan ?

Gerek meriv xelkê bi karê xwe bihesîne

Çend roj in bi xêra reqlama podkasta Emer Farûk Baran(Perxudres Podkast)jimara xwendevanên bloga min Hindik-Rindik ne îş zêde bû, firiya.

Pitirpêr, 2591 kesî riya xwe bi bloga min xistiye, pêr 2289 e. do 1275 kesan bala xwe dane malpera min Hindik-Rindik. Tikandina îro 650 kes e. Pir baş e.

Diyar e bi rastî jî fêda reqlamê heye. Ji ber wê ye xelk bi milyaran dide reqlama xwe. Dibê meriv xelkê bi kar û xebata xwe bihesîne, meraqê bi însên ra peyda bike. Reqlam jî sineteke, her kes ji heqê vî sinetî dernayê.

17 november 2025

Kilîta Parlamentoya Kurdistanê ne wenda ye, di bêrîka hinekan da ye


Salek di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye, meclîs hîn girtiye, hukûmet ava nabe.

Rûdawê bi manşeteke pir xweş û tam di cî da xeber daye, gotiye:
”Kilîta Parlamentoya Kurdistanê hîn jî winda ye.”
Lê ya rast, kilîta Meclîsa Kurdistanê ne wenda ye, kilîtek di bêrîka Mesûd Barzanî da ye, yek jî di bêrîka Bafil Talabanî da ye. Ew meclîsê venakin. 
Sebeb jî li ser kursîyan û talanê li hev nakin. Heger sebeb ne ev bûya hukûmet ji zû da avakiribûn.

Mehmet Alî Aslan vê carê jî rozeta Partiya Refahê bi sînga xwe va kir


Mehmet Alî Aslanê du caran bûbû Parlamenterê HDP´ê yê Mêrdînê û Batmanê, tevî partiya Refahê bûye. Lawê Necmetîn Erbekan, Dr. Fatih Erbakan rozeta partiyê bi sînga wî va kiriye.

Ez matmayî nemam, Mehmet Alî Aslan bi rehetî kane here MHP´ê jî, AKP´ê jî. Kara wî tê da hebe, kane têkeve her boyaxê, bibe hevalê her kesî. Ji bo wî ya muhîm ne şexsîyet e, menfaet e. Ev teqleya wî, ev çerxa wî ya sed dereceyî  îspata vê yekê ye.

Vê çixîzê kin bike!

Zanayekî mezin ê japonî li perava(qeraxa) deryayê li ser qûmê rûniştibû medîtasyon dikir.

Xortekî xwe nêzî wî kir, bi zimanekî şîrîn, lavakar jê ra got:
-Ji kerema xwe min wek şagirtê xwe qebûl bike.
Kalê zana, bala xwe da xort, bi tiliya xwe li ser qûmê xêzeke rast kişand û ji xort ra got:

16 november 2025

Veşartina gora Şêx Seîd û ya Seyid Riza temiya Ataturk e


88 sal di ser îdama Seyid Riza û hevalên wî ra derbas bûye, hîn jî gorra wî nîşanî me nadin.

Di ser îdama Şêx Seîd ra  jî 100 sal derbas bû, gorra wî jî nîşanî me nadin.
Ev yek siyaseteke tirkan a millî ye, tu hukûmet, tu serok vê siyasetê naguhere.
Çimkî ev temiya, ev daxwaza Ataturk e. Ataturk ev temî li wan kiriye, nehîştiye rismên Seyid Riza yê bi sêpiya îdamê va were belavkirin. 

15 november 2025

Dibê em tu carî nebêjin êdî bes e!

Thomas Edison(1847-1931), mucîdê ampûlê û xwediyê patenta hezar îcadên din li ser ezm û xebatê, micadelê gotiye:

-Zeîfiya me ya herî mezin devjêberdana ji xebatê, ji micadelê ye, gotina êdî BES  e! Riya biserketinê ya herî saxlem her tim ceribandina careke din e.
40 sal e, 50 sal e, 60 sal e em di nava xebata siyasî da ne. Hewqas sal xebata siyasî, micadela li dijî dagirkeriyê ne karekî rehet e, fizîkê meriv ji taqet da dikeve, psîkolojîk meriv diweste. Çimkî êdî em ne xortên 40, 50 sal berê ne. Westiyan normal e.

14 november 2025

Bi biryarên şaş meriv dibe xwedî tecrûbe

Rojekê ji hoste sirrê serketina wî jê pirsîne.

Hoste dirêj nekiriye, du gotin gotiye:
-Biryarên rast…
Gotine tu van biryarên çawa digrî?
Bi gotinekê bersîv daye, gotiye:
-Bi tecrûbeyê…
Gotine sirrê vê tecrûbeya bêxwedî çi ye? Bibêje em jî bizanibin.
Hoste keserek kûr kişandiye, gotiye:
-Sirrê wê biryarên şaş e. Bi biryarên şaş meriv dibe xwedî tecrûbe.

13 november 2025

Payiza rengîn baran bi xwe ra anî

Xwedê kir min şemedanê baranê li xwe kiribû, ya na ezê şil û pil bibama.
Ez çer ji hundur derketim baranê hûr hûr dest pê kir. Payiza rengîn bê baran nabe, dibê me şil bike.
Lê min tedbîra xwe girtibû, kincê baranê li min bû, ne xema min bû. Min meşa xwe ya rojane betal nekir. Lê min hinekî kin kir, 79 deqeyî meşîyam.

Çima hûn cahnimê nafroşin?


Di sedsala 15-16´a da li Ewrûpayê keşe û dêran(kilîseyan) li cinetê erd difrotin xelkê.

Hin kesên nezan, cahil bi vê derewa keşeyan dixapiyan, li cinetê ji xwe ra erd dikirîn. Digotin dema em mirin, ji bo ku neçin cahnimê, bira ciyê me li cinetê hazir be.

Bi vê riyê keşe û dêr him zengîn dibûn, him jî xelk bi xwe va girê didan.

12 november 2025

Gerek em bi serketina xwe bawer bin

Serketin, pêşvaçûn bi gotinê, bi leqleqê, bi gazin û rexnekirinê çênabe, dibê meriv ji bo serketinê bixebite, ji axaftinê bêtir karekî bike. Lê tu carî raneweste. 

Xelasîya me di xebatê da ye, di her şert û mercî da dibê em ji bo azadî û serxwebûna xwe bixebitin,

Tenê riyeke serketina me, rizgariya me heye, ew jî dibê em bi serketina xwe, bi azadbûna bawer bin. Em bi xwe, bi miletê xwe bawer bin.

11 november 2025

Gerek em dijminê xwe yê herî talûke û herî no nas bikin


Dibê her kurd baş bizanibe astenga, kelema li pêş azadîya me kurdên li her çer perçeyên Kurdistanê tirk in, Tirkiye ye. 

Tirkan nahîştine li tu beşekî Kurdistanê em bibin xwedî dewlet, nuha jî dîsa ew nahêlin...

Ne tirk bûna, piştî Şerê Cîhanê yê Yekê Kurdistana serbixwe çêbûbû; tirkan nehîşt çêbibe.

Ne tirk bûna, li başûr û rojavayê Kurdistanê kurd azad bûbûn, tirk nahêlin.

Ka werin guh bidin vê hevpeyvîna muhteşem a Emer Farûk Baran û Zozan C xanimê


Emer Farûk Baran, wek her karê dike, wek her car, vê carê jî bi hevpeyvîna xwe ya bi Zozan C xanimê ra karekî taybet, karekî pir xweş kiriye.

Hevpeyvîneke muhteşem e, dibê hûn lê guhdarî bikin.
Li ser muzîkê, li ser têkiliyên wê û afîrînerê wê Bijar Kobanî, li ser têkliyên wê û kilasîkên kurdî gelk pirsên pir xweş ji Zozan hişê çêkirî, Zozana fizîkî tune ye pirsîye, wê jî wek ku însan be, wek ku fîlozof be bersîvên pirsan daye.

Meriv dibe heyrana vê îcada dûrî aqil. 

10 november 2025

Li gorî rapora pûlisê Swêd: Li Swêd 67.500 çeteyên krîmînel hene


Wezîrê edaletê Gunnar Strommer û seroka pûlisên Swêd Petra Lund roja îniyê(7/11-25)di civîneka çapemeniyê da gotin, li Swêd teqrîben 67.500 çeteyên krîmînel hene. Ji wan, 17.500 heb çeteyên aktîv in, 50 hezarê din jî girêdayî wan in, carnan aktîv dibin.

Nufûsa Swêd here were 10,57 miljon e; yanî 11 milyon jî tune ye. Lê jimara çeteyên ji çarhawêlê dinyayê li Swêd kom bûne herî kêm 67.500 e.

Parsekîya eşqê

Kesên parsek destên xwe li ber xelkê vedigrin, ji bo ku însan çend qurş pere têxin mista wan.

Lê parsekên evînê jî hene. Ew destên xwe ne ji bo çend quriş pere, ji bo eşqê, evînê li ber dildarên xwe vedigrin. Vîktor Hugo jî wer kiriye, lê destê wî li hewa vik û vala maye.

Min ji vê teşbîha wî ya evîna qurçimî, yakalî hez kir, ji tirkî wergerand kurmancî. Hêvî dikim kêfa we jê ra bê...

09 november 2025

Îshaq Tepe jî xatir ji hezkiriyên xwe xwest


Kurdperwerê hêja Îshaq Tepe îro li bajarê xwe Betlîsê wefat kir. Ji bo ku qatilên lawê wî Ferhat Tepe werin girtin 32 sal in li ber xwe da. Dewleta tirkan dîtina wê rojê nekirin nesîbê wî, qatilên ewladê wî nehatin girtin.
Gorra wî bihuşt be, serê zarok û malbata wî sax be, ji wan ra sebrê dixwazim.

Ez Îshaq Tepe şexsî nas nakim, lê wek kurdekî haya min ji micadela wî, ji tarîxa wî, ji trajedeiya hat serê wî û ji zulma li malbata wî hate kirin heye. Ew merivekî dilpak, dildarekî kurd û Kurdistanê bû, şervanekî li dijî dagirkeriyê bû.

08 november 2025

Îro dîsa dora me û aşiyê bû

Ez û xanim îro çûn aşiya bapêşê û ya covîdê bûn. Ji ber ku ez 75 salî me xanima hemşîre du derzî, derzîya bapêşê û ya covîdê li min xist... Xanima min jî aşiya bapêşê tenê bû, çimkî ew çend salan ji min biçûktir e. Lema  aşiya wê bi pera bû, ya min belaş bû. 

Fêda van aşiyan heye, tune ye ez nizanim, belkî jî derzî av bin. Me baweriya xwe bi agahiya dewletê anî û aşiya xwe bûn. Hêvî dikim fêda wan bigihîje me, me ji hin nexweşiyan biparêze. De em û şansê xwe.

Biwêja "gîya hewşê tahl e", şaş e

Hin kes biwêja, gotina ”gîya hewşa cîrên tim hişintir(kesktir)xuya dike” gelkî şaş bi kar tînin, dibêjin:

”Gîya hewşê tahl e, gîhayê hewşê tehl e, gîyayê hewşê tahl e...”
Biwêjeke, gotineke pêşiyan a wiha tune ye.
Pêşiyên me şaşiyeke wiha mezin nakin, gotineke hewqasî şaş, bêaqil nabêjin.
Çimkî gîya nayê xwarin, ji bo ku meriv bibêje ”tahl” e ya jî şîrîn e. Însan gîyê naxwe, heywan gîyê dixwe. Heywan jî pir ji gîyê hez dike, nabêje tahl e.

07 november 2025

Gurên boz ji mij û dûmanê hez dikin

Di medyaya sosyal a tirkî û kurdî da bazara ulûm û xeberan, paşgotiniyan, îdîayên bêbingeh geş e; meriv nizane kîjan rast e, kîjan derew e. Li piyasê delal jî pir in, bikir jî pir in.

Li ser têkiliyên Evdila Ocalan û dewletê, Evdila û PKK´ê, Evdila û Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmedê gelek tişt tên gotin.
Delîl tune, belge tune, lê dîsa jî hin kes dikirin.
Gur ji mij û dûmanê, ji toz û hecacê hez dike, di mij û dûmanê da şivan, kûçik wî nabînin, nêçîr jê ra rehettir e.

06 november 2025

Ya muhîm meriv teslîm nebe, dev ji micadela xwe bernede

Di jiyanê da, di micadelê da hin caran dibe ku gelşên meriv çêbibin, meriv biweste, meriv ji taqet da bikeve, mecbûr be bîstekê bîna xwe bigire, nabênekê bidê.

Lê ya muhîm dibê meriv teslîm nebe, dev ji micadelê bernede.
Emê micadela xwe bidomînin hetanî em azad û serbixwe dibin, heta em dibin xwedî dewleteke netewî.
Em nebin xwedî dewlet emê hêdî hêdî bibin faris, ereb û tirk.

05 november 2025

Lokman Polat li ser kitêba min Rojnivîskên Sirgûnekî nivîsîye


Lokman Polat, camêr di malpera Çandnameyê da li ser kitêba min "Rojnivîskên Sirgûnekî" fikrê xwe gotiye. Pir kêfxweş bûm, mala wî ava be.

Ez bawer dikim cara pêşî ye yek bi vî rengî li ser Rojnivîskên Sirgûnekî fikrê xwe dibêje.

Serokê HUDAPAR´ê jî li dijî berdana Demirtaş derketiye

Serokê HUDA PAR´ê Zekerîya Yapicioglu jî li dijî berdana Salahatîn Demirtaş derketiye, gotiye,

”Eger ew were berdan, ewê hestê edaletê ya beşeke mezin a civatê zererê bibîne...”
Bi vê beyana xwe serokê HUDAPAR´ê carek din nîşan da ferqa wî û serokê Partiya Zaferê Umît Ozdagê neyarê kurdan tune ye.
Lê baş bûye xwe eşkere kiriye, dibê kurd bibînin ew yekî li dû tifaqa, aştiya nabêna miletê kurd e, ew gurekî di postê berx da ye.

04 november 2025

Bi tirkî nenivîsin û ji zirzopî û gewezetiyên tirkan xelas bibin

Ji bo ku bi tirkî nanivîsînim serê min vehesîyayî ye, hin tirkên çeqel, bêdeb nikanin di binê nivîsên min da zirzopiyê, boşboxaziyê, gewezetiyê bikin.

Di binê nivîsên bi tirkî yên li ser kurd û Kurdistanê da bi sedan tirkên sûtal, devpîs, yên ji devên wan zibil û gû dibare bêedebîyê, gewezetiyê, heqaretên giran li xwediyê nivîsê û li kurdan dikin. Henekên xwe bi kurdan, bi tarîxa kurdan dikin.

Em ji viya ra dibêjin zewac


Rojekê pîreka hevala xanima Bernard Shaw çû zîyareta wan.

Bernard Shaw li hewşê tevir di dest da mişar, kulîlkên hewşê berkol dikir.
Jinikê ew nas nekiriye, bala xwe dayê kalê bexçevan, berçavka xwe rast kiriye û jê ra gotiye:
-Siba te bi xêr bexçevan efendî. Ma ji kînga da ye tu li ba Shaw xanimê dixebite?
Bernad Shaw gotiye:

03 november 2025

Ne Ebûbekir sunî bû, ne Elî şîî bû

Elî Şerîatî li ser dîn û mezheban gotineke rast û di cî da kiriye, gotiye:

-Ne Ebûbekir sunî bû,
ne Elî şîî bû,
ne Mûsa yahûdî bû,
ne Îsa xiristîyan bû,
haya wan jî ji viya tunebû.
///Elî Şerîatî

02 november 2025

Ma Evdila Ocalan serokê Tirkiyê yê li pişt perdê ye?

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê gotiye, ”gerek komîsyon bi lez here Îmraliyê û bi birêz  Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.”

Ma Evdila Ocalan serokê dewletê ye, komîsyon here xwe bavêje dexlê wî?
Komîayon here Îmraliyê ewî çi safî bibe, Ocalan kane çi bike?
Evdila Ocalan êsîrekî di zindana tirkan da ye, ma kane çi hukmî li dewletê û li hukûmetê bike?

Bersîva tarîxî ya Xalid Begê Cibrî...


Di nabêna serokê Hereketa Azadiyê Xalid Begê Cibrî û Şêx Eledînê Oxînî dîyalogeke tarîxî çêbûye. Xalid Begê Cibrî bersîveke tarîxî daye Şêx Eledînê Oxînîyê zilamê dewletê.

Waliyê Betlîsê Kazim Dîrîk, ji bo ku bi Xalid Begê Cibrî ra hevdîtinekê bike Şêx Eledîn dixe nabênê.
Walî ji bo hevdîtinê şertekî dide pêş, ”dibê Xalid Beg pê ra tirkî bipeyive.”
Xalid Beg, şertê waliyê Betlîsê red dike. Xalid Beg ji Şêx Eledîn ra wiha dibêje:

01 november 2025

Bi şalûzîyê û bi derewa biratiyê tirk tu mafî nadin me

Hin kes wer bawer dikin ew oportunîstiyê bikin, fikrên xwe yên rastîn, ya dilê xwe nebêjin, sansor bikin, qala azadî û serxwebûna kurdan nekin, dewletê, hukûmetê rexne nekin, ji wan ra şalûziyê bikin, bibêjin ”em û tirk birayên hev in, em naxwazin ji birayên xwe veqetin”, Tirkiye welatê me ye, serketina Tirkiyê di her warî da me dilşa dike, bi pesin û halanên wiha, bi pişo-pişokirinên wiha, bi zeytkirinê, bi şelafiyê tirk, Erdogan û Bahçelî ewê dev ji neyartiya kurdan berdin û mafê kurdan yên netewî qebûl bikin.

31 oktober 2025

Dubarekirina "biratiya" bi tirkan ra şelafî ye

Şer û dijminatiya di nabêna me û tirakan û dewleta wan da heye ji ortê rabe helbet baş e.

Bi tirkan ra, bi dewleta wan ra em li hev bikin, heqê me bidin, bihêlin em li welatê xwe, xwe îdare bikin baş e; jixwe micadela me ya salan ji bona vê ye.
Lê belê ji alî hin kesan va gav û seetê wek tûtî(papaxan)dubarekirina ”biratiyê, em tirk birayên hev in” ne xweş e, şelafî ye.

30 oktober 2025

Bi meşhûrbûna QEHWA KURDÎ pir kêfxweş bûm


Bi vê xebera Rûdawê ya li ser populerbûna qehwa kurdî pir kêfxweş bûm. Min jî li Sûrê ew reqlam dît, tahm kir, pakêtek jî kirî. 

Lê navê wê şaş dibêjin, ji dêlî "qehwa kurdan", bibêjin QEHWA KURDÎ rasttir e. Hêvî dikim rast bikin, bibêjin qahwa kurdî. Hin kes bi wan xortên qehwefiroş ra têkevin têkiliyê baş dibe.

15 sal berê piştî 30 sal sirgûniya li xerîbiyê dema çûm Diyarbekrê û li qahwexane û pastexxaneyan qahwa kurdî(qeha kizwana)xwest kesî fêm nedikir, digotin ew çi ye, qey tu "turk kahwesî"yê dixwazî !

Di rojên wiha şilî-şepelî da ez dibêjim baş e ku ez xaneşîn im

Extîyarî(kalî, pîrî)ne xweş e, meriv nêzî dawiya jiyanê dibe. Jiyan çiqasî zor û zahmet be jî binê erdê ji ser erdê ne baştir e, ne xweştir e.

Li ser erdê ciyê meriv firetir e, meriv kane bigere, baz de, rabe, rûne, barke warekî din. Di binê erdê da ew şansê meriv tuneye, di gorra tarî û sar da meriv dibe ax, ji kurm, kêzik û mûrîyan ra dibe qût.

Lê di rojên wek îro şilî-şepelî, baran, sar û sermayê da ez dibêjim, ”baş e ku ez xaneşîn(teqawit)im.
Baran dibare, vizîna bê ye, 5 derece sar e. Yanî derve qet ne xweş e.

29 oktober 2025

29´ê cotmehê roja pêşmerge çûn hawara Kobanê, birayên xwe yên gerîlla !


Di tarîxê da 29´ê cotmehê ne ji bo tirkan tenê, ji bo me kurdan jî rojeke tarîxî ya pir û pir muhîm e. 

Di 29´ê cotmeha 2014´a da hêzek pêşmergere çû Kobanê, hawara birayê xwe yê gerrîla.

Tirk, erkanên dewletê û hukûmetê wek her sal dikin, îro jî 29´ê cotmehê, 102 saliya avabûna cumhûrîyeta xwe ya derewîn, cumhûrîyeta ji bo me kurdan sîstema herî irqçî, herî faşîst e, bi qîjewîj û bi helahopek pir mezin pîroz dikin.

Efûkirina xeraban şirîkatiya wan e

Keçikê bi kalikê xwe ra sohbet dikir. Kalikê wê digot hin meriv hene xerab in, dibê meriv hevza xwe ji wan bike, ji wan dûr keve.

Gotinên kalikê wê zêde nediket serê keçikê, ji kalokê xwe ra got:

Kalo, bi ya min tu kes bi daxwaza xwe, kêfî xerab nabe, hin sebebên psîkolojîk hene.
Kalikê wê mizicî, serê xwe rast û çep li ba kir, got: 

28 oktober 2025

Ne rast e Rûdaw ji kurdekî ra bibêje filankesê kurd mir

Malpera Rûdawê gava li ser hunermendekî, nivîskarekî, resamekî nûçeyekê dide, mensûbîyeta wî/wê ya netewî, qewmî jî tim pê va dike, dibêje filankesê KURD nizanim çi kir. Filankesa KURD nizanim çi kir.
Mesela gotiye:

”Wênegirê Kurd Kemal Seydo koça dawî kir.”

”Derhênera Kurd Ebrû Avciyê xelateke navneteweyî wergirt.”
Bi ya min wek malpereke kurdî diyarkirina nasnameya hunermendekî kurd ne rast e. Ne hewceye kurdbûna wî, wê were diyarkirin.

27 oktober 2025

Koma Amedê û Ciwan Haco dilên hezkiriyên xwe rakirin pêdarê

Koma Amedê li Amedê, Ciwan Haco jî li Zaxoyê bi deng û muzîkên xwe dilên hezkiriyên xwe rakirin pêdarê

Du roj berê Koma Amedê li Ameda rengîn bi muzîk û sitranên xwe dilê amedîyan rakir pêdarê, zîyafetek muzîkê ya xweş da muzîkhezên diyarbekrî.

Ciwan Haco jî îro li Zaxoyê, li ser Pira Delal zîyafeteke xweş da hezkiriyên xwe yên ji her çar parçeyên Kurdistanê.

26 oktober 2025

Hûn çi bin ez jî ew im

Li welatekî xelkê li hemberî hukumdarê li ser text serî hilda, xwestin wî bixînin.

Milet ne neheq bû. Çimkî li welêt ne edalet mabû, ne jî heq û huqûq. Bi navê dûzan mûzanê tiştek nemabû, her tişt xera bûbû. Bêyî rişwetê, bertîlê tu kar nedimeşiya. Her kesî li devê hukumdar dinêrî.

Hukumdar rojekê xelkê li hemberî wî serî hildabû li dora hewzekî bajêr top kir û axaftinek kir, ji wan ra got:

25 oktober 2025

Hêvî dikim bazara kitêban îsal li Fûara Kitêban a Amedê baş be

Nizanim Fûara Kitêban a Diyarbekirê îsal çawa derbas dibe. Hêvî dikim bazara kitêban ne kesad e, îşê weşanxaneyan baş e.

Di fotografên di medyaya sosyal da tên parvekirin da ez tu qelebalixê, tu bikiran, mişteriyan nabînim. Giş fotografên xwediyên weşanxaneyan, nivîskaran û mîvanên ji bo fotogirtinê çûne wir in. Tu alvêr, malvêr(kirîn û firotin) xuya nake.

Yanî ji dûr va bazar kesad xuya dike, hêvî dikim texmîna min şaş be, bazar baş e, kêfa weşangeran li cî û geş be.

24 oktober 2025

Ji her miletî xayinên qewmê xwe hene


 Prof. Taner Akçam di kanala Youtube ya rojnamevan Erkam Tufan da dibêje:

”Alpaslan Turkeş ermenî ye. Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî ermenî ye. Mehmet Agar ermenî ye.
Serokwezîrê kevn Mesût Yilmaz ermenîyekî ji Hemşînê ye.”

Carnan hin kesan digot, Devlet Bahçelî kurd e, Mehmet Agarê qatilê bi sedan kurdî kurd e.
Lê şikir wa ye sosyolog, dîrokzanê tirk Taner Akçam dibêje, Alpaslan Turkeş jî, Devlet Bahçelî jî, Mehmet Agar jî, Mesût Yilmaz jî ne kurd in, xalis, muxlis ermenî ne.
Yanî ermeniyên bi qewmê ra îxanet kirine, bûne pantirkîst, nasyonalîstên tirk.

23 oktober 2025

Robota AI´yê piçek aqilê min ê heheye jî ji serê min bir


Min ji You Tube, ji dengê Zozan xanimê kilîpa Ey Dîlberê di Facebookê û di malpera xwe ya X´ê da bi vê şiroveyeya jêr parve kir: 

”Waw!
Çi deng e, çiqasî xweş dibêje !
Muhteşm e, hêvî dikim Zozan xanim bi vî dengê xwe yê şîrîn tim wiha me îhya bike”.
Tu nabêjî ya distirê ne însan e, AI ye.
Kilîp şiîra Feqiyê Teyran, E dîlberê ye:

"ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im
malim xirab".

Mahcirekî din jî eslê xwe îfşa kiriye

Muşavat Dervişoglu

Serokê partiya ÎP´ê Muşavat Dervişoglu merivekî neyarê miletê kurd û zimanê kurdî ye, gava daxwaza kurdan ya perwerdeya bi kurdî dibihîze har dibe. Do li meclîsê li dijî perwerdeya bi kurdî derketiye, gotiye:

”Em baş zanin zimanê dayikê çi ye, zimanê resmî çi ye. Kes nikane ji min baştir jî bizanibe. Çimkî zimanê dapîra min jî, zimanê papîra min jî cuda ye. Ma hûnê hurmeta ji zimanê dayikê ra fêrî min bikin?”
Gotiye ew ne li dij e kurd li malên xwe bi zimanê xwe bipeyivin, lê daxwaza bira kurdî bibe zimanê perwerdê ew tiştekî din e, ew viya qebûl nake.

22 oktober 2025

Tiştê min xeyal dikir bû derew !

Min nêt kiribû îsal payizê, di vê mehê da 50 saliya zewaca xwe, 75 saliya xwe û 45 saliya nivîskariya xwe bi hev ra pîroz bikim.

Gişk ketibûn hev, min got ewê xweş be bi şahiyekê ez gişan bi hev ra pîroz bikim. Û bi vê minasebetê ji nivîsên xwe kitêbekê, du kitêban biweşînim.
Çend meh berê li ser vê yekê min nivîsk jî nivîsî, di bloga xwe da, di Facebookê da, di X´ê da parve kir.

21 oktober 2025

Eşqa min a Kurdistanê û ya zimanê min e

”Eşq wek beharatê ye, kane jiyana we şîrîn bike, lê belê kane xera jî bike,” kane jiyanê li we bike zindan jî.

Kesî evîn nedîtiye, pê ra nepeyivîye, pê şa nebûye. Ew tenê hiskirineke, hesteke, lê pir xweş e. Meriv pê dilşa dibe, difire asîmanan.

Eşq ne tenê dildariya nabêna du kesan e. Xebata ji bo azadiya miletê xwe jî eşq e, evîneke pir xweş e. Eşqa min, evîndariya min a Kurdistanê ye, ya zimanê min e, eşqeke din bira neyê bîra kesî.

Vîdeoyên serketina asîmîlasyonê min pir xemgîn dikin

Hin nas û dost ji gerr û seyahatên xwe, ji bajarê xwe vîdeoyên şahiyan, gerr û seyranên xwe belav dikin. Ziman tirkî ye, civat, kal pîr, jin, mêr şeqîna wan e bi tirkî dipeyivin. 

Bi taybetî jî jin bi tirkiyeke pir nazik, stembolî bi zewq dipeyivin, ”canim, canima” wan min dîn dike, tavilê digrim, naxazim ew deng were guhên min. 
Dema ez vîdeoyên, sehneyên wiha dibînim gelkî pê diêşim, fena li fîlmê têkçûna me, şikestina me, tirkbûna me temaşe bikim. Bi min pir zor tê...

20 oktober 2025

Kurd çima nikanin yekîtiyeke netewî çêkin?


Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK´ê) Mustefa Ozçelîk do li Stockholmê li ser rewşa Kurdistanê û kurdan semînerek da. Gelek kes beşdarî semînerê bûn, li Mustefa Ozçelîk guhdarî kirin.

Piştî semînerê hin pirs jê hatin kirin.
Ji pirsan yek jî, ”partiyên me çima yekîtiyekê, cepheyekê çênakin, sebebê nebûna vê yekê çi ye?”

19 oktober 2025

Mala Dengbêjan li Wêranşara min pîroz be !


Beledîya Wêranşarê karekî pir hêja, pir bi qîmet kiriye. Li Wêranşarê Mala Dengbêjan vekiriye.

Li bajarê zaroktiya min bi vebûna Mala Dengbêjan pir kêfxweş bûm. Kesên ev kar kirine pîroz dikim.
Mala wan ava be, serokê belediyê û hemşeriyên xwe ji dil û can pîroz dikim. Dibê karên wiha bikin, giranîyê bidin kurdî, xizmetê bi kurdî bikin, bi xelkê ra bi kurdî bipeyivin.

Dara me ya du hefte berê wek laleyê pelsor bû şulût bûye

Di sisiyê cotmehê(vê mehê)da min rismekî du darên li pêş balkona(şaneşîna) mala me parve kiribû. 

Herdu jî dar bûn, cîranên hev bûn, lê ne wek hev bûn, jiyana wan, liberxwedana wan a li hemberî xwezayê, payizê cihê bû.

Çi dar in, bi swêdî navê wan çi ye nizanim. Zanîna min a botanîk, li ser nebatan pir kêm e. Swêdî di vî warî da zane ne, ji zaroktî da wan fêrî gelek tiştan dikin.