31 maj 2020

Tikriye çandiniya kurdan dişewitîne



Tikriye çandinî û zeviyên kurdan dişewitîne !
Li Rojavayê Kurdistanê Tirkiye genim, zeviyên kurdan dişewitîne. Bi nêzîkbûna dema çinînê ra li Serêkaniyê bi hezaran kektar erdê xelkê şewitandine. Salê çûnî jî eynî tişt kirin.

Ev tiştê Tirkiye dike sabotaje, sûcekî giran e. Dewlet çandiniya xelkê dişewitîne. Geh avê li ser kurdan dibirin, geh zeviyên wan dişewitînin.

Milet berê perîşan û feqîr e,bi vê namerdiyê dixwazin kurdan birçî bihêlin.

Çi ji min tê ez derax nakim


Ji bo min bextewariya herî mezin karê ez dikim, tiştên ez dinivîsim zirarê bide dijmin û bi kêrî miletê min were, însan, keç û xort, nifşên nuh radibin fêdê jê bigrin. 

Heger kanibim bi nivîsên xwe tesîreke herî biçûk li nifşên nuh bikim, wan teşwîqî kurdî bikim ji bo min bextewariya herî mezin e.

Wek seydayê Ehemedê Xanî gotiye, li vê dinyayê her kes hosteyê, mîmarê dîwarê xwe ye, ez jî bi qasî kanim dîwarê hewşa xwe lê dikim.

30 maj 2020

Çend numûneyên ji sohbeta bi xortan ra



Nazenîna Serhedî: Kal û pîrên ku dibêjin "Dem ji me derbas bûye em ji malperan fam nakin". Dê Zinarê Xamo xenîbê wan be. Lewra li gel emrê xwe ew 13 sal e bloggeriya kurmancî dike û piştî 55 saliya xwe dest pê kiriye


Zinarê Xamo: Gelek sipas ji bo wefadariya we. Ez bawer nakim gaziya we tesîrê li kesî bike, lê dîsa jî bibêjin. Ev 40 sal e dibêjim qedir bidin zimanê xwe, bi zimanê xwe binivîsin dengê min naçe kesî, jimara kesên wek min her ku diçe kêm dibe.


Kofîxwara Serhedî: Gotinete ji bo me şîretin û qedrete ji ba me bilinde min garekî gotî bû cardin jî bejim em bi hebûna we ser bilindin


Zinarê Xamo: Gelek sipas ji bo hurmeta we. Ya rast ez tu fedekariyê, tu çêyiyê bi kurdan nakim. Ez bi zimanê gelê xwe dinivîim. Ev ne fedekariyeke. Ferdê h er miletî bi zimanê xwe dipeyive û dinivîse. ez jî wiyadikim. Ma gava kalekî tirk bi tirkî dinivîse kes pesnê wî dide?

Lê li ba kurdan axaftina bi zimanê xwe, nivîsîna bi zimanê xwe wek fedekariyeke mezin tê dîtin. Yanî tiştê li ba xelkê herî tabiî ye, li ba me wek çêyî p fedekarîyê tê dîtin. Ez kurd im, zimanê min kurdî ye. Helbet ezê ne bi tirkî, îngilîzî, fransî, bi kurdî binivîsim.


Kofîxwara Serhedî: Em hebûna xwe ji zimanê xwe digrin tu ji bo me parezvanekî zimanî Çimkî hemû mezine me ne wektene him jî dilnizm. Raste ku ya were kirin te kirin le ye wek we kemin ji bo we em hevl didin qedre we bigrin


Ronak: ez pirrr Ji hezdikim!! Gelek hêz dide, her kesekî ku dil dayî zimanê kurd, U seknandina xwe keda xwe rexneyek mezzin e li nifşê nu Tijje dil “temmam”e.


Zinarê Xamo: Keç û xortên hêja, hezkirina we, qedirşînasiya we hêzê û ezmê dide mmin, min li nivîsê bêtir germ dike.
Ez dibînim hindik be jî tesîreke liberxwdana min ya salan heye, çê bûye.


-Li dû min nemeşe, dibe ku ez ne rêber û pêşengê te bim. Li pêş min nemeşe, dibe ku ez ne dûajo û şopînerê te bim. Dibe ku ez nikanibim bi nigê te bimeşim. Li kêleka min bimeşe ji bo ku ez kanibim te bibînim, bi vî havî em wek hev dibin.




Di rojên koronayê da jî edalet tuneye




Hukûmeta Swêd wek Tirkiye derketina derve li însanan qedexe(yasax) nekir, welat nexist karantînayê.

Lîse, zanîngeh girtin, lê dikan vekirîne, trafîq dixebite, însan diçin karên xwe, çûn û hatin serbest e, însan wer li derve ne, digerin.

Gava ez li bakurê Kurdistanê û li metropolên Tirkiyê halê kurdan, hevsîbûna wan dibînim, ez şerm dikim qala rehetî, kêf, gerr û seyrana xwe ya rojane bikim.

Dijminek pir e, sed dost hindik e


Dibêjin dijminek pir e, sed dost hindik e. 

Yê me kurdan ne yek, çar dijminên me yên pir hov û dirinde hene. 

Dostên me yên sadiq jî bira sed li wir bimîne, du sê heb jî tunene.

Di ser da ev ne bes e, em jî ne li hev in, em heftêûheft serî ne. 

Çend dostên me yên hene jî feqîran şaş mane, nizanin bi kê ra rûnin, bi kê ra rûnenin. 

Kê îqna bikin, kê îqna nekin!

Zimanê cinet û cehnimê


Du xortên kurd li parqekê rûniştibûn û bi hev ra kitêbek dixwendin. Yekî ereb ji ber wan derba dibû, ji xortan pirsî:
-Xortno, ma ew çi kitêbe hûn dixwînin?
-Xortan gotin:
-Em zimanê xwe, kurdî fêr dibin.
Yê ereb got:
-Hûn kurdî fêr bibin ewê ji we ra bi kêrî çi were?
Xortan gotin:

29 maj 2020

Her sûcê li Efrînê dibe artêşa tirk dike


Malper, telewîzyon û ajansên xeberan ên kurdî di xeberên xwe yên li ser Efrînê û rojavayê Kurdistanê da dibêjin "çeteyên girêdayî Tirkiyê, çekdarên girêdayî Tirkiyê" nizanim li Efrînê çi kirine.

Li Efrînê, li Girê Sipî, li Serêkaniyê tu çete meteyên serbixwe tunene, giş artêşa tirk e.

Her sûc, her teror û tecawiza li Efrînê dibe artêşa tirk dike, bêyî destûr û daxwaza Tirkiyê çeteyên ereb nikanin çipiska xwe jî bi kesî bikin. Ew çeteyên artêşa Tirkiyê ne, eskerên Tirkiyê ne. Tirkiyê meaşê wan dide.

Çend gotinên Recep Tayyip Erdogan


Gelek gotinên Erdogan yên ibret hene, min çend hebên wan wergerand kumancî.

-Selahîyetê bidin vî birayê xwe, hûnê bibînin bi dolar ra micadele çawa dibe.
-F
eqîr ji bo ku nizane bidize feqîr e.-Bira ev hesret êdî biqede(ji bo Gulen)
-Yê wan dolarê wa hebe, yê me jî Xwedayê me heye !
-Tim dibêjin tiliya hêzên derve, baweriya min bi viya tuneye.
-Dizî ji bavê derbasî lêw dibe.
-Ev darbe lutfeke Xwedê ye.
-400 bidin(qest 400 milyon dolar rişwet e) bira ev îş bi selametî çareser bibe.

28 maj 2020

Dayik û pîrikên berê wek yên nuha dev ji zimanê xwe bernedidan


Dayik û pîrikên berê bi xîret bûn, di bajaran da tu carî dev ji zimanê xwe bernedidan, teslîmî tirkî û asîmîlasyonê nedibûn û bi zarok û neviyên xwe ra bi tirkî nedipeyivîn. Jiyana wan li bajaran derbas dibû, lê zarok û neviyên xwe bi kurdî mezin dikirin.

Dayik û pîrikên nuha pir qelp in, çer ji gundê xwe koçî bajêr dikin, di nava du sê salan da dibin tirkên stenbolî, dev ji zimanê xwe berdidin û bi zarok neviyên xwe ra bi tirkî dipeyivin.

Ezê numûneyekê ji malbta xwe bidim. 

Tiştê çû mede dû

Lev Tolstoy


Ji Lev Tolstoy çend peyvên manîdar:

-Jiyan ne tiştê çûye bi paş da tîne, ne jî wexta te wenda kiriye bi paş da vedigerîne. Tiştê tu yê bijî ya dibê tu di wextê da bijî, ya jî ji bo ku tu nejiyaye tu yê negirî.

-Perê hûr bêrîka însên qul dike, merivê hûr dilê însên. Ji ber wê jî herduyan jî xerc bikin bira here.

-Ji ber ku piraniya însanan çewtiyê dikin, çewtî ji çewtîtiyê dernakeve.

Tesadufek û du efsaneyên kulîlka şilêrê

Şilêr


Wê rojê li taxa me, di hewşekê da me kulîlka şilêrê dît. Xanimê got, wî, va ye kulîlka me anîne vir, dibê em jî ji xwe ra bikirin û li hewşa xwe biçînin.

Piştî wê, ez di Googlê da bi swêdî li şilêrê geriyam. Tiştê min dît ez matmayî hîştim. Ewrûpiyan di 1600î da şilêr anîne Ewrûpayê. Yanî hebûna şilêrê li Ewrûpayê ne nuh e.

27 maj 2020

Îstatîstêkên li ser hindik-rindik


Blogger comê îro li ser hindik-rindika min hin agahiyên bi kêr dane min. 

Li gorî îstatîstêkên ”Bloggerê comê” dane min, heta nuha min di hindik-rindik da 6632 nivîs belav kirine. 

1707 şirove/komentar hatine kirin. Wek tê dîtin komentar pir kêm e.

Îro 345 kesî, do jî 301 kesî bloga hindik-rindik ziyaret kiriye.

Li ser cimata Facebookê û Twîtterê



Sebeb çi ye nizanim, lê bi qasî ez dibînim kesên xort, bajarî, entel twîtterê û yên kal û pîr, gundî jî Facebookê bi kar tînin. 

Yanî meriv kane bibêje mekteblî twîtterê, alaylî jî Facebookê bi kar tînin.

Di nava mekteblîyan da hebûna alaylîyekî wek min îstîsna ye, îstîsna qaîdeyê xera nakin.

Ez nexweş im min nale nal e


-Min sebra dilê xwe dîtibû li ber dîwêr e
Min dî serê wî serberjê e
Ez nizanim vê sibê ne mitala qelingê min dike
û ne jî ji pismamê min newêr e.

26 maj 2020

Gava yek ji riya şaş vegere dibê meriv kêfxweş bibe

Gava yek ji dev ji siyaseteke şaş berde û were ser xeteke rast dibê meriv kêfxweş bibe, ne ku bibêje çima te berê wiha nedigot?

Osman Baydemir gotiye Tirkiye ne dewleta me ye, meclîsa tirk ne meclîsa me ye. Dewleta tirk naguhere û nabe dewleteke demokratîk. Tirkiye dewleteke dagirker e û hebûna wê li Diyarbekrê ne meşrû ye.

Gerek kurd êdî bizanibin dewleta tirk ne ya wan e jî

Osman Baydemir


Osman Baydemir di hevpeyvîna xwe ya di Telgraf Aktuelê da li ser dewleta tirk û meclîsa tirk tiştên pir rast û xweş gotine. 

Baydemîr gotiye “Li hemberî me rejîmeke xwe biguhere, bibe komareke demokratîk tuneye. Ev dewlet ne ya me ye. Meclîsa tirk ne meclîsa me ye. Ev dewlet li Diyarbekrê ne meşrû ye. Dibê em viya ji kurdan ra bibêjin. Dibê ev rejîm were rûxandindin…”

25 maj 2020

Serê masî û aqil


Yekî berferatî di tirênê da rêwîtî dikir. Danê nîvro, wexta navrojê tûrikê xwe derxist, masiyên tê da yek bi yek xwarin û dû ra jî serên wan kir kîsikekî din û da alî.

Yekî tirk li hember rûniştibû, ev yek meraq kir û jê pirsî, got:
-Bira pirs eyb nebe, tu ji bo çi serê masiyan dikî kîsik û vedişêrî?
Yê berferatî got:

Çend numûne ji derewên tirkan


-Tirkek bergendî dinyayê ye
-Fail di demek kin da ewê werin girtin û cezakirin
-Edaleta tirk ji bo her kesî ye
-Garantiya vî malî em in keko, heger tiştek pê hat eynî rojê paş da bîne.
-Taximê mejiyê Amerîkayê tirk in
-Carekê jî ruyê min nekeniya
-70 milyon li me temaşe dike

24 maj 2020

Em zimanên xelkê fêr dibin û dev ji zimanê xwe ber didin


Berê, heta 1980î li bakurê Kurdistanê kesî bi îngilîzî, fransî, îspanî nizanîbû. 

Gava rojnamevanek, siyasetmedar û gerokekî ewrûpî dihat Kurdistanê, em li xwe diheyirîn, kesê pê ra bipeyiviya tunebû. Kesî bi îngilîzî nizanîbû.

Lê nuha maşala bala min lê ye gelek kes bi înilîzî zanin. Keç û xortên me ji gelek zimanan, ji Îngilîzî, ji fransî, ji îspanî, ji almanî, heta ji yûnanî jî kitêban tercumeyî kurdî dikin.

23 maj 2020

Ewrûpî dêrên xwe dikin mizgeft



Li Almanyayê mizgeftan têra misilmanan nekiriye dêr(kilîse) kirine mizgeft, êdî nimêja xwe li dêran dikin.

Ji xwe piştî çend salên din dêrên Ewrûpa Rojava giş ewê bibin mizgeft. Ev destpêk e. Hêdî hêdî ew dêran yek bi yek bikin mizgeft. 

Li ser rexneya Ciwanmerd Kulek


Rûdaw bi kurdî, erebî, îngilîzî û tirkî nûçeyan belav dike.

Bi farisî tuneye. Li ser Rûdawê navê Farisî tuneye.

Çima bi tirkî heye, çima bi farisî tuneye?

Erebî, îngilîzî min fêm kir, lazim e, şert e.

Lê çima bi tirkî ?

22 maj 2020

Îro me têr xwe da be rojê



Îro li Stockholmê hewa xweş e, 16 derece germ e, ez û xanim li hewşê me xwe daye ber rojê, tîrêjên rojê yên zêrîn bedena me germ kiriye.

Em ji qal û bela dipeyivin.

Petêxê me kal û bêtahm derket. Ax ax, ka ew qomiyên Amedê yên ji hingiv jî şîrîntir. Nizanim ew qomî hîn hene ya na?

Lê Xwedê kir zebeşê me hingivîn e, emê bi wî îdare bikin.

21 maj 2020

Meha Remezanê û serpêhatiyeke min a zaroktiyê


Berî meha Remezanê biqede dixwazim qala bîranîneke xwe ya zaroktiyê bikim. Bîranîneke ku tu carî ji bîr nakim.

Di meha Remezanê da firneyên bajêr nanê pir taybet lêdixistin. Nanê bi kuncî, bi reşreşk, bi hêk û şikil, şikil. 

Ew nan tenê di meha Remazanê da lêdixistin. Nanê mezin lêdixistin, sê nan dikirin nakek, formên xweş didanê. Girover dikirin, dirêj dikirin…

Em dikin bifetisin



Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gerreka xwe ya Kurdistanê da xanima xwe Emîne jî bi xwe ra biribû. Di gerrê da riya xwe bi Ruhayê jî xistin. 

Emîne xanimê xwest here Gola Îbrahîm Xelîl bibîne û hinekî li bajêr bigere. 

Çend pûlîs û çend Ruhayiyên ji partiya wê bi dorê ketin û berên xwe dan nava bajêr.

Ferqa pez û dewêr !



Hin kes ji pez ra dibêjin dewar.

Di telewîzyona Rûdawê da li ser koçerên ji Nisêbînê diçin zozanên Betlîsê, Wanê, Mûşê, Serhedê xeberek heye. Qala rêwîtiya koçeran dike û jiyana koçeriyê dike. 

Muxabirê dipeyive ji keriyê pez ra dibêje ”dewar”, dibêje  ”koçer dewarên xwe dibin zozanan”, ”debara wan li ser dewaran e…”

Pez, çawa dibe dewar min fêm nekir?

20 maj 2020

Hewşa xaltiya Leylo û çend bîranînên darên tuyan



Heta çend sal berê her fêkî û sewzeyê li Kurdistanê hebû, li Swêd tunebû. Bi salan hejîr bi devê min nebû.

Lê nuha, bi zêdebûna xerîban û dikanên wan, hema hema her fêkî û sewzeyê li Kurdistanê heye, êdî li vir jî heye; lê bêyî tûyan. 

Tenê tû tuneye. 

Xanimeke bi navê Etîye di twîttera xe da fotoyê tasek tuyên reş, her yek wek bêçiyekê belav kiriye. 

Min çer dît, dilê min bijiyayê, min got ax, xwezî nuha sehanek li ber min bûya û min têr bixwara.

Min ji vî îşî tişte fêm nekir



Li rojavayê Kurdistanê 25 partî hatine ba hev û bi hev ra partiyeke bi navê Partiyên Yekîtiya  Niştimanî ya Kurd(PYNK) ava kirine.

Ser xêrê be. Hêvî dikim gaveke berbî yekîtiyê be.

PYD di nav partiya nuh da ye, lê ENKS û partiyên di nava wê da ne di nav vê tifaqa nuh da ne. Yanî ENKS ne di nav PYNKê da ye.  Ev ne baş e. 

Çimkî ya muhîm dibê ENKS û PYD û hêzên li dora wan werin ba hev.

Ziman kilîta dilan e


Zarşîrînî, gotinên xweş wek hingiv in, dilê însên şa dike.
Çimkî dil tu carî ji gotinên tahl, ji peyva çort hez nake.
Ew dildarê peyva şîrîn e, wek zarokan ji şîraniyê hez dike.
Meriv ji gotina xweş, ji zarê şîrîn tu carî zirarê nabîne.

19 maj 2020

Delîl şeva me çû bi heneka


-Roja me hilatî ji alîyê Aşîta
Bira şewqa xwe neda bejna keçika, bejna zirav
Navkêl qendîla, gerden dilûla, zebûnçîta
Berî mirineke xayin min tevdana cotê memika
Taximê sîng û bera, min bi çavê serê xwe bidîta.

Hin însan nemir in



Hin însan bi eserên xwe nemir in, tim di nava me da jîn.

Melayê Cizîrî 380 sal berê wefat kir, lê bi şiîrên ji me ra, ji dinyayê ra li pey xwe hîştin nemir e.
Ehmedê Xanî ev 313 sal in wefat kiriye, lê bi şahesera xwe Mem û Zînê, bi şiîrên xwe yên serapê kurdperwerî hîn rê nîşanî me dide, hîn dersê dide me.

Dibê meriv ne durû be


Çavên hin kesan tenê şaşiyên kesên jê hez nakin dibîne, guhên wan tenê şaşî û xerabiyên kesên li dij in dibihîze.

Partiya ew pê ra ne, siyasetmedar û serokê ew jê hez dikin çi xerabiyê bike dengê xwe nakin, ji nedî ve tên, jê ra tiştekî nabêjin.
Telewîzyon û rojnameya dostê wan, xetayên sedîded ew li dij in bikin jî dengê xwe nakin, jê ra tiştekî nabêjin. Li hember her şaşiya dostên xwe, xwe kerr û lal dikin. 

18 maj 2020

Li ser skandala Îbrahîm Guçlu û rojnameya Kurdistan 24ê


Du roj berê di rûpela Remzî Kerîm ya Facebookê da ez rastî nivîseke wî ya li ser Îbraahîm Guçlu û rojnameya Kurdistan 24ê hatim.

Îbrahîm Guçlu di Facebooka xwe da li ser gelşa xwe û Kurdistan 24 Turkçe yê nivîsek belav kiriye. Di nivîsa xwe da dibêje êdî ewê di rojnameya Kurdistan 24ê da nenivîse. 

17 maj 2020

Dawiya dawî ez jî tevî vî karwanî bûm



Dawiya dawî ez jî tabiî îmêm bûm, min jî ji weşanxaneya Avestayê ra vîdeoyek çê kir. Ev jî vîdeoya min e.

Çêkirina wê ne rehet bû, heta min çê kir çermê eniya min qetiya.

Min fêm kir tiştên wiha ne karê min e. Ji heq vê teknîkê, vê teknolojiyê dernakevim. Zanîna min têrê nake.

Em û serdema înternetê


Dema înternet û medyaya sosyal tunebû meriv hesret bû ruyê nivîskarekî, siyasetmedarekî kurd bibîne, dengê wî bibihîze. 

Lê bi xêra youTube û nizanim çi û çi maşala di medyaya sosyal da êdî pê li serê hev dikin, her kes vîdeoyeke xwe belav dike. 

Meriv nizane li kîjanî temaşe bike, li kîjanî temaşe neke.

Tiştê tirk tînin serê me jenosîd e


Gava tirk parlamenter û siyasetmedarên kurd davêjin zindanê, serokên belediyan tewqîf dikin, qeyûman datînin dewsa wan û li hemberî kurdan hin bêhuqûqîyan dikin, hin kes dibêjin efendim ev tişt bêhuqûqî ye, nizanim li dijî kîjan qanûnê ye.

Bi rastî ez matmayî dimînim...

Birayên ezîz, hûn qala çi dikin? Ma li Tikriyê ji bo kurdan qanûn, huqûq heye?

Pîvan


Jinikê li Amedê ji şufêrê texsiya sekinandibû pirsî:
-Tu yê heta Deriyê Mêrdînê min bi çi qasî bibî?
Şufêr got:
-Bi sed hezarî.
-Baş e le ku ev mêrê min jî bi min ra were?
Şufêr got:
-Ferq nake, dîsa sed hezar e.

16 maj 2020

Vê înterneta malxerab dinya guhert


Dema înternet û medyaya sosyal tunebû meriv hesret bû ruyê nivîskarekî, siyasetmedarekî kurd bibîne, dengê wî bibihîze. 

Lê bi xêra youTube û nizanim çi û çi maşala di medyaya sosyal da êdî pê li serê hev dikin, her kes vîdeoyeke xwe belav dike. 

Meriv nizane li vîdeoya kîjanî temaşe bike, li a kîjanî temaşe neke.

Roja min çawa dest pê dike ?


Her sibe gava ji xew radibim diçim salonê, mitpaxê, li hewşê dinêrim, vedigerim hundur. 

Li salonê kes tuneye, ez bi tik û tenê me. Bêdengiyeke xweş heye, diçim, têm, bala xwe didim der û dora xwe, bîstekê li dilê xwe guhdarî dikim.

Qahwa xwe ya sibê çê dikim, xurîniya xwe dikim.

Sibe ye, rojeke nuh dest pê kiriye, ezê çi bikim, çi binivîsim?

Diçim li ber kompîtora xwe ya li bende min e rûdinim.

15 maj 2020

Gerek meriv tu carî bi zulma dijmin li birayê meriv dike kêfxweş nebe


Kesên kurdperwer di warê siyasî û îdeolojîk da çiqasî li dijî hev bin jî gerek bi çavê dijmin li hev nenêrin û gava dijmin li yekî zulm kir, yê din pê kêfxweş nebe, ji zulma dijmin ra li çepikan nexwe. 

Hin kurd vê şaşiyê dikin, ev ne rast e.

Dewleta tirk vêsê bi keriyek gurên xwe yên çekdar avêtin ser çar belediyên HDPê, sorokê belediya Sêrtê, Baykanê, Ixdirê û Misircê(Qurtelanê)êsir girtin.

Demsal jî êdî ne demsalên berê ne



Ev çend roj in li Stocolmê hewa Enter heye, rojê deh caran dibe ewr û sayî, ji nîv saetê carê dibe baran dibare û roj derdikeve, hewa xweş û xerab dibe.

Em nikanin bîstekê li hewşê rûnin, xwe bidin ber rojê û bedena xwe germ bikin

Di dinyayê da jî, di hewayê da jî îstkrar nameye, ew jî nizane çi dike. Êdî ne bihar e bihar e, ne jî havîn havîn e. 

Zivistana îsal jî ji xwe ne tu zivistan bû, me ne berf dît, ne jî sar û serma.

Bi pîrozkirinê kurdî ji mirinê xelas nabe !



15ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd vê rojê wek cejna zimanê xwe pîroz dikin. Pîrozkirin û axaftina li ser zimên baş e, lê têrê nake. Bi pîrozkirinê kurdî ji mirinê xelas nabe.

Ji bo kurdî nemire û em jî nebin tirk, dibê kurd bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsin, kurdî bikin zimanê bazarê, edebiyatê û siyasetê, her warê jiyanê.

Bi pîrozkirina di medyaya sosyal da, bi sloganan kurdî ji mirinê xelas nabe. Em giş bi viya zanin.

14 maj 2020

Min sebra dila dî li sûka hedada


-Ezê bi rêka Menderê ketim, rêke bi tirso
Hingulîska destê Ferhanê Nûrkê zîvê qurso
herçî derdê dila nedîtiye, bira here Mendera şewitî,
cem Ferhanê Nûrkê, lawê metka min ji xwe ra bipirso.

Tirkiyê nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike



Tirkiyê nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike. Serokê Dalkurdê Remezan Kizil, di malpera Gazete Duvarê da Tirkiyê çawa nehîştiye şîrketa Huawei sponsoriya Dalkurdê bike ji ”Haci Bişkin” ra  wiha gotiye:

”Du sal berê şîrketa Huawei ji me ra bû sponsor. 40 hezar dolar dan me. Me navê Huawei li ser formeyên xwe nivîsî. Piştî çar mehan şîrket li me geriya, gotin bira pere ji we ra be. Tirkiye li ser vê meselê bi me ra rûnişt. Ji me ra gotin heger hûn ji Dalkurdê ra bibin sponsor emê operasyonên we yên li Tirkiyê rawestînin…”

Pepûk û tirk

Pepûk


Di nav çûkan(teyr, balinde) hemûyan da çûka herî sextekar, herî fêlbaz, herî parazît û herî bêûjdan, heta jenosîdkar pepûk e. 

Ez pepûkê û tirkan pir dişibînim hev. Bi baweriya min herdu jî xwediyê yek tebîetê ne; ya jî gelkî dişibin hev, bêyî xwe mafê jiyanê nadin kesî.

Pepûk tu carî ji xwe ra hêlînê çê nake û çêlikên xwe xwedî nake. 

13 maj 2020

Rojnamevanekî zîrek

Mehdî Mûtlû


Ev demeke Mehdî Mûtlû di telewîzyona Rûdawê da programeke bi navê ”Sohebeta Li Hewşê” çê dike. Cî Diyarbekir e, mekan hewşeke xwşik e.

Li hewşê nivîskar, şair, edbîb û hunermendan, dengbêjan dike mîvan û bi wan ra sohbet dike.

Di van rojên dawî da min li çend programan temaşe kir. Programeke xweş e, bi mîvanê xwe ra sohbeteke sakîn û xweş dike. Mîvanên xwe dide nas kirin, zaroktiya wan dipirse, li ser zewq û karê wan sohbeteke germ dike. Meriv ji programê aciz nabe.

Tira li ber mirinê



Mêrik li ber mirinê bû û bêhemdî ba ji ber çû. Lawê wî soro-moro bû û ji bavê xwe ra got:
-Bavo, bira hinekî haya te ji te hebe, milet li dor te ye, şerm e!
Bavê got:
-Ma min çi kiriye ku şerm be?
Lêwik hêdîka got:
-Bavo, ba ji ber te diçe.
Bavê got:
-Lawo va ye ez diçim, êdî hew emê li ruyê hev binêrin. Bihêle berî mirinê qene ez ji xwe ra têr tirr û fisa bikim…

Ev cara pêşî ye
Yek biribûn ber sêpiyê, dikrin bi darda kirana. Kursiyek danîbûn ser maseyekê, ji bo ku mehkûm hilkişe ser û dûra jî ewê kursî ji bin nigên wî bikşîndana.
Mêrik hilnekişiya ser kursiyê, çû li ser kursiyê rûnişt. Celad, bi hêrs jê ra got:
-Rûmene, hilkişe ser kursiyê û ji pê bisekine.
Mêrik bi ken got:
-Heyran li qusûra min nenêre, ev cara pêşî ye min bi darda dikin. Lema jî ez baş bi usûla we nizanim.

Ardê xav
Jinik bala xwe didê kûcikê malê ketiye ser ardê wê yê di leganê da. Hema dihere radihêle sêwanekî û dixwaze li kûçik xe. Kûçik diewte, diranên xwe qîç dike û diherê, tu namîne rahîjê. Jinik ditirse, sêwanê xwe hêdîka bi kêleka xwe da ber dide û ji kûçik ra dibêje:
-Bavo bavo, tu çima bi min da diewtî, min ji te ra tiştekî xerab negotiye. Min tenê gotiye ard xav e, ewê dil û hinavê te biêşîne.

Mesele bû inyad
Yekî gundî di jiyana xwe da cara neçûbû mizgeftê û nimêja terawîhê nekiribû. Êvarekê dema di ber mizgefta gund ra derbas bû, mele ew da sekinandin û jê ra got:
-Wexta nimêjêye, tu bi ku da diçî?
Yê gundî fedî kir. Ji xwe ra got:
-Qey şansê min e! Hema ezê jî du rekatan bikim û dûra herim mal.
Û çû ket mizgeftê û dest bi nimêjê kir. Lê hişê wî wer li ser terşê wî bû. Lê nimêj nediqediya. Bala xwe dayê ewê pir bikşîne. Rabû derket der, çû nêzî malê û ban lawê xwe kir, jê ra got:
-Lawo here wî pezî bibe fêzê. Çimkî ya min û mele êdî bû mesela inyadê, hela mêzem kî diweste!

Bêhişî
Mêrik destê wî di newqê da, di nav xem û xeyalên kûr da dimeşiya. Vê yekê bala yekî kişand. Ew çû ku wî jî da dû. Çû li otoboza belediyê siwar hat, ew jî lê siwar bû. Mêrik daket, ew jî daket. Mêrik li dora nîv seetê meşiya, ew jî li pey meşiya. Dawiya dawî xwe ranegirt, baz da, çû riya wî birrî û jê pirsî, got:
-Heyran, ma tu dîn î, tu çi yî?
Mêrik bi rengekî matmayî got:
-Na.
-Ê qey tu nexweş î?
Mêrik dîsa got:
-Na. Ez ne nexweş im jî. Lê min fêm nekir tu ji bo çi van pirsan ji min dikî?
Mêrik got:
-Heyra ev seetek ez li te temaşe dikim, destê te wer di newqa te da û tu dimeşî.
Mêrik veciniqî, wek ji xew şiyar be. Li kêleka xwe nêrî û got:
-Wey li min bêhişo, çima tu nabê min zebeşê xwe xistiye!

Te hinek ajnê zanîbû
Du jinên sofî hebûn. Rojekê jinika biçûk ji sofî pirsî, got:
-Sofî, ez tiştekî ji te bipirsim, lê tu bi qedrê Xwedê dikî tu yê rast bibêjî, ma tu ji me kîjanê bêtir hez dikî?
Herdu xanim jî wek cendirman li rast û çepê sofî rûniştibûn. Sofî ma di orta xwelîl û celîl da, nexwest ya dilê xwe, lê jinikê dev jê berneda, jê ra got:
-Em bibêjin rojekê em herdu jî di çem wer bin û li ber fetisandinê bin, tu yê me kîjanê berê xelas bikî?
Sofî ketibû feqê, li xanima xwe ya mezin mêze kir, jê ra got:
-Xatûn, ma ne hinek ajnêberiya te hebû?

12 maj 2020

Nivîsîna bi zimanê xwe ne mezinahiyeke


Xort carnan pesnê zimanê min didin û ji min ra dibêjin “mamoste” zimanê te pir xweş e û tu zêde, zêde ji kurdî hez dikî.

Ez bawer nakim kes ji zimanê xwe, ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji gund û bajarê xwe hez neke.

Dayika her kesî pê şîrîn e. Hezkirina ji zimanê xwe ne lutfeke, ne çêyî û mineteke. Her bizin li karikê xwe dibane.

Ez kurd im û ji zimanê xwe hez dikim.

Carnan li meriv dibe şevareş


Carnan li meriv dibe şevareş, meriv pir bêhêvî dibe, dibêje erd hişk e, ezman bilind e, kesê were gazî û hawara meriv tuneye.

Lê meriv hew dinêre deriyekê xêrê vebû û tiştekî meriv qet ne li hêviyê bû qewimî.

Li Sûriyê û li rojavayê Kurdistanê di mesela yekîtiya kurdan da hêviya min tim di bin ewr da bû, lê ev demeke ewrên reş belav bûne.

11 maj 2020

Derdê milet derdekî giran e


Derdê milet nayê kişandin.

Tu naxebitî, dibêjin çi merivekî tiral û tembel e.

Tu dixebitî, li hemberî neyar û bênamûsên bûne hevalên wan bêdeng namînî, îcar jî dibêjin efendim ”meriv kîjan kevirî radike tu di bin da yî, efendim tukalekî  heftê salî yî lê dîsa jî qulika tu ne tê da tuneye…”

Ez nizanim ez rebenê Xwedê çi bikim?

Ez rast lê dixim nabe, çep lê dixim nabe.

Tîr dikim dan diçe, rohn dikim nan diçe.

Tirkan şîfreyên fuzeyên S-400î firotine Amerîkayê



Di tarîxê da qeleşî û bêbextiyên tirkan pir in, gava karê wan bi yekî diqede û bi firîqetê dikevin li her kesî qeleşiyê, bêbextiyê dikin. Di qeleşiyê da ji bo wan tu sînor tuneye. 

Li gorî medyaya rûsî nivîsîye, ”Tirkiyê şîfreyên elektronîk ên S-400an bi 10 milyar dolarî daye Amerîkayê.”

Yekî bi navê Orhan Uguroglu di rojnameya Yenî Çagê da qala vê îdîeya rûsan kiriye.

10 maj 2020

Îro jî bûm nanpêj



Heta nuha min ji wera qala gelek marîfet û hunerên xwe kiriye. Îşev jî ezê qala hunereka xwe ya nuh, qala nanpêjiya bikim.

Koronaya malşewitî ez fêrî gelek tiştên nuh kirim. Bi xêra koronayê ez fêrî çêkirina hin keks û pasteyên nuh bûm, me hin derên nuh dîtin.

Îro jî dora lêxistina nan bû. 

Dibêjin paqijî ji îmanê ye...


Ev du saet in min zend û bendên xwe vemaltine û ez lîsta xwe ya hevalan baqij dikim.

Çav li min kor bû, ez ji hal de ketim.

Min tezkereya 300 hesabên mirî û yêm ketine destê tirkan tije kir û ji malpera xwe avêt.

Lê facebookê dû ra ji min ra got, STOP, êdî bes e, te zêde paqij kir, îşev bes e û bîna xwe bigire.

09 maj 2020

Haya min hewqasî ji nav û dengê min tunebû



Min zanîbû bi qasî dilnexwazên min, dilxwazên min jî hene. Lê min nizanîbû hewqas in. Wer xuya dike hema hema bi qasî wan in. Ev sohbet li ser wê ye.

Qadên medyaya sosyal pir in, ez di çend heban da hespa xwe dibezînim. Bloga min hindik-rindik, facebook, twitter sê platformên ji van in.

Tiştê ez di facebookê da dinivîsim hevalên min ê twitterê nabînin û tiştê ez di twitterê da dinivîsim hevalên min ên facebookê nabînin.

Kirîterên kurdayetiyê


Di mesela kurdayetiyê da îşê min zor xuya dike. Hin kesên zanin bazdin, yanî zanin govendê bigrin û zanin bistirên dibêjin, "kesê nizanibe govendê bigire û bistirê ne kurdekî temam û saxlem e..."

Heta hinek hîn jî bi pêş da diçin û dibêjin ez ji kurdayetiya wî kesî şikê dikim…

Heger pîvana kurdbûneke temam û sexlam bazdan, yanî govendgirî û stranbêjî be, malik li min viriritî, bi Xwedê ez di sinifê da dimînim û tew nabim kurd jî. 

08 maj 2020

Hindik rindik baştir e



Xwarina zêde zikê meriv diêşîne, meriv nexweş dixe. 

Alkola zêde meriv serxweş dike. 

Meşa zêde jî meriv diwestîne. 

Wek ez û xanim îro westandin. Xanim îro teslîm bû, got tobe, ji nuha û pê da ezê meşa xwe daxim saetekê, du saet û nîv pir e. 

Rexneya rexneyekê


Hin kes bi tirkî dinivîsin, lê li dijî axaftina û nivîsîna tirkî derdikevin, dibêjin efendim axaftin û nivîsîna bi tirkî şaş e, xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, dibê meriv neke.

Ew bi xwe van gotinan ne kurdî, bi tirkî dinivîse, lê dibêje ew li dijî tirkî ye, siyaseta dewletê rexne dike.

Ew bi tirkî dinivîse, lê kesên bi tirkî dinivîsin rexne dike. Meriv matmayî dimîne.

Nabe her kes gotinan ji ba xwe çê bike


Hin telewîzyon û ajansên xeberan peyva “kujer, kuştox, kujtar, bikuj, mirovkuj, mêrkuj” di dewsa 

QATIL da bi kar tînin. Bi taybetî jî medya başûr ya kurmancî wek fabrîqê gotinên nuh çê dike.

Qatil gotineke erebî ye, lê kurd hemû bi kar tînin û maneya wê zanin.

07 maj 2020

Devê deriyê mala bavê min bi tahto


-Çeksipîyo wek hêka betê
Li devê deriyê mala bavê min lîstiye bi kevirê qewetê
Ji xêra xwedê ra bibama zicîrek ji zincîra seetê
Têketima bêrîka bazê dilê xwe li gora dinê, li gor adetê.

-Narîn, narîn, ava misîn û sêbarî gumegum li me cemidî
Gul û beybûn û rihan li çiyayê jorîn li me seridî
Bi ramîsana, bi destpaşila nabe gidî.

Koronayê bîna siruştê hinekî anî ber...



Şewba koronayê berra însanan da, giş xistin hunduran. Lê li alî din kêfa siruştê, xwezayê anî; daran, kulîlkan, nebatan, teyr û tuyan, heyawanan ev du du sê meh in ji xwe ra rehet kirine, ji êrîş û zulma însên xelas bûne.

Mala koronayê ava be, bîna xwezayê(tebîetê, suruştê)anî ber, ruh pê da anî, qira teyran û lawiran kêm kir.

Ji Zanîngeha Dîcleyê Prof. Ahmet Kiliç gotiye, qedexeya derketina derve tesîreke pozîtîf li xwezayê kir, di xwezayê, tebîetê da pirrengiya bîyolojîk zêde kir. Ev jî tiştekî pir pozîtîf e.

Agahiya li ser dûrikekê



Ez bi rê kêketim xilo-milo
Mi zêrek dîtiye bi çar çemilo
Ez çûme Emûda Bavê Nûra mi lê serf kiro
Ez çûm Mêrdîna xopan mi dayê bi elbek kilo
Ez hatim malê mi çavê rastê kil kiro
Mi dî bazê dilê mi keçikê hate wiro
Ji fedîbûna çavê çepê mayî wulo.

Not: Bavê Nûrê ji Amûdê ye, bavê Mihemedê Seîd Axayê Dekorî ye. Kurdekî welatparêz bû.

06 maj 2020

Min gaveke radîkal avêt


Gelî zane û pisporan, ez dixwazim navê xwe bi tîpên erebî jî binivîsînim, lê nizanim meriv çawa dinivîse. 

Kî kane alî min bike? 

Yanî ezê Zinarê Xamo bi herfên soranî(erebî) çawa binivîsînim ?

Bi vê yekê dixwazim gaveke radîkal bavêjim û di jiyana xwe ya medyatîk da guherîneke mezin bikim...

Nivîskar û xwendevan pir bûne lê kurdî jî dihele


Ez nivîskar û edîbên kurd ên van salên dawî derketine nas nakim, ya jî kêm kesan nas dikim. Ez vê kêmasiya xwe îtîraf û qebûl dikim. 

Dîasporayê ez ji gelek tiştan jî bi dûr xistime.

Lê bêguman problem ji ne mesafê da ye, ji min da ye, ez nikanim taqîb bikim. Ez pê ra nagihînim.

Daxistina nimêjê


Li gundekî gundiyan ji piraniya wextên nimêjê gazin dikirin, digotin em nikanin rojê pênc wextan nimê bikin.

Mele bala xwe dayê çend kêm neke xerab e, gundî ew tew ji binde nimê nekin. Loma jî rabû ji mecbîrî daxist çar wextan. 

Lê gundî dîsa razî nebûn, gotin ev jî zêde ye. Lê mele hew daxist. Got ez nikanim ji çaran kêmtir bikim.

Dema dîtin mele kêmtir nake, rabûn muxtar şandin bajêr, ba qadî. Ji muxtêr ra gotin:

05 maj 2020

Karê ji betalî bi xwe ra gelek şor û galgal anî



Ji betalî min rabû ev pasta çê kir.

Xwezî wek dem û dewrana berê mîvan hebûna û me bi hev ra li ber qahweyekê bixwara.

Axxx korona, axxx, te çi anî serê me, te mîvan jî li me kir tûtya...

Carnan meriv şaşiya xwe dibîne lê dîsa jî dev jê bernade


Hin bûyer, hin tevger, hin gotin tesîrên ne baş li civatê dikin. Em ji wan ra dibêjin xeta, şaşî, çewtî.
Baş û xerab, rast û çewt mefhûmên îzafî bin jî hene, em ji tiştan ra dibêjin xeta, çewt û ji hinan ra jî dibêjin rast, baş.

Her kes xeta dike, kesê xeta neke tuneye. Lê her kes xetayê xwe qebûl nake. 

Carnan meriv xetayê xwe, şaşiya xwe nabîne, lema jî tiştê dike wek xeta qebûl nake. 

Ji bo careke din tu pesnê xwe nedî !


Di meşa me ya rojane da tim ez li pêş û xanim li dû min bû, ew tu carî nedigihîşt min. 

Min ji zarokan ra pesnê xwe dida û niggiraniya wê jê ra dikir serhevde.

Lê ev du roj in nizanim çi pê hatiye, tew ez nikanim bi teqalê kevim, bawer bikin bûye xezal, ji başokê jî xerabtir bûye, difire.

04 maj 2020

Li ser gazineke Tosinê Reşîd


Tosinê Reşîd di malpera xwe ya facebookê da gazineke wiha ji kurdên misilman kiribû:

”ÊZDÎ, ELEWÎ, KURD…
Pirsa ku êzdî dibêjin ‘em ne kurd in’, elewî dibêjin ‘em ne kurd in’, her ro hilnedin, daneynin. 
Dem pêvîste. Salên 60-emîn, sedsalîya buhurî, gava me dest bi karê kurdayetîyê kir, em diçûne gunda û me digot, wekî em kurd in. 
Geleka digot: ‘Baş, wekî em kurdin, lê çira kurda em qir dikirin. Ne em destê wan revîne’. 
Me digot, wekî ew dewran çûye. 
Lê ew dewran hê jî neçûye. Berî gişkî, gerek nav kurdên musulman de kar bikin, wekî ew êzdîya, elewîya, yarsanîya wek xwe bibînin. 
Kesên nanê êzdîya naxun, wê çawan bêjin, ku ew û êzdî netewekin? 
Lê ev kar nayê kirin. Gelo ew kesên herdem dinvîsin, ku êzdî, elewî dibêjin em ne kurd in, qet carekê çûne nav kurdên musulman, haya wan ji nêrînên kurdên musulman heye? 
Ez bawerim tune. Lê haya min heye…”

Min jî di binê vê rexne û gazina wî da ev komentara jêrîn kir:

”Kekê Tosin, ev gelek car in tu dibêjî musilman nanê êzdiyan naxwin, ”kesên nanê êzdiyan nexwin, wê çawa bêjin ew û êzdî birayên hev in.?”

Tu viya tim dubare dikî û bi rengekî wer dibêjî fena ku kurdên musilman giş wiha ne, giş nanê, xwarina êzdiyan heram dibînin. 

Ev ne rast e.
Hin kurdên cahil ên ”nanê êzdiyan naxwin” hene, ev rast e. Lê piraniya kurdên misilman ne wiha ne. Mimkûn e li hin herêman ev kultur zêde be, lê li hin herêman ne wiha ye. 

Mesela li Wêranşarê ne wisa bû. Êzdî zengînên Wêranşarê bûn. Rojê bi dehan kurdên musilman li ser sifra Evdoyê Bişra Axa bûn. Gava Evdoyê Bişar Axa li Wêranşarê dimeşiya her kes ji ber radibû û hurmet nîşanî wî dida. 

Mala Mîro zengîn û malmezinekî Wêranşarê bû. Mala wan jî tu carî ji mîvanan xalî nedibû.

Mala Mihemedê Eliyê Kelo li Balûcê li ser rê bû, hemû rêwiyên ji Qerejdaxê diçûn bajêr miheqeq dadigeriyan mala wî û dixwarin û vedixwarin. Ava wan, dewê wan, çay û qahwa wan, xwarina wan ji mîvanan ra tim hazir bû, sifra Mihemedê Eliyê Kelo tim li Erdê bû.

Mala Kelo û mala Xelefê Hindo tu carî ji mîvanan xalî nedibû. 

Hin axa û malmezinên kurdan zarokên xwe kiribûn dawa Evdoyê Bişar Axa. 

Evdoyê Bişar Axa, Mihemedê Eliyê Kelo, Xelefê Hindo, Mîro, Temir Axa, Kato, vana şexsîyet û giregirên, malmezinên Wêranşarê bûn, di nava kurdan da xwedî qedir û qîmet bûn.

Tu tu carî qala tiştekî pozîtîf nakî, tu tim qala xeraban, û xerabiyê dikî. Wan ”ji bîr neke” bibêje, lê carnan qala başan jî bike, carnan qala tiştekî pozîtîf jî bike.

Ez û hevalên xwe em tim mîvanên êzdiyan bûn, ez bi rojan li gundên wan geriyame û li malên wan mame.

Li Almanya gelek kesî digot belkî ez êzdî me, ez bi rojan li malên hevalên êzdî mame.
Êzdiyên Bircê û Balûcê her sal pezên xwe, bana xwe danîn gundê me Malwêrîn, ew xaltiya min wek malekê bûn.

Yanî rast e kurdên cahil , nezan hene, wek te jî gotîye ”nanê êzdiyan nedixwarin”, lê piraniya kurdan ne wisa ne, li her derê ne wiha ye. 

Li ba me kesên wer digotin hebûn, lê piranî ew dîtin şaş didîtin, bi êzdiyan ra hevaltî û kirîbatî dikirin, mastê êzdiyan jî dikirîn û nanê êzdiyan jî dixwarin.”

03 maj 2020

Merivê alim gerek ne hêrsok be


Do êvarî min li hevpeyvîna Dr. A. Încekan a bi Muchît Bîlîcî xoce ra temaşe kir. Sohbet li ser xwendinê û feydeyên xwendinê bû. 

Di dawiya programê da Dr. A Încekan, pirseke Ferzan Şêr şandibû jê kir. Got Ferzan Şêr dibêje li gorî têgeha xoce ya ”hemaliyê”, gelo nivîsîna bi tirkî, roman, twîtt, gotar, çîrokên kurd bi tirkî dinivîsin ew jî hemalîya ji tirkan ra ye?

Mucahît Bîlîcî xoce bi vê pirsa Ferzan Şêr pir hêrs bû û bersîveke qet min jê nedipa, qet jê hêvî nedikir da, got:

Merivê zana nefsbiçûk e


Merivê medenî demokrat e, li gorî kesên nezan, cahil toleransa wî/wê zêde ye, li hemberî pirseke ne li gorî dilê wî, ya jî pirseke şaş, ya jî pirseke ne xweş ji ciyê xwe hol nabe û ranapelike ser ruyê xwediyê pirsê.

Merivê medenî bersîva pirsan bê qahr, bê hêrsbûn dide, rê li pirsan û li dîyalogê nagre, xelkê natirsîne, neheqî û şaşiya wan nîşan dide.

Bîranînek û bêşansiya min


Apê Osman Sebrî di xatiratên xwe da dibêje dema ew çel rojî bûye di nabêna eşîra wî û dewletê da şer derdikeve û malbata wî bi çolê dikeve, diherin dikevin şikeftan.

Bi şansê dê û bavê wî ra ew gedeyekî pir gîryokî bûye, qet rehetî nedaye wan. Hewqasî giryaye fitqî bûye.

Rojekê bavê wî gelkî aciz bûye, gotiye:

02 maj 2020

Li ser minaqaşeyên jin bi qasî mêran li kurdî xwedî dernakevin


Maşallah Dekak, li ser asîmîlasyonê û jin ji mêran pirtir asîmîle dibin gotiye ”tiştê ez dibînim bav ji dayikan zêdetir li kurdî xwedî derdikevin.” 

Yanî li gorî dîtina Maşllah Dekak, jin bi qasî mêran bi kurdî napeyivin, çimkî ji mêran zêdetir asîmîle bûne. 

Ev dîtin ji alî gelek kesan ve tê gotin. Di şiroveyên li ser pirsê da jî ev îdîa rast tê dîtin, gelek kesan gotine rast e, bi jinan ra hewesa tirkî zêde ye, ji bo wê jî bi zarokên xwe bi tirkî dipeyivin.

Di nava şiroveyan da ya Încîl Selçûk xanimê bala min kişand û bi min pir rast û mantixî hat.
Încîl Selçûk xanimê bi kurtî gotiye:

Tirkî bûye tenî û di me geriyaye


Tirkî bûye kurm ketiye canê kurdên bakur; bûye teniyeke bi don û di kurdên bakur geriya ye, nikanin xwe jê pak bikin.

Şikir ji Xwedê ra min ew tenê zêde di xwe negerand, min ji zû da ye xwe ji wê teniyê şuştiye, nuha dilê min, ruhê min, hişê min pur û pak e. Lema jî ez gelkî dilşa me.

Aqûbeta min li serê kurdên bi tenî bin.

Bîranînek xembar

Hejar Mukrîyanî û xanima xwe Masûme Ahmedî


Mihemed Ronahî di twîtteke xwe da ji bîranînên mam Hejar Mukrîyanî (1921-1991)anekdotek diltezîn belav kiriye. Gava meriv dixwîne meriv careke din dibîne ku dijminên me çiqasî bêexlaq, bêûjdan û zalim in.

Bîranînên mam Hejar, Muhsîn Ozdemir ji soranî tercume, ya jî adepteyî kurmancî kiriye û Mihemed Ronahî jî redaktor e. Berhem di demek nêz da ewê derkeve.
Anekdot wiha ye:

Kêfa ji bo pera




Deynê yekî li Xoce Nesredîn bû. Mêrik rojekê çû li deriyê wî xist û deynê xwe jê xwest.
Mele got:
-Hinekî sebir bike, di demeke nêzik da ezê perê te bidim.
Mêrik got:
-Kînga? Dibê tu rojekê bidî min.
Mele got:

01 maj 2020

Analojiyek li ser xelata Evdila Keskîn

Evdila Keskîn

Evdila Keskîn(Abdulah Keskîn) gotiye  di dewsa peyva ”derbasbûyî” da kî peyveke li gorî dilê min bibîne ezê 40 kitêbên Avestayê wek xelat bidimê.

Xelatê bala min kişand.

Pêşniyara Evdila Keskîn a li ser xelatê wiha ye:

Ez ji kurmanciya te baş fahm dikim !


Carnan hin kes pesnê zimanê min didin, ji min ra dibêjin, ”zimanê te, kurmanciya te gelkî rehet e, em baş jê fahm dikin. Gelek kurd hene, bi kurmancî dinivîsin lê em tiştekî jê fehm nakin...”

Ji ber asîmîlasyonê û sebebên em giş pê zanin, em ne xwedî dewlet in, em bi zimanê xwe naxwînin, zimanekî me yê standart tuneye, kurdên bakur hemû baş ji hev fahm nakin.

Çimkî zaravayê kurdan gişan ne wek hev e. 

Kurdên berferatî û kurdên culemêrgî, kurdên cizîrî û yên qerejdaxî bi rehetî ji zimanê hev fêm nakin. Ev rastiyeke me ye û dibê em li gorî wê hereket bikin. 

Li ser beyanekê





Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan(ya Sovyeta kevn) li ser vîdeoya Şivan Perwer a dawî û ”uzirxwestina wî” ji êzîdiyan beyanek belav kiriye.

Esas Şivan Perwer tu uzir muzir jî nexwestiye, lê em wer qebûl bikin. Ev meseleyeke din e.

Tiştê ecêb, beyana federasyonê ne bi kurdî ye, bi tirkî ye.
Beyan û vîdeyên Şivan Perwer bi kurdî ye.

1ê gulana di hundur da pîroz be!


Îro 1ê gulanê ye. Îsal li Swêd 1ê gulanê li meydanan bi kîtlewî nayê pîrozkirin. Bêxwediya koronayê rê nade vê yekê. Însan newêrin werin ba hev.

Pîrozkirina 1ê gulana îsal dîjîtal e, di Înternetê da ye.


Bi fotografekî 1ê gulana 2017a, 1ê gulana we, ya dost û hevalan gişan pîroz be !

PARVE BIKE