28 maj 2020

Tesadufek û du efsaneyên kulîlka şilêrê

Şilêr


Wê rojê li taxa me, di hewşekê da me kulîlka şilêrê dît. Xanimê got, wî, va ye kulîlka me anîne vir, dibê em jî ji xwe ra bikirin û li hewşa xwe biçînin.

Piştî wê, ez di Googlê da bi swêdî li şilêrê geriyam. Tiştê min dît ez matmayî hîştim. Ewrûpiyan di 1600î da şilêr anîne Ewrûpayê. Yanî hebûna şilêrê li Ewrûpayê ne nuh e.


Min texmîn dikir li ser hin gulfiroşan û di baxçeyên botanîk da şilêr ewê hebe, lê min nizanîbû hewqasî ji kevn da li Ewrûpayê heye. 

Di malpereke nebatan ya swêdî da ez rastî nivîseke li ser tarîxa şilêrê ya Ewrûpayê hatim. Şilêr di destpêka sedsala 17a da(1610) anîna Ewrûpayê û hîn wê demê gelkî populer bûye.
 
Di malperê da qala du efsaneyên li ser şilêrê dihat kirin. 

Efsaneyek li ser şilêrê û Hz. Îsaya ye. Li gorî efsaneyê, dema Hz. Îsa di hefsa Getsemanê da li ber îdamê bûye, gul, çîçek, kulîlkên wir hemû sipî bûne û giş ji bo Hz. Îsa xemgîn bûne.

Dema Hz. Îsa dibin îdamê, kulîlk hemû serê xwe di tewînin, şilêr tenê tîk dimîne, serê xwe natewîne.  

Hz. Îsa ji şilêrê ra gotiye,” çima tu jî wek kulîlk, gulûgiya û nebatên din serê xwe natewînî ? 

Li ser vê pirsa Hz. Îsa, şilêr ji şerma sor û moro bûye, giriyaye û serê xwe tewandiye. Û ji wê rojê heta nuha wer maye.

Efsaneya din jî li ser dotmîrekê(şahbanûyekê) ye. Di melperê da gotiye faris, lê ez dibêjim dotmîr kurd e. 

Çimkî herêma qal dike Culemêrgê e. Dotmîrek(şahbanûyek) bi bêbextî, bi nesadiqîya bi mêrê xwe ra tê îthamkirin û ji bo wê jî dixwazin wê surgûnî dereke din bikin. 

Li hemberî vê bêbextiyê şahbanû hewqaî giriya, hewqasî giriya, biçûk bûye û nigên wê bûne reh û xwe bera erdê dane û bûye gula şilêr.

Mimkûn e di nava kurdan da jî gelek efsaneyên din hebin. 

Heta dereng min digot şilêr belkî tenê li herêma Culemêrgê çê dibe. Lê ne wisa ye. Ji bakurê Kurdistanê bigre, heta bi rojavayê Hîmaleyan li gelek deran hişin tê. 

Nuha bêyî herêma Culemêrgê, li Kurdistanê li gelek bajarên din jî, heta li Qerejdaxê, li Diyarbekrê, li Rihayê jî diçînin û pîvaza wê difroşin Hollandayê. 

Li hin deran wek sebze û kulîlên din di serayan diçînin. 

Rengê şilêrê ne tenê sor e. Sor, sipî, zer, pûrteqalî yanî çend rengê wê hene û li dora mîtroyekê dirêj dibe. 

Pinpinîk ji şilêrê pir hez dikin, lê mozqirt, xezal û pezkûvî jê hez nakin.

Şilêr di meha gulanê da çend hefteyan kulîlkan vedike.
Bi kurdî çend navên şilêrê hene. Hinek dibêjin guldexwîn, laleya dernexûn. Belkî hin navên din jî hebin. Lê navê herî zêde belav bûye şilêr e.









Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE