31 oktober 2018

Heta pozê tirkan neyê firikandin bela xwe ji kurdan venakin



Tirkiye dixwaze berî qanûna esasî ya Sûriyê were nivîsîn hucûmeke mezin bibe ser rojavayê Kurdistanê û çend bajarên wek Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşloyê û hin derên din dagir bike. 

Dibêjin ji bo ku em nehêlin kurd di qanûna esasî ya Sûriyê da bibin xwedî maf dibê em zû rojava dagir bikin. Û bi vê dagirkirinê li ser masê kartên di destê Tirkiyê da ewê xurt bin.

Heta kesên wiha rêberên kurdan bin kurd tu carî îflah nabin !



Du roj berê li Diyarbekrê 9 partî û rêxistinên kurd hatin ba hev û ”Platforma Zimanê Kurdî” ava kirin. 

Li gorî beyana wan, ev 9 partî û rêxistin ewê bixebitin ji bo ku kurdî bibe zimanê bazarê û kurd ji nuha û pê da giraniyê bidin zimanê xwe.

HUDAPAR û HAK-PAR beşdarî vê platformê nebûn.

30 oktober 2018

Îslamîstan welatên xwe çawa wêran kirin ewê eynî tiştî bînin serê Ewrûpayê jî



Demokrasî şiklê îdareyeke wiha ye her kes kane ji maf û îmkanên wê feydeyê bibîne û pozîsyona xwe pêş da bibe û bibe xwedî hukim û desthilat.

Di demokrasiya temsîlî da li hemberî hêz û îdeolojiyên ne demokratîk, totalîter, yên li dijî demokrasiyê tu frên û sîstemeke alarmê tuneye. 

Asîmîlasyon nexweşiyeke pir giran e



Gava di facebookê û twîttê da dibînim kurdekî, kurdekê bi kurdî stranek gotiye, şiîrek, çîrokek, romanek nivîsîye, fîlmek çêkiriye, yanî bi kurdî çi çêkiribe kêfa min tê, dilşa dibim û diecibînim, pîroz dikim, teqdîr dikim, dibêjim her bijî, te karekî pir baş kiriye.

29 oktober 2018

Di xortaniya xwe da em ne wek xortên nuha bûn



Xortên, kurdên salên 1960î, 1970î ji xortên, ji kurdên nuha pir cihêtir, dilsoztir û pir fedakartir bûn û bê hîle û bê xurde bûn. Evîndarê kurd û Kurdistanê bûn.

Navê Kurdistanê, gotina azadiyê û serxwebûnê, şiîreke kurdî dilê me radikir pêdarê û em her tim amade bûn ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda bikin.

Li dijî asîmîlasyonê hevkariyeke dereng lê gelekî girîng...



Neh rêxistin û partiyên kurd ji bo ku li dijî asîmîlasyonê dengên xwe bilind bikin, li Diyarbekrê bi şîara ” îro zimanê me, sibe netewa me têk diçe”, hatin ba hev û bi hev ra beyanek mişterek belav kirin. 

28 oktober 2018

Henekek nedîtî û pir xweş !



Ev cara pêşî ye ez henekeke hewqasî xweş û nedîtî dixwînim….

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar gotiye, ”Bêyî destûra Tirkiyê kes nikane li herêmê gavekê bavêje, Tirkiye ewê tu carî destûrê nede tiştekî wiha.!

Cezayê jenosîda kurdan tunye !



Em zêde bi paş da neçim û qala tiştên di van sed salê dawî da Tirkiyê, Îranê û Îraqê anîne serê kurdan, qetlîamên kirine nakim, bûyera Şengalê wek  jimar, mîqtar nebe jî, lê wek naverok, qalîte jenosîdeke wek ya ermenîyan û cihûyan e.

27 oktober 2018

Rûsya zexeliyê dike



Meriv ji xeber û şiroveyên medy ya rûsyayê û ji beyanên hin siyasetmedarên rûs fêm dike Amerîka dilsoz û piştgirê avabûna dewleteke kurd ya serbixwe ye û dixwaze li Sûriyê bingehê vê dewletê deyne. 

Tu çi bikî jî ez ya te me



Kurdan berê tiştên pir xweş gotine, pir xweş stran e. Zargotin û folklora kurdî pir dewlemend e. Lê ev kultur adet her ku dihere kêm dibe. Qet nebe meriv yên hene top bike û biweşîne. Hin kesan ev kar kirine, karê wan hêjayî teqdîrê ye. Lê kêm e, çimkî tiştên hatine topkirin û belavkirin ji deve guh e, belkî ji hezar î ne yek e jî.

26 oktober 2018

Kurd nikanin li bajarê xwe semînerekê jî çêkin



Merdan Newayî (Aydın Uneşi) ewê sibe li Fûara Batmanê ya Kitêban li ser xebata xwe "Tesrîfa Teremaxî" semînerek bida.

Lê Organîzasyona Fuarê destûra semînera Merdan Newayî nedaye.
Li welatê me, li bajarê me tirk nahêlin em bipeyivin, semînerekê, konferansekê bidin, civînekê çê kin.

Lawo ma tu ji kalikê xwe jî şerm nakî ?



Polîsan girtibûn ser mala xortê çepgir. Mal serobinî hev kirin. Rismê Karl Marks ê bi da çeprda bala qumsêr kişand. Got ev risim yê kê ye?
Xort got:
-Rismê kalikê min e.
Qymsêr got:
-Kuro ma tu ji kalikê xwe jî şerm nakî ? Ji ruyê kalikê te nûr dibare, tu bûyî komunîst !

XXX
Tu nemabû ambûlans li apê Bedir biqelibiya. Feqîro bi zor xwe ji ber peliçiqandinê xelas kir, xwe avêt kêleka rê. Rabû ser xwe, toza ji ser xwe dawşand û hinekî bi hêrs ji şufêrê ambûlansê ra got:
-Ero ez dibêjim tu li mişteriyan digerî, ne wisa?

XXX
Di wext û zemanekî berê da yekî parsek çû Misrê parsê bike. Li Qahîrê bala xwe dayê yekî bi qatek kincên bi sîm, rengîn, pir xweşik di erebeyek xemilandî da ye xwe qup kiriye. Ji yekî ji wir derbas dibû pirsî, got:
-Ma ev mêrik mîrê Misrê ye?
Mêrik got:
-Na, Qûlê mîr e.
Parsek destên xwe berbî jor ve bilind kir û got:
-Xwedêyo, tu li qûlê mîr binêre û li qûlê xwe binêre! Ma ev îş e ?



25 oktober 2018

Berê pir saf bûm



Berê, di xortaniya xwe da ez hinekî saf bûm, tim pozîtîf difikirîm. Min hemû derdên dinyaylê dikir derdê xwe. 

Min faris, ereb û tirkan hewqaî nas nedikir, ji wan wek nuha ne aciz bûm. Ez kanim bibêjim min dost û dijminên xwe, xêrxwaz û xêrnexawazên xwe wek nuha baş ji hev nedigerand.

Kitêbên baş nivîskarên xwe nemir dikin



Kurd ji Platon ra dibêjin Eflatûn. Gava zarokek pir jîr û zîrek be, dibêjin ev gede eynî wek Eflatûn e, ya jî filan kes Eflatûn e bavo…

A vî fêlozofê bi nav û deng Eflatûn li ser kitêban gotiye:
-Kitêbên baş zarokên bavên xwe nemir dikin.

24 oktober 2018

Di edebiyata japonî da kurd û Kurdistan



Vakkas Çolak, di malpera ”Îlke Haberê” da li ser têkliya kurdan û japonan 3 nivîsên balkêş nivîsîne. Di edebiyata japonî da li ser kurdan sê roman hene.

Li gorî Vakkas Çolak nivîsîye, hukûmeta Japonya yê di sala 1880î da heyetek şandiye Îranê.

Du dîtinên li ser "Rû û Kûr"



Şêxo Filîk li ser kitêba A. Duran Topuz ”Rû û Kûr” di malpera "Diyarnamê da darexneyeke edebî kiriye, bîr û baweriyên xwe gotine, Înan Erdoglu jî li ser rexeneya Şêxo Filîk fikrê xwe gotiye. Herdu nivîs jî hêjayî xwendinê ne.

23 oktober 2018

Hinek ji tenêtiyê hez dikin, lê min bi xwe tu xweşikiyeke wê nedît



Swêdî ji tenêtiyê, ji jiyana bi tenê hez dikin.
Lê min jê hez nekir.
Çi xweşikiya wê heye min fêm nekir ?
Tu wek hefsiyekî tik û tenê di hucereya xwe da yî.
Ne kes dibêje him, ne dibêje gim.

Lê zalimê were însafê li vî belengazî !



-Ez ji te razî, tu ji min razî
Lê zalimê were însafê li vî belengazî
Ezê heyeta xwe bidim te
Ji bo Xwedê bike vî mirazî

Serê kerê çawa guhertine min fêm nekir !



Rojekê kerê Melê Meşûr hatibû dizîn. Mele bi telaşeke mezin vir da û wê da baz dida, li kerê xwe digeriya. Qazî rastî wî hat. Telaşa Mele bala Qazî kişand, ji Mele ra got:
-Mele te xêr e, çi bûye?
Mele got kerê min dizîne.

22 oktober 2018

Meriv nikane bibe şair, şair tê dinyayê



Meriv bixwaze, bixebite kane sinetekî fêr bibe, kane bibe rojnamevan, heta nivîskar jî.

Mimkûn e nebe hostakî baş, rojnamevan û nivîskarekî baş e, lê kane bibe hoste, rojnamevan û nivîskar. Ev mimkûn e.

Lê meriv bixwaze jî, bi şev û roj bixebite jî, deh zanîngehan biqedîne jî, bi newalan kitêban bixwîne jî nikane bibe şair.

Tu sebeb tuneye em bi hezkirin li faris, ereb û tirkan binêrin



Ez ji farisan, ji ereban û ji tirkan, ji ziman û muzîka wan qet hez nekim. Berê ne wiha bûm, lê ev çend sal in pir guherî me. 

Zulma wan, barbarî û nemirovahiya wan ez guhertim. 

Berê min dixwest erebî fêr bibim. 

Berê min li muzîka erebî, farisî û tirkî guhdarî dikir û ji hinên wan hez jî dikir.

Naskirina baş û xeraban



Herî zêde di şer (herbê) da baş û xerab ji hev digerin, xuya dibin. Di van çend salên dawî da, di şerê Îraqê û Sûriyê da me dît bê ereb û tirk çiqasî neyarên serê me ne. 

Gava fersend ket destê nas, dostên me yên herî baş, cîranê me yê salan di cî da xirpişîn ser namûsa me û dest kirin gewriya me, malên me talan kirin, bûn celad û serên me firandin.

21 oktober 2018

Îşev jî wiha çê bû...



Îşev şîva Zinarê Xamo dîsa masî bû. Lê ev masî naşibe masiyên normal, ev masî piçekî taybet e, meriv kane bibêje masiyê zaroka ye. Bi swêdî jê ra dibêjin ”fiskpinnar”. Yanî masiyê zîfêlê, dîlimkirî yê sorkirî.

Çi qîmeta hebûna we heye ?




Rûdaw hema hema her roj li ser êrîş û zulma ereb li Kerkûkê li kurdan dikin xeberekê belav dike.

Îro dîsa li ser Kerkûkê xeberek heye, di xeberê da dibêje ereb dixwazin kurd sê gundan vala bikin

Negere li ciyên kaş, nebîne xewnên fahş !



Suûdîyan bi kuştina Kaşikçî tam li çaviyê, li hedefê xistine, zilamekî Tirkiyê yê qerase ji ortê rakirine.

Carnan bi tesadufî topa Xwedê li neyarên kurdan dikve û bela xwe dibînin. 

20 oktober 2018

Pesnê kesên bi kurdî nivîsîne dide lê ew bi xwe bi kurdî nanivîse...



Hemû kurdên miletperwer, dîndar, îslamî ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî pir hez dikin. Lê belê hemû tiştê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî mezin kirine, ew kirine sembolên netewî nakin; yanî wek wan bi kurdî nanivîsin. 

19 oktober 2018

Mala bavê yarê min li vî milî



Kerem bikin hezkir û evîndarên heyranokan, sê heyranokên nuh. Çiqasî bi tahm in û xweş in, meriv wan têr nabe.

-Ji delala min bîna gulan tê
Dengê kewa gozel ji çiyan tê
Herçî nava du dilan da xeber de
Mala wan here ber mîratê


-Mala bavê yarê min li vî milî
Çima ji min mahrûmê dilbikul î
Xelk û alem ketiye derdê mal û milkê dinê
Ez rebena Xwedê ketime derdê vî dilî


-Bira li me bixe teyroka biharan
Ez û tu bûne hêsîrên ber dîwaran
Kesî xwedîxêr tune li vî gundî
Destê me bigre, me bibe ber staran.

Payiza zêrîn, berr û xalîçeya rengîn




Îsal Xwedê daye Swêd, hewa li Swêd hatiye rahmê, va ye cotmeh jî dike biqede, hîn ne sar e û ne serma ye.

Ez hewqas sal in li Swêd im, tu patizeke hewqasî xweş nayê bîra min, van çaxan normal sar e, serma ye, berf û baran e.

Zarokên kurd dîsa her sibe ewê bibêjin "bira canê min bi qurbana canê tirkan be" !




Sonda "hebûna min bira bi qurbana hebûna tirk be" dîsa paş da tê.

Şûreya Dewletê (Daniştayê), qerarnameya ”Sonda Xwendekaran” rakiribû betal kiriye.
Yanî ji nuha û pê da zarokên kurd li mekteban her sibe dîsa ewê bibêjin :

18 oktober 2018

Sulaleya bavê te me eleqedar nake



Lawikê biçûk bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Bavo em çawa çê bûn?
Bavê got:
-Meymûn guherîn, guherîn bûn însan û em çê bûn.
Gtina bavê zêde neket serê gede, çû ji dêya xwe jî pirsî:
-Dayê, em çawa çê bûn?
Dayikê got:

Îşev şîva min bû tacos...



Ez fikirîm min got ez îşev çi bixwim, çi nexwim, dawiya dawî min dev ji xwarinên kurdî berda û berê xwe da mitpaxa Meksîkî; şîva min a îşev bû tacos.

Dîn û dîndarî



Dîndariya zêde wek vexwarina alkola zêde ye, meriv bêhiş û serxweş dike, dibe sebebê meriv bela xwe di xelkê bide, midaxeleyî jiyan û tercîhên însên bike. 

Hûn bi kê bawer dikin, çiqas nimêjê dikin û rociyê digrein hûn serbest in, lê heqê we tuneye hûn viya ji xelkê jî bixwazin, li ser kesên ne bawermend jî fers bikin, bixwazin her kes wek we bike û bijî.

17 oktober 2018

Çima koletî ?




Telewîzyona Swêd kanala 1. li ser keça kurda êzdî Delalê fîlmekî dokumenter nîşan da. Delal nuha li Almanya dimîne.

Navê dokumenter, "Çima koletî: Ez li ba Daîşê koleya seksê bûm"

Bêyî Delal bi keçeke din Luîsa û çend kesên din ra jî dipeyivin. Dokumenterekî îngilizî ye.

Tirk û guherîn



Cîranekî minê tirkê Konyayê heye. Deriyên me li hev dinêrin. Di salên 1960î da di 10 salîya xwe da, bi bavê xwe ra hatiye Swêd. Yanî li vir mezin bûye. Lê ew û pîreka xwe, wek hîn nuh ji gundekî Konyayê hatibin.

Lawê wan yê mezin bi yeka swêdî ra zewicî bû lê hev berdane.  Lawik nuha li ba bavê xwe dimîne. Du keçên lêwik hene; li dora 6, 8 salî ne.

Tirkiye bûye hêlîna mafya koçberan



7 roj berê(10/10) boteke koçberan li Îzmîrê di Derya Egeyê da binav bû 34 kes mirin. Ji kesên jiyana xwe wenda kirin 19 kes kurdên başûrê Kurdistanê bûn. Ji 35 kesan jineke kurd tenê xelas bû.

Do ne pêr dîsa li Îzmîrê qamyonek qulibî û îcar jî 22 koçber mirin û gelek jî birîndar bûn.

16 oktober 2018

Ne şev têra xewnên wî dikin û ne jî roj têra xemên wî...



Kitêba Mueyed Teyib ” Ne şev têra xewnên min dike
Ne roj têra xemên min” dixwînim.

Mueyed Teyib di her berhemeke xwe ya nuh da hinekî din hostetir, hinekî din mezintir dibe.

Careke din li ser "ez keça kurda me" !



Do min got ev hevoka dibêje ”Ez keçim keça kurdan im” şaş e,
rastiya wê dibê wiha be:
-Ez keç im keça kurda me/mi.
Hin hevalan gotin tu rast dibêjî û hin hevalan jî gotin tu şaş î, ew ”im”a piştî ”kurdan” îşareta piraniya keça ”kurda” ye.

Li ser zimanê stranekê

Şehrîbana Kurdî (1)


Ecêba giran, Şehrîbana Kurdî di vê stranê da (Ez keç im keça kurda me) dibêje:

”Ez keçim keça kurdan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rez û çeman im”

Di hundurê min da şewatek heye



Şev zîz bûye
Ez bi tenê me,
ne ins, ne cins,
 kes tuneye
ji êvar da vedixwim
serxweş im
Ne bînteng im
ne kêfxweş im
nizanim çi dixwazim
nizanim çi binivîsim
dikevim xem û xeyalan
xerîbî
surgûnî
tenêtî
bindestî
bêwelatî
bêwefayî
hemû dikevin ser hev
Du hundurê min da şewatek heye
Lê ez diqefilim
dengê guve guva ba û bahozekê tê min
guh didimê
dibînim tişt tuneye
hemû xeyal e


15 oktober 2018

Ez çi bikim dersê nagre...



Gurgîn pênc caran li fîlmê koboy temaşe kiribû. Cara şeşa hevalê xwe Şêro jî bi xwe ra bir.

Di sahneyeke fîlm da koboy hespa xwe berbî dîwêr ve dajo. Şêro hatiye heyecanê gotiye:

-Lawlaw, lawlaw, hêdî, tu yê li dîwêr biqelibe.

Gurgîn gotiye:

-Ne tirse, lê naqelibe…

Lê koboy çûye bi eniyê ve li dîwêr qelibîye û ew û hesp ser serî gundorî erdê bûne.

Şêro dageriyaye ser Gurgîn û gotiye:

-Ka te got lê naqelibe? Wa ye lê qelibî…

Gurgîn gotiye:

-Min ev fîlma tam pênc caran dît, di her pêncan da jî kêmaqil li dîwêr qelibî. Min got êdî ders girtiye û cara şeşan ewê lê neqelibe. Lê ez çi bikim, mêrik totikvala ye, dersê nagre…

Ev koboya jî tam yekî wek serok û siyasetmedarên me bûye…

-Ber deriyê mala me cade ye
Îro sebra dilê min bêmade ye
Ezê ji lawikê delal ra bibêjim
Îşev heta sibê şêwra min û te ye

Tirk li Ewrûpayê gelşeke cidî ne

Mitîngeke Gurên Boz li Stockholmê li meydana Sergels torgetê


Li her welatê Ewrûpayê dîaspora tirk bi piraniyeke mezin entegre nabe, faşîst e û problem e
Piştî tirkan ereb tên, ew jî peroblem in

Bêyî van herdu etnîsîteyan, hêzên îslamî û musilmanên dîndar ew jî li her welatî problem in.

Tarîxê irqçîtiyeke wiha hîn nedîtiye



Li gorî ku malpera Bîtlîs Namey nivîsîye, Muzeya Mêrdînê ji bo ku nebêjin ”kurd”, kevirên (kêlên) gorrên kurdan kirine ”Kevirên Gorrên Koçeran”.

Kî bîra xwe û ”koçeran” biriye?

Haydê em bibêjin kêlên gorrên ”koçeran” e, baş e qewmekî koçeran tuneye?
Koçerên kîjan miletî bûne?

14 oktober 2018

Ez û gula hewşa me



Li hewşa me du darên me yên gulan hene, yek gulên sor digre, yek jî gulên spî.

Bîna herduyan jî pir xweş e. 

Gulên wiha bi bîn li Swêd pir kêm in, gulên li swêd bi piranî bêbîn in, ji dûr va xweş xuya dikin, lê gava meriv bîn dike, mirî ne, wek gulên plastîk in.

Tenê şûxa wan e…

Qedera Siyamedê Silivî ya me kurda ye



Li gorî mîtolojiyê Siyamedê Silîvî gava li ser devê zêrzemiyê pezkûvî şerjê dike, pezkûvî diperpite û Siyamed di zêrzemiyê wer dibe.

Di zêrzemiyê da dareka hişk bûye hebûye, şîlê wê bûye wek şûrekî. Çaxa Siyamed di zêrzemiyê wer dibe, ev şîlê wek şûrekî di pişta Siyamed ra dihere û Siyamed dimre.

Dû ra Xecê jî xwe davêje zêrzemiyê û ew jî dimre. Û dû ra jî kilaman davêjin ji ser hev da.

Xecê dibêje:

13 oktober 2018

Pêşiyên xelkê ji zarokên xwe tiştên hêja hîştine


Îro çûm Muza Netewî ya Swêd. Ev 5 sal bûn girtî bû, restore dikirin. Îro bi merasimeke bi hêl û mêl vekirin.

Cergî xanim çûye  welêt ev cara pêşî ye ez ji dil tunebûna wê his dikim û dibêjim xwezî îro li vir bûya... 

Lê ji ber ku ne li vir bû ez bi tenê çûm. Çavê min nebirî ji kesî ra bibêjim were em bi hev ra herin.

Em li ku dixin deng ji ku derdikeve?



Li Sûriyê kurd û rejîma Esed û Tirkiye şer dikin, Rûsya wek berdevkê Esed û Tirkiyê xwe dide pêş, li dijî azadiya kurdan derdikeve û dibêje Amerîka dixwaze li Rojhilatê Ferêt dewleteke kurd ava bike, Amerîka dixwaze mesela Kurdistana mezin têxe rojevê û ew vê yekê qebûl nakin, filan û bêvan...

12 oktober 2018

Maneya xewnê...



Li gorî tabîra faleke nuha min xwend, dibêje heger we di xewna xwe da mirî dîtibe ev yek tê maneya ewê temenê/umrê we dirêj bibe.

Xêra Xwedê, mizgîneke pir baş e, ez gelek caran miriyan di xewna xwe da dibînim.

Bejn zirav e mîna derzî...




Fermo çend heyranokên dilê meriv radikin pêdarê...

-Bi rengê xwe qemer im
Sorî gulgulî me esmer im
Lawiko delal tu ya hefta jî binî
Dîsa ez di dilê ta da keser im

Her kes radikeve...



Bi qasî ez dibînim kêfa xwendevanan ji pêkenînan ra tê. Her roj nivîsên siyasî meriv aciz dike, meriv dixwaze carnan jî hin tiştên din bixwîne.
Ji ber wê jî ji nuha û pê da heger ne her roj be jî, ezê carcarnan pêkenîn û heyranokan biweşînim. Lê heta ji min were ezê rojê yek dudukan biweşînim.

11 oktober 2018

Mafîa tirk 34 kurdên din jî di derya Egeyê da fetisandin



Do li Îzmîrê di derya Egeyê da 35 koçber xeniqîn. Li gorî Rûdawê nivîsîye her 35 kes jî kurd in û ji Zaxo û Duhokê ne.

Ji 35 kesan jinek tenê xelas bûye û 34 kes jî wenda ne. Heta nuha termê 8 kesan tenê dîtine.

Dewletê qeyûm da ser serê kerxaneyan jî !

Dewletê qeyûm tayinî ser kerxanê kir


Hukûmeta AKPê kerxane ji dest qebrax û qewdan girt û qeyûmên xwe tayinî ser kerxaneyan kir. 

Ji nuha pê da kerxaneyên Tirkiyê jî ewê bi qeyûmên dewletê werin îdarekirin.

10 oktober 2018

Çîrok kin in lê tiştên dibêjin pir kûr û mezin in



Do êvarî min  kitêba Alî Dûran Topuz ”Rû û Kûr” qedand. Hin çîrok min du sê caran xwendin.
 
Çîrokên pir kin in, ji wan hinek rêzek, du rêz, sê rêz in. Ya herî dirêj jî du sê paragraf in.

Her şeveke tarî berbangeke wê heye



Merheba gelî dost û hevalên ezîz!
Siba we bi xêr û roja we silamet be!
Destpêka rojê, dema meriv ji xew radibe bihîstina gotineke xweş meriv kêfxweş dike, dilê meriv geş dike, şewq û îlhamê dide meriv, gelek fikrên nuh tîna bîra meriv, hêviyên meriv yên ji rojê, ji jiyanê û ji rojên pêş xurt dike.

09 oktober 2018

Tu zulm ne ebedî ye



Îro bi berbanga sibê ra li 8 bajaran dîsa girtine ser malên kurdan û 90 kes girtine. Ji dêlî li derîyan xin, bi çavsorî û barbarî derîyên xelkê bi zompan şikandine.

Yanî xurtî û mêraniya xwe nîşanî kurdan didin. Lê ev ne xurrtî ye, ev îşareta zeîfiyê û tirsonekiyê ye.

08 oktober 2018

Çîrkef



Merivê ”çîrkef” di tirkî da tê maneya merivê pîs, merivê kerax, merivê bêdeb, bêheya, çamûr. 
  
Di kurmancî da gava goşt ya jî tiştek pir genî dibe, meriv dibêje ”bîna keraxiyê jê tê.
Yanî pir genî bûye.

Îcar tiliya tirkan tê tunebûye



Do heta danê êvarî min nikanîbû bloga xwe”hindik-rindik” parve bikira. Ji min ra digot nizanim ev beş di binê çêkirinê da ye, nizanim heqê te tuneye tu vê blogê parve bikî, nizanim bi berpirsiyarê malperê ra bipeyive û gelek temî û şîretên din dikir… 

Bloga min e ez nikanim parve bikim ?

Nêta min tiştek din bû lê min tiştekî din nivîsî




Berî ez kompîtorê vekim nêta min ew bû vêsê bi nivîseke dilxweşkir ji we ra bibêjim roja we bi xêr.

Lê piştî min Word vekir bêhemdî min rêya xwe şaş kir, dîsa min qala derd û kulên kurdan kir.

Yanî berî dest bi nivîsê bikim nêta min tiştek bû, lê min tiştekî din nivîs.

Amerîka dîsa ketiye nabêna PDKê û YNKê



Amerîka ketiye nabêna PDKê û YNKê, dixwaze wan û hêzên din li hev bîne. Li başûr ev ne cara pêşî ye Amerîka dikeve nabêna partiyên kurd û wan li hev tîne.

-Lênka Kosret Resûl û McGurk
-Lînka civîna Mesûd Barzanî û Brett McGurk 

07 oktober 2018

Ji do da ye kitêb bi ser min da dibarin



Erê, ji do da ye kitêb bi ser min da dibarin. Do êvarî çar û îro jî kitêbek(Rû û Kûr) li kitêbxaneya min zêde bû.

Carnan Xwedê ji meriv destîne û carnan jî li ser hev dide. Mala wî ava be, ji do da ye li ser hev dide.

Xwezî her tim wiha comerd bûya û li ser hev bida.

Do bi şev di şahiya PAKê da kabê min mîr hat


Ji milê çepê: Mahmûd Lewendî, Rojvan Yeşîl, Mehmet Dehsiwar,
Ferîdê Licî, ez û Hesenê Metê

Do bi şev li Stockholmê me bi şahiyeke xweş çar (4) saliya PAKê pîroz kir. Li dora 150 dost û heval û dilxwazên PAKê li Stockholmê hatin ba hev û bi hev ra 5-6 saetên xweş derbas kirin.

Bi şahî û minasebetên wiha hevalên PAKê karekî baş dikin, gelek nas û dostan tînin ba hev û hemû bi hev ra çend saetên xweş diborînin.

06 oktober 2018

"XU" ya jî "XWE", kîjan rast e?




Li Wêranşarê em nabêjin "xwe", em dibêjin "xu".
Çend numûne:

-Ew merivekî ji xu ra ye.
-Te bi xu got tu yê sibe werî...
-Tu him sozê didî û him jî xu didî alî.
-Tu xu bikuji jî min bi ya te nekir...
-Bi ya min tu xu dixapînî.

05 oktober 2018

Heta destê sibê em pê xenê bûn !




Ez nuha bi xanima xwe ra peyivîm, me bîstekê sohbet kir. Min rapora xwe dayê, min jê ra meraq meke got her tişt berkemal e...

Ji min ra qala ger û serdanên xwe kir, heta nuha kî dîtiye, kî nedîtiye, filan û bîvan.

Got meta min Zergê şevekê hat ma min, heta destê sibê em pê ”xenê” bûn. 

Bizin bi dizî gon dixwe, eşkere dizê...



Her kes qebûl dike Berhem Salih bi destega Îranê hat hilbijartin. Heger Îranê negota "erê", ne mimkûn bû Berhem Salih bibûya serokkomar. Ereban li ser daxwaza Îranê desteg dan Berhem Salih.

Dibê meriv bipirse: 

Îranê û ereban çima Berhem Salih kirin serokkomar? 

04 oktober 2018

Dibê meriv bide dû dilê xwe û dilê dilê xwe ji xwe nehêle...



Çend sal berê xortekî ev karîkatorê min û xanimê çê kiribû û ji min ra şandibû. Kînga bû û navê camêr çi bû nuha nayê bîra min. Bira li qusûra min nenêre. Heger hîn li van dera ye, bira derkeve meydanê û navê xwe bibêje.

Em di hewangê da avê dikutin



Di medyaya sosyal da her roj em li ser vê partiyê û wê partiyê, li ser wî serokî û wî serokî fikrên xwe dibêjin, wan rexne dikin, pêşniyaran pêşkêş dikin. Ji wan dixwaza yekîtiyê dikin.

Lê nivîs, gotin û rexneyên me tu berhemekê nade.

Di praktîkê da tu giraniyeke gotinên me û yên partîyên biçûk û bêhêz tuneye.

PARVE BIKE