22 oktober 2018

Tu sebeb tuneye em bi hezkirin li faris, ereb û tirkan binêrin



Ez ji farisan, ji ereban û ji tirkan, ji ziman û muzîka wan qet hez nekim. Berê ne wiha bûm, lê ev çend sal in pir guherî me. 

Zulma wan, barbarî û nemirovahiya wan ez guhertim. 

Berê min dixwest erebî fêr bibim. 

Berê min li muzîka erebî, farisî û tirkî guhdarî dikir û ji hinên wan hez jî dikir.


Lê nuha ereb jî, faris jî û tirk jî li ber çavê min bûne wek marekî reş, tehamul nakim di rêwîtiyekê da jî li kêleka wan rûnim, naxwazim dengê wan, dengê muzîka wan  were guhê min.

Tu sebeb tuneye ez ji ereb, tirk û farisan hez bikim, ji wan neqeherim, bi nefret li wan nenêrim.

Van hersê miletan welatê min dagir kirine û 40-50 milyon kurd ji xwe ra kirine kole, mefekî herî biçûk jî nadin kurdan. 

Heta nahêlin zarokên kurdan jî bi zimanê xwe perwerde bibin.

Rojê xortekî, du xortên kurd bi darda dikin.
Hefs û zindanên Tirkiyê û Îranê tije kurd in.
Li Tirkiyê nahêlin kurd herin şîna zarokên xwe jî.
Nahêlin kurd bi tu tiştekî xwe yê netewî şa bibin.
Nahêlin kurd peykerekî mezinekî xwe deynin.
Nahêlin kurd ala xwe hildin.

Heta mirîyên kurdan jî di goran da rehet nahêlin, gorrên wan xera dikin.

Jinên kurdan, keçên kurdan direvînin, tecawiz dikin û ew ne bes e, wek koleyan li mazatan difroşin hev.

Heger ez ji vî miletî hez bikim, maneya xwe ez hur bênamûs im !

Dînê ereb, faris û tirkan, îslam jî li ber çavê pir reş bûye, bûye wek hûtekî hebûna min tehdît dike, dixaze min ji ortê rake.

Çimkî ev hersê milet û çar dewletên wan li ser navê dîn û îslamê zulmê li gelê min dikin, mafê me nadin, tecwizî namûsa me dikin, serê me jê dikin, me wek mirîşkan şerjê dikin.

Alim û dîndarên van miletan jî piştgiriyê didn vê zulma dewletên xwe, tu carî naçin hawara kurdan.

Wek alimên dînî tu carî li dijî zulma li kurdan dibe dernakevin û nabêjin tiştê hûn dikin li dijî îslamê ye. Belovacî li ser navê îslamê fetwayê didin, dibêjin neçin cenazeyên kurdên hatine kuştin.

Di mizgeftan da her roj nifiran li kurdan dikin û ji dewletên xwe ra jî serkeftinê dixwazin.

Miletekî wiha, dînekî wiha çima ezê jê hez bikim, çima ezê jê neqeherim û ne li dij bim?

Erê di nava van hersê miletan da çend kesên baş hene, destegê nadin vê zulma dewletên xwe, lê pir hindik in û bêdeng in.  

Ji Serîhildana Şêx Seîd û vir da ye li her çar perçên Kurdistanê kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bênabên şer dikin, li ber xwe didin. 

Heta nuh li yek welatî jî ne miletê ereb û ne jî tirk û faris piştgirî nedane tevgera kurd ya netewî.

Yanî ne dewlet tenê, miletê ereb, faris û tirk jî dixwazin me bindest û kole bihêlin. Dewletê ji xwe ra heq, lê ji me ra jî wek sûcekî mezin û qebhet dibînin.

Îcar çima û ji bo çi ezê ji van miletan, ji ziman û ji muzîka wan hez bikim?

Ma meriv ji kesê welatê meriv dagir bike, zulmê li meriv bike, tecawizî namûsa meriv bike hez dike?
 
Ez ji tu tiştê ereb, faris û tirkan hez nakim, ne ji dînê wan, ne ji zimanê wan û ne jî ji muzîka wan hez nakim û naxwazim bibihîzim jî.

Çimkî ez baş zanim ji sedî 99ê van hersê miletan jî ji me nefret dikin û dixwazin me bikin faris, ereb û tirk.

De îcar çima ezê ji wan hez bikim?

Heger ez ji wan hez bikim ez merivekî pir bêxîret û bênamûs im.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE