30 juni 2021

Du beytik

 


Ji salan saleke pir sar û xelayê bû. Du beytikên biçûk, ji sermayê û ji birçîna li ser darekê dizikzikîn. Dinya sar bû, qût tunebû.Lema herdu jî bêtaqet ketibûn. Lê ilim jî yek pir ji hal da ketibû, nikanîbû bifiriya.
Rojekê ya pir zeîf û jihaldaketî ji hevala xwe ya hinekî xurt ra got:

Ez û bapêş hîn li ber hev didin

 

Ez û bapêş ev serê mehekê ye li ber hev didin, ne ew dev ji min berdide, ne ez teslîm dibim.

Ji mecbûrî îro dîsa çûm ser tuxtor. Ev bapêşa (harsima) bêbext serê mehekê ye bûye qîr û bi min ve zeleqî ye, ji min naqete, derman nikanin pê.

Xanima tuxtur ez miayene kirim, xwîna min girt, got di bedena te da îltîhab tuneye. Lê firnikên te îltîhab girtiye. Rabû pifeke bi navê ”Nasnox 50 mikrogram/dos” da min. Got hela îcar viya biceribîne. Sê tup in, ezê çend rojan bi kar bînim.

Civata rizyayî

Lawê Satilmişê tirk jê pirsî, got:

-Bavo, van rojan her kes qala civata riziyayî dike, ev çi mesele ye, civat çawa dirize?
Satilmiş derxist 50 lîre da lawê xwe û jê ra got:

29 juni 2021

Zirzopekî devbelaş heqaret li Şêx Seîd kiriye !

 


Namerdekî bi navê Candan Badem, di roja şehadeta Şêx Seîd û 46 hevalên wî da di twîtteke xwe da heqareteke pir bêedeb li Şêx Seîdê gurrbihuşt kiriye.

Gotiye ”yên kevneperestekî wek Şêx Seîd bi hurmet yad dikin, heger ew jî ne dîndar in, di nava xeflet û delaletê, hetta di nava xiyanetê da ne.”

Yanî li gorî vî namerdê zirzopê xwenezan kesên ji Şêx Seîd hez dikin, kesên wî bi hurmet yad dikin ya cahil, nezan in, di nava xefletê da ne, ya jî xayin in.

Çima te berê negot?

Mêrikê gundî çû ba muxtarê gund, jê ra got:

-Muxtar, ma tu zanî bixwînî ?

Muxtêr got:

-Çawa nizanim, çi ye, ka bibêje…

28 juni 2021

Gelek sipas ji bo Weşanxaneya Avestayê !

 


Îro siûda min lêxist, kabê mîr hat, kitêbxaneya min bi çend kulîlkên nuh yên ji Weşanxaneya Avestayê dewlementir bû.

Bîstek berê derîyê me lêket. Min çû derî vekir. Min bala xwe dayê xortekî swêdî, yê tenikî dirêj, pakêteke DHL di dest da, got ev pakêt ya we ye. Min bala xwe dayê, pakêt ji Weşanxaneya Avestayê ye.

Xwedê heqê min ji vê bapêşa pîs ra nehêle

Vê bapêşa pîs hîn jî pêsîra min bernedaye. Îro em mîvanê Mahmhmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn, ji ber fişefişa min û ji tirsa ezê di hinekên din bigerînim em neçûn. Em ji şêwir û sohbeta hevalan mahrûm man. Xwedê heqê min ji bapêşê ra nehêle.

Tam ev serê mehekê ye ez bi vê bapêşeke zuha ketime, jê xelas nabim. Berê min xemsarî kir, min got de tişt nabe, bapêşe ewê derbas be, lê her ku çû xerabtir bû.

27 juni 2021

Serokên El Qaîdê û Daîşê bûne hemwelatîyên Tirkiyê

 

Fermandarî El Qaîdê Manar Al Shamî

Rojnamevana emerîkî Lindsey Snell gotiye Tirkiye nasname dane serokên Daîşê, el Qadî û Nusrayê û fermandarê El-Qaîde ManarAl-Shamî ya tirk belav kiriye. Li gorî îdîa Snell gelek serokên El Qaîdê, Daîşê, Nusrayê bûne hemwelatîyên Tirkiyê.

Ev ne keşfeke nuh e, her kes bi viya zane. Ne tenê nasname dane wan, bûne hemwelatiyên Tirkiyê, sedîsed bi navên tirkî pasaportên dîplomatîk jî dane wan.

26 juni 2021

Serpêhatîya mihê, şêr û gur

Koçeran ba kiribûn, mihîyek li şûna waran mabû. Mihê da rê û çû. Pir çû, hindik çû, gihîşt mêrgekeke pir xweş.

Mihê mêrg ji xwe ra kir war û lê za, cotek berx anîn.
Rojekê mihê dît wa ye şêrek ji hembar tê. Şêr ji mihîyê ra got:
-Tu çima li vê mêrgê diçêrî?
Mihê got:

25 juni 2021

Yekîtiya Ewrûpayê teslîmî tirkan bûye

Em ji pêşiyên xwe gazinan dikin, em dibêjin çima hîştin tirk welatê me dagir bikin?
Feqîran bi dehan car serî hildan, xwestin wan ji welatê xwe derxin, lê nikanîbûn bi wan.

Lê tirkan ne Kurdistan tenê, Tirkiyeye îro jî giş ji bîzansîyan, ji yûnanan, ji ewrûpiyan sitendin û ji xwe ra kirin welat.

Tevayîya ewrûpiyan nikanîbûn Stenbol û Tirkiya îro ji destê tirkan xelas bikin. Ewrûpî giş teslîmî tirkan bûn û welatekî wek cinetê ji tirkan ra hîştin.

24 juni 2021

Cezayê tûkirinê

Yê serxweş bala xwe dayê hewşa mizgeftê xalî ye, sakîn e. Çû li quncikekî rûnişt û şûşa xwe da ber xwe û dermanê xwe bi ser xwe da kir.

Mele ew dît, bi hers got:

-Tufî li te, hey bêexlaq, tu şerm nakî tu li hewşa mizgeftê araqê vedixwe?

Serxweş got:

Yekîtîya Ewrûpayê ji Erdogan ra dîsa devê kîs vekir

Yekîtîya Ewrûpayê li ser navê alîkariya bi erebên Sûrîyê ra ewê 3,5 milyar euro xûgê bidin Erdogan. Ji Erdogan ra pere lazim e, dibê Yekîtiya Ewrûpayê xwe zû bigihîne hawara wî, rejîma wî xurt bike.

Bêyî vê, hin xûgîyên biçûktir yên bi navên din, yên di ber ra û di ser ra jî hene.

27 welatên Yekîtîya Ewrûpayê her sal hewqas xûg didin Erdogan, ji bo ku çeteyên xwe xwedî bike û şerê xwe yê li hemberî kurdan û Sûriyê bi rehetî bidomîne.

23 juni 2021

Bapêşê bela xwe ji min venekir


Ev nêzî mehekê ye min serma girtiye, ez bi bapêşê ketime; yanî nezle me. Pozê min xetimîye, nikanim xweşikî bîna xwe bigrim. Bi şev dibe geleşeke mezin, nikanim rakevim.

Min roj bi roja da, sersarî kir, min got de bapêş e, qey ewê derbas bibe.

Lê derbas nebû, her ku çû girantir bû, bû qîr û bi min ve zeliqî, heta ez mecbûrî ser tuxtoran kirim.

Do bi telefonê bi lawikê xwe yê mezin, bi Azad ra peyivîm, got bavo, ma tu nexweş î ?

Em ne erbabên avakirina dewletê ne

Erê dijminên me pir in, xurt in, nehîştine em bibin xwedî dewlet, lê bi ya min sebebê esasî bêkêrîya me ye, em miletekî bêkêr û ne tu tişt in, em carê fêrî xulamiyê bûne, lema jî hetanî nuha bindest mane. 
Yanî sebebê bindestiya me ne girêdayî xurtiya dijminên me tenê ye, sebebê esasî em in, em qurişekî nakin, em serxwebûnê naxwazin.
Em ne erbabê azadiyê û dewletê ne, ew ruh, ew qerekter bi me ra tuneye. Piranî dewletê naxwaze, yên dixwzin pir û pir hindik in. 

22 juni 2021

Tirk kîjan kurdî dikujin dikin terorîst

Dewlet Bahçlelî gotiye Denîz Poyraz terorîst e, berpirsiyara PKKê ya gunda ye”, malbata wê jî hedef nîşan daye.
Bahçelî bi van gotinanên xwe kuştina kurdan teşwîq û serbest dike, qatilan diparêze.

Bahçelî berdevkê dewletê ye, dema ew bibêje Denîz Poyraz terorîst e, berpirsiyara PKKê ye, bizanibin ku dewletê û Bahçelî ew wezîfe dan qatil.

Temî

Yekî nêt kiribû here hecê. Li bajêr rastî hevalekî xwe hat, jê ra got:

-Ez dikim herim hecê, tu ji Mekê tiştekî dixwazî?

Hevalê wî got:

Zirara alkolê

Tuxtor di konferansekê da qala zirarên alkolê dikir, di axaftina xwe da got:

-Her qedehek alkol jiyana meriv saetekê kin dike.

Ji nav guhdaran yekî bi dengê hêlî got:

-Hey wax, wele malik li min şewitî!

Tuxtor got:

Em nifira nakin

Rojekê meleyek, keşeyek û hehaamek(keşê Cihûyan) tên ba hev. Her sê dest pê dikin pesnê dînê xwe didin. Her yek heta jê tê dibêje dînê min, dînê herî heq û yê herî baş e.

Yê din jî dibêje na, dînê min yê herî heqtir û baştir e.

Piştî hinek minaqeşe, henek dibin genek, dikevin gewriya hev. Keşe pir diqehere, ji mele ra dibêje:

21 juni 2021

Erdogan dike HDPê bigre

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, biryara girtina HDPê da. Ji zû da bû digot ewê bigre, lê wa e îro eşkere kiriye.

Dibêjin xwedêgiravî ”Dadgeha Destûrê” daxwaza dozger a girtina HDPê qebûl kiriye.
Îcar Dadgeha Destûrê ?
Kenê meriv tê !

Li Tirkiyê meclîs, Dadgeh Destûrê û mahkime tunene, giş navên derewîn in, her tişt Erdogan e, ew çi biryarê bide, çi bixwaze ew dibe. 

20 juni 2021

Dawîya kar nayê


Do min darên dora hewşê birrîn, qirqafên ne lazim, yên cî li me tengkiribûn avêtin, dûzanek da hewşê, pelên dara mêwê jêkirin û gelek karên din kir.

Îro jî min dest bi karê boyaxê kir. Xebat baş e, meriv bextewar dike. Hesinê nexebite zeng digre, bedena nexebite kût dibe.
Helbet ne ku ez tenê kar dikim, xanim jî tim bi min ra ye, Xwedê heye min tenê nahêle.

Erê do jî û îro jî barê giran dîsa li ser milê min bû, lê Xwedê heye, xanim jî tim li ba min bû, ez bi tenê nedihîştim. Dibê ez heqê wê jî nexum.

19 juni 2021

Karkirê mala xwe me, şîrînê ber dilê xanimê û hevala me


Havîn hat, kar û barên hewşê dîsa ket hustuyê min. Dikim, nakim naqede. Xanim rokê karekî derdixe.


Îro hewa xweş bû, piştî em ji meşa danê sibê hatin, me qahwa xwe vexwar û dûra jî min zend û bendên xwe vemalt, rahîşt meqesa xwe û sênca (devîya)dora hewşê birrî.

18 juni 2021

Em qesasê xwe baş nas dikin

Onur Gencerê qatil Denîz Poraz bi însîyatîfa xwe, bi serê xwe nekuşt, hinekan ew wezîfe dan wî, gotin here têkeve hundur HDPê û çend kesan bikuje.

Wî jî do li Îzmîrê ev wezîfeya xwe bi cî anî û Denîz Poyraz kuşt.
Nuha medyaya tirk û hukûmet dixwaze vê cînayeta organîze wek bûyereke şexsî nîşan bide, fena ku tiliya hukûmetê tê tunebe.

Ez heyranê kurmancîya kurdên Konyayê me

Ez û xanim li hewşê rûniştine qahwê vedixun. Cîrana me ya kurda Konyayê ji ber mala me derbas bû. Em li hewşê dîtin, ereba gedê xwe dagerand, silav da me. Me li halê hev pirsî.

Xanima min jê pirsî, got ma tu diherî ber avê?
Wê jî got:
-Na, na, ez diçime ÎKÊ…

17 juni 2021

Gurê xemgîn


Hebû, tunebû, gurekî pir xemgîn(nîgeran) hebû. Rojekê ji xwe ra kûr û dûr fikirî, got:

-Ez fêm nakima çima heywan dema min dibînin ji min direvin?
Ez dixwazim bi wan ra bipeyivim, lê ew çer min dibînin direvin.

Tu heywanî nedixwest bi wî ra bipeyive, pê ra hevaltiyê bike. Her heywanê ew didît, tavilê jê direviya.
Li ser sebebê vê reva wan pir fikirî, lê bersîvek ji  tirsa wan ra nedît. Bi vê yekê pir xemgîn bû.

Qatilên Tirkiyê dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin

Çeteyên tirk vê care li Îzmîrê destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Êrîşî HDPê kirin û keçeke bi nave Denîz Poyraz kuştin.

Hukûmet berpirsîyarê êrîşê ye. Êrîşkar û qatilan ji hukûmetê cesaret girtin û îro li Îzmîrê di hundur avahiya HDPê da keçeke kurd, Denîz Poyraz gulebaran kirin.

Êrîş tiştekî mezin e, di hundur avahiya partîyekê da gulebarankirina jiekê pir cidî ye. Dewlet li pişt e, lema qatil natirsin.

16 juni 2021

Ketime nabêna Xelîl û Celîl

Gava roj ne xweş e, şilî û şepelî ye, ez gazinan dikim, dibêjim bira roj xweş be, ezê xwe bidin ber rojê.

Lê gava wek îro hewa xweş e, 25 derec germ e, wê demê jî xebat û nivîsîn zahmet e.

Bîna xanimê tenê li hewşê teng dibe, dibêje vê germa havînê wek kund tu li hundur, li ber datayê(kompîtorê) çi dikî? Were der, bira hinekî roj bi serê te keve…

Walesê jî Tirkiye pelixand


Wele Walesê tarîx nivîsî, Tirkiye perîşan kir, di deqîqeya 95a da goleke muhteşem avêtin. Tirk şeqizîn, , mirin, hinekan  porên xwe rûçikandin. 2-0 kortika hustuyê xwexurandin û çûn mala xwe. Wan skoreke wiha qet texmîn nedikirin. 

Walesê 2 golên xwe jî şewitandin. Yanî ewê bibûya 4-0. Lê ya muhîm tirk man sifir.

15 juni 2021

Dibê meriv "Lepên Tarî" nas bike

 


Dostê min ê hêja Dr. Mihemed Ozalp, îro him kitêba xwe Lepên Tarî ji min ra îmze kir, him jî me bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û bîstekê sohbet kir.
Bi vê minasebetê min jî kitêba xwe ”Stirîyên me” jê ra îmze kir. 

Min pêşgotinên kitêbê xwendin û hinekî jî bala xwe da naveroka wê. Wekî din, di medyaya sosyal da jî min hin nivîsên li ser wê jî xwendibûn.

Nimêja rûvî û dîk

 




Rûvî çend roj bûn tu nêçîr nekiribû, gelkî birçî bû. Destê sibê berê xwe da gund, qerde, qerde xwe gîhand ber pîna mirîşka. Dîk li ser darê lûsiyabû. Ji dîk ra got:

-Sofî, siba te bi xêr! Ma tu nayê em bi hev ra nimêja sibê bikin? Nimêja bi cimatê ra sewaba wê zêde ye.
Dîk got:

14 juni 2021

Îşê me pir zor xuya dike

 


Maça Swêd û Îspanyayê bîsteke din dest pê dike û ez ji nuha da li hewa di xew ra diherim.
Îro ez pir westîyayî me, ji hal da ketime. Hoste hat paceyên me boyax kir. Min boyax nekirîbû. Min çû boyax kirî, boyaxê têrê nekir. Welhasil ez sê caran çûm û hatim BAUHAUSê.
Du saet û nîva çûm û hatim. Lema pir westîyam.
Kompîtora xwe min nuh vekir, îro min qet li tiştekî nenêrîye, tiştek nenivîsîye.
Heger ne maça Swêd û Îspanyayê bûya ezê biçûyama raketama. Lê maç heye, dibê ez lê temaş bikim. Nabe ez swêdiyan bi tenê bihêlim.

13 juni 2021

Îro min arşîva xwe ji hin kitêbên tirkî paqij kir

Ji ber pitepita xanimê û lawê wê, ez ketim mexzenê(ez wek kitêbxaneyê bi kar tînim), min qirra kitêbên tirkî anî, ez bawer dikim min li dora 300 hebî avêtin. Lê helbet ne yên li ser kurd û Kurdistanê.

Berê jî carê min 3 torbe avêtibûn. Dibêjin ji kitêbên te em nikanin gava xwe bavêjin. Ne neheq in jî.

Ez nizanim bi kîjan aqilî min hewqas kitêb kirîbûn, di hundur da cî tuneye, min giş kirine mexzenê. Nuha ez bi wan ketime, davêjim. 

Gelek sipas ji bo wê roja xweş !

 


Du xortên me yên pir hêja û çeleng, du cêwiyên wek zêr Alan û Kendal Dundar lîse qedandin. Do me çend malbatên heval studenta wan pîroz kir.

Rojeke pir xweş bû, ji zû da bû me bîriya rojeke wiha kiribû.
Ji destpêka epîdemîya koronayê û vir da ye em hewqas heval, nas û dost nehatibûn ba hev.

12 juni 2021

Stirîyên me îro gihîştiye Bismil !


Wey mala Xwedê hezar carî ava be, kitêba min  26 roj berê şandibû ji Înan Erdoglu ra îro gihîştiye Bismil, destê Înan. Ez pir kêfxweş bûm. 

Lê min bi kerê jî şandiba hewqas roj nedigirt.
Min bawer nedikir Înan kitêbê bigire, min digot kitêb avêtine, lema jî min bi du nivîsan malik li postexaneya Tirkiyê viritand, ew xist binê erdê. 
Lê bi derengî be jî wa ye kitêb navêtine, birine dane Înan. Wele ez nabêjim mala wan ava, lê baş bû.

11 juni 2021

Ez ji bin vî barê giran xelas bûm

Min kontrola PDFa Antolojiyê qedand û bîstik berê şand ji xortê mîzanpajê çê dike. Ez ji bin barekî giran xelas bûm.

Erê min qedand, lê ez jî ji hal da ketim. Her tişt qedîya, ma çapkirin. Êdî ezê li bende çapê û hatina wê bim.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e, wek meriv tayê aşekî ji pişta xwe deyne, ji bin barekî giran xelas bibe...

10 juni 2021

Erdogan Tirkiye şilût kiriye


Li Meksîkayê parlamenterekî li meclîsê xwe tazî kiriye û ev axaftina kin kiriye:

”Dema min xwe tazî kir min şerm kir, ma dema we welat şêland we şerm nekir?

Nikane biqewitîne

Mêrikê tirk ji hevalê xwe ra qala derdê xwe dikir, got:

-Çar lawên min hene, yek akademîsîyen e, yek muhendiz e, yek mamoste ye, yek jî diz e.

Hevalê wî got:

09 juni 2021

Dîsa serê min ket teqereqê


Min digot belkî ez ji rastkirina Antolojiyê xelas bûme, lê ne wer bûye, hinge-dinga wê hîn neqedîyaye. Xortê mîzanpajê çê dike, do bi şev wek PDF ji min ra şandiye, gotiye berî ez risman bi cî bikim, ji kerama xwe careke kontrol bike.

Ji do bi şev da ye min li ber da, min kir nekir, min nikanîbû rast bikira. PDF venebû.

Ez nizanim meriv nivîsekê li ser PDFê çawa rast dike. Teselîya min jê ket, ez ji pertav da ketim, bîstek berê min xwe avêt bextê Mahmûd Lewendî, min got Mahmûd, ez ketime bextê te û Xwedê, hal mesele ev e, alî min bike. Meriv li ser PDFê nivîsekê çawa rast dike?

Posta Tirkiyê ev kitêba min jî li xwe heland

Di 23ê gulanê da min kitêba xwe ”Stiriyên Me” ji Înan Eroglu ra şand Bismil. Heta do jî kitêb hîn negihîştibû destê Înan. Ez bawer nakim tu carî bigre jî.

Înan Eroglu do çûye ji postê pirsîye, jê ra gotine nehatiye.
Ji ber ku min kitêb bi teahut(rekomandêrat)neşandibû ez nikanim taqîb jî bikim.

08 juni 2021

Kelmêşan em perîşan kirin

 


Îro şerê min û kelmêşan bû, wan ref bi ref êrîşî min û xanimê kirin, me ew kuştin, wan êrîş kirin, min şerpand wan, ew kuştin. Dawiya dawî wan şer qezenc kirin, min û xanimê bi birîndarî ji ber wan baz da, daristan ji wan ra hîşt.

Ev çar roj in ez û xanim êdî sibê zû diçin mesa xwe dikin û tên qahwa xwe vedixun.

07 juni 2021

Wer xuya dike tilîya Tirkiyê di vê qetlê da heye


Serfermandarê pêşmerge Qadir Xoranî

Li ser şehîdkirina 5 pêşmergeyên li çiyayê Metîna hin agahiyên nuh û pir girîng belav dibin. Rengê bûyerê diguhere, berê bûyerê dikeve Tikriyê.

Fermandarê pêşmerge Qadir Xoranî di rojnameya Xwebûnê da gotiye ya balafira F-16 ya jî balavira bêmirov li wasiteya pêşmergan xistiye.
 
Pêşmergeyekî birînadar jî ev dîtina Qadir Xoranî teyid kiriye, wî jî li nexweşxanê gotiye ”şer neqewimî, ji hewa li wasîteya me xistin. ”

Xenzîr heywanekî bi kêfa xwe ye

Du  kes ketibûn gewrîya hev, yekî digot xenzîr(beraz) kudika tîne, yekî digot na, xenzîr hêka dike.

Pir li ber hev dan, li hev nekirin, gotin rabe em herin ba xoce, ew çi bibêje emê qebûl bikin. Çûn ba xoce, gotin:

06 juni 2021

Dixwazin bi zulm û tahda bêsînor me ji pertav da bixînin

Serokê Tirkiyê Rece Tayyip Erdogan, li hemberî me kurdan û raqibên xwe, mixalifên xwe pir bêûjdan, bêbext û zalimane hereket dike, zulm û tahdayek nedîtî li me dike.

Ji bo ku tevgera kurd ya siyasî basko bikin, zeîf bixînin bi zalimî êrîşî kurdan dikin, qanûn manûnan nas nakin. Nahêlin em bîna xwe bigrin, çoyê wan wer di destê wan daye, gav û saetê dawdişînin me.

Heta ji mêrik tê terorê, zulmê zêde dike. Fena ku li gorî pêşniyar û şîretên Makyavell hereket dike.
Makyavell(Niccolo Machiavelli) wek bavê felsefeya siyasetê tê qebûlkirin.

05 juni 2021

Werin dijmin bi xwe nekenînin !

Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kiriye, sê siwîl kuştine. Li kampeke siwîla xistin sûcekî mezin e, sûcekî li dijî huqûq û qanûnên navnetwî ye. Neteweyên Yekbûyî dibê bêdeng nemîne, hesabê vê êrîşê ji tirkan bike
Lê tirk dikin, kesî bi tiştekî nahesibînin.
Çend roj berê Erdogan îşareta vê êrîşê da, got ewê kampa Mexmûrê ji navê bibin.

Ev êrîşên tirkan ne bes e, PKKê û PDKê jî dîsa xwîna hev rijandine. 5 pêşmerge hatine kuştin û 6 heb jî birîndar bûne.

Ji PKKê jî mirî û birîndar hene. Çend kuştî, çend birîndar in hîn nayê zanîn.

04 juni 2021

Dev ji qehrê berdin, nebin hevalên tirkan !

Serok partîya Partîya Memleket(MP) Muharrehm Înce, li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derketiye, gotiye “kurdî ne li gorî pedagojiyê ye”.
Gelek kurd qeherî ne, Muherrem Înce rexne kirine.
Muharrem Înce tenê wiha nabêje, serokên tirk, siyasetmedarên tirk giş wiha dibêjin.
Heger wiha negotana zarokên me ewê nuha bi zimanê xwe bixwendana.

Zimanê cinet û cahnimê

Xortekî kurdek li Helebê li parqekê li ser kursîyekê rûniştiye, kitêbekê dixwîne. Erebek ji wir derbas dibe, bala xwe dide kitêbê, fêm nake bi çi zimanî ye. Dibêje:

-Bira, ew çi ye tu dixwîne?

Xortê kurd dibêje:

03 juni 2021

Gur kulikê şivên nas kiriye

 


Dema gur ji şivên netirse, pêşiyên me gotine “gur kulikê şivên nas kiriye.”
Yanî heger şivan yekî xewar be, baş li pezê xwe ne miqate be, kûçikên wî ne gurxenêq bin, gur bela xwe ji pezê wî venakin, bêtirs bi wî kerîyê wî dikevin.
Çimkî zanin talûke tê tuneye, kerîyekî bêxwedî ye û ewê vala venegerin.
Mesela me û tirkan jî eynî tişt e...

Ehlîyet

 Pûlisê trafîkê mêrik sekinand, got:

-Ji kerema xwe ehlîyeta xwe derxe, ezê lê binêrim?

Mêrik got:

-Wele yê we jî ne karê aqil e ! Hefta çû we ehlîyeta min ji min girt. Nuha jî te bi gewrîya min girtiye, tu ehlîyetê ji min dixwzî. Ma bi ya te çend ehlîyetên min hene?

Rexne bi êşê ra eynî wezîfeyê dibîne

Tehemula hin kesan ji tenkîdê(rexneyê)ra qet tuneye, li hemberî tenkîdeke herî biçûk jî radibin tapana, xwe pir aciz dikin.

Dibê meriv hewqasî ne bînteng be, xwe ji tenkîdê aciz neke, jê aqil û fêdeyê bigire.

Heger ez rast bim û her kes jî wek min bifikire, wê demê li dinyayê tiştekî çewt, şaş tuneye. Ev jî şaş e.

02 juni 2021

Meriv dest nebe xwe dijmin çavê meriv derdixe

Di 27ê gulanê da Rûdawê li ser birrîna daristanên Kurdistana başûr ji alî Tirkiyê ve bi vîdeo xeberek belav kir.

Li gorî xebera Rûdawê belav kiriye zêdeyî salekêye Tirkiye daristanên Kurdistana başûr dibirre, bi riya çend şîrketan darên dibirrin dibin li Tirkiyê difroşin.

Li gorî xebereke din Tirkiye ev 3 sal in vî karî dike, lê hukûmeta Kurdistanê ev yek bi dizî girtiye, medya pê nehesandiye.

01 juni 2021

Ereb li dijî dagirkerîya Îsraîl derdikevin, lê ji dagirkerîya tirkan ra dilîrînin !

Serokên ereban, hêzên îslamê yên ereb tenê xurtên Îsraîl û me ne, giş wek egîdan xwe li Îsraîl û li kurdan radikşînin, gotinên herî giran ji Îsraîl ra dibêjin. Dibêjin Îsraîl erdê me dagir kiriye.

Tirkiyê deh qatî li Îsraîl erdê wan û kurdan dagir kiriye, dengê xwe nakin, nabêna xwe bi tirkan ra xera nakin. Ji tirkan ra nabêjin we erdê me dagir kirye. Dibin leşkerên tirk, şerê me û welatê xwe dikin û erdê xwe didin tirkan. Erdogan û tirkan didin ser serê xwe.
Bêxîretiyeke ji viya mezintir tuneye. 

Dawiya siyaseta bi tirkî ev malwêranî ye

Vî serê sibê dîsa xemgîn bûm, derd û kulên dilê min dîsa tev rabûn. Jixwe der û kulên dinyayê giş bûne para me kurdan, yek ji yekê ra dibêje wê da, cî bide min...

Xortekî bi navê Mistefa Acar gotiye, li Diyarbekrê li herêma Baxlera vê sibehê ew bi kê ra bi kurdî peyivîye bi tirkî bersîv dane wî.

Ne ku heya min ji vê felaketê tuneye, ez zanim rewş ev e, lê axirê gava meriv ji devê hinekên din dibihîze, dîsa jî dilê meriv dibêje kiz, meriv pê xemgîn dibe.

PARVE BIKE