22 juni 2021

Temî

Yekî nêt kiribû here hecê. Li bajêr rastî hevalekî xwe hat, jê ra got:

-Ez dikim herim hecê, tu ji Mekê tiştekî dixwazî?

Hevalê wî got:

-Silavên min li Mihemed ke. Wekî din tu temîyek min tuneye.

Tuxtor naxwaze

Mêrikê gundî bi nexweşiyeke giran ketibû, li ber mirinê bû. Ji bajêr merivekî çû ser. Mêrik bala xwe dayê nexweş li ber mirinêye. Ji xanima wî ra got:

-Xwişka min, ma çima hûn ji bajêr tuxtorekî naynin ser?

Jinikê got:

-Wele nexweşên me giş bê alîkariya tuxtor dimrin. Dema nexweş dikeve ber sikratê em mele tînin ser, yasînekê li ser dixwîne.

 

Aheng

Yê serxweş li ser xwe nediedilî, wek hêlkanê rast û çep li ba dibû. Nasekî wî dema ew di vî halî da dît, jê ra got:

-Tu çawa yî birako, ma tu ji halê xwe memnûn î ?

Yê serxweş got:

-Ez ji halê xwe pir memnûn im. Dinya doş dibe, ez jî pê ra doş dibim. Di nav ahengekê da em hev ra li dor xwe viz dibin. Hêvî dikim ahenga me ewê xera nebe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE