Bi gotinê her kes pesnê merivê dirist, merivê rastgo dide,
lê kêm kes ji merivê dirist, rastgo hez dike.
Çimkî diristî, rastgoyî di civata me da
gelek caran serê meriv dixe teşxelê û belayê; meriv dibe hedefê tîrên cahil û nezanan, bêedeban, dijminên meriv zêde dibe.
Dema li welêt bûm, gava min hevalbendên dewletê, kesên pîs, xerab rexne dikir, dayika min a rahmetî digot, ”ma tu yê qûna dinyayê rast bikî ?”