24 oktober 2026

Hêzên îslamî li Fransayê nîşanî ewrûpîyan dan nêta wan çi ye !

Talan û şewata di 17ê cotmehê da li Fransayê bûn ne protestoyeke xwendekaran a ji bo zêdekirina mamosteyan û başkirina rewşa wan bû, raste rast êrîşeke neyarane ya ser Fransayê bû .

Kesên bajar talan kirin, qesra beledîyê şwitandin ne xwendekarên fransiz bûn, ciwanên ereb û reşik ên nifşê duyemîn û sêyemîn bûne; çeteyên biyanî yên îslamî bûn.
Ji bo wê jî li hemberî Fransayê bêhurmet û zalim in, heta ji Fransayê nefret dikin; bi qasî serê derzîyê jî hezkirineke wan li hemberî welatê dê û bavên wan hatin lê sitirîn tune ye.

Fransa ji bo xerîban di her warî da ji welatên xort û malbatên wan jê hatine gelkî çêtir e. Lê mesele ne xerabîya rewşa aborî ye, mesela dijmminatî ye, kîn û nefreta li hemberî Fransayê û kultura talanê û çetecîtî ye.
Barbarî, çetecîtî, talan ne mafekî demokratîk e, dibê bi şîdet were mahkûmkirin. 

Dib kurd li derê tevî vê barbarîya îslamîstan û reşikan nebin. Em kurd wek ereban, gelek reşikan, îslamîstan ne dijminê fransizan û ewrûpîyan in. 

Fransa û gelek welatên Ewrûpa li hemberî dagirkerên welatê me alîkarîya me dikin, dostên me ne. Dibê em li hemberî dostên xwe wefadar bin, ne bêwefa û neyar bin.

Nefreta li hemberî fransizan eşkere ye, heger ne nefret ba bi sedan dikan talan nedikirin, avahîyên tarîxî, yên meriv heyranê mîmarîya wan bû nedişewitandin…

Serê salan e Fransayê bi milyonan kesên bêwefa girt nav xwe û nikanîbû wan entegre bike, bike fransiz. 

Kesên li dijî vê koçberîya zêde, bêserûber derketin jî tim hatine cezakirin, bi rasîzmê hatin îthamkirin. 

Îslamîst û hêzên çep vê taktîkê li her welatê Ewrûpayê bi kar tînin. Li Swêd jî eynî taktîkê dimeşînin. 

Îslamîst di beledîyan da, di gelek dahîreyên dewletê yên muhm da desthilat in.

Di navbera misilmanên fransî û firansizên etnîkî da cûdahiyên kulturî yên mezin hene.

Salek berê, kevintirîn saziya raya giştî ya Fransayê, ”Institut français d’opinion publique, IFOP”, li ser navê kovara ”Écran de veille” di nav 1005 misilmanên fransî da anketek çêkiriye.
Ji kesên beşdarî anketê bûne ji sedî 46ê wan gotine, dibê huqûqa îslamî(yanî şerîet) li Fransayê were bicîanîn.
Di nav kesên di bin 25 salî ra rêje kesên terefdarên şerîetê ji sedî 59 bûye.
Li gorî bawerîya ji sedî 44ê beşdaran, li ba wan huqûqa îslamî ji huqûqa fransî girîngtir e.
Ji sedî 33ê kesên beşdarî anketê bûne, herî kêm sempatîzanê tevgereke Îslamî bûne.
Ji sedî 24ê wan sempatîzanên Birayên Misilman bûne.

Li gorî texmîna IFOPê sempatîzanê hêzên îslamî li Fransayê ji sala 1998a vir va du qat zêde bûne.
Ne li Fransayê tenê, li Swêd jî, li her welatê Ewrûpa Rojava rewş ev e, hêzên îslamî, koça zêde êdî gefeke pir mezin e, ewlehî û dûzana Ewrûpayê di talûkê da ye.
Sîyasetmedarên ewrûpî dibê êdî xwe ji tirsa mohra rasîzmê, irqçîtiyê xelas bikin û li hemberî hêzên îslamî tedbîrên cidî bigirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar