25 oktober 2026

Tu nabêjî kêmxewî malwêranî ye

Îro li Swêd seetek bi paş da zîvirandin, bi xêra vê guherînê ez seetekê zêde raketim. Gava ji xew rabûm, min xwe zindîtir his kir. Dîyar e dema meriv bêxew nemîne meriv zindîtir e.

Ez her sibe seet di 07.00a da radibim. Ji ber ku dereng radikevim, tim bê xew dimînim; li ber telewîzyonê di xew ra diherim.
Ez rojê 5-6 seet radikevim. Ji ber seetek xewa zêde, îro bêtir li ser xwe me, bedena min cist e, ne westîyayî ye. Xwe rehet his dikim.

Ez bawer dikim ez xwe bêxew nehêlim baştir e, dibê ez ez setekê, du seetan li xewa xwe zêde bikim. 

Dibêjin bêxewî ji extîyaran ra ne baş e. Têrxewî ji bo sihetê û rehetîya laş lazim e, şertekî esasî ye.
Min nuha li ser girîngîya xewê, kar û zirara wê hin tişt xwendin.  Tiştên nuh fêr bûm. Pispor dibêjin xew ne tenê bêhnvedan e, demeke çalak e, laş pergala parastinê xurt dike, hormonên pêwîst derdixe û masûlkeyan nû dike.

Dema em radizên, mejî agahiyên rojê bi cih dike û jehrên(toksînên)di nava rojê da kom bûne paqij dike. Bêxewî nahêle ev paqijî çêbibe, ji ber wê meriv xwe sist û bînteng hîs dike.

Xewa kêm sitresê jî zêde dike û meriv zû aciz dibe. Xewa bi temamî him laşê meriv, him jî hişê meriv aram dike, baldarî û afirînerîyê bilind dike.
Min zanîbû kêmxewî ne baş e, lê ne hewqasî. Ji nuha û pê da ezê seetekê, belkî du seetan zêde rakevim. Ma ez dikim qûna dunyayê rast bikim.

XXX

Li zanîngeheke Çînê beşa kurdî vebûye. Nuha 11 xwendekarên wê hene, dûra ewê zêde bibin.

Li seranserê dinyayê bêyî tirkan û dewleta tirkan, tu welat, tu milet ne li dijî kurdî ye. Kurdî bûye kabûsê tirkan, gava dikeve xewna wan bîna wan diçike, xew li wan digere.

Roja tirk, Tirkiye dev ji neyartîya kurdan berde, di nava çend salan da Kurdistana mezin û serbixwe ewê çêbe û bibe endamê Neteweyên Yekbûyî.

Ev bawerîya min ne hîpotezeke bêbingeh e.

Yên heta nuha nehîştine em bibin xwedî dewlet tirk in, ne ew bûna nuha em serbixwe bûn.

XXX

Di meş û protestoyên ereban û îslamîtan ên li hin welatên Ewrûpayêda ez ala Kurdistanê jî dibînim. Ez nizanim bi rastî ew kurd in, ya jî dijminên me bi qastî ala kurdistanê bi van çeteyên ereb û îslamî ra nîşan didin, ji bo ku navê kurdan xerab bikin.

Dibê kurd li tu welatê Ewrûpayê tevî meş û protestoyên terorîstên ereb û îslamî nebin, yên dibin dibê ala Kurdistanê îstîsmar nekin.

Ereb û îslamîst neyarên Ewrûpayê ne, hedefa wan sîyasî ye, dixwazin bi terora xwe li Ewrûpayê kaosê çêkin. Dixwazin demografîya Ewrûpayê biguherin û werin ser hikim.

Gerek kurd nebin hevalên çeteyên îslamî

XXX

Yekî gotîye, di jiyana xwe ya 53 salên Îngilistanê da min nedîtîye dêreke nuh were avakirin. Ez jî 46 sal in li Stockholmê dijîm, di van 46 salan da li Stockholmê jî dêreke nu hava nebûye. Çimkî însanên medenî, bi kultur hewcedarîyê bi tîcaret û îstîsmara dîn nabînin.

Ez meraq dikim, gelo di 50 salên dawî da li Tirkiyê û li Kurdistanê çend mizgeft ava bûne?

Li her bajarekî Tirkiyê ûKurdistanê çend mizgeft ava kirine?

Ji bo çi misilman hewqas mizgeftan ava dikin, çima vê hewcedarîyê dibînin?

Piranîya mizgeftan çi dide wan?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar