31 mars 2026

Êdî di Hindik-Rindik da bîjografiya min bi îngilîzî jî heye

Emer Farûk Baran ji min bêtir li bloga min ”Hindik-Rindik” miqateye. Dûzanê didê, xweşik dike, utî dike, tew haya min jî jê çênabe.

Camêr çend roj berê kurtebîyografîya min bi îngilîzî li bloga min zêde kiriye haya min jê çênebûbû.

Îro pirsî, got ”apo, te eciband, ne eciband, fikrê te çi ye?”
Ez şermezarî bûm, min got wele min nedîtiye. Min efû bike. Te çi kiribe min qebûl e.

Çima însan dev ji hezkirina Evdila Ocalan bernadin?

Hin kes dibêjin, çawa meriv hîn jî dibe hevalê Evdila Ocalan, hîn jî wî û fikrên wî yên ji bo kurd û Kurdistanê diparêze?

Gelek caran min jî eynî tişt gotiye…
Bi hezaran kesên zana, hêja, kurdperwer, canfîda, fedekariyên mezin kirine, bi salan di zindanan da mane dev ji Evdila Ocalan bernadin.

Di warê fikrî da sarbûnek, qutbûnek çêbûye, meriv viya dibîne, lê di warê rûhî, hestîyarî da qutbûn pir zor e. Heta ji bo gelekan ne mimkûn e jî.

30 mars 2026

Hukûmetê pakêta reformê vê carê jî taloqî meha temûzê kiriye

Zêdeyî salekê ye di ser ”pêvajoya aştiyê” ya derewîn, ya xapandinê ra derbas bûye. Hukûmet hîn jî serî li xwe digerîne, wek dansozan xwe rast û çep çerx dike, carê bi hincetekê, maneyekê dibîne, meselê çend mehan dirêj dike. Yanî ne dawiya derewan tê, ne jî kêla maneyan tu carî tije dibe.

Berî eydiyê gotin, ewê piştî eydiyê gavên pir muhîm bavêjin.
Nuha jî medyaya nêzî hukûmetê dibêje, ji ber şerê Îranê, derengketina çekberdana PKK´ê, nizanim ji ber çi û çi hukûmetê mesele taloqî meha temûzê kiriye. 

Hedefa hukûmetê ya vê carê, ”berî meclîs têkeve tehtîlê pêvajoyê biqedîne…”

Li warê me yê nuh salek me qediya

Li vî cî û warê me yê nuh salek me qediya, wext pir zû herikî, em tew pê nehesiyan. Camêrê xanî firot me bi bîra me xistiye.

Sîmsarê/Delalê xanî firotibû me mesajek şandiye ji min ra, gotiye, di vî xaniyê nuh da sala te qediya. Hûn ji xaniyê xwe, ji herêma xwe memnûn in ya na? Min xwest li halê we bipirsim.

Mesaj hefteyek berê şandibû, min do bi şev dît. Min got, mala te ava be, em ji xaniyê xwe jî, ji herêma xwe jî pir memnûn in.

29 mars 2026

Tirk dibêjin heger hûn pir kurdperwer in bi zimanê xwe bipeyivin !


Do li Amedê di Konferansa Platforma Netewî ya Kurdan da hin kes bi tirkî peyivîne.

Hin vîdeoyên van axaftinên bi tirkî di medyaya sosyal da hatin parvekirin.
Gelek tirk henekên xwe bi kesên bi tirkî dipeyivin dikin, heqaretê li wan dikin. Dibêjin, ”lawo, madem hûn hewqasî kurdperwer in, nasyonalîst in çima hûn bi zimanê xwe napeyivin?
Heger hûn bi rastî kurdperwer in, bi zimanê me nepeyivn, bi zimanê xwe bipeyin.

Îranê êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî înkar kiriye

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi beyanekê êrişa ser mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kiriye, gotiye "êrîşeke terorîstî ye, dibê were mahkûmkirin."

Eraqçî him êrîş bi çeteyên xwe yên ereb daye kirin, him jî êrîşê şermezar dike, dixe hustuyê Amerîkayê û Îsraîl. Derew jî beşekî ji wezîfeya wî ye.

Derew belaş e, heger piştî her derewê li eniya meriv quloçek çêbibûya wî yê ev derewa nekira.

28 mars 2026

Hevalên Îranê li ser şer xeberên derew belav dikin

Di medyaya sosyal da ji alî hevalên, piştgiriyên Îranê va li ser şerê Îranê, Îsraîl û Amerîkayê gelek dezînformasyon.

Hevalên Îranê gelek xeberên ne rast, ji kok da vir belav dikin. Dixwazin bi van xeberön derew moral û gazê bidin hêzên îslamî. 

Di warê leşkerî da malik li Îranê viritiye, Îran wêran dibe, ew dibêjin Îran bi ser ketiye, Îsraîl ji binda wêran bûye, Amerîka jî dixwaze teslîm bibe.

27 mars 2026

Ereb ereb e, çi sûnî çi şîî

Dema Seddam Husên, Sûnî li Îraqê li ser hukim bûn neheqî li şîîyan dikirin.

Gotin heger şîî werin ser hukim ewê baştir bibe.
Sûnî ketin, şîî 23 sal in li ser hukim in. Rewşa Îraqê sed carî xerabtir bû, baştir nebû.
Gotin Beşar Esed elewî ye, zulmê li sûniyan dike, heger Esed bikeve Sûriye ewê baştir bibe.
Beşar Esed ket, sûniyên îslamîst li Sûriyê hatin ser hukim, rewşa Sûriyê  gelî xerabtir bû, baştir nebû.

Îslama radîkal ji bo dinyayê talûkeyeke mezin e


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo, îslama radîkal baş nas kiriye, lema jî hedefên wê xweş tarîf kiriye:

"Hemû tevgerên îslamî yên radîkal ên dinyayê Rojava, lê bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî xerabiya herî herî mezin a li ser rûyê erdê dibînin. Îslama radîkal dixwaze berfireh bibe, ev di tebîeta wê da heye.”

26 mars 2026

Bi perçekirina Kurdistanê mala me jî, mala xwe jî wêran kirin !

Fransayê û Îngilîstanê di Şerê Cîhanê yê Yekê da bi perçekirina Kurdistanê ne tenê xerabiyeke pir mezin bi me kurdan kirin, bi zalimî em xistin bin destên çar dewletan, zirareka mezin dan xwe jî; li herêmê çar dewletên neyarên xwe xurt kirin.

Bi Peymana Sykes–Picot, dûra jî bi Peymana Lozanê welatê me perçe kirin û em xistin bin destê çar dewletan.

Bi perçekirina Kurdistanê ra Îraq, Sûriyê û Tirkiye him ji bo Amerîkayê û Ewrûpayê bûn dewletên sitratejîk, him jî çevkaniyên enerjiyê yên mezin ketin destên van dewletên neyarên Xerbê.

25 mars 2026

Hin kesên îslamî tam bûne zilamên celadên kurdan


Hin kurdên îslamî tam bûne neyarên miletê xwe û zilamên Komara Îslamî ya meleyên celadên bi hezaran kurdî.

Elî Qeredaxî alimekî kurd e, serokê Yekîtiya Misilman Cihanê ye, heta nuha êrîşên Îranê yên ser Kurdistana Başûr şermezar nekiriye.
Elî Bapîr jî kurdekî îslamî ye, li Kurdistana Başûr serokê partiyeke îslamî ye. Wî jî Êrîşên Îranê yên ser kurdan şermezar nekiye.
Serokê HUDAPARê Zekerîya Yapicioglu jî wek Elî Qeredaxî û Elî Bapîr êrîşên Îranê yên ser kurdan û şehîdkirina 6 pêşmergeyan şermezar nekiriye.

Dibê hûn serokên PDK´ê û YNK´ê jî şermezar bikin

Çend partî û rêxistinên kurdên Kurdistana Bakur li Diyarbekrê bi hev ra êrişên Îranê yên ser Kurdistana Başûr û şehîdbûna 6 pêşmergeyan şermezar kirine.

Baş kirine, dibê meriv li hemberî êrîşên Îranê yên ser Kurdistana Başûr bêdeng nemîne, protesto bike.

Lê bi vê ra dibê em ji serokên PDK´ê û YNK´ê vekirina meclîsê, avakirina hukûmetê, yekîtiya pêşmergeyan jî bixwazin. Ji ber ku 18 meh in meclîsa Kurdistanê hîn girtî ye, hukûmet ava nebûye, serokên PDK´ê û YNK´ê jî rexne û şeremezar bikin.

24 mars 2026

Li ser kurdên di destpêka 1900î da koçî Amerîkayê kirine em çi zanin?

Kurdên di destpêka 1900´î da koçî Amerîkayê kirine

Prof. Dr. Bekir Biçer, di konferanseke xwe ya li Konyayê da gotiye:

”Komeleya hezkirên(muhîbên) Kurdistanê bi alîkariya madî û manewî ya civata kurdên AMERîKAyê ava bû.”

Ev tê wê maneyê di destpêka 1900´î da li Amerîkayê gelek kurd hebûne û alîkarî şandine ji Komeleya Hezkirên Kurdistanê ra.

Komeleya Hezkirên Kurdistanê di sala 1912´a da li Stenbolê ava bû. Serokê wê Mele Xidir Efendî bûye. Piştî demekê fesh bûye û tevî Komeleya Xwendekarên Kurd ”Hêvî”yê bûye.

Hukûmeta Ehmed el Şer dixwaze YPJ´ê bike pûlisên Sûriyê

Hukûmeta îslamî ya terorîstên Sûriyê gotiye ew qebûl nakin YPJ wek hêzeke leşkerî bimîne. Di nava artêşa Sûriyê da nabe jin hebin.

Lê jinên YPJ´ê kenin bibin pûlis. Wer xuya dike YPJ, PYD û HSD jî ewê vê daxwaza Ehmed el Şer Colanî qebûl bikin. Heger bikanibin vê daxwaza Sûriyê red bikin baş e.
Lê tiştê xuya dike PYD, YPJ, HSD ne bi serê xwe ne, gotina dawî hîn jî ya Evdila Ocalan e. 
Dema meriv ne dewlet be, girêdayî dewleta xelkê be meriv ne xwedî îrade ye, ne xwedî biryar e.

23 mars 2026

Meleyên Îranê ji texmînan pir xurttir derketin

Gefa serokê Amerîkayê Donald Trump li Îranê xwaribû forteke vala derket, belkî jî henek kiribû.

Donald Trump du roj berê ji bo vekirina Kendava Hurmuzê 48 set molet da Îranê. Got, ”heger Îran di nav 48 saetan da, Tengava Hurmuzê veneke, ewê dest bi bombebarankirina îstasyonên enerjîyê û ceyranê yên Îranê bikin.”

Lê rojek di ser 48 seetên Donald Trump ra derbas bû, Amerîkayê hîn îstasyonên enerjîyê yên Îranê bombebaran nekiriye.

Filistînî êrîşên Îranê protesto dikin

Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas û Îdara Filistînê (PA) bi fermî êrîşên Îranê yên ser Erebîstana Siûdî, Urdunê û welatên ereb ên Kendavê şermezar kirine. 

Meleyên faşîst 47 sal in ji bo filistînîyan neyartiya Îsraîl dikin, bi milyaran dolar dane filistîniyan.
Filistînî jî îro êrîşên Îranê yên ser welatên ereb bi tundî rexne dikin, piştgiriyê didin erebên xwe.

Wezareta karên derve ya Filistînê di 21´ê adarê da bi wezîrê karên derve yê Siûdî ra peyivîye. Di hevdîtinê da êrîşên Îranê yên ser Siûdî û welatên Kendavê bi tundî şermezar kiriye.

22 mars 2026

Ewrûpiyan Frankenstein li Îranê danîn ser kursiya Şah Reza


Ewrûpiyan bi destên xwe malik li xwe wêran kirine. Îmana wan di pera da ye. Ji ber timayî û pûlperestiyên xwe meleyên Îranê kirin Frankenstein, kirine hûtekî mezin û har, nuha jî nikanin pê.

Şah yekî xerab bû, lê meriv li dijî Şah piştgiriya Xumeynî nake û meleyên zebanî, bûne Frankenstein nayne ser hukim. 

Xumeynî li Parîsê xwedî kirin, Şah xistin û danîn ser kursiya Şah Reza. Meriv Xumeynî sax nehêle û naşîne Îranê.

Newroza îsal di nav şerekî giran da hat pîrozkirin


Îsal Newroz li Kurdistanê û li hin welatên Ewrûpayê, bi taybetî jî li Almanya, li Bonnê û li Frankfurtê bi coşeke mezin û bi beşdariya bi sedhezaran hat pîrozkirin.

Nowroza îsal li gorî salên borî bêtir siyasî û bi heyecan bû. Bafil Talabanî, Evdila Ocalan, Nêçîrvan Barzanî mesaj şandin Newroza Amedê, Mesûd Barzanî mesaj şand Newroza Bonnê.

Evdila Ocalan wek Newroza par, îsal jî di mesaja xwe ya dirêj da ji kurdan ra tiştek nexwest, heta qala navê kurd, Kurdistanê jî nekir, dîsa kurdên miletperwer, azadîxwaz rexne kir, xwest kurd entegreyî Tirkiyê bibin.

21 mars 2026

Misilmanan di mizgeftê da êrîşî serokwezîrê Avusturalyayê kirin



Serokwezîrê Australîyayê Anthony Albanese och wezîrê karên hundur Tony Burke, do li Sydnîyê çûn mizgefta Lakemba, cejna misilmanan pîroz kirin.

Filistîniyan û hin misilmanan êrîş birin ser Anthony Albanese, ew bi gotinên giran, bi îthama ew qatilê bi milyonan misilmanan e protesto kirin, xwestinlêxin.
Anthony Albanese mecbûr ma bi lez mizgeftê biterikîne.

Gelo Amrîka dixwaze şerê Îranê nîvçe bihêle?


Serokê Amerîkayê Donald Trump beyanên sistopisto, yên li dijî hev dide. Fena ku dixwaze şerê Îranê nîvçe, meleyan birîndar bihêle. Heger wiha bike pir şaş e, talûkeyeke mezin e. Marê birîndar ji yê nebirîndar talûketir e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şerê Îranê beyanên sistopisto dide, rojê tiştekî dibêje. Destpêkê got hedefa wan xistina rejîma meleyên Îranê ye.

Do gotiye, di şerê li dijî Îranê da ew gelkî nêzikî hedefa xwe bûne, lema jî ”ew li ser dawîanîna operasyonê difikirin.”

Newroza me pîroz be!


Newroza miletê kurd ji dil û can pîroz dikim !
Îsal Cejna Remezanê û Cejna Newrozê bi rojek nabên ketin ser hev.

Do roja pêşî ya Cejna Remezanê bû, îro jî cejna me ya netewî NEWROZ e. 
Îsal gelê me Newrozê di demeke pir zor û zahmet da pîroz dike. Çarhawêlî me şer e. Şerê Îranê û Amerîka û Îsraîl di me jî gerîya ye, Îran û çeteyên wê her roj fuzeyan davêjin ji Hewlêrê, ji Silêmaniyê û ji gelek herêmên din da. 

20 mars 2026

Hin dîndarên me dixwazin kurd bibin hevalên celadên xwe

Hin dîndarên me dixwazin kurd piştgiriya dagirkerên welatê xwe, piştgiriya celadên xwe bikin, ji bo meleyên Îranê, Îsraîl û Amerîkayê protesto bikin.

Heger piçek ûjdan, exlaq bi meriv ra hebe meriv ji kurdan ra nabêje bibin hevalê celadên zarokên xwe.

Meleyên Îranê di 47 salên hukumdariya xwe da bi hezaran kurd îdam kirine, gulebaran kirine. Bi hezaran xistine zindanan.

19 mars 2026

Meleyên sadîst di vê herba giran da jî dev ji celadiya xwe bernadin


Li Îranê meleyên bûne celadên gelên Îranê di vê herba giran da jî dev ji celadiya xwe bernadin, dîsa 3 xort li bajarê Qûmê li ber çavên milet îdam kirine.

Di van rojên giran da jî nabênê nadin çerxa xwe ya celadiyê.
Hovîtiya xwe, sadîzma xwe wek fîlmekî, wek tîyatroyekê, wek şahiyekê nîşanî milet didin. Bi vê sadîzma xwe însanan çavtirsiyayî dikin.
Gelên Îranê, kurd, faris, azerî, belûc, ereb û dinya dibê ji vê rejîm celadan xelas bibe.

18 mars 2026

Tirkiye vê carê jî bûye notirvanê sînorên Îranê

Tirkan Kurdistana Rojava fetisandin, nehîştin kurd veqetin ya jî Sûrî bibe dewleteke federal, nuha jî bûne notirvanê, bekçiyên Îranê, ketine telaşa perçebûna Îranê. 

Vê carê jî dibêjin gerek Îran perçe nebe, ji bo ku kurd azad nebin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, gef li Partiyên kurd xwariye, gotiye:
“PJAK û Komale xwe nêzî Îsraîl dikin. Divê em cudahiyekê têxin navbera birayên xwe yên kurdên Îranê û ewên dibêjin em nûnerên kurdan in, lê bi derdorên Sîyonîst ra di nav pêwendiyan da ne.

17 mars 2026

Elî Larîcanî û Xulamreza Silêmanî jî dan dû Elî Xameneî


Meleyên Îranê kuştina Xulamreza Silêmanî qebûl kirine. Lê nîvçe li xwe mukur hatine, li ser kuştina Elî Larîcanî tiştek negotine. Fena ku nehatibe kuştin, sax be.

Wele ez dibêjim ew jî hatiye kuştin. Lawekî wî jî pê ra hatiye kuştin. Îsraîl wer dibêje. Ez dibêjin agahiya Îsraîl rast e.

Çimkî hetanî nuha yek agahiya Îsraîl ne rast, derew derneketiye, mêrikan çi gotine tim rast derketiye.

Îsraîl nêçîra du serokên Îranê yên din kirine

Îsraîl dîsa du girregirrên Komara Îslamî ya meleyên qatil kuştine. Herdu jî çeteyên mezin in. Yek Elî Larîcanî ye, yê din jî Xulamreza Silêmanî ye. Herdu jî gurên pir har bûn.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gotiye, wan Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Larîcanî kuştiye.

Îranê xeber red kiriye, lê ez dibêjim texmîna Îsraîl rast e, di êrîşa do bi şev da hat kuştin.
Elî Larîcanî do nameyek ji welatên îslam ra şandibû, ji wan alîkarî xwestibû. Îsraîl nehîşt feqîro zêde bijî. Masîyekî pir mezin û talûke bû...

16 mars 2026

Çepên swêdî bûne mitefikên Îranê û hêzên îslamî

Li Swêd hêzên çep bûne dûvikên, mitefikên hêzên îslamî û hewalên, xemxurên rejîma meleyên Îranê yên qatilên bi sedhezaran însanên sivîl.

Îro li bajarê Swêd Malmoyê bi hezaran çep, lîberal ji bo piştgiriya meleyên faşîst kom bûn, Îsraîl û Amerîka protesto kirin.

Çepên, femînîstên, lîberalên dibê demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê biparêzin, li dijî dîktatoran, rejîmên îslamî, pederşahî rabin, bi ruh û can wan diparêzin. Bi îslamîstên ereb û faris ra Amerîkayê, Îsraîl protesto dikin.

Emer Farûk Baran pirsa min ji Gemînî AI kiriye

Hoste û webmasterê bloga min Emer Farûk Baranê hêja, di heqê min da ji Gemînî AI´yê pirsîye, gotiye tu li ser Zinarê xamo çi difikirî?

Gemînî AI´yê jî bersîv daye pirsa wî.
Sipas ji bo pirsa Emer Farûk Baran û bersîva Gemînî AI.
Pirs û bersîv li jêr e:

Emer Faruk Baran:

Min jî bo te ji Gemini AI pirsî, tu ser Zinarê Xamo çi difikirî?

 Cewab…

40 sal berê li Mûradîyê zimanê çarşî û bazarê sedîsed kurmancî bû, gelo hîn jî were ye?

Tirkekî bi navê Omur Kabak di Twîtterê da gotiye, ew di dawiya salên 1980´î da çend salan wek hakim li qeza Wanê, Mûradiyê hakim bûye, gotiye:

”Di sala 1986´ê da wek îzmîrîyekî tirk min bar kir qeza Wanê Mûradîyeyê. Xelk gişk kurd bû. Li her derê bêyî kurdî zimanekî din nedihat qisekirin. Ez şok bûbûm, min gotibû belkî tayina min derketiye derveyî welêt.”
Hakimekî tirk 40 sal berê gava dihere Mûradiyê dibêje belkî çûye welatekî din; çimkî li çarşî û bazarê, li her derê, her kes bi kurmancî dipeyive.
Gelo nuha Mûradiya di çi halî da ye, kîjan ziman yê bazarê ye?

15 mars 2026

Me îro li Stockholmê şairê hezkiriyê ciwanan Ehmed Huseynî yad kir


Me îro li Stockholmê wek qedirşînasî û wefadariya xwe ya dawî xatir ji kurdperwerê dildarê welatê xwe û zimanê xwe, şairê ezîzê ber dilê ciwanan, Ehmed Huseynî xwest.

Ez jî beşdarî sermoniya xatirxwstinê bûm û min jî çend gotin li ser hevalê xwe salan, şairê evîndarê şiîrê kir.

Ji hin welatên Ewrûpayê û ji gelek bajarên Swêd gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn. Gelek kesan qala serpêhatî û bîranînên xwe yên pê ra kirin.

Gerek amerîkî û ewrûpî fêm bikin ereb û tirk tu carî nabin dost û hevalên wan


Erebên îraqî, şîî û sûnî bi hev ra êrîşê seferastxane û welatiyên amerîkî dikin.
Sefaretxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bi bangekê xwestiye hemû welatiyên amerîkî tavilê Îraqê terk bikin.
Biryareke rast e, li Îraqê jiyana her amerîkî di talûkê da ye. Ev biryara Amerîkayê di lehê kurdan da ye.

Dibê amerîkî, ewrûpî baş bizanibin ew çi çiyêyê, çi qenciyê bi ereban, bi tirkan, bi farisan, bi pakîstaniyan bikin jî bêfêde ye, ew tu carî nabin dost û mitefikên Amerîkayê, welatên Ewrûpa.

14 mars 2026

Dêlik bi teleb e, kopek tê ji Heleb e

Hêzên rast, çep, dîndar di şerê Îranê da giş Amerîkayê, Îsraîl, dewletên mezin rexne dikin, dibêjin Îran, Sûriye, Îraq, Lîbya, Yêmen wêran kirin, berê milet berra hev didin, bi vî hawî şertên midaxeleyên xwe amade dikin.

Em bibêjin Amerîka û dewletên mezin sedîsed nêtxerab in û neheq in.
Baş e Amerîka, welatên Xerbê çima tên herêmê, çi dibe sebebê hatina wan?

Îran bela xwe ji Kurdistana Başûr venake


Îran û çeteyên wê yên ereb bela xwe ji kurdan venakin, êrîşên xwe yên ser Kurdistana Başûr didomînin. Fîşekekê jî navêjin ji Îraqê da, hedefa gişan Kurdistan e, Hewlêr û Silêmanî ye.

Vêsê  6 dron avêtine ji Hewlêrê da, dronek jî avêtine ji Silêmaniyê da. Her heft jî xistine.

Baş e ku Amerîka û Fransa sîstema li dijî dronan li Kurdistanê bi cî kirine. Dron giş xistine.
Ne alîkariya Amerîka û fransayê be rewş ewê pir xerab bûya.
Do di êrîşên hewayî da leşkerekî fransî û pêşmergeyek şehîd ketin.

13 mars 2026

Tarîxê nîşan bide bi êrîşa ser Îranê Donald Trump ji dinyayê ra karekî baş kiriye


Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser encamên şerê li dijî Îranê bi geşbînîyeke zêde gotiye:

“Îran li ber têkçûnê ye, kes nemaye biryara teslîmbûnê bide. Kes nizane nuha kî rêber e, loma kes nîne teslîmbûnê ragihîne.

Min her kes ji vê penceşêra(kansêra) gef li cîhanê dixwar rizgar kir.

Divê em vî karî temam bikin ji bo ku pênc salên din em careke din neçar nemînin bi Îranê ra bikevin nav şer."

Pirsa min û bersîva AI


Do bi şev min ji moda-AI û ji GROK´ê li ser xwe ev pirsa jêr ji herduyan kir. Berê min pirseke wiha ji wan kiriye, nekiriye nayê bîra min.

Bersîva herduyan li jêr e. Ezê herdu bersîvan ne bi hev ra, cihê cihê parve bikim.
Min qet dest nedaye bersîvan, min ji bersîvên wan herfek jî ne guhertiye, ne jî rast kiriye.
Zimanê herduyan jî bêqusûr e, mikemel e. Xwezî hemû nivîskar û rojnamevanên me jî bi qasî van robotan, hişê çêkirî, programên dijîtal kurmancî bizanîbûna.

Pirsa min û bersîva GROK´ê


Do bi şev min ji moda-AI û ji GROK´ê li ser xwe ev pirsa jêr ji herduyan kir. Berê min pirseke wiha ji wan kiriye, nekiriye nayê bîra min.

Bersîva herduyan li jêr e. Ezê herdu bersîvan ne bi hev ra, cihê cihê parve bikim.
Min qet dest nedaye bersîvan, min ji bersîvên wan herfek jî ne guhertiye, ne jî rast kiriye.
Zimanê herduyan jî bêqusûr e, mikemel e. Xwezî hemû nivîskar û rojnamevanên me jî bi qasî van robotan, hişê çêkirî, programên dijîtal kurmancî bizanîbûna.

12 mars 2026

Dûran Kalkan li dijî azadbûna miletê kurd e û viya jî eşkere dibêje

Berpirsiyarê PKK´ê Duran Kalkan, Îranê, rejîma meleyên qatilên bi hezaran kurdî, dewleta dagirker diparêze, dibêje gerek kurd xwe ji fikrê miletperweriyê, daxwaza dewletê dûr bigirin:

“Temîya me li partiyên Kurdistana Rojhilat, dibê xwe ji meylên daxwaza dewleta netewî, nasyonalîmê dûr xînin. Em ferz bikin hêzên êrîşkar, Amerîka, Îsraîl qezenc kirin. Ewê çi were guhertin? Serdariya Amerîka û Îsraîlê ewê têkeve dewsa serdariya Îranê…”

Hespê mirî

Teoriya hespê mirî metaforeke rexneyî, hicîvî ye. Di tîcaretê da, di siyasetê da tê bikaranîn.
Dema rêxistin, şîrket, însan rastiyê qebûl nekin, di proje, metod û siyaseta xwe ya berê hatiye ceribandin û tîkçûye da israr dikin, dev ji siyaseta xwe ya têkçûyî, ji serokê xwe yê biserneketî bernadin, metafora hespê mirî tê bikaranîn.

Heger hespê tu lê siwarî bimre ya rast dibê tu jê peyabî û ji xwe ra hespekî din peyda bikî.

11 mars 2026

Kî ji me ra baş be dibê em pê ra hevkariyê bikin

Van rojan, rast, çep û dîndarên tirkan gişan qela xwe kirine yek, giş bi hev ra dibêjin gerek kurdên Kurdistana Rojhilat nebin hevalên Amerîkayê û Îsraîl. Gerek kurd nebin heval û leşkerên dewletên emperyalîst.
Ew di NATO´yê da bûne hevalên emperyalîstan xweş e, baş e. Lê dibê kurd nebin. Ji bo ku hevaltiya Amerîkayê, emperyalîstan ji wan tenê ra bimîne... 

10 mars 2026

Şiîra te ewê li asîmanê edebîyata kurdî tim bibriqe


Ehmed Huseynî, dildarê şiîrê îro ji me û ji dinyayê xatir xwest, şiîra kurmancî sêwî û hustuxwar hîşt û çû gerdûneke din, mala xwe ya ebedî.

Bi wefata şairê dilzîz pir xemgîn im. Em dost û hevalên wî, emê wî tim bi hezkirineke kûr bibîr bînin.
Evîndarekî peyva xweş, peyva bedew, kurmacîya şîrîn bû. Kurmancî li ber dilê wî pir şîrîn, pir lezîz bû. 

Ne em tenê, şiîra kurmancî jî ewê pir bîriya wî bike. Çimkî hosteyekî wî, dildarekî wê kêm bû.

Yên kurd kirine xulam û leşkerên xwe ne Donald Trump e, tirk in


Serokê Hudaparê Zekerîya Yapicioglu ji serokê Amerîkayê Donald Trump ra gotiye:

”Kurd ne xulamên bavê te ne, ne jî hêza te ya bejayiyê ne.”
Donald Trump ji kurdan ra ne gotiye bibin xulamên min, ne jî xwestiye kurd bibin leşkerên wî.
 
Tirkan sed sal e him kurd kirine xulamên xwe, him jî bi darê zorê kirine leşkerên xwe û li hemberî kurdên xulamtiya tirkan qebûl nakin bi kar tînin..

09 mars 2026

Gelo AI ewê dawiya nivîskaran bîne?


Min do derengê şevê di telewîzyona Swêd da bîstekê li belgefîlmeke(dokumenterke)li ser pêşketina AI(Jîriya Dijîtal) temaşe kir. Aqilê min sekinî, devê min ji hev çû.

Min nizanîbû AI di gelek waran ketiye dewsa însên, hin karan eynî wek însên dike, heta jê baştir jî dike.
Erê AI berhemeke însên e, lê di gelek waran da însan li dû xwe hîştiye. Karê însan nikane bi mehan, bi salan biqedîne, ew di nava çend sanîyeyan, çend deqîqeyan da diqedîne.
Mesela AI bûye nivîskar jî, romanan, çîrokan, şiîran dinivîsîne, sitranan çêdike. Û meriv nikane wan ji yên însên bigerîne.

08 mars 2026

Xerîteya Kurdistanê tirk pir hêrs kirin !


Ji ber ku CNN Internationalê di weşanaka xwe da, di vîdeoyekê da xerîta Kurdistanê nîşan daye berpirsiyarên Tirkiyê pir hêrs bûne, CNN International pir sert rexne kirine, gotine vê xerîteyê zû rakin. Li gorî wan xerîteya CNN Internationalê nîşan daye, "rastiya civakî ya herêmê berevajî dike."

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê gotiye: 

"Em li bendene CNN International di weşan û platformên xwe yên dîjîtal da ji nexşe(xerîte) û dîmenên xapînok dûr bisekine.

07 mars 2026

Îro kêfa xwendevanan pir ji nivîsa min ra hatiye

Wey sed carî maşela, dîtina vê jimarê jî (11754)bû nesîbê min.

19 sal in bloger im cara pêşî ye jimara serdana, tikandina bloga min dibe 11754. Heta nuha hin rojan bi ser 5 hezarî ketiye, lê tu carî bi ser 10 hezaran nekrtibû. Şikir wa ye min ev reqem jî dît.

Dîyar e kêfa milet ji rexnekirina min a Mehmet Metîner ra hatiye. Gava rexne di cî da be kêfa însanan jê ra tê. 

Mehmet Metîner yekî pir zimandirêj e, çimkî ji hevalbendiya xwe ya bi dijmin ra şerm nake...

Rûreşiya herî mezin hevalbendiya dewleta dagirker e

Mehmet Metîner ji tirsa ruhê xwe, ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bike, xwe antî Amerîka û antî Îsraîl nîşan daye, gotiye:

”Emê tu carî nebin kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz. Emê kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparz jî ji xwe nehesibînin.”

Ew bi xwe ji tirsa ruhê xwe bûye pantirkîst, dixwaze kurd giş wek wî bibin tirkçî û tirkparêz.

Kurdên Amerîkaparêz û Îsraîlparêz tunene, lê hebin jî sed qatî ji kurdên tirkçî, pantirkîst baştir in, qenekê ne hevalên dagirkerên welatê xwe ne.

06 mars 2026

Ji tirsa kurdên bibin xwedî dewlet tirk şepleyî bûne


Li gorî xebereke di medyaya sosyal da belav bûye, serokê PDK-Îranê Mistefa Hicrî li ser vexwendina wezareta karên derve ya Amerîkayê çûye Washingtonê.

Bi îhtîmaleke mezin xeber rast e. Çimkî çend roj berê Donald Trump telefonî Mistefa Hicrî kiribû.
Rejîma meleyên faşîst ewê bikeve, Amerîka haziriya alternatîva rejîmê dike.

Kurd ne zarok in nayên lîstika kesî !

Wer xuya dike Amerîka û Îsraîl ewê şerê li hemberî Îranê bidomînin; ewê bi rejîma meleyan ra li hev nekin.
Ji êrîşê wan ên bênabên meriv wer fêm dike. Dixwazin bi êrîşên hewayî rejîmî mecbûrî revê, teslîmbûnê bikin. Midaxeleyeke leşkerî ya bejayî nuha xuya nake, bêtir ji hewa, bi balafiran, bi fuzeyan lêdixin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye, "Îran lihevkirinê dixwaze, lê em şer dixwzin." Yanî şer heta Komara Îslamî ya meleyên qatil birûxe ewê dom bike.

05 mars 2026

Balkona me bûye ciyê tahtîla min

Du roj in bihar hatiye Stockholmê, 10 derece germ e. Rojê daye balkona(şaneşîna) me. Ne hewceye meriv dûr here, here welatên dûr ji bo ku xwe bide ber tavê.

Balkona me ji peravên deryayê germtir û xweştir e. Ji danê nîvro, heta danê êvarî roj wer tê da ye.
Min xwe tazî kir û da ber rojê. Ez şewitîm, min panjur kişand û bazda hundur.
Min got bîstekî ez ji xwendina xeberên şer û mirinê dûr kevim, hinekî bîna xwe, westa xwe bigirim.

Ebas Eraqçî xwe avêtiye dexlê srokên kurd


Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî telefonî serokê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û serokê YNK´ê Bafil Talabanî kiriye.

Di xeberê da li ser naveroka axaftinên wan agahiyek tune ye. Tenê dibêje li sr şer û ewlehiya sînoran peyivîne.

Ebas Eraqçî miheqeq him şalûzî kiriye, gotiye em "birayên" hev in, di rojên wiha da gerek hûn ji para me xencer nekin, him jî gef li kurdan xwariye, gotiye gerek hûn alîkariya Amerîkayê nekin.

Tifaqa kurdan dijminên me bizandin


Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê biryar daye tevî Hevpeymaniya Kurdistanê bibe.

Biryareke pir baş dane, pir kêfxweş bûm. Dibê tu hêzeke kurd li derveyî Cepheya Kurdistanî nemîne.

Serokê Komelayê Abdullah Mohtadî merivekî jîr û zana ye. Di demên wiha da gerek siyasetmedarên wek Abdullah Mohtadî bi partiyên din ra di nava tifaq û xebatê da be.

04 mars 2026

Donald Trump telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye


Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî axaftina bi Mesûd Barzanî û Bafil Talabanî ra telefonî Serokê PDK-Îranê Mistefa Hecrî kiriye, gotiye dibê kurdên Îranê yekgirtî bin, emê bi we re hevkariyê bikin.

Serokê Amerîkayê, dewleta dinyayê ya herî xurt telefonî serokê hêzeke pêşmerge dike, dibêje em dixwazin bi we ra hevkariyê bikin.
Ev ne tiştekî hindik e, ji bo hemû kurdan pêşketin û qezenceke pir mezin e...
Helbet Donald Trump ji bo berjewendiyên xwe viya dike, di vê da şik tune ye. Li gel vê jî him ji bo kurdên Îranê, him jî ji bo tevahiya kurdan serketineke mezin e.

03 mars 2026

Reza Pehlewî peyamek şand ji kurdan û azerîyan ra


Lawê Şahê Îranê Reza Pehlewî, bi du beyanan xîtabî kurd û azerîyen kiriye, bi hin demagojiyan xwestiye kurd û azerî piştgiriya wî bikin. 

Gotiye, ewê Îraneka azad, demokratîk ava bike, ewê dîn û dewletê ji hev cuda bike, ewê cudahiyê nexîne nabêna tu gelan, her kesê azad û bi nasnameya xwe bijî.

Lê qala dana mafên netewî, federasyonê, otonomiyê nekiriye, wek tirkan wî jî gotiye dibê em yekîtiya xwe biparêzin, em bi hev ra Îraneka azad, demokratîk ava bikin.

Meleyên Îranê teslîm nabin lê vê carê xelasîya wan tune ye

Tiştê ji şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê xuya dike, mele teslîm nabin, şer belkî mehekê, du mehan dom bike.

Di nava vê demê da ewê komara meleyan baş basko bikin, ewê artêşa Îranê, hemû sîlehên talûke îmha bikin.
Serokên mane jî ewê hêdî hêdî bikujin û yên din jî ji milet ra bihêlin.
Nuha operasyoneke leşkerî ji reşayiyê xuya nake, ewê tim ji hewa lêxin. Amerîka dixwaze milet serî hilde, bingeha wê amade dike. Dibê kurd nuha xwe tevî şer nekin, hîn zû ye.

02 mars 2026

Kî li dagirkerên welatê me xîne ji bo me baş e


DEM Partiyê do daxuyaniyek daye, ew jî li dijî êrîşên ser Îranê derketiye, gotiye:

”Li Îranê ne li dû azadiyê û demokrasîyê ne, dixwazin dûzaneke ji bo xwe ne talûke ava bikin.
Rejîma Îranê ne bi dîzaynên derve, bi îradeya gelan a mişterek diguhere, ev mimkûn e, emê bi berdewamî viya biparêzin.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li dijî êrîşên Îsraîl û Amerîka yên ser Îranê derketiye, wî jî gotiye:

”Em ne bi sîstema ceberrût a Îranê(ya kurdan û mixalifan îdam dike)ra ne, ne jî bi midaxeleyên derve ra ne. Em bi gelên li Îranê yên li hemberî zulmê li ber xwe dindin ra ne.”

01 mars 2026

Elî Xamineyî hat kuştin, nuha ewê çi bibe?


Îranê kuştina Elî Xamineyî qebûl kiriye. Îsraîl tam li çaviyê xist, agahiya wan rast derket. Xamineyî û gelek keftarên din pê ra şandin ba Xumeynî. Pir baş bû.

Lê nuha ya muhîm, komara meleyên qatil ewê teslîm bibe ya na?
Teslîm bibe kî ewê were dewsê?
Teslîm nebin, çend rojan li ber xwe bidin şer ewê çiqasî dom bike?
Ez dibêjim ewê teslîm nebin, çimkî zanin ewê çi were serê wan. Miletê gişan bi diranan perçe bikin.