15 mars 2026

Gerek amerîkî û ewrûpî fêm bikin ereb û tirk tu carî nabin dost û hevalên wan


Erebên îraqî, şîî û sûnî bi hev ra êrîşê seferastxane û welatiyên amerîkî dikin.
Sefaretxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bi bangekê xwestiye hemû welatiyên amerîkî tavilê Îraqê terk bikin.
Biryareke rast e, li Îraqê jiyana her amerîkî di talûkê da ye. Ev biryara Amerîkayê di lehê kurdan da ye.

Dibê amerîkî, ewrûpî baş bizanibin ew çi çiyêyê, çi qenciyê bi ereban, bi tirkan, bi farisan, bi pakîstaniyan bikin jî bêfêde ye, ew tu carî nabin dost û mitefikên Amerîkayê, welatên Ewrûpa.

Li herêma me, li Rojhilata Navîn bêyî kurdan tu miletekî din, tu dewleteke din nabe dost û mitefikê Amerîkayê. 

Amerîka çi çêyiyê bi wan bike jî bêfeyde ye, misilmanan nake dostê Amerîkayê...

Amerîkayê erebên Îraqê ji terora Seddam Husên xelas kirin, şîî ji qirkirinê xelas kirin, ew anîn ser hukim. Îro erebên sunnî jî, yên şîî jî bi hev ra êrîşî amerîkiyan dikin. Çend roj berê balafireke Amerîkayê xistin, 6 leşkerên amerîkî kuştin.

Çimkî ereb dînê wan, kultura wan, nasyonalîzma wan anîtî xiristîyan e, antî Amerîka, antî Xerb e. Amerîkiyan, Rojavayîyan heta nuha ev rastî fêm nekirine.

Li herêma me du miletên ji dil dixwazin bibin dost û mitefikên Amerîkayê û Ewrûpayê, ew jî kurd û yahûdî ne. 

Yahûdî bûne xwedî dewleteke serbixwe, kanin xwe biparêzin. Mane kurd. Dibê kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe. 

Ev yek ewê him şer û teşxeleyên herêmê biqedîne, him jî dost û mitefiekî Îsraîl, Amerîkayê û Xerbê çêdibe.

Kurdan li Kurdistana Başûr referandûm çêkirine, ji %92´ê kurdan raya erê dan serxwebûnê.

Dibê Amerîka û Ewrûpa êdî realîst bin û piştgiriyê bidin serxwebûna kurdan. 

Li Îraqê, li Sûriyê û li Îranê heger piştgiriyeke xurt hebe serxwebûna kurdan îro mimkûn e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar