30 juni 2019

Kî bixwaze bibe çi dibe ew tişt



Fuzûlî, Nabî û Nefî kurd bûn, lê nexwestin bibin şairên kurd; xwestin bibin şairên tirkî û tirk û lema jî ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîn û bûn şairên zimanê tirkî yên mezin, yên gelkî bi nav û deng.

Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî kurd bûn, lê nexwestin bibin şair û nivîskarên tirk, xwestin bibin nivîskar û şairên kurd. 

Lema jî ne bi tirkî, bi kurdî nivîsîn û bûn nivîskar û şairên kurd.

29 juni 2019

Donald Trump: Erdogan dixwest kurdan îmha bike min nehîşt



Serokê Amerîkayê Donald Trump, di pres konfranesa xwe ya zîrweya G-20 da qala axaftineke xwe û Erdogan ya pir balkêş kiriye, gotiye wî ”nehîşt Erdogan kurdên rojava îmha bike” û dû ra jî ev agahiya jêr daye:

”Tirkiye tiştekî balkêş e. Serokê Tirkiyê Erdogan merivekî zahmet e, lê ez pê ra li hev dikim. Belkî ev  tiştekî ne baş e, lê ez dibêjim baş e, ez wisa difikirim. Çimkî dibê meriv dirist be, wek her kes zane bi kurdan ra gelşeke wî(Erdogan) heye. Artêşa wî ya 65 hezarî li ser sînor bû. Ewê kurdên bi me ra şere Daîşê dikirin îmha bikira, ji ortê rakira. Min telefonî wî kir, min jê rica kir dibê ew tiştekî wiha neke. Kurd dijminên wî û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne. Û wî ev yek nekir. Leşkerên tirk li ser sînor rêz bûbûn, dixwestin kesên bi me ra şere Daîşê dikirin ji ortê rakin. Min jê ra got, tu nikanî viya bikî. Û nekir.”

Wek tê dîtin Erdogan biyar dabû êrîşî kurdên rojava bike û hinekan bikuje û hinekan jî mecbûrî koçberiyê bike.

Yanî tiştê li Efrînê kirin ewê li seranserê Kurdistana rojava bikirana. Û ev rast e, em hemû bi vê nêta Erdogan zanin. Ji xwe Erdogan ev hedefa xwe tu carî venaşartiye, heta nuha bi dehan car dubare kiriye. Wan rojên Trump dibêje di bîra me hemû kurdan da ye.

Lê mala Trum pava be mêrik nehîştiye, gotiye ez qebûl nakim tu mitefikên bi min ra şerê Daîşê dikin ji ortê rakî.

Gotina ”kurd dijminên Erdogn û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne” ne jî sedîsed rast e, Erdogan kurdan dijminên xwe yên ebedî dibîne û dixwaze li her derê şerê wan bike û dike jî.

Lê hin kurdên bêxîret, kurtêxur û xwefiroş hîn jî bi xulamtiya Erdogan dikin, hîn jî li Kurdistanê nşnertiya wî dikin.

Min nuha xewneke pir ne xweş dît


Bîstek berê ji xwendinê çavê min qerimî, min xwe li ser dîwanê dirêj kir û di xew ra çûm.

Min dît ez li Ruhayê, li dora Qere Kopriyê digerim.
 
Danê êvarê bû. 

Ezê vegeriyama Wêranşarê malê. 

Min bala xwe dayê perê heqê rêya min tuneye.
 
Min cuzdanê xwe derxist, cuzdan vala bû. 

28 juni 2019

Jiyan bê civîn nabe !



Wey hezar carî ser xêrê û bimbarek be!

Wey mala Xwedê hezar carî ava be!

Civînên PDKê û YNKê ewê dewam bikin.

Xebereke pir muhîm e, ez bi vê xeberê pir kêfxweş bûm.

Ez jî ji qedandina civînan ditirsiyam...

Lê şikir ji Xwedê ra wa ye dawî li civînan neanîne. 

Metoda zeîfbûnê



Jinikê bi hevala xwe ra sohbet dikir, jê ra qela qelawiya mêrê xwe kir û got:
-Mêrê min biryar daye ewê xwe zeîf bike.
Hevala wê got:
-Pir baş e, ê ji bo zeîf bibe çi dike?
-Ev deh roj in her sibe sê saetan li hespê siwar dibe.
-Ê çend kîlo zeîf bûye?

27 juni 2019

Rewşa Wanê û kurd êdî xwe kurd nabînin



Li bajarê Wanê tevgera kurd ya netewî lê xurt e. Şêniyên Wanê jî belkî ji sedî 99ê wê kurd in.

Lê li gorî Abdullah Çîftçîler di twîtteke xwe da nivîsîye lewhe/tabêle û reqlamên nava bajêr û li ser dikanan ji sedî 99 bi tirkî, farisî û erbî ne. Ji sedî yekê reqlam û lewheyên Wanê ne bi kurdî ne.

Ez dibêjim belkî li tevayiya Wanê 4-5 lewheyên kurdî jî tunebin.

Çav derewan nake


Zalim ne tenê bi zulma xwe, bi kirinên xwe tên naskirin, ji çavên wan jî, ji awirên wan jî diyar e ew zalim in, bêûjdan û bêmerhamet in.

Çav derewan nake...

Di wext û zemanekî pir kevn da mîrekî pir zalim hebûye, çavekî wî cînciq(taxme) bûye. Lê çavê wî yê cînciq eynî wek yê saxlem, rastîn xuya kiriye, kesî nikanîbû ji hev bigeranda kîjan çavê rastî ye, kîjan yê cînciq e.

Rojekê ji şelafê xwe ra gotiye:

26 juni 2019

Tirkiye Kurdistana başûr gav bi gav bi xwe girê dide



Tirk dagirkirina Kurdistana bakur ji bo xwe hindik dibînin û li Kurdistana başûr û rojava jî li dû dagirkirina hin erdê din in, vê nêt û hedefa xwe venaşêrin, tim dibêjin. 

Tirk dibêjin di Şerê Yekê da neheqî li me bû, îngilîz û fransizan gelek der bi zor ji me stendin(tu dibêjî qey Kurdistan erdê bavê wan e), nuha em wan erdên me wenda kir bi paş da dixwazin.

25 juni 2019

Bi nivîsa xwe ya do min ji hinekan ra çê û ji hinekan ra jî xera kiriye



Her tim nivîsên siyasî nabe, xwendevanan diwestîne. Ji bo wê, ez di ber ra her roj heyranokekê û pêkenînekê jî dinivîsim û carnan jî nivîsên mîzahî.

Li gorî lêhatinê ye, dibê wezna wê were... 

Wek şexs ez ji mîzahê(humorê) pir hez dikim û gava wezna wê tê dikim, di kirinê da texsîr nakim.

Em ji texmîna xwe zêdetir xurt in...


Di jiyanê da hin dem hene haya meriv ji hêza meriv baş tuneye, meriv baş nizane hêza meriv çiqas e, kane çi bike û çi neke?

Lê hin bûyer hêz û qeweta meriv derdixe ortê, meriv bi hêza xwe, bi hukmê xwe dihese.

Meraq



Gulçîna biçûk ji diya xwe pirsî:
-Dayê tu çawa bi bavê min ra zewicî?
Jinikê berê xwe bi mêrê xwe da kir û got:
-Tu dibînî, keçik jî fêm nake ez çawa bi te ra zewicî me...

Yê xebatkar tim li karê ye


Ev xanima min jî zêde ji karkir e û ji paqijiyê hez dike; zêde nişmî ye. Zalimê vê havînê, van rojên xweş nahêle ez li hewşê xwe hinekî bidim ber rojê û rehet bikim. 

Her roj ji min ra karekî derdixe. 

Îro jî ji nişka ve dest bi paqijiya paceyan kir. 

Ji mecbûrî min jî xwe tevê kir. 

Min lê temaşe bikira du sê rojan ewê ruyê wê nekeniya.

24 juni 2019

Surprîzên însanan gelek in


Ev dinya dinyayeke belovacî û seroqûnî ye, wek sîya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî ye. 

Hin kesên berê pêşengiya kurdî dikirin, nuha bûne qelemşorên tirkî. 

Hin kesên berê Kurdistan, serxwebûn ji devê wan nediket, nuha bûne hewariyên demokrasiya Tirkiyê.

Bi qezenckirina Îmamoglu tiştek bi Erdogan nayê



Wek min texmîn dikir û berî hilbijartinan jî çend caran got, bi qezenckirina Îmamoglu tiştek bi Erdogan nayê, ewê Îmamoglu pîroz bike û jê ra serketinê bixwaze. Ewê bibêje berê hîle hatibû kirin lema me qebûl nekir. Lê îcar wa ye bi heqê xwe qezenc kiriye, ez wî pîroz dikim.

Tiştê Erdogan do piştî hilbijartinê got eynî ev e, ”got îradeya gel tecelî kir û ez Îmamoglu pîroz dikim.

23 juni 2019

Erdogan îcar serketina Îmamoglu qebûl kir



Wek dihat texmînkirin Ekrem Îmamoglu hilbijartin qezenc kir. 

Texmîna min jî ev bû, min tim digot Îmamoglu ewê qezenc bike, lê bi îhtîmaleke mezin dîsa jî ewê bibêjin Bînalî Yildrim qezecn kir.

Min bawer nedikir Erdogan serketina Îmamoglu qebûl bike.

Yê bela we ji kurdan veneke ewê bela xwe bibîne


Tu hêz, tu qewet ne ebedî ye, rojek tê kesê, pêlewanê herî xurt, herî bi hêz jî kal dibe û ji qewet da dikeve.

Wek vê, tu îktîdar jî ne ebedî ye, rojek tê îktîdara dîktatorê herî zalim û herî bi heybet jî bere, bere qels dibe û dû ra têk diçe. 

Yê nemir gel e, hêza gel e. 

22 juni 2019

Dibê em neyên lîstika dijmin


Îdîa rast be jî, derew be jî dibê kurdên Stenbolê guh nedin gotinên Evdila Ocalan. 

Ne ji bo vê carê tenê, tu carî dibê guh nedin gotinên wî. Çimkî ew tiştekî ji bo xêra kurdan nake û nabêje.

Ew êsîrekî di destê Tirkiyê da ye, merivekî girtiyê di destê dijmin da dibê nebe rêberê tevgerekê û miletekî. Partiyek siyassî, miletek dibê li gorî gotinên êsîrekî di destê dijmin da ye hereket neke, li devê wî nenêre.

21 juni 2019

Dibê em vî halê Diyarbekrê qebûl nekin !



Li Diyarbekrê, le dora  Çemê Dîclê, li rast û çepê Pira Dehderî gelek qahwexane û aşxane vebûne. Bi şev û roj, lê bi tayberî bi şevan pir qelebalix dibe.

Ji ber nuha havîn e, nava bajêr germ e, însan bi şev diherin li dora çem li wan park, çayxane û aşxaneyan rûdin, hinekî bîna xwe digrin, honik dibin.

20 juni 2019

Gelo şerê Amerîka û Îranê dike dest pê bike?



Îranê îro balafireke Amerîkayê ya bêpîlot li ser esmanê Tengava Hurmuzê xist xwarê. Vê yekê îhîmala Amerîka bersîveke leşkerî bide Îranê gelkî zêde kir.

Îran dibêje balafira Amerîkayê derbasî nava sînorên Îranê bûye û lema jî wan balafir xistine.

Lê Amerîka jî vê îdîa Îranê red dike û dibêje balafira wan li nav sînorên navdewletî da hetiye xistin.

Te li hev nexist



Du dîn li kêleka hewzekî(birkekê)rûniştibûn û bi avê dilîstin.

Yekî dendiyek şekir avêt ji nava hewz da û xwar bû û gulmek av jê vexwar. Dû ra tû kir, got elq...

Hevalê wî got:

-Çima te tû kir ?

Rojnamefiroş



Zarokekî kurd li Stenbolê rojname difrot. Rojnameya di destê xwe da li ba dikir û digot:

-Çapa duyem bi 100 hezar lîreyî…, çapa duyem bi 100 hezar lîreyî…

Yekî ji wir derbas dibû 100 hezarê xwe da, rojnameya xwe girt û çû. Lê piştî çend deqîqeyan bi paş da vegeriya û ji lawikê rojnamefiroş ra bi hêrs got:

19 juni 2019

Erdogan got heta Îmamoglu uzrê xwe nexwaze qezenc bike jî nikane were wî meqamî



Erdogan ji nuha da got Ekrem Îmamoglu qezenc bike jî heta ji waliyê Orduyê uzrê û ji miletê tirk xwe nexwaze nikane bibe serokê belediya Stenbolê.

Li gorî medyaya tirk dinivîse Ekrem Îmamoglu ji waliyê Orduyê ra ji bo ku nehîştiye ew here salona VIPê gotiye ”kûçik”!

Ekrem Îmamoglu vê îdîayê red dike, dibêje wî gotina ”kûçik” bi kar neaniye.

Êşa bindestiyê nayê kişandin !





Li Tirkiyê li Firokexaneya Stenbolê xortekî kurdê karkirê ewlekariyê bi navê Brahîm ji bo kurd bû û tim marûzî nîjadperestiya tirkan dibû îro xwe kuşt.

Ez pir pê êşiyam, Xwedê sebrê û metanetê bide dê, bav û malbata wî…

Vê rejîma irqçî û faşîst bi terora xwe psîkolojiya însanên me xera kiriye.

18 juni 2019

Gul bê stirî nabe


Îro(17/6) ez û lawikê xwe yê biçûk Rojen wek şêr û pilingan ketin hewşa xwe û me pel û pincarên hewşê çinî û sênca dora hewşê xweşik birrî.

Lê nuha jî ji hal da ketime, her dera  min diêşe.  Qayişkişandina bi xortan ra ne rehet e. Erê ez li xwe danînim kalîtiyê qebûl bikim, lê rastî ne wisa ye...

Çima em di vî halî da ne?


Heger hewqas kurdên xwefiroş nebûna berdevk û hevalên dijmin. 

Heger her şev bi sedan kurdî di telewîzyonan da şerê gelê xwe nekirana. 

Heger serok û siyasetmedarên me biaqiltir bûna. 

17 juni 2019

Dîndarên me çima wek yên xelkê ne nasyonalîst in?


Li bakurê Kurdistanê kesên sosyalîst, komunîst, şoreşger yanî kes û hêzên çep tu carî nebûne hevalên dewletê û partiyên tirk yên antî-kurd.

Li gorî îmkan û hêza xwe tim li dijî dagirkeriyê û partiyên sîstema dagirker micadele kirine û di vê rêyê da jî gelek êş azar kişandine, ketine zindanan û bi çol û çepelan ketine.

Bînalî Yildirim gotiye ewê hemû rojavayê Kurdistanê bikin Efrîn û erebên li Tirkiyê bibin wir

Bînalî Yildirim

Bînalî Yildirim çavê xwe berdaye dagirkirina hemû rojavayê Kurdistanê, gotiye ewê hemû Rojava bikin Efrîn û hemû erebên li Tirkiyê ne bibin li wir bi cî bikin. 

Boxe gotiye:

”Piştî hereketa Efrînê nêzî 500 hezar ereb bi paş da vegeriyan. Dema rojhilatê Ferêt were paqijkirin hemû ewê bi paş da vegerin.”

Mahcirên bêkok dixwazin kurd jî wek wan xwe înkar bikin


Li Tirkiyê kesên bêesil, ilim jî mahcir û bêjîyên balkanî û kafkasî qet ji kurdan hez nakin, gava navê kurdan hil didin nabêjin kurd, dibêjin ”yên bi koka xwe kurd...”

Ew bêkok in, baş nayê zanîn ji ku ne û bêjîyên kê ne. Ji eslên xwe, ji kokên xwe fedî dikin, naxwazin kokên wan were zanîn.

16 juni 2019

Xwezî ji nava me jî Don Kîşotek derketa


Şair, nivîskar û xweşbêjê polonî yê bi nav û deng Stanisław Jerzy Lec, li ser fersendê, lêhatinê gotiye ”Don Kîşotê biaqil li bende hatina bayê minasib dimîne.” 

Ji bo hatina bayekî minasib me kurdan pir pa. Û ew ba jî li başûrê Kurdistanê bi şerê Îraqê û Îranê û Amerîkayê ra û li Rojava jî bi şerê Sûriyê û Daîşê ra hat. 

Bi gotineke din li Îraqê û li Sûriyê bayê ev sed sal in em li bende bûn hat, yanî ji me ra piçekî be jî li hev hat...

Heger em biaqil bin weleh ji me ra li hev hatiye



Heger em hinekî biaqil û jîr bin weleh Xwedê ji me ra hinekî li hev aniye, îcar dora me ye.

Lê gerek em bi Amerîkayê ra tu carî nabêna xwe xera nekin, bêyî destega Amerîkayê em nikanin xwe li hemberî van hovan biparêzin.

Ji ber ku Amerîka û Îsraîl dostî û hevalbendiya me dikin agir ketiye dijminên me, ji hêrsan dev li kevir û daran dikin, porê xwe dirûçikînin... 

15 juni 2019

Kurdistan navê welatê me ye û kes nikane biguherîne



PAKê û PSKê do êvarî li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi çend dost, heval û piştgirên xwe ra şevbêrkek xweş çêkirin.

Hevalên herdu partiyan bi kurtî qala netîceyên hilbijartinên 31ê adarê û doza girtina PAKê û PSKê kirin. Di vî warî da agahdarî dan kesên beşdar.

14 juni 2019

Hûn çi şelafiyê bikin jî vala ye...


Li hemberî gotinên namzedên belediya Stenbolê û beyanên siyasetmedarên tirk yên li ser kurdan meriv matmayî dimîne.

Ji bo rayên kurdan bigrin her şelefiyê, her derewê dikin.

Bînalî Yildirim gotiye "kurd wefadar in !"
Kurd wefadar in lê ne bêmeju ne jî...


Kurd nuha bûne " kurdên hêja û giranbuha" !

Ji wan wetnê kurd bêhafize û totikvala ne, ew çi bibêjin kurd ewê bawer bikin...

13 juni 2019

Êdî hûn nikanin dijminatiya xwe veşêrin



CHP beşdarî merasima sondxwarina Nîçîrvan Barzanî nebû. Ev yek helbet şêleke siyasî ye, îspata dilnexwaziyê û dilreşiyê ye.

Piştî 3 rojan Kemal Kiliçdarogluyê tirkê xoresanî bi telefonê Nîçîrvan Barzanî pîroz kiriye.

Însan teyrekî bêper û bêbask e...



Xoce Nisredîn her şev li aliyê çepê xanima xwe radiket. Şevekê ciyê xwe guhert, îcar çû li aliyê rastê yê xanimê ket nava nivînan. Bîstek derbas bû ji jina xwe ra got:

12 juni 2019

Îcadên van "gawiran" hiş serê meriv dibe


Bi rastî ”gawir” camêran pir biaqil in, tiştên wer îcad kirine aqilê me misilmanan nagire.

Çimkî aqilê me misilmanan kêm e, ji xwe aqilê me jî bi qasî yê wan hebûya, nuha em jî wek wan bi pêş ketibûn û di nava refahê da dijiyan, em ne birçî bûn. Me yê bi milyonan xwe navêta bextê wan. 

Lema normal e aqilê me îcdan wan negire...

Di hilbijartina 23ê hezîranê da dibê kurd li Stenbolê kolektîf hereket bikin !

Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu


Li Tirkiyê zulma li me kurdan dibe ne şexsî(ferdî) ye, kolektîf e, ji bo ku em kurd in dewlet û tirk zulmê li me dikin, me terorîze û dîskrîmîne dikin.

Îcar madem bi hawakî kolektîf, yanî  ji bo ku em kurd in zulm li me dibe, dibê em hemû kurd jî di hilbijartinên belediya Stenbolê ya 23ê hezîranê da kolektîf, yanî bi hev ra, bi tifaq hereket bikin.

Em nikanin kesî bi zorê bikin kurd !


Hin kesên ezdî, elewî ya jî ji kurdên sunî dibêjin ew ne kurd in, hinek xwe dikin tirk, hinek xwe dikin ereb û hinek xwe dikin êrmenî ya jî tiştekî din.

Bi baweriya min kes nikane kesî bi zor bike kurd, yê xwe kurd nehesibînî bi eslê xwe kird be jî êdî ne kurd e. 

Kî xwe çi dihesibîne ew e, em nikanin kesî bi darê zorê bikin kurd û ne rest e jî.

11 juni 2019

Tiştê hat serê çermsoran kane were serê me kurdan jî




Çermsorekî emerîkî li ser asîmîlasyonê gotiye:

”Ji bo ku em kanibin li vê dinyayê bijîn dibê em zimanê merivê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji ruyê dinyayê wenda nebin, dibê em zimanê xwe fêr bibin.” 

Camêr çiqasî rast û xweş gotiye.

Lê çi heyf tiştê kalê, fîlozofê çermsor jê ditirsiya hat serê gelê wî, bi rastî wek çermsor ji ruyê dinyayê wenda bûn.

Kes bi miriyan ra nakeve gorrê


Di ser wefata dayika min ra 6 roj derbas bûn. Me li Diyarbekrê û li Stockholmê şîna wê çê kir. 

Him li Diyarbekrê û him jî li Stockholmê gelek nas û dost û heval hatin şîn û er serxweşiya me.
 
Yên nikanîbûn werin telefon kirin, mesaj şandin...

09 juni 2019

Me îro xatir ji dayika xwe xwest !



Îro  me şîna dayika xwe li Stockholmê danî û bi çend nas, dost û hevalan ra cara dawî xatir jê xwest.

Dil dixwest ez li Diyarbekrê bûma, lê nebû. Min li xerîbiyê şîna wê kir…

Dost û hevalên çê wek şûrê Şamê ne, wek zêrê zer in, di rojên giran da ji meriv ra lazim dibin.

07 juni 2019

Li ser navê min û hemû malbata Xamo spasiyeke ji dil !


Bi minasebeta wefata dayika min gelek nas, dost û hevalan mesajên sersaxiyê şandin, telefonî min kirin, gelek heval hatin mala min û bîna min fireh kirin, hemû bûn heval û şîrkên êş û xemgîniya min û malbata me.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû xweşik û birayên xwe û malbata Xamo spasî we hemûyan dikim.

06 juni 2019

Mirin !


Li vê dinya derewîn ji bo her bebderuhî heqîqetek tenê heye, ew jî mirin e. Do heta danê nîvro dêya min hebû, îro tuneye.

Diyarbekir êdî ji bo min hêlîneke xerabûyî ye...

Ji îro û pê da dayikeka tiştan jê bipirsim, li gotin û duayên wê yên dirêj, yên min qet nebihîstibûn guhdarî bikim tuneye. 

Terka min kir û çû.

05 juni 2019

Nuha ez mam sêwî

Dayika min Efra Xamo

Dayika min îro ez sêwî hîştim û çû...

Efra Xamo, şîrîna li ber dilê min, dayika min a zana, cefakar û wefadar, xanima cimatan, jina rojên giran, xanima Bûboyê Xamo û dayika 7 kurdperweran Zinarê Xamo, Cemîle, Fûad, Metîn, Mehmet Berzan, Serwet û Faîk Kûmrûaslan îro li Diyarbekrê wefat kir.

04 juni 2019

Ev beyana serokê Belediya Bedlîsê ji daxistina lewheyê xerabtir e



Ji bo ku serokê belediya Bedlîsê lewheya belediyê ya bi kurdî rakiribû gelek rexne lê hatin girtin, min jî li ser vê mijarê nivîsî. 

Di medyaya sosyal da piştî zêdebûna rexneyan, serokê belediyê Nesrullah Tanglay, li ser mijarê di sîteya belediyê da beyanek belav kiriye. 

Beyana serokê belediyê ji bo me kurdan ibreteke mezin e.

Felsefa tirkan tirs û tirsandin e !


Li Tirkiyê sîstem li ser tirsê ava bûye û tirsê û tirsandinê dimeşe. Do Erdogan ji generalan ditirsiya, îro general ji Erdogan ditirsin.

Do Erdogan li hemberî generalan diket hazirolê, îro general li hemberî wî dikevin hazirolê û bi xwe da dimîzin.

Nahêle bigrî



Egîd bala xwe dayê hevalê wî di quncikekî qahwexanê da rûniştiye û mirûztahl û xemgîn xuya dike.Çû balê, silavek dayê, bi meraq got te xêr e, çi qewimî ye?
Mêrik kelogirî bû û bi hîskînî got:

03 juni 2019

Trump bersîveke giran da serokê belediya Londonê yê musilman



Serokê belediya Londonê Sadiq Khanê pakîstanî û dilsozê Daîşê û îslamîstan di TVya Sky Newsê da serokê Amerîkayê Donald Trump wek merivekî faşîst îtham kiriye û gotiyê, dibê ”hukûmeta me xaliya sor ji Trump ra ranexe.”

Li nexweşxaneyeke Diyarbekrê bi 6 zimanan tercuman heye lê bi kurdî tuneye



Li nexweşxaneyeke Diyarbekrê bi 6 zimanan xizmeta wergerê (tercumaniyê)didin, lê tenê ji bo zimanê kurdî tuneye.

Mamoste Abdulkadir Kuçukbayrak di facebooka xwe da gotiye çend roj berê li Diyarbekrê rêya wî bi nexweşxaneyekê ketiye. Nivîseke bi dîwêr va bala wî kişandiye. Di nivîsê da bi tirkî dibêje:

”Wezareta Tenduristî, xeta tercumaniyê: 0850 288 38 38 
Heft rojan, rojê 24 saetan bi 6 zimanan: îngilîzî, fransî, erebî, rûsî, almanî, farisî xizmet tê dayin.”

02 juni 2019

YNK bi Mam Celal ra çû gorrê !



Însan ji dayika xwe dibe, mezin dibe û rojekê jî dimre.

Partiyên siyasî jî wek însên in, rojekê çê dibin, demakê dijîn û dû ra şertên hebûna wan ji ortê radibin û wek însên ew jî dimrin, diçin rahmetê.

Yanî partiyên siyasî jî wek însên ne nemir in, ne ebedî ne…

Xapandina merivan bêexlaqî ye


Îdeolojî û siyaseta fanatîk hin kes pir bêexlaq kirine, kirine sextekar, kalpazan. 

Çend roj berê li ser Ferhad Pîrbal xeberek û vîdeoyek belav kirin. Di xeberê da dihat gotin hinekan lêxistine û serê wî şinandine. 

Min jî bûyer şermezar kir, min got zorbatî, serîşikandin ne rast e...

01 juni 2019

Serîşikandin karê merivên zorba ye



Ez nizanim kê û ji bo çi li Ferhad Pîrbal xistiye, ew xistiye vî halî .
Kê kiribe pir bêexlaqî kiriye...
Sebeb çi be jî meriv vê zulmê li nivîskar û ronakbîrekî xwe nake. Heger dîn e meriv li dînan naxe.

PARVE BIKE