20 juni 2019

Gelo şerê Amerîka û Îranê dike dest pê bike?



Îranê îro balafireke Amerîkayê ya bêpîlot li ser esmanê Tengava Hurmuzê xist xwarê. Vê yekê îhîmala Amerîka bersîveke leşkerî bide Îranê gelkî zêde kir.

Îran dibêje balafira Amerîkayê derbasî nava sînorên Îranê bûye û lema jî wan balafir xistine.

Lê Amerîka jî vê îdîa Îranê red dike û dibêje balafira wan li nav sînorên navdewletî da hetiye xistin.


Serokê Amerîkayê Donald Trump, di twîtteke xwe da dibêje ”Îranê bi xistina firokeya Amerîkayê ya bêpîlot şaşiyeke pir mezin kir...”

Li ser pirsa rojnamevanan gelo Amerîka ewê bersîveke çawa bide Îranê?, Traump gotiye ”di demeke nêzîk da ev yek ewê zelal bibe.”

Ev beyana Donald Trump tê maneya Amerîka kînga be kane li Îranê xe. Yanî pir ne dûr e Amerîka îro, sibe ya jî di demeke nêz da li Îranê xwe. Îcar ev bersîv ewê çiqasî mezin û berfireh be ji nuha da texmînkirina wê zor e. Lê bi baweriya min Amerîka ewê vê tirrê ji Îranê ra nehêle, ewê lêxe...

Li gorî medyaya cîhanê dinivîse Donald Trump, Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî John Bolton û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan di civînê da ne, ewê bersîveke çawa bidin Îranê gotûbêj dikin.

Diyar e Tirkiyê fêm kiriye rewş krîtîk e, îhtîmala Amerîka li Îranê xe pir zêde ye, lema Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro ji nişka ve çû Îranê. 

Çavuşoglu dixwaze şîretan meleyên Îranê bike, aqil bide Îranê  ji bo ku serhişkiyê neke û rê li ber êrîşa Amerîkayê bigre.

Tirkiyê di wexta xwe da xwestibû Seddam jî xdelas bike. Tam di arîfeya şer da qasid li ser qasid dişand ba Seddam ji bo ku ji Kuwêtê vekişe û şertên Amerîkayê qebûl bike. Nuha jî dixwazin meleyên faşîst yê Îranê ji êrîşa Amerîkayê biparêzin…

Lê Amerîka van hewildanên tirkiyê dibîne û li ba xwe not dike. Ev serdana Çavuşoglu ya Îranê sicîla Tirkyê xerabtir dike.

Pûtîn jî îro li ser dijayetiyên nabêna Îranê û Amerîkayê da beyan da û got dibê Amerîka êrîşî Îranê neke, şer ewê gelek aloziyan bi xwe ra bîne.

Bi kurtî Pûtîn jî fêm kiirye Amerîka ewê vê quretiya Îranê bêbersîv nehêle, lema jî dixwaze rê li ber êrîşa Amerîkayê bigre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE