31 mars 2021

Bahçelî dixwaze Mahkima Qanûna Esasî were girtin

Devlet Bahçelîyê mejukurmî gotiye:

”Ne girtina HDPê tenê, girtina Mahkimeya Qanûna Bingehîn jî dibê êdî bibe hedefa me.”

Ewê pir baş bibe, ji xwe hebûna wê formalîteye, tenê nav e, were girtin baştir û rasttir e.
Lê ew tenê, dibê mahkime giş werin lewxkirin. Gerek li Tirkiyê mahkime tunebe. Tirk ne layiqî dezgeheke wiha ne. Pûlis û leşker tenê hebin bes e.

Ew Gandîyê miletê kurd bû...

 



Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî şehîdên nemir ên kurd û Kurdistanê ne, ewê tim di dilê miletê kurd da bijîn !

Pêşewa Qazî Mihemed, serokê Komara Kurdistanê, wezîrê parastinê Seyfî Qazî û birayê Qazî Mihemed Sadrî Qazî di 31ê adara 1947a da li Mahabadê, li Meydana Çarçira ji alî rejîma şahîtiyê ya xwînxwar ve hatin îdamkirin.

30 mars 2021

Erdogan dîsa xwest tirk xwe birûçikînin

Erdogan ban tirkan kiriye, gotiye alîkariya dewleta xwe bikin, çi pere û zêrê we heye têxin ekonomîyê, xizmeta dewletê.

Tirkiyê top avêtiye, kasa dewletê vala kirine. Reîs dîsa bi parsê ketiye, dixwaze tirk xwe birûçiînin, pere û xişrên xwe bididin dewletê.

128 milyar ji kasa dewletê wendaye, hela perê we diziye berê hûn bidin dewletê, dû ra ji xelkê bixwazin.

29 mars 2021

Em gelkî westiyan lê hêjayî westa me bû

Tahmîrat qediya, hundur xweş bû, lê belê ez û xanim jî qediyan. Hal di me nema.

Ev pênc roj in li mala me karkir dixebitin, em odeyên herdu xortan û salaona jor tahmîr dikin. Teqereqe wan e, mal tevlihev e. Hundur boyax dikin, dadikevn jêr û jor.

Wesyet

Dibêjin kûçikê yekî mir, bir li goristanê veşart. Yên ew dîtin çûn li ba qadî lê gilî kirin.

Qadî ji bo ku asasê meselê fêr bibe, ban mêrik kir û mesele jê pirsî.

Mêrik got:

28 mars 2021

Hesinê neyê xebitandin zengarî dibe

Heger hûn ji xwe hez dikin, heger hûn dixwazin siheta we li cî be û ji vê dinê zû bar nekin wexta xwe vala, bedilhewa derbas nekin, karekî bikin, xwe bi tiştekî bibilînin.

Heger hûn wek min teqwid in, naçin kar, li mala xwe ne; bixwînin, binivîsînin, li muzîkê guhdarî bikin, sporê bikin, derkevin derve bimeşin, karê malê bikin, xwarinê çê kin, nan lêxin, dûzanekê bidin kitêbên xwe, yanî xwe bi tiştekî mijûl bikin, bira mejiyê we fêrî tembeliyê nebe.

Nivîskarê kurd gerek bi tirkî xwe bi kurdan nede naskirin

Hin kes hene bi kurdî dinivîsin, lê bi rastî ne dildarê kurdî ne, bi zimanê kurdî ra ne samîmî ne, çavên wan tim li tirkî ye, dilên wan bi tirkî ra ye.

Gava keysê dibînin, gava maneyek çê dibe bi dil û can xwe davêjin ser tirkî. Yanî tu carî qîma xwe bi kurdî naynin, dibê carnan tim tirkî jî di bera kin, ya na sebra wan nayê.

Heger ne wisa bûya di her fersendê da ewê dest navêtana tirkî, ewê xwe bi tirkî nedana naskirin.

27 mars 2021

Dinya ne milkê kesî ye

 

Prof. Qedrî Yildirim

Kes ji vê dinya derewîn zindî dernakeve, her kes li bende roja xwe ye, hinek tên, hinek diherin. Her kes bi viya zane.

Lê belê çaxa hin mirin zû tê, ji nişka ve li deriyê meriv dixe, a ew meriv pir dêşîne, bi meriv pir zor tê, meriv naxwaze qebûl bike.

Lema jî wefata mamoste Qedrî Yildirim ne malbata wî tenê, kurd hemû xemgîn kirin.

26 mars 2021

Marîfeta şîr

Zavayê nuh piştî daweta xwe bi çendakî nexweş ket. Bavê jê ra got lawê min şîr vexwe, şîr pirr baş e. Şîr derman e.

Lê lîwik tim got ez ji şîr hez nakim, venexwar.

Bavê got:

Hevaltîya bi dijmin ra ne şeref e !

 Kongreya AKPê qediya. Erdogan ji kurdan hin zilamên nuh li yên xwe yên kevn zêde kirine.

Orhan Mîroglu ji ber ku zilamekî dewletê yê sadiq e, Erdogan ew neqewitandiye, dîsa wezîfeyeke xulamtiyê dayê. Nexwestiye rişma wî ji destê dewletê berde.

Mahmût Ovurê kurperwerê berê, bi kêfxweşî û zimanşîrîniyeke mezin qala kurdên ketina îdareya AKPê kirine. Fena ku bi zilamtiya dijmin ra tiştekî pir baş kiribin.

25 mars 2021

Dibê meriv guh nede virên medyaya Tirkiyê

Hukûmeta îslamî-faşîstên tirk li ser kurdan çi bibêje jê bawer nekin, giş vir û bêbextî ne.

Neyartiya kurdan tirkên îslamî, faîşîst, kemalîst, nasyonalîst giş kirine kûreya derewan, ji bo ku kurdan zeîf bixin, reş bikin her derewê, her bêbextiyê ji xwe ra mubah dibînin.

Hedefa gişan îmhakirina me ye, dibê em li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, tim û tim bindest bin û hêdî, hêdî bihelin, li dinyayê kurd nemînin.

24 mars 2021

Dua pere nake

Sofî çûbû himamê, pitî ku xwe têr şuşt û veşuşt, dor hatibû peredayinê. Destê xwe avêt bêrîka xwe, kîsê peran tuneye.

Himamcî jî merivekî zalim bû, got ya tu yê heqê himamê bidî ya jî ezê kincên te ji te bikim û te şût tazî berdim der.

Sofî çuqas rica kir, li ber geriya, pere nekir, mêrik her got darê min û ne tiştekî din.

Her însanê bi xîret welatê xwe diparêze


Mahkimeyeke Tirkiyê ya tiroviro cezayê muebetê daye şepala kurd Çîçek Kobanî.

Çima ev babarî?

Çîçek Kobanî çi bi Tirkiyê û tirkan kiriye?

Ji ber ku welatê xwe, bajarê xwe, mala xwe parastiye vê zulmê lê dikin.

23 mars 2021

Tavê îro em îhya kirin

 


Wey mala Xwedê ava be, me îro rojeke bi tîn dît. Îro Stockholm 12 derece germ bû, piştî gerra xwe, me qahwa xwe çê kir û min û xanimê li hewşê xwe da berberojk.
Ji zû da ve ye em li bende rojeke wiha bûn. Lê kêfxweşiya me tenê îro ye, sibe dinya dîsa ewê sar be.

Tava buharê gelkî xweş e, meriv di xew ra dike..

Çaya bêkevçî

Cara pêşî bû mêrik lawê xwe yê dergîstî bi xwe ra dibir mala xwezûrê wî. Lema jî dibê hin şîret û temî li lawê xwe bikira, ji bo ku li ba xezûrê xwe, bavê xwe şermezar nekira. Dest bi şîretên xwe kir, ji lawê xwe ra got:

-Lawê min, baş guh bide bavê xwe, ev cara pêşî ye tu diherî mala xezûrê xwe, dibê tu pirr baqil bî, sergiran bî û qet nepeyive. Bira nebêjin zavê me yekî devbelaş e.

22 mars 2021

Evîn sultanan jî dike koleyê evîndara xwe

 


Abdulhemîdê II. Her kes nas dike, lê belê Abdulhemîdê I. kêm kes nas dike. Di vê nivîsa xwe da ezê çend nameyên Sultan Abdulhemîdê I. pêşkêşî we bikim.

Evînê padîşahê osmanî Abulhemîdê I. kriye koleyê carîyeyekê, Rûhşah xanimê.

Di harema Abdulhemîdê I. da jî wek padîşahên osmanî yên din gelek cariye hebûn. Lê ew herî bêtir bi ser Rûhşah xanimê da miribû û wê jî zalimê rû nedayê Sultanê reben
Rûhşahê nehîştiye nigê Sultanê Osmanî bi nav nivînên wê bibe û bi sîng û berê wê yê gewr û boz şa bibe.

Rojnamevan gerek nebin sebebê girtina xortan

Di Newroza Diyarbekrê da hin kesan, hin kanalên telewîzyonan mîkrofon dane ber devên xortan, xwestine ew hestên xwe, fikrên xwe bibêjin.
Xortan jî çend gotin û şîarên kurdperwerane gotine, hinekan kerba dilên xwe kirine der.
Û ev dîmen û gotinên xortan di telewîzyon û di medyaya sosyal da belav kirin.
Ev yek bûye sebebê pûlisên tirk 100 xortî bigrin. Jê 35 kes berdane, lê 65 hîn girtî ne.

21 mars 2021

Bîranînên xayinekî

 


Kitêba ”Bînbaşi Kasimin Hatiralari” min îro qedand. Li ser Serîhildana Şêx Seîd, şiklê têkçûna wê, girtina Şêx Seîd û têkiliya Bînbaşî Qasim bi Hereketa Azadî û Serîhildanê ra gelek agahiyên hêja û belgeyên ji zebtên mahkimê hene.

Yê bixwaze li ser Serîhildana Şêx Seîd bibe xwedî zanînên rast û belgeyên saxlem, ev kitêb çavkaniyeke hêja ye.

Tasek ceh

 Mele di şînê da şîret li cimatê dikir, digot:

-Mêrikê misilman gere tu carî bêbextiyê û derewan neke, malê xelkê nexwe û ji nimêj û rociya xwe nemîne. Çimkî meriv li vê dinyê çi biçîne, merivê li wê dinyê jî wiya biçine.

Li ser vê nutqa sofî, ji cimatê yekî got:

Newroza we pîroz be!

 


Newroza we pîroz be ey miletê fgîd û canfîda !

Newroza îsal li her çar perên Kurdistanê bi coşeke mezin hat pîroz kirin.
Li Diyarbekrê, li Wanê, li Batmanê, li Mêrdînê, li Colemêrgê, li Dêrsimê, li Cizîrê, li Gewerê, li Stenboêî û li gelek bajarên din û li her çar perçên Kurdistanê bi milyonan însan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê îsal bûn û Newroza xwe bi dilşadî pîroz kirin.

20 mars 2021

Tolika me xwe gîhand Stockholmê

 


Îşev şîva me tolik e, 41 sal e min tolik nexwariye, îşev bû qismet, emê bixun.

Xanimê do baqek tolik anî. Ez pir kêfxweş bûm. Min got wele te pir baş kir, piştî 41 sal dûriya ji welêt, li Swêd jî ezê tolika sitran li ser hatine gotin bixum.

Li Tirkiyê qanûn emrê Erdogan e

Bi qerarnameya serok Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Êdî kuştin û lêdana jinan serbesttir e, bêceza ye.

Huqûqzan dibêjin efendim ev bêqanûnî ye, Qanûna Bingehî mafekî wiha nade serokkomar, ew nikane vê peymanê betal bike.

Xwedê ji we razî, ma li Tirkiyê qanûn maye, hal maye?

19 mars 2021

Ricayeke min ji partiyên kurdî heye !

Ricayeke min ji partiyên kurdî heye, bira belavok û beyanên we kesên bi kurmancî zanin bixwînin.
Kesên kurmanciya wan baş e bira bi medyayê ra bipeyivin. Kesên kurmancî baş nizanin û nikanin tekstekê serbest bixwînin, bira beyanên we nexwînin.
Dema li hemberî kamareyan yek nikane beyanekê, tekstekê bixwîne, him ji bo wî şexsî û ji bo jî ji bo partiyan ne xweş e, bi vî hawî kurmancî bêîtîbar dibe, madê meriv ji zimanê meriv digere. Eyb e wisa nekin !

Rû bikene jî dil xemgîn e

 


Tiştekî pir xerîb û ecêb e, kî rismê meriv digre dibêje ”bikene”, hinekî bimizice. Tu risimkêş, tu carî nabêje mirûzê xwe tahl bike, kelogirî bibe, bigrî !
Kî be jî dixwaze meriv di risim da rûliken be.

Ev risim li mitpaxa mala me hatiye girtin, kê girtiye, kînga hatiye girtin ez nizanim. Îro lê rast hatim, di van rojên xembar da kêfa min ji vê rûkeniya min ra hat.

Ji bo ku meriv li dijî zulma li mebûsên HDPê dikin derkeve ne şert e meriv hevalê wan be


Ji bo ku meriv li dijî zulm û nehqiya li parlamenter û endamên HDPê dibe derkeve ne şert e meriv endamê HDPê be û siyaseta wê biparêze.

Ez ne endam û dilxwazê HDPê me, min tu carî jî raya xwe nedaye HDPê û kêfa xwe ji siyaseta wê ra neanîye.

Ez tim li dijî HDPê û partiya Tirkiyê bûme. Di hilbijartinan da min gotiye dibê kurd piştgiriya HDPê nekin.

18 mars 2021

Tu guh nedî girîyê min

Dawet bû, berbuyan bûk derdixistin. Bavê bûkê bala xwe dayê keça wî kûre kûra wê ye digrî. Bav e, dilê wî xera bû. Çû ba keça xwe, bi henûnî jê ra got:

-Keça min, heger ne bi dilê te ye ji bavê xwe re bibêje, ez te nadim.

Bûkê bi hîskînî got:

Bi duakirinê em ji vî halî xelas nabin

Kurtankirê bajêr (hostê palikê keran, qantiran û bergîran çê dike) mir, hosteyekî nuh ket dewsa wî, karê wî domand.

Lê hosteyê nuh yekî xeşîm bû, nizanîbû kurtanên baş çêkira, kurtanên çê dikirin ji yên hostê berê xerabtir bûn.

Ji ber kurtanên wî yên xaro-maro kerên bajêr perîşan bûn, çimkî kurtanên wî li pişta keran dixist, pişt li hemû keran kurmî kiribû. Ji ber birînên kurtên tebatî nedihat keran.

Rojekê kerên bajêr giş li hev civiyan, dest bi duakirinê kirin, gotin:

17 mars 2021

Heger kesên bi kurdî dinivîsin ne nivîskarên kurd in, nivîskarên kê ne?

 

Taha Xelîl

Rojnamevan û şairekî bi navê Taha Xelîl, di malpera Xwebûnê da, li ser pirsa ”gelo romana kurdî heye?”
Gotiye: ” Dîsa dibêjim romana kurdî tuneye, lê çend romanên kurdî hene.”
Viya bû wek hokus pokusa sihêrbazan, him ”romana kurdî tuneye”, him jî ”çend romanên kurdî hene.
Ev çawa hesab e min fêm nekir. Tiştê ez zanim bi sedan romanên bi kurdî/kurmancî hene. Em qala yên soranî, zazakî û lehçeyên din nakin.
Lê diyar e li gorî mîtroya Taha Xelîl ya edebî ew tişt-miştên pelapûçî ne, lema jî wan ra wek roman nabîne.

HDP gerek parlamenterên xwe yek bi yek teslîmî guran neke

Tirkên îslamî û faşîst parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu jî ji parlamenteriyê xistin. Nuha jî ewê wî bigrin û têxin zindanê.

Tirk êdî naxwazin kurd di parlamentoya wa da hebin, lema jî kurdan û tirkên bi wan ra ji parlamentoya xwe davêjin û dû ra jî zindan dikin. Dema mazûban derîyê xwe li meriv girt, dibê meriv jî bi zor neçe, nebe mîvanê kesê meriv naxwaze.

Lê HDP eksê wê dike, bi parlamentoya tirkan ve zeliqîye, bûye qîr û jê naqete. Çima giş bi hev ra îstîfa nakin ez fêm nakim.

16 mars 2021

Navên wan cihê bin jî fikir û îdeolojiyên wan yek e

 


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, kurdê eslê xwe înkdar dike û dibêje ew tirkekî xoresanî ye û ji Erdogan bêtir tirk e, li dijî rakirina ”sonda xwendekaran” ya irqçî, faşîst derketiye; ji bo Devlet Bahçelîyê faşîst li dijî rakirina sondê dernakeve ew rexne kiriye, gotiye di vê sondê da irqçîtî tuneye, heger CHP were ser hukim ewê vê sondê bi paş da bînin.

Her zimanek meriveke

Ziman

Armanc
Jimar 95-96

sal 1989

Li ser ziman û zanebûna zimanekî gelek wecîz hatine gotin. Mesela, hatiye gotin:
-Ne ew zimanê wî ba wê qijikan çavê wî derxista.
-Ziman him dost e, him dijmin e.
-Ziman kilîta dilan e.
-Zimanê şîrîn mar ji qulê derdixe.
Ya jî:
-Zimanek merivek e, du ziman du meriv in.

Miletê kurd ewê tu carî jenosîda Helebceyê ji bîr neke


33 sal berê, roja 16ê adarê, rejîma Seddamê dîktator, zalim û zebanîyên baasî jahrî bi ser Helebceyê da barandin.

Di vê kîmyabaranê da 5-6 hezar însan kuştin, bajarek wêran kirin, bi hezaran seqet bûn.
Em jenosîda Helebceyê tu carî ji bîr nakin. Şehîdên Heleceye bi hurmet bi bîr tînim.
Ji ber epîdemiya coronayê me îsal jî ji bo Helebceyê bi kîtlewî tu civîn û bîranîn nekir. Li Swêd nahêlin zêde însan li hev kom bibin. Sala çûnî eynî tişt bû, me dîsa merasima bîranîna Helebceyê çê nekir.

15 mars 2021

Erdogan li Yekîtiya Ewrûpayê dîsa hat xezebê !


Erdogan dîsa Yekîtiya Ewrûpayê pir sert, pir xerab, pir cidî tehdît kiriye, gefên mezin lê xwariye, gotiye me Ewrûpa ji terorê parastiye, heger Yekîtiya Ewrûpa li dijî PYDê dernekeve û ”di mesela koçberan da barê ser milê me sivik neke, ewê pêlên koçberiyeke nuh berbî Ewrûpayê dest pê bike.”

Erdogan ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye li dijî kurdan rabe û piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê bike, heger Ewrûpa viya neke, ewê jî dîsa derîyên sînoran vekin û bi milyonan koçber bişînin ser Ewrûpayê.

Bingehê avabûna Tirkiyê xerabeye


Fîlozofê îngilîz
Thomas Hobbes gotiye, ”Li ser bingehekî ne saxlem çiqas tişt werin avakirin, felaket jî hewqasî mezin dibin.”

Gotineke pir rast e. Ji bo ku Tirkiye li ser asas, bingehekî saxlem ava nebû; li ser bingehekî dagirkeriyê, nîjadperestiyê û jenosîdan ava bû felaketên bi xwe ra anîn jî pir mezin in.
 
Ev bingehê Tirkiyê yê qelp, ne saxlem bû sebebê êsîrî, koçberî, trajedî, şer û qetlîamên pir mezin.

Deşta Mûşê

Dilê mêrik ji zûda ve bû hevrîşkekî rûnênivîşk dixwest. Lê jinikê bêînsafî dikir, nedidayê. Êvarekê ji jina xwe ra got:

-Xatûn, sibê zû rabe ji min ra hevrîşkekî hazir bike, ez rêwî me, ezê herim Mûşê.

14 mars 2021

Wele tirkan em pir pîs kirine

Tu bala xwe didî medyaya sosyal derdek e, tu bala xwe nediyê derdeke.
Tu li malperên kurdî yên xeberan binêrî, bixwînî derdek e, tu lê nenêrî, nexwînî derdek e.
Tu berê xwe didî kîjan malperê, kîjan parvekirinê, kîjan qanala telewîzyonê tu poşman dibî, tu rastî dîmenekî pir nexweş, hevpeyvîneke bi yekî bênamûs ra, xebereke te merezarî dikî tê.

Wey li min !

 Bûk çû mala bavê xwe zeyîtiyê. Bavê jê pirsî, got:

-Keça min, ma li gund çi heye, çi tune ye ?

Keçikê got:

-Wele tiştekî xerîb tuneye. Tiştê xerîb, zavê te Biro bû muxtarê gund.

Di teşbîhê da xeta tuneye ...

Li Tirkiyê mudaxela generalên faşîst ya 12ê îlona sala 1980î wek ku tê gotin zirar neda her kesî, gelek kesî jî jê karek mezin dit; ji wan ra bû wek "toto", ya jî wek bilêteke "millî pîyango" lêxe.
Ew kesên heta şeva 12ê îlonê bes "peyê" mala xwe û li ser karê xwe bûn, diçûn mekteba xwe, ya jî li kuçeyan tirral tirral digeriyan û jiyanek bêdeng û basît derbas dikirin, piştî 04.00e şeva 12ê îlona 1980î jiyana wan hat guherandin, bi carê da (bi derbekê da) deriyê "şairîyê'' û "niviskariyê" li wan vebû û bûn "ronakbirên" gelê kurd ...

13 mars 2021

Dibê em zarokên xwe ji xwendina kurdî mahrûm nekin

Wek dê û bav dema zarokekî meriv tê dinyayê, meriv mecbûr e navekî lêke, dema mezin dibe bişîne dibistanê û wî/wê fêrî xwendin û nivîsandinê bike.

Ev yek ne lutuf û ne jî fedekarîyeke, bi vacayî vatiniyeke dê û bavîtiyê ya mecbûrî ye.

Yê me kurdan her çiqas li welatê me ev îmkanên me tunebin jî, lê li Swêd pir hindik ev îmkan û maf ji bo me jî heye. Lema jî divê em kurd jî vî mafê xwe bi kar bînin.

Serîyê bêmeju

 Mêrikê qera her ku diçû malê jina wî pê ra dikir şer, digot:

-Nebixêr nebala, tu dibê qey li dunyayê karekî din nema, çû ji min re bû qera. Ez rebena xwedê êdî di ber şuþtina kincên te yên ardîn ra nagihêm. Peyên xelkê tivingên wan bi milên wan da,  şuştî muştî ne, her êvar wek mîran vedigerin malên xwe; yê min, serapê dibe ard û tê. Ji bo ku meriv nas bike dibê bi qalibek sabûn bişo...

12 mars 2021

Bira partiyên kurdî giş bi hev ra bersîvekê bidin hêzên dagirker

Li ser gelşa pûla Papa û xerîteya Kurdistanê pêşniyareke min ji partiyên herçar perçên Kurdistanê ra heye. Bira partiyên herçar perçên Kurdistanê bi hev ra bersîvekê bidin Tirkiyê, Îraqê û Îranê û li welatê xwe xwedî derkevin.
Bira partiyên me nîşanî dijmin bidin Kurdistan ne ya şexsekî û partiyekê ye, welatê miletekî ye.

Babacan û Davutoglu jî wek gurên har qîlên xwe nîşan dan

 


Serokê partiya DEVA  Alî Babacan û serokê partiya GPê Ahmet Davutoglu jî tevî minaqaşeyên pûla Papa bûn, wan jî wek berpirsên hukûmeta AKPê neyartiya xwe nîşan dan.

Babacan û Davutoglu, beyan û rexneyên hukûmetê hidik dîtine, gotine dibê hukûmet bi rengekî hîn sert here ser vê meselê. Hîn sert êrîş e, bombebarankirina Hewlêrê ye, Davutoglu viya dixwaze.

11 mars 2021

Em kurd in û navê welatê me jî Kurdistan e

 


Tirk, faris, ereb xwe biçirînin jî, porê serê xwe birûçikînin jî, hezar û yek gefan li me bixwin jî berradayî ye, navê welatê me, navê vê coxrafyayê ji berê û ber da ye, ji qal û bal da ye Kurdistan e û emê jî tim jê ra bibêjin Kurdistan.
Tu kes, tu hêz, tu gef nikane navê Kurdistanê, xerîteya Kurdistanê li me qedexe bike.
Kurdistan heqîqeteke coxrafî, sosyolojîk, netewî û siyasî ye warê me ye, mala me ye, bingehê hebûna me ye. Kurdistan tunebe em jî tunene.

Me got em jî rismekî xwe belav bikin

 




Do roja kincên kurdî bû. Di medyaya sosyal da gelek sûretên xweşik hatine belavkirin.
Min û xanimê do tu risim negirt û belav nekir. Ya rast do min tew bîr nebir. 
Ya din şal û şapikê min jî tuneye. Ev yek kêmasiyeke min e, dibê ez ji xwe ra taximekî hişin, ya jî rengekî hinekî tarî bi dest xim. Nasek, dostek here Kurdistanê ezê lê temî bikim. 

Yê xanimê çend qatên wê hene, me wê salê li Wêranşarê jê ra da dûrin.

Îro şansê min lêxist

 


Îro ji min ra pakêteke pir hêja hat; şansê min lêxist. Birayê min Fûad ji min ra sê kitêbên pir muhîm şandine. Mala wî ava be, pir kêfxweş bûm.

1-Kurd û Ecem- Dîroka Siyasî ya Kurdên Îranê. Nivîskarê kitêbê Newşîrwan Mistefayê gorrbihuşt e, lê kitêb bi naznavê Salih Mihemed Emîn hatiye weşandin. Zîya Avcî ji soranî wergerandiye kurmancî. Weşanxaneya Nûbiharê çap kiriye. Kekê Zîya Avcî ji min ra qal kiribû, gotibû li ser tarîxa kurdan kitêbeke pir muhîm e.

Çend gotinên devoka Wêranşarê

Wê rojê ez û xanim dipeyivîn gotina "sîqal" bi kar anî. Min got baş bû te ev gotin anî bîra min. Li ser wê, min çend gotinên din jî anîn bîra xwe û not kirin.
Ev gotin di ferhengên kurmancî da hene, tunene ez nizanim. Heger hebin ji xwe hene, lê heger tunebin, belkî rojekê hinek van gotinan lê zêde bikin. Yanî kara nivîsînî heye, zirara wê tuneye.

10 mars 2021

Tirkiye dîsa hukûmeta Kurdistanê tehdît dike !

 


Ji bo ku hukûmeta Kurdistanê bi minasebata serdana Papa Francîso, pûleke bi xerîteya Kurdistanê, wek bîranîn daye çêkirin, Tirkiyê gef li hukûmeta Kurdistanê xwariye, gotiye dibê ew pûl zû were rakirin, ya jî guhertin.

Îran, Îraq, Sûrîye tiştekî nabêjin, wek her car, dîsa qajînî bi tirkan ketiye. Dixwazin xerîteya Kurdistanê li kurdan qedexe bikin. 

Zivistana Stockholmê dîsa bi paş da hat

 


Wele zivistana Stocholmê poşman bû bi paş da hat, qey xirifîye. Me dilê xwe xweş dikir, me digot bihar hat, lê adarê em xapandin.

Xanim dibêje mehreş wiha ye, meheke delodîn e.

Ji do da ye sar û serma ye. Berfê erd sipî kiriye, her ku dihere zêde dike.

09 mars 2021

Riya pere girtinê

Du jinên cîranên hev rûniştibûn sohbet dikirin, derdên xe ji hev ra digotin. Peyv gerîya, hat ser derdê mêran. Yekê ji hevala xwe pirsî, got:

-Ma mêrê te pera dide te? Xwedê bike yekî ne çikûs e.

Jinikê got:

-Dide çawa nade. Ez kînga jê bixwazim dide.

Hevala wê matmayî ma, got:

Dewleta tirk henekê xwe bi me kiriye

Hûmeta AKPê 3 kadro dane ji bo mamostetîya kurmancî û zazakî. Yanî henekê xwe bi me kirine. Tu maneyeke din ya vê qeşmeriyê tuneye.
Lê mêrikan her sal eynî henekê bi me dikin. Yanî ev ne cara pêşî ye wiha dikin.

Hin kurd aciz bûne, hukûmetê rexne dikin, dibêjin ev nehqîye.

Rexne bikin, mafê xwe bixwazin.

Ew bekçîyên hev in

Yekî kurd mir. Qey gunehên wî pir bûn, feqîro raste rast birin cahnimê. Milyaketek bi teqalê ket, ew bîstekê gerand.

Rebeno bala xwe dayê, çend sîtilên qîr û qitranê yên pir mezin li kêlek hev in, pilqe pilqa qîr û qitranêye dikele.

Sîtil tije însan in û her sîtilek jî zebaniyekî wek zebelihekî li ber e. Hesinekî dirêjî sertûj di destê her yekî da ye û li dora sîtilan diherin û tên.
Kurdê me meraq kir, ji milyaketê li kêlek xwe, wezîfa zebanîyan pirsî. Milyaket got:

08 mars 2021

Hindik mabû min îro kulîlkên xanimê ji bîr bikira

 


Îro 8ê adarê ye. Min ji bîr kiribû herim ji xanimê ra baqek kulîlk bikirim. Em vedigerîyan malê, di nîvê rê da hat bîra min. Çiqasî  got meçe, tişt nabe, wek te kirîbe, min qebûl nekir, ez dîsa bi paş da vegerîyam, min çû kulîlkên wê kirî û anî dayê.

Rahmetiyê bavê min tu carî bîr nebir gulekê bide dayika min. Diya min jî tu carî ne li hêvîya tiştekî wiha bû.

Em kurd ji dijminên xwe gelkî medenîtir in

 


Bi qasî ku îsewî li Kurdistana başûr azad û xwedî maf in, li Tirkiyê, li Sûriyê, li Îraqê û li Îranê hewqasî ne azad û xwedî maf in.
Heta îsewî/xiristîyan bi qasî ji sedî yekê Kurdistanê jî li van welatan ne xwedî maf in. Lema jî gelekên wan revîyane Kurdistanê û Ewrûpayê.
Li Tirkiyê, li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê xiristiyan xwe wek êsîran his dikin. Li Kurdistanê azad in, partiyên wan, rêxistinên wan hene, di meclîsê da ne. Çi azadîya kurdan hebe, ya wan jî hewqasî heye.
Ev rastiyeke kes nikane înkar bike.

07 mars 2021

8ê adarê roja jinan pîroz be !

 


Sibe 8ê adarê ye, roja jinan a cîhanî ye. Partî û komeleyên kurdî, gelek kes ewê li ser 8ê adarê beyanan bidin, mesajan belav bikin.
Reca min ji we, 8ê adarê bi tirkî pîroz nekin, mesajên xwe, beyanên bi tirkî belav nekin.
Jinên kurd mecbûrî axaftin û xwendina tirkî nekin. Tirkî bi wan nedin guhdarîkirin.

Ereban bi şûr, kurdan bi çiqlê zeytûnê pêşwazî li Papa Francîs kirin


Ereb li Bexdayê bi şûran çûn pêrgîya Papa Francis.
Kurd jî li Hewlêrê bi çiqlê zeytûnê çûn pêrgîya Papa Francis.
Şûr sembola neyartiyê û serî firandiyê ye.
Çiqlê zeytûnê jî sembola aştiyê, hezkirinê û dostiyê ye.
Ev herdu risim, du kulturan, du îdîolojiyan, du dîtinan nîşan dide.

Kêfa însanan ji xwerexnekirinê ra tê

Hindik-rindik do pir hatiye xwendin. Bi vê yekê pir kêfxweş bûm. Nuha min bala xwe dayê, do 1069 kesî riya xwe bi hindik-rindik xistiye.

Ji bo blogeke kurmancî reqemeke pir baş e, ev tîraj nabe nesîbê her kesî.

06 mars 2021

Otokirîtîkek derengmayî

 


Kitêbeke Sûzan Samancî bi navê ”Çîrokên Jinên Dilşikestî” ji alî weşanxaneya Awestayê hatiye weşandin.
Ji bo ku Suzan Samancî xanim êdî bi kurdî dinivîse pir kêfxweş bûm. Ez bawer dikim bi kurmancî ev kitêba wê ya duduya ye.
Bi kurmancî kitêba wê ya pêşî bi navê “Ew jin û mêrê bi maske“ bû û ew jî ji alî Awestayê va hatibû weşandin. Herdu kitêb jî çîrok in.

Ezê bikujim…

Piştî salên 1975a bû, wek li Tirkiyê li Kurdistanê jî demokrasiyeke nisbî hebû. Dewletê zulm û terora xwe hinekî kêm kiribû. Dihîşt însan hin kar û xebatên legal bikin.

Xwendekar û kurdên welatparêz ji zindanan derketibûn û dest bi xebatên legal kiribûn. Li gelek bajarên Kurdistanê komeleyên kultuturî û demokratîk vekiribûn.

05 mars 2021

Gerek egoîzim meriv neke peyê dijmin û xayinê welatê xwe

Bêguman normal e însan ji xwe ra be, ji bo xwe, ji bo çêyî û berjewendiyên xwe bixebite. Her kes viya dike. Kes bi zanetî xerabiyê bi xwe nake, naxwaze zirarê bide xwe. Di vir da problem tuneye.

Problem, hin kes kar û menfaeta xwe di ser ya her kesî ra, di ser ya welatê xwe ra jî digrin.

Hedefa tirkan ji dagirkirina Şingalê gelkî mezintir e !

Serokê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî gotiye ”serokê Tirkiyê Erdogan dixwaze êrîşî Şingalê bike.”
Her kes viya zane, çimkî tirk vê haziriya xwe venaşêrin. Tirk ji zû da ye haziriya dagirkirina Şingalê dikin.
Tirkan ji çara yekê Kurdistana Îraqê û Sûriyê û çend bajarên Sûriyê dagir kirine.
Heger ereb ev ereb bin, ewê Helebê, Mûsilê û Kerkûkê jî li erdên dagir kirine zêde bikin.

04 mars 2021

Uncûrê tahl

Mêrik û lawê xwe ji bajêr vedigeriyan, diçûn gund. Pitî çend seet meþ westiyan, çûn di bin siya darekê dea xwe bera erdê dan. Mêrik ji tûrê xwe uncûrek derxist, dirêjî lawê xwe kir, got:

-A ji te ra bixwe .

Lîwik qertek li vî serê uncûr xist, qertek li wî serê uncûr xist, bala xwe dayê uncûr zelindar e, nayê xwarin. Ji bavê xwe ra got:

Xwe bi ber teqala merivên dînik nexin

Hin camêr hene biaqil xuya dikin, lê di eslê xwe da dîn in. Heger tam ne dîn bin jî nîvdînik in, aqilê wan rib tuxt jî tuneye...

Merivê dîn tu jê ra çi bibêje jî deng naçê, kerr e, guhdarî nake, ew tim ya xwe dibêje. Ew tim rast û bi heq e. Ji her kesî biaqiltir e, bi wî çavî li xwe dinêre.

Wê peqlê ji bin zimanê xwe derxe !


Di wext û zemanekî pir kevn da derwêşekî pir kufurbaz hebû. Derwêşekî baş bû, şêxê wî pir jê hez dikir.

Lê şêx ji kufurbazîya wî nerehet bû. Şêx, ji bo ku derwêş ji wî exlaqê wî yê xerab xelas bike pirr li ber geriya, gelek şîret lê kir, lê pere nekir.

Derwêş kufurbaziya xwe domand.

Şêx bala xwe dayê ev îş bi gotinê, bi şîretan nabe, derwêş dev ji kufurbaziya xwe bernade. Rabû li hebek peqle* xwen, pif kirê û da derwêş û jê ra  got:

03 mars 2021

Tirkiyê kitêbeke din qedexe kir !

 


Mahkima Sulh Cezê ya Mêrsînê ya Tikriyê kitêbeke din a weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye.

Kitêba Sheri Laizer ya bi navê ”Yên şehîd, yên xayin û yên welatperwer-ji şerê kendavê heta roja me Kurdistan.”
Piştî qedexekirinê kitêp dane topkirin.

Qey ewê bişewitînin.

Bi tirkan û bi dewleta wan a xwedêgiravî navê wê dewlet e dikeve.

Çewtî ji meriv ra dibin tecrûbe

Kesê bê kêmasî, bê xeta tuneye. Merivê herî mikemel jî kêmasîyeke wî heye, carnan şaşiyan dike.

Dema meriv şaşiyekê dike meriv pê diqehere, ji xwe ra dibêje, xwezî min ev şaşî nekiriba.

Lê meriv ji her çewtîya xwe dersekê jî digre, çewtî tecrûbeya meriv zêde dike. Meriv pê nahese lê belê bi zêdebûna tecrûbeyan ra çewtiyên meriv kêm dibin; giş dikevin ser hev, ji meriv ra dibe zanîn.

02 mars 2021

Tirk dibêjin ewê HDPê jî bigrin

 


Wekîlê serokê grûba AKPê yê meclîsê Cahît Ozkan, li ser girtina HDPê gotiye, ”HDP, piştî ku wek siyasî hat girtin, huqûqî jî ewê were girtin. Înşela emê di huzûra miletê xwe da HDPê bigrin…”

Hûn bêminet in, heger hûn negrin hûn ji xwe xerabtir in.

Ji xwe nuha jî di praktîkê da we girtiye.

Pirbûna jinên wergêr min kêfxweş dike

 


Weşanxaneya Avestayê çar kitêbên hêja li kitêbxaneya kurdî zêde kirine. Her çar kitêb jî werger in.

Fahriye Adsayê, "West û Omerxalî" ji ingilîzî, Hatîce Kiliçê, hemû şi’rên Furûx ji farisî, Aynûr Kaşê, "Odeya Woolf "ji ingilîzî, Hêja Netirkê jî "Li Benda Godot" ya Samuel Beckett ji ingilîzî wergerandine.

Wek hûn dibînin herçar werger jî jin in. Ez bi xwe bi vê yekê gelkî kêfxweş bûm.

Di van 20-30 salên dawî da jinên xwendin û zimanan fêr bûn pir in, ev yek di civata me da pêşketineke nuh û guherîneke sosyolojîk e, pir baş e. Di dema me da(1970-1990) tiştekî wiha tunebû.

01 mars 2021

Fêr bû...

Du siyasetmedarên ji hev ne xweş li qahwexaneyekê hatin kêlek hev. Yek ji wî, yek ji yê din, her du rabûn hev, xwe li hev rakişandin. Di wê qereperê da yekî ji yê din ra got ”qebrax!”

Çer got qebrax, yê hember wek temekî ku heft sal be bê ruh be, got terp û ket erdê.
Yên li dorê ava sar lê ruyê wî kirin, şîrmaq kirin, hejandin, çi kirin jî mêrik bi xwe  nehesiya...

Ji sifirê dest pê kiriye

Rojekê xortek, apê Mûsa Anter rexne dike, jê ra dibêje:

-Ev halê îro em tê da ne giş ji ber kêmxîretîya pêşiyên me ye, heger we jî di wexta xwe da wek me xebat bikira, nuha me yê ji sifirê dest pê nekira.

Apê Mûsa dikene, ji xort ra dibêje:

Kîjan teresî ?

Piştî têkçûna şahê Îranê pasdar digrin ser mala yekî kurd, rismê şah ji dîwêr dadixînin jêr, perçeperçeyî dikin û rismê Îmam Xumeynî bi dewsê va bi darde dikin.

Çend roj di ser ra derbas dibe, îcar diçin rismê Muntezîrî li kêleka yê Xumeynî bi darde dikin.

PARVE BIKE