21 mars 2021

Newroza we pîroz be!

 


Newroza we pîroz be ey miletê fgîd û canfîda !

Newroza îsal li her çar perên Kurdistanê bi coşeke mezin hat pîroz kirin.
Li Diyarbekrê, li Wanê, li Batmanê, li Mêrdînê, li Colemêrgê, li Dêrsimê, li Cizîrê, li Gewerê, li Stenboêî û li gelek bajarên din û li her çar perçên Kurdistanê bi milyonan însan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê îsal bûn û Newroza xwe bi dilşadî pîroz kirin.

Ji bo ku Newroza îsal bi selametî derbas bû, hêzên dagirker him destûr dan û him jî êrîşî gel nekirin pir kêfxweş bûm. Ji bakurê Kurdistanê hetanî nuha medyayê qala tu bûyereke ne xweş nekiriye, Newroz li her derê bi kêf û şahî derbas bûye. Tenê li Wanê û li Cizîrê pûlis hin êrîş birine ser gel, lê birîndarên giran û mirî tunene...

Kurdan Newroz jî wek cêjneke netewî bi dinyayê dan qebûlkirin.


Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi minasebeta Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Ez dibêjim belkî ev cara pêşî ye Sekreterê NY mesaja Newrozî belav dike.

Newroza Wanê

Serokê Amerîkayê Joe Bîden, serokwezîrê Kanada Justin Trudeau, generalê emerîkî Newroz pîroz kirine. Justin Trudeau û albayê emerîkî bi kurmancî Newroza kurdan pîroz kirine.

Kurd miletekî pêşeng in, li Rojhilata Nêz û Navîn gelek guhertinên mezin kirin û herî dawî jî Newroz bi dinyayê dan nasîn.



Kurd ewê vê zulmê ji ji îslamî-faşîstên tirk ra jî nehêlin. Ji ber ku cî li wan teng bûye, har bûne, êrîşî kurdan dikin.

 

XXX

Pûlisên tirk vêsê bi berbangê ra ketin meclîsê û parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu bi darê zorê ji oda wî ya meclîsê derxistin. Nehîştin Gergerlîoglu kincên xwe jî li xwe ke, bi pîceme ve, bi lextan ew bi erdê ra kişandin derve.

Do Dewlet Bahçelî got dibê Gergerlîoglu bi nivînên wî va ji meclîsê were avêtin. Vêsê bi berbangê ra emrê Bahçelî bi cî anîn.

Li gorî medyayê nivîsîye Gergerlîoglu hatiye berdan, sawcî piştî îfadeya wî girtiye ew berdeya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE