31 oktober 2007

Em bi zor xwe dikin "birayê" dijminê xwe

Li Tirkiyê 500 hezar leşker, bi sedhezaran cendirme, pûlis, cerdevan, tîm û sîxur têr nakin, niha jî jinên malan û futbolciyên bi nav û deng, yên wek Hakan Şukur û gelekên wek wî dixwazin bibin leşker û li dijî kurdan şer bikin.

Li gor hin rojnameyên tirk, Hakan Şûkur, do ev daxwaza xwe li Qesra Çankayayê ji Serokwîzîr Erdogan ra gotiye.

Li Tirkiyê êdî her kes ji tirsan be jî ji xwe ra dibêje ”mehmetcîk” yanî leşker. Yanî ez amede mel i dijî kurdan şer bikim. Hakan Şukur jî ji xwe nîjadperestekî nas e.

Esas her tişt bi destê ”dewleta kûr” tê meşandin.

”Dewleta kûr” bi riya çepemeniyê civatê li hember kurdan mobîlîze dike, tahrîh dike. Her tişt di destê wan da ye, ji merkezekê îdare dikin. Pêla terora li hember kurdan geh bilind dikin, geh dadixin. Wer xuyaye heta çûn û hatina Erdogan ya Emerîkayê ewê li ser vê mînwalê terora xwe bidomînin.

Hukûmeta AKP-ê îro li hember Kurdistana Federe biryara ambargoyê girt. Peyvdarê Hukûmetê û Wezîrê Dewletê Cemîl Çîçek, piştî civîna Heyeta Wezîran, civînek çapemeniyêli dar xist û di vê civînê da got:

-Em li dijî terorê û terorîstan di her warî da micadeleya xwe didomînin. Di warê leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî da emê emê bi hev ra bidomînin.

Bi van gotinên Çîçek, meriv fêm dike ku di rojên pêş me da li gel, şerê psûkolojîk, bombebarankirina gundên ser sînor, di gelek warên din da jî ewê şerên xwe bidomînin. Ji xwe çend roj berê, leşkeran jî daxwaza ambargoya li hember kurda ji hukûmetê kiribû. Hukûmetê jî îro ev daxwaza leşkeran kir biryar.

Bi ambargoyê dikanin deriyê Xabûr bigrin ya jî astengiyan derxin.Elektirîka didin kurdan bibirin. Çûyin û hatinan zahmet bikin û hin tiştên din.

Yanî çi xerabî û nerindî ji wan bê ewê bikin. Lê nikanin bigihîjin tu netîceyê.
Dibê kurd di van waran da jî tedbîrên xwe bigrin.

Bi rastî jî tirk mêrikan di siyaseta xwe ya li hember kurdan da pir bi biryar in û qet twîzê nadin kesî. Dijminatî, kîn û nefreta xwe ya li hember kurdan venaşêrin, li her derê dibêjin. Li gor xebera hin rojnameyan tirkan li Mêrsînê belavok belav kirine, ji tirkan ra gotine neçin ji dikanên kurdan tiştan nekirin. Ji xwe ev tişt ne nuh e, li gelek ciyên din jî belavokên wiha belav kirin û di praltîkê da jî vê yekê bi cî tînin.

Min îşev di xeberên Roj Tv-ê da guhdarî kir, hin şufêr jî dan peyivan din, şofêran got, bi rê da tirk êrîşî otobozên me dikin.

Yanî tirk di her warî da êrîş û dijminatiya xwe didin der, wan xwe nas kiriye, yê xwe nas nekiriye em kurd in.

Mêrikan çiqasî dijminatiya me dikin, li me dixin jî pozê me naşewite, em ar nakin. Em tim dibêjin”em birayên” hev in.(!) Kuro birayê çi halê çi, mêrikan dixwazin wek gurên har me bixwin. Dev vê çîroka biratiya derewan berdin.

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul efendî jî do bayek ji ber xwe berda, wî jî kurd bi çûna Emerîka tehdît kir, got:

“Li vê herêmê kî ewê bimîne, kî ewê here diyar e. Dibê Barzanî êdî tercêha xwe bike.”

Kuro hema Emerîka hebe jî kurd ji we natirsin, tunebe jî natirsin. Dîroka kurdan ya 150 salên dawî îspata vê qehremaniya kurdan e. Lê baş e ku hûn nêta xwe dibêjin.
Yanî roja hûn kanibin bi me, hûnê fena êrmeniyan koko me jî biqelînin, di viya da çik tuneye.

30 oktober 2007

Qey ”Xwedê” miletan dibîne û li gor wê serokan dide wan

Hemû nîjadperest û faşîstên tirk bi uslûbeke pir bêedeb êrîşî kurdan, lê bi taybetî jî êrîşî Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî dikin.

Çapemeniya tirk, wî wek dijminê tirkan yê yekem nîşan dide.

Siyasetmedar, serokên partiyan û rêvebirên tirkan bi kîn û nefreteke mezin navê Mesûd Barzanî digrin ser zimanê xwe.

Însan, ya ji tiştên jê ditirsin ya jî ji tiştên ku ew heyran û dilbijokên wan in nefretê dikin.

Însanê ku meriv wî bi tiştekî nehesibîne meriv ne jê ditirse û ne jî jê diqehere.

Lê kesê ku meriv jê şayişê bike, jê bitirse meriv dikane jê kîn û buxdê bigre, jê nefret bike.

Tirk wek milet ji kurdan ditirsin.

Loma jî ji kurdan qet hez nakin, hetta ji gotina ”kurd û Kurdistanê” jî nefret dikin.

Generalên tirk, serok û rêvebirên dewleta tirk jî ji Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ditirsin.

Loma jî di her fersendê da êrîşî wî dikin.

Lê li alîkî din jî di hundurê xwe da heyranê mezinayî, mêranî û cesareta wî ya medenî ne.

Ji ber ku di mustewa wî da serok û siyasetmedarekî tirk tuneye, loma jê pir dibuxudin, jê nefret dikin.

Ji ber ku xêrnexwaz û dijmin in, vê heyraniya xwe ya li hember mêraniya wî bi êrîşên dijminane vedişêrin.

Naxwazin heyraniya xwe bidin der.

Tirk û serokên wan dibînin ku Mesûd Barzanî, pênc pereyê xwe jî di zirt û gefên wan nade.

Ev yek tirkan dîn û har dike.

Ji xwe ra dibîjin, 500 hezar leşker, bi hezaran tank, top û balafirên şer, çawa dibe ev ”kurdê serhişk” natirse?

Lê Serokê Kurdistanê natirse, ji ber wan danaxwe.

Ji ber ku bi heq e, doza serxwebûn û azadiya gelê xwe dike.

Bav û kalên wî jî netirsiyabûn, wan jî li hember hûtên herêmê bi qehremanî serî hildabûn.

Tirk viya dizanin. Loma jî bi taybetî ji wî pir ditirsin. Û lomajî jê pir nefret dikin.

Serokê Kurdistanê li alîyekî wek serok û siyasetmedarekî mezin û dûrbîn, bi zimanekî pir maqûl û siyasî ji tirkan ra dibêje, em şer naxwazin, em dixwazin hemû meseleyên xwe bi riyeke aştîyane bi w era guftûgo û çareser bikin. Lê dema hûn vê riyê qebûl nekin û bixwazin welatê me dagîr bikin, bê guman emê li ber xwe bidin û şerê we bikin.

Tirk bi van gotinên Serokê Kurdistanê, xwe dîno mîno dikin, bi sedhezaran leşker dikşînin ser sînorên Kurdistana azad, her roj provakasyonekê çê dikin, ji bo ku tesîrê li wan bikin û Serokê Kurdistanê bitirsînin.

Lê serokê Kurdistanê natirse, ji tirkan ra nake pişo pişo; bi dengekî berz û bi uslûbeke mêrane ji rojnamevanê rojnameya Millîyetê Hasan Cemal ra(30/10-07)van gotinên jêrîn, bêyî ku dengê xwe daxîne ya jî bi zimanê ”ezop” îma bike, pir vekirî dibêje:

”Ma wendakirna min ewê bibe çareserî? Gelş ewê biqedin? Ev uslûb nikane were qebûlkirin. Ez li gel biratiyê me. Li gel aştî û dostaniyê me. Li dijî şîdetê me. Lê mafê gelê xwe jî heta dawiyê diparêzim. Ez ji vê jî natirsim. Ez hustuyê xwe li hember tu kesî xwar nakim. Ji zimanê şantajê, tehdîdê hez nakim, min qet hez jî nekir. Ez dostê Tirkiyê me. Lê ne ji Tirkiyê, ji tu kesî jî talîmatê nagrim.”

Di telewîzyona El Arabiya da jî bê tirs û dîsa pir zelal, wiha dibêje:

”Li hemû perçeyên Kurdistanê ez li gel bidestxistina mafê kurda me. Em bibêjin ku me got PKK rêxistineka terorîst e, ê qey 50 milyon kurd jî terorîst in? Bila hukûmeta tirk carekê tenê riya çareseriya aştiyane bixwaze, eger PKK-ê red kir, wê demê emê wan di xaneya terorîstî da bihejmêrin.”

Ez wek kurdekî, bi van gotinên Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî gelkî serbilind im. Ez gelkî kêfxweş im ku yekî wek Mesûd Barzanî îro Serokê Kurdistana Federe ye.

Ez bawer dikim ne ez tenê, hemû kurd, bi vê şêla Serokê Kurdistanê ya li hember hêzên dagîrker dilşa û serbilind in.

Ev şêla Serokê Kurdistanê, dibe sebebê qewîbûna moral û manewiyata miletê kurd.

Kurdan gotiye, ”Xwedê çiyê dibîne berfê lê dibarîne!”

Diyar e qey ”Xwedê” miletan jî dibîne û li gor wê serokan dide wan.

Dema meriv serokên tirkan tîne ber çavên xwe, meriv ji xwe ra dibêje, ev miletê hewqas ne medenî, hewqas bêhurmet û bê ûjdan tam misteheqî van serokên cahil û zirzop in.

Kî dizane, dibe ku ”Xwedê” tirk dîbin û li gor wê jî ev serok dabin wan.

29 oktober 2007

Tirkiye wek gola xwînê sor dike

Teror û êrîşên tirkan yên li hember kurdan li gelek welatên Ewrûpayê îro jî dom kirin. Li gor xeberên Roj TV, grûbeke çakdar li Moskovayê avêtine ser komel ya jî avahiyeke kurdan û kurdek kuştine û du kurd jî birîndar kirn.

Êrîşkar reviyane, nehatine girtin.

Li gelek bajarên din jî, heta bigihîje camiyên kurdan jî bûne hedefên êrîşên tirkên nîjadperest û faşîst. Di van êrîşan da jî gelek kes birîndar bûne.

28 oktober 2007

Meriv kûçik çuqasî biqusîne jî nabe tajî

Êdî kurd li erdê, di nav nigên tirkan da ne. Li Tirkiyê jiyana her kurdî di bin tehdîdek pir mezin da ye.

Terora ku îro li bajarên Tirkiyê li hember kurdan tê meşandin salên 1937-1938-an ya dema Naziyan tîne bîra meriv.

Roj tuneye ku xebera talankirina çend dikanên kurdan û teşebusa lînckirina çend kurdan di çapemeniya tirk û kurdan da nebe manşêt.

27 oktober 2007

Hevîrê tirkan ewê hîn gelek av hilkişîne

Êrîşên Tirkiyê yên rojên dawî careke din jî nîşan didin ku tirk bi rehetî dev ji miletê kurd bernadin.

Û heta zorê nebînin ewê tu carî jî bernedin.

Carê divê ne em kurdên Tirkiyê tenê, hemû kurd, wek milet vê dijminatiya tirkan ya pir kûr û bêderman bizanibin.

Û hesabê xwe jî li gor wê bikin.

26 oktober 2007

Malperên kurdî û Ordîxanê Celîl

Pênc roj berê(20/10-07) rewşenbîr, dîrokzan, lêkolîner û folklorîstê kurd yê giranbiha Prof. Ordîxanê Celîl li Sankt Petersbûrgê di 75 saliya xwe da ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe. Bira ciyê vî xebatkar, zana, alim û berhemdarê kurd yê welatperwer Buhuşt be.

Ev pênc roj in ez bi dîqet bala xwe didim hemû malperên kurdan yên nas û bi nav û deng. Heta niha yek malpereke kurd jî ji bo vî xebatkarê hêja yê zargotina kurdî quncikekî peyamên sersaxiyê venekir, kesî nivîseke bi ser û ber li ser nenivîsand.

25 oktober 2007

Heta tirk ev tirk bin rehetiya me kurdan tuneye

Bi rastî jî derdê van tirkan nayê kişandin. Teq û req û hela hela wan nahêle meriv ji xwe ra qala tiştekî din bike. Ji mecbûrî meriv jî bi teqala wan dikeve.
Rojnameya Hurriyetê îro manşetek avêtiye, gotiye:

-Bavê wî disekine lawê wî dest pê dike.

24 oktober 2007

Gur ji baranê bitirsiya wê ji xwe ra kulavek çêkira

Serokê Meclîsa Tirkiyê Koksal Toptan jî do(22/10) wek sernivîskarê rojnameya Hurrîyetê Ertugrul Ozkok û mezinên tirkan yên din gelek gef li kurdên başûr xwar û wek sûtal û zirzopekî got:

-Emerîka ewê rojekê ji vir here, hûnê li wir û emê jî li vir bimînin.
Ertugrul Ozkok jî rojekê berê, bi rengekî pir bêmistewa gelek heqaretên mezin li kurdan û li serokên kurdan kiribû û gotibû:

23 oktober 2007

Dermanê ehmeqiyê tuneye

Di teşbîhê da xeta tuneye, gotinek pêşiyên kurdan heye, dibêjin "Kûçik ji kê bitirse bi wî alî da direye”

Tirk ji me ditirsin, loma jî hewqasî dijminatî û berberiya me dikin. Loma jî gav û seetê hewqas heqaret û zilmê li me dikin. Tiştên di rojname û telewîzyonan da ji me ra dibêjin, meriv kûçikan ra jî nabêje.

Ji ber ku 12 leşkerên wan hatine kuştin. Heqaretên mezin li kurdan dikin. Şehîdên me qet însan nahesibînin.

21 oktober 2007

Tirk li belaya xwe digerin…

Olana tezkereye cenga li hember kurdan ku roja çarşemiya borî di Meclîsa Tirkan da hate qebûlkirin berdewam e. 
Ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bigre, heta bi Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Eraban û Rûsyayê, hemû cîhanê nerazîbûna xwe li hember vê biryara Meclîsa Tirkiyê ya şer nîşan da û bala tirkan kişandin.

20 oktober 2007

Xewnek bi roj û hesreta welêt

Ev demeke ez pir xewnan dibînim. Vê sibehê piştî xurîniyê min xwe da hember telewîzyonê û hema ji acizî vir da wê da li hin kanalan temaşe kir. Ji ber ku ez hinekî bê xew bûm, piştî demekê ez di xew ra çûm.
Min dît ku ez û biraziya xwe Dîcle xanim li qahwexaneyekê rûniştene. Qahwexaneyeke bi baxçe û pir mezin bû û dinya jî pir xweş bû. Me li ber dîwêr maseyek bi dest xistibû û li bendebûn ku garson were temiya me bigre.

18 oktober 2007

Emerîka "çewal" rê tirkan da!

Li Tirkiyê bûyer hewqasî le ser hev tên meydanê, êdî meriv nizane li ser kîjanê raweste û girîngîyê bide kîjanê?

Bi kurtî li hember kurdan haşer mahşerek wer rabûye hey hawar, meriv dibêje qey vê civatê bi tevayî hişê xwe berdaye û wek nexweşekî tîmarxanê, dîn û har bûye.

Dema meriv li telewîzyonên tirkan temaşe dike, rojnameyên wan dixwîne, li serokên wan, li Serokwezîr û mezinên wan guhdarî dike, meriv matmayî dimîne. Meriv ji xwe ra dibêje Yarebî, civatek bi tevayî çawa dikane hewqasî nexweş be, miletek çawa dikane ji miletekî din hewqasî nefret bike, hewqas bitirse ?

Li gor serok û mezinên tirkan, heger kurd li Bşûrê Kurdistanê bibin xwedî dewlet, Tirkiye wek dewlet ewê ji ruyê cîhanê rabe û miletê tirk jî ewê nemîne. Îcar ji bo ku ew wenda nebin, dixwazin kurdan wenda bikin. Ev 30 sal in ku tirk bi vê psîkolojiya ku ew li ber wendabûnê ne dijîn.

Îcar ji bo ku ew wek dewlet û wek milet bijîn, dixwazin kurdan wek milet ji ortê rakin. A tezkereya îro di Meclîsê da hate qebîlkirin netîceya vê tirsê ye.

Ev çend roj bûn Tirkiye rabûbû ser nigan û li bendebûn ku Meclîsa wan bi lez û bez tezkereya hukûmetê qebûl bike. Nîhayet îro Meclîsa Tirkiyê, daxwaza hemû tirkan bi cîh anî û tezkereya ji bo êrîşa ser kurdan qebûl kir.

Bi vê tezkereyê Meclîsa Tirkiyê ji bo salekê destûr da Hukûmeta AKP-ê ku dema ew bixwaze ewê bikanibe artêşa(orduya)xwe bişîne ser Kudistana Federe.

Tezkere li gel 19 dengên red, bi 507 dengan hate qebûlkirin. Hijde(18)parlamenterên kurd yên DTP-ê li dijî tezkereyê raya red dan û sê hebên wan jî( Ayla Akat Ata, Batman/Bengî Yildiz, Batman/Fatma Kurtulan, Wan)nehatin Meclîsê.

Bêyî van 18 parlamenterên DTP, parlamenterekî CHP-ê yê Anqerê, Eşref Erdem jî dengê ”na” da. Eşref Erdem kurdên Anadoliya navîn e.

Helbet di Meclîsa tirkan da tenê 19 parlamenterên kurd tunene, bêyî parlamenterên DTP-ê, di nava partiyên din da jî bi qasî 100 parlamenterên kurd hene. Mixabin van parlamenteran jî bi faşîst û nasyonalîstên tirk ra ji bo leşkerên tirk êrîşê bibin ser gelê wan dengên xwe dan tezkereyê. Divê kurd wek milet van kesan yek bi yek nas bikin. Di divê malperên kurdan navê van kesên di malperên xwe da belev bikn. Ji bo ku miletê kurd navên van xayinên qewmê xwe di hafiza xwe da baş bi cî bike.

Belê, niha tezkere wek tapûyekê di destê Hukûmeta AKP-ê da ye, ji bo ku fermana kurdan rake, kînga bixwaze ewê emir bide leşkeran.

Piştî ku tezkere di Meclîsê da hate qebûlkirin Serokê Emerîkayê Bush li Qesra Spî civînek çapemeniyê çêkir û xwest Tirkiye sakîn be û dest bi ”tu operasyonan” neke. Bush, ji tirkan ra bi rengekî manîdar got:

”Vê sibehê li ser Tirkiyê ez bi Ryan Krocker û General Patrios ra beyivîm. Em gihîştin wê baweriyê ku operasyon ne di berjewendiya Tirkiyê da ye.”
Yanî bi aqil bin û li ciyê xwe rûnin. Min emir daye leşkerên xwe, heger hûn êrîş bikin ewê li we exin.

Ya hîn jî girîngtir, General Carter Ham jî do li Bexdayê di civîneke çapemeniyê da got:

Divê bê zanîn ku Îraq welatekî serbixwe ye, heger Tirkiye têkeve Îraqê, bêguman Îraqê serwerî û axa xwe bi rengekî pir ciddî biparêze.”
Piştî van beyanên General Carter Ham û serok Bush, tirkan ji mecbûrî dev guherandin. Niha dibêjin qebûlbûna tezkreyê nayê wê maneyê ku emê hema sibe herin têkevin Kurdistanê.

Ji ber ku General Ham, ”çewal” û ”ço” nîşanî wan da. Ji ber vê tirsiyê niha berdevkê AKP-ê rabûye qala ”macaraperestiya Îttîhatçiyan” û sebebê hilweşîna Împaratoriya Osmanî dike.

Wek min wê rojê jî di nivîseke xwe da gotibû, kûçik bi kûçiktiya xwe heger ji xwediyê xwe netirse, diçe her kesî, her kesî nerehet dike. Lê dema bitirse dibe wek keran, qed dengê xwe nake.

Artêşa tirk jî wek bonciyan gav û seetê diçe kurdan û wan nerehet dike. Kurd çiqasî bi kibarî, bi efendîtî dibêjin ”oşt” jî pere nake.

Çimkî ne ji xwediyên xwe ditirsin û ne jî ji kurdan. Lê Emerîka çer ”çewal” û ”ço” rê wan da, eynî wek bonciyekî biçûk, tavilê bû kûze kûze wan.
Ji ber ku tirs dîtin.

Loma jî hîn nuh qala ”maceraperestiya Îttîhatçiyan” dikin .
Lê ez bawer nakim tirkan ji dîroka xwe tu ders girtibin, girtibûna îro li hember kurdan ev siyaseta derî mirovahiyê nedimeşandin.

Bêguman tirkan xwestin bi van gavên avêtine tawîzê ji Emerîka bigrin. Lê Emerîka ne kurd in û ne jî Sûriye ye ku ji tehdîd û fortên tirkan bitirse. Ji mecbûrî wan jî serê ”ço” nîşanî tirkan da. Ez bawer dikim ev siyaset ewê pere bike.
Ji ber ku tirk bi xwe dibêjin:
"Ço ji Cinnetê derketiye

Yanî heta ku Emerîka di mesela parastina kurdan da ”çewal” nîşanî Artêşa Tirk bide, ewê zû bi zû newêribin êrîşê bibin ser kurdan.
Mimkûn e wek bonciyan yekcarnan bireyin û kurdan nereht bikin lê ewê newêribin rahîjin wan.
Bi hêviya ku "çewal" tim di destê General Patrios da be.

16 oktober 2007

Artêşa Tirk ji kurdan xûgiyê digre

Telewîzyona Haberturkê, li ser emrê leşkeran, kampaniyek alîkariyê bi navê ”Kampanya piştgiriya qehremanên têkoşîna li dijî terorê” daye destpêkrin. Yanî ji xelkê bi zor peran distînin.

Li gor hin malperên înternetê, artîst û hunermendê kurd, Yilmaz Erdoganê Colemêrgî jî tevlî vê kampaniya Haberturkê bûye û 100 hezar lîreyê Tirkiyê daye artêşê.

15 oktober 2007

Rî dibe bihost dijmin nabe dost

Di nivîsa xwe ya 10-ê mehê da min gotibû ku ”tirk ji emerîkiyan ra dibêjin, heger hûn biryra qetlîama êrmeniyan bigrin û ji Yekîtiya Ewrûpa ra jî dibêjin, heger hûn me rexne bikin û endametiya me dereng bixînin, emê êrîşê bibin ser kurdan û Kurdistana Federe îşxal bikin.

Û bi rastî mêrikan blof nekirine, çimkî dest bi merhela pêşî ya îşxalê kirine.

Wek tê zanîn Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê biryara derbarê qetlîama êrmeniyan da qebûl kir. Yanî bi vî hawî, şertê tirkan yê îşxalnekirina Kurdistanê bicîh neanîn.

13 oktober 2007

Êrîşa tirkan pir nêz e !

Diyar e tirkan ji bo êrîşeke ser Kurdistana Azad biryara xwe dane. Bi îhtîmaleke pir mezin di van rojên pêş me da ewê êrîşê bibibin ser kurdên başûr.Bûyerên van rojên dawî, kuştina 12 sivîl û 15 leşkeran jî amadekariya bingeha vê êrîşê ye. Mesele êdî ne ku ewê êrîşê bibin ser kurdan ya na, mesele kînga ye?

Erdogan di peyva xwe ya li ser operasyona dervayî sînorên Tirkiyê wiha got:

11 oktober 2007

Tirkan ez kirim Eloyê Xemxur

Ji min ra bû derd, qet şevekê jî tirkan nehîştiye ez bê derd, bê kul, bê qahr, bi kêf û şadî pariyek nan bixwim û rehet razêm.

Ez kîjan kanala telewîzyonê vedikim li kurdan zilm û heqaret e, girtin e, îşkence ye, xwîn e, belengazî û hejarî ye û teroreke nedîtî li ser civata kurd e.

Li rojnameyên tirkan dinêrim heyhawar, ew ji telewîzyonan jî xerabtir in!

10 oktober 2007

Tirkiye kurdan wek rehîne bi kar tîne

Do li Anqerê, Heyeta Bilind ya Têkoşîna li Dijî Terorê di bin serokatiya Serokwezîr Tayyip Erdogan da civiya û ji bo îşxala Kurdistana Federe gelek plan çêkr û gelek birayarên girîng girt.

Piştî civînê li ser navê heyetê beyanek kin hate belavkirin. Di beyanê da tê gotin ku ”operasyonên li dervayî tuxûb jî tê da”, li hember ”terorê” ewê her babet micadele were dayin.

08 oktober 2007

Dêlika reş û generalên tirk

Dêlikeke cîranê me ya reş heye. Heywaneke pir nerehet û har e. Navê wê bi swêdî “Bella” ye, em jê ra dibêjin “Bela.”!

Bi rastî jî dêlikeke bela ye. Ez pir hevza xwe jê dikim.

Dema li hewşê be kî ji kuçê bibihure, cîran ne cîran, nas ne nas qet pere ferq nake, miheqeq ewê herê, ewê bireyê.

Îlana min olan da!

Min do ji malperên ku îlana blogga min (yanî kewera hingiv) neweşandibûn hin gilî û gazin kiribû û çend sitriyên çavbeloq jî hêdîka di kulêmekên xwediyên malperan ra kiribû.

Vê êvara dema ez ji kar hatim, piştî çend loq xwarin, min kompîtora xwe vekir û serdanek bi lez da malperên ku ez j iwan tije bûbûm û min ji wan ra kiribû ser hev. Li bayê bezê min dît ku ”Avesta” û ”Lotikxanê” îlana min weşandine.

Lotikxanê her çiqas hin ”lotikên” şaş û ne di cî da avêtibin jî lê xem nake, dîsa jî mala wan(Avesta û Lotikxane) hezar û yek carî ava be.

Dibe ku hin malperên din jî dû ra biweşînin ya jî qala ”îlanê” bikin. Ez ji nuha da ji wan ra jî sipas dikim.

Xwendevanekî gotiye, ”qey te perê îlana xwe nedaye, ma tiştekî belaş heye!”
Heyran, dibêjin ”dermanê gurrî hebûya ewê di serê xwe bida”, perê min hebûya ezê jî wek wan bibûma xwediyê malperên hêl û mêlî! Sermiyanê min hêvî û ”fortên” vala ne, diyar e ew jî pere nakin…

07 oktober 2007

Agahdarî !

Ev îlana li jêr do êvarî min ji malperên kurdan Avesta, Azadiya Welat, Dema Nû, Nefel, Netkurd, Pûkmedîa, Serwext û Rizgarî ra şand. Heta niha malperekê jî neweşand. Ez bawer dikim ji ber piraniya nûçeyên pir girîng û tunebûna wextê dor nehatiye weşandina îlana min.

Ji bo ku haya we xwendevanan jî ji vî karê min hebe, ez vê îlana ku tu malperên kurdî neweşandin li vir pêşkêşî we jî dikim.

Îlan !
Silav li we hemû kurdan!
Heger hûn dixwazin bi kurdiyeke rast û şîrîn, bêyî ku serê we biêşe û hûn muhtacî tercuman û ferhengên tirkî bibin di malpera min "zinarexamo.blogspot.com" da nivîsên hindik û rindik bixwînin û tameke lezîz jê bigrin. Ez soz didim we, bi saya nivîsên hindik-rindik hûnê ferqa kurdiya wek gêrmiya gavanan ku hûn heta nuha mecbûrî wê bûne û ya wek hingivê Bedlîsê bi çavên serê xwe bibînin û jê nesîbê xwe bigrin.
Gotin ji min ziyaret ji we.

06 oktober 2007

Tirk bi şivên ra digrîn bi gur ra goşt dixwin!

Di sala 1979 an de Ayetullah Xomeynî ji hemû Muslumanên çîhanê xwest ku ew her sal roja îniya dawî ya meha Remezanê bikin roja azadkirina Qudsê û rakirina dewleta Îsraîl ji cîhanê. Piştî vê beyana Xumeynî, her sal di serî da Îran, li gelek welatên musilman di vê rojê da li dijî cihûyan û Îsraîlê gelek protesto tên çêkrin.

Tirkan jî bi vê munasebetê do(5/10) li Stenbolê, li Mizgefta Fatîhê bi beşdarbûna gelek rêxistinên îslamî û çep meşek mezin çêkrin. Di meşê da li dijî dewleta Îsraîl û cihûyan gelek slogan avêtin. Wek ku ew dijminên Îsraîl bin.

Lê ya balkêş di eynî rojê da derket ortê ku Erdogan du roj berê telefonî Serokkomarê Îsraîlê Şîman Peres kiriye û ji bo ku ”Pêşniyara Qetlîama Êrmeniyan” di 10-ê oktobirê da di Kongreya Emerîka da neyê qebûlkirin jê alîkarî xwestiye. Û Şîmon Peres jî wek her tim soza alîkariyê dayê dewleta tirk û Erdoganê îslamîst.

Yanî mêrikan him emrê Xumeynî bi cîh tînin û meşên qelandina cihûyan û dewleta Îsraîl li dar dixin û him jî ji dewleta Îsraîlê alîkariyê dixwazin. Û digrin jî.
Belê, li alîkî dibêjin ”bimre Îsraîl” û li aliyê din jî xwe davêjin dexlê dewleta Îsraîl û jê alîkariyê dixwazin.

Lê gava bêhemdî, carê yekî cihû silavekê jî dide kurdekî, tirk, ji hêzên îslamî bigre heta bi çep û komînîstan wan qiyametê radikin û dibêjin ”kurd merivên Siyonîstan e, Îsraîl ji bo avabûna Kurdistaneke serbixwe alîkariya kurdan dike” û gelek derew û bêbextiyên din.

Meriv û berdevkên Erdoganê îslamîst gav û seetê kurdên başûr bi zilamtiya Îsraîlê îtham dikin, lê wek tî dîtin ew bi xwe di roja herî teng da alîkarî û piştgiriyê ji dewleta Îsraîl dixwazin.
Û em kurd jî nikanin vê sextekarî û bêexlaqiya wan têxin çavên wan.

Îcar diyar e têkiliya bi Îsraîl ra ji tirkan ra adet e, lê ji me kurdan ra qebhet e!
Tirk fêr bûne, bi şivên ra digrîn, bi gur ra goşt dixwin!
.

04 oktober 2007

Kalîteya jiyanê

Li gor ”Endeksa Kalîteya Jinanê” ya Neteweyên Yekbûyî di nava 154 welatan da Tirkiye bûye welatê 96-mîn. Yekî tirk ev xeber bi hêrs ji hevalê xwe yê kurd ra xwend û got:
-Wey xwelî li serê me be, tu dibînî em çiqasî li pey xelkê mane!
Yê kurd keniya û got:
-Heyran tu dev ji kalîta jiyanê berde, hema bira em kanibin bê qeza û bê bela bijîn ew jî besî me ye.

Bi kêrî tiştekî nayêDanê êvareke xweş bû, çend heval bi balonê derketibûn seyranê. Piştî demekê îstîkameta xwe wenda kirin. Çaxa yek li jêr dîtin gelkî kêfa wan hat û balon hinekî daxistin. Dema ketin meda bankirinê ji balonê deng li yê erdê kirin, gotin:
-Bira, ma tu zanî em li ku ne?
Yê li erdê li wan vegerand, got:
-Hûn di balonê da ne…
Yê di balonê da gotin:
-Miheqeq ev Îbrahîm Guçlu ye, tiştê dibêje rast e lê bi kêrî tiştekî nayê.

03 oktober 2007

Derewên bi boçik

Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, îro li Strasburgê li Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewrûpayê axaftinek sosiret kir.Gul, di axaftina xwe û bersîvên pirsan da tam wek tirkekî peyivî. Gul got, li Tirkiyê îşkence tuneye, ji ber fikir û baweriyên cuda neheqî li kesî nabe, her kes fikrên xwe bi hawakî azad tîne ziman, kes ji ber fikrên xwe nakeve hefsan, kurd azad in û neheqî li wan nabe û gelek virên din.

02 oktober 2007

Li Tirkiyê darbeyek din bi rê da ye

Serokerkanê artêşa tirk Yaşar Buyukanit di axaftina xwe ya do da dîsa bi zimanekî tûj û diminane êrîş bir ser miletê kurd, ser tevgera kurdan ya siyasî û bi taybetî jî hebûna Kurdistana Federal ya jî çêbûna Kurdistaneke serbixwe ji bo Tirkiyê wek tahlûkeyek pir mezin nîşan da. Li gor Buyukanit heta ku DTP û parlamenterên wê di Meclîsa Tirkiyê da bin ji wan ra rehetî tuneye.

Ji bo ku Tirkiye rehet bike, dibê tevgera gelê kurd ya demokratîk û siyasî bi temamî bête pelçiqandin û Kurdistana Federe jî nemîne.

Li alî din artêş ne hukûmetê û nej î Serokkomar nas dike. Hukûmet çi dike, Serokkomar çi dibêje artêş qet guh nadê, ew siyasetek li gor dilê xwe dimeşînin.

Do Meclîs vebû, Abdullah Gul peyivî lê Serokerkan beşdar nebû. Leşker beşdarî resepsiyona vebûna Meclîsê jî nebûn. Serokerkan çû li dereke din axaftineke mişt tehdît kir.

Yanî bi kinî artêş pênc qurişê xwe jî di Serokkomar û hukûmeta AKP-ê nade. Û bi her hawî nîşan dide ku dev ji kurdan jî bernadin. Ne tenê kurdên bindestên xwe, kurdên başûr jî di nava hedefên artêşa Tirk da ne.

Tiştên meriv ji kirin û axaftinên generalên tirk derdidixe zû ya jî dereng ewê darbeyeke din bikin. Ji ber ku derbasbûna demê di eleyhê xwe da dibînin. Her ku dihere, Tirkiye nêzî endametiya Ewrûpayê dibe, kurd him li Tirkiyê û him jî li Başûr bi pêş dikekevin û hêdî hêdî dibin xwedî maf û statuyeke siyasî. Ev yek dewleta kûr û artêşa tirk pir ditirsîne. Loma jî bêyî darbeyeke leşkerî tu riyeke din nabînin.

Qetlîama Şirnexê haziriya vê darbeyê ye. Bombeyên li vir û li wir diteqin hemû jî amadeyiyên vê hedefê ne.

Li gor generalan ancax darbeyeke leşkerî dikane rê li ber pêşketina AKP-ê, endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê û serxwebûna kurdên başûr bigre.

Dikane were pirsîn, baş e wê demê li benda çi ne, ji bo çi dest nadin ser hukim?

Bê guman darbe her tim nabe, dibê şert werin amedekirin. Yanî dibê wezna wê were.
Artêş bi van kirinên xwe yên dawî; bi qetlîama, Şirnexê, bi teqandina bombeya li Îzmîrê, bi axaftina Yaşar Buyukanit ya do û gelek tiştên din gav bi gav nêzî darbeyeke din dibe. Hedef jî dîsa kurd in. Dibê em kurd qet xwe nexapînin siyaseta artêşê ji nêz va taqîb bikin û li gor wê tedbîrên xwe bigrin.
Ez hêvî dikim ku texmînên min hemû pûç bin û li Tirkiyê darbeyek din nebe. Lê îro şertên bûnê ji yên nebûnê zêdetir in.

Sipas!

Ev çend roj bûn min li malpera Rizgarî nenêrîbû. Îro li ciyê kar, berî ku ez kar biqedînim min got hela ez seriyekî bidim malpera dostên xwe yên Rizgarî, gelo ew di çi halî da ne. Ji ber ku ev demek dirêj e ez qet neçûme gazî û hawara wan. Bi vekirina malperê ra BLOGA min hema şûle da.

Belê, min dît ku piştî Netkurdê, hevalên Rizgarî jî nûçeya ”Bloga” min, bi nivîseke ”hingivîn” (wek straneke gorbuhuşta Eyşe Şan xanimê, hema meriv dixwaze gav û seetê lê guhdarî bike) û bi rismekî min yê ku sed qatî ji orjînalê xwe xweşiktir belav kirine.
Xwedê kêmasiya dostên wiha nede!

Li ciyê kar min risim nîşanî xanimeke nazenîn ya Misrî da û jê ra got ev EZ im. Min jê ra bi newalek Quran sond xwar lê dîsa jî bawer nekir..

Digot dinya jî xera bibe dîsa jî ev ne tu yî. Û dû ra jî bi ken got:
-Ez sond dixwum kîjan jin vî xortê çeleng li kolanê bibîne rehet nahêle, miheqeq ewê bide dû. Îcar ev tu yî?
Dema ew dipeyivî, min di dilê xwe da digot, ya Rebî ez hêvî dikim ku gotinên vê esgûgê bi rast bigere û bi rastî jî bi rê da xanimek bela xwe di min bide. lê ez ji siûda xwe pir ne bawer im. heta nuha xêreke wiha bi serê min neket, lê dibe ku ji nuha û pê va biqewime.
Hêvî ji Xwedê nayê birîn!
Li gel her tiştî ez bawer dikim ku sedsala bîstûyekê ewê bibe sedsala serkeftin û serxwebûna kurdan û sala 2008-an jî ewê bibe sala serkeftina min. Piştî ku destpêk wiha be dawî êdî diyar e. Yanî ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye.

CiwanîSofî riya xwe kur kir, melhem û lewante jî baş di xwe da û dû ra jî çû xwe da ber neynikê û ji xanima xwe ra got:
-Sibehan dema ez riya xwe kur dikim ez deh salan ciwantir dibim.
Xanim bi awirekî manîdar keniya û got:
-Ê ku rast e ne derew e, bi şev jî carê kur bike, qenekê ewê bi kêrî tiştekî bê.

Gelek sipas ji bo Netkurd, Rizgarî û malperên ku ji nuha û pê da ewê qala “BLOG”a min bikin.

01 oktober 2007

Wa ye xêrxwazekî min jî derket

Piştî nivîsa min ya do(Diyar e ji min ra dike li hev were)xêrxwazekî min bêyî ku navê xwe bibêje, gotiye ez hêvî dikim ”Xwedê ji te ra her tim weha li hev bîne.”

Ez matmayî mam, çawa kurdekî di xwe ra dîtiye û ev herdu rêz nivîsî ye?
Ji ber ku çi kin, çi jî dirêj, nivîsandin ne adeta me kurda ye. Em kurd heyranê axaftinê ne. Li ba me çîrok jî, dîrok jî her tişt devkî ye. Ya meriv telefonî hev dike, ya jî dema di şîn û şahiyekê da bêhemdî rastî hev bê jê ra dibêje, ”wele filan nivîsa te baş bû” û bi vî hawî wezîfa xwe tîne cî.

Carê ji ber ku vî xêrxwazê min ev adeta bav û kalan xera kiriye ji bo min tiştekî pir girîng e. Û ya din jî di ser da xêra min xwestiye. Ev jî hêjayî teqdîrê ye. Ji ber ku di nava siyasetmedar, edîb û nivîskarên kurd da ev jî pir ne normal e.

Min di dilê xwe da got, birayê delal, înşeelah dua te, dua Xocê Xizir be û tavilê were qebûlkirin.

Esas heta nuha tu carî kabê min mîr nehatiye. Ez hêvî dikim ku di dawiya jiyana min da siûda min jî wek ya hinekan serî hilde.

Lê ez jê pir ne bawer im.

Dostekî min yê dêrîkî heye, Xwedê îşê wî rast bîne û yeka wî bike hezar, ew jî wek min tim xwe bê şans his dike. Çaxa îşê wî baş nemeşiya û keçikên swêdî “rica” wî qebûl nekirana bi qehr digot:

-Ji asîmanan qu… jî bibare kîr tê li serê min dikeve kuro!

Her çiqas ez wek vî dostê xwe yê dêrikî ne reşbîn im jî lê ez dizanim ku bi dua meriv nagihîje tu miradan.

Ez we xwendevanan nizanim(bêguman ku xwendevan hebin?)lê kêfa min gelkî ji malpera min ra tê.

Dibêjin jijo pepkê xwe di pişta çêlika xwe daye û bi evîndariya dayikî gotiye:
-Wey ez bi qurban bû mê, çi pûrtek nermik, wek pembo!

Ez jî wek dayika jijo, ev du roj in li malpera xwe dinêrim û dibêjim:
-Çi xweşik e !

Rojek zêde
Dibêjin ji yekî ne sofî pirsîn, gotin:
-Te çend rojan rocî girt?
Mêrik yekî mizawir bû, got:
-Ji ber nexweşiyê, min tenê rojekê kanîbû bigirta.
Pîrekî elewî jî li wir bû. Dema eynî pirs ji wî jî hat kirin, pîr qet xwe netertiland û got:
-Wele vî hevalî rojek ji min zêdetir girtiye!

PARVE BIKE