31 mars 2019

Întîxar



Yek hilkişiyabû ser xanîyekî bilind û dikira xwe bavêta jêr û xwe bikuşta. Yekî ji wir derbas dibû jê ra got:
-Raweste, xwe navêje!
Yê li ser xênî got:
-Ê ji bo ku ez xwe navêjim sebebekî bibêje?
Mêrik got:
-Kuro kêmaqil tu xwe bavêjî tu yê bimrî !
Yê li ser xênî got:
-Weleh tu rast dibêjî, wê demê min dev jê berda, ez xwe navêjim…

Pere
Xort ji keça nêt hebû pê ra bizewiciya ra got:
-Ez dixwazim pirsekê ji te bikim. Gelo tu qîmetê didî pera ya na?
Keçikê got:
-Na bi Xwedê qet qîmetê nadim pera, hema çi têkeve destê min tavilê xerc dikim û xwe jê pak dikim...

Ez çûm wir jî
Lawikê parsek li kolaneke bajêr destê xwe li ber xanineke bi hêl û milî vegirt û jê sedeqeyek xwest.
Jinik lê sekinî û jê ra got:
-Lawê min, heyfa te, ma çima tu naçî dibistanê?
Lêwik got:
-Ez çûm wir jî, lê yên li wir giş rût in, kesî qurişekî xwe jî neda min...


Li Tirkiyê piştî hilbijartinan ewê çi bibe?


Sibe(min ev nivîs do bi şev nivîsî) li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartin e û 57 milyon hilbijêr ewê herin ser sindoqan û rayên xwe bidin.

Muxalefeta Erdogan û Bahçelî dibêje heger ew Stenbolê, Anqerê, Îzmîrê, Edenê, Bûrsayê, Mêrsînê û çend bajarên din yên mezin bigrin ewê kursiya Erdogan biheje û bibe destpêka têkçûna Cepheya Cumhûr.

30 mars 2019

Civata tirk deprasyonê derbas dike


Hivde salên îktîdara AKPê û hêzên îslamî-faşîst psîkolojiya tirk û kurdan xera kiriye, gîhandiye asteke pir xerab û metirsîdar. 

Li gorî psîkolog û psîkiyatran civaka tirk bi temamî di depresyonê da ye. Helbet rewşa kurdan li gorî kurdan gelkî xerabtir e. Çimkî delwlet 24 saetan wer li dû kurda ye.

29 mars 2019

Kumê rastan xwar e lê serê wan bilind e


Kumê rastan tim xwar be jî dibê meriv rastiyê bibêje. Kumê meriv xwar be jî serê meriv bilind e. Serbilindî ji kumê xwar muhîmtir e.

Kesê rastgo bêtirs e, rehet e, serê wî bilind û pişta wî rast e. Ev yek jî aramiyekê dide ruhê kesê rastgo.

Her tim rastiyê bibêje, ji bo ku tu mecbûr nemînî te çi gotiye were bîra te.

Mark Twaîn

Edeb û rexne

Di medyaya sosyal da gelek caran xwedêgiravî bi navê rexneyê gelek tiştên ne xweş û bêedeb ji partî partî û şexsan ra tê gotin. Ev tiştekî qet nexweş e, dibê meriv neke û yên dikin jî xweş nebîne.

Meriv kane ji yekî, ji fikir û îdeolojiya wî û ji tercîhên wî yên siyasî hez neke, heta jê pir aciz be, ev normal e. Ji xwe meriv nikane ji her kesî, ji her fikrê û ji her partiyê hez bike.

Ma tenê xweşik e?




Sidqî Zîlan li ser xweşikiya, bedewiya ala Kurdistanê gotiye:

”Ji bo ku ala me ye nabêjim, lê bi rastî jî ala Kurdistanê pir xweşik e !”

Mihemed Sanri jî ev gotina Sidqî Zîlan tesdîq û şirove kiriye, gotiye:

”Ma tenê xweşik e?
Ya din jî ala dinyayê ya herî pir û pak e. Bi qasî zereyekê jî di zulmê û  kedxuriyê negeriyaye, aleke  dinyayê ya  tam azad e !”

28 mars 2019

Benîştê dînan ji lîtirê ye


Benîştê dînan ji lîtirê ye û rahîştina kevirê mezin jî elameta neavêtinê ye.

Ji gotinên mezin bêtir dibê meriv karê mezin bike. Ya muhîm ne gotin e, kar e, kirin e.

Gava yekî ji bo gelê xwe karek kir, bi ya te şaş be jî biçûk nebîne, fikrê xwe bibêje, rexne bike lê reş neke. Car heye dû ra meriv şaş derdilkeve.

27 mars 2019

Dibê meriv navê tiştan rast lêke



Hin tişt hene dibê meriv vekirî bibêje. Kurdê hîn jî bi AKPê ra be, hîn jî parlamenterê AKPê be û hîn jî bibe namzetê Bahçelî û Erdogan yê belediyan êdî sedîsed xwe ji kurdayetiyê şuştiye û sedîsed bûye merivê dewletê. 

Pere


Mamoste ji Berfîna biçûk pirsî, got:
-Heger sed lîrayê te hebe, tu jê bîst lîrayî bidî Meyrê û sî lîrayî jî bidî Binefşê, ewê çiqas perê te bimîne?
Berdîn got:

26 mars 2019

Li Tirkiyê hilbijartin êdî lîstikekek vala ye


Li Mûşê 31 kurd girtine, li Mêrdînê û nizanim li ku nizanim çiqas kes girtine. 

Her roj li vir û li wir ji HDPê çend kesên berbiçav digrin. 

Ji xwe Soylu û Erdogan dibêjin HDP li hin deran qezenc bike jî piştî hilbijartinan ewê qeyûman tayin bikin.

Li ba me kurdan rexne


Rexne, analîzkirina bûyerekê, berhemekê ye, ji her alî ve(pozîtîv, negatîv) kirîtîkirina merivekî, berhemekê, bûyerekê, mezûyekê ye.

Bi rexneyê meriv aliyê berhemekê yê baş û yê xerab, yê rast û yê çewt,  tiştê pozîtîv û negatîv derdixe ortê.

25 mars 2019

Pezkûviyan îsal jî nehîştin em laleyên xwe bibînin !



Ev 4-5 sal in pezkûvîyeke ya jî du hebin tahmijîne lale û kulîkên hewşa me. Zaliman nahêlin em du sê rojan bibînin.

Dizên me yên her sal do bi şev dîsa daketin neqeba me û hemû kulîlkên bexçe yên serên xwe ji bin axê derxistine xwarine û çûne.

Em kurd bêşans in, ji heftê û heft miletan cîranên min hene, di nava gişan da tên gulîlkên min dixwin...

Kulek û kor li hev vehesiyan li dikana Evdilor !



Tansu Çîller û Mehmet Agarê xwedî sabîqeyên giran jî beşdarî mitînga Erdogan û Bahçelî-Tifaqa Cumhûr- ya Stenbolê bûne.

Kût û kulek û kor, li hev vehesiyan (hatin ba hev) li dikana Evdilor...

Dîsa civîneke "serkeftî û cidî" çêkirine (!)



Di ser hilbijartina 30 îlona 2018a ra şeş meh derbas bûn, lê li başûrê Kurdistanê hîn tu hukûmet, mukûmet çê nebûye. Civîn û leleqleqên vala berdewam in.

Nûnerên PDKê û YNKê do(24/3) dîsa civiyane û dîsa gotine wan civîneke ”cidî û berhemdar” kiriye. 

24 mars 2019

Berçavk



Lawikê biçûk ji pîrika xwe pirsî, got:
-Pîrê, ma rast e berçavka te her tiştî mezin dike?
Pîrê got:
-Erê ez bi qurban, te çima pirsî?

Sirûda Ey reqîb di asîmanên Baxozê da olan da



Şêr û şepalên kurd û mitefikên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) û Amerîkayê piştî 41 roj şerekî giran û xwînî li Baxozê li hemberî hovên Daîşê zafera xwe bi xwendina sirûda/marşa ”Ey reqîb” îlan kirin !

Di merasimeke leşkerî ya bi îhtîşam da, sirûda Ey reqîb di asîmanên/semayên Baxozê da olan da:

-Ey reqîb her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danerî topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe
Zînduwe qet nanewê alakeman.

23 mars 2019

Wêrekî û newêrekî



Heger em naxwazin heta û heta bindest bimînin û bibin emirber û pêkenînên ber destên tirkan û di dawiyê da bibin tirk, dibê em wêrek(dilêr, cesûr) bin, wêrek hereket bikin.

Helbet miletek, her ferdê miletekî nikane wêrek be. Lê belê kesên xwedî îdîa, kesên pêşengiya miletekî dikin, ronakbîr û siyasetmedarên miletekî dibê wêrek bin. 

Mêrê newêrek tu carî nikane bi sîngê gewr û boz şa bibe…

Li Baxozê kurdan bizmarê dawî li tabûta Daîşê xistin !


HSDê, yanî kurdan, yanî YPGê û YPJê li Baxozê bizmarê dawî li tabûta Daîşê xist.

Ez wan keç û xortên kurd yên zora van hov û tebayên nedîtî birin û bi hezaran teslîm girtin pîroz dikim !

Bi hêviya serketinên hîn mezintir!

22 mars 2019

Erdogan dîsa got ezê destûrê nadim !


Erdogan beyana serokê Amerîkayê Trump ya li ser Girên Golanê rexne kiriye û gotiye, ”ewê tu carî îznê nedin meşrûkirina dagirkeriya Girên Golanê.” 

Tu dibêjî qey hinekan îzin ji efendî xwesitiye !

Kuro tu îznê bidî çi ye, tu îznê nedî çi ye?

Ehmeqiyên dijminên me feydeyê digihînin me


Rastiyek heye dibê em qebûl bikin, hêza me tenê têrê nake em zora çar dewletên welatê me dagir kirine bibin. 

Dar pir qalind bûye û destên me lê nayê hev. Em çi fedekariyê, çi qehremaniyê bikin jî têrê nake, ew pir in, em hindik in. Di warê eskerî, aborî, teknîk da ew xurt in, em zeîf in.

Lema jî em nikanin bi wan.

21 mars 2019

Li dinyayê îtîbara dijminên me di binê sifirê da ye


Ez qet mubalexe nakim, îro tu siyasetmedar û serokekî ewrûpî naxwaze serok û berpirsiyarekî Tirkiyê li welatê xwe bibîne. 

Ew çi fortê didin xwe û çi derewê dikin bira bikin, lê îtîbara Tirkiyê û kesên Tirkiyê îdare dikin li Ewrûpayê di binê sifirê da ye.  Û heta ew vê zulmê li me bikin û mafê me nedin halê wan jî ewê tim ev halê rezîl û perîşan be.

Bi ya wan gerek li dinyayê gorrên kurdan jî tunebin


Carnan egîdekî mêran kane bi destê namerd û kûçikekî qol were kuştin.
 
Tarîxa me şahidê vê ye. 

Gelek egîd û gernasên mêran bi destê namerd û kûçikan hatin kuştin. 

Û gorrên wan jî nîşanî me nadin. 

20 mars 2019

Ji emîrekî Daîşê li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê îtîrafên gelekî girîng !

Li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê di malpera Ahwal danivîseke pir girîng heye. Kurtiyeke hevpeyvînê malpera HS Today belavkiriye.

Emîrekî Daîşê bi navê Ebû Mansûr al Megrebî, li ser têkiliyên Tirkiyê û Daîşê agahiyên pir girîng dana.

Neyarên me ji bo me teslîm bigirin li Şamê civiyan


Do serekerkanê Artêşa Îraqê Osman Ganimî, serekerkanê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî bi serekerkanê artêşa Sûriyê û bi Beşar Esed ra li Şamê civiyan û li hemberî kurdan ewê siyaseteke çawa bimeşînin fikrên xwe ji hev ra gotin, plan û programên mişterek çêkirin. 

Her çiqas serekerkanê Tirkiyê vekirî û bi rengekî resmî beşdarî civînê nebûbe û bi Esed ra risim negirtibe jî lê miheqeq Tirkiye jî li pişt perdê di civînê da bû. 

Karê zavê



Bavê keçikê ji xwazgîniyên keça xwe pirsî, got:
-Ma karê zavayê me çi ye, çi karî dike?
Bavê zavê got:
-Weleh di Facebookê da malpereke wî ya 59 hezar kesan heye.
Bavê keçikê karê zavê fêm nekir, bi meraq got:

19 mars 2019

Rexneya siyasî û exlaq


Şîreteke rahmetiyê Arîstoteles ya gelkî kêfa min jê ra tê heye, gotiye, "Merivê biaqil her tiştê difikire nabêje, lê belê her tiştê dibêje difikire."

Xwezîka her kesî li gorî vê şîreta apê Arîstoteles hereket bikira û her tiştê dihat bîrê negota û bi wan gotin û îdîayên xwe yên bêbingeh xelk sûcdar nekira.

Çima di nav tirkan da merivên xerab hewqaî pir in?


Helbet ne rast e meriv miletekî bi tevayî reş û xerab bike, hindik bin jî di nava miletekî da îsanên baş jî hene û yên xerab jî. Wek terorî ev rast e.

Lê ez dikim nakim, di nava siyasetmedarên tirk da çavê min bi merivekî baş, paqij, rastgo, ne pantirkîst, ne li dijî kurdan nakve, siyasetmedarekî bi rastî baş, paqij nabînim.

Dibê kurd dewletên li pişt Daîşê bûn derxin ortê


Daîşê bi çavê koleyan li kurdan dinêrî û xwest miletê kurd êsîr bigre û ji erebên sune ra bike kole. 

Lê kurdan bi bedêleke mezin be jî ev rêxistina îslamî ya faşîst şikandin û nuha li Sûriyê qefle bi qefle teslîmî kurdan dibin. 

18 mars 2019

Bi pera şerefê qezenc neke, bi şerefa xwe pera qezenc bike...


Ne pûlûperestî, eşqa pera bûya hewqas kurd nedibûn merivên dewleta tirk. Timayiya çend qurişên rezîl gelek kes kirine mitefiqê dagirkerên Efrînê, Kurdistanê û qatilên kurdan. 

Kesên îro li Anqerê û li Stenbolê bi dagirkerên Efrînê û bi xayinên kurdan ra civîn û programên telewîzyonê çê dikin, ji bo debera xwe himalî bikirana karekî bi şereftir bû.

Tecrûbe



Gelekê caran em dibêjin gelek felaket û bobelatên mezin hatine serê miletê me, lê belê em ji wan serboriyên xwe ders û tecrûbeyê nagirin. 

Em nagirin, nikanin bigirin çimkî tecrûbe, ne tiştên tên serê meriv, tiştê meriv ji wan serpêhatiyan fêr dibe ye.

17 mars 2019

Dibê meriv çêyiya xelkê înkar neke, bişêkirîne


Musilmanên oldar, îslamîst, cîhadî him li dijî xiristiyanan in, him li dijî dînê wan, kultura wan û şiklê jiyana wan in û him jî ji her welatê musilman direvin xwe davêjin dexlê xiristiyanan...

Xiristiyan wan naxwazin, li dijî hatina wan in, lê ew qefle bi qefle, bi zor tên.

Û dû ra jî dibêjin çima hûn ji me hez nakin? 

Ma musilman, îslamîst ji xiristiyanan, ji dînê wan, ji kultur û şiklê jiyana wan hez dikin?

Nas dikim



Mamosteyê sinifa yekê di dawiya salê da li ser herfan dipeyivî. Herfa "Ç" li textê nivîsî û ji Jîro pirsî:
-Ev kîjan herf e?
Jîro fikirî û hinekî bi şermokî got:

Dibê em hewqasî jî ne bêmejî bin !


Hela hûn werin vê sosireta giran, serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu, jenosîda Helebçeyê bibîr anîye û hin kurd jî bi vê ”dilşewatî û dostiya” Ahmet Davutoglu, pir kêfxweş bûne û ev twîtta Davutoglu di malperên xwe da kirine xeber û ji vî neyarê qewmê kurdan ra li çepikan xistine.
 
Heyf ! 

16 mars 2019

Ne ya tirkan, xetereke me ya bekayê heye



Kesên Tirkiyê îdare dikin, Bahçelî, Erdogan her roj dibêjin ”meseleyeke tirkan û Tirkiyê ya bekayê heye.”

Yanî xwedêgiravî hebûna Tirkiyê, mayin û berdewamiya Tirkiyê di tahlûkê da ye. 

Li gorî îdîa berpirsiyarên Tirkiyê kurd dixwazin Tirkiyê ji ortê rakin û dawiyê bidin hebûna tirkan.

Jenosîda Helebçeyê nayê jibîrkirin !


Komkujiya Helebçeyê di dil û hinavê kurdan da birîneke kûr û bêderman e. Emê komkujiya li Helebçeyê bû tu carî ji bîr nekin.

Di 16ê adara 1988a da rejîma Seddamê qatil bi balafirên şer jahrî bi ser bajarê Helebçeyê da barandin û 6 hezar 500 kurd qetil kirin û 15 hezar kes jî jahrdadayî bûn û seqet man.


16ê adara 1988a di tarîxa miletê kurd da rojeke reş e, jenosîdeke mezin e.

15 mars 2019

Terorê îcar xwe li New Zelandê nîşan da


Li New Zelandê(Zelanda Nuh) terorîstan êrîş birin ser du mizgeftan

Li New Zelandê li bajarê Christchurchê çend terorîstan girtin ser du mizgeftan û kesên di hundur da gulebaran kirin. 

Li gorî agahiyên polîs di herdu êrîşan da li dora 49 kesan hatine kuştin û gelek kes jî birîndar in.

14 mars 2019

Dibê kurd tu carî baweriyê bi berpirsiyarên Tirkiyê neynin



Efendim Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê SedatOnal bi serokwezîrê Kurdistranê Nêçîrvan Barzanî ra rûniştiye û nizanim çi gotiye û çi soz daye hukûmeta Kurdistanê û gotiye ew amade ne çi û çi bikin

Îşê patron zor xuya dike


Firokeyên şer yên Rusyayê Idlib bombebaran kinine. Li gorî medya dinivîse di êrîşê da 13 kes hatine kuştin û li dora 60 kesan jî birînda in.

Dostiya Tirkiyê û Rûsyayê dostiya rûvî û quling e, li ser xapandinê ye. Xapandin jî heta derekê ye, piştî nuxteyekê dawiya xapandinê û durûtiyê tê û her tişt dîsa vedigere qeysa xwe ya berê.

13 mars 2019

Îro li Stockholmê berfeke şilope dibare



Îro li Stockholmê hewa qet ne xweş e. Li derve berfeke şilope dibare û du derece di ser sifirê ra germ e. 

Yanî ner oja ger û seyranê ye. Lê hêvî dikim piştî nîvro berf veke û em derkevin gera xwe ya rojane.

Mesaja merhûm

Li gundekî yek mir. Li ser piştê wefat kiribû. Destê wî yê rastê li ser dilê wî bû, destê çepê jî li ser "qamîşê/qopikê" wî bû.

Gundî matmayî man, xwestin bizanibin merhûm çima wiha wefat kiriye, maneya vê rewşê çi ye?

12 mars 2019

Şairê ji komunîstiyê çerxî faşîstiyê kir

Îsmet Ozel yê ortê ye


Îsmet Ozelê şair jî wek her kesî ji diya xwe însan bûye, lê dû ra bûye segekî kurmî, faşîst û namerdekî bêemsal. 

Di twitta "iskender sezek" da vîdeoyek vî namerdê ereb heye, heqaretê li kurdan dike, bi bêedebîyeke mezin tinazê xwe bi kurdan û bi kurdî dike.

Di heqê kurdî û kurdan da gelek gotinên rezîl û bêmistewa dike, dibêje zimanekî bi navê kurdî tuneye...

Tiştê li Cezaîrê bû çima li Tirkiyê nabe?

Abdulezîz Bouteflîka


Dawiya dawî protestoyên cezaîrîyan netîce da û serokkomarê Cezaîrê Abduleziz Bouteflika teslîm bû, namzediya xwe ya serokkomariyê paş da girt. 

Abduleziz Bouteflika, ev çar car in dibe serokkomarê Cezaîrê, dixwest cara ppêncan jî bibe, lê gel serî hilda û piştî protestoyên bi rojan, Bouteflika teslîmî îradeya gel bû û namzediya xwe paş girt.
Li Tirkiye tiştekî wiha ne mimkûn e. 

11 mars 2019

Hesabê wan yê mal û bajêr li hev derneket


Înkar û neyartiya kurdan ewê tirkan hîn pir rezîl û perîşan bike. Ev nîna ye, tirnîna hîn maye.

Wan digot belkî Erdogan ewê tenê kurdan bipelixîne, bişewitîne û tirkê jî firîkê xwe bi agirê bi serê me ketiye biqelînin. 

Lê hesabê wan şaş derket. Ne bi qasî me jî agir bi wan jî ketiye, ew jî dişewitin. Û ewê hîn xerabtir jî bibe.

Ji bo çi welatên musilman hewqasî paşdemayî ne?


Îslamîyetê musilman gêj kirine, bûye sebebê paşdemayin û bêtoleransiya wan, bûye sebebê miletên musilman feqîr û cahil bimînin û ilm û îrfan û teknîkê fêr nebin. Rê li ber pêşketinê, guherînê û fikirînê girtiye.

Xelk û alem diherin asîmanan û tên, dinya kirine lîstokek biçûk û dana destên însanan, yên me hîn bi çîrok mîrokên ereban yên vala mijûl in.

10 mars 2019

Bêguman têkçûna Daîşê we xemgîn dike


Medyaya tirk pir kêm cî dide dîmenên teslîmbûna çete, celad û terorîstên Daîşê, fena ku di ber serê wan da bûyereke wiha tunebe.

Qala teslîmbûna terorîstên Daîşê nakin çimkî ev rewş bi wan pir zor tê, naxwazin çeteyên xwe di wî halî da nîşan bidin û moralê tirkan xera bikin.

Kevirê havînê bavêje binê kulînê


Carnan meriv ji hinekan hêvîyên pir mezin dike, li bende tiştên mezin û mikemel e. 

Lê gava meriv netîceyê û berhemê dibîne, meriv xeyalşikestî dibe...

Meriv ne kane bibêje ”baş” e û ne jî bibêje ”xerab” e. Tu tû kî jor simêl e, tu tû kî jêr rî(rih) ye.
Yanî meriv dimîne di nabêna xelîl û celîl da.

Jiyan kin e kar pir e



Umur(temen, jiyan)wek rêwîtiyekê ye, destpêkê meriv dibêje belkî rê pir dirêj e, ewê qet neqede. 

Lê meriv hew dibîne tew nêzî dawiya rê jî bûye. 

Meriv matmayî dimîne, dibêje hela hela, ev rê çiqasî kin bû, lê min feqîrî destpêkê qet nizanîbû.

Tiştê ez zanim bipirse


Nimêja îniyê
Meleyê Meşûr cubeyê xwe li kir, şaşika xwe girê da û li kerê xwe yê meşûr suyar bû û kete rê. Bi rê da yekî nas rastî wî hat, got:
-Mele xêr e, tu wiha bi ku da diçî?
Mele got weleh ez diherim bajêr nimêja îniyê.
Mêrik got:

09 mars 2019

Îro jî me li Stockholmê guh da du kurdên zaza



Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî li ser rewşa kurdên kirmanc(zaza)û zaravayên wan semînerek berfireh hat dayin.

Semîner ji alî Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî ve hatibû amadekirin û axaftevanên semînerê jî Mehmet Selîm Ûzûn û Îhsan Espar bûn. Herdu axaftevanan jî bi teferûat qala xebatên grûba Koma Vate û kovara Vate kirin.

08 mars 2019

Ya emê vê rewşê biguherin ya jî emê bihelin û bibin tirk...


Dewlet ji bo însên(mirovan) heye, ji bo ku ji însên ra xizmetê bike, ji bo ku di rojên teng da here hawar û alîkariya wî û gava hewce be wî ji êrîşan biyaniyan biparêze.

Dewleta tirk ne dewleta me kurda ye, ya Tirka ye. Yanî dewleta dibê xizmetkarê me bûye wek hûtekî heftserî dixwaze me daqultîne.

Biçirîne zirar tê nîne !


Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bînalî Yildirimê carê gotibû ”di koka min da jî kurdbûn heye” gotiye:

”Em gelkî qedir û qîmetê didin jinan; di vî warî da em ji gelek welatên Ewrûpayê pêşdatir in. Her sala derbas dibe him di siyasetê da û him jî di jiyana sosyal da em bêtir bi pêş dikevin.”
Berde binê te erd e!
Biçirîne zirar tê nîne ! 

07 mars 2019

Erdogan maye di nabêna xelîl û celîl da...



Erdogan ketiye feqa xwe. Ji bo ku kanibe li Sûriyê bi rehetî şerê kurdan bike wek bertîl ji Rûsyayê S-400 kirî.

Lê îcar Trump ji vê bazara wî aciz bû. Nuha maye di nabêna xelîl û celîl da, ne  kane dev ji kirîna S-400î berde û heger bikire jî Trump dixeyide. Û razîkirina herduyan bi hev ra jî zor xuya dike.

Jin û zarokên Daîşê bûn bela serê kurdan



Daîş rêxistineke terorîst ya îslamî ye û xwest ji muslimanan ra dewleteke îslamî ava bike û Ewrûpayê, Amerîkayê û hemû kesên ne musilman bi cîhadê bike musilman. 

Yanî hedefa Daîşê ya nêzîk dagirkirina Kurdistanê û Ewrûpayê û qirkirina hemû kafiran bû.

Dibê meriv ray nede kesê bi kurdî nizane


Dema hilbijartinên mehelî nêz dibe. Siyasetmedar û namzedên partiyan di nava milet da digerin û propagandayê dikin, ji gel rayan dixwazin.

Lê belê gelekên wan propaganda xwe ne bi kurdî, bi tirkî dikin. Li Cizîrê, li Şernexê, li Nisêbînê, li Diyarbekrê û li gelek bajarên din bi tirkî xîtabî gel dikin.

06 mars 2019

Dibê meriv raya xwe nede nemzedê bi kurdî nizane


Dema hilbijartinên mehelî nêz dibe. Siyasetmedar û namzedên partiyan di nava milet da digerin û propagandayê dikin, ji gel rayan dixwazin.

Lê belê gelekên wan propaganda xwe ne bi kurdî, bi tirkî dikin. Li Cizîrê, li Şernexê, li Nisêbînê, li Diyarbekrê û li gelek bajarên din bi tirkî xîtabî gel dikin.

Ezê pir vekirî bibêjim.



Bêyî ku meselê dirêj bikim, ezê pir vekirî bibêjim. Tiştê ez dibînim li ba tirkan mafê me, qîmeta me kurdan bi qasî ya kûçikan jî tuneye. Kî çawa dibîne bi kêfa xwe ye, lê ez wiha dibînim, wihsa his dikim.

Deyn


Xoce Nesredîn li bazarê zeytûn difrot. Jinika cîrana wî çû balê û jê ra got:
-Xoce, ma zeytûnên te baş in?
Xoce got:
-Kerem bike tahm bike.
Jinikê got:

05 mars 2019

Gelek kes bi Erdogan xapiyan


Hin kesan heta du sê sal berê jî pir pesnê Erdogan didan û jê hêviyeke mezin dikirin. Li gorî bawriya wan Erdogan ne kemalst û ne neyarê kurdan bû û ewê hêdî hêdî mafê kurdan bida.

Lema jî di piştgiriya AKPê û Erdogan da tu şaşî nedidîtin û bi kêfxweşî pesnê kirin û ”şoreşa” Erdogan didan.

Rêbera Rastnivîsînê



Gelek kesan fikrên xwe gotin, min got ka ez jî du sê gotinan li ser Rêbera Rastnivîsînê bibêjim.

Ev çend roj in di medyaya sosyal da li ser ”Rêbera Rastnivîsînê” ya ji alî Weqfa Mezopotomyayê ve hatiye weşandin minaqaşeyeke mezin heye. Li ser qaîdeyên Rêbera Rastnivîsînê pêşniyar dike gelek fikir û rexneyên cuda hene.

04 mars 2019

Em nebin yek emê careke din herin yek bi yek


Li rojava û li başûrê Kurdistanê ji bo kurd bigihîjin azadî û serxwebûna xwe tarîxê fersendek mezin da wan. Lê belê partiyên kurd heta nuha ji vê fersenda tarîxî baş sûd negirtin, lema jî li zirarê derketin û ev zirar kane hîn jî mezintir bibe.

Li başûr partiyên siyasî ji ber ku yekîtiya xwe çênekirin û berjewendiyên partîtîyê, şexsî û malbatî di ser yên netewî ra girtin, ji ber ku bi hev ketin, Kerkûk jî di nav da, nîvê Kurdistanê ji destê  xwe derxistin û nuha jî li gorî 3-4 sal berê di rewşeke pir xerab da ne.

03 mars 2019

Ji kurdên AKPê û TRTkurdî pirsek !



Erdogan do dîsa got, ”heger hûn Kurdistanê dixwazin li bakurê Îraqê Kurdistan heye, biterqizin herin wir. Li vî welatî Kurdistan tuneye.”

Di nava AKPê da hin kurd hene heger ne derew be hebûna Kurdistanê qebûl dikin û dibêjin ew ji kurdistanê ne.

Di TRTkurdî da jî hin kurd hene xwedêgiravî ew jî hebûna Kurdistanê înkar nakin û dibêjin welatê wan Kurdistan e.

Kes nikane me ji welatê me derxe !


Sêwiyên mahcirên Kafkasan kurdan ji welatê wan diqewitînin, dibêjin kurdên teslîm nebin, kurdên koletiya me qebûl nekin bira herin Kurdistana Îraqê! Li welatê me Kurdistan tuneye, Kurdistan li bakurê Îraqê heye, bira herin wir.

Ecêba giran, serokê dewletekê miletekî ji welatê wî diqewitîne. Ev banga tehcîrê ye, gefa qetlîamê ye...

02 mars 2019

Dijimên me ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar in


Xwezî dijminên me hewqasî ne wahş, hewqasî ne dirinde, pûşt û namerde bûna. Dixwazin bi wahşeta xwe, bi celatî û qetlîaman me biqedînin.

Di şerê li hemberî da guh nadin tu prensîbê şer yê navnetewî, exlaqî û însanî; ji bo ku zora me bibin her namerdiyê û wahşetê mubah dibînin. Ew ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar in.

Şibandina însên bi lawiran


Di swêdî da gotinên bi teşbîhên/şibandinên heywîn, lawiran pir in. Ez dixwazim ji van teşbîhên lawiran/heywîn çend numûneyan bidim.

Di kurmancî da jî teşbîhên wiha pir in. Di kurmancî da jî meriv însanan dişibîne şêr, kûçik, ker, gur, rûvî, kund, bilbil, pisikê û hwd...

Zimanê xwe derxe !



Keçeke pir bedew bi diya xwe ya nexweş ra çû ser tuxtor. Çavê tuxtorê xort çer li keçikê ket hiş di serê wî da nema û ji keçikê ra got:
- Ji kerema xwe kincên xwe ji bike !
Dêya keçikê got:
-Tuxtor, ya nexweş ne keça min e, ez im.
Tuxtor got:

01 mars 2019

Tirkiye kurdên başûr wek mahcirên Îraqê dibîne

Alî Riza Guney


Tirkiye kurdên başûr ne wek miletekî xwedî welat, wek mahcirên Îraqê, wek kesên koçber bûnin dibîne.

Li gorî Tirkiyê tu ferq di nabêna kurdên başûrê Kurdistanê û kurdên Stenbolê da tuneye. Lema jî Tirkiye li dijî referandûma serxwebûnê derketiye.

Çîroka Hz. Mûsa û Îblîs û rewşa me



Dibêjin rojekê Îblîs lêxist çû ba Hz. Mûsa û jê ra got:

-Ya Mûsa, Xwedê teala tu wek Pêxemberê xwe hilbijartiye û bi te ra peyivîye. Qedrê te li ba Wî heye. Tu bi rewşa min zanî.  Ez jî mexlûqekî Xwedê me. Min gunehkariyek kir û nuha jî dixwazim tobe bikim. Ez dixwazim li huzûra Xwedê tu ji min ra bibî alîkar ji bo ku Xwedê teala tobeya min efû û qebûl bike. 

Bi gotinê êdî mû bi zimanê min va hat


Kurd û mixalefeta Erdogan-AKPê her roj qala hîle û sextekariyên hilbijartinê yên ji nuha da tênkirin dikin, numûneyan didin, sextekariyan bi belge nîşan didin. 

Ji wan wetnê bi van îfşeyan ewê kanibin rê li ber sextekariyên hukûmetê bigrin.

Xelk çi saf e yaho !

PARVE BIKE