13 mars 2019

Mesaja merhûm

Li gundekî yek mir. Li ser piştê wefat kiribû. Destê wî yê rastê li ser dilê wî bû, destê çepê jî li ser "qamîşê/qopikê" wî bû.

Gundî matmayî man, xwestin bizanibin merhûm çima wiha wefat kiriye, maneya vê rewşê çi ye?

Lê li ser maneya şiklê wefata rahmetî li hev nekirin. Çûn ev wezîyeta wefata mêrikê mirî ji melê gund pirsîn, gotin ancax mele bizanibe rahmetî bi vê yekê xwestiye ji me ra çi bibêje?

Mele hinekî fikirî lê wî jî tavilê tu mane jê dernexist. Ji gundiyan ra got:

-Hela hinekî sebir bikin, ezê lê bikolim. 

Piştî nîv saetekê mele çû nava cimatê, got:

-Gelî cimatê, ez sebebê wî halê wefata rahmetî fêr bûm. Rahmetî
 bi destê xwe yê rastê yê li ser dilê xwe gotiye, deynê li wî ye heq e, ew deynê kesî înkar nake.
Bi destê xwe yê çepê jî gotiye, lê belê ancax hûn kanin bi serê vî qopikê/qamîşê min bigrin…

Guneh
Jinik li dêrê çû ket hucreya gunehan û dest bi axaftinê kir:

-Min efû bike Peder! Ji 7 gunehên di Kitêba Miqedes nivîsîne min yek kir. Min bi kibrê xwe gunehkar kir. Min rojê du caran dûr û dirêj li neynikê(mirêkê)nêrî û bi pozbilindî ji xwe ra got:

-Ez jineke çiqasî pak û bedew im !

Li ser van gotinên jinikê Peder perda nabênê rakir û baş bala xwe da jinikê, li hemberî bedewiya jinikê Peder mest bû û şorik ji devê wî herikî û bi henûnîyeke mezin jê ra got:

-Xatûna hêja, mizgînek min ji te ra heye, gunehê te tuneye, tu şaş î, vir da were...

Quretî
Rojekê çend kesan bela xwe di Melê Meşûr dan, jê ra gotin:

-Seyda, dibêjin qedir û qîmeta te li ba ewliya û enbiya heye.

Ma ev îdîa çiqasî rast e, asasê vê gotinê heye ya na?

Mele tiştekî wiha nedigot, lê îtîrazî gotinê jî nekir, got:

-Weleh ez çi zanim, qey were ye lema dibêjin…

Yekî ji cimatê got:

-Seyda, kesên wiha xwedî keramet in. Hela tu jî kerametekê, mûcîzeyekê nîşanî me bide em bibînin.

Mele ket ûdê, gerek kerametekî xwe nîşan bida. Ji mecbûrî got baş e û ji dara çinara li hemberî xwe ra got:

-Çinara mezin û bi heybet, zû were ba min.

Dara çinarê ji ciyê xwe neliviya û nehat balê. Mele dest bi meşê kir û çû li ber darê rawestiya.

Yên li wir keniyan, gotin:

Seyda, dar nehat ba te, tu çû ba darê.

Mele got:

-Ez ne merivekî qure me, dar neyê ba min, ez diçim ba wê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE