28 februari 2022

Pûtîn ji bo dinyayê talûkeyeke pir mezin e !

Merivê dinyanedî, bêesil dema dewletî dibe gewî dibe, bela xwe di xelkê, di kevir û dora xwe, bi ezmanan da hildiperike.

Çend sal berê rewşa Tirkiyê hinekî baş bû, zikê tirkan hinekî têr bûbû, vê yekê Erdogan gewî kir. Li ciyê rehetiyê êrîşî kurdan, Sûriyê û Îraqê kir.

Bela xwe di cîranên xwe gişan da. Lê nuha bi erdê ve zeliqîne, li kurtêlek nanê tisî hesilîne, bi parsê ketine.

Nîşana pîrbûnê

Yekî ji derdê hêrsokiya xanima xwe ketibû êlemanê, derdê xwe ji hevalê xwe ra got, dûra jî pirsî:

-Ma tuxtor hêrsokiya(esabîyeta) xanima te tedawî kir ya na?

Hevalê wî got:

-Erê, nuha pir baş e.

Mêrik got:

27 februari 2022

Tirkiyê jî 7 sal berê Sûr wek Kîevê bi tank û topan wêran kir

Tiştê Rûsya nuha li Ûkranyayê, li Kîevê  dike Tirkiyê 7 sal berê (2/11-15-10/3-16) eynî barbarî li Sûra Diyarbekrê, li Şirnexê, li Cizîrê û li Nisêbînê kir.

Lê kesî jî ji Erdogan ra negot çima tu vê wahşetê dikî?

Ji dawiya sala 2015a hetanî 10ê adara 2016a, 103 rojan artêşa Tirkiyê Sûr daber tank û topan.

Li gorî beyana dewletê ya resmî 279 kurd kuştin. Reqema rast helbet gelkî zêdetir e.

Hezkirin

Jinikê gazinên xwe bi hevala xwe dikir, derdê mêrê xwe jê ra digot:

-Xwişka min, ez nizanim ez çi bikim. Piştî 9 zarokên me çêbûne, mêrê min ji min ra dibêje, min tu carî ji te hez nekiriye!

Hevala wê got:

26 februari 2022

Dîktatoran huzûr li dinyayê nehîştine

Ji zû da bû me xwe nedabû ber rojê. Îro li Stockholmê roj xweş bû. Berf li erdê, 3-4 derce germ bû. Piştî ez û xanim ji gerrê vegeriyan, me li hewşê xwe da ber rojê; me qahwa xwe îro li hewşê vexwar.
Li Kîevê însan di zêrzemiyan da perîşan in, di bin topbaran û bombebaranên Pûtîn da ne.
Li Kurdistanê bi milyonan kurd di çandiran da di halekî perîşan da ne, em jî li mala xwe rehet rehet qahwa xwe vedixun.
Helbet ev ne edalet e, meriv li herêmeke aram û di nav rehetiyê da be vê bêedaletiyê  di dilê xwe da his dike.

25 februari 2022

Bêedaletî û terefgiriya dinyayê cesaretê dide zalimên wek Pûtîn

Di dagirkirina Ûkraynayê da sûcê Neteweyên Yekbûyî, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê jî heye; çimkî berê hin dîktatorên wek Pûtîn îdare kirin.

Heger Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, mahkimeyên mafên mirovî yên navnetewî, NATO adil bûna, heqnas û bêteref bûna, ji hin zalim û dîktatoran ra çavên xwe negirtana, belkî Pûtîn ewê newêrîbûya êrîşê bibe ser Ûkraynayê, bajaran bombebaran bike, xelkê siwîl bikuje û bi hezaran jî koçber bike.

24 februari 2022

Bi dagirkirina Ûkraynayê Pûtîn dînîtiyeke mezin kir

Pûtîn bi dagirkirina Ûkraynayê şaşiyeke pir mezin kir, dibê Ûkrayna dagir nekira, dibê ev gava şaş navêta. Ewê poşman bibe. Ev êrîş li ser Rûsyayê ewê pir buha rûne.

Emerîkiyan ji destpêkê digotin nêta Pûtîn pir xerab e, Rûsya ewê Ûkraynayê dagir bike.

Bi rastî jî wek îstîxbarata Amerîkayê derkt. Dibê meriv Pentagonê teqdîr bike, îstîxbarata wan saxlem bûye, texmîna wan rast derket.

Meriv bixwaze kane li Diyarbekrê bi tirkî nepeyive !

Di romana Silûkê da Enwer Karahan qala jiyana xwe ya Diyarbekrê dike, dibêje:

"Min ji xwe re kiriye înad ez li Diyarbekirê bi tirkî napeyivim û li kîjan kuçeyê bivînim zarok bi tirkî bi hev re dipeyivin, ez nêzî wan dibim û dibêjim, ma hûn tirk in? Wê gavê bi xwe nexweş tînin û hinek dibêjin, heşa abê, em kurd in..."

Bawer bikin min jî eynî tişt kiriye. Di nabêna 2010-2015a da ez gelek caran çûm Diyarbekrê, bir rojan li wir mam.

Xwezî we zêde binivîsanda

Hin nivîskar hene bi rastî nivîskar in, bi rastî edîb in, şair in, tu dibêjî belkî ji bona karekî wiha hatine dinê.

Bi zanînên xwe, bi felsefeyên xwe, bi dinya xwe ya rûhî, bi ruhên xwe yên şaîriyê xalis muxlis edîb in, şair in. Ne wek her kesî ne, bi gelek xisletên xwe merivên îstîsna ne.

Lê zêde ne berhemdar in, pir kêm dinivîsin, belkî jî tiştên dinivîsin davêjin jî.

23 februari 2022

Erê serokên me ne tu serok in, lê dinya jî pir bêbav e !

Îbrahîm Xelîl Baran gotiye, welatên Rûsyayê serxwebûna wan nas kiriye, nufûsa yekî 1,5 û ya yê din jî 2,3 milyon e.
 Mezinahiya wan jî li ser hev bi qasî erdê Rihayê û Semsûrê ye.

Heyran vê yekê her kes zane. Li Ewrûpayê 6-7 welatên erdên wan ji Rihayê gelkî biçûktir û nufûsên wan jî ji ya Rihayê gelkî hindiktir hene.

Mesele ne ku kes viya nizane, ya jî kurd naxwazin bibin dewlet û kurd ”şîzoîst” in.

Debara malbatê

Mêrikê îngilîz pênc Sterlîn da hevalê xwe yê zaroktiyê yê parsek. Hevalê wî pênc Sterlîn hindik dît, got:

-Te sala berê 20 da, sala çûnî 10 da, îsal jî te daxist 5a.

Mêrik got:

-Mêze birako, du sal berê ez zewicîm, sala çûnî(par)zarokek ji me ra çê bû û bi vê yekê ra mesrefên me jî sal bi sal zêde bûn...

Yê parsek gotina wî birrî, got:

22 februari 2022

Zor gêzerê radike û ji meriv ra dewletê çêdike

Herêmên Doneskê û Lûhanskê bi piştgiriya Rûsyayê ji sala 2014a û vir da bi rengekî de-facto ji Ukraynayê veqetiya bûn.

Serokê Rûsyayê Pûtîn, do bi şev serxwebûna herduyan jî qebûl kir û eskerên xwe şandin wir.

Pişta meriv hebe, xurt be meriv kane serxwebûna xwe îlan bike.

Tirkan jî li Qibrisê wer kirin.

Bi pitepitê mû bi zimanê min ve hat !

Ev 40 sal e ji bo ku kurd qedir û qîmetê bidin zimanê xwe, ji bo ku bi kurdî bipeyivin, ji bo ku bi kurdî binivîsin ez carnan bela xwe di wan didim, carnan gilî û gazinên xwe bi wan dikim. Bawer bikin bi gotinê, bi pitepitê êdî mû zimanê min ve hat.

Di van 30-40 salên borî da serokê, siyasetmedarê, nivîskarê, edîbê, ronakbîrê di mesela zimên da min rexne nekiribe, min gilî û gazinên xwe pê nekiribe hema hema tune ye.

Xewna li ser dîwanê

Min nuha xewneke pir ecêb dît.
Piştî min xurîniya xwe kir, di netê da ez rastî nivîsa Seydo Seydo ya li ser dîtina çîrok orjînala destnivîsa Ehmedê Xanî ya Mem û Zînê(Beyta zêde) hatim, min bi meraq xwend.

Min him dixwend, him jî pê ra ketibûm xem û xeyalan, min li wî û li sohbeta kalê destnivîs dabû wî gudarî dikir.
Piştî min nivîs qedand, min xwe li ser dîwanê dirêj kir û bi wan xeyalan di xew ra çûm.

21 februari 2022

Dev ji gotinê berdin, bikin !

Bi minasebeta roja zimanê dayikê yê cîhanî gelek kesan qala muhîmiya kurdî kirine, gotine dibê meriv li zimanê xwe xwedî derkeve, nizanim ziman çiqasî muhîm e, filan bîvan.

Xwişk û birayên ezîz, bi gotinê, bi beyan û gaziyan zimanê kurdî ji mirinê xelas nabe. Emel, praktîk mûhîm e, gotin, beyan bêfêde ye. Kirinek ji hezar gotinê muhîmtir e.

Heger ne vir e, heger bi rastî hûn ji zimanê xwe hez dikin û dixwazin zimanê kurdî nemire, berî her tiştî dibê hûn bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, ev yek û karê herî muhîm e.

Bi mîvanekî pir ezîz ra

 

Me do li Stocholmê, li Kitêbxaneya Kurdî li nivîskar, şair û lêkolînerekî zana û pir hêja, li Necat Zivingî gudarî kir.

Zivingî, di axaftina xwe da projeksîyonek li ser beşekî tarîxa me ya kêm tê zanîn, "mordernîzma kurdî" gerand, gelek tespîtên hêja kirin, hin fikir û tiştên nuh gotin.

Min û Necat Zivingî ji dûr va hev nas dikir, lê me tu carî rû bi hevdu nedîtibû.

20 februari 2022

Gudarîkirina li Necat Zivingî pir xweş bû



Îro li Kitêbxaneya Kurdî semînera nivîskar, şair û lêkolînerê hêja Necat Zivingî hebû.

Necat Zivingî bi wê kurmancîya xwe ya bêqusûr û şîrîn semînereke pir xweş, muhteşem pêşkêşî kurdên Stockholmê kir. Li ser modernîzma kurdî û pêşengên wê, li ser Evdirehîm Rehmîyê Hekkarî gelek agahiyên giranbiha da û hin tespîtên nuh û balkêş kirin.
Kurdên Stockholmê bi vê semînerê şair û lêkolînerekî zana, bi ruh û mejiyê xwe kurd û Kurdistanî û xwedî armanc û şiûrekî millî nas kirin.

Giş jî li pey tunekirina me ne

Fetullah Gulen nîjadperestekî dîndar e, panturkîst e, hedefa wî li Kurdistanê helandina kurda ye. Dixwaze bi demagojiyên dînî di nava kurdan da xurt bibe, kurdan bike tirk.

Recep Tayyip Erdogan merivekî mîtoman e, dizekekî nîjadperest e, ji mal û milkê dinyayê pir hez dike, ji bo wê diziyê û derewan mubah dibîne. Lê hedefa wî jî li Kurdistanê helandina kurda ye.

19 februari 2022

Bihar bû derew, zivistan bi paş da hat

Me dilê xwe xweş kir, av bi ber dilê xwe reşand, me got zivistan qediya, bihar hat. Lê bihar bû derew, ji dêlî biharê berfa me poşman bû, bi paş da hat.

Xatûna zivistanê her der sipî boz kiriye. Lê dîsa jî me xwe lê qeliband, ez û xanim çûn meşa xwe ya rojane. Di vê berf û seqemê da em 93 deqîqeyan meşaiyan û hatin malika xwe.
Piştî westanê qahwe xweştir dibe, tahma wê lezîztir dibe. Em her roj dema ji gerrê tên mal qahwa xwe çêdikin û vedixun.

Çend gotinên mehelî

Îro çend gotinên herêma me hatin bîra min. Min got ez wan binivîsînim, belkîdi ferhengan da tunebin. Hebin jî zirara belavkirinê tune ye.

Li ba me gotina ”pûncik” heye. Dema yek pir jar, zeîf bibûya digotin, ”pûncikek” maye.

Peyveke din jî ”intûşk” e. Serê zarokên biçûk bi makînê kurr dikirin, li ser eniyê hinek porr dihîştin. Ji wî porê ser eniyê ra digotin ”intûşk”.

Nêçîrvan

Lordê îngilîz di nêçîra kewa da keweke tenê kuşt. Hinekî xeyalşikestî bûbû. Bi dengekî xemgîn ji xulamê xwe ra got:

-Kewek li ser min bi 200 Sterlînî mal bû.

Xulêm got:

18 februari 2022

Jiyan tim ne xortaniya belek e

Li nêzî mala me jimnastîka derve heye, li dereke xweş e, belaş e. Li ber salona sporê ye, yê bixwaze dihere hundur, yê bixwaze li derve spora xwe dike.

Di dema gerrê(meşê) da carnan em riya xwe bi wir dixin û bîstekê spora/jimnastîka xwe dikin, dûra diherin malika xwe.

Îro min xanim xapand, me dîsa riya xwe bi wê derê xist.

Wek xortekî min dest bi antramanê kir. Xanim berê dudil bû, lê dûra wê jî ji ya herî rehet hêdîka dest pê kir. Me li dora nîv 20 deqeyî jîmnastîka xwe kir.

Lê nuha em her du jî gazinan dikin. Xanim dibêje her dera min dêşe, ji ruyê te da ye, çiyê me û jimnastîkê !

Platformên dijîtal dibin sebebê belavbûna kurmancîyeke xerabe

Medya sosyal, platformên dijîtal ji bo kurdî îmkaneke baş peyda kirine, bi xêra van paltformên dîjîtal kurdî belav dibe, însan kurdî dixwînin, fêr dibin û zimanê xwe bi pêş dixin. Ev, aliyê baş e.

Lê di eynî wextê da bi riya medya sosyal, van platformên dîjîtal kurdî xera jî dibe, kurdîyeke şaşo- maşo jî di nava însanan da belav dibe û gelek kes vê kurdîya şaşo-maşo kopî û dubare dike.

Bi taybetî jî ciwan, kesên nuh dest bi nivîsîndina kurdî kirine zû di tesîra vê kurdîya beloxwarî, çewto mewto da dimînin.

17 februari 2022

Sohbeta dê û dotê û valabûna gundan

Xanima min do bi telefonê bi dayika xwe ra peyivî, bîstekê li halên hev pirsîn, bû axe-waxa wan.

Piştî ku xanim rewşa dayika xwe, halê wê, nexweşiyên wê gişan fêr bû, dor hat ser pirsên din.

Vê carê dest pê kir, yek bi yek li halê xwehên xwe û birayên xwe, li yên zarokên wan, li yên pismam û dozmamên xwe û di dawiyê da jî li yên gundiyan pirsî.

Kî çi dike, kî li gund e, kî ne li gund e, debara filankeso, filankesê çawa ye, filan û bîvan…

16 februari 2022

Pere û şeref

Hewcedariya meriv ne tenê bi pera, bi mal û milkê dinê, bi şerefê jî heye.
Dibê meriv ji bona pera xwe pîs û bêşerf neke, ji bo pera nebe hevalê neyarê qewmê xwe.
Erê pere meydanê li meriv dike fere. Lê pere qirêja desta ye jî. Dibê meriv nehêle hêza pera miqawemeta exlaq bişkîne, zora exlaq bibe.

15 februari 2022

Li Swêd her tişt hatiye xwîna bavê !

Li Swêd xela rabûya haya me jê tunebûye. Bîstek berê ez û xanim piştî meşa xwe, em dagiriyan markêta taxa me. Me got hinek mêwe û sebze û pel û pincar bikirin.

Me bala xwe dayê tiştek nayê kirîn, her tişt hatiye xwîna bavê...

Kîloya tirî bi 50 kronî bû, kîloya xiyara bi 50 kronî bû, kîloya bahcanê reş bi 40 kronî bû.

50 Kronê Swêdî nêzî 5 Euroyî ye.

Yadîgar

Milyarderê amerîkî Jean Paul Getty yekî pir çikûs bû. Bi çikûsî û çavtengiya xwe deng da bû. Kê jê pere bixwesta ji wan ra digot:

-Hûn ji min çi dixwazin bixwazin ezê bidim we, lê pera ji min nexwazin. Çimkî yadîgara ji bavê min ji min ra ma ye tenê pere ye, lema jî ez nadim tu kesî. Ew yadîgara bavê min e.

14 februari 2022

Serpêhatiya min a îro xweş qediye


Carnan bela li ciyê rehetiyê tê meriv dibîne.

Vêsê, berê min bi desté xwe malik li xwe viritand, kompîtora xwe xera kir.

Min bi şaşì fìşê guhik xist qulika hsbê, kompîtorê di cî da got çirt û reş bû. Bêxwediyê di cî da mir, bû wek çira tu pif kê, ekran reş bû, adaptora wê mir, mişk mir.

Min çiqasî li ber da jî fêde nekir, nexebitî. Ez bûm wek siwarê ji hespê da bikeve, hesp bi terqe, ew li erdê bimîne.

Nuha ez di şer da wek pêşmergeyekî bêsîleh im. Ne kanim fîşekekê berra dijmin bidim, ne jî di kozika xwe da xwe bi parêzim.
Ma destvala şer dibe?

Gazinê ne ji tirkan, ji hevalên xwe bikin !

Hin kurd ji tirkan gazinan dikin, dibêjin çima tirk dibin serokên me, efendim çima Ertugrul Kurkçu bûye ”serokê me yê şerefê?”

Xwişk û birayên ezîz, tirk bi zor nebûne wekîl(parlamenter), berpirsiyar û serokên HDPê.

Ertugrul Kurkçu bi zora xwe nebûye ”serokê we yê şerefê”. Ayhan Bîlgen bi zor nebû wekîlê HDPê.
Kurd çûne li ber wan geriyane, bi îrada xwe ya azad ew kirine wekîlên (parlamenterên) xwe, serokên partiyên xwe.

13 februari 2022

Tirkiye bûye welatê mizgeftan û meleyan

Li gor beyana Serokê Dîyanetê Alî Erbaş, li Tirkiyê 130 hezar mele hene. Di demeke nêzîk da ewê 7 hezar û 800 meleyên din jî bigrin kar, jimara meleyan ewê bibe 138 hezar û 485.

Jimara tuxtoran li Tirkiyê 107 hezar û 355 e.
Li welatekî jimara meleyan ji ya tuxtoran zêdetir be ew welat, welatekî paşdamayî ye, dîn, xurafe ji ilm, ji siheta însên muhîmtir e.

Helbet hewqas mele li malên xwe meletiyê nakin, ji wan ra mizgeft(camî)jî lazim in.

12 februari 2022

6 partiyên mixalefetê ji HDPê ra gotin tu partiyeke dijmin e, em bi te ra napeyivin !

Îro li Anqerê serokên 6 partiyên mixalifên hukûmeta Erdogan hatine bav hev û li ser hilbijartinên sala tê sohbet û minaqaşe kirine.
Lê ban HDPê nekirine. Çimkî ew jî wek Erdogan û Bahçelî HDPê partiya neyarên xwe dibînin.
Meriv bi neyarên xwe ra rûnane, sohbet nake. Serokên 6 partiyên tirk jî wer kirine.
Civîna van 6 partiyan tê maneya tirk êdî naxwazin kurdan di meclîsa xwe da bibînin. Maneyeke din ya vê boykotê tune ye.

Pûtîn agir kiriye dawa xwe

Piştî banga Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Swêd jî bang li hemwelatiyên xwe kir, got hemwelatiyên me dibê tavilê Ukraynayê biterikînin.

Di medyaya swêdî da hewake wer heye fena ku di nav çend rojan da Rûsya ewê êrîşê bibe ser Ukraynayê û herbê dest pê bike.

Bi vî aqilî em ji xwe ra tu havilê nakin

Ferqa tirk û kurdan

Tirkek tu carî îdeolojiya xwe, dîn û baweriya xwe di ser qewmîyeta xwe ra, yanî di ser tirkîtiya xwe ra nagire, nabîne.

Berî her tiştî tirk e, tirkîtîyê di ser her bawerî û nasnameyên xwe yên din ra digre.

Tirkîtî ji bo yekî tirk pir muhîm e, vê nasnameyê tu carî nake qurbana nasnameyeke din.

Çi heyf piraniya kurdan wiha nafikirin, kurdîtiyê di ser îdeolojîyê û dîn ra nagirin. Ji bo wan dîn, îdeolojî ji kurdayetiyê muhîmtir e.

11 februari 2022

Diyarbekir bajarê herî nebextewar e !

Li gorî lêkolîna Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyê ya sala 2021ê bajarê nufûsa wî herî nebextewar, ji jiyana xwe herî ne memnûn Diyarbekir e.

Ji sedî 24,75ê nufûsa Diyarbekrê ji halê xwe, ji jiyana xwe ne memnûn e, ne bextewar e.

Piştî Diyarbekrê, Dêrsim, Riha, Mêrdîn, Mûş, Betlîs, Batman tê.
Ji sedî 24, 2ê nufûsa Dêrsimê ne bextewar e, ji jiyana ne razî ye.
Li gorî îstatîstîkên belav kirine Riha, Mêrdîn, Mûş, Betlîs, Batman piştî Dêrsimê tên.

10 februari 2022

Erdogan henekê xwe bi biryarên Yekîtiya Ewrûpayê dike

Îro li Stenbolê mahkima Osman Kavala bû. Mahkimê dîsa Osman Kala berat nekir, biryar da wî girtî mahkima bike.

Komîteya Wezîran a Komîsyona Ewropayê gotibû heger Osman Kavala hetanî 19ê Çile(19/1)neyê berdan ewê Tirkiyê ceza bike. Îro 10 sibatê ye, lê heta nuha jî tu jahr belav nekirine, tu ceza meza nedane Tirkiyê.

Erdogan van ewrûpiyên tirsonek, bizok, bêzirav û oportunîst baş nas dike, lema filisekî xwe jî di biryarên wan, di gefên wan nade...

Pîrozbahî

Mêrik muptelayê alkolê bû, pir vedixwar, serxweş dibû û xanima xwe aciz dikir. Dawiya dawî jinik ji serxweşbûna wî bêzar bû, jê ra got:

-Êdî bes e, dibê tu sond bixwî, tu yê careke din devê xwe bi vê ziqûmê nekî.

Mêrik bala xwe dayê mesele cidî ye, ji mecbûrî sond xwar, got ez hew vedixum.

Kêfa jinikê hat, got:

09 februari 2022

NATO ji Pûtîn ra dibêje STOP, ji Erdogan ra dibêje dewam bike !

Ji bo ku Rûsya êrîşê nebe ser Ukraynayê, dagir neke Amerîk, Fransa, Almanya, Îngilîstan, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO giş rabûna pêdarê, ji Pûtîn ra dibêjin, heger tu şaşiyeke wiha bikî, heger tu Ukraynayê dagir bikî ewê li ser Rûsyayê pir buha mal bibe, em ji nuha da vê yekê ji te ra dibêjin.

Macron û Amerîkayê him ev mesaj dan Pûtîn, him jî bi tonan sîleh û cebilxane dan Ukraynayê.

Amerîkayê ji bo alîkariyê bi hezaran leşker şandin Polonyayê û hin welatên Ewrûpayê.

Yanî ji Pûtîn ra gotin em heneka nakin, heger tu Ukraynayê dagir bikî em bêdeng namînin.

Berê em wek nuha ne perîşan bûn

 

Risim di sala 1890î da li Rihayê ji alî mîsyonerekî fransiz hatiye girtin, dûra bûye kartpostal.

Berê em li dinyayê bi nav û deng bûn, li welatê xwe em xwedî qesir û qonax bûn, xwedî xan û eywan bûn.  

Di wan qesir û xonaxan da bi hezaran mîr, beg, axa, eşraf û malmezin dijiyan, rojê bi hezaran kes dibûn mîvanên wan û li ser sifreyên wan nan dixwarin.

08 februari 2022

Bi ya min meriv ji dersê ra nebêje ”wane” baştir e

Ev demeke hin kurd ji dersên zarok li dibistanan dixwînin ra dibêjin ”wane”, yanî ders.

Di xebat û kampaniya hilbijartina dersa kurdî da jî hinek dibêjin ”waneya kurdî hilbijêrin.”
Ez nizanim ev ”WANE” ji ku derxistin, etîmîlojiya wê çi ye? Ez bawer dikim kurdên soran bi kar tînin.
Ev demeke ev gotin di nava hin kurdên bakur da jî pir populer bûye, gelek kes di ciyê dersê da bikar tînin.

07 februari 2022

Dibê kurd nebin talibê serokatiya Îraqê

Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro da ji ber ku jimara tê xwestin tunebû, hilbijartin çênebû û serokkomar nehat hilbijartin. Ji 329 parlamenteran 58 parlamenter beşdarî civînê îro bûne.

Ev hevîr ewê hîn gelek av rake. Xwedêgiravî gerek di nava 30 rojî da serok were hilbijartin, lê kes guh nade qanûn manûnan, tefsîreke din kirine, kanin vê demê bi mehan jî dirêj bikin.

Qnûn ji bo ereban lastîk e, dilê wan çawa bixwaze hewqasî vedizelînin.
Sebebê vê jî di rastiyê da dewleta Îraqê nemaye, hebûneke zorakî ye.

06 februari 2022

Qey Suleyman Soylu çûye şîna Îbrahîm El Qureyşî

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu

do, piştî kuştina Emîrê Daîşê Îbrahîm El Qureyşî bi du rojan çûye serdana Îdlibê.
Diyar e li ser navê hukûmeta xwe çûye şîna Îbrahîm El Qureyşî.
Heqê wan heye herin şîna wî û reşê girê bidin, derbeke pir mezin xwarin. 
El Qureyşî tirkmen bû û merivekî Tirkiyê yê pir muhîm bû. Miheqeq Tirkiyê ew tayîn kiribû.

Gelo çend tirk ne li dijî avabûna Kurdistanê ne?

Ji partiyên kurdî daxwazeke min heye, dibê partiyek kurdî di nav tirkan da anketekê bide çêkirin. Tenê pirsekê ji tirkan bipirse, bibêje:

- Heger kurd li Îranê, li Sûriyê ya jî li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ava bikin, tu yê li dij derkevî ya na?

Ji bo ku Kurdistan çênbe, kurd li tu derê nebin xwedî dewlet tu yê şerê kurdan bikî ya na?

05 februari 2022

Dawetname

Zengînekî teksasî Hamlet xwend û bû heyranê vê piyesa muhteşem. Hewqasî ji piyesê hez kir, rabû nameyek ji edresa Shakespeare şand, ew dawetî çewliga(çiftliga)xwe kir, got were çendakî bibe mîvanê min.

Piştî demekê nameya wî lê vegerandin. Li ser nameyê wiha nivîsîbûn:

04 februari 2022

Xelîfeyê Daîşê yê duduya jî di himêza Tirkiyê da hat kuştin

Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî jî do bi şev li Idlibê wek Ebpbekir Bexdadî di himêza artêşa Tirkiyê da hat kuştin. Çimkî Tirkiye sitar û hêlîna terorîstên Daîşê ye.
Tirkiye endamê Natoyê ye, xwedîgiravî di nav cepheya li dijî Daîşê da ye, lê serokên Daîşê yek bi yek di himêza Tirkiyê da tên kuşûtin.
Ev serokê Daîşê yê sisiya ye li derên di bin kontrola Tirkiyê da  tên kuştin.

03 februari 2022

Nêçîrvan Barzanî ne baş kir !

Ji ber ku kurd e meriv nikane her kesî bi zorê bike hevalê xwe, dilxwaz û xêrxwazê xwe.

Kurd hemû ne dostên hev in, hemû xêra hev naxwazin, alîkariya hev nakin û ji bona hev, di ber hev da dijminatiya hinekên din nakin.

Kesê tu wek dijminê xwe dibînî, dewleta tu pê ra di şer da yî ew kane wek dostê xwe bibîne, pê ra dostaniyê, havkariyê bike û qet guh nede zulma li te têkirin.

78 sal berê dewletê gundiyê bi tirkî zanîbûya bi 4 ga xelat dikir

Ji ber ku em tarîxa xwe baş nizanin, ji ber ku tirkan em kirine wek mirîşkek gêj, lema jî em nizanin tirkan çi anîne serê me, em çiqasî perîşan û pûç kirine.

Di nav 70-80 salî da tirkan em asîmîle kirin, kirin miletekî bi zimanê xwe nizane.

Ev demeke li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê em dikin gazî û hawar, em ji dê û bavan ra, ji malbatan ra dibêjin em ketine bextê we, zarokên xwe bişînin dersa kurdî, bira zarokên we hema çend gotinên kurdî fêr bibin.

02 februari 2022

Heta em nebin xwedî dewleteke xurt tirk dev ji me bernadin

Tirkiyê do bi şev dîsa Şengal, Mexmûr, Dêrik, Qereqoçan bombebaran kiriye.
Li Kampa Mexmûrê 8 kes hatine kuştin, 17 kes jî birîndar bûne.
Kuştî û birîndarên li derên din çend in, zirar û ziyanên madî û canî çi ne hîn ne diyar e.

Ev zebanî kurên zebaniyan, zalim kurên zaliman me rehet nahêlin, destê wan wer di gewriya me da ye.

01 februari 2022

Şemsî

Di mahkimê da hakim ji jinikê pirsî:

-Peyê te dibêje te şemsî(sîwan) li serê wî xistiye, şemsî di serê wî da şikandiye. Rast e ya na?

Jinikê got:

-Rast e.

Hakim got:

Rê ji dila diçe dila

Li ser dil û dildariyê gelek gotinên xweş hene. Ji bo hezkirinê dilekî pak, ji bo domandinê ked lazim e. Bi gelekan ra ew dil tune. Di xortaniyê da dildarî xweş e, di extîyariyê da jî nostaljiya wê xweştir e.

Dildarî nigên meriv ji erdê dibire, meriv wek qertelekî bi asîmanan dixîne.
Meriv dike wek mişkekî serxweş û pisika malê bêminet dike, jê ra dibêje ”hodrî meydan ”!
Fermo çend gotinên li ser dildariyê:

PARVE BIKE