12 februari 2022

Bi vî aqilî em ji xwe ra tu havilê nakin

Ferqa tirk û kurdan

Tirkek tu carî îdeolojiya xwe, dîn û baweriya xwe di ser qewmîyeta xwe ra, yanî di ser tirkîtiya xwe ra nagire, nabîne.

Berî her tiştî tirk e, tirkîtîyê di ser her bawerî û nasnameyên xwe yên din ra digre.

Tirkîtî ji bo yekî tirk pir muhîm e, vê nasnameyê tu carî nake qurbana nasnameyeke din.

Çi heyf piraniya kurdan wiha nafikirin, kurdîtiyê di ser îdeolojîyê û dîn ra nagirin. Ji bo wan dîn, îdeolojî ji kurdayetiyê muhîmtir e.

Mesela ji bo dîndarekî kurd, dînê wî ji kurdbûna wî sed carî muhîmtir e.

Lema jî dibe hevalê Daîşê, dibe hevalê îslamiyên tirk, dibe hevalê partiyên tirk û neyartiya hêzên kurdî û miletê xwe dike.

Di nav çepên kurd da jî kesên wiha hene, lê pir hindik in, hin kesên durre bûne.

Lê di nav îslamiyên kurd jimara kesên dînê xwe, îslamiyetê di ser kurdayetiyê ra dibînin pir in. Ji bo wê jî ji kurdan bêtir dost û hevalên tirkan û dewleta dagirker in.

Sebebê vê jî tamara wan a kurdayetiya, hestê wan ê millî zeîf e, wek tirk û ereban ne nasyonalîst in, bi qasî wan ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez nakin. Gava şexsîyeta millî zeîf be pir rehet dibe hevalê neyarê xwe, hevalî îdeolojî û siyaseteke antî-kurd.
Li gorî îslamiyan kesên çep nuha gelkî baştir in, bêtir netewî ne.

Hinek dibêjin sebebê yekê tesîra siyaseta Evdila Ocalan a ”Tirkîyetiyê” ye. Bi baweriya min tesîra siyaseta PKKê ya yekîtiya bi tirkan ra heye, lê sebeb ne ev tenê ye.

Rast e tesîra siyaseta Evdila Ocalan heye, lê vê meselê bi Ocalan dest pê nekiriye, bingeha wê gelkî kevintir û kûrtir e.

Berî Ocalan, berî siyaseta "tirkîyetiyê" piraniya çepên tirk kurd bûn. Xortên kurd cara pêşî di sala 1969a da bi DDKO ji çepên tirk veqetiyan û di nav organîzasyoneka netewî da xwe organîze kirin. Lê helbet bi avabûna DDKO ra xortên kurd giş ji xwendekarên tirk veneqetiyan.

Ji bo ku em bibin xwedî dewlet dibê em jî bi qasî tirkan nasyonalîst bin, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez bikin. Dibê em ji xwe ra bin, berjewendiyên miletê xwe, welatê xwe di her baweriyê ra bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE