12 februari 2022

Pûtîn agir kiriye dawa xwe

Piştî banga Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Swêd jî bang li hemwelatiyên xwe kir, got hemwelatiyên me dibê tavilê Ukraynayê biterikînin.

Di medyaya swêdî da hewake wer heye fena ku di nav çend rojan da Rûsya ewê êrîşê bibe ser Ukraynayê û herbê dest pê bike.

Telewîzyon, rojname rismên satelîtan belav dikin, dibêjin Rûsyayê bi 140 hezar leşker dora Ukraynayê girtiye, gelek sîleh û fuzeyên modern û nexweşxaneya cephê birine ser sînor. Ev jî nîşan dide di nav du sê rojan da Rûsya ewê Ukraynayê dagir bike.

Ez bawer nakim Pûtîn hewqasî dîn be. Lê dîsa jî meriv nizane.
Bîden îro telefonî Pûtîn kiriye û pê ra peyivîye. Dibêjin serokê Fransayê Macron jî ewê careke din bi Pûtîn ra bipeyive.

Amerîka, Ewrûpa dixwazin gelşê bi riya dîplomasiyê çareser bikin, bi kêmanî rê li ber herbê bigirin. Lê ev yeke ne di destê wan da ye, di destê Pûtînda ye, yê herbê derxe jî Pûtîn e, yê dernexe jî ew e.

Pûtîn nîskek di nav pîsiyê xwe da dîtiye, ji bo ku halê wan hinekî xweş e bitir bûye, bi dêla xwe dilîze, dixwaze li xelkê çavsoriyê, serkutiyê bike.

Lê herb felaket e, di herbê da yê qezenc bike tune, dawiya her herbê malwêranî û poşmanî ye. Hêvî dikim herb çênebe, riyeke aştiyê bibînin.

Tirk bêdeng xuya dikin, ez bawer dikim Reîs ketiye nabêna xelîl û celîl, li alîkî endamê Natoyê ye, mecbûr e bi Natoyê ra hereket bike, li dijî Pûtîn be.

Lê li aliyê din jî xwedêgiravî heval û mitefikê Pûtîn e. Yanî ne kane dijminatiya Pûtîn bike, ne jî kane Ukraynayê biparêze. Ukraynayê biparêze Pûtînê bixeyide, Ukraynayê neparêze Amerîkayê bixeyide. Welahasil îşê Reîs zor xuya dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE