31 december 2022

Him sal qediya him bîranînên min

Min îsal 333 rojan, her sibe bîranînên xwe, notên xwe yên rojane nivîsîn, we jî ew xwendin, min nivîsî, we xwend, nîhayet îro dawî li wan hat, qediyan.
Yanî tûrik vala bû, min dawşand û bi darda kir.
Diya min rahmetî çaxa karek diqedand, digot, ”karê Xwedê qedandin e.”
Wele Xwedê tu karî ji kesî ra naqedîne, yên karan diqedînin însan in. Lê gotineke xweş e, ez jî carnan bi kar tînim.

Li dinyayê karê neqede tune ye. Çi kar dibe bira bibe, meriv bixebite zû dereng diqede.

Bîranînên min jî îro qediyan.

Sala we ya nû pîroz be !


Îro roja dawî ya sala 2022a ye. 13 saetên din emê ji vê sala qebîh, ji bo me kurdan mişt êş, derd û felaketên mezin bûn xelas bibin û têkevin saleka nû.

Sala 2022a li herçar perçên Kurdistanê jî ji bo miletê kurd saleka pir xerab bû.

Hêvî dikim di sala 2023a da kurd yekîtiyeke netewî çêkin, em ji vî halê xerab xelas bibin û rojên xweş bibînin.

30 december 2022

Pûlisên kurmancî zirareka mezin didin kurmancî

Kurmancîya reben û bêxwedî di destê me da bûye lîstokeka zarokan. Yê herî nezan jî wek pisporê zimên pê dilîze, aqil dide însanan.

Hin kesên haya wan ji îmlayê tune ye di medyaya sosyal da wek etîmologan, wek lînguîstan dersê didin xelkê, gotinên dibê em di nivîsên xwe da bikar bînin pêşniyar dikin.

Di destên her yekî da mercekek heye, kî gotineke ”RESEN” ne kurmancî bi kar bîne, wek pûlisên trafîkê di cî da dibêjin ”stop! stop!”, ev gotin ”RESEN” ne kurmancî ye !

Li gorî van pûlisên trafîkê dibê em peyvên erebî, farisî, tirkî ya jî ji zimanekî din bikar neynin, ji dêlî wan gotinên ”RESEN” kurdî bikar bînin.

Tirkiye neyartiya xwe ya bi kurdan ra tu carî venaşêre

 

Li Stenbolê bexçeyekî  bi navê ”Parka Aştiyê ya Cîhanê ” heye. Li kêlek deriyê parkê li ser lewheyekê bi gelek zimanan "Aştî" hatiye nivîsîn.
Tenê kurdî tune ye.
Çimkî yên dewleta tirk îdare dikin û yên ew lewhe danîne wira ji kurdan û ji kurdî nefret dikin.
Naxwazin li ser lewheyekê jî navê kurdî hebe. Heger ji destên wan were ewê kurdan û zimanê wan ji kok da ji ser ruyê dinyayê rakin. Ev yek meram û daxwaza wa nya miştereke.

Ev ne cara pêşî ye tiştekî wiha dikin, hetanî nuha gelek carên din jî wiha kiriye.

28 december 2022

Nexweşiyê hîn bela xwe ji min venekiriye

Gelî dost û hevalêz ezîz, wele hîn baş nebûme, taqeta min anivîsînê tune ye.

Ez texmîn nakim korona be, bapêş e(zekem e), ewê derbas bibe, lê ewê wextê bigire.

Her cara ez bi vê şewba(epîdemiya)pîs dikevim li min pir giran dibe.

Bîvila/pozê min dixetime, nikanim bîna xwe bigirim. Ev jî dibe sebebê ez nikanim rakevim.

27 december 2022

Hinekan ez nezerî kirim

Xêrnexwazan ez çavînokî kirim. Ez nezerî bûm. Çîka bêruyekî li min ket, edî ez ne yê xebatê me, di nava nivîna da me.

Bi texmîna min ev nezera hewqasî pîs, hewqasî bi tesîr ya yekî tirk e.

Çimkî yên herî pir xêra kurdan naxwazin, dixwazin kurd giş kel û kût bibin, nexweş bikevi tirk in; ji bo ku nikanibin li dijî Tirkiyê karekî bikin. Meydan ji wan ra bimîne.

Ez î ez sipî, saxlem bûm, wek fêrizekî bûm, min digot ez bi şûran nayêm xwar, nexweşî, mexweşî nikane bi semta min keve.

26 december 2022

Ax û eman ji derdê vê bapêşê

Ax û eman,
xerab zeman,
vê bapêşê ez kuştime,
ev hefteyeke serê min pê ra ketiye belayê
Kuxuk nasekine, bînê li min diçikîne
bi şevan xew li min bûye tûtya
hetanî destê sibê wer dikime kuxtîn û axîn e.

Însan firiyan asîmanan, çûn hîvê, çûn sitêrkên herî dûr, çûn silavek dan rojê, lê hîn jî dermanê quzulqurta vê bapêşê nedîtine.
Ev çi pêşketine, çi tib e, çi tabîbî ye min fêm nekir !

Li Kurdistana Başûr zimanê bazarê bûye tirkî û erebî


Hetanî nuha gelek caran li ser zimanê bazarê li Kurdistana Başûr hatiye nivîsîn.

Tirk û erebên li Kurdistana Başûr tîcaretê dikin kurdî nakin zimanê tîcaretê û alvêrê, zimanê tîcaret û bazara wan tirkî û erebî ye.

Yanî zimnen(sergirtî)ji kurdan ra dibêjin em zimanê qe qebûl nakin, hûn mecbûr in zimanê me fêr bibin.

Li aşxane, qahwexane, pastexane, otêl û dikanên tirk û ereban ziman ne kurdî ye, tirkî û erebî ye. Menu, meqbûz ne bi kurdî, bi tirkî û erebî ne. Heger li hemûyan ne wiha be jî yên wiha pir in, lema jî gelek caran qala vê gelşê tê kirin.

25 december 2022

Bûyerên Parîsê tam li gorî dilê neyarên kurdan e

Çi kar dibe bira bibe, çi xebat û micadele dibe bira bibe, heger zirara meriv tê da hebe meriv nake, dibê neke. 

Di teşxelê da kara me tune ye. Sê kurd li Parîsê hatine kuştin, zulmeke mezin li kurdan bûye.

Dibê kurd bi teqale hin sûtal û provakatoran nekevin û xwe neheq nekin, nebin êrîşkar. 
Dibê em bi zimanekî maqûl, dîplomatîk derdê xwe bibêjin, doza mafê xwe bikin. Dostên xwe nekin dijminê xwe.

Efendim bira hukûmeta Fransayê nizanim çi bikira. Hukûmeta Fransayê heger kanîbûya rê li ber terorîstan bigirta 7 sal berê ewê nehîşta terorîst li Parîsê 130 kesan bikujin. 

Îro bîranîn tune

Di bîranînên xwe da hêdî hêdî nêzî dawiyê dibim. Heta dawiya salê ewê biqedin. Îro min tiştek nenivîsî ye, tu not negirtiye.

Sebeb çi ye nizanim. Tiştê xuya dike di rojên dawiya salê da min pir kêm not girtiye.
Li Swêd hinge dinga Noelê û ya sersalê tim pir e, meriv pir meşxûl e.

20-30 kes her roj bi dûzan bîranînên min taqîb dikin, dixwînin. Ji bo xatirê wan ez vê agahdariyê didim.

24 december 2022

Îro Noel e û em nexweş in

Îro ”Julafton”a swêdiyan e, yanî roja berî Julê(Noelê) ye. Her kes di malika xwe da ye. Wek roja erefeyê ye. Lê swêdî îro(Julaftonê)wek roja Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Diyariyên/xelatên zarokan îro tên dayin. Xwarina Julê(Noelê)îro tê xwarin. Sê rojan tahtîl e, dahîreyên dewletê girtî ne, her kes li mala xwe ye.

Sibe ”Juldagen” e, dusibe Annandag Jul e.
Yanî îro roja Erefê ye, sibe Noel e, dusibe jî roja duda ya Noelê ye.

Ez û xanim bîstek berê çûn saetekê geriyan û hatin. Nedixwest were, min bi zor bir.

23 december 2022

Li Parîsê jî bela rastî me kurdan hat

Li Parîsê yekî 69 salî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya 3 kurd kuştine û 4 kes jî birîndar in.

Qatil kî ye, ji çi miletî ye, sebebê êrîşê çi ye hîn baş ne zelal e.

Lê wer xuya dike êdî ne li Kurdistanê û li welatên dagirker tenê, li Ewrûpayê jî jiyana me kurdan di talûkê da ye.

Dijminên me li her derê jiyan li me kirine dojeh, ewlekariya me li Ewrûpayê jî tune.

Em kurd bûne wek keriyekî bê şivan û bê kûçik, li tu derê sitara me tune ye.

Ji mahkimeyeke Swêd biryareke skandal

11 kesên di 15ê nîsanê da li mehela Rînkeby bi ço û keviran êrîşî pûlisan kiribûn, gelek pûlis birîndar kiribûn û gelek erebeyên wan şewitandibûn sûcdar nehatine dîtin, mahkimê îro giş bêsûc dîtine, serbest kirine.

Mahkimê gotiye ”kevirên avêtine ji pûlisan da zêde ne mezin bûne û meriv nikane îspat bike hedefa wan pûlis bûne, kevir bêhemdî çûne li pûlisan ketine.”

Berpirsiyarên Swêd wer bawer dikin bi şelafiyê ewê Erdogan nerm bikin

Berpirsiyarên Swêd bi şelafiya ji serokê Tirkiyê Erdogan ra xwe ji bin da hetikandin, welatê xwe jî rezîl kirin. Yek bi yek diherin xwe davêjin dexlê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Geh serokwezîr Ulf Krîstersson dihere Erdogan zeyt dike, geh heyet diherin sozên bi dizî didin Tirkiyê.

Do jî wezîrê karên derve Tobîas Bîllstrom çû ber nigê Erdogan û Mevlud Çavuşoglu. Bîllstrom jî gotiye, ”PKK ji bo Swêd ne xeter e, lê belê ji bo Tirkiyê xetereke pir mezin e, em viya pir cidî dibînin.”

Di van 40- 50-salên dawî da li Swêd ev cara pêşî ye hukûmeteke hewqasî xerab û navê Swêd lekedar dike hatiye ser hukim.

22 december 2022

Derdê zivistanê nayê kişandin

Ez ji zivistanê, ji berfê hez dikim, tu gazina min ji sir û serma zivistanê tune ye. Meha çile meheke zalim e, tim sar û serma ye, lê dilê min î germ e, ez naqefilim, bedena xwe tim û daîm germ digrim.

Lê hin problemên zivastanê hene, nabe ez wan nebêjim.
Zivistanê erd dicemide, bûzê digre, meriv dişemite, kane dereke xwe bişkîne.

Meriv ji şemitandinê bi silametî xelas dibe, îcar bapêş (zekem,harsim) bela xwe di meriv dide. Yanî meriv kal û pîr be derdê zivistanê nayê kişandin.

21 december 2022

Amerîka li dijî Tirkiyê li pişt kurda ye

 


Generalê amerîkî Matthew McFarlane, Mazlûm Ebdî, Bafil Talabanî

Xuya bû Amerîka bi şiklekî pir cidî li dijî êrîşeke Tirkiyê ser Kurdistana Rojava ye. Berdevkê PENTAGONê General Pat Ryder gotiye:


”Helwesta me ya li ser her operasyoneka Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ji bejayî pir zelal e, em li dijî operasyoneke Tirkiyê ne. Em rewşê taqîb dikin. Amerîka û HSDê dest bi gerên bi hev re kirine.”
Ev rismekî tarîxî ye, hêviyekê dide meriv. Ez bi xwe bi vî rismî, bi serdana Bafil Talabanî û bi vê şêla Amerîkayê pir kêfxweş bûm.
Amerîkayê berê jî çend caran beyanên bi vî rengî dan, gotin em ji Tirkiyê ra dibêjin êrîş nekin.

Sebebê Tirkiyê hetanî nuha êrîşeke mezin nebiriye ser Kurdistana Rojava ev şêla Amerîkayê ya cidî ye.

20 december 2022

Dîsa wexta şemitandinê hat

Îro ez dîsa çûm ser tuxtora xwe ya diranan. Di proteza min da problem heye, pudiyê min diêşîne, birîn kiriye. Xanimê hinek êge kir, hêvî dikim baş bibe.

Min nizanîbû erd cemîdîye. Ez sê caran şemitîm, carê baş şûş bûm, hindik mabû li ser piştê biketama. Lê axirê şansê min hebû neketim.

Di rojên wiha da, dema erd cemidî be dibê meriv bi semt bimeşe, li xwe miqatebe nekeve. Di vî umrî da ez bikevim ezê xwe seqet bikim. Hestiyên kalan zû nacebirin.

Swêd xwe xistiye feqa Erdogan

Dadgeha Bilind a Swêd do daxwaza Tirkiyê ya teslîmkirina Bulent Keneşê rojnamevan red kir.

Li ser vê agir ji devê medyaya berdevkê AKPê dibare. Wek gurên har êrîşî Swêd dikin, dibêjin, ”hûn jî bûn endamên NATO yê” !

Rojnameya Takvîmê, Dunyayê gotine:
”Swêd, bi vê timtêlê hûnê endametiya NATOyê ancax di xewna xwe da bibînin.
"Hûn di xewna xwe da jî nikanin endametiya NATO”yê bibînin...."

19 december 2022

Tirkiye dixwaze Ala Kurdistanê li kurdan qedexe bike !

Pûlisan bîstek berê li Amedê girtine ser merkezên(navendê) Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) û Hereketa Azadî. Kes girtine ya na hîn ne diyar e, hevalên PAKê hîn tu beyan nedane.

Li gorî agahiyên di medyaya sosyal da belav bûne sebebê operasyonê hildana Ala Kurdistanê ye.

Ji ber ku van hêzan roja Ala Kurdistanê piroz kirine dewleta tirkan pir aciz bûye, lema jî kerîyek pûlisên xwe şandiye ser partiyên kurd.

Dilê min zora aqilê min bir

Kûpaya Cîhanê ya 2022a bû nesîbê Arjantînê
Di vê maçê da ez hinekî dudil bûm. Bi aqil, ji ber hin hesabên siyasî min dixwest Fransa qezenc bike, lê dilê min bi Arjantînê û bi Messî ra bû. Di dawiyê da dilê min zora aqilê min bir, yanî dil wek xwe kir.

Piştî lîstikeke muhteşem û micadeleyeka mişt dramatîk Arjantîn bû şapîyon û Lîonel Messî jî li Qeterê Kûpa Cîhanê ya Futbolê ya 2022a bilid kir.

Bi baweriya min Arjantîn wek taxim, Messî jî wek lîstikvan şampîyonîya 2022 heq kiribûn. Arjantînê di kûpayê da maça xwe ya herî xweş lîst. Lê di parastina Arjantînê da zeîfî hebû, lema jî Fransayê kanîbû di wexteke kin da li pey hev 3 golan bavêje.

18 december 2022

Emê îro bi çend hevalan ra li fînala Kûpa Cîhanê temaşe bikin

Hevalê me Nîmet Aydin jî wek min dildarekî futbolê ye. Qey ji nivîsên min li ser futbolê û li ser futbola ereban hez kiriye, camêr em û çend havlên din dawetî mal kirin, xwest em îşev em bi hev ra li fînala nabêna Fransayê û Arjantînê temaşe bikin.
Min bi kêfxweşî qebûl kir.

Wek gurûb, bi heval, nas û dostan ra temaşekirina li maçên futbolê, lê bi taybetî jî li fînaleke di nabêna du hûtên, du şahên futbolê da pir xweş û bi heyecantir e.

Maç saet di 16.00a da dest pê dike. Bîsteke din emê bi rê kevin, herin bi bevalên ezîz ra li maçeke pir xweş, li Fînala 2022 a nabêna Fransa û Arjantînê sêr û temaşe bikin.

17 december 2022

PENA KURD karekî pir hêja kir !

PENA KURD îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi şahiyeke mikemel du nivîskarên biyanî û du nivîskar û kurdên pir hêja, qedirbilind ji ber ked û xebata wan xelat kirin.

Du nivîskar, întellektuel û rêvebirên PENA Navnetewî Terry Carlblom û Eugene Schoulgin ji bo ku bi salan piştgiriya nivîskarên kurd kirine û du nivîskar, lêkolîner û kurdperwerên hêja M. Emîn Bozarslan û Refîq Sabir ji ber ked û xebata wan a ji kurd û Kurdistanê ra, ji edebîyat, tarîx û zimanê kurdî ra kirine bi plaketeka PENA KURD xelat kirin.

Kurd çima ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin?

Li ser sebebên kurdên Kurdistana Bakur çima hewqasî pir asîmîle bûne, çima bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurmancî-zazakî napeyivin, çima tirkî kirine zimanê xwe gelek tişt tên gotin, gelek sebeb tên rêzkirin.
Sebeb hinek rast in, hinek ne rast in. Hinek qal û qîlên vala ne, hincetên ne cidî ne.
Bi baweriya tenê sebebekî esasî û sereke heye, ew jî ev e:

Kurdên bi tirkî dipeyivin, kurdê dev ji tirkî bernadin naxwazin kurd bimînin, dixwazin pêsîra xwe ji kurdbûnê xelas bikin û bibin tirk.
Sebeb tenê ev e. Sebebên din giş behane ne, hincetên vala, ne cidî ne...

16 december 2022

Îro em çûn merasima cenazeyê xanimeka swêdî


Îro danê nîvro ez û xanim em çûn merasima cenazeyê xwesiya lawikê me yê biçûk Monîca Larsson xanimê.

Ev cara duduya ye ez diherim şîna, merasima cenazeyên swêdiyan. Cara pêşî merasima cenazê hevaleka min a kar(Eva Gustavsson) bû. Ew neşewitandin, wek miriyên me di tabûtekê da gorr kirin.

Lê xwesiya lawikê me(Monîca Larsson) ewê bişewitînin, yanî kremera bikin.

15 december 2022

Alîkariya Ekrem Îmamoglu kêmaqilî ye

Mahkimeyeke Tirkiyê 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê daye serokê belediya Stenbolê Ekrem Îmamoglu, siyaset jî lê qedexe kiriye.

Bi baweriya min ne tiştekî pir ecêb e, hetanî Erdogan sax be ewê siyasetê li her kesê jê ra talûke be qedexe bike.

Kî ji bo Erdogan raqibekî talûke be ciyê wî zindan e, ewê hokus-pokusekê bike û ji ber xwe da bixîne.

Li ser maça Fasê û Fransayê

Faransayê do êvarî 2-0 Fas bir û ma fînalê. Di 18ê mehê da ew û Arjantîn ewê deqên xwe li hev xin, emê bibînin hela kî boxe ye, kî beran e.
Fransayê do êvarî zêde xweş nelîst, ji Fasê ne xurttir bû, lê şansê fransizan lêxist qezenc kirin.

Bi baweriya min bi vê lîstikê Fransa nikane zora Arjantînê bibe. Lîonel Messî tetir bilînê besî wan e. Lema jî dibê Fransa di fînalê da futboleke xweştir bilîze. Bi texmîna min Arjantîn ewê qezenc bike û bibe zêr bigire.

14 december 2022

Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa ruhê xwe dîsa pêşek pere daye Tirkiyê

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku Tirkiye sînorên xwe baş biparêze 220 milyon euroyê din xûg daye Erdogan. Alîkariya îsal dane Tirkiyê bûye 1,2 milyar euro.

Xêra Xwedê ye, her cara ji Erdogan ra pere lazim dibe, bi gewriya serokên Yekîtiya Ewrûpayê bizok digre, çend azaran dide wan û dûra peran bi ser da dibarînin.

Ev 220 milyon euro di hesêb da tune bû, alîkariya îsal temam dabûn. Lê Diyar e ji serokê Tirkiyê Erdogan ra ji bo hilbijartinan pere lazim e. Lema ev pere danê.

13 december 2022

Meriv dibe heyranê rojnamevanên xelkê

 

Do êvarî min li hevpeyvîna bi şêlankerê(robber) Swêd yê herî bi nav û deng Clark Olofsson temaşe kir. Clark Olofsson bû sebebê xuliqandina peyva(têgeha, mefhûma)sendroma Stockholmê.

Clark Olofsson di tebaxa 1973a da li Stockholmê banqeyeke şêland, çend rojan di hundur banqê da ma û hin personalên bankê ew parastin. Bi şêlandina xwe Clark deng da û bû xwediyê peydabûna peyva ”Sendroma Stockholmê”.

Rojnamevana bi nav û deng Malou von Siversê hevpeyvîneke muhteşem pêra kir.

Dilê min şampîyoniya Fransayê dixwaze

 

Arjantîn û Xirwatîstan îro saet 20.00a da di maça nîvfînalê da tên hemberî hev. Fransa û Fas jî sibe cara duduya (14/12) tên hemberî hev.

Fînal jî di 18ê mehê da ye. Di 18ê mehê da ji van her çar taximan yekê kûpa îsal hilde, bibe şampiyonê dinyayê.

Ji ber ku Fas maye nîvfînalê ereb pir kêf dikin, dikin bifirin, tu dibêjî belkî dinya feth kirine, ji bo mirovahiyê keşfek, îcadek pir mezin kirine.

12 december 2022

Amerîkiyan dîsa çend çeteyên Tirkiyê kuştine

Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro destê sibê li Kurdistana Rojava du berpirsên Daîşê di operasyonekê da kuştine. Ev bû cara çara hêzên Amerîkayê çeteyên Daîşê di nav lepên Tirkiyê da dikujin. Lê tiştekî bi Tirkiyê nakin, nabêjin çima hûn van qatilan vedişêrin?

Berdevkê CENTCOMê John Bucino negotiye li ku û çawa kuştine. Lê wek serokên Daîşê yên berê kuştin, miheqeq ev herdu jî di hêmêza Tirkiyê da kuştine.

Robotê kurmancî ji destê nezanan xelas bike

Botan Înternatîonalê ji zimanê kurdî ra karekî pir hêja, pir baş kiriye, roboteka kanibe bixwîne û binivîsîne çêkirîye.

Robot ewê bikanibe rojnemavaniyê bike. Yanî ewê wek însanekî xeberan binivîsîne. Robota rojnamevan ewê îsal ji pê ra dest bi karê xwe bike.

Robot bi 109 zimanan zane, kane bi hezaran nûçeyan bixwîne û bike kurdî. Kane nivîsan kin û rast bike û bişîne ji edîtorên xwe ra.

Ji dêlî bîranînê

Dost û hevalên ezîz, siba we bi xêr, roja we silamet û mişt xweşî be.

Îro bîranîn tune, min tiştek nenivîsî ye. Ji dêlî wê ezê bi çend peyvên xweş, manîdar dest bi rojê bikim.
Peyvên xweş him kêfa meriv tînin, him jî meriv ji wan dersê û aqil digire.

-Hin însan ji me ra diyarî ne, hin jî ders in.
-Yên ji kendalan hez bikin dibê baskên wan hebin.
-Hewcedariya rastiyan bi sondê tune ye.

11 december 2022

Mirinê îro Munzur Çem jî ji me sitend !

 

Çi heyf nivîskar, lêkolîner, kurdperwerê dildarê milet û welatê xwe Munzur Çem(Huesyîn Beysulen)îro wefat kir. Bi bihîstina vê xebera reş ez pir xemgîn bûm.

Muzûr Çem kurdekî zana, bi xîret û xebatkarekî doza kurd û Kurdistanê bû. Ji bo miletê kurd gelek xebatên hêja kirin, gelek berhemên hêja li pey xwe ji miletê xwe ra hîtin.

Sir û seqema Swêd dest pê kir

Sir û seqema Swêd dest pê kir lê ez guh nadimê, meşa xwe ya rojane betal nakim.
Bîstek berê çûm 69 deqîqeyan gerîyam û hatim. Xanim bi min ra nehat, çû dikanê alvêrê.
Nuha di mitpaxê da ketiye hinge-dinga şîvê, dike ji xortên xwe ra patîla çêke. Patîlên wê jî ewê bi goşt û bêgoşt be. Xoretekî me vejeteryan e.

Bi xêra wî em jî bûne nîvvejeteryan. Jixwe ji berê da ye ez ne yekî zêde goştxur im, ez ji goştê biraştî hez dikim, goştê bi rûn mahdê min nagire.

10 december 2022

Kurdên dilxwazên ereban pir in

Mixabin Fasê qezenc kir, 1-0 zora Portekîzê bir. Min nedixwest Fas, welatekî ereb qezenc bike.
Ez tu carî nabim dilxwaz û xêrxwazê dagirkerên welatê xwe û dost û merivên wan.
Fas welatekî ereb e, xizmê Esed û erebên Îraqê ye û dostê tirka ye. Serketina Fasê serketina ereban e, lema jî ereb û hemû serketina Fasê pîroz dikin.

Lê kurdên dilxwazên Fasê pir in. Ez bawer dikim yên wek min difikirin belkî ji sedî ne deh bin jî, ji sedî 90ê kurdan dilxwazên Fasê ne.

09 december 2022

Piştî micadeleyeke bêhempa û mişt dramatîk Arjantînê zora Hollandayê bir

Maça Arjantîn-Hollandayê qediya. Arjantînê Hollanda bi zor, bi berxwedaneke mezin bir û hustuxwar ji sahê rêwî kir.
Xwedê kir Arjantînê qezenc kir. Bi baweriya min qezenckirin heqê Arjantînê bû.

Lê Hollandayê jî pir xweş lîst. Çend caran nêzî zaferê bûn, lê Arjantîn teslîm nebû, tim ji wan stend.

Esas dibê maç dirêj nebûya lê him ji neheqiya hekem, him jî ji ber şaşiya arjantîniyan maç dirêj bû û îhtîmala Hollandayê qezenc bikira çend caran çê bû.

Tirkiye li pişt Eniya Tirkmen e

Berdevkê Eniya(cepheya) Tirkmen a Îraqê Mihemed Seman gotiye ”heger madeya 140î were bicîkirin ewê şerê navxweyî derkeve.”

Zirto gefê li kurdan dixwe. Dibêje tirkmen û ereb ewê êrîşî kurdan bikin. Dibê Kerkûk herêmên dagirkerî nebin yên kurdan.

Yê vê cesaretê dide vî zirtebozî Tirkiye ye, ji Tirkiyê piştê digre.

Mihemed Seman zilamê Tirkiyê ye û bi devê Tirkiyê dipeyive. Lema jî neyartiya kurdan dike.

08 december 2022

Ax ji derdê van diranan !

Wele tuxtora min a diranan îro ez şewitandim, 3200 kron ji min girt. Min got pir e, got min çar diran dagirtin ne pir e, kompîtor hesab dike.

Min digot belkî tuxtora min ji Libnanê ye, got na, ez ji Mûsilê me. Alîkara wê jî keçikeka midyadî bû. Herdu jî xanim bûn, baş bûn, lê tenzîlat nekirin. Tuxtorê got hindek e ne pir e.

Li Swêd pûlis wer li pey kurda ye

Tirkiye ji Swêd ne kurdan tenê, hin tirkên merivên cimata Fettulah Gulen jî dixwaze. Hetanî nuha 3 kurd dan Tirkiyê, lê ji teslîmkirina tirkan ra Swêd dibêje na em nadin.

Çimkî derdê Tirkiyê jî, derdê Swêd jî bi kurdan ra ye.

Li Swêd kesên herî bêpişt kurd in. Mahmûd Tat 10 rojan di nezaretê da girtî bû haya kesî jê tune bû. 

Ne medya kurd, ne jî ya Swêd qet qala wî nekir. Rojekê berî wî bidin Tirkiyê Radyoya Swêd beşê Kurdî qal kir, roja din jî dan Tiriyê. 

Tirkek tu carî hewqasî ne bêxwedî ye.

Gotinên naylon kurmancî dejenere dike

Hin kes û nivîskar ji gotinên çêkirî pir hez dikin. Yek ji van gotinan jî peyva "wêje" ye, yanî edebîyat e.

Hin kes û nivîskar ji edebîyatê ra dibêjin ”wêje” û ji edîb ra jî dibêjin ”wêjenas”.

Kesên dev ji peyava edebîyatê û edîb berdane ne hindik in, pir in û roj bi roj jî zêde dibin.

07 december 2022

Pêsekiniyên tirkan dixwazin kurd jî wek wan bin

Parlamnenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier do di meclîsa Tirkiyê da xwest bi kurmancî bipeyive, lê parlamenterê CHPê û cîgirê serokê parlamentoyê Haydar Akar mîkrofon girt, nehîşt Taşçier axaftina xwe dom bike.

Haydar Akar got, kes ji axaftina te fahm nake, zimanê dayika min jî heye. Heger ez jî bi zimanê dayika xwe bipeyivim kesê ji min jî fahm neke. Lema ez bi zimanê dayika xwe napeyivim, dibê tu jî wek min bikî.

06 december 2022

Tirkiye Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dike

Tirkiyê Kurdistana Başûr bi xwe va girê daye. Lema jî lê riyan çêdike, qereqolan lê ava dike. Leşkerên tirk Kurdistana Başûr kirine welatê xwe. Lema riyan û bingehên leşkerî lê zêde û xurt dikin.

Hukûmeta Kurdistanê û Îraq jî li vê dagirkeriya Tirkiyê ya gav bi gav sêr û temaşe dikin.

Tirkan berê qîma xwe bi dagirkirina Kurdistana Bakur dianîn, digotin ev beş ji me ra bimîne bes e.

Lê nuha dibêjin Kurdistana Bakur tenê têra me nake, dixwazin başûr û rojava jî dagir bikin. Hedefa koalîsyona AKPê-MHPê ev e, dagirkirina başûr û rojava ye.

05 december 2022

Dostên rojên teng hidik in

Berê li Swêd di nav partiyên siyasî da, di medyayê da, di nav întellektuelan da dost û dilxwazên kurdan ne hindik bûn, têra xwe hebûn. Çimkî talûke û zirareke wan di dostî û dilxwaziya me da tunebû.

Ez bi gotineke din bibêjim, hevaltiya bi kurdan ra wek îro ne talûke û bi rîsk û bi zirar bû.

Lê nuha hevaltiya bi kurdan ra, dilxwazî û piştgiriya bi kurdan ra bûye talûkeyeke mezin, zirara Swêd tê da heye. Kî piştgiriya kurdan bike serokên Tirkiye wan wek dijminê xwe dibînin.

Lema jî dost û dilxwazên me bi carekê da ji ortê beta bûn, deng û his ji kesî dernakeve.

04 december 2022

Karê baş hêjayî pesin û teqdîrê ye

 


Odeya Bazirganiyê ya Amedê(DTSO) bi merasimekê 120 zarokên di dibistanan da dersên kurmancî-zazakî hilbijartine bi surfplatan (kompîtorên biçûk) xelat kirin.

Ji bo vî karê pir hêja, manîdar ez serok û berpirsiyarên DTSOyê bi dil û can pîroz dikim.

Berpirsiyarê DTSOê karekî pir baş kirine. Mala wan ava be. Karên wiha kanin tesîrên pir mezin bikin.

Dibê partiyên siyasî, zengînên kurd malbatan teşwîqî hilbijartina dersên kurdî bikin.

03 december 2022

Emê kultura xwe çawa ji mirin û talanê biparêzin?


Prof. Hacî Akman îro li Stockholmê li Folkhogskolanê(Xwendegeha bilind a gelî) li ser parastina mîrata kulturî konferanseke pir hêja pêşkêşî me kir.

Prof. Hacî Akman etnolog e, li  Norweçê li Zanîngeha Bergenê di beşa arkeolojî û tarîxê da lêkolînan dike.
Profesorê hêja ji bo parastina mîratên kulturî, edebî yên pêşiyên me ji me ra hîştine emê wan ji wendabûn û talanê çawa biparêzin gelek tiştên pir hêja gotin.
Dema meriv li kurdên wiha zana, nefsbiçûk, li alimên wiha gudarî dike ne mimkûn e meriv kêfxweş nebe.

Swêd ne kurdek tenê, du kurd teslîmî Tirkiyê kirine

Swêd ne kurdek(Mahmût Tat), du kurd teslîmî Tirkiyê kirine. Telewîzyonê di xeberên xwe yên êvarî da nuh qal kir, Rûdawê qala yekî kiribû.
Lê ne yek bûye, du kes teslîm kirine û ev yek jî bi dizî kirine, xebera malbatên wan, abûqatên wan negîhandinê.

Medyayê jî do qet qal nekir, piştî teslîmî Tirkiyê kirin, ji du kurdan xelas bûn, hedîse hat bihîstin, Rûdawê xebera wê da.

Çavkaniya wê jî medyaya Tirkiyê bû, yanî medya tirk got Swêd du kes teslîmî Tirkiyê kirin.

Di xeberan da navê kesê duduya negotin, kes nizane kî ye, çend salî ye, ji ku ye, çend sal in li vir e?

Swêd kurdekî din jî bi bêbextî teslîmî Tirkiyê kir

 

Hukûmeta Swêd ya qeleş kurdekî bi navê Mahmût Tat, kurdekî bêkes û bêpişt îro teslîmî Tirkiyêkiriye. Ev cara duduya ye Swêd vê namerdiyê bi kurdan ra dike.

Bi hezaran endam û kadirên Daîşê li Swêd in, hetanî nuha yek kes jî teslîmî tu welatî nekirine.

Lê çavên wan kurdan dibirre, zanin kurd bêkes û bêpişt in, lema kurdan wek berxan davêjin ji ber gurên har.

Heger Mahmût Tat ne kurd, ferdê miletekî din bûya medyaya Swêd, Rêxistana Efûyê ya Navnetewî ewê qiyamet rakirana. Di radyo û telewîzyonan d aewê xebera sereke bûya, demokratan, mafparêzan ewê qiyamet rakirina.

02 december 2022

Dawiya tahmîratê nayê

Dema meriv kal(extîyar) dibe dişibe otomîbîleke kevn a xerxûte, rojê derkek ariza dide, tim motajî lênerîn û tahmîrê ye.

Îro dîsa tahmîrat lazim bû. Çûm ser tuxtora dirana. Ciwanikeka libnanî ye, nazik û kibar e. Tuxtorê min ê swêdî teqawid bû, ez teslîmî vê xanima libnanî kirim. Ev cara duduya ye li diranên min mêze dike. Lê xanim her carê jî min dişêlîne, bêrîka min vala dike.
Îro tenê kontrol kir û 5-6 fîlm girtin, dûr ajî got here kasê 925(teqrîben 100 Dolar) kronî kerem bike.

Gotin difere nivîs dimîne

Pêşiyên me gelek rojên xerab dîtin, gelek ezîyet û cefa kişandin, hatin kuştin, surgûn û derbeder bûn. Qetlîamên mezin hatin serên wan.

Lê ev tarîxa mişt êş û elem, surgûn, qetlîam û liberxwedan nenivîsîn.

Heger me baş bizanîbûya çi hat serê wan, çi zulm dîtin, çi êş kişandin, îro me yê pêş xwe baştir bidîta.

”Tarîx erdê/zeviyê miletan e. Her miletî berê çi çandibe di pêşerojê da wiya diçine.”

///Voltaire

Li Tirkiyê bêyî kurdan mixalefeteke cidî tune ye

Li Tirkiyê bêyî kurdan kes li dijî Erdogan û rejîma wî tiştekî cidî nake, nabêje. Tirsê civat tevizandiye. Bêyî kurdan tu mixalefeteke cidî tune ye. Mixalefet jî bi qasî hukûmetê li dijminatiya kurdan dike.

Hukûmet dixwaze here Kurdistana Rojava dagir bike, miletê kud ji welatê wî derxîne, mixalefet jî piştgiriyê dide vê daxwazae Erdogan.

Dinya jî bêdeng e, Yekîtiya Ewrûpayê, gelek welatên berê piştgirî didan kurdan, li dijî êrîşên Tirkiyê bûn îro bêdeng in. Ya jî wek berê Erdogan rexne nakin. Amerîka û Fransa ne teê da, mixalefeta dinyayê jî pir sist e.

01 december 2022

Azerîyan li Bakuyê nehîştin fîlmê "SîSTER APART" were nîşandan

 

Konsulê Almanya yê Azerbêcanê xwestiye fîlmê “Sisters Apart/Xwehên ji hev cihê” li Bakuyê nîşan bide. Lê azerî li dij derketine, li ber sînemayê kom bûne, nehîştine fîlm were nîşandan.
Xwedêgiravî di fîlm da leşkerên tirk “zalim û xwînmij”  hatine nîşandan.”
Kesên li dijî fîlm li ber salona sînemyê kom bûne û sloganên “Bijî Azerbêcan, bijî Tirkiye” qîriya ne.
Li ser vê konsulê Almanyayê program betal kiirye, fîlm nehatiye nîşandan.
Bêguman ev îşê Tirkiyê ye, Tirkiyê ev protesto organîze kiriye. Bêyî tiliya Tirkiyê azerî viya nakin.

PARVE BIKE