13 december 2022

Meriv dibe heyranê rojnamevanên xelkê

 

Do êvarî min li hevpeyvîna bi şêlankerê(robber) Swêd yê herî bi nav û deng Clark Olofsson temaşe kir. Clark Olofsson bû sebebê xuliqandina peyva(têgeha, mefhûma)sendroma Stockholmê.

Clark Olofsson di tebaxa 1973a da li Stockholmê banqeyeke şêland, çend rojan di hundur banqê da ma û hin personalên bankê ew parastin. Bi şêlandina xwe Clark deng da û bû xwediyê peydabûna peyva ”Sendroma Stockholmê”.

Rojnamevana bi nav û deng Malou von Siversê hevpeyvîneke muhteşem pêra kir.

Ji zaroktiya wî girt, hetanî îro çi kiriye, çi hatiye serî giş tetkîk kiribû.
Du cildên bîranînên wî xwendibû, li fîlmê li ser wî temaşe kiribû, di hin hevpeyvînên xwe da çi gotibû, di hefsê da çi kiribû, jinan çima hewqasî jê hezkirine hemû fêr bûbû û bi hostayî jê pirsî.

Dema meriv rojnamevanên wiha û yên tirk, kurd dide ber hev, meriv dibîne swêdî çiqasî hosteyên karê xwe ne û yên tirk û kurd jî çiqasî nezan in.

Rojnamevanên kurd û tirk dema bi yekî ra hevpeyvînê dikin, pirseke wan a pêşî a jokêr heye:

 ”Tu kanî xwe bi me bidî naskirin? Ya jî tu kanî xwe bi xwendevan û temaşevanên me bidî naskirin?”

Li ser şexsê pê ra dipeyivin lêkolînê nakin, berhemên wî ya jî berhemên wê naxwînin, tenê zanin bibêjin, ”ji kerema xwe hinekî qala xwe û berhemên xwe bike.”

Lê Malou von Sivers xanimê ji bo vê hevpeyvînê bi hefteyan, belkî mehekê xwe westandibû, jiyan û serpêhatiyên Clark Olofsson  ji zaroktiyê hetanî 75 saliya wî, yek bi yek, sal bi sal, wek tayê tu bi derziyê ve kî zanî bû, kola bû, giş jê pirsîn.

Clark di zaroktiya xwe da çima dest bi diziyê û şêlandinê û tiştên ne qanûnî kiriye, çima bûye yekî şerûd, wî bavê xwe çima li hev nekirine, têkliya wî û ya diya wî çawa bûye, fena ku pê ra mezin bûbe, giş zanîbû û bi sîstematîkek jê pirsî.

Clark jî bersîvên pirsan pir xweş da. Bersîvên wî ne wek yên lûmpen û pêxwasekî bû, wek bersîvên merivekî zana, îtellektuelekî mutewazî bû.

Yanî him pirsên xanima rojnamevan pir xweş bûn, him jî bersîvên Clark Oloffsson pir bi mustewa bûn. Min bi zewqek mezin lê temaşe kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE