Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-12-14
Îro jî herdu rojnameyên Swêd ên êvarî (Aftonbladet, Expressenê)li ser PKKê û
şerê do li Gamla Stanê di nabêna çend kurdan da çêbû nivîsîne.
Rojnameya Expressenê di rûpela pêşî da bi pûntoyên mezin gotiye, ”Tre nya
gripna hors om Palme mordet. Yanî, sê kesên nuh hatine girtin di heqê kuştina
Olof Palme da îfadeya wan tê girtin.”
Rojnameyê tam 10 rûpel cî daye nivîsê.
Amîrê pûlisan Hans Holmer gotiye, ”ji sedî 95 tiliya wan di kuştina Olof Palme da heye. Bi gotina wî, ”ji sedî 95 em li ser şopeke rast in.”
Ji destpêkê da ye îdîa Hans Holper PKKê Olof Palme da kuştin. Lê vê îdîa xwe nikane îspat bike.
1996-12-14
Îro ez, Zîya Avcî, Salim Çelîker, Paşa Ûzûn û du sê kesên din em çûn bajarê Vastarasê mîvaniya Dr. Celadet Çelîker. Emê îşev li wir bin, emê sibe vegerin.
Emê herin xanima Mûsa Anter jî zîyaret bikin.
XXX
2000-12-14
Salim*, min e-maîla te girt. Bira te bizanîbûya ez çuqasî
kêfxweş bûm. Gelek spas!
Ji nuha û pê va heger serê te ji dersan vehesiya yekcarnan
ji min ra binivîsîne, qala xwe û Emerîkayê bike.
Salim*, hevalê te Mistefa** hatiye. Wê rojê min li çayxanê
dît. Min jê ra got, te Emerîka li bin guhê hev xist û mala Al Gor jî şewitand û
tu hîn hatî. Nuha mêrikê çi jahrê belav bike?
Got heqê wî ye, ehmeq gurra min nekir!
Li gor gotina wî çend caran telefonî te kiriye, lê derneketiye. Got 20 rojên din ewê vegere.
Rewşa Tirkiyê
pir û pir xerab e. Hewa wek berî 12ê Îlona 1980î ye. Pûlisên tîmîn taybet ji
ber ku wê rojê otoboza wan hate gulebarankirin û du kes hatin kuştin ev sê roj
in serî hildane, bi hezaran dimeşin, dibêjin ”kana kan, întîkam***.”
Fena ”hin hêzên tarî” dîsa dixwazin li Tirkiyê tevliheviyê derxin ji bo ku
hikûmet tu mafî nede kurdan.
Çimkî di vî warî da hin hêvî çêbûbûn. Lê nuha li hemû bajarên mezin faşîst û
pûlis bi hev ra teroreke mezin dimeşînin.
Nuha, dema ez vê e-maîlê ji te ra dinivîsînim, min hîn li xeberan guhdarî
nekiriye û nizanim îro rewş çiye.
Ma tu çi dikî, halê te çi ye?
Li vir tu tiştekî xerîb tunye.
Li Stockholmê îsal hîn berf nebariye û dinya gelkî xweş e.
Swêdî ji qehran dikin bibehecin.
Gelek silavan li xanima te dikim û bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
*Salim *Çelîkerker
**Mistefa: Riza Polat
***Kana kan, întîkam: Xwîn bi xwîn, întîqam.
XXX
2009-12-14
Weysî Aydin nivîseke xwe ji min raşandiye, ji bo ku ez bixwînim û fikrê xwe
bibêjim. Xwestiye têkiliya me dom bike.
Weysî hevalekî me yê ji Wlranşarê ye. Berî 1980î çû Almanyayê. Li wir xwend,
tercumanekî pir baş e, di mahkimeyan da tercumaniyê dike.
Di saka 1980î da dema ez çûm Almanyayê, ew Munîhê bû, ez çûm ba wî, çend rojan
li wir mam.
Weysî, merheba!
Gelek sipas ji bo e-maila te.
Ez bi meyla te gelkî kêfxweş bûm.
Pir baş e ku tu û Metîn li hev dipirsin. Bira tim haya we ji hev hebe.
Helbet dibê têkiliya min û te jî berdewam be, ji xwe tu sebebek tuneye ku
têkiliya me ne berdewam be. Dema danûstendina me qut bibe ne normal
e.
Heta ji min tê nivîsên te taqîb dikim. Tu tiştên pir baş dikî, mala te ava.
Ev nivîsa te jî min xwend.
Ma ev Petr Lerch, ne ew kes e ku dibêje zaza ne kurd in û zazakî jî ne
lehçeyeke kurdî ye. Ez baş nizanim, lê ku ez ne şaş bim Lerch tiştên wisa
dibêje. Bêguman nuha tu baştir dizanî.
Lê heger zimanê wê bihata rastkirin ewê baştir bibûya. Min dixwest rast
bikim lê nuha qet wexta min tuneye. Esas malpera diweşîne jî dikane hinekî rast
bike.
Gelek silavên biratiyê li te û hemû malbata te.
Zinarê Xamo
XXX
2009-12-14
Birayê Pîranij, te ji kurdên zaza ra bi zazakî nivîsî ye baş e,
lê te ji bo çi ji kurmancan ra bi TIRKÎ nivîsî ye?
Dibê ya te ji wan ra jî bi kurmancî binivîsîya, ya jî zazakî tenê têr dikir.
Ji kerema xwe ra dev ji tirkî berdin, ji bîr bikin, fêrî jiyaneke bêtirkî
bibin.
Ez dizanim ji bo hin kurdan qutbûna ji tirkî ne hêsa ye, ne karê aqil e, weke
ku meriv "deve di ser xendeqê ra bide qevzkirin". Yanî hewqasî
zor e.
Lê ji xwe her tiştê me kurdan zor e, heger em dixwazin weke kurd li ruyê vê
cîhanê bimînin dibê em dev ji tirkî berdin û bi kurdî bipeyivin, xwe
fêrî axaftina kurdî bikin...
Axaftina bi tirkî me nêzî Tirkiyê û axaftina bi kurdî jî me nêzî Kurdistanake
serbixwe dike, hestên me yên ji bo vê armancê xurt û zeîf dike...
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
XXX
Merheba Birayê Zinare Xamo,
Çîyo ki/ke mi nuştedê to ra famkerd; ti vanê, ti çîrê
zazakî/kirmancî ra vêşêr "kurmancan rê TIRKî nusnenê?"
Sebep:
1) Ez kurmancî (sera hewtay-heştay) nê zano...
2) Ez bawer keno -zano...- ki/ke şima kurmancî zî (sera
hewtay-heştay) zazakî/kirmanckî nê zanê...
3) Eki ti zazakî zanê se xeyrê xo -to rê zamet
nêbo- mi rê zazakî binusi, ma/ez mecbûrê TIRKÎ nêbo...
Zaf silamî
C.Zerduşt Pîranij
XXX
2009-12-15
Merheba!
Bira C.Zerduşt Pîranij, gelek sipas ji bo bersîva te.
Birayê delal, min ji te ra negotiye ji min ra, ya
jî ji kurmancan ra bi kurmancî binivîsîne.
Min wiha gotiye:
”Birayê Pîranij, te ji kurdên zaza ra bi zazakî
nivîsî ye baş e, lê te ji bo çi ji kurmancan ra bi TIRKÎ nivîsî
ye?
Dibê ya te ji wan ra jî bi kurmancî binivîsîya, ya jî zazakî tenê têr dikir.
Wek tê dîtin, min gotiye ya ji kurmancan ra jî bi kurmancî binivîse
û heger tu nizanî jî ”zazakî tenê têr dike.”
Yanî min gotiye bi tirkî ne nivîsîne, rexneya
min li nivîsandina bi tirkî ye.
Tu bi zaravayê xwe(yanî zazakî)û yên kurmanc jî bira bi
kurmancî binivîsinin û dibê em herdu serî jî fêrî zaravayên hevûdu bibin,
bikanibin tekstên herdu zaravan jî bixwînin.
Ez dibêjim zaza bi zazakî û kurmanc jî bira bi kurmancî
bipeyivin û ji hev fêm bikin, tirkî nexin nabênê.
Yanî tu ji min ra bi zazakî û ez jî ji te ra bi kurmancî
binivîsim, tiştê min gotiye ev e û di vê da jî tu çewtî tuneye.
Mesela çaxa ez bi kurdên soran ra dipeyivim, ez bi kurmancî
û ew jî bi soranî dipeyivin û em ji hevûdu fêm dikin.
Ne ew min mecbûrî soranî dikin û ne jî ez, wan mecbûrî
kurmancî dikim, herkes bi zaravayê xwe dipeyive.
Û ne ez tenê, di têkiliya hemû soran û kurmancan da metod ev
e, herkes bi zaravayê xwe dipeyive.
Dibê tu jî wisa bikî.
Heger min kanîbûya zazakî xweş binivîsîiya bêguman minê bi
zazakî bersîv bida te.
Çim axaftin û nivîsandina bi lehçeyeke kurdî ya din(derî kurmancî)bi
min zor nayê, dema ez bi tirkî binivîsînim bi min zor û nexweş tê.
Loma jî te çewt fêm kiriye, ez nabêjim bira zaza fêrî
kurmancî bibin û kurmanc fêrî zazakî nebin, ez dibêjim bira herdu alî jî
fêrî zaravayên hev bibin û ji hev fêm bikin.
Lê ne şert e ku meriv bikanibe bi hemû zaraveyên
kurdî binivîse, ev hinekî zahmet e.
Meriv bikanibe axaftinê fêm bike û nivîsê bixwîne têr
dike.
Ez bixwe soranî jî, zazakî jî him axaftinê û him jî nivîsê
îdare dikim. Dema zazakiya swêregê be baştir fêm dikim, dêrsim hinekî zahmettir
e.
Loma jî dema tu ya jî kurdekî zaza ji min ra bi zazakî
dinivîse ez wek te naqeherim, ez kêfxweş dibim.
Lê tu ji kurmancî nivîsîna min caziz bûyî û te gotiye, "Eki ti zazakî zanê
se xeyrê xo -to rê zamet nêbo- mi rê zazakî binusi, ma/ez mecbûrê
TIRKÎ nêbo...", yanî, heger tu bi zazakî zanî xêra xwe ji min ra
bi zazakî binivîse ji bo ku ez jî mecbûrî nivîsîna tirkî nebim.
Heger min ji kurmancan ra bi kurmancî û ji zazan ra jî bi
tirkî nivîsîbûya û te ji min ra gotibûya, ”ji min ra bi tirkî nenivîsîne, ya
bi zazakî binivîsêne ya jî kurmancî têrê dike”, ezê neqeheriyama, ewê kêfa
min bihata.
Lê te xwe ji vê gotina min pir aciz kiriye.
Ji ber ku kurdekî ji te ra bi kurmancî nivîsîye tu xwe aciz
dikî, lê tu ji nivîsîna bi zimanê dijmin, ji tirkî aciz nabî.
Ma ne divê eksê wê bûya, yanî dema ku min ji te ra bi
tirkî binivîsanda, divê te xwe aciz bikira û bigota, ji bo çi tu bi tirkî
dinivîsînî?
Ez hêvî dikim îcar min derdê xwe bi te da fêmkirin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2021-12-14
Min Şevger Çolo ji hevaltiya xwe derxist. Çimkî di minaqaşeyekê da peyvên pir
nexweş kir. Ji min pirsiye, gotiye, ma te ez ji healtiya xwe derxistime?
Merheba ji te ra !
Rast e, min tu ji hevaltiya xwe derxist. Hedîse nuha nayê bîra min. Te tiştên
gelkî ne xweş gotin. Te ji xelkê ra xeber da, te got ji hevaltiya min derkevin.
Ez jî ji hevaltiya te derketim.
Şevger: Silav mamê hêja min çend cara ji bona îslamîst û
ENKS'yiyan wisa gotibu rast e lê tu ne ji herdu aliya yî camêr welehî tu
mirovek pozîtîfî û ez bi xwe tu cara ji te adiz nebûme û nabim jî tu kesek bê
zerarî û xebera nakê êrîşî kesî nakê ez nêrîna te jî a komkar ê jî di zanim
Şevger: Lê ger min dilê te bi şexsî nehiştibê ew jî başe û
bi dilê xwe bike kêfa te ye tu mamê meyî ez ji te adiz nabim tu vê zanibe û
dema te xweş silav û rêz bêhna min fireh bu vaye min tu neêşandî êdî azadî rêya
te ronî be û bi xatirê te hêja
Na na, te ji şexsê min ra tiştek negotiye. Ma ez rabim bextê
xwe bavêjim ?
Wek min got, mesele nayê bîra min, lê ez pê êşiyam, ez qeherîm. Ya na ez ji
hevaltiya te dernediketim. Tişt nabe, em dîsa dostên hev in.
Şevger: Tu hem dost û hem apê minî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar