31 maj 2023

Meş xweş e sibê

Dibêjin kar xweş e sibê. Rast e, dibê meriv karê îro nespêre sibê. Sibe meriv kane, nikane, meriv heye, tuneye ne diyar e. Lema jî dibê meriv karê xwe îro taloqê sibê neke.

Li ser daxwaza xanimê ev du roj in em gerra xwe ya rojane ne piştî nîvro, danê sibê dikin. 

Vêsê saet di neha da(009.00)em ji mal derketin, em saet û nîvekê, 6,6 km meşiyan û hatin mal.
Berê em danê esir ji gerrê dihatin mal. Ev du roj in me rutîna xwe ya rojane guhertiye.

Selahetîn Demirtaş çima ev biryar girt?

Selahetîn Demirtaş gotiye, ”di vê qonaxê da ez dev ji siyaseta aktîf berdidim.”

Çima ev biryara daye em nizanin. Belkî di hevpeyvîna xwe ya dawî da hin tişt gotibin.

Belkî hin hevalên wî ew êşandibin. Çimkî dewletê wek Evdila Ocalan ew îzole nekiriye, rê li ber axaftinên wî negirtiye. Ew jî vê îmkanê zêde bi kar tîne. Belkî ev yek bûbe problem.

Helbet dewlet vê îmkanê bi zanîn dide Demirtaş, di vî warî da hesabekî dewletê heye.

Heger beranê bisko bûya ewê di nav kerîyê bavo da bûya

Hespa terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin. Çimkî bi tenê ye, bêxwedî ye. Kesê oştî kûçikan bike, kûçikan jê biqetîne tuneye.

Ji Kemalê dêrsimî ra xerab hat, ker, kûçik û gur bi dorê ketine, dikin wî dabarînin. Giş di hilbijartinê da sebebê têkçûnê dikin sûcê wî. Gazinan ji wî dikin, wî rexne dikin.

Ji yê diz, zorba, hîlebaz, sextekar ra tiştekî nabêjin, giş kevir û kuçikan li Kemalê dêrsimî dibarînin. Fena ku Erdogan hilbijartin bi heqê xwe, bi şiklekî adil û demokratîk qezenc kiribe.

Ez neviyê Selahedîn Eyûbîyê cîhangîrê Qudsê me !

Selhahedîn Demirtaş bersîveke xweş û mêrane dayekeriyên gurên boz û faşîstên tirk.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê da gotibû ”heta ez serok bim Selhedîn Demirtaş ewê di zindanê da be.”
Tirkên lê gudarî dikirin jî gotibûn ”îdam, îdam…”, îdamkirina Demirtaş ji Erdogan xwestibûn.
Selhedîn Demirtaş bersîveke xweş daye faşîstên gurên har, gotiye:

30 maj 2023

Suleyman Soylu gotiye ji bo çi HUDAPAR xistin meclîsê

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hevkariya AKPê ya bi Huda-Parê ra di 23ê gulanê da di hesabê xwe yê twîtterê da beşekî axaftina xwe ya di kanaleke telewîzyonê da belav kiriye.
Soylu di wê axaftina xwe da li ser tifaqa bi Huda-Parê da teştekî pir muhîm îfşa kiriye, gotiye:

Sohbeteke bi Profesorekî kurd ra

Prof. Nûrettîn Tûrgay hevalê min î Facebookê ye. Nivîskar û kurdekî dîndar e, mêrdînî ye, kurmancîya wî baş e, di Facebookê da ez carnan nivîsên wî, çîrokên wî dixwînim.

Bi tirkî hin serpêhatî, çîrokên xweş, di warê edîbe da bi qalîte dinivîsîne.
Zimanê wî, edebîyata wî baş e, taswîrên wî xweş in, xweş li hev tîne.
Meriv çîrokên wî bi kêf dixwîne.
Lê çi heyf bi tirkî dinivîsîne. 

29 maj 2023

Belgefîlmekî kezeba meriv diperitîne

Min di telewîzyona Swêd kanala 2a da li ser Stalîn li dokumentereke/belgefîlmekî bi navê ”Dawiya Cîhanê: Stalîn” temaşe kir.

Fîlm sê beş in, îşev beşa pêşî bû. Li ser Stalîn, Lenîn, şoreşa Bolşewîkan, şerê Bolşewîk û Menşewîkan û êrîşa nazîyan dokumentereke meriv kelogirî dike.

Gelek tiştên min li ser Stalîn, Lenîn û qetlîamên kirine nizanîbû fêr bûm. Li hemberî wahşta kirine meriv lal dibe. 

Erdogan gotiye heta ew serok be Demirtaş ewê di zindanê da be !

Erdoganê cara sisiya bi zorbatîya xwe bû serok, di axaftina xwe ya piştî serketinê da qala Selahedîn Demirtaş jî kiriye, wek her tim dîsa gotiye:

”Hetanî ez serok bim Demirtaş ewê di zindanê be.”
Lê tirk bi vê soza Erdogan nehatine serî, kîtleyê bi yekdengî gotiye, "îdam, îdam...", xwestine Selhedîn Demirtaş îdam bikin...
Yanî milet ji Erdogan xerabtir e, îdamê dixwaze...

Ev bêperwatiya Erdogan tê maneya li Tirkiyê qanûn, edalet, mahkime, huqûq tuneye, Erdogan her tişt e, ew çi bixwaze wer dibe, tu kes nikane bêemiriya wî bike, ji emrê wî derkeve.

Girtiyên hevsan jî ne li gorî qanûnan, ne li gorî edaletê û huqûqa heyî, li gorî daxwaza wî tên girtin û tên berdan. Ew nexwaze mahkime nikane tu kesî berde.

28 maj 2023

Erdogan bi hostayî kerasekî demokratîk li qezenckirina xwe ya bi zorbatî kir

Wek dihat texmînkirin Erdogan bi hîlebaziyeke pir zîrekane "qezenc kir." Mêrik maskeyek ”demokratîk” li zorbatî û hîlebazîya xwe kir û li ser kursiya xwe ma.

Di axaftina xwe da hîle, zorbatî û sextekariyên bi hostayî hatine kirin xweş tarîf kiriye, gotiye, ”Me gotibû emê wisa qezenc bikin ku tu kes têk neçe...”

Maneya vê gotinê, min ji we ra gotibû ezê vî îşî wer xweşik li hev ragirim, her kesê mecbûr hîlebaziya min, vê tiyatroya min qebûl bike, bibêje hilbijartin bi şiklekî demokratîk çêbû, milet careke din Erdogan hilbijart.

Gelo Kiliçdaroglu ewê bikanibe surprîzekê bike?

Li ser hilbijartinên Tirkê, Erdogan û Kiliçdaroglu fikrên me çi bin jî di tarîxa Tirkiyê da îro rojeke girîng e. Ji bo tirkan jî, ji bo me kurdan jî girîng e. 

Ji bo wê jî tirk jî, kurd jî girîngiyeke mezin didin hilbijartina îro li Tirkiyê û li Kurdistanê çêdibe.

Ez ne dilxwaz û piştgirê Kiliçdaroglu me, lê dîsa jî dixwazim Erdogan têk biçe, Kiliçdaroglu qezenc bike. Ev hêvîya min ne zêde ye, lê daxwaza dilê min ev e.

Di nav du xeraban da meriv dixwaze yê herî xerab, yê herî zalim bela xwe bibîne.

27 maj 2023

Şikir tiyatroya tirkan a hilbijartinê qediya

Dawiya dawî ew roj jî hat, li Tirkiyê û Kurdistanê sibe hilbijartina serokkomariyê ye. Sibe ji herdu xeraban yekê bibe serokê Tirkiyê.

Ya Recep Tayyip Erdoganê bi hin sextekariyên pêşketî(jixwe ew profesorê, pîrî vî îşî ye) dîsa qezenc bike, ya jî Kemal Kiliçdarogluyê xwe ji bo tirkîtiyê diçirîne mûcîzeyekê bike, dawiyê bide dîktatoriya Erdogan a faşîzan.

Texmîna min Kiliçdaroglu qezenc bike jî Erdogan ewê bibêje min qezenc kiriye, yanî ewê bi hîle û bi zorê têkçûna xwe qebûl neke.

Emîly Brontêya îngilîz û Mestûre Erdelana kurd

Do bi şev di telewîzyona Swêd kanala 2a da min li belgefîlma(Girê bi Xumîn) li ser jiyana nivîskara îngilîz a meşhûr Emîly Brontê temaşe kir.
Belgefîlmekî meriv nedixwest ji ber rabûya, pir mikemel çêkirine.
Xwezî li ser Mestûre Erdelan jî belgefîlmekî wiha hebûya, dinyayê û kurdan Mestûre Erdelan jî wiha nasbikirana.

26 maj 2023

Di vê hilbijartinê da kurd pir dudil in

Di tu hilbijartinê da wek vê carê kurd di tercîhên xwe da dudil û perçe nebûne.
Partiyên kurd, serokên kurd çi biryarê digrin bira bigrin, hevalên wan giş ewê bi ya wan nekin, gelek kes ewê li gorî fikrê xwe hereket bikin.

Sebebê vê belavbûna kurdan ji ber alternatîfên hema hema wek hevin, bi dilekî rehet meriv nikane bibêje ev namzed ji yê din baştir e û raya xwe bidê. 

Em mecbûr in riyeke baştir bibînin

Her sibe gava kompîtora xwe vedikim, xeberên li ser me kurdan dixwînim, bala xwe didim hal û ehwalê me, tiştekî min kêfxweş bike bi ber çavê min nakeve. Lê nikanim nexwînim, nikanim ji nedî va werim.

Xeberên li ser me hemû meriv xemgîn dikin.

Lê xemgînî, bêhêvîtî derdê me derman nake, rewşa me baştir nake. Em mecbûr in riyeke baştir bibînin.

Ne zulm, ne birçîbûn rayên Erdogan kêm nake


Li Tirkiyê û li Kurdistanê piraniya însanan di binê sînorê birçîbûnê da dijîn, lê dîsa jî ji Erdogan, ji serokê xwe hez dikin, rayên xwe didinê; ji bo ku hinekî din zulmê li wan bike, hinekî din wan mehkûmê xizaniyê, birçîbûnê bike.

Li Tirkiyê ji bo malbateke 4 nufûs sînorê birçîbûnê  11 hezar û 810 lîre ye, meaşê herî hindik jî 8 hezar û 500 lîre ye.
Yanî malbateke 4 nufûs 3 hezar û 310 lîre di bin sînorê birçîbûnê da dijî.

25 maj 2023

Suleyman Soylu baş li xwe mukur hatiye

Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê Suleyman Soylu di kanala CNN Tirkê da çend tiştên pir girîng îfşa kirine. Gotiye hevkariya bi HUDA-PARê ra hevkariyeke sitratejîk e, Tirkiyê ev gav bi zanîn avêtiye, 10 salên din hûnê tesîra wê bibînin.

Li ser mesela şerê bi PKKê ra jî gotiye, ”ew bi PKKê şer nakin, ew bi Amerîkayê ra şer dikin.”
Dîsa li gorî Soylu, Amerîka, ji bo ku civata tirk ji ber hev da bixîne tevgera LGBTê daye çêkirin û komeleyên LGBTê fînanse dike.

24 maj 2023

Min bi karê hewşê pişt xist ber xwe

Ji vêsê da ye bi kar û barên hewşê û bexçe min pişt xist ber xwe. Min bi ava bi tazîq kevirên hewşê şuştin û nabêna keviran bi qûma hûr dagirt.
Makîna min a şuştinê tuneye, min ji cîranê xwe yê swêdî bi emanetî girt. Xanî firotiye, di hezîranê da dike ji vir bireve, here bajarê Gevlê.
Min got berî here ez bi makîna wî karê xwe biqedînim. Camêr merivekî pir baş e, ji pişta min dihere. Mihendizê kompîtorê û programçêkirinê ye. Çaxa serê min dikeve tengasiyê tê hawara min.

Neyarên kurdan cepheya antî-kurd fire dikin

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gotiye bi serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ra li hev kirine, ewê piştgiriya wî bikin. Gotiye îro ewê agahiyên zêde bidin.

Umit Ozdag faşîstekî har e, pantirkîst e, neyarekî miletê kurd e, di warê îdeolojîk da ne yekî li dijî Erdogan alîkariya Kemal Kiliçdaroglu bike.

Dîyar e cepheya faşîst û neyarên kurdan di nav xwe da wezîfe par kirine, Umît Ozdag şandine ba Kemal Kiliçdaroglu, dixwazin dora Kiliçdaroglu jî bigrin.

23 maj 2023

Şerm e paşnavê kurdekî hîn jî "Turk û Ozturk" be !

Her cara di medyaya sosyal da paşnavên ”Turk, Ozturk, Hasturk, Şenturk, Başturk” yanî paşnavên ”turk” bi ber çavên min dikevin ez pir hêrs dibim, dixwazim çavên xwe bigrim.

Gelî kurdên bi xîret û miletperwer, van paşnavên tirkî yên irqçî, pantirkîst, ên bi zor, bêyî îradeya we li we kirine li ser xwe nehêlin, biguherin.
Wek kurd şerm e paşanavê meriv ”Turk, Ozturk, Hasturk” û nizanim çi ”turk” be û doza kurdayetiyê bike.

We qet dîtiya paşnavê tirkekî ”Kurd, Ozkurd, Haskurd, Başkurd”, nizanim çi "Turk" be?

Nivîsên bi herfên mezin hatine nivîsîn nayên xwendin

Di medyaya sosyal da hin kes carnan nivîsên bi herfên mezin(versalan A,B,C) belav dikin.

Nivîsên, e-postên, mesajên bi herfên mezin xwendina wan pir zahmet e.
Ez bi xwe nivîsên bi herfên mezin hatine nivîsîn naxwînim, nikanim bixwînim. Nikanim herfan taqîb bikim.

Xwendina metneke tevayiya wê bi herfên mezin him pir zor e, him ji alî estetîk va ne xweş e, him jî wek nivîskar ew bi hêrs nivîsîbe û bi herfên mezin wê hêrsa xwe nîşanî xwendevanan dide.

22 maj 2023

Irqçîtî û barbarîyeke wiha nehatiye dîtin


Çend xortên me li Qadikoya qeza Stenbolê ji ber ku bi kurdî kilam gotine û govend girtine pûlisên tirk ew girtine, destên wan li paş piştên wan kelemçe kirine û dûra jî giş bi dev û rû va li erdê dirêj kirine û Sirûda/Marşa Mehter ya irqçî, faşîst bi wan dane guhdarîkirin.

Ev îşkence ye, irqçîtî ye, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. 
Dibê baroyên Kurdistanê, partiyên kurdan, parlamenterên kurd, siyasetmedar û ronakbîrên kurd hemû bi dengekî bilind li dijî vê barbariya irqçî ya pûlisên tirk derên û cezakirina wan bixwazin.

Riya nivîskariyê

Nivîskarê amerîkî Stephen King nivîskarekî pir berhemdar e, mubarek wek fabrîqeya nivîsandinê dixebite.
Nuha 76 salî ye 76 kitêb nivîsîne.
Camêr ji bo her saleke umrê xwe romanek nivîsîye. 350 milyon kitêbên wî hatine firotin.
Aqilê meriv nagire. Ji her kitêbek dolerek girtibe dike 350 milyon dolar. Yanî mêrik bi qelema xwe bûye milyarder.

21 maj 2023

Dibê meriv nebêje ya tu ji min î ya tu dijminê min î !

Hilbijartina tirkan gelek kes berra hev dane, hin kurdên bêhiş bera bedena kurdên ne li ser fikrê wan dane.

Ji ber ku hin kurd wek wan nakin, rayên xwe nadin partî û şexsên ew piştgiriyê dikin, ya jî hilbijartinan boykot nakin, dixin binê erdê, dikin piştgirên Erdogan ya jî kemalîst.

Li gorî yekî tu alîkariya Erdogan dikî, li gorî yên din tu alîkariya kemalîstan û dewletê dike.

20 maj 2023

Tirkîya kurdan jî bûye tirkîya stenbolîyan

Berê li Kurdistanê wek devokên kurmancî, devokên tirkî jî hebûn. Tirkîye Diyarbekrê, ya Mêrdînê, ya Rihayê, ya Dîlokê, ya Bedlîsê hebû.

Dema kurdek bi tirkî dipeyivî ji devoka wî meriv zanîbû ji kîjan bajarê Kurdistanê ye; amedî ye, mêrdînî ye, rihayî ye, bedlîsî ye di cî da dihat zanîn.

Lê nuha ne wiha ye, di warê zimên da jî guhertineke pir mezin çê bûye. Devok-mevok nemane, tirkiya kurdan bûye tirkiya stenbolîyan.

Rêberê nezan xelkê gêj dike

Kanî ji çaviyê da şolîn dibe. Serok û siyasetmedarên me wek yên xelkê ne jîr û zane ne, pêş xwe baş nabînin, hesabê şaş dikin, xelk gêj kirine.

Ev jî dibe sebebê tevliheviyê, bêhêvîtiyê, minaqaşeyên bi zirar.
Gava rêber ne şareza be, rê dernexe, xelk nizane berê xwe bi ku da ke.
Gava di siyasetê da karê meriv baş nemeşe kêmasî, sûc yê rêber e. Xeta xwar ji gayê pîr da ye.

19 maj 2023

Beşar Esad û ereb li hev hatin

Federasyona Erebî îro li Erebîstana Siûdî li bajarê Cîddeyê civiya. Piştî 12 salan serokê Sûriyê Beşar El Esad jî beşdarî civînê bû.

Yanî meriv kane bibêje êdî nabêna wî û ereban baş dibe. Serkêşiya vê nabêncîtiyê Erebîstana Siûdî dike. Siûdî çi bike welatên din didin dû. Çimkî mezinê ereban e.

Gelo lihevhatina Esed û erebên din ji bo me kurdan baş e ya xerab e?

Car heye enmdamên partiyekê jî wek hev nafikirin

Di hilbijartinên 14ê gulanê da partiyên kurd, gelek welatparêz, dost û heval wek hev nefikirîn, tercîhên cihê cihê kirin.

Hinek çûn ser sindoqan, tercîhên cihê kirin, hinekan jî hilbijartin boykot kirin.
Di siyasetê da carnan endamên partiyekê jî wek hev nafikirin. Ev tiştekî normal e, dibê meriv şaş û anormal nebîne, xwe ji hev nexeyidîne. Nav û nîçokên ne xweş li hev neke.

Derdê nivîsandinê

Saet 08.14 ye. Min kompîtor vekir, hîn riya xwe bi Facebookê û Twitterê nexistiye. Nizanim çi binivîsînim, di serê min da mijareka sabit tune ye. Jixwe ra dibêjim:

-Ma tu mecbûr î her sibe tiştekî binivîsînî?
Sibakê jî nenivîsîne, tenê bala xwe bide nivîsîn xelkê, bixweîne lê nenivîsîne.

18 maj 2023

Rojnamevanên mêr û jinan ji hev nagerînin

Malpera Kurdistan24ê seroka Parlamentoya Kurdostanê Rêwaz Fayiq xanim kiriye mêr. Gotiye:

”Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq berî civîna Parlamentoyê ji rojnamevanan re gotiye, ew hêvî dikin li ser madeyên yasaya hilbijartinan li hev bikin.”

Him rismê Rêwaz Fayiq xanimê di xeberê da bikaranîne, him jî gotine,”Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq…”

Qenekê risim belav nekirana…

Heta tirk ev tirk bin dîktator ewê tim serokên wan bin

Zulm bi bêdengiyê, bi serîtewandinê kêm nabe, di ser da zêdetir dibe. Ji ber bêdengiya milet hinekî din aşûnî û har dibe.

Miletê serê xwe li hemberî zulmê bitewîne, li hemberî zulmê û zulimkaran ranebe perîşantir dibe, bêtir zulmê bibîne.

Piraniya tirkan dibêjin bira kurd azad nebin bira zulm li me bibe, bira em di bin zulma dîktatorekî da binalin, bira em ruyê demokrasiyê, azadiyê nebînin.

17 maj 2023

Li ser rayên HAK-PARê girtine

Ji ber ku Hak-Parê 42 hezar ray girtiye di medyaya sosyal da hin kes berpirsiyarên Hak-Parê rexne dikin, hinek jî henekên xwe bi wan dikin.

Bi baweriya min ji dêlî ku meriv henekê xwe bi berpirsiyarên Hak-Parê bike, bi wan bikene, dibê meriv bi vê netîceyê biqehere, xemgîçn bibe, porê xwe birûçikîne û li sebebên vê têkçûnê bigere, bibêje çima wiha bû?

Dizî û sextekarî karê wan e

Li Rihayê AKPê bi sextekarî parlamenterîyek zêde qezenc kiriye. Ji dêlî ku YSP parlamentekî zêde derxîne, ew dane AKPê. Li ser îtîraza YSPê jimara parlamenterên YSPê ji 4a bûye 5.

Sextekariyên wiha di piraniya sindoqan da hatiye kirin, rayên Erdogan jî bi sextekarî zêde kirine, yên MHPê û AKPê jî. Di vî warî da delîlên cidî pir in.

16 maj 2023

Sextekariyên di hilbjartinan da kirine yek bi yek derdikevin ortê

Sextekariyên di hilbijartinan da kirine hêdî hêdî di medyaya sosyal da belav dibin.

Li Amedê 1745, li Nisêbînê 225 rayên YSPê ji MHPê ra nivîsîne. Ev sextekarî hatiye îspatkirin.

Nûnerê HDPê yê YSKê Mehmet Ruştu gotiye, ”Me tespît kir zeptên ji hezar sindoqan zêdetir ne rast in, şaş in. Jimarên zebtan ne rast in. Em rast dikin.”

Dibê meriv bi zimanê çûkan nenivîsîne

Bindestiya salên dirêj û asîmîlasyonê bibê nebê tesîreke xerab li kurmancîya me gişan kiriye, dûzan, qalib û sentaksa kurmancî xera kiriye, trvlihev kiriye.

Ev tesîra xerab li hin bajarên Kurdistanê zêde bûye, li hin bajaran kêmtir bûye.

Meriv vê tesîra xerab a asîmîlasyonê ji kurmanciya kesên ji bajarên cihê fêm dike.

Yanî li Kurdistanê bajarê di bin tesîra asîmîlasyonê da nemabe, para xwe pir ya jî hindik jê negirtibe tune ye.

Rûdaw dev ji zimanê xwe yê nayê fêmkirin bernade

Sernivîseke Rûdawê wiha ye:

”Hêzên Rûsyayê bêyî Tirkiyê gereke çavdêriyê li Kobanî encamdan”

Yanî çi?

Ji vê sernivîsa wek porrê dînan meriv tiştekî fêm nake, bi kurmancî meriv wiha nabêje.

”Encam” bûye benîştê devê mixabirên Rûdawê, di cî da, ne di cî da wek jokêr tim bi kar tînin.

15 maj 2023

Çima Erdogan vê carê jî wenda nekir?

Bêguman bi vê netîceya hilbijartinan ez xemgîn bûm, lê şaşmayî, matmayî nemam.

Piraniyeke mezin, herî kêm ji sedî 90ê tirkan pantirkîst û antî-kurdin in. Rayên partiyan girtine îspata vê yekê ye. 

Kî dijminê kurdan be, ew ezîzê ber dilê tirnan e. Civateke wiha demokrasiyê, wekheviyê, edaletê tercîh nake.

Dibê meriv ji têkçûn û serketina xwe dersekê bigire

Erdogan çerxa hîle û firldaqan baş digerîne, mêrik şahê vî îşî ye, dixwaze heqiyekê, bingehek huqûqî bide sextekariyên xwe.

Netîceya hilbijartinan ez xemgîn kirim. Yê herî bêtir li zirarê ye dîsa kurd in. Namzedên wan ê serokkomariyê hebûya nuha li karê bûn, nuha di pozîsyoneke hîn xurttir da bûn.

Dibê kurd kumê xwe deynin ber xwe û baş bifikirin, gelo bi vê siyaseta bi tirkan ra em rast dikin ya şaş dikin?

14 maj 2023

Erdogan bi hilbijartinê hat ser hukim lê bi hilbijartinê naçe

Wek min texmîn dikir, Erdogan dibêje wî % 51.40ê rayan girtiye û ew 10 pûan li pêş Kiliçdaroglu ye.
Rayên Kemal Kiliçdaroglu jî xwedêgiravî %42. 77 e.
Helbet ev reqem ne rast e, vir e, îcada wî ye.

Ray hîn bi tevayî nehatine hilbijartin, ji sedî 64ê sindoqan vebûne, lê ez bawer nakim netîce were guhertin. 

Kiliçdaroglu ji sedî 70î jî bigire, Erdogan ewê bibêje min qezenc kir û nehêle doba duduya.

Gelo Erdogan ewê têkçûna xwe qebûl bike?

Îro di tarîxa Tirkiyê û Kurdistanê da rojeke muhîm e, li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê kurd û tirk diçin ser sindoqan. 

Anket û texmînên pisporan hemû dibêjin heger hîle, sextekarî neyê kirin Erdogan qezenc nake, ketina wî sedîsd e. 

Di tu anketekê da qezenc nake.

Lê her kes ne bawer e Erdogan qezenc neke jî têkçûnê qebûl bike, dev ji kursiya xwe berde.

Mêrik kurd him zilamê dewletê ye, him xwe wek kurdperwer nîşan dide

Geleo Abdurrahman Kurtê şûrkêş û paşmêrê Erdogan kurd e ya tirk e?
Mêrik hosteyê siyasetê ye, dostê her kesî ye. Him hevalê dijmin e, him dostê kurda ye.

Li gorî bîyografîya wî ji Amedê ye, lê ne bi kurmancî, ne jî bi zazakî nizane, tim bi tirkî dipeyive û fedaîyekî Erdogan yê ji dil e. Gelo ev kurd e ya tirk e? 

Çimkî li Amedê tirk jî hene.

13 maj 2023

66 mele dagirkirina Efrînê ji bo misilmanan wek serketinekê dibînin

66 Mele û alimên Îslamî beyaneka piştgiriya Erdogan belav kirine, di beyana xwe da xwestine misilmanên Tirkiyê û Kurdistanê di hilbijartina 14ê gulanê da rayên xwe bidin Recep Tayyip Erdogan.

Di nava 66 meleyan da du meleyên kurd jî hene.Yek, serokê Yekîtiya Zanayên Misilmanên Cîhanê Elî Qeredaxî ye, yê din jî Seyid Ehmed Pêncewînî ye.

12 maj 2023

Di nav dijminan da jî ferq heye

Gelşên siyasî û îdeolojîk ên nabêna me dibê tu carî me nekin heval û piştgirê dijmin û rejîma îro ya antî-kurd.

Normal e partiyên me di warê siyasî da carnan li hev nekin, cihê bifikirin, werin hemberî hev.

Ev cihêbûna siyasî gerek nebe sebebê meriv bibe hevalê dîktatoriya Erdogan.

Gerek ji bo me ya muhîm kar û berjewendiyên netewî bin, li gorî wê em gavan bavêjin û tifaqa çêkin.

Ker dixebitin hesp dixun.

Dîktator ne bi qeweta xwe tenê, bi alîkarî û piştgiriya hinekên din dîktatoriya xwe û saltenata xwe didomînin.
Feqîr, fiqareyên motajî pariyek nanê tisî ne bi rayên xwe Erdogan, diz û çeteyên dora wî li ser hukim dihêlin, hinekî din zengîn dikin.

Bela sebeb negotina xizano bi raya xwe nizano.

Heger xizanan bi raya xwe zanîbûna ray nedidan Erdogan, dibê ji sedî deh jî negirta.

11 maj 2023

Mêrik bêhemdî li xwe mikur hatiye

Serokê Tirkiyê Erdogan ban ”birayên xwe yên kurd kirine”, dîsa demagojîya ”birayiya”(!) kenê guran pê tê kiriye, gotiye:

-Bêguman kêmasiyên me jî hene, tiştên me dixwest bikin, lê me nikanîbû bikira jî hene…”

Ev rast e. Bi vê gotina dawî li xwe mikur hatiye, bêhemdî nêta xwe daye der.
Bi rastî jî dixwstin ne Efrînê û Serê Kaniyê tenê, Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bikin û kurdan bi zar û zêçên wan va, bi qiç û pîlan va ji wir derxînin, Kurdistanê ji kurdan paqij bikin, tirk û ereban li gund û bajarên kurdan
 bi cî bikin.

Lê tam bi ser neketin, pilana wan nîvçe maye.

Tirkiye bûye meydana şerê çeteyan

Tirkiye berê jî ne tu welat bû, tu carî nebû welatekî demokratîk û ewle. Metodên mafyayê, çete, faşîst tim wek hêzeke dewletê ya dizî hatiye bikaranîn.

Tirkiye ji bo kurdan tim dewleteke antî-kurd e. Bi nêzîkbûna hilbijartinan ra gelekî xerabtir bûye, bûye erdekî mayinkirî û kanalîzasyoneke pir genî.

10 maj 2023

Xweşbînî ji reşbîniyê baştir e

Pêşiyên me gotine sibe tê xêr vêra. Vaye sibeyeke din jî hat, înşela xêrê vêra were.

Dilê min bihîstina xeberên xweş dixwaze. Tenê li tiştên baş û xweş difikrim.
Dibêjin xêrê bixwaze bira Xwedê xêrê bide te, ez jî vêsê wer dikim.

Rewşa me û ya tirkan qet ne baş e, lê dîsa jî optîmîzim ji pesîmîzmê baştir e. Çawa be jî xweşbînî ji reşbîniyê baştir e.

09 maj 2023

Yê li dijî Qetlîama Gelîyê Zîlan be nabe hevalê Erdogan

Berbijêrê AKPê yê Wanê Burhan Kayaturk gotiye ”heta ew sax be ew Qetlîama Geliyê Zîlan ji bîr nake...”

Derew û demagojiye, yê dilê wî ji bo Qetlîama Gelîyê Zîlan bişewite nabe berbijêrê AKPê û hevalê Erdogan.

Meriv welatparêz, dilşewatê Qetlîama Gelîyê Zîlan şûrê Erdogan nakşîne, reqlame wî nake.

De ez û şansê xwe

Çavê min ê rastê dêşe, piştî bîstek xwendin û xebat hêsir jê tê. Erebe kevn bûye, dema arizê, serwîs û tahmîratê ye. Ê helbet jiyan bê êş, bê derd û kul, bêyî çavêş nabe.

Ez ji kalbûnê ra tiştekî nabêjim, gazinan jê nakim, lê xwezî arizeyên wiha tunebûna. Gelşên wiha nahêlin meriv dilê xwe li xwendin û nivîsînê rehet bike.

08 maj 2023

Bi tirkî bersîvê nedin pirsên telewîzyonan !

Hin kanalên telewîzyonan li bajarên Kurdistanê li ser hilbijartinan fikrê xelkê dipirsin,dibêjin hûnê raya xwe bidin kê?

Fena ku li Tirkiyê û li bajarekî tirkan bin, pirsên xwe bi tirkî ji însanan dipirsin.
Dibê kurd bersîvên pirsên bi tirkî nedin, bi wan ra bi tirkî nepeyin.
Xelk ne di wê zanînê da ye bi tirkî bersîvê nedin pirsên wan.
Dibê kurdên welatparêz, ronakbîr, bepirsiyarên partiyên kurdî ji xelkê ra bibêjin bi tirkî bersîvê nedin pirsên telewîzyonan, bi kurdî bersîvê bidin.

Em her sal dibêjin sal bi sal xwezî bi par

Ji xew rabûme, serê min tevlihev e. Min gelek xewn û xerbeleyên tevlihev dîtine.
Hêdîka kompîtorê fevedikim.
Di twîtterê da ji Kurdistanê xeberên bêmoral, hêvîşikestî bi ber çavên min dikevin. Moralê min hinekî din xera dibe.

Difikirim çi binivîsînim?
Tiştekî li gorî dilê min nayê bîra min.

Berê xwe didim malpera xwe ya Facebookê. Fasebookê nivîseke min 8 sal berê bi bîra min xistiye. Nivîs li ser roja qedandina Şerê Cîhanê yê Duduya. Nivîsê dixwînim, kêfa min jê rat ê. 

07 maj 2023

Îslamîstên tirk ji bo ala tirk dimrin, îslamîstên me li dijî ala kurd in

Îslamîstên tirk û ereb mêrikan ji her kesî bêtir nasyonalîst in, ji bo ala xwe canên xwe didin.

Îslamîstên me kurdan eksê wan in, ji bo miletê xwe ne dewletê dixwazin, ne jî alê û kurdperwerên dewletê û alê dixwazin jî irqçî dibînin.

Ji bo îslamîstên tirk kesên li dijî ala tirk xayin in, dijminên miletê tirk in. Ji bo îslamîstên Huda-Parê yên Kurdistanê û ala kurd dixwazin irqçî ne, dijminên Îslamîyetê ne, dibê şerê wan were kirin.

Atmosfera siyasî pir tevlihev û nazik e

Min xurîniya xwe kir, telefona xwe kir sarjê û kompîtora xwe vekir.

Min bi dor bala xwe da malpera xwe ya Facebookê û Twîtterê.
Piraniya parvekirinan minaqaşeyên li ser hilbijartinên 14ê gulanê ne.
Belkî cara pêşî ye di hilbijartinekê da tercîhkirin hewqasî zor e û kurd hewqasî dudil û berbelav in.
Hin kes tiştên ne xweş ji hev ra, ji kesên rayên xwe didin  Kemal Kiliçdaroglu ra dibêjin. Ew jî wan di praktîkê da bi piştgiriya Erdogan sûcdar dikin.

06 maj 2023

Li ser du kitêbên pir hêja

Di van rojaên dawî da min du kitêbên Necat Zivingî yên pir hêja li dixwendin. Antolojîya ”Stêrkên Edebîyata Kurdî” û kitêba li ser jiyan û berhemên ”Evdirehîm Rehîmê Hekkarî”.

Herdu kitêb jî pir hêja ne, yek ji yekê muhîmtir e, herdu jî çavkanî û xezîneyên pir hêja, kurdperweriyê û zanînê ne.

Kitêbên wiha dibê li mala her kurdî, di kitêbxaneya her kurdî da hebin.

Bîyografîya Evdirehîm Rehîmê Hekkarî(Evdirehîm Rehmî Zapsû) lêkolîneke bîyografîke.

05 maj 2023

Ev rejêma faşîst bikekev e ji me ra baş e

Tirkiyê îro dîsa bi droneran êrîşê xaleke leşkerî ya HSDê kiriye, di êrîşê da du şervanên kurd hatine kuştin.

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinê ra êrîşên xwe zêde dikin. Belayeke mezin di me geriya ye. Dibê em xwe ji vê belayê xelas bikin.

Ev rejîma îslamî-faşîst ji bo me kurdan talûkeyeke mezin e, ev hukûmet bikeve, kî were dewsê ji me kurdan ra baştir e û çêtirtir e. Ne li zirara me ye, li kara me ye.

Siyaset û exlaq

Însan ji makzayî da ne baş e, ne xerab e, ne bi ehlaq e, ne jî bêehlaq e. Şertên madî, sosyal û menewî yên jiyanê, civata meriv di nav da mezin dibe şikilekî dide şexsîyeta û exlaqê însên.

20 salên îktîdara AKPê exlaqê civatê pir xera kir. Sîstemê, îdareya siysî gelek tiştên xerab bi ber însên xistin, bi rengekî pir xerab bi exlaqê însên lîstin.
Însan hewisandin sextekariyê, derewçîniyê, durûtiyê, pûlperestiyê, hîlle û xapandinê.

04 maj 2023

Bi vî aqilî em tu Kurdistanan nabînin

Namzetê AKPê yê rêza duduya yê Amedê Mehmet Saîd Yaz şertê xwe yê xwestina Kurdistanê eşkere kiriye, gotiye:
“Heger Kurdayetiyê bidin min û dînê min ji min bistînin, ez wê Kurdayetiyê û Kurdistanê naxwazim. Em wek Kurdên Misilman Kurdayetî û Kurdistanîbûna bê dîn û bê îman naxwazin.”

Tu naxwazî lê ez dixwazim. Bira Kurdistan çêbibe Kurdistaneka çawa dibe bira bibe. Ya muhîm em miletê kurd ji bindestiyê derkevin, bibin xwedî dewleteke netewî.

Vîdeoya li ser êzîdiyan ez şok kirim !

Do bi şev di twîtterê da, di pervekirineke yekî bi navê Shaswar Mame da rastî vîdeoyeke li ser êzîdiyan hatim. Min lê temaşe kir. Ez di ciyê xwe da şok bûm, min velîst !

Di vîdeoyê da gelek meleyên soran û behdînî û hin kesên din(ew jî behdînî ne) li hemberî ezîdiyan bi rengekî eşkere banga êrîşek nuh dikin.
Kîn û nefreta, jahra ji devên wan dibare ez tevizandim, qutifandim.

03 maj 2023

Ev zulm ewê ji we ra nemîne

Bi girtinê, bi terora dewletê dixwazin îradeya miletê kurd bişkînin. Kurd ewê tu carî serî li ber zulma we, li ber terora we netewînin.

Pûlisên tirk îro jî li Rihayê 11 kes, li Silopyayê 7 kes, li Dîlokê 3 kes, nizanim li ku derê jî çend kes girtine.

Her roj 20, 30, 40 kesan digrin. Girtina kurdan, terorîzekirina kurdan bûye karê vê dewleta faşîst a rojane.

02 maj 2023

Tiştê meriv dibîne meriv pê kelogirî dibe

Li Silopiyayê ciwanan ji bo taximên tirk Beşîktaş û Galatasarayê hevdu perîşan kirine.

Do ne pêr(30/5)piştî maça taximên tirk Beşîktaş û Galatasarayê li Silopiyayê di nabêna alîgirên herdu taximan da şer derket.
Bi sedan xortên kurd ji bo du taximên tirk bi hev ketin, bi pihîn û hutikan hevdu kel û kût kirin.

Îro şansê min hebû

Xemsarî û tembeliya min tu nemabû li ser min buha mal bibe, lê bi tesadufî di deqîqeya dawî da jê filitîm.
Yanî vê carê şansê min lêxist.

Hindik mabû ez beyannameya bacê ya îsal di wextê da neşînim.
Îro roja dawî ya şandina beyannama bacê (skattedeklarationê)
 ye, dibê meriv beyannama xwe bişîne. Heger meriv dereng bişîne 1250 kron cezayê wê heye.

Yanî ji ber tembelî û sersariya xwe me yê 2500 kron(250 dolar)ceza bida.

Bikir hebe bazara kurdî ewê geştir bibe

Bi qasî ez dibînim, di medyaya sosyal dixwînim û taqîb dikim di civîn û mitîngên partiyan ên hilbijartinê da axaftina bi kurdî li gorî salên berê hinekî zêde bûye.
Bikir hebe bazara kurdî ewê geştir bibe. Dibê em bikirên kurdî zêde bikin.

Hinek viya ji dil dikin, hinek jî ji xinizî dikin.
Kî ji bo çi bike jî pêşketineke baş e, kêfa meriv tîne. Lê pir hindik e, dibê kurdî bibe zimanê siyasetmedaran ê yekê, yê sereke. Ne ku carnan ji bo reqlamê çend gotinan bi kurdî bibêjin û dûra çerx bikin tirkî.

01 maj 2023

Li Tirkiyê mazata derewan geş bûye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, îstîxbata Tirkiyê ”MIT”ê roja şemiyê serokê DAÎŞê, ”Ebû Husên el Qureşî” di 28ê nîsanê da li Sûriyê kuştine.

Lê negotiye li ku derê û çawa kuştine, yanî efendî baş cî nedaye vira xwe, bêbinke xuya dike.
Ji rûvî ra gotine:
-Dema tu dimeşe çima tu hewqasî li ba dike?
Rûvî gotiye:
-Ji bo ku him ji min tê, him li min tê.
Derew jî him ji efendî tê, him jî lê tê. Lema jî çi derewê bike jî heqê wî heye, lê tê.

PARVE BIKE