31 maj 2023

Meş xweş e sibê

Dibêjin kar xweş e sibê. Rast e, dibê meriv karê îro nespêre sibê. Sibe meriv kane, nikane, meriv heye, tuneye ne diyar e. Lema jî dibê meriv karê xwe îro taloqê sibê neke.

Li ser daxwaza xanimê ev du roj in em gerra xwe ya rojane ne piştî nîvro, danê sibê dikin. 

Vêsê saet di neha da(009.00)em ji mal derketin, em saet û nîvekê, 6,6 km meşiyan û hatin mal.
Berê em danê esir ji gerrê dihatin mal. Ev du roj in me rutîna xwe ya rojane guhertiye.

Danê sibê dinya honik e, meşa sibê xweştir e.

Ez xwîdan nadim, ya xwîdan dide xanim e, ew nikane di germîyanê da bimeşe, piştî bîstek meş xwîdan jê diherike. Yê min ne xema min e, pir ne germ be ez xwîdan nadim. Ji bo xatirê wê me rutîna xwe guhert.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE