31 maj 2023

Selahetîn Demirtaş çima ev biryar girt?

Selahetîn Demirtaş gotiye, ”di vê qonaxê da ez dev ji siyaseta aktîf berdidim.”

Çima ev biryara daye em nizanin. Belkî di hevpeyvîna xwe ya dawî da hin tişt gotibin.

Belkî hin hevalên wî ew êşandibin. Çimkî dewletê wek Evdila Ocalan ew îzole nekiriye, rê li ber axaftinên wî negirtiye. Ew jî vê îmkanê zêde bi kar tîne. Belkî ev yek bûbe problem.

Helbet dewlet vê îmkanê bi zanîn dide Demirtaş, di vî warî da hesabekî dewletê heye.

Selahedîn Demirtaş siyasetmedarekî cesûr e, ne merivekî tirsonek e, fedekar e. Lê gelek şaşî kirin, ev jî di siyasetê da normal e, meriv carnan tiştên şaş dibêje, gavên şaş davêje.

Xelk ji Demirtaş hez dike, lê belê giraniya wî tu carî li ser milet û HDPê çênebû. 

HDP, dilxwaz û hevalên HDPê û PKKê tu carî guh nadin gotinên Demirtaş, li gorî fikir û pêşniyarên wî hereket nakin. Tê hezkirin, lê di nava HDPê da lîderekî bêgiranî ye. Ew nikane HDPê sewq û îdare bike, dîzaynê bide siyaseta HDPê. Ew sembolekî muhîm e, lê bêtesîr e.

Heger meriv Demirtaş û Ocalan miqayese bike, tesîr û giraniya Demirtaş nêzî sifirê ye, lê ya Evdila Ocalan esasî ye, ew çi bibêje PKK û hevalên wan bi ya wî dikin.
Yanî ewê tu tesîreke vê beyana Demirtaş li ser HDPê û tevgera PKKê ya legal nebe. 

Lê ne Selahetîn Demirtaş tenê, di nav tevgera PKKê ya legal û îllegal da raqibê Evdila Ocalan tuneye, tu kes nikane bi ya Ocalan neke, eşkere li hemberî wî rabe. Gotina dawî tim ya wî ye, PKK hîn jî di bin kontrola wî da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE