31 december 2019

Yê li dijî milîyetçîtiya kurdî be ne dostê kurda ye

Kubîlay Gunay

Berdevkê HDPê Kubîlay Gunay di civîna HDPê ya Edenê da gotiye:

”HDP, ewê ne teslîmî mîlîyetçîtiya Kurdistanê ya prîmîtîv(hov, îlkel), ne jî teslîmî sosyal şovenîzma rojava bibe. Ji siyaseta Tirkiyebûnê dibê em viya fêm bikin.”

Di vê roja dawiya salê da min nedixwest qala tiştekî wiha ne xweş bikim, lê piştî ku mêrik neyartiya xwe ya li dijî miletperweriya (nasyonalîzma) kurdî eşkere kiriye, nabe meriv bêdeng bimîne, wek mîlîyetçiyekî kurd heqê min jî heye fikrê xwe bibêjim.

Sala we ya nû pîroz be !



Belê salek din jî ji umrê me çû, îro roja dawî ya sala 2019a ye. Sibe saleke nuh dest pê dike.

Hela em binêrin sala 2020a ewê kîjan surprîzên xwe nîşanî me kurdan bide.

Me ji sala 2019a tu xêr nedît, 2019 ji bo me kurdan saleke pir bêyom û qebîh bû. Bi me pir da kişandin, hemû xerabiyên xwe xist dawa me.

30 december 2019

Haziriya şeva sersalê


Xanim haziriya sersalê dike, pela dipêçe. Lawikê me yê biçûk Rojen û hevala xwe jî keks û kulînçeyên sersalê çê dikin.

Min ji wan kar xwest lê kesî kar neda min, gotin tu here ber kompîtora xwe.

Ji acizî min jî got ez jî qahwa kurdî çê kim. Lê çi heyf qahwa min ne ya kizwana ye, qahwa normal e. Qahwa kizwana li Swêd tuneye.

Ferqa du fîlozof du şexsîyetan

Dîyojen di kûpê xwe da û bi kûçikên xwe ra


Dîyojen rojekê li ser kaniyekê hinek nîsk dişuşt û diniqand ewê ji xwe ra şorba nîska çêkira. 

Filozof Arîstîposê merivê împarator Îskenderê Mezin çû balê û bi tinazî ji Dîyojen ra got:

”Heger te kanîbûya aqilê xwe baş bi kar bianiya, nuha tu yekî nêzîkî împarator bû û tu mecbûr nedibû li ser vê kaniyê wiha nîska bişo û biniqînî.

Dîyojen dev ji şuştina nîska berda, serê xwe bilind kir, piçekî bala xwe da Arîstîpos û jê ra got:

29 december 2019

Çend peyv li ser daxwazeka şaş û neheq


Nivîskarekî  kurd li ser çi dinivîse bira binivîse, qala çi dike bira bike baş e, ji bo ziman û edebiyata kurdî xizmeteke, dibê em pê kêfxweş bibin. 

Çimkî ya muhîm ne li ser çi nivîsîye û mijar çi ye, ya muhîm ziman û qelîteya berhemê ya edebî ye. 

Carnan ez dibînim û dibim şahid hinek kes dixwazin her edîbê kurd nasyonalîst be û di her berhema xwe da jî liberxwedan û qehremaniyên kurdan bipesinîne, qala trajediyên hatine sere kurdan bike.

Gorra meriv li welatê meriv be baştir e

Anaksagoras: 488-428


Fîlozofê yûnanî yê bi nav û deng Anaksagoras(488-428, BÎ), di nava nivînan da li ber mirinê bû. 

Xwendekarên(telebeyên)wî xwestin bizanibin mamosteyê wan dixwaze li ku derê were gorrkirin. Daxwaza wî jê pirsîn:

”Ma tu dixwazî em te li Atînayê gorr bikin ya jî li gundê te?”

Fîlozofê mezin gotiye:

28 december 2019

Ereb êdî ne yek milet in


Erê koka beşekî ereban, ziman û dînê wan yek e, lê ez dibêjim ereb êdî ne yek milet in. 

Yekbûna dîn û zimên û merivatî têrê nake, însanan nake yek milet.

Ziman û dînê emerîkiyan, îngilîzan, austûriyan, qanadayiyan û gelek welat û miletên din jî yek e, lê ne yek milet in. Gelekên wan koka wan jî yek e.

Koka wan, dînê wan, zimanê wan yek be jî ereb êdî ne yek milet in, tarîxê ew ji hev dûr xistine, kirine miletên cihê. Ev rastiyeke tarîxî û sosyolojîk e.

Hezkirin û xebat

Heyvanê nasyonmalîzê(miletperweriyê)hezkirin e, meriv ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji ziman û muzîk û kultur û sembolên xwe hez dike û dixwaze bi wan ra bijî, dixwaze wan bide jiyandin, dixebite wan pêş da bibe.

Gava ev hezkirin bi me ra hebe, emê ji bo azadî û serxwebûna welat û miletê xwe bixebitin, xizmetê bikin.
Hezkirin bi xwe ra xebatê tîne, hezkirina bê xebat hezkirineke ne ji dil e.

27 december 2019

Bi Helîm Yûsif ra sohbeteke xweş




Me çend kurdên Swêd îşev li Stockholmê li Enstîtuya Kurdî bi Helîm Yûsif ra şeveke pir xweş derbas kir. 

Gelek zor û zahmetî, gelek serpêhatiyên xweş û ne xweş yên me nizanîbû me ji devê wî bihîst.
Şeveke pir xweş û bi sûd bû. 

Me Helîm Yûsif fikrên wî yên li ser edebiyatê hinekî din nas kir û hin serpêhatiyên wî yên trajîkomîk ji devê wî bihîst, guhdarî kir.

Riya me dirêj kişand lê hindik ma




Hin rê dirêj in, hin rê kin kin. 

Rêwîtiya riya kin, zêde najo, zû diqede. Meriv hew dibîne rê qediya, meriv gihîştiye hênîya xwe.

Rêwîtiya riya(rêya) dirêj, pir dikşîne, meriv dihere û dihere rê naqede, meriv nagihîje hênîya xwe.

Lê belê riya neqede tuneye, rê çiqasî dirêj û asê be jî dawiyek wê heye, demek tê meriv digihîje hêniya xwe, hedefa xwe.

Riya me kurdan ji bo ku riyeke dûr û dirêj bû, pir dirêj kişand, rêwîtiya me bi rastî jî pir ajot. 

26 december 2019

Em hemû pir hindik di bin tesîra tirkî da ne



Em bixwazin, nexwazin tesîra tirkî li ser me hemûyan heye, li ser hinekan pir e, li ser hinekan hindik e. 

Di nivîsê da hebûna peyvên biyanî zêde ne muhîm e. Meriv peyvên biyanî kêm bi kar bîne baş e. 

Lê ya muhîm sentaks e, tiştê em dinivîsin dibê li gorî sentaksa/hevoksaziya kurmancî be. 

Xwedê kir pilana min xera bû


Weleh pilana min xera bû, berî ez ji mal bi rêkevim hevalê me yê hev bidîta telefonî min kir, mazareteke xwe ji min ra got, got heger mimkûn e em hevdîtina xwe bihêlin sibe. 

Min daxwaza wî qebûl kir û got tişt nabe, bira sibe be.

Lê ezê dîsa jî ji mal derkevim, ez û xanim emê bi hev ra herin li bajêr bigerin.

Her roj di hundur da nabe


Her roj wek pisikê di hundur da û ger û piyaseya bi xanimê ra nabe, carnan jî dibê meriv derkeve piyasê, here dost û hevalan bibîne.

Heta ji min tê ez guh didim vê balansê, diçim meş û civînan.

Bîsteke din ezê herim li taxeke Stockholmê hevalekî bibînim û bîstekê pê ra sohbet bikim. Ji welêt hatiye, çavdêriyên wî ewê balkêş bin.

25 december 2019

Li ser îcadeke "Ekola Artukluyê" !


Di kurmancî da heta nuha li hemberî navdêra tercime, çevîrî ”werger” û li hemberî terciman, çevîrmen jî ”wergêr” dihat bikaranîn. Tercime û terciman jî tê bikaranîn.

Di axaftin û jiyana rojane da, di nava milet da însan hîn jî bi piranî gotina ”terciman û tercimanîyê” bi kar tînin. Yanî "wergerê" hîn tam ciyirtiyê tercimê/tercumê û terciman negirtiye.

Lê dibêjin ”Ekola Artukluyê” ”werger” rakiriye û ji dêlî wê ve ”vegêran” çêkiriye. 

14 taybetmendiyên faşîzmê



Zanayê siyasetê Dr. Lawrence Britt, serê xwe gelkî bi rejîmên faşîst yên sedsala 20a ra êşandiye, bi dîqet bala xwe daye taybetiyên, xusûsîyetên guhertî yên rejîmên faşîst û 14 karekterîstîkên wan yên hevpar destnîşan kirine.

Li gorî Dr. Lawrence Britt ev 14 taybetmendiyên  (karekterîstîkên)rejîmên faşîzmê wiha ne.

1-Nasyonalîzma xurt û daimî
Rejîmîn faşîst paroleyên, sloganên, sembolên, marşên, stranên û tiştên wek wan pir bi kar tînin. Li her derê alê bilind dikin, li ser kincan, li mekan û meydanên vekirî alê wek sembol tim nîşan didin.

2-Rencîdekirin û biçûkdîtina mafê mirovan 
Ji ber tirsa ji dijmin û hewcedariya ewlekariyê, însanên di bin desthilata rejîmên faşîst da di hin rewşan da binpêkirina mafê mirovan xweş dibînin, rejîm viya bi însanan dide qebûlkirin. Însan li hemberî îşkencê, înfazên bêmahkime, cînayetên siyasî û girtîmayina demên dirêj normal dibînin, heta viya tesdîq dikin.

3. Tespîtkirina dijmin/gunehkarî û serê sebeban
Ji bo ku dijminê ewlekarî û yekîtiya welêt tehdît dike ji ortê were rakirin, însan tevî komên, girseyên hîsterîk dibin û li kuçeyan belav dibin. Di nava tarîfa(salixa) vî dijminî da irq, etnîk, ya jî eqalîyetên dînî, hêzên lîberal, komunîst, sosyalîst, terorîst û hwd hene.

4.Mezinkirina artêşê û mîlîtarîzmê
Di dema zêdebûna gelşên mehelî de jî ji butçeya hukûmetê parek mezin tê dayin û gelşên mehelî tên paşguhkirin. Leşker û xizmetên artêşê tên bilindkirin.


5. Zêdebûna ferqîyeta cinsî ra.
Hema hema tevahiya hukûmetên dewletên faşîst meyildarê serdestiya mêran e. Di rejîmên faşîst da rolên cinsîyetê bi rêk û pêtir dibe. Li dijî kurtajê ne û homofobîtî gelkî pêş da ye.

6. Kontrolkirina medya
Medya hin caran ji alî hukûmetê ve dîrekt tê kontrolkirin û di rewşên din da jî bi rengekî îndîrekt bi genelge, mewzûat, bi nûnerên medyayê tê konrolkirin. Sansor, bi taybetî jî di dema herbê da pir zêde ye.

7. Tirsa ewlekariya netewî
Hukûmet bi ”tirsê” û tirsandinê kîtleyan derbasî hereketê dike.


8. Dîn û îdare derbasî nava hev dibe
Hukûmetên dewletên faşîst ji bo xapandina bîr û raya giştî dîn bi berfirehî bi kar tînin. Retorîk û termînolojiya dînî ji alî serokên hukûmetan ve pir tê bikaranîn.


9. Parastina hêza sermaye
Sanayî û arîstokrasiya tîcaretê li welatên faşîst da hukûmetan tînin ser hukim. Peywendiyên nabêna hukûmetê û dinya tîcaretê xurt dikin.

10 Hêzên karkir dikevin bin zextê
Hukûmeta faşîst hêza karkir ya bi organîze li hemberî xwe wek tehdîdekê dibîne û ji bo wê jî sendîkayên karkiran ya bi tevayî tasfîye dikin ya jî dixin bin kontrolê.

11. Biçûkdîtina ronakbîran û sinet
Di dewletên faşîst da hukûmet li hemberî xwendina bilind û akademîsyenan dijminatiyê tahrîk û teşwîq dike. Profesoran û akademîsyen tên sansorkirin, gelekên caran tên girtin. Di sinet da azadiya fikrî di bin êrîşê da ye. Hukûmet bi piranî butçe û alîkariyên ji bo sinet red dikin.


12. Bi sûc û ceza însanan dixin bin zextê
Di rejîmên faşîs da selahîyeteke bê sînor didin polîsan. Însanan fêrî sûîstîmalê, neheqîyê û bêqanûniyên polîsan dikin. Li ser navê welatperweriyê însanan mecbûr dikin dev ji hemû maf û azadiyan berdin, normal bibînin. Di rejîmên faşîs da polîs xwediyê hêzeke bêsînor e.

13. Rejîmên faşîst ji bo ku kadirên îdareyê zirarê nebînin tim wan diparêzin, malê dewletê, malê xezînê pêşkêşî wan dikin. Ji bona wan bi sîstemê ve baş girê bidin.

14. Hilbijartinên bi hîle
Di dewletên faşîst da hilbijartin hinê caran ji bo xapandinê ye. Hin caran jî hilbijartin ji bo propagande û reşkirina raqîban e. Kuştina namzedên muxalifan jî di hilbijartinan da tê kirin. Hilbijartin di bin manîpilasyonên medyayê da tê kirin. Di dewletên faşîst da sîstema edaletê, mahkime jî di bin kontrola rejîmê da tê bi kar anîn.

24 december 2019

Çahmin....


Do bi şev xanimekê(min navê wê ji bîr kir) di twîttê da pirsa maneya gotina tirkî ”galîba” ya bi kurmancî kiribû, gotibû hûn bi kurmancî ji gotina ”galîba” ra dibêjin çi?

Gelek pêşniyar hatin kirin. Di nav çend varyantan, sînonîman da  yekî swêregî got li ba me em dibêjin "çahmin, çahmi”. 

Em jî li Wêranşarê dibêjin ”çahmi, çahmin”. Min ev peyv ji bîr kiribû, bi dîtina wê, ez pir kêfxweş bûm û min sipasî hemşeriyê xwe yê swêregî kir.

Îro di telewîzyona Ronahî da mîvanê Helîm Yûsif bûm

Helîm Yûsif û ez


Îro li telewîzyona Ronahîyê mîvanê Helîm Yûsif bûm, nuh hatim mal. Lema jî min tiştek nenivîsî.

Qey camêr nivîsa min ya li ser 70 saliya min xwendiye, li ser jiyana min ya dîasporayê û blogeriya min bi min ra hevpeyvînek çêkir. Salê tê ewê were weşandin.

Jiyan wek çîrokekê ye


Jiyan wek çîrokekê ye, çi qasî dirêj e, ya jî çi qasî kin e pir ne muhîm e, ya muhîm çi qasî xweş e.

Ji bêşansiya me kurdan ra jiyana me heta nuha xweş derbas nebûye, dibê em vê jiyanê biguherînin, xweştir bikin.

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim û dest bi nivîsandinê dikim, ez li viya difikirim; ji bo ku jiyana min û ya me kurdan xweş bibe dibê ez çi bikim?

Dawiya siyaseta ev nebû yekî dinê



Reîs ji bo ku kanibe baş şerê kurdan bike nabêna xwe bi Amerîkayê ra xera kir û bû dostê Rûsyayê.

Got Trump nebe, Pûtîn heye, ma ji min ra dost û yar tuneye?

Û dev ji Amerîkayê berda çû ket lanê hirçê, himêza Pûtîn..

Nuha jî wa ye Rûsya li Idlibê li çeteyên wî dixe, îcar jî bi Rûsyayê ra serê wî ketiye belayê. 

Rûsya bi Sûriyê ra Idlibê bomberdûman dike. Koçê dest pê kiriye. Tirkiye dixwaze rê li ber koçeke din bigre. 

23 december 2019

Yê azadiyê bixwaze dibê ji bo wê bixebite


Azadî xweş e.
Serxwebûn xweş e
Li vê dinyayê em kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe xweş e.
Ala rengîn li ber Neteweyên Yekgirtî di nava alên welatên din da hêl be xweş e.
Lê tiştên xweş bi xwe çê nabin, dibê meriv ji bo dîtina tiştên xweş bixebite.

22 december 2019

Belgeyeke tarîxî û navekî balkêş !


Kekê Osman Aydin li ser peymana di nabêna Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîm û kurdan da îmze bûye belgeyeke muhîm belav kiriye. Navê belgeyê ”Lîwayên Kurdistanê” ye û sal jî 1520 e.

Li gorî vê peymanê 5 mîrîtiyên otonom(Sancax-Hukûmet) û 28 lîwayên(nahiye, herêma ji qezayê biçûktir) kurdan hatine qebûlkirin.
 
Navên mîrên, serokên 28 lîwayan(nehiyan) jî hene. Di nav 28 navan da navê yê Swêregê bala min kişand.

Mirî ji gorran ranabin !


Îraq û Sûriye du dewletên naylon bûn, ewrûpiyan bi darê zorê ew bi hev ve û kurd jî bi wan ve zeliqandibûn. 

Lê çîmentoya van herdu dewletên naylon êdî ji hev ketiye, asasê wan ji bin da herifîye û careke din jî tu kes nikane wan û kurdan wek berê bi hev ve bizeliqîne. 

Ew xwe bi xwe jî êdî nikanin wek berê bi hev ra bijîn, ew dem çû, bû tarîx.

21 december 2019

Pirsek ji weşanxaneyên kurdî hemûyan !


Ez fikirîm, ji dêlî ku ji weşanxaneyan yek bi yek bipirsim, bi vê nivîsê, bi derbekê da ji hemûyan bipirsim.

Salê tê, yanî di sala 2020î da ez dibim 70 salî; 40 salên vê jiyana min li dîasporayê derbas bû.

Di van 40 salên jiyana xwe ya dîasporayê da min di gelek kovar, rojname, malperên cuda da gelek nivîs nivîsîn.

Bêyî van nivîsan, 6252 nivîsên min jî di bloga min hindik-rindik da hene; min îro lê nêrî.

Erê em hindik in lê belê em hene


Ji Dêrikê, ji Qoserê, ji Nisêbînê gelek nivîskar, şair, resam derketine.

Yanî mêrdînî camêran di her beşê edebiyatê da hene û xwedî berhem in.

Ez ji wan nabixudim, nadexisim, ji wan hez dikim û çend caran jî ji ber vê kurdayetî û jîriya wan, min pesnê mêrdîniyan daye.

20 december 2019

Ferqa faris û tirkan


Faris jî bi qasî tirkan neyarên me ne, lê ew vê neyartiya xwe wek tirkan pir beloq nadin der. 

Faris tu carî eşkere bi zimanekî xerab û neyarane qala me nakin, dijminatiya xwe ya li hemberî me nadin der. Lê di heqê me da tiştên pir xerab difikirin, pilan dikin û ji destê wan çi xerabî were dikin.

Tirk di heqê me da him tiştên pir xerab difikirin û him jî çi difikirin wiya dibêjin. Yanî neyartiya xwe venaşêrin.

Tecrûbe û fîlmê koboyê emerîkî



Tecrûbe gelkî muhîm e, dayika ilm û zanînê ye. Meriv di netîceya tecrûbeyê da kêmasî û şaşiyên xwe dibîne û keşfên nuh dike. 

Tecrûbe mamosteyê aqil e, bi saya tecrûbeyê aqil biaqiltir dike û tiştên nuh fêr dibe.

Bi xêra tecrûbeyê meriv fêr dibe çi bike, çi neke, çi bi kêrî meriv tê û bi feydeye û çi ji bo meriv bi zirar e, dibê meriv neke.

Lê hin kes ji tecrûbeyê dersê digrin û hin kes jî nagrin, şaşiyên xwe dubare dikin.

19 december 2019

Du terorîstên bûyera Stockholmê jî li Tirkiyê derketin

Parviz Saidrahmonov û Rakhmat Akîlov


Du terorîstên Swêd lê wan digeriya li Tirkiyê derketine. Li gorî Tirkiyê gotiye û TRT Haberê xebera wê weşandiye du terorîstên hevalên  Rakhmat Akilovê qatilê 5 kesan di destê Tirkiyê da ne û li Efrînê girtîne. 

Yanî careke derket ortê tilêiya Tirkiyê di bûyera Stockholmê da heye. Terorîst ne merivên Tirkiyê bin ne mimkûn e herin Efrînê. Maneya xwe çeteyên Tirkiyê ne.


Rakhmat Akilovê ozbek di 7ê nîsana 2017a da li Stockholmê bi qamyonekê 5 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. 

Gava bi meriv ra şerm nemîne kane her tiştî bibêje



Merivê şerm bike, pê ra piçek heya hebe nabe hevalê dewleta dagirker, bajarê xwe wek bajarekî dewlet û miletê dagirker nabîne û naxwaze nav û sembolên dagirkeran li ser bircên bajarê meriv bilind bibin. 

Ferqa di nava însên û heywîn da edeb e, gava edeb, şerm nemîne, însan bêrû bibe kane her tiştî bibêje, her bêexlaqiyê bike.

Şair gotiye:

-Heger bi însên ra tunebe edeb, çi bike medrese û mekteb. Bixwîne, bi alim be, dîsa merkeb, dîsa merkeb.

Xew li min geriya...





Nizanim çima, lê xew li min geriya.

Dikim nakim xewa min nayê. 

Di serê min da bû vizîna fikran, gelek fikir û serborî li bin guhên hev ketin.

Ji zaroktiyê bigre, heta îro, mazî, salên borî xwe di ber hev ra kirin, yek bi yek hatin hişê min.

Di vê qelebalixa fikran da ji nişka ve hat bîra min salê tê, yanî me pir, du hefteyên din ez dibim 70 salî...

18 december 2019

Ez û Wêranşar


Ez fikirîm gelo ji bo çi ez hewqasî ji Wêranşarê hez dikim?

Min kir, nekir, tu taybetiyekê wê, tu xweşikiyekê wê ya muhteşem nehat bîra min.

Dû ra min fêm kir, ji bo ku bajarê min e, ji bo wê ye ez kûlika wê, ji wan kevirên wê yên reş hewqasî hez dikim.
Gelo her kes wek min dildarê bajarê xwe ye?
Gelo her kes wek min bîriya bajarê xwe dike?

Dawiya Reîs kane pir xerab were...


Senatoya Amerîkayê cezakirina Tirkiyê bi 6 rayên li dij û 86 rayên erê qebûl kir.

Nuha top di nigê Donald Trump da ye, pêşniyar ji bo îmzeyê ewê here ber destê Trump. Heger Trump jî îmze bike wê demê ”Reîs” heb xwar, ewê serserî here, teloqanîbûyina wî ewê dest pê bike.

17 december 2019

Felsefeya jiyanê


Ji roja însan li ruyê dinyayê xuliqîye û vir da ye li ser jiyanê tim fikirîye, tim serê xwe bi jiyanê ra, bi dinyayê ra êşandiye û jiyan bi gelek hawî tarif kiriye. 

Însên tim xwestiye bizanibe çi bike ewê jiyana wan baştir bibe û ji bo vê zanînê jî bênabên xebitîne.

Her fîlozofekî li gorî xwe li ser jiyanê û felsefeya jiyanê hin tişt gotine. Ji van dîtinan çend numûne.

16 december 2019

Azadî û serxwebûn mafê me ye


Yê meriv digihîne xeyalên meriv xebat û cesaret e. Dibê em bixebitin, bi îstîkrar bin û ji daxwaza azadî û serxwebûnê netirsin.
Ev heqê me ye.

Xeyala me, em ji bindestiyê, ji bin vê zîletê derkevin û wek xelk û alemê em jî bibin xwedî dewleteke netewî.

15 december 2019

Çîroka Serdar û Biharê



Ev çendak bû min hêdî hêdî romana Kamran Simo Hedilî ”Pêjna Baranê” dixwend, min do bi şev qedand. 

Pêjna Baranê qala çîroka gerîlayekî bi navê Serdar (Zîro) û evîna wî ya zaroktiyê Biharê dike. 

Serdar û Bihar ji zaroktiyê da dildarên hev in, lê ji ber ku herdu jî tevî şoreşê dibin nagihîjin miradê xwe, evîna wan qurçimî dimîne. 
Serdar berî Biharê tevî gerîla dibe û Bihar jî dû ra dide dû wî.

Ez ne yê van dera me


 
Elî Şerîatî

Di serî da min got ez ne yê van dera me û hîn jî li ser wê fikra xwe me. Û tu carî jî ez naxwazim bibim yê van deran...

Li ser hest û jiyana dîasporayê Elî Şerîatî kul û hesreta dilê xwe wiha daye der:

Zîrwe û binî

Niccolò Machiavelli


Hin gotinên Machiavelli (Makyawelî) xweş in, kêfa meriv tînin, hêviyekê didin meriv. 

Camêr merivekî zana ye, fîlozofê siyasetê ye û ye herî muhîm jî di fikrê xwe da merivekî dobre, xwe sansor nekiriye, çi rast dîtiye ew gotiye. Mesela gotiye:

14 december 2019

Dibê meriv tenê ne yê xwarinê be



Xanim dibêje hutil, batil îro ezê pelan çêkim. Ji bo ku bar giş nekeve hustuyê wê, min got heyra hûrkirina pîvazan û tiştên din li ser min û pêçan jî li te.

Dengê xwe nekir, lê min fêm kir bi dilê wê ye, dixwaze karê zor ji hustuyê xwe derxe.

Ez dikim rabim dest bi karê xwe bikim û dû ra jî derkevim gerra xwe.

Hevalbendiya dijmin meriv pir bêxîret dike


Yaho vî Erdoganî hewqas zulm li kurdan kir, hewqas kurd dan kuştin, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kirin, bi milyonan kurd bi çol û çepelan xistin, bi devkî jî mêrik her roj heqaretên nemayî li kurdan dike.

Ji min ra bû derd, dîsa jî ji nava AKPê yek kurdekî bi xîret derneket, li hemberî vê zulma li gelê wî/wê dibe ranebû û ji AKPê îstîfa nekir.

13 december 2019

Nuxte her tim ne dawî ye...


Li gorî şîreta Machiavellî, ”dema însanan li hemberî we sûc kirin, xerabî bi we kirin, bersîva hûnê bidin wan dibê dat bi qwat ji ya wan bi we kiriye girantir be.”

Bi baweriya min jî ev fikir rast e. 

Heger me kanîbûya zulma farisan, ereban û tirkan bêbersîv nehîşta, tiştên ji wan aniye serê me xerabtir bianiya serê wan, ewê hewqasî pê li serê me nekirana.

12 december 2019

Meriv bigere rastî tiştê nuh tê




Ez û xanim her roj li dor du saetan li der û dora mala me digerin. Hevalên min ên feycê û twîttê viya zanin. Çimkî ez carnan qala gerr û serpêhatiyên xwe û xanimê dikim.

Em rojê berê xwe didin aliyekî, riya xwe bi hin alî û derên nuh dixin.

Îcar dema meriv digere, meriv rastî tiştên nuh jî tê, tiştên nuh jî dibîne.

Ji zû da ye dawiya rê hatiye

Jim Risch


Senatoya Amerîka pêşniyara cezakirina Tirkiyê do qebûl kir. Gaveke baş e, lê ewê têkeve piraktîkê ya na hîn ne diyar e, dibê têkeve dengdanê û Trump îmze bike.

Li Senatoya Amerîkayê serokê Encûmena Peywendiyên Derve Jim Risch gotiye ”êdî em gihîştin dawiya rê.”

Ne nuha, ji zû da ye hûn gihîştine ”dawiya rê”, lê hûn naxwazin vê rastiyê qebûl bikin.

Begefendî bi tirkî bibêje !


Seyda Goyan di feysa xwe da gotiye li Batmanê ew çûye maxazeyeke kincan û ji keçika li wir kar dike bi kurmancî bihayê pantorekî pirsiye, gotiye," bihayê vî  pantorî çiqas e?”

Keçikê bi tirkî jê ra gotiye:

"Bey efendi turkçe soylesenize !", yanî bi tirkî bibêje!

11 december 2019

Ferqa me û qerebaxiyan



Montenegro(Qerebax) bi 622 hezar nufûsa xwe dewleteke serbixwe ye, em kurd 40-50 milyon in, lê dewleteke me tuneye, em hîn bindest in. Û ji me kesên dewletê naxwazin, li dijî dewletê ne jî hene.

Montenegro (Çiyayê Reş, Qerebax) welatekî Balkanan yê biçûk e, li başûrê Ewrûpayê di nav derya Adrîyatîk da ye. 

Montenegro di sala 2006a da bû welatekî serbixwe.

Zanîn ji meriv ra serêşiyê peyda dike



Ez dibêjim belkî zanîna zêde ne baş e. Carnan meriv ji xwe ra dibêje xwezî min ev tişt nizanîbûya.

Çimkî zanîn mesûlîyetekê dide ser milê meriv, serê meriv dixe teşxelê û belayê.

Hela kurdê zana mala wî şewitîye, serê wî tu carî ji derd û belayê û ji teşxeleyê xelas nabe.

Kurdê ne neyarê qewmê xwe be dibê ji AKPê veqete


Erdogan gotiye ”ewê 1 milyon erebên sûrî bibin li Girê Sipî û li Serêkaniyê bi cî bikin.”

Ev, guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê ye û ji xwe armanca dagirkerina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê jî ev e. Ji bo ku rê li ber çêbûna Kurdstanê bigirin dixwazin demografiya wê biguherînin. Ev yek tahlûkeyeke pir mezin e, dibê em rê li ber vê pilana tirkan bigrin.

Yanî hedefa tirkan pir vekirî û zelal e.

Tirkan ji zû da ye dest bi cîkirina vê pilana xwe kirine û bi hezaran malbatên ereb, tirk, uygur û yên din li wê herêmê bi cî kirine.

10 december 2019

Li Erebîstana Suûdî şoreşeke mezin: Jin jî êdî ewê kanibin bi mêran ra ji eynî derî herin aşxaneyê


Wey ser xêrê be, li aşxaneyên Erebîstana Suûdî ji nuha û pê da êdî jin jî ewê kanibin ji deriyên mêran herin aşxaneyan.

Li Erebîstan Suûdî heta nuha li aşxaneyan du derî hebûne, deriyê jinan û deriyê mêran cihê bûne. 

Jin nikanîbûne ji deriyên mêran biçûyana aşxaneyekê, deriyê wan cihê bûye.

Qerekterê dîktatoran



Adetek dîktatoran ya hevpar heye, xerabiyên, nelirêtiyên, diziyên îktîdara xwe, zulm û zora rejîma xwe tim dixin hustuyê hinekên din. 

Dîktator tim merivekî pur û pak e, tim paqij e, adil e, diziyê, zulmê nake, xwedî şefqet û merhamet e. 

Lê yên dora wî, hevalên wî xerab in, diz in, xerabiyê û zulmê li xelkê dikin. Û dîktator jî tim xêrxwaz û abûqatê xelkê ye, tim li dijî neheqiyê û zulmê ye.

Berfê îro dîsa silavek da me



Îro Stockholma xopan sar e, berfê hindik be jî erd sipî kiriye. Hewa 4-5 derece di binê sifiré da sar e, ger û meş nuh xweş e...

Xanim hîn di xew da ye, bîsteke din, piştî rabû û xurîniya xwe kir, emê derkevin bîstekê bigerin.

Do em zêdeyî 10 km, 15 hezar gav meşiyan, hela em binêrin îro emê kanibin çiqasî bimeşin...

09 december 2019

Ereb û fuhûşa helal !


Min do bi şev di kanala BBC News da li ser fuhûşa li Îraqê li programeke dokumenter temaşe kir. Navê programê ”Zewaca kêfê” ya jî ”Fuhûşa helal” bû.

Navê programme yê bi înglizî û bi swêdî jî wiha ye: “Undercover with the Clerics: Iraq´s Secret Sex Trade. “Nöjesäktenskap” eller “Halal” prostitation.”

Aqilê min sekinî, min ji çavên xwe bawer nekir. 

Meleyên dînî wek qewadên ber kerxanê jin, zarokên 9-10 salî difrotin, di bin navê “mutah”ê da mahra wan dibirîn, futuya seksê didan. 

Nezan tim zimandirêj e


Heger her kesê nezan hay ji nezaniya xwe hebûya û xwe tevî tiştê nizane nekira, li ser tiştê nizane zimandirêjî nekira, him wan û him jî kesên dikevin bela wan ewê rehet bikirana.

Di medyaya sosyal da cehaletên meriv her roj dibîne, ne mimkûn e meriv ji nedî ve were, meriv pê kezebreşî dibe.

Yên herî nezan, li ser tiştê qet nizanin dorê nadin kesên zana, gelek tiştên meriv matmayî dihêlin dibêjin.

08 december 2019

Em nifşekî bêşans û serneketî ne


Em kurderpwerên, kadirên di salên 1950-60î da hatine dunyayê nifşekî(cîlekî)pir bêşans in, di warê siyasî da tarîxê wezîfe û barekî mezin da ser milê me, dibê me gelê xwe ji bindestiyê xelas bikira.

Ji bo vê armancê em ketin rê, baş xerab, rast çaewt me hin tişt kirin.

Lê me wezîfeya xwe baş bi cî neanî, me ji gelê xwe ra tu tişt bi ser avê nexist.

Ev rewş wiha namîne


Her ketinek rabûneke wê heye.
Her şevek berbangek wê heye.
Tu şeva bêdawî tuneye.
Şev çiqasî dirêj be jî dawîyê berbang lê dide û roj hiltê.
Rewşa îro em tê da ne heya û heya wiha namîne, ewê biguhere.
Hin têkçûn destpêka, gava pêşî ya serketinên mezin in. Ya muhîm dibê meriv bi kêmasî û şaşiyên xwe bihese, wan qebûl bike û wan dubare neke. 

Li ser şaşiyekê

Di malpera Rûdawê da sernivîseke wiha heye” Li Tirkiyê 85 hezar ‘karkerên sexê’ karê nepenî dikin.”

Min ji sernivîsê tiştek fêm nekir, lê min mijar meraq kir.

Piştî min nivîs xwend, min fêm kir qesta nivîskarê nivîsê ”seks” e; yanî peyva ”sexê” di maneya seksê da bi kar aniye.

07 december 2019

Hustuxwarî ne xisletekî baş e

Gava yek li ber meriv bisekine û şîrp, şîrp, bi şîrmaqan bi meriv keve, meriv sîle bike, dibê meriv jî dest bibe xwe û lêxe. 

Ne ku gava ew li te dixe, tu li ber bigerî, dersa medenîyetê û însaniyetê bidê, jê ra bibêjî weleh lêxistin, heqaret, zulm ne baş e, dibê meriv li xelkê nexe, heqaretê û zulmê li xelkê neke.

Xwezî ew ruh bi kurdan ra hebûya

Matteo Salvînî


Wezîrê karên hundur yê berê yê Îtalayê Matteo Salvînî, gotiye ji bo ku findiqê tirk bi kar tîne êdî ew ji şîraniya Nutella hez nake û banga BOYKOTê li gelê îtalî kiriye.

Mala wî ava be, camêrî kiriye.

Xwezî kurdan jî kanîbûna wek Matteo Salvînî malên tirk boykot bikirana.

Lê ew ruh bi krdan ra tuneye.

06 december 2019

Li ser tarîxa kurdan kovareke hêja



Birayê min Fûad mala wî ava be, çendakî berê ji min ra sê(3)jimarên(35, 36, 37) kovara ”Kurt Tarîhî” şandin. 

Min bala xwe da hersiyan û ji her yekê hin nivîs xwendin.

Berê jî yek, du jimarên kovara ”Kurt Tarîhî” ketibû destê min.

Ez bawer dikim jimarên destpêkê bûn.

Navê wê Emîne Aslan Aydogan bû !

Emîne Aslan Aydogan


Li bajarekî welatekî jineke 65 salî mir.

Navê wê Emîne Aslan Aydogan bû.

Emîne ne li mala xwe, di zindanê da mir.

Ji ber ku kurd bû û doza kurd û Kurdistanê dikir di zindanê da bû.

Emîne bê îmam, bê nimêj, bê dua gorr kirin.

Nehîştin îmam Emînê gor bike.

Nehîştin konê şînê were vegirtin

Navê wê Emîne bû, ji Qoserê bû. 

Misilman bû, dîndar bû, lê KURD bû !

05 december 2019

Însan û şexsîyet



Kî xwedî şexsîyeteke çawa ye her tim xuya nake. Şexsîyeta (qerekterê)însên di hin rewş û şertan da baştir xwe dide der, kî çi ye, çi mal e, baştir xuya dibe.

Meqam, serwet, şertên giran, talûke şexsîyeta însên ya rastîn baştir derdixe meydanê, xweştir îfşa dike.

Ji bo însanekî tiştê herî muhîm şexsîyeteke saxlem e, merivê xwedî şexsîyeteke saxlem tu carî nabe teqlebaz, geh rast, geh çep lê naxe, rojê nabe hevalê yekî, her roj li zurna yekî naxe.

Sebebê vî halê Tirkiyê !



Li ser dunyayê û kesên li hemberî zulmê, neheqiyê bêdeng dimînin gotinek xweş heye, dibêjin  ”Dunya ne ji ruyê kesên xerabiyê dikin, ji ruyê kesên lê temaşe dikin û tiştekî nakin ciyekî talûke ye.”

Yanî bi qasî dîktatoran, zulimkaran, kesên li hemberî wan bêdeng dimînin, li zulma wan temaşe dikin jî sûcdar in.

Ez û jiyan


Di jiyana min da her tişt wek min dixwest û li gorî dilê min nebû. Jiyanê hin caran ez likumandim, xistim, birîndar kirim, ez gelkî êşandim. Tiştên min qet nedipa li min kir bela...

Lê belê dîsa jî min tu carî serê xwe ji surprîzên wê ra netewand, tu tiştî ez ji riya min a destpêkê, ji xebata ji bo kurd û kurdistanê, ji dildariya zimanê min venegerand.

04 december 2019

Gava xelk ji meriv netirse çavê meriv derdixe



Tirk me pir diêşînin, zulmeke pir zêde li me dikin, nahêlin em ne li welatê xwe û ne jî li tu dera dinayyê rehet bikin, bîna xwe bigrin. Wer li pey me ne.

Kîjan kurd li ku derê bibêje ez kurd im, li dijî zulm û terora dewleta tirk derkeve, doza mafên xwe yên netewî bike, tavilê kûçikên xwe berdidinê û mohra terorîstiyê lêdixin.

Gerek em tu carî bêhêvî nebin


Hêvî, bawerî destpêk û şertê serketinê ye. Meriv bêhêvî be, baweriya meriv bi serketinê nemîne meriv bi ser nakeve.


Şertên îro em tê da ne gelkî xerab û zor in, lê tu tiştekî ebedî û neyê guhertin tuneye, yên îro xurt in, sibe kanin zeîf bikevin û yên zeîf jî xurttir bibin. 

03 december 2019

Heger NATO bivikê nîşanî tirkan nede tirk ewê Ewrûpayê bikin cahnime



Ewrûpî ji ber serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên tarîxî ne şerûd in, xwe ji şer û teşxelê dûr dixin û dixwazin gelşên xwe ne bi zorê, bi diyalogê çareser bikin. Lê kultur û mentiqê tirk ne ev e, ew dibêjin "ço ji cinetê derketiye", ew tenê ji zorê, ji ço fêm dikin.

Lema jî dibê ewrûpî ÇO nîşanî tirkan bidin. Heta Erdogan zorê nebîne, ewê tu carî rehet nesekine.

Yaûdiyên swêdî ji ber misilmanan direvin


Fermo bixwînin û bibînin misilmanan, îslamîstan li Swêd jiyan çawa li cihûyan(yahûdiyan)kirine dojeh.

Cihû(yahûdî) ji ber misilmanan ji Swêd direvin. Cihû êdî
jiyana xwe û zarokên xwe li Swêd di ewlekariyê da nabînin. Ji tirsa misilmanan, cihû newêrin semboleke netewî bi xwe ve kin, newêrin nîşan bidin ew cihû ne.

Berê jî min çend caran nivîsî, sibe ewê dor were kurdan. Yanî ewê êrîşî kurdan bikin. Û ji xwe dikin jî.

02 december 2019

Hela em binêrin serokên NATOyê sibe ewê ji Erdogan ra çi bibêjin?



Sibe li Londonê civîna serokên NATOyê ye. Li ser kirîna fuzeyên S-400an ji Rûsyayê û PYDê di nabêna Tirkiyê û NATOyê da, lê bi taybetî jî di nabêna Amerîkayê, Fransayê û Tirkiyê da dijayetî heye.  

Tirkiye dibêje heger NATOy piştgiriya Tirkiyê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê neke û YPGê û YPJê weke rêxistinên terorîst qebûl neke, ewê piştgirîyê nede plana NATO ya  welatên Baltik û Polonyayê ye û hemû planên NATOyê bloke bike.

Dîplomasiya tirkan tenê zor e


Di çareserkirina gelşan da tirk qurişekî xwe jî di gotinê, di însaniyetê, di dîplomasiyê nadin, zimanê ew jê fêm dikin, dêplomasiya wan tenê zor û ço ye. 

Tirk ji yekî netirsin çavê wî derdixin.

Destê nikanibin ba bidin maç dikin, didin ser serê xwe.

Ev kultura wan ya netewî ye.

Lema jî dibêjin ”ço ji cinetê derketiye.”

Her sibe destpêkeke...





Gotinên xweş bi bandor(bi tesîr) in. 

Hin caran gotineke xweş dilê meriv germ dike, di bedena meriv da dibe sebebê liv û tevgerekê; kêf û îlhamekê dide meriv, meriv şiyar dike, wek wasiteya tu bixebitînî derbasî hereketê dike. 

Gotineke xweş ji nişka ve fikrekê bi meriv ra peyda dike, dibe sebebê çêbûna hêviyekê, dilşadiyekê, tiştê nayê bîra meriv, bi bîra meriv dixe.

Jiyana me kurdan ji ber rewşa welatê me, di van demên dawî da pir serobonî û gelkî ne xweş bûye.

01 december 2019

Tirkan digot belkî ewê kurd tenê bişewitin


Civata tirk, partiyên tirk ji terorîzekirin, fetisandin û baskokirina kurdan ra li çepikan xistin.

Belkî ji sedî 99ê civatê ji bo ku baş serê kurdan were pelixandin piştgirî dan her daxwaza Erdogan, ji her qanûna faşîzan û zorbatiyê ra gotin erê, pir baş e.

Lê nuha tirk jî fetisî ne, ji destê Erdoganê dîktator û faşîst qareqara wan e jî.

Ez Kurdistanê nebînim jî ezê di rêya wê da bimrim

Mûriya kût di rêya Hecê da


Ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin û Kurdistaneke serixwe ava bibe, hinek kes keleş di destan da şer dikin, welatê xwe diparêzin, canên xwe feda dikin.

Hinek ji bo dîtina wê rojê siyasetê dikin.

Hinek bi malê xwe alîkariyê dikin.

Hinek bi dîplomasiya xwe xizmetê dikin.

Ez jî bi qelema xwe, bi nivîsên xwe ji bo kurd û Kurdistanê dixebitim, tiştê ji destê min tê dikim.

PARVE BIKE