Di jiyana min da her tişt wek min dixwest û li gorî dilê min
nebû. Jiyanê hin caran ez likumandim, xistim, birîndar kirim, ez gelkî êşandim.
Tiştên min qet nedipa li min kir bela...
Lê belê dîsa jî min tu carî serê xwe ji surprîzên wê ra netewand, tu tiştî ez ji riya min a destpêkê, ji xebata ji bo kurd û kurdistanê, ji dildariya zimanê min venegerand.
Min li hemberî dagirkeran û hevkarên wan tu carî xwe bêdeng nekir, min tim ji dagirkeran ra got dagirker û ji hvalên wan ra jî got cahş û xayin.
Ev jî têra min dike.
Lê ji ber vê şêla min, vê felsefa min ya jiyanê heval û dilxwazên min kêm bûn û dijmin û dilnexwazên min zêde bûn.
Ew jî tiştekî normal e, gul bê sitrî nabe.
XXX
Makyavel gotiye, ”Eger miletek bêşerefî, namerdî, dizîya
kesên li hukim in ji bo ku ji fikrê wî yê siyasî ye ji nedî ve were, çavê xwe
jê ra bigre, wî miletî fazîleta xwe wenda kiriye. Miletê fazîleta xwe wenda
bike rojekê ewê welatê xwe jî wenda bike.”
Tirkan ji zû da ye fazîleta xwe wenda kirine, lê hîn jî
dewleta wan heye û bi wê dewletê him welatê me dagir kirine û him jî em ji xwe
ra kirine êsîr.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar