28 februari 2011

Kuştina Olof Palme û hin bîranînên min

Îro 25 saliya kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme ye.
Olof Palme, 25 sal berê(1986) li Stockholmê şeveke îniyê gava ew û xanima ji sînemayê derketin û diçûn mal saeet di 23.21-ê da li ber deriyê tramvayê hate kuştin.
Di êrîşê da xanima wî Lîsbet Palme jî sivik birîndar bû.
Li gor îfadeya xanima wî, qatil yekî tenê bû, ji para bera serê Olof Palme da û reviya.
Heta nuha ne qatil hetiye girtin û ne jî tê zanîn ku kê û ji bo çi Palme kuşt ya jî da kuştin.
Piştî kuştina Palme bi demekê pûlisên swêd bi navê ”şopa kurd” navê PKK-ê jî avêt ortê û gotin PKK li pişt bûyerê ye.
Gelek kurd girtin û dû ra hemû berdan.
Lê pûlisên xwediyê vê îdîayê tu carî nikanîbûn vê îdîaya xwe bi belge û delîl îspat bikin.
Ji ber ku navê rêxistineke kurd di bûyereke hewqas mezin da derbas dibû, bêguman vê yekê tesîr li hemû kurdên swêd kir.
Bû sebebê ku civata swêdî bi çavekî ne baş li kurdan binêre.
Bi vê nivîsê armanca min ne ew e ku li ser bûyerê dûr û dirêj rawestim. Tenê dixwazim qala hin bîranên xwe yên wê demê bikim.
Min bûyer çawa bihîst û dû ra jî weke şexs çi tesîr li min kir û ji bo min bû sebebê kîjan gelşan…
Ez li Stockholmê li taxa Arstayê dimam û di îdareya Federasyona Komeleyên Kurdistanê da bûm.
Roja şemiyê saeet di 09.00-an da li ciyekî bi navê ABF-ê kongreye ma hebû. Ji bo em berî kongreyê hin haziriyan bikin, ez sibê hinekî zûtir çûm ciyê kongreyê.
Dema ez ji tramvayê derketim der, min dît ku milet kom bûye, gelek kes digrî û gulan datînin erdê…Li erdê xwîn hebû.
Min pirsî, min got, çi bûye? Gotin, weleh do bi şev Olof Palme kuştin. Pûlis hîn dora xwînê negitibû.
Devê însên kêrê venedikir, her kes ya digriya ya jî zuha bûbû, gotin ji devê kesî dernediket.
Civat di şokê da bû.
Ez di ciyê xwe da tevizîm.
Ciyê ku ewê kongre lê çêbibîya teqrîben, 200-300 mîtro nêz bû. Ez çûm wir. Hêdî hêdî hin hevalên din jî hatin. Em hemû şok bûbûn.
Me biryar da, me got em kongreyê îptal dikin.
Me ji kesên berpirsiyar ra got, em kongreyê îptal dikin. Û me rabû di heqê îptalkirina kongreyê da kaxetek jî nivîsî û li wir bi darde kir û em çûn malên xwe.
Hêviya her kesî ew bû ku ewê qatil bigrin, lê nehat girtin.
Ez li belediya Stockholmê di beşê kal û pîran da dixebitîm. Yanî min li kar û pîran mêze dikir, ez diçûm malên wan, min ji wan ra xwarin dikirî, malên wan paqij dikir û hin alîkaryên bi vî rengî.
Piştî kuştina Palme û qalkirina navê kurdan êdî kesî ez qebûl nekirim. Sibehan ez diçûm ciyê kar û ji wir jî ezê biçûyama malên ku aîdî min bûn.
Lê dema di telefonê da navê min dibihîtin, digotin em wî naxwazin yekî/yeka din bişînin. Û dema digotin yekî/yeka din tuneye, tenê Zinar dikane were, wê demê jî ya digotin bira îro bimîne, ya jî ji bo yekî din israr dikirin.
Her sibe heval hemû diçûn kar, ez tenê dimam.
Çend hefteyan bi vî hawî ez pir aciz bûm, rojekê ez qeherîm, min rabû kaxetek girt. Îstîfa xwe nivîsî û deketim û çûm.
Îcar ji ber ku wan ez ji kar dernexistibûm, min bi xwe îsîfa xwe da bûm, loma jî 3 mehan perê bêkariyê nedan min.
Di wan 3 mehan da di warê aborî da min gelek zahmetî kişand.
Baş nayê bîra min, nizanim wê salê bû ya jî sala din bû, radoya swêd li ser bûyera Palme û tesîra li kurdan kiriye, bi min ra hevpeyvîk çêkir.
Di wê hevpeyvînê da min qala vê bûyerê jî kir.
Helbet ne ez tenê, hemû kurdên li Swêd her kes bi hawakî ji vê bûyerê muteesîr bûn, zirar dîtin û rû bi rûyî gelek bûyerên ne xweş bûn.
Di 20 saliya bûyerê da jî dîsa radyoya swêd, lê beşê kurdî, Zana Serîn bi min ra hevpeyvînek kir. Di wê hevpeyvînê da min hîn bi teferûat qala bîranînên xwe yên wan rojan kir.
Di ser bûyerê ra 25 sal derbas bûye lê mixabin pûlisê swêd hîn jî nikanîbûya bûyerê ronî bike.
Loma jî weke hemû teorî û îhtîmalan li ser PKK-ê jî hîn eynî spekulasyon û îdîa berdewam in û heta ku bûyer zelal nebe jî mixabin ev spekulasyon ewê bidomin...
Ez hêvî dikim ku ev cînayeta mezin û dûrî aqilan rojekê nekeve hustuyê kurdan...

Pisika Belek

Hebû tunebû, pisikeke biçûk a belek hebû.
Pisika belek kêfa wê qet ji biçûkbûna wê ra nedihat. Dixwest gelkî girtir (mezintir) bibe.
Û ji bo ku gir bibe jî dixwar û dixwar, lê çi heyf fêde nedikir. Bi xwarinê gir nedibû.
Tîjik dida xwe, dida lotika, pişta xwe xwaro maro dikir, dikir çengel, lê dîsa jî bê feyde bû, tu tişt nediguherî. Ew t
im wek xwe bû, girtir nedibû.
Dawiya dawî rojekê kûr fikirî, hûr fikirî, ji xwe ra got:
-Ez zanim ezê çi bikim! Ezê herim vê yekê ji heywanên mezin bipirsim. Gelo wan çi kiriye ew hewqasî mezin bûne?
Ji xwe ra wa got û dûra jî rabû ket rê û çû.
Pirr çû, hindik çû, rastî mihînekê (hespekê) hat. Ji mihînê ra got:

- Mihîna delal, ma te çer kir tu wiha mezin bûyî?
Mihînê bala xwe dayê, got:
- Min tu tiştek jî nekir. Min ceh xwar, têr çêriyam, li dora mêrgeke mezin rojê bîst caran beziyam. Û dûra jî wa(wiha) mezin bûm.
Pisikê got:
- Pirr baş e, ezê jî wer bikim.
Û dûra jî dest pê kir, li dora mêrgeke mezin rojê bîst caran beziya, heta jê hat ceh xwar, çêriya.
Lê bi bezê nigên wê ket ber û bi ceh û gîhê jî zikê wê êşiya. Lê dîsa jî wek mihînê mezin, gir nebû, dîsa jî weke xwe pisik ma.

Rojekê dîsa rûnişt ji xwe ra fikirî û wiha got:
- Dibê ez vê meselê ji gelek heywanên mezin yên din jî bipirsim. Dibe ku ew riyekê nîşanî min bidin.
Bi van fikaran çû rastî boxeyekî(ga) hat. Ji boxe ra got:
- Birakê boxe! Ma te çawa kir ku tu wiha gir bûyî?
Boxe şaş ma, got:
- Min qet tiştek jî nekir. Ez baş çêriyam. Her roj bi kêmanî bîst caran jî min got, MOOOHHH, MOOOHHH oriyam. Dûra jî wek tu dibînî, ez wiha mezin bûm, bûm ga.
Pisikê got:
- Wê gavê dibê ez jî vê riyê biceribînim.
Dûra wê jî dest pê kir rojê bîst cara wek boxeyekî got MOOOHHH û oriya! Li mêrg û guheran, di nava çayir û çîmenan da çêriya û çêriya, heta ku kanîbû biçêriya. Û orirrya û orrriya...
Lê orandina wek gayekî(boxakî) dengê wê xist, gîhê jî zikê wê êşand. Û qet gir jî nebû.
Dîsa fikirî, ji xwe ra got:
- Mihînê nikanîbû alîkariya min bikira, pêşniyara boxe jî tu feyde neda min. Nuha ezê çi bikim? Tam di vê nabênê da ji nav daristanê dengê kundekî bihîst:
- KÛ-KÛ! KÛ-KÛ!
Tavilê ji xwe ra got:
- Nuha ez zanim ezê çi bikim. Ezê herim ji kundê biaqil bipirsim. Belkî ew kanibe aqilekî bide min.
Û rabû berê xwe da daristanê. Pir derbas nebû rastî kund hat. Kund li ser dareke bilind bû. Bi wan çavên xwe yên mezin der û dora xwe raçav/qoleçan dikir. Pisikê got:
- Apê kund, ezê tiştekî ji te bipirsim. Ma ji bo ku hinekî din girtir, mezintir bibim, dibê ez çi bikim?
Kund çavên xwe çend caran qurç kir, dûra jî got:
- Çima tu dixwazî girtir bibî?
Pisikê got:
- Ez dixwazim girtir bibim, çimkî...dema ez... dema ez bi hinekan ra ketim şer, ji bo ku ew zora wan min nebin…Ez dixwazim bi hêz bim, mezin bim…
Kundê kûpê aqil dîsa çend caran çavên xwe qurç kir, got:
- Ma heta nuha kesî bi te ra şer kiriye?
Pisikê got:
- Na, bi her kesî ra nabêna min gelkî baş e.
Li ser vê bersîva pisikê, kund got:
- Ê wê gavê ne hewceye tu girtir bibî.
Pisikê Got:
- Lê ez hewqasî biçûk im ku ez nikanim ji jor da li tu heywanî binêrim, dibê ez ji jêr da li hemû heywanan binêrim. Heywan giş ji min mezintir in. Ev yek jî bîna min pirr teng dike. Ez dixwazim ne tim ez, carekê jî bira ew ji jêr da li min binêrin! Bira ez ji wan mezintir bim.
Kund mizicî, dîsa çavên xwe çend caran qurç kir û dûra jî bi rûkenî jê ra got:
- Ma tu nikanî hilkişî ser darekê?
Pisikê got:
- Erê, ez kanim.
Kund got:
- Wê demê ne hewce ye tu girtir bibî. Heger tu dixwazî tu li jor bî, yekî din jî ji jêr da li te binêre, wê gavê hilkişe ser darekê.
Pisikê got:
- Ez viya qet nefikirîbûm
Kund got:
- Pirr ne mihîm e tu çi qasî girtir î. Heger tu hinekî serê xwe bixebitînî bi vê biçûktiya xwe jî tu yê bikanibî her tiştî bikî. Dibê meriv biçûkî û mezinîya xwe ji xwe ra neke derd. Her heywan bi hawakî ye, hinek mezin in, hinek biçûk in.
Pisikê Got:
- Baş e. Ezê şîreta te qet ji bîr nekim.
Û ji wê rojê û şûn da ye pisikê her tim serê xwe xebitand, her daxwaza dilê xwe bi cî anî û careke din jî ji biçûkbûna xwe gazin nekir….

Kurdan bîriya bindestiyê kirine

Di malpera Netkurdê da nivîseke Endamê berê yê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Felakedîn Kakeyî heye. Kakeyî di nivîsa xwe da dibêje, "Bira Silêmanî bibe herêmeke otonom."

Yanî ev tê wê maneyê ku xelkê Silêmaniyê, bi gotineke din qismekî soranan naxwazin bi kurmancan ra bijîn. Li gor vê pêşniyarê ya soran xwe kurd nabînin ya jî kurmancan kurd qebûl nakin û loma jî naxwazin bi wan ra bijîn.

Kakeyî van gotina ji kîsê xwe nabêje, ew dîtina Noşîrvan Mistefa û ya hin ronakbîrên soran tîne zimên.

Mixabin di nava soranan da kesên kurmancan kurd nabînin pir in.

Kakeyî bi xwe ne soran e û ew wiha nafikire, lê ew daxwaza soranan tîne zimên.

Berî nuha jî du nivîskar û ronakbîrên soran di çapemeniya kurd da qala "tirsa xwe ya perçebûna Kurdistanê" kiribûn.

Yanî ev dîtin ne tiştekî nuh e. Û ji xwe sebebê deketina Goranê û van xwepêşndanên dawî jî ev yek e.

Min berl jî carê du caran qala vê tirsa xwe kir.

Dema meriv nivîsa Kakeyî dixwîne meriv fêm dike ku kurd çima heta nuha nebûne xwedî dewlet.

Nuha piştî ku kurdên Silêmanî wiha bifikirin êdî kurdên çawa bikanibin bibin xwedî dewleteke serbixwe?

Diyar rehetî di canên wan ra dihere, dîsa bîriya bindestiyê û parsa faris û tirkan kirine...

Dîtin û daxwazên wiha meriv hêvîşikestî û qudûmşikestî dike.

Tu namîne ku meriv baweriya xwe bi dîtina "kurd xayin e" bîne...

27 februari 2011

Guhertina "kurtanfiroşan" ne çare ye

Hin siyasetmedarên kurd hene hîn jî hêviya xwe ji siysetmedarên tirk û partiyên tirkan qut nekirine.
Li gor van siyasetmedaran, hin serok û partiyên tirk ne baş û xerab in û serok û partî jî çê û baş in û dibê em kurd bibin endamên van partiyan û rayên xwe bidin van serok û partiyên nuh.
Ev 90 sal e her eynî çîrok e, kurd van serok û partiyên tirkan bi hev diguherînin, ji çend salan carê dev ji serok û partiyekê berdidin û diherin ba serok û partiyek nuh û îcar wê diceribînin, îcar hêviyê ji wî serokê nuh dikin, dibêjin belkî ew azaadiyê bide wan.
Çawa ku heta nuha ev siyaset şaş bû, ji nuha û pê da jî şaş e û dibê meriv wext û enerjiya xwe nede vê xeyala vala û bêbingeh.
Ev şêla hin siyasetmedarên kurd dişibe çîroka keran û kurtanfiroş.
Dibêjin kurtanfiroşê(palanker, zînker, kurtanker) gund mir, hemû kerên gund li meydana gund civiyan û dest bi şahiyê kirin, ziriyan, dan lotikan û mirina kurtanfiroş pîroz kirin.
Kerekî pîr, jihêzdaketî bi keran ra kêf nedikir, li ber dîwarê hewqekê xwe dirêj kiribû û kûr û dûr difikirî…
Ker çûn ba wî, jê ra gotin:
-Ma qey te nebihîstiye, kurtanfiroşê me miriye?
Kerê pîr got:
-Miriye ewê çi bibe ku?
Gotin:
-Malneket, çawa ewê çi bibe? Piştî ku hoste mir, emê ji kurtên û pişta me jî ewê ji birînan xelas bibe. Emê azad bibin...
Kerê pîr got:
-Emê çawa azad bibin?
Keran gotin:
-Dema kesê kurtên çêke tunebe kes kurtên jî li pişta me nake. Û dema kurtan li me nebe, pişta me jî ewê ji kurtanan xelas bibe, emê bê kurtan di nava çayir û çîmenan da bigerin û ji xwe ra kêf bikin. Yanî emê azad bibin.
Kerê pîr keniya û got:
-Kêmaqilno, mirina kurtanfiroş ne tu çare ye, dibê em ne ji kurtanfiroş, ji kerîtiyê xelas bibin. Ev kurtanfiroş mir, sibe ewê yekî din were. Û yê were jî ewê ji yê çûyî ne çêtir be. Heta ku em ker bimînin hinên ku kurtanan ji me ra çêkin ewê tim werin dîtin.
Loma jî çare dibê em ji kertiyê xelas bibin, ji bo ku kes nikanibe kurtên li me ke…
Yê me kurdan jî ev mesele, geh hêviyê ji Demirel, geh ji Ecevît, geh ji Erbekan, Erdoga û geh jî ji Kiliçdaroglu dikin.
Gelî siyasetmedaran, weleh ji bo me kurdan ev ne çare ye, yek ji yekî xerabtir e,
kîjan were ser jî zêde ferq nake, ewê bixwaze bindestiya me bidome.
Loma jî çare ne guherandina “kurtanfiroş” e, çare dibê em partiyên xwe ava bikin, bibin serok û endamên partiyên xwe, rayên xwe bidin xwe, nedin “kurtanfiroşên” xwe.
Dev ji serokên tirk û partiyên wan berdin, nebin aqilmend û berdevkên wan, bibin yên xwe.

Li ser rexneyekê dîtinek

Min ev nivîs ji hemşeriyê xwe Nûrî Kuçuk ra şand. Min got belkî ew kesê bi navê "Ciwan" di malpera Netkurdê karîkatorê Mamoste yê dawî rexne kiriye ew e.
Lê dû ra derket ku ne ew , yekî din e.
Heger "Ciwan", weke min texmîn dikir Nûriyê hemşeriyê min bûya, min ev nivîs nediweşand, ewê weke sohbeteke di nabêna min û wî da bima.
Çimkî min tenê ji wî ra şandibû.
Lê madem ne ew e, ez fikirîm biweşînim baştir e. Bira bi vî rengî ew kes û kesên din jî fikrê min fêr bibin.
Di vê yekê da tu zirar tunye...
Ji xwe nivîsa min ne tiştekî şexsî, dîtin û pêşniyareke giştî ye, ji bo her babet rexneyê derbas dibe.
Çi rexnekirin û çi jî rexnebûn be, dibê heqaret, çêr û gotinên ne xweş ji kes û hêza tê rexnekirin ra neyê gotin.
Şêleke wiha him me nake dijminê hev û him jî xizmetê ji kultura rexnekirinê ra dike.

"Nûrî* merheba!
Nûrî, ez dixwazim li ser şiroveya te ya di Netkurdê ya li ser karîkatorê Mamoste çend gotinan bibêjim.
Te ji Mamoste ra gotiye, bi karîkatorê xwe "tu bêexlaqiyê dikî..."
Bi dîtina min ev gotineke ne xweş e, yekî weke te xwenda û bi hunerê ra têkildar dibê berheme hunermendekî weke ”bêexlaqiyê” nebîne.
Dibê li hember dîtinên cuda, rexneyên ne li gor dilê me, meriv bînfireh be û xwe zû aciz neke.
Bêguman weke her tiştî meriv dikane karîkatorên Mamoste jî rexne bike, ev mafê her kesî ye û yê te ye jî.
Lê dibê meriv dîtina xwe, fikrê xwe bi gotinên maqûl û edebî bîne zimên, dibê meriv gotinên ne xweş, heqaretê li kesê hunermend neke.
Wek her nivîsekê, fîlmekî, romanekê, çîrokekê karîkatorek jî dikane ne li gor dilê meriv be, ya jî bi rastî jî hunermend di rexneya xwe da dikane neheq be jî….
Çawa heqê hunermend heye fikrê xwe bi riya junera xwe, berhema xwe bibêje, heqê me ye jî ku em fikrên xwe bi riya rexneyê bibêjin.
Ev rast e û dibê meriv bike. Ji xwe huner, edebiyat bi vî hawî bi pêş dikeve.
Lê dibê meriv rexneya xwe ne bi gotinên ne xweş, bi zimanekî edebî û siyasî bike, weke hin xortên bînteng, asoteng û tênegihîştî heqeretê li xelkê neke.
Min di rexneya te da ev bîntengî û bêtehamulî dît.
Rexne bike, bibêje ji ber van, van sebeban tu neheqî, lê nebêje ”bêexlaqî” ye. Carnan ez di nivîseke xwe da gotineke ne li gor dilê hin kesên apocî dibêjim, pir aciz dibin, ji min ra xeberan didin...
Bêguman ev tiştekî ne xweş û ne rast e.
Mamoste hevalekî min ê nêz û kurdekî baş e. Kêfa te dikane ji fikir û karîkatorê wî ra neyê, ev heqê te ye.
Bes rexneya vê yekê dibê di çarçoveya rexneyê da were kirin û meriv kesê hunermend neêşîne.
Ez vi ya ne tenê ji bo karîkatorê Mamoste, ji bo her tiştê din jî dibêjim.
Temiya min li te, di rexneyên xwe da tu carî gotinên şexsî û heqeretê li kesî neke, fikrên xwe, dîtinên xwe bi termên rexnegiriyê bibêje.
Rexne carnan giran e, ne xweş xuya dike, meriv aciz dike, lê pêwîst e, bêrexne ne însan û ne jî civat dikane bi pêş keve.
Çawa ku her fikir ne rast e, bêguman her rexne jî ne rast e.
Lê ji bo ku hinek fikir û rexne ne rast in meriv wan qedexe nake...
Bi hêviya ku bi van dîtinên xwe min tu aciz nekiribe bimîne di xweşiyê da… "
*Mixatab ne Nûrî, "Ciwan" e, lê ji ber ku min xîtabî Nûrî kiribû, loma jî nav naguherînim. Lê qest "Ciwan" e...

Serpêhatiya şêr û mişk

Dibêjin rojeke havînê ya gelkî germ bû.
Şêr li ber siya zinarekî xwe dirêj kiribû û raketibû.
Mişkek jî qey ji xwe ra derketibû nêçîrî, bêhemdî hilkişiya ser pozê şêr û ew ji xew şiyar kir.
Xurrînî bi şêr ket, pir hêrs bûbû, û xwest bi wan kulabên xwe yên tu dibê ecêb mişk bipelixîne. Lê berî ku ew mişk bike nanik, mişk bi dengekî liberger jê ra got:

- Min efû bike mîrê min. Ez guneh im, min nekuje. Bawer bike nêteke min a xerab tunebû, bêhemdî ez hilkişiyam ser pozê te. Dema tu min bikuje jî ne goştê min xweş e, ne jî tu bi min têr dibî.

Şêr ji van gotinên mişk aciz bû, bi hawakî xulmaş xurriya.
Mişk ji dêlî ku ji tirsan devê wî têkeve hev, bi wêrekî got:

- Ya din jî, heger tu min nekujî, bihêlî ez bi riya xwe da herim, dibe ku di rojeke teng da ez qenciyekê bi te bikim.

Li ser van gotinên mişk pixînî bi şêr ket, pir keniya. Lê dîsa jî kêfa wî ji gotinên mişk ra hat, kulabên xwe ji ser mişk rakir, hîşt ew bi riya xwe da here. Lê di dilê xwe da jî got:


- Law mişkê reben, tu çi ye ku tu yê rojekê qenciyê bi min bikî!
Û dûra jî ji nuh ve kete xeweke bêbinî.

Piştî vê bûyerê bi demekê, şêr rojekê li daristanê derketibû nêçîrê. Di dema nêçîrê da ji nişka ve ket kemîneke nêçîrvana. Nêçîrvanan torreke mezin li ser riya wî ya nêçîrê vegirtibûn, ser wê jî bi pûş û pelaş baş girtibûn.

Şêr di kortê wer bû û di torrê aliqî. Ji bo ku xwe ji torrê xelas bike pirr li ber xwe da, xwest bi nahpirûkan torrê biçirîne, qetqetî bike, lê her ku li ber xwe da, xwe bir û anî, torr bêtir lê piçikî.

Dawiya dawî ji hêz û pertav da ket. Dema baş fêm kir xelasiya wî tuneye, nikane ji torrê xelas bibe, xurrîniyeke mezin pê ket. Dengê xurrîniya wî li daristanê olaneke mezin da, deng çû lawir û teyrên daristanê hemûyan, giş ji xew şiyar bûn.

Mişk dengê şêr nas kir, bi lez û bez çû gazî û hawara wî. Di medeke pir kin da xwe gîhand kemînê. Ji şêr ra got:

- Mîrê min, sakîn be, qet metirse. Ezê a nuka te rizgar bikim. Lê ji kerema xwe, xwe zêde li ba neke. Çimkî her ku tu xwe zêde dibî û tînî torr bêtir li te dipiçike. Xwe tevnelivîne.
Şêr dengê xwe nekir…

Mişk dest bi kurisandina torrê kir. Bi wan diranên xwe yên wek şûran tûj, torr kurisand, kurisand heta ku berê kulabên şêr, dûra serê wî, dû ra jî nigên wî yên dawî û dawiya dawî jî dêla wî ji torrê rizgar kir.

Şêr bi çapiyeke mezin hêzî ser xwe kir û ji kemînê derket. Berî ku ew û mişk ji hev biqetin, mişk jê ra got:

- Mîrê min, tê bîra te, dema min ji te ra got, min nekuje, dibe ku di rojeke teng da ez çêyiyekê bi te bikim, tu bi min keniya bû. Lê tu dibînî min çito tu xelas kirî! Ji bîr meke, yekcaranan mişk jî kanin alîkariya şêran bikin…

Şêr, bêyî ku bersîvekê bide mişk, serê xwe xist ber xwe, di wê şeva tarî da, di nava daristanê da wenda bû.

26 februari 2011

Serpêhatiya gur û kûçik

Dibêjin rojekê gurekî ji birçîna hestî û çerm mabû rastî kûçikekî mezin û pirr qelew hat.
Halê kûçik pirr xweş bû, hewqas xweş bû ku meriv çipiskek lêxista ewê dohn ji pozê wî binuqutiya erdê, bûbû wek hespekî fahl, di ser hev ra geriyabû.
Vê kêfxweşî û qelewiya kûçik bala gur kişand, gur jê ra got:

-Bira, ma tu çima hewqasî kêfxweş û li ser xwe yî? Diyar e tu her roj wer goşt û birincê dixwî. Herçî ez im tu nemaye ez ji nêza bimrim. Ez rebenê Xwedê çi dikim jî ez tim zikekî têr û deh zikan birçî me.
Kûçik got:
- Heger tu dixwazî wek min her roj têr bixwî, tu carî birçî nemînî dibê tu jî wek min li ba însan kedî bibî, însanan biparêzî, karê wek yê min bikî. Min li ba însanan kêf kiriye. 
Gur tavilê mirîşkên sorkirî, goştê berxan anî ber çavên xwe, bi heyecaneke mezin got:
- Hela ka zû bibêje kar çi ye, tu çi karî dikî?
Kûçik got:
- Karekî zêde giran tuneye. Tenê dibê tu xaniyê xwediyê min bipê. Û bi şev jî tim şiyar bî ji bo ku diz newêribin xwe nêzî neqeba malê bikin.
Gur bala xwe dayê ku kar bi rastî jî karekî gelekî hêsa ye. Lema jî di cî da bi heyecan got:
- Pir baş e. Ez qebûl dikim. Kînga ez kanim dest pê bikim? Ez ji tirsa însanan, ji jiyana çolê, ji sar û sermayê, ji berf û baranê, ji birçîbûnê êdî bêzar bûme. Ez jî dixwazim wek te êdî ji xwe ra hinekî rehet bikim. Ji ber vê yekê jî ez vê jiyana zor û sext û mişt tirs, bi dilxweşî bi kusêxekî ez kanibim tê da bisitirim, bi pariyek nan û bi çêniyek goştê ez kanibim zikê xwe pê têr bikim diguherînim.
Kûçik got:
- Wê gavê hema bide dû min.
Û dûra jî herduya berê xwe dan mala xwediyê kûçik. Bi rê da gur bala xwe dayê hustiyê kûçik birîn e. Gur ev yek meraq kir, got:
- Bira, ma hustiyê te çima birîn e? Wa ye perçeyek çerm jê rabûye.
Kûçik ji vê pirsa gur aciz bû, bi hawakî bêdil got:
- Guh nedê, serê xwe pê ra neêşîne.
Gur israr kir, bi meraqdariyek hîn mezin got:
- Ez rica dikim bibêje, ew çi birîn e? Çimkî fena ku tiştek tê da rûniştibe, zîfêlek çerm jê rabûye.
Kûçik got:
- Min ji te ra got guh nedê, ne tiştikî muhîm e malava! Ê qey dewsa toq û zincîrê ye, hinekî şeqitîye. Toq carnan li hustuyê min tê û dihere, wiha birîn dike. Lê pirr ne muhîm e.
Gur bi hawakî matmayî û bi dengekî bilind got:
- TOQ, ZINCÎR!  Yanî nuha toq û zincîrê dixin hustiyê te û te girê didin? Û dema tu bixwazî tu nikanî bi hawakî azad ji xwe ra bigerî?
Kûçik got:
- Na, ez nikanim li gor dilê xwe herim bigerim. Rast e, azadiya min ne di destê min da ye, di destê xwediyê min da ye, ew kînga bixwaze min ber dide ya jî girê dide. Bi baweriya xwediyê min ez heywanekî pirr talûke me. Lema jî bi roj min girê dide. Lê bi şev ez berdayî me. Bi roj xwarina min dike kormê, ez zikê xwe têr dikim, bi şev jî ez jê ra nobetê digrim. Yanî karê min pir rehet e...
Kûçik hîn gotina xwe neqedandibû, gur ji ba kûçik da rê û berê xwe bi aliyekî din da kir, da rê çû, bêyî ku xatir jî jê bixwaze.
Kûçik ban kirê, got:
- Çi bû, tu dikî bi ku da herî, birakê gur?
Gur got:
-Ezê vegerim çol û daristana xwe. Bira ew xwarinên xweş û ciyê germ ji te ra be. Piştî ku bedel û dawiya wê rehetiya tu dibêjî toq û zincîr e, ez kurisandina gezek nanê hişk bi hemû goşt û birinca dinyayê nadim, 
Ji bo wê jî gur heta nuha kûvî û li daristanê ye, kûçik jî kedî bûye û li ber derê însên e….

25 februari 2011

Li ser 55 saliya A. Onen

Evdirehman, mamosteyê delal 55 saliya te pîroz be.

Do bi şev min xwest li ser temenê te, yê xwe û yê Fûad tiştekî binivîsînim, lê li hev nehat, min got heger mimkûn bibe sibe li ciyê kar ezê hewil bidim.

Bîstek berê min dest pê kir, lê ji şansê min ra şefê min hat. Loma jî min hewildana pêşî nîvçe hîşt.
Ev ya duyem e.
Evdirehman, bi xêra temenê te, nuha ez jî kêm zêde temenê xwe fêr bûm.
Ku temenê te rast be û te çend sal di bin ve nekiribe, bawer dikim ez jî teqrîben li dora 60-î me…
Ji ber ku weke her tiştî temen jî nisbî ye…

Tu yê bibêjî çima?

Ji ber ku baş tê bîra min, dema li Stenbolê ez û rahmetiyê Aslan(Mehmet Kaya)dibûn mîvanê we û ez, Fûad û Aslan diketin heatanî destê sibehan diketin gewriya hev û te jî li me guhdarî dikir, ez ji te meztir bûm.

Heger bê bîra te, bêtir jî Aslan û Fûad bela xwe di min didan. Wê demê tu xortekî telebe bû û te bi rengekî bêdeng wer li me guhdarî dikir.

Ez û Fûad ya di salên hev da bûn ya jî ew salekê du salan ji min meztir bû.

Ji ber ku wê demê ez xortekî ”sivik” bûm, ew ji zûda diçû zanîngehê.

Lê baş tê bîra min tu bi çend salan ji min bçûktir bû…

Îcar piştî ku nuha tu 55 salî bî, maneya xwe ew e ku ez çend salan ji te meztir im.

Heta nuha ez di derbarê temenê xwe da tim bi şik bûm, min digot ancax ez li dor 55-56-a bim.
Ji ber ku heta ez çûm eskeriyê jî ez kitim bûm.

Bavê min ji xwe qet guh nedida umrê min û feqîra diya min jî nizanî bû.

Li gorî gotina wê, sala ku bavê wê wefat kiriye ez li destê we bûme…

Lê piştî eşkerebûne temenê te, êdî yê min jî pir hindik diyar bû…

Evdirehman, belkî bala te jî kişandiye, her ku meriv mezin dibe, meriv bêtir qedir dide jiyanê, jiyan bi meriv şîrîntir dibe…

Dema meriv xort e, meriv zêde guh nade jiyanê û nihmetên(başî û xweşiyên)wê…

Lê di salên kalîtiyê da, bi taybetî jî piştî 50-î malxerabê gelkî lezîztir û şîrîntir dibe.
Loma jî ji kalbûnê qet netirse, lê qedrê wê jî bizane…

”Kalbûn wek hilperikandina bi çiyayekî da ye, bîna meriv diçike, lê belê asoya meriv firehtir dibe…”

24 februari 2011

Bira kurd nebin "merivên" dijmin

Rojnamevan Rêbwar Kerîm Welî, di nivîsa xwe ya dawî da dibêje, li Silêmaniyê êrîşên ser baregeha PDK-ê ji alî merivên Îranê, yên Yekgirtuya Îslamî, Ensarel Îslam û hin berradayiyên Gorranê ve pêk hatiye.
Pir mimkûn e ku tiliya Îranê di van êrîşan da hebe.
Ji ber ku di van rojên dawî da kurdan li Hewlêrê li dijî Îranê hin protestoyên ku rejîma meleyan aciz bike kirin, li ber seferata Îranê postersên Xameneyî û Xumeynî şewitandin.
Miheqeq Îranê ji vê yekê gelkî aciz bûbe û ewê xwestibe ji PDK-ê heyfê bigre, hêza xwe nîşanî wan bide.
Vana hemû îhtîmalên xurt in û dikane bi rastî jî wisa be.
Lê belê ev yek ne bûyeran bi heq derdixe û ne jî sûcê kurdan kêm dike.
Heta belovacî wê, heger bi rastî jî wiha be, yanî dema Îran bixwaze bikanibe kurdan bera hev bide, kurdan bajo ser hev, partiyan bide kevirkirin, însanan bide kuştin, ji bo kurdan felaket e.
Wê demê maneya xwe ew e ku em milet û civateke ne saxlem in, meriv û destikên dijmin di nava me da pir in, dijmin kînga bixwaze dikane li Kurdistanê bûyerên mezin derxe û kurdan bera hev bide.
Bêguman dijmin, çi Îran dibe, çi Tirkiye dibe ewê her tim bixwazin zirarê bidin me û li Kurdistanê tevlihevyê derxin.
Lê bira kurd saxlem bin, bira kurd nebin merivê dijmin.
Kes kesî bi zor nikane bike merivê xwe, heger mriv saxlem be...
Çima kurd em nikanin li welatê wan, wan nerehet bikin?
Çima îranî û tirk nabin merivên me?
Xelk nabe, çimkî xelk ji welatê xwe hez dike, naxwaza zirarê bide welat û dewleta xwe.
Heger hin kurd bixwe ne pîs bin, ne dijminê qewmê xwe bin, kes nikane bi zor merive bike merivê xwe.
Loma jî girêdana bûyerên Silêmaniyê bi Îranê ve uzrê ji qebhetê mezintir e û rewşê xerantir dike.
Dema kurd xwe bi xwe bin, tiliya hêzên der di bûyeran da tunebe çareserkirina gelşan rehettir e, meriv ya hevûdu îqna dike û ya jî yek tawîzê dide yê din û meselê hel dike.
Lê dema aktorê esasî û yê pişt perdê dijmin be, wê demê îktîdara heyî, dûzana heyî ne di ewlehiyê da ye.
Aramaiya îro li Kurdisana azad heye girêdayî merhamet û însaf dijmin e, dijmin kînga bixwaze dikane civatê tevlihev bike, îndanan bera hev bide, bûyeran derxe û sîstema heyî têxe tahlûkeyê.
Dibê ev tahlûka miheqeq ji ortê rabe.
Ewê çawa rabe?
Dibê kurd bi tu hawî nebin sîxurên dijmin.
Ev yek ewê çawa bibe, dibê serokên kurdan û hukûmeta kurdistanê serên xwe pê ra biêşînin û miheqeq riyekê bibînin.
Ya na, piştî her tevliheviyê îşaretkirina dijmin meselê çareser nake.
Çareserî, dibê kes nikanibe bi me bilîze û me bike merivê xwe....

Û çend gazinên ji kerba dil....Gava meriv nezan be, haya meriv ji dîroka meriv û ji ya dijmin tunebe, meriv zêde li ber perîşanî û rebeniya xwe nake, meriv pê hay nabe.
Lê gava haya meriv piçekî ji dîroka meriv û ji ya dijmin hebe, meriv bizanibe ku dijmin çawa bûye serdest û meriv jî çawa bûye bindest, a wê çaxê meriv diteqe, merazarî û kezebreşî dibe...
Yaho li başûr hîn nebûne dewlet dikin hevûdu bixwin, dikin çavên hev derxin...
Çi ye efendim nizanim "gendelî" û çi kêmasî heye...
Rast e, heye û ewê hebe jî...
Lê riya vê ma li hember hev îlanî herb e?
Ma şer û luştin e?
Bi siyasetê, bi riya diyalogê çareser bikin..
Lê bi dîtina min hemû sebebên aborî û civakî ku nîşan didin gişt vir in, giş bahane ne...
Sebeb yek jê li gor dibêjin hin ”maşeyên” xelkê ne. Ya din nezanî, dijminatî û qebûlnekirina hev e.
Çima ku YNK-ê bi ya wan nekiriye û bi PDK-ê ra dijminatiya xwe nedomandine vê tevliheviyê derdixin...
Hin kurd ji azadiyê, serxwebûnê, avakrina dewleteke serbixwe layiqî xwe û gelê xwe nabînin, heger layiqî xwe bidîtana îro gulle bera hev nedidan…
Carê fêrî serê çiyan, şikeftan, bênasnametiyê, destvegirtina li ber dijimin bûne…
Rehetî, serbestî, nîvîktîdareke serbixwe wan nerehet dike, loma jî dixwazin xera bikin, dîsa bibin parsek û mahcirên ber destên neyaran…

Suyar û mar

Dibêjin rojekê suyarek di ber qîşekî(ji ciyekî asê, pirkevir) ra dibuhurî. Ji nav qîş dengê hawar hawar û nalenalek çûyê.
Suyêr meraq kir û bi alî deng ve çû. Bala we dayê marek di bin gomakî(kevirekî mezin)da maye û hawar hawara wî ye, dibêje min ji bin vî kevirî xelas bikin.
Dema suyêr nêzîkayî lê kir, mêr(mar) bi lavakirineke mezin ji suyêr ra got:
- Suyaro, ez ketime bextê te, were min ji binê vî kevirî xelas bike!
Suyêr bala xwe dayê marekî tu dibê zîya ye. Suyar tirsiya, jê ra got:
- Tu mar î, bextê te tuneye, piştî ez te xelas bikim tu dikanî bi min vedî.
Mêr (mar) lê vegerand, got:
- Soz, ez bi te venadim. Ez vê bêbextitê bi te ra nakim. Heger tu min ji bin vî kevirî derxî ezê jî rojekê bi kêrî te bêm, çêyîyekê bi te bikim.
Suyêr li ser van gotinên mêr (mar), daxwaza wî qebûl kir. Û rabû ew ji bin gome derxist.
Lê suyêr çer kevir ji ser pişta wî rakir, mêr hema di cî da xwe avêt ji ser suyêr da û xwe li hustuyê wî piçikand. Suyar matmayî ma, jê ra got:
- Te xêr e birakê mar, ma qey tu dikî bêbextiyê bi min ra bikî û bi min vedî? Ma ne te soz dabû min, te gotibû tu yê bi min venedî?
Mar bi gotinên suyêr keniya, got:
- Ez mar im, ne biratiya min heye, ne jî bextê min! Ezê bi te vedim û te bikujim. Xelasiya te tuneye.
Suyêr got:
- Birakê mar, ma ne tu dikira di bin kevir da bimra, min kevir ji ser pişta te rakir û tu ji mirinê xelas kir. Niha jî tu yê çawa rabî vê bêbextiyê û qeleşiyê bi min ra bikî? Heger min alîkariya te nekira, niha tu miribû. Ma qey ev jî heqê çêyîya min e?
Mêr got:
- Dev ji van gotinan berde. Ne li ber min bigere, ne jî lavan bike, ezê bi te vedim û bi vî rengî jî marîtiya xwe îspat bikim.
Piştî van gotinên mar, suyar bêtir tirsiya. Lê tirsê ew ji mirinê xelas nedikir, lema jî divê bi hawakî riyek bidîta û xwe ji destê mar xelas bikira. Rabû ji mêr ra got:
- Ê baş e, jixwe wa ye te biryara xwe daye tu yê bi min vedî. Lê berî ku tu bi min vedî, ez dixwazim em herin ba şerîeta qadiyekî. Qadî got çi min qebûl e. Dûra jî tu bi min vedidî venadî, tu bi qîma xwe yî.
Mêr got:
- Emê herin ba kê?
Suyêr got:
- Hema bi rê da em berê rastî kê hatin emê wî wek qadî qebûl bikin.
Mêr ev pêşniyara suyêr qebûl kir û bi rê ketin û çûn.
Pirr çûn hidik çûn, rastî gayekî hatin. Suyêr berê dest pê kir, mesele ji gê ra got. Got:
- Gayê delal, ev marê ku xwe li hustiyê min piçikandiye di bin gomakî de mabû, dikira bimra. Li ser soz û ehda ku ewê bi min venede, min ew ji bin kevir xelas kir. Lê piştî min ew xelas kir, xwe li hustiyê min piçikand û fibêje ezê bi te vedim. Ma tu ji vê yekê ra dibêjî çi?
Gê(ga) got:
-Dema ez golik bûm we însên diya min pir didot, we nedihîşt ez têr wê bimêjim. Dema ez mezin bûm, bûm ga, îcar jî we rabû nîr xist hustuyê min, ez xistim cot, we nehîşt rojekê jî ez pişta xwe rast bikim. Bêyî cot, we gelek karên din jî bi min dikir. Lê nuha ne cot bi min dibe û ne jî karên din, loma jî we ez bera vê çola han dame ji bo ku gur û keftar min bixwin.
Peyva xwe dom kir, got:
-Maro, pê vede û bikuje! Bextê însanan tuneye!
Suyêr got:
- Ez vê şerîeta ga qebûl nakim. Ew ji xwediyê xwe qeherîye, min jî di agirê wî da dişewitîne. Wa ye kerek li dera han diçêre, ka em herin ba wê, bira ew me ji hev bigerîne.
Mar got:
- Baş e, em herin ba kerê jî.
Rabûn çûn ba kerê. Suyêr dîsa dest pê kir û got:
- Kera delal, em hatine ba te, ji bo ku tu min û vî marî ji hev safî bikî.
Kerê got:
- Xêr e, mesela we çi ye?
Suyêr got:
- Ev mara di bin gomakî da mabû, dikira bimira. Dikir gazî û hawar, alîkarî dixwest. Ez ji wir dervas dibûm. Dengê hawar hawara wî hat min. Dilê min pê şewitî û min rabû ew ji bin kevir xelas kir. Çer xelas bû û nebû, hema di cî da xwe li hustiyê min piçikand, got ezê bi te vedim. Îcar em hatine ba te, ji bo ku tu yê heq û neheq ji hev bigerînî.
Derd û kulên kerê yên dahşiktiyê di cî da hatin bîrê, kerê got:
-Çaxa ez dahşik bûm, we însên bi şev û roj wer bar li diya min dikir û hûn lê suyar dihatin, we nedihîşt ez wê bimijim û zikê xwe têr bikim. Dema ez mezin bûm jî, îcar jî we rabû ez xistim bin bêr. Tiştê we anîbû serê diya min, we anî serê min jî. We him barê herî giran li min dikir, lê ev ne bes bû, di ser da jî hûn li min suyar dihatin. Nuha ez pîr bûme, êdî bi kêrî suyarbûn û baran nayêm, lema jî hûn min xwedî nakin, we ez bera vê çola han dame, ji bo ku gur min bixwin.
Û dûra jî ji mêr ra got:
-Maro, pê vede, bextê însanan tuneye!
Suyêr dîsa got:
- Ez vê şerîetê jî qebûl nakim. Dibe ku xwediyê kerê merivekî nebaş bû, neheqî li kerê kiriye, ew jî radibe min di agirê wî de dişewitîne. Ji ber vê yekê jî dibê cara dawî em herin ji yekî din bipirsin, heger wî jî heq da te, wê çaxê tu kanî bi min vedî.
Mêr(mar) got baş e, em herin ji yekî din jî bipirsin. Pir çûn, hindik çûn, rastî rûvîyekî hatin. Suyêr rabû mesele ji rûvî ra jî dubare kir. Got:
- Birakê rûvî, ev marê han di bin gomakî mezin da mabû, dikira bimra. Hawar hawara wî bû, digot ji bo riza Xwedê werin min xelas bikin, ez mirim! Ez ji wir dibihurîm, deng hat min. Li ser soz û bextê da min, ewê bi min venede, min rabû ew ji bin kêvir derxist û ew ji mirinê xelas kir. Lê min çer ew xelas kir, xwe li hustiyê min piçikand û got ezê bi te vedim. Em hatine ba şerîeta te, ji bo ku tu me ji hev safî bikî.
Rûvî hinekî fikirî, dû ra got:
- Ji bo ku ez bikanibim biryareke adil bidim, dibê ez bûyerê ji serî da û cîyê bûyer qewimîye bibînim. Heta ez bûyerê û cî bi çavên xwe nebînim, ez nikanim tu biryarê bidim.
Herduyan jî ev peyva rûvî di cî da dîtin, rabûn berê xwe dan şûna bûyerê. Rûvî got:
- Hela ka nîşanî min bidin bûyer çawa bûbû.
Mêr çû xwe li ser kevirekî di nav qîş da dirêj kir. Dûra jî suyêr rabû ew gomê mezin danî ser fitla wî. Di cî da bû gazî û hawara mêr û wek destpêkê got:
- Suyaro ez ketime bextê te, min xelas bike, ez mirim!
- Rûvî got:
- Ho suyaro, ma ew çi ye di bin kevir da?
Suyêr got:
- Ew mar e.
Rûvî got:
- Le ew çi ye di destê te da?
Suyêr got:
- Ev jî dar e.
Rûvî got:
- Malneket, de lêxe bikuje, ma tu nizanî ew neyar e!
Dema rûvî wiha got, suyêr bi çoyê di destê xwe da bi serê mêr ket. Yek, dudu, sisê, mar temam kir û berda... 
Rûvî ji suyêr ra got:
- Birako, ji bîr neke neyar tim neyar e, tu carî ji meriv ra nabe dost û yar e!

23 februari 2011

xwezî hemû rojên ji emrê me kêm dibin wiha xweş derbas bûna

Îro merasima vekirina Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê bû.
Ev demeke kitêbxane ji wî ciyê xwe yê dûr û teng, derbasî ciyekî nuh, hîn mezintir û hîn merkezîtir bûye...
Bi vê minasebetê merasimeke vekirinê çêkirin, ez jî çûmê.
Merasimê saet di 17-an da dest pê kir.
Îcar bi rastî jî ciyê wan mezin û xweş e.
Komeleya me bi salan di wê bînayê da bû, min nizanîbû ciyekî hewqas xweş û mezin heye.
Tam li ji bo kitêbxaneyê ye.
Bira bi xêr û xweşî tê da xebatên baş bikin.
Berî ez herim wir, min riya xwe bi Vîldan Tanrikûlu û Komeleya Jinan jî xist, ew jî di eynî bînayê da ne.
Komkar jî di eynî bînayê da ye.
Bere bere kurd xwe didin ser hev.
Ez bîstekê li ba Vîldan rûniştim, me hinekî sohbet kir. Dû ra Têmûrê Xelîl, Eyûb Alacabey û Kurdo Baksî û hevalekî ji başûrê Kurdistanê(Kemal) jî hatin.
Min çayek wan vexwar û em bi hev ra rabûn çûn kitêbxaneyê.
Kitêbxane tije bû.
Dema min çavên xwe li hundur gerand, min hew dît ku di nava hewqas însan û qelebalix da yek li kitêban dinêre.
Vê yekê bala min kişand. Ji bo ku ez nas bikim kî ye, ez berbi wî çûm. Min hew dît ku Ahmet Aliş e xoce ye.
Camêr di wê qelebalixê da jî ji xwe ra li kitêbên xwe dinêrî…
Ez û Ahmet Aliş xiyaben, bi riya înternetê hevûdu dinasin. Min li gor rismê wî ew nas kir.
Do em bi telefonê peyivîbûn, gotibû ew li Stockholmê ye û dixwaze min bibîne, lê min nizanîbû ewê were wir.
Bi dîtina wî ez pir kêfxweş bûm.
Min jê ra got, tiştekî ecêb e, tu eynî wek rismê xwe yî.
Keniya, wî jî got, ”weleh tu jî eynî yî”, di nabêna te û rismê te da jî tu ferq tuneye.
Vê bêxwediya înternetê û facebookê tiştekî bi dizî nehîştiye, bi xêra wan, kesên qet hevûdu nedîtibin jî dema hevûdu dibînin tavilê hevûdu nas dikin.
Wek min got gelek dost û heval hatibûn. Gelek hevalên bi salan e me hevûdu nedîtibû hatibûn.
Em kêfxweş bûn, me hinekan bi hev ra risim kişand.
Ji xwe di rojên wiha da tim wiha dibe.
Loma jî jî ez tim dua dikim, dibêjim înşelah tim civîn û şahiyên wiha bibin. Ya na, êdî di şînan da em meriv hevûdu dibîne.
Çimkî serdema şahiyan qediya, êdî serdema şînan dest pê kiriye....
Wek di dawetnameyê da jî gotibûn, gelek tahm û xwarinên cihê cihê, peqlawe û şerab jî hebû.
Ji ber ku xwarin hebû, li Stockholmê kîjan kurdî bihîstibû hatibû, loma jî di hundur da cî tunebû.
Bi qasî kurdan swêdiyên dostên kurdan, endam û birêvebirên kitêbxaneyê jî gelek hatibûn.
Wezîra Yekîtiya Ewrupayê Birgitta Ohlsson jî hatibû. Mala xanibê ava be axaftineke baş kir û di dawiya axaftina xwe da jî got:
-Bijî kurd û Kurdistan!
Û gelek tiştên din jî got, lê ji qelebalixê û ji kêfa min baş fêm nekir…
Hevalekî li kêleka min bi henek got, ”gelek serokên kurdan dev ji Kurdistanê berdane” lê jinik wa ye dibêje ”Bijî Kurdistan!”
Yekî din got, miheqeq ev jinik ”îlkel mîllîyetçî” ye, yanî ”neteweperesta prîmîtîv, paşdamayî, hov e.”
Em hinekî keniyan.
Lê para rastiyê tê heye, gelek serokên ku bi Kurdistana serbixwe dest pê kirin nuha li têleke din dixin, vê gotinê qet nagrin devê xwe.
Beyî wezîra YE Birgîtta Ohlsson, seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Şermîn Bozarslan, birêvebirê kitêbxaneyê Newzad Hirorî û çend swêdiyên din jî peyivîn û li ser girîngiya kitêbxaneyê rawestiyan.
Min li jor qala xwarinê kir.
Kurd ji bo mêrên jêhatî, dibêjin ”mêrê rojên giran”!
Lê min nebihîstiye kesî tiştekî wiha ji bo jinan gotibe, ez nuha dibêjjim, bira ev jî patenta min be… Dibê meriv ji bo jinên kurd yên jêhatî û bi xîret bibêje, ”jinên kurd jinên rojên giran in.”
Weke her tim, îro jî gelek xwarinên şikil şikil çêkiribûn, li hembr swêdiyan em serbilind kirin.
Tahm û lezeta xwarinên wan hîn di devê min da ye.
Ji bo vê xebat û keda wan ez sipasî hemûyan dikim.
Min du rismên wan girtin û got ezê îşev pesnê we bidim. Bi vê nivîsê ez soza xwe tînim cî.
Netîce rojeke din ji emrê me kêm bû, lê rojeke xweş bû…
Xwezî hemû rojên ji emrê me kêm dibin wiha xweş derbas bûna…

Mar û tirba sipî

Dibêjin hebû tunebû, şivanekî kal û pir feqîr hebû.
Bêyî çend mîhî û bizinan, tu hebûneke wî ya din tunebû. Wî her sibe, berî ku berbang lêxe pezê xwe ji fêzê dikşand, dibir çêrê.
Ew him şivanekî jêhatî bû, him jî bilûrvanekî baş bû. Dema pezê wî diçêriya wî ji xwe ra têra dilê xwe li bilûrê dixist.
Rojekê, dîsa xwe dabû ser kevirekî, li bilûra xwe dixist, ji nişka ve ji nav dereke bi hoşib xiştînek bihîst.
Hew carê dît marekî tu dibê ziya, dikşe û ber bi wî ve tê.
Mar gelkî nêzîkî wî bû, lê dûra sekinî û rabû ser dêla xwe û li ber dengê bilûrê dest bi dîlanê kir, wek govendgirekî sereke li ber dengê bliûrê lîs û ha lîst...
Demeke dirêj bi dilşadî, têra dilê xwe reqisî, dûra jî vegeriya, çû ket qulika xwe.
Lê piştî demeke kin dîsa ji qulika xwe derket, anî zêrek danî ber şivên û çû...
Mar û şivan bi vî hawî bûn heval û dostên hev, êdî salê donzde meh, her roj serê sibê şivan diçû ber qulika mar û jê ra li bilûrê dixist.
Gava mar dengê bilûrê dibihîst, ji qulika xwe derdiket, diçû li ber dengê bilûra şivên dest bi lîstik û govenda xwe dikir. Û dûra jî dibir zêrek datanî ber şivên û diçû diket qulika xwe.
Bi vî hawî di nava çend salan da şivan gelkî dewlemend bû. Rojekê ji xwe ra got:
-Ez merivekî kal im, nigekî min li vê dinê ye, nigekî min jî li wê dinê ye. Şikir ji Xwedê ra wa ye mal û serweta min jî pir e. Berî ez bimrim dibê ez herim mala Xwedê tewaf bikim, bibim hecî.
Ban lawê xwe kir, nêta xwe ya çûna Hecê û çîroka xwe û mar ji serî heta dawî jê ra got. Û dûra jî got:
- Kurê min, bi xêra serê vî marî em dewlemend, zengîn bûn, divê em tu carî pê ra bêbextiyê nekin. Piştî ez çûm jî dibê her sibe tu pezê xwe bibî wir û li wê dera min ji te ra gotiye, li ser wî kevirî rûnî û pifî bilûra xwe bikî. Piştî demeke kin marekî zêrdil ewê ji qulika xwe derkeve, were li hember te dîlanê bigire. Dema dîlana xwe qedand ewê zêrekî deyne ber te û here. Lê temiya min li te lawê min, bi nêta ku tu yê xezîneya wî bi dest xî, nebe ku tu pê ra bêbextiyê bikî, wî bikujî. 
Lêwik got baş e.
Dotira roja bavê wî çû Hecê, lîwik wek bavê wî lê temî kiribû, rabû pezê xwe bir wê dera bavê wî jê ra tarîf kiribû. Li wir, li ser wî kevirê bavê wî gotibû rûnişt û dest bi lêxistina bilûra xwe kir.
Piştî demeke kin bi rastî jî mar ji qulika xwe derket, wek bavê wî gotibû, hat li hember wî dest bi reqsê kir.

Lêwik jî bi dil û can jê ra li bilûrê xist. Li ber xweşikiya dengê bilûrê mar dîsa mest bû, wek masiyekî di avê da, wek tak rihana ba lêxe, xwe bi vî alî û wî alî da li ba dikir û direqisî.
Piştî dîlana xwe qedand çû ji qulika xwe zêrek anî û danî ber lêwik û çû.
Wek ku bavê wî temî lê kiribû, ew her sibe diçû hinda qulika mêr û jê ra li bilûrê dixist.
Lê piştî çend rojan lawik ji vî karê xwe aciz bû, rojekê ji xwe ra got:
-Ma heta kînga ezê bilûrvanî û xulamtiyê ji vî marî ra bikim. Bavê min merivekî kal û diltenik e, newêrîbû ew bikuşta. Lê ez xort im, ez jêhatî û cesûr im. Bi Xwedê ezê wî bikujim û xizîneya wî ji bin da vala bikim. Ez nikanim her roj ji bo zêrekî werim vir û jê ra li bilûrê xim. Bi vî hawî ezê him bibim xwediyê xizneyê(defîneyê, gencîneyê), him jî xwe û bavê xwe ji vî ezabî xelas bikim.
Lêwik piştî ev biryara xwe da, rabû çû ji xwe ra şûrek peyda kir. Dotira rojê şûrê xwe kir bin kulavê xwe û weke her tim çû li ber qulika mêr dest bi lêxistina bilûra xwe kir.
Wek her roj, mêr (mar) dîsa hat li hember wî dest bi dîlana xwe kir. Piştî bîstek reqs, lêwik serxwşî û mestiya mêr (mar) ya li hember dengê bilûrê wek firsendekê dît û ji nişka ve şûrek daweşandê.
Lê derb li dera mêr ya şên neket, li dêla wî ket û hinek ji dêlê qut bû.
Lê mêr (mar) jî keys dît, xwe çindî ser kir, pê veda…
Mar pir bi jahrî bû, lema jî lêwik beqa nekir, cendekê wî tavilê nepixî, dûra jî mir.
Êvarî, gava gundiyan dîtin lawik venegeriya mal, meraq kirin, rabûn lê geriyan. Destê sibê cendekê wî dîtin. Li wê dera ku mêr pê vedabû jê ra gorrerk(tirbeke) sipî çêkirin û ew li wir veşartin.
Çaxa roja vegera heciyan hat, gundî çûn pêrgî heciyên xwe. Gava bavê lêwik bala xwe dayê lawê wî ne di nav gundiyan da ye, di cî da texmîn kir çi qewimîye. Di dilê xwe da got:
- Wer xuya dike lawê min bûye qurbana sergermiya xwe. Dema çû mal, dît ku tirs û texmîna wî rast bûye.
Bavê reben pir li ber mirina lawê xwe ket.
Lê li gel vê jî nefikirî here mar bikuje, heyfa lawê xwe jê bigre. Çimkî wî zanîbû yê neheq lawê wî ye, ne mar e.
Dotira rojê rabû pezê xwe da ber xwe û çû ciyê xwe yê her tim. Li nêzî qulika mêr li ser kevirekî rûnişt û wek her tim pifî bilûra xwe kir.
Bi dengê bilûrê ra mar ji qulika xwe derket, lê wek berê nêzikî lê nekir. Bavê lêwik got:
-Birakê mar, çima tu bi pêş da nayê û wek berê dîlanê nagrî? Ma ne em dost û birayên hev in?
Marê dêlqut lê vegerand, got:
- Heta ku ev tirba sipî li pêş çavê te be û dêla min a qut jî li pêş çavê min be, em tu carî nikanin bibin dost û hevalên hev.
Mar bêyî ku li benda bersîva bavê lêwik bimîne çû ket qulika xwe û hew derket…

Sebebê bindestiya kurdan

Ev hefteyeke li hin bajarên Kurdistanê hin kurdên soran li dijî hukûmetê û PDK-ê xwepêşandanan dikin.

Dema meriv bala xwe dide van protesto û tevliheviyên dawî meriv hinekî din baştir fêm dike ku kurd çim aheta nuha nikanîbûne bibin xwedî dewleteke serbixwe...

Helbet hêza dijmin û şertên derve di vî warî da roleke mezin lîstiye.

Lê bi dîtina min sebebê esasî kurd bi xwe ne, kurdan tu carî serokatî û mezinayiya hev qebûl nekirine.

Ji dêlî serokatiya yekî kurd, bindestiya dijmin tercîh kirine.

Û bi zorê jî kesê nikanîbûye zora hemû raqibên xwe bibira û serdestiya xwe îlan bikira.

Li welatên din mîrek, begekî zora hemûyên din biriye û hakimeyta xwe îlan kirye.

Lê yê me kurdan ev yek mimkûn nebûtye.

Ne bi rehetî kesî hevûdu qebûl kiriye û ne jî zora ku kanibe yekîtiyê pêk bîne li ba kesî peyda bûye.

Loma jî em hîn bindest in.

Helbet li Kurdistanê bertîl, gendelî û gelek nelirêtiyên din jî hene, lê sebebê van tevlihviyan yên esasî ne ev problem in.

Li Swêd jî her roj bûyerên wiha derdikevin, lê ji bo vê, kes êrîşî merkezên partiyan nake.

Loma jî sebebê esasî yên van bûyeran dijminatî û qebûlnekirina hevduye. Di nivîsa xwe ya do da jî min ev nuxte dubare kir.

Rastî ew e ku hin kurdên soran naxwazin kurmancan weke kurd û barzaniyan jî weke serokên xwe qebûl bikin.

Bi dîtina min sebebên din hemû bahane ne.

Heta ku li başûr kurdên wiha difirkirin vê dîtina xwe neguherin, bûyerên wiha eewê tim rû bidin.
Yek rê li ber kurdan heye(zor û şer malwêanî û dubarekirina trajediyên berê ye), ew jî diyalog, hevkarî û îqna ye.

Ji bo selametiya miletê kurd, dibê yên biaqil hin tawîzan bidin kesên nebiaqil û dïn, ji bo ku rê li ber felaketên mezin werin girtin.

Ez hêvî dikim ku serokên kurdan ewê vê meselê sist negrin û nekin mesela prestîj ya jî heqî û neheqiyê...

Mesele ne kî bi heq, kî neheq e, ev yek netîceyê naguhere.

Mesele rawestandina bûyeran û careserkirina meseleyê ye, dibê ev yek zû pêk were...

PARVE BIKE