30 november 2022

Kurdên serketina Îranê dixwazin jî hene

Gava do Amerîkayê li Qeterê di futbolê da Îran 0-1 bir ez û xanim pir  kêfxweş bûn.

Îranê beşekî welatê min dagir kiriye û zulmeke mezin li miletê min dike. Ji roja Humeynî hate ser hukum û vir da ye vê van meleyên qatil bi hezaran kurd kuştine û bi darda kirine.

Vê rejîma îslamî ya faşîst, xwînmêj jiyan li kurdan kiriye dojeh. Kurd nikanin bîna xwe bigirin. Vana neviyên qatilên Simko Axayê Şikak, Qazî Mihemd, Dr. Qasemlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran canfîdayên kurd in.

Dibê em ji beweriya xwe bi beyanên Îranê neynin

Tê gotin xwedêgiravî Îran li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava derketiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ra peyivîye, jê xwestiye Tirkiye êrîşî ser herêmên kurdan neke.

Îran di resmîyetê da li dijî dagirkeriya Tirkiyê xuya dike, lê di bin ra çi dike meriv nizane.

Rûsya jî resmî li dijî êrîşên Tirkiyê ye, lê balafirên Tirkiyê bajarên kurdan bombebaran dikin.
Tirkiye her roj Kurdistanê topbaran dike.

29 november 2022

Facebook bûye holçîka zarokan

Facebook tam bûye platformeke pêkenînê, zarokxaneyeke zarokan.

Îro saet di 09.00a da dîsa kontoya min 6 rojan girtin. Gotin te di nivîsa xwe "masîyê mezin masîyê biçûk dixwe" da kîn û nefret belav kiriye.

Li ser vê, min ev twîtta jêr nivîsî:
”Facebookê dîsa 6 rojan kontoya min girtiye. Sebeb jî ev nivîsa min(masîyê mezin masîyê biçûk dixwe) nîşan dane, gotine ev nivîsa te li dijî qaîdeyên me ye, tu kîn û nefretê belav dikî.

FB bûye medyayek Tirkiyê, qebûl nake ez qala zulma Tirkiye li kurdan dike bikim.

28 november 2022

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe

Li Asyayê, li Afrîqayê kî kanibe bi kê zorbatiyê lê dike, dipeliçiqîne. Masiyê mezin masiyê biçûk dixwe. Em masîyekî biçûk in, tirk jî masîyekî mezin in, lema dixwazin me bixun.

Miletê tirk, partiyên mixalif, komele, sendîka û dezgehên mafên mirovan jî li dijî vê yamyamiya hukûmeta xwe dernayên, nabêjin çima hûn dixwazin miletekî ji kok da ji welatî wî derxin?

Ev jenosîda miletekî ye, dema meriv kanibe bi miletekî meriv qir nake. Tiştê Tirkiye dixwaze li Kurdistana Rojava bike JENOSÎDEKE mezin e.

27 november 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 26a çêkir

Foto: Sidqî Hirorî

Me îro li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 26a ya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) çêkir.

19 endam beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê da du kes, Mihemed Elî Kût û seroka Yekîtiyê ya berê Nesrîn Rojkan bûn namzedên serokatiyê. Nesrîn Rojkan xanimê 8, M. Elî Kût jî 10 ray girt û M. Elî Kût bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yê nuh.

Zinar Soran, Temûrê Xelîl, Hêdî Gomeî bûn endamên Komîteya Karger.
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.

26 november 2022

Futbol ne herb e, lîstikeke

Min hetanî deqîqa 23a li maça Arjantîn-Meksîkayê temaşe kir, dûra min kanal guhert, dev ji temaşekirinê berda. Meksîkî topê nalîzin, herbê dikin. Futbol ne herb e. Xweşikî, estetîk, huner di futbola wan da tune ye, herbê dikin.

Maça Fransa- Danîmarkayê muhteşem bû, min û xanimê zewqek mezin jê girt.

Ez û xanima xwe bi hev ra maçan temaşe dikin û komentar dikin. Min zewqa futbolê di wê jî gerandiye. Çaxa yek yekî dixîne, ji kîjan alî be ferq nake, xanim ji ciyê xwe hol dibe, dixwaze here li yê neheq xe, dibêje "ê law le nuha lawik seqet bibe?"

Amerîka bi siyaseta pişopişo nikane Tirkiyê bisekinîne

Tirkiyê bi çeteyên xwe yên Daîşê Baregeha Hêzên Hevpeyman a Hesekê fuzebaran kirine. Bbarêyî Tirkiyê kes nikane fuzeyan bavêje ji baregeha Hêzên Hevpeyban da. Ev karê Tirkiyê ye.

Tirkiye bi êrîşên wiha dixwaze reaksîyona Amerîkayê fêr bibe, hela ka Amerîka ewê çi bersîvê bide?
Di van êrîşan da di nav 6 rojan da 59 kes kuştine, bi sedan kes jî birîndar kirine.

Bêdengî, sistî, bersîvnedan Tirkiyê aşûnî dike, bêtir har û êrîşkar dike. Heger Amerîka bi rastî jî dixwaze dagirkeriya Tirkiyê rawestîne, 2 milyon kurd ji welatê xwe bi çolan nekevin dibê bersîveke cidî bide Tirkiyê, gava Tirkiyê êrîş kir dibê lêxin.

25 november 2022

25 saliya Kitêbxaneya Kurdî pîroz be !

 

Me îro li Kitibxaneya Kurdî 25 saliya wê pîroz kir. Gelek kurd û swêdî hatibûn. Şeveke pir xweş bû, bi xwarin, muzîk, axaftin û sohbetên germ bû.
Kitêbxanê dîplomeyeke sipasdariyê da kesên alîkarî bi Kitêbxaneyê ra kirine. Min jî sipasnameya xwe girt.
Gelek sipas ji Newzad Hirorî û her kesê ev şeva xweş amade kiribûn.

Tirkiye bi gotinê nasekine, dibê Amerîka zorê nîşan bide

Zora zaliman ev e, li ber çavê dinyayê tirk dikin bi darê zorê me ji welatê me, ji gund û bajar û malên me derxin.

Serokên Tirkiyê dibêjin hûn kurd in em ji we hez nakin, lema jî emê we ji welatê we derxin û hinekên din di dewsa we da bi cî bikin.
Zorbatiyeke wiha di serdema navîn da dibû, lê tirk çavên wan me dibire, lema jî dibê gerek hûn Kurdistana Rojava teslîmî me bikin. Heger hûn nekin, heger hûn teslîm nebin emê we gişan qirr bikin.

24 november 2022

Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê


Hey gidî dinyayê, zalimê, bêwefa yê !

Sal û zeman zû derbas bû, wek ava çeman herikî, çû.

Por zû sipî bû, pişt zû xûz bû, roniya çavan kêm bû, hêz nema. Dest qermiçîn, poz mez mezin bû, xabxabka gewriyê daket.

Ji xortaniyê tiştê di destê me da maye ev çend xatire û fotograf in, em lê temaşe dikin, bi hesreteke kûr sebra xwe pê tînin, salên borî ji nuh ve tînin bîra xwe.
Heyfa ciwaniyê kalbûn û pîrbûn li pê tê. 
Sal 1980. Newroz, Almanya, bajarê Kolnê.

23 november 2022

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e

Xwedê kir Tirkiye bi qasî Amerîkayê ne xurt e, heger Tirkiye bi qasî Amerîkayê xurt bûya tirkan ewê dinya êsîr bigirtana.

Osmaniyan çi dikirin tirkên îro jî ewê ynî tişt bikirana. Kanibin bi kê pê li serî dikin, dipelixînin, ji ortê radikin.

Tirk ku derê bigrin miletê wê derê diqelihînin, miheheq ji ortê radikin.

Xwedê nenûka wan dirêj ne, nikanibin tu carî xwe bixurînin.

Tirk bi qasî Amerîkayê xurt bûna ewê ne Kurdistanê tenê, ewê tevayiya Sûriyê, Îraqê, nîvê Îranê, nîvê Bûlgarîstanê, nîvî Yûnanîstanê, Azerbeycan, Êrmenîstan, teviya Qibrisê û gelek welatên din dagir bikirana û ji welatên dinyayê gişan xûg, bacek mecbûrî bigirtana.

22 november 2022

Bi van êrîşan Tirkiye dixwaze rê li ber avabûna Kurdistana Mezin bigre

Rojnamevana bi navê Nur Baturê gotiye:

“Artêşa Tirkiyê dixwaze ji sînorê Îranê ber bi Behra Sipî ve, erdnîgariya kurdan û herêmên xweser ên kurdan nebin yek. Bi van operasyonan dixwazin pêşiyê li çêbûna Kurdistana Mezin hebe bigirin.”

Vê rastiyê êdî ne kurd tenê, hukûmet jî, tirk jî dibêjin. Bi dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê û bi van êrîşên ser Kurdistana Rojava yên bênabên dixwazin coxrafiya Kurdistana mezin ji hev qut bikin, ji bo ku rojekê Kurdistaneka mezin çênebe.

Qetilkirina kurdan bi dilê kurdên AKPê ye

Bi sedhezaraan kurd hevalên AKPê ne, gelek wezîr û parlamenterên AKPê kurd in.

Ev çend roj in balafirên Tirkiyê Kurdistana Rovava bombebaran dikin, li Kobanê, li Dêrika Hemko 11 kes kuştin, gelek kes birîndarên giran in. Îro jî Hesekê bombebaran kirine, li vir jî kuştî û birîndar hene.

Her roj Kurdistana Rojava topbaran dikin, çend kurdan dikujin, malên xelkê bi ser serên wan da huldiweşînin. Ji ber ku kurd in vê zulmê li kurdan dikin. Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî ji bo vê dagir kirin. Ji bo ku xelkê Kobanê kurd in dixwazin Kobanê jî dagir bikin.

21 november 2022

Me dengê xwe li dijî terora Tirkiyê bilind kir


Îro li ber meclîsa Swêd li dijî êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava û teslîmiyeta Swêd a li hemberî Tirkiyê protestoyek hebû. Ez jî beşdar bûm.
Tirkiye dixwaze Swêd çend kurdan û çend rojnamevan û nivîskarên tirk teslîmî Tirkiyê bikin.

Hukûmet Swêd jî çiva dide xwe, eşkere nabêja na, em merivên siyasî teslîm nakin. Di bin ra bi Tirkiyê ra dixebitin. Di protestoyê da ev durûtî û teslîmiyeta hukûmeta Swêd hat rexnekirin.

Protesto ji alî Kurdo Baksî û Amîna Kakabaveh va hatibû organîzekirin. Protestoyê saet di 18.00a da dest pê kir, di 19.00a da qediye.

Ji nêza gurrî bûne bela xwe di me didin

Her cara tirk topê davêjin, rût û repal dibin, bi parsê dikevin, ji nêza gurrî dibin, bi milyonan bêkar, birçî dimînin bela xwe di me kurdan didin, wek gurên har êrîşî me dikin.

Di sala 1960î da bi hev ketin êrîşî kurdan kirin, di cûnta leşkerî ya1970î da eynî tişt kirin, di sala 1980î da eynî tişt kirin.

Nuha jî eynî tiştî dikin. Dîsa ji birçîna rûviyên wan bi hev zeliqîne, ji nêza gurrî bûne xwe di dîwaran didin. Dewlet bûye rêbir, çetecîtiyê dike. Milet  bêkar e, birçî yê, ji bo ku bala tirkên birçî, bêkar bidin aliyekî din êrîşî kurdên binxetê dikin. Bi bêbextî hin derewan li hev tînin.

20 november 2022

Balafirên Tirkiyê dîsa bombe bi ser serên kurdan da barandine

Balafirên Tirkiyê do bi şev ji Kobanê bigre heta bi Silêmaniyê û Qndîlê gelek derên Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr bombebaran kirine. Di êrîşê herî kêm 30 kes hatine kuştin. 15 jê kesên siwîl in. Di nav kuştiyan da leşkerên Sûriyê jî hene.

Rejîma Tirkiyê ya faşîst har bûye, dixwaze Kurdistana Rojava û Başûr  ji kurdan paqij bike, vî çelê zivistanê bi milyonan kurdî ji welatê wan, ji gund û bajarên derxîne. Tiştên anîn serê êrmeniyan bînin serê kurdan jî.

Wer xuya dike serokê Tirkiyê Erdogan ji Pûtîn û ji Amerîkayê destûra qetlîam û tehcîra miletê kurd girtiye.

Heger Rûsyayê saha hewa ji balafirên Tirkiyê ra venekira, nikanîbûn kobanê bombebaran bikin. 

19 november 2022

Kekê Salih Şahîn jî xatir ji me xwest

Av. Salih Şahîn

Kurdperwerê hêja, fedekar, dildarê kurd û Kurdistanê kekê Salih Şahîn sê roj berê ji dinyayê û ji me, ji hevalên xwe yên micadelê xwatir xwest.

Rahma Xwedê lê be, gorra wî bihuşt be. Serê malbat û zarokên wî sax be.

Çend bîranînên min bi kekê Salih Şahîn ra.

Kekê Salih Şahîn hevalê bavê min ê rahmetî bû, di nabêna 1961-1970î ew û bavê min bi hev ra di TÎPê da xebetîbûn. Min ev yek nizanîbû.

Çend teşbîhên li ser dev

Xanimê di telewîzyonê da li programa Robînson temaşe dikir. Di programê da keçikekê zimandirêjî kir, zêde dev avêt ji xelkê ji yên din da. Xanim jê aciz bû,  ji keçikekê ra got "devgalika heram"!

Bi vê minasebetê çand navên em li dev dikin hatin bîra min. Li ba me nav û nîşokan pir li hev dikin, lê ilim jî jin zêde navan li hev dikin. Çend navên li dev dikin:

18 november 2022

Em ketine demsala payiza dawî

30-40 sal berê kesên der û dora me, dost û hevalên me, dê û bavên me hewqasî li pey hev nedimirin.

Em ciwan bûn, wê demê ne wexta mirina wan û me bû. Lê nuha em hatine nêzî dawiya rê, roj tuneye yek du kes ji nav me kêm nebin. Her roj em rahmê li çend miriyan tînin.

Em ketine demsala (mûsima) payiza dawî, em yek bi yek dikevin binê axê. Her kes zane mirin heye, rojekê ewê were li deriyê meriv jî xe.

Lê dîsa jî kes naxwaze mirina xwe qebûl bike, meriv tim wek merivekî nemir hereket dike.

Mirî diherin xelas dibin, derd dimîne ji yên zindî ra.

17 november 2022

Zulma yê xurt ji nedîva tê dîtin

Ev sê roj in Fasebookê kontoya min girtiye. Hetanî sibe van çaxan jî ewê venebe. Ev neheqiya FBê bi min pir zor tê, lê ez nikanim tiştekî pê bikim. Nikanim xwe biparêzim, nikanim neheqiya wê îspat bikim.

Dinya wiha ye, xurt zulmê dikin ji wan ra dimîne, zulma wan, terora wan ji wan ra dimîne.

Welatê me dagir kirine, di ser da zulmê li me dikin, her roj me dikujin, welatê me topbaran û bombebaran dikin, ji ber ku xurt in dinya li zulma wan temaşe dike.

16 november 2022

Ji Wêranşarê çend peyvên xerîb

Do xanimê li ber tirşika bamîya bulxurekî(savar)bi sewz çêkiribû. Çer çend kevçî xist sehana min bîneke ne xweş jê defiya.

Min got xanim bîn ji vî bulxurî tê. Got bîna nayê min. Min dîsa bîn kir, erê bîneke pîs jê dihat.

Min got xanim, navekî vê bînê heye, dema bîn diket bulxur û birincê me navek lê dikir, ew nav tê bîra te?
Got erê tê bîra min, me digot bulxurê me "hinikî" bûye.

Min li ferhengên li ba xwe û li yên dîgîtal nêrî di yekê da jî rengdêra ”hinikî” tune ye.

15 november 2022

Derdê hin siyasetmedaran nayê kişandin

Siyasetmedarên me na ne ji serpêhatiyên bav û kalên xwe, ne jî ji yên xwe ders û ibretê nagirin, ji vir û bêbextiyên dijmin bawer dikin û bi wan buhtanan hevdu tometbar dikin.

Derdê hechecikê ji xelkê Yemenê pirs kin, derdê siyasetmedarên kurd jî ji kurdan pirs kin. Derdê hin siyasetmedarên kurd nayê kişandin.

14 november 2022

Kurdek nedîtin wezîfe dan yeka ereb

Ji ber teqîna do li Stenbolê çêbû dîsa barek derew li hev ragirtine, ev bûyera terorîstî bi PKKê, PYDê, YPGê ve girê dane.

Êdî PKK têrê nake, tim PYD, YPGê jî pê ve dikin. Dibêjin ne PKKê tenê, hersiyan bi hev ra biryara teqîne Stenbolê dane. Çimkî hedefa wan ji PKKê bêtir êdî PYD, YPG ye. Dixwazin êrîşî Kobanê û rojavayê Kurdistanê bikin. Ji bo wê ev senaryo tertîp kirin.

Ji do da ye Stenbol li Kurdan kirine dojeh. Xuya bû ewê wiha bikin, ewê tiştekî li hev ragirin. Ji zû da ye ji bo ku Kobanê jî bikin Efrîn dek û dolaban digerînin, pilanan çêdikin.

Hetanî hilbijartinan tiştên wiha ewê zêde bikin; ev îhtîmal xurt e.

Dikin zulma xwe ya li ser kurdan hinekî din zêde bikin.

Dijminatiya nav malê li zirara me ye

Normal e di nabêna partiyên siyasî gelş û fikrên cihê hebin, hin deman nabêna wan pir ne baş be.

Lê wek her tiştî siyaset jî diguhere, yên îro li dijî hev in sibe kanin bibin mitefikên hev.

Lema jî dibê meriv bi çavê dijmin li hev nenêre. Çawa be jî em yên hev in, partiyên miletekî ne.

Pêşiyên me gotine bira birakî min hebiya, bira dînekî eware biya, rojekê ewê sitara serê min biya.

13 november 2022

Civînek û bîranînek dilşewat


Mehmet Dehsiwar îro li Stockhomlê li Kitêbxaneya Kurdî romana xwe ”Sîbera şeva tarî” da nasîn û ji xwendevanan ra îmze kir.

Roman 415 rûpel e, îsal ji alîa Weşanxaneya APECê hatiye çapkirin.
Mehemed Dehsiwar nivîskarekî berhemdar e,  ev romana wî ya şeşa ye. Çend roman jî ji swêdî wergerandine kurmancî.

Di civînê da xanimeka ji bakurê Kurdistanê bi mîvanî hatibû Swêd qala serpêhatiyeke xwe ya dilşewat kir, got:

Dibê meriv ji welatê xwe, ji bajarên xwe hez bike !

Welatê tirkan, bajarên tirkan çiqas xweş bin jî dibê meriv pesnê wan nedin.

Bi baweriya min meriv pesnê welatê dijminê xwe nade. Welatê wan, bajarên wan xweş in çi ji me ra ?

Ji welatê xwe, ji bajarên xwe hez bikin, pesnê xweşikiya welatê xwe, bajarên xwe bidin.

Diya xelkê nabe diya meriv, welatê xelkê nabe welatê meriv.

12 november 2022

Dijminatiya îdareyên başûr û rojavayê Kurdistanê xwelîserî ye

Gelek kurd li dijî îdareya Kurdistana Rojava ne, agir lê dibarînin, ji rejîma Esed bêtir êrîşî wê dikin.

Gelek kurd li dijî Kurdistana Başûr in, kevir û kuçikan lê dibarînin, ji ereban bêtir êrîşî kurdan dikin.

Ez nabêjim dibê kes wan hukûmetan, wan serokan rexne neke, kêmasî û şaşiyên wan, nelirêtiyên wan nebêje; bêguman dibê meriv bibêje, bi zimanekî siyasî rexne bike.

Lê neyartîya wan, reşkirina wan ne rast e, malwêranî ye, koranî ye, xwelîserî ye.

Ew tunebûna kî yê li dewsa wan li ser hukum bûya?

11 november 2022

Neyartiya bi kurdan ra tirk kirine robot

Neyartiya bi kurdan ra tirk ji medenîyetê, ji însanîyetê, ji aqil dûr xistine, kirine robotên zindî.

Li Tirkiyê her sal di 10ê meha 11a, saet ji 09:05 bibihure elarmek lêdikeve, tirk, di tirênan da, di otobozan da, li her derê bi qiç û pîlan ve wek leşkeran dikevin hazirolê.

Însan ne zirdîn be xwe naxe vî halî...

Îdeolojiyek faşîzan aqil ji miletekî stendiye, kiriye robot, kiriye civateke dîn.

10 november 2022

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro

Her kar dibê di wexta xwe da bibe. Çandinî jî, çinîn jî dibê di wexta da bibe.

Çandiniya bi derengî meriv nikane tu berhemê jê bigre, tu hasilatê jê rake.

Kurdan 50-60 sal berê, 40-50 sal berê qedir bidana zimanê xwe, tirkî nekirana zimanê xwe, zarokên xwe bi kurdî mezin bikirana kurdî nuha ne di ber sikratê da bû.

09 november 2022

Li Hewlêrê zimanê bazarê dibe erebî û tirkî

Di Twîtterê da ez rastî wîdeoyeke dibê em li ser bipeyivin hatim. Li Hewlêrê rojnamevanekî Rûdawê diçe aşxaneyekê dixwaze xwarinê temî bike, lê kes bi kurdî nizane, karkir giş ereb in.

Rojnamevan dibêje li Hewlêrê ev mesele êdî bûye gelşeke mezin, gelek aşxane, qahwexane karkirên wan ereb in, bi kurdî nizanin. Wek mişterî dibê tu bi wan ra bi erebî bipeyive.

Yanî kurd li welatê xwe, li paytexta Kurdistanê nikanin li aşxaneyekê bi zimanê xwe xwarinekê temî bikin; dibê bi erebî bizanibin.

08 november 2022

Kes ji bo xatirê kurdan nebûye nivîskar

Hin nivîskar bi uslûbeke wer dilşewat qala nivîskariya xwe dikin fena ku xêrekê, çêyiyekê bi kurdan dikin. Fena ku ji bo xatirê kurdan dinivîsin, ji bo xatirê kurdan jiyana xwe weqfî zimên û nivîskariyê kirine.

Heyra, miletê kurd kes mecbûrî nivîskariyê nekiriye, kî çi dike bi kêfa xwe û ji bo xwe dike.

Tiştê meriv bi xwe hilbijartiya dibê wek fedekariyeke ji bo kurdan nîşan nede.

Dibê meriv karê xwe, nivîskariya xwe wek fedekariyekê, wek minetekê teqdîm neke. Kesî kes mecbûrî nivîskariyê nekiriye.

07 november 2022

Facebookê 30 roj ceza daye min

Ecêba giran, êdî ne bi başî, ne jî bi xerabî meriv nikane di Facebookê da navê partiya apociyan bibêje. Dibê meriv herfa "P" û du heb "K" neyne ba hev.

Ji ber ku min di komentara xwe ya nivîsa Faris Medenî Marşîl ya li ser mohra KÎPê da navê ”PKKê” bi kar aniye Facebookê nivîsa min rakiriye, gotiye ”30 rojî tu nikanî weşana zindî bikî û reqlamê bidî.”

Sûcê milet jî pir e

Li tîmarxanê(nexweşxana aqil)dînekî xwe serberjêr bi asraxê xênî va bi darda kiribû, digot ez lampe me, ez hundur ronî dikim.

Kesî nikanîbû ew daxista jêr. Çiqasî li ber digeriyan, digotin dakeve lê danediket. Digot heger ez dakevim hûnê di tariyê da bimînin, hûnê ber xwe nebînin.

Pir li ber geriyan daneket. Dawiya dawî çûn ba serhekîm, mesele jê ra gotin.
Serhekîm hinekî fikirî, got:

-Herin jê ra bibêjin ceyran(elektirîk)qut bûye, êdî ne hewceyî te ye, dakeve.

06 november 2022

Nezanî serê meriv dixe teqreqê


Ax ji derdê nezaniyê !
Vazoyeke me ya pir xweşik heye, belkî zêdeyî 30 salî ye em mal bi mal bi xwe ra digerînin. Malê Çîn e, ez pir jê hez dikim. 

Xanimê do xist, devê wê şikand. Destê min lê negeriya bavêjim. Min got ezê bi hev va bizeliqînim.

Min bîstek berê çû ji Bauhausê zamqek super(Loctite super glue power gel)kirî û bi şiklekî pir xerab bi hev va zeliqand.

Lê ji ber nezaniya xwe min lepik nekiribû destê xwe, zamq/lîm di destê min geriya. Ez dikim nakim jê naçe.

05 november 2022

Berpirsiyarên Swêd bûne pîyonên setranca Erdogan

Rojnamevanê swêdî Magnus Falkhed di rojnmeya Expressenê da ji bo wezîrê karên derve yê Swêd Tobîas Bîllstrom metaforek pir xweş û di cî da bi kar aniye, gotiye:

”Bîllstrom li ser textê setrancê yê Erdogan pîyoneke.
Billström är en bonde på Erdogans schackbräde
Billström is a pawn on Erdogan's chessboard”


Ji bo wezîrê karên derve yê Swêd teşbîheke ji viya xweştiktir û rasttir nabe. Lê bi baweriya min ne Bîllstrom tenê, serokwezîr Ulf Kristersson jî li ser textê Erdogan yê setrancê bûye pîyonekî besît.”

Carnan bêdengî baştir e

Vê gavê ji bo kurdan siyaset pir zor bûye. Gelek kurd hatine hemberî hev. Di warê sîyasî da tu çi bibêjî hin nas, hin dost û hevalên te pê aciz dibin.
Wer bûye tu û hevalên xwe yên herî nêz, kesên tu pir jê hez dikî di hin meseleyên siyasî da tam eksê hev difikirin.
Tiştê ew diparêzin, kesên ew bi ezmanan dixînin tu li dijî wan î, tu wan rexne dikî, tu dibêjî xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Lê hevalên heyranên wan in, wan bi asîmanan dixin.
Tiştê ew dibêjin ev riya xelasiyê ye, tu şaş dibînî, tu dibêjî dibê em nedin ser vê riyê.

04 november 2022

Dil îro bijiya şiirê

Nizanim çima, îro dilê min ji nişka ve bijiya xwendina şiirê. Ji min xwest ez jê ra çend şiiran bixwînim, xem û kovanên wî, agirê dilê wî vemrînim.
Min jê ra çend şiîrên kurmancî, tirkî xwendin û jê çend heb jî wergerandin kurmancî.
Şair, hinek kurd in, hinek ne kurd in. Gişan jî xweş gotine, lema jî bûne şiir. Min got bira bi kurmancî hebin.


-Em çi bikin yanî?
Heger rastiyên vê dinyayê hebin, yê me jî xeyalên me hene.

///Pablo Neruda

-Madem tu hez nakî, wê çaxê xwedîtiyê li çavên xwe bike. Bira çavên te neçin, neyên li çavên min nekevin.

///Cemal Sureya

03 november 2022

Gerek em alîkariyê bi weşanxaneyên xwe ra bikin

Do ez bi telefonê bi dostekî xwe yê nivîskar ra peyivîm. Dostê min li Stenbolê dijî, çûbû Fûara Mêrsînê a Kitêba. Min bazara kitêban jê pirsî, min got, maşalê weşanxaneyan kitêb baş firotin.

Camêr keserek kûr kişand, got na wele, tiştê ez zanim karê zirar dernexist. Bi qasî min bihîst kitêbên hatin firotin mesrefên weşanxaneyan dernexist. Ji bo wê jî hin weşanxaneyan gotin careke din emê beşdarî fûaran nebin.

Ez pir xemgîn bûm.
Ez bawer dikim li Fûara Îzmêrê jî eynî tişt bûye, weşanxaneyan li wir jî tu kar nekirine.

Dema xerab were kes nabe pîbarê kesî

Welat Kilinçaslan(Welatê Hemîdê Simaîlaxa)di hevpeyvîna xwe ya di telewîzyona Serhatnewsê da peyva ”pîbar” bi kar anî, got kesên bixwazin bi wan ra pîbar bin nas bikin, Dalkurdê bi hev ra xurttir bikin.
Pîbar peyveke pir xweş e, di maneya alîkariyê, piştgiriyê da ye. Li Wêranşarê, Sêwregê, Dêrikê û Qoserê tê bikaranîn. Belkî li hin derên din jî ev gotin heye.

Min li ferhenga Îzolî, ya M. Emîn Bozarslan, a Mistefa Aydaogan, a Zana Farqînî( çapa 2000î) û li Wîkîferhengê û ferhenga Glosbe ya dîjîtal nêrî, gotina ”pîbar” di yekê da jî tune ye.

02 november 2022

Medyaya Swêd navekî xweş li Kadîrov kiriye



Di medyaya Swêd da her cara qala Ramazan Kadîrov dikin, dibêjin ”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê.” Di medya Swêd da bêyî ku vî navî pêve kin tu carî qala Ramazan Kadîrov nakin.

Rojnameya Expressenê îro dîsa qala jiyana luks a serokê Çeçenîstanê Ramazan Kadîrov kiriye, dîsa gotiye:

”Kûçikê Pûtîn ê êrîşê Ramazan Kadîrofê 45 salî li paytexta Çeçenîstanê li Grozniyê di qesreka pir mezin da jiyanek luks dijî, kincên Prada li xwe dike, lê dibêje ew li Ukraynayê di şer da ye.”

Bi baweriya min medyayê navekî xweş li Kadîrox kirine, bi rastî jî wek kûçikekî Pûtîn hereket dike.

01 november 2022

Dinya bêyî merivên xerab jî nabe

Dil wek şûşê ye, carê derz lê keve, bişkê hew dicebire. Merivên xerab wek çaya germ e, devê meriv dişewitînin, ji tirsa wan meriv pifî dew jî dike.

Lê dinya wiha ye, her tişt bi zidê xwe heye; xerab, pîs tunebûna baş jî ewê tunebûna. Xwe ji merivên xerab, bêbext dûr xin, qedrê başan bizanibin.

-Di sedî da israr meke nod jî dibe. Di gotina însên da nuxsan jî dibe. Zêde bilind mefire li ba xelkê gelekên wek te hene, nebê ez tenê heme, tu tunebe jî dibe.

///Mewlane

Qedir û qîmetê nedin merivên qurre, kesên pir ji xwe razî, pozbilind.

Ez dixwazim hûn vê nivîsê bixwînin

Birayê min Mihemed Berzan bi xanima min ra 5 kitêbên Rêdî Seîd ji min ra şandine. Zargotina gelêrî ye, tiştên folklorîk in, çîrok, sitran û destanên gelêrî ne.

Li ser hev 5 kitêbin, 1170 rûpel e.
Navên kitêban wiha ne:
1-Min xewnek dît
2-Gula perîyan
3-Hêka kelandî û noka kelandî
4-Rêya çûn û nehatinê
5-Rostemê zal û Cîhangîr

PARVE BIKE