30 november 2022

Dibê em ji beweriya xwe bi beyanên Îranê neynin

Tê gotin xwedêgiravî Îran li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava derketiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ra peyivîye, jê xwestiye Tirkiye êrîşî ser herêmên kurdan neke.

Îran di resmîyetê da li dijî dagirkeriya Tirkiyê xuya dike, lê di bin ra çi dike meriv nizane.

Rûsya jî resmî li dijî êrîşên Tirkiyê ye, lê balafirên Tirkiyê bajarên kurdan bombebaran dikin.
Tirkiye her roj Kurdistanê topbaran dike.

Heger Rûsya bi rastî li dijî êrîşên Tirkiyê bûya Tirkiyê nikanîbû wiha bikira. Saha hewayî ya Sûriyê di destê Rûsyayê da ye.

Bêyî destûra Rûsyayê balafirên Tirkiyê nikane Kobanê, Qamîşloyê, Dêrika Hemko bombebaran bike.

Îran jî eynî tişt e. Destûra Rûsyayê û Îranê tunebe Tirkiye nikane van êrîşên xwe bidomîne.

Yanî îhtîmal heye Îran jî derewa dike, ne li dijî dagirkirina Kurdistana Rojava ye. Lê li dij xuya dike.

XXX
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê(Pentagonê) General Patrick S. Ryder ji Tirkiyê r agotiye dev ji êrîşa ser Kurdistana Rojava berde.

Tirkiye vê carê blof nake, bi rastî jî biryara xwe dana Kurdistana Rojava dagir bikin, kurdan ji Kurdistanê derxin. Amerîka dixwaze bisekinîne lê nasekinin. Ev yek girêdayî şêla Amerîkayê ye.

Îhtîmala êrîş bikin ji ya nekirinê zêdetir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE