30 september 2026

Bi serokên tirsonek em çi bedelê giran bidin jî em nikanin tu mafî bi dest xînin

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyarê hêja, li ser serxwebûna miletên bindest ji me ra qala hebûna qanûnên navnetewî dike. Qnûnên navnetewî yên Neteweyên Yekbûyî maf dide her miletî qedera xwe bi destê xwe tayîn bike.
PKK, partîya DEMê û serokên partîyên Kurdistana Rojava rojekê newêrîbûn qala vî mafê miletê kurd ê tayinkirina qedera xwe bikin.

Aşvan tu carî nabe poşman

Aşvan tu carî nabe poşman. Yê bixebite destê wî tim li ser zikekî têr e. Rêya herî dûr jî bi gava pêşî dest pê dike, dîktatorên herî zalim jî bi micadelê têk çûne, miletên bindest gihîştina azadîya xwe.

Yê bixbete zû dereng bi ser dikeve. Tembelî, dudilî malwêranî ye, rêya herî dûr û dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike.
Her milet bi xebatê, bi micadelê ji bindestiyê xelas bûye. Emê ji bindestiyê xelas bibin, bigihîjin azadîya xwe. Têkçûna hin hêzan, gelşên îro gerek me bêhêvî neke.

29 september 2026

Bi milyonan însan kanin bidin dû merivên xerab û dîktatoran

Fîrewn gelê xwe biçûk didît, dixist dewsa ehmeqan. Ji bo wê jî her daxwaza xwe bi wan dida qebûlkirin.  Lê însanan dîsa jî jê hez dikirin, îtîatî wî dikirin.
Çimkî însanên bawerî bi wî dianîn jî êdî ji rê derketibûn.
Ne însanek tenê, gelek kes, bi milyonan însan jî kane ji rê derkevin, bidin dû xeraban, dîktatoran.

28 september 2026

Bersîva bêbextekî bi navê Mehmet Açikgoz

Mehmet Açikgoz, ji ber dîtina min a li ser Huseyîn Yildirim, bêyî ku tu tenezul bikî navê min bidî, bi bêedebîyeke min ji te nedipa, te ez tenê rexne nekirime, te heqaretên giran û bêbextîyên mezin jî  li min kirine.

Te gotiye, ji ber ku Huseyîn Yildirim dêrsimî û elewî ye min gotîye ew merivekî ne baş e, ne hêjayî pesnê ye.
Te gotiye, alerjîya min li hemberî elewîyan û dêrsimîyan heye.

Tu zulm û dîktatorî ne ebedî ye

Tu zulm û zulumkarî ne ebedî ye, her zalim, dîktator zû, dereng rojekê bela xwe dibîne.
Lê ji bo ku zulm zêde nekşîne xebat û berxwedan lazim e. Tiştê pêşiyên me kirine û em dikin ev e, micadela li dijî zulmê ye, xebata ji bo azadîyê ye.

-Heger yê zalim bi israr zulma xwe didomîne bizanibe dawîya wî(talîya wî) nêzîk e.
Heger yê mezlûm jî bi israr li ber xwe dide, bizanibe ku zafer nêzîk e.

27 september 2026

Somalîyan û îslamîstan sîstema Swêd a hilbijartinê tarûmar kirine


Li Swêd di hilbijartinên giştî yên di 13ê îlonê da çêbûn 5 somalî wek parlamenter hatin hilbijartin. Hinekên wan bi tercîhên şexsî hatine hilbijartin. Tê îdîakirin di dengdanan da sextekarî bûye. 

Li ser sextekariyên bûne di ser 12 hezarî ra gilî hatiye kirin. Di tarîxa Swêd da tiştekî wiha nebûye, 12 hezar gilîyên sextekarîyê li welatê herî paşdamayî, li Somalîyê jî nabe.
Somalîyan, ereban û îslamîstan demokrasîya Swêd, sîstema Swêd ya hilbijartinê tarûmar kirine, swêdî gêj bûne, nizanin ewê ji vê qaosê çawa xelas bibin.

Li ser Huseyîn Yildirim û kesên wî diparêzin çend gotin

Piştî mirina Huseyîn Yildirimê abûqat, min bala xwe dayê, fena ku qet tiştekî xerab nekiribe gelek kes pir pesnê wî didin. Min jî bi kinî wiha got:

”Piştî mirina Abûqat Hueseyîn Yildirim, gelek kes pesnê wî didin, wî bi ezmanan dixînin. Dema li welêt bû, di hefsê da çi kiriye nizanim. Lê Husên Yildirimê min li Stockholmê nas kir, ne tu meriv bû; ne hêjayî wan pesnan e. Ne merivekî kurdperper bû jî.”

Dibê meriv nebe mirîdî tu bawerîyê û tu kesî

Dibê meriv tu carî bi koranî, bi bawerîyeke hişk tu kesî, tu fikrê, tu îdeolojîyê, tu partîyê neparêze. Dibê meriv xwedî îradeyeke azad be, kanibe mihakeme bike, nebe mirîdê tu kesî, tu îdeolojîyê.

Bi koranî parastina îdeolojiyekê, sîyasetekê ne rast e, dibê meriv îradeya xwe, azadîya xwe ya fikrî, hêza xwe ya mihakemekirinê teslîmî şexsekî, lîderekî, partiyekê neke.
Di lîteratura sîyasî da navê viya dogmatîzim e, fanatîzim e, mirîdî ye.

26 september 2026

Bi hemşerîyekî min ra sohbeteke 9 sal berê

Ez di arşîva xwe da rastî vê sohbeta xwe ya 9 sal berê bi hemşerîyekî xwe ra hatim. Me çend caran ji hev ra nivîsîye.
Min bala xwe dayê min du du nivîsên xwe da qala gelek tiştên muhîm kirine, îro jî eynî tiştan diparêzim.
Bêyî ku navê wî bidim van herdu nivîsên xwe diweşînim.

25 september 2026

Însan çima xwe dideqînin û lêvên xwe dikin balon?

Di van salên dawî da di nav peya û pîrekan da xwedeqandin, emelîyatên estetîk, botox pir û pir zêde bûye.

Peyayên xwe nedeqandibe û jinên lêvên xwe nekiribin balon û meşk pir kêm in.
Tu bala xwe didê jinên pir xweşik, lihevhatî, wek kulîlkan, bi dev û lêvên xwe lîstine, lêvên xwe kirine balon, bûne ibret. Gava meriv dibîne, bêhemdî kenê meriv tê.

Fûara Kitêban a Amedê îro dest pê kir


Fûara Kitêban a Diyarbekrê îro dest pê kir. 27 weşanxaneyên kurdî beşdarî Fûarê dibin. Fûar ewê 9 rojan, hetanî 4ê cotmehê dom bike.

Kitêbên min ewê li standên Weşanxana Pallê û Weşanxana Dara hebin. Dibê amedî miheqeq rêya xwe bi Fûarê xînin û her yek çend kitêban bikirin.
Ev îmkan her tim nayê ber nigên we.

Tirkiyê ji ber sitrana li ser Amedsporê hesabê zarokekî kurdê 11 salî girt


Zarokekî kurd ê 11 salî bi navê Rohan Sefo, li ser Amedsporê sitraneke bi navê "Lêxe Amedspor" çêkiriye. Li Tirkiyê hesabê wî yê medyaya sosyal hatiye astengkirin. Tirk ji vê sitrana Rohan pir aciz bûne, hesabê wî bloqe kirine.

"Demokrasîya" tirkan hewqas e, qebûl nake zarokekî 11 salî pesnê Amedsporê bide. Ev dewlet tehamul nake zarokekî me li ser tîmeke kurd sitranekê bibêje.

24 september 2026

Kurdên bûne doxa bivirê destê neyar pir in

Darbir ketibûn nav daristanê dar dibirîn, daristan tune dibûn.
Lê belê daran dîsa jî dom kirin, rayên xwe dan bivir.
Çimkî doxa wî ji wan bû, daran ew ji xwe dihesibandin
Charles Bukowsky

Her kesê ji qewmê meriv her tim ne ji meriv e, hinekên wan carnan kanin bibin doxa bivir û serê meriv bibir. Kurdên bûne doxa bivirê destê neyar, heval û rêberên dijminên me pir in.

23 september 2026

Heger em jîr bin em kanin Amedsporê bikin Barselona kurdan


Li ser feyde û zirara futbolê û piştgiriya Amedsporê di nav kurdan da minaqaşe û fikrên cuda hene.
Hinek dibêjin Amedspor zirarê dide hereketa kurd a netewî, kurdan ji kurdayetiyê dûr dixîne, bi futbolê mijûl dike.

Gelo futbol ji bo miletekî bindest bi zirar e, gerek kurdên welatparêz li dijî futbolê derkevin û piştgiriyê nedin Amedsporê û taximên din ên Kurdistanê?

Bi kurtî bandora Amedsporê û futbolê ya li ser hişmendiya netewî ya kurdî babeteke van rojan di nav kurdan da, di nav rewşenbîr, siyasetmedaran û di medyaya sosyal da pir tê minaqaşekirin.
Li ser vê meselê nêrînên cuda û dijberî hev hene.

22 september 2026

Ez bi halê te digrîm !

Îblîs ji nişka ve mêrik himêz kir û bi hîskînî kûrr û kûrr dest bi girî kir.

Mêrik matmayî ma, got:
-Mesele çi ye, çima digrî?
Îblîs devê xwe kir kerrika guhê wî û hêdîka jê ra got:
-Belkî haya te ji te tune ye, lê dibê tu baş bizanibî, tiştê anîne serê te min jî nikanîbû bikira. Wan çawa bîra vê pîncîtiyê, vê şeytanîyê birin, ez fahm nakim! Ez bi halê te digrîm.

21 september 2026

Yekîtiya hêzên pêşmerge hat îlankirin


Li gorî xebera Rûdawê, îro li Hewlêrê bi merasimekê yekîtiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê hat îlankirin. Ji nuha û pê da êdî pêşmerge ne hêzeka tu partiyê ye, êdî artêşa Kurdistana Federe ye.

Gaveke tarîxî ye, bi dil û can pîroz dikim. Înşela di demek nêz da hukûmetê jî ava bibe.
Yêkîtiya hêzên pêşmerge pir dereng ma, ji vê derengmanê miletê kurd zirareke mezin dît; dostên me xeyalşikestî bûn, ji me sar bûn.

AI´yê jî ji min ra got mamoste !

Ji min ra ji malpera Academia.edu ye e- maîlek hat, tê da digot, ”Alî Fut Orenç, di Academiayê da behsa te kiriye.”

Ji vê malperê tim ji min ra agahî tên.
Min xwest nivîsê bibînim, lê nikanîbûm têkevim malperê.
Min ji AI pirsî, min got ma ev çi mesele, Alî Fuat Orenç li ser min çi gotiye?
AI, berê got, ji ber ku te navê xwe negotiye, ez nizanim tu kî yî. Dibê tu xwe bi min bidî naskirin.
Min got, ”ez Zinarê Xamo me”.

Erdogan gotiye ewê cara 4a jî bibe namzetê serokatîyê

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Ucum çar roj berê, di 17ê mehê da got, hilbijartina serokkomariyê ewê di hezîrana 2018a da çêbibe û Recep Tayyip Erdogan ewê careka din jî bibe namzet. 

Li gorî qanûnên Tirkiyê şexsek tenê du caran kane bibe serokkomar, Erdogan 3 caran bû, lê ewê cara 4a jî bibe.

Min berê jî çend caran got, Erdogan heta sax be ji ser wê kursiyê danekeve; ewê heta mirinê serokê Tirkiyê be. Qanûn, manûn ji bo wî ne muhîm e, ew li hev radigire.

20 september 2026

Amedsporê li Amedê qertelê Beşîktaşê basko kir


Amedspor
li seha xwe li hemberî Beşîktaşê 3-2 bi ser ket. Kêfxweş bûm û serketina Amedsporê li lîstikvan û alîgirên wê û pîroz dikim.

Ne Amedspor tenê, kîjan taximê Kurdistanê li hemberî taximekî tirk bi ser keve kêfa min tê, çimkî taximê welatê min e.

Di kîjan sporê da dibe bira bibe, dixwazim kurd zora tirkan bibin, tim kurd qezenc bikin.
Dibê her kurd wiha bifikire, ji sporciyên welatê xwe hez bike û serketina wan bîne.

Micadela me ya ji bo azadîyê dom dike

Li ser micadelê û liberxwedanê Shakespeare tiştekî rast û xweş gotiye:
-Li dera te lê qezenc nekir, tu lê têk çû mesekine, yên zeîf wer dikin, li wir disekinin.
Derîyê li te hat girtin careke din lê nede, kesên bêçare careke din li derîyê lê wan hatiye girtin dixînin.
///Shakespeare

Di serîhildana xwe da vê carê em bi ser neketin, me nikanîbû zora dagirkerên welatê xwe bibira, ev rast e. Lê me dev ji micadela xwe bernedaye, em nequdûmşikestîne.

19 september 2026

Hêzên îslamî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe

Li dinyayê tu welatekî îslamîst îdare dikin ê di nava rehetîyê û huzûrê da ye tune ye. Li her welatê îslamîst li ser hukim in, milet perîşan e, zulm heta qirikê ye, azadî, demokrasî tune ye, şer û teşxele ye, însan jê direvin.

Îslamîstan, misilmanan welatên xwe kirin cahnime, milet perîşan kirin, nuha jî dixwazin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe; li Ewrûpayê jî azadî û demokrasîyê nehêlin.

Wext wek ava çeman diherike

Wext diherike

Wext diherike wek ava çeman
Tu kes nikane bêje hinekî raweste zeman
Çirûskek bû xortanîya temen
Çû û winda bû di nava xeman

Do li dû ma, îro jî rêwî ye bar dike
Wek tike-tika seetê temen kin dike
Por spî dibe, rû diqermiçe
Wexta bêbext her tiştî tarûmar dike

18 september 2026

44 welatan zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kirin, ji 57 welatên misilman welatekî tenê beyan îmze kiriye

Do li Neteweyên Yekbûyî  44 welatan bi beyaneke mişterek ji ber zulma li jinan dibe hukûmeta Afganîstanê rexne kirine. Di nav 44 welatan da welatek tenê, Îmarata Erebî tenê misilman e; 43 welatên din yên xiristîyan û ne misilman in.

57 welatên misilman hene, ji 57 welatan, welatekî tenê, Îmaratê tenê zulma li Afganîstanê li jinan dibe şermezar kiriye. Ji cîhana îslamî, ji welatên misilman ra rûreşîyeke ji viya mezintir tune ye.

Hewcedarîya însên bi qasî bi nan heye, bi şerefê jî heye

Ji bo însên şeref, şexsîyeteke pak, saxlem gelkî muhîm e. Şeref, nirxê manevî yê qedir û rûmeta însan, civat dide meriv e.

Hewcedariya însên bi nan tenê tune ye, bi hesîyet, şerefê jî heye. 
Ji bo wê jî dibê meriv li şerefa xwe miqate be, wek roniya çavên xwe biparêze.
Merivê bêşexsîyet, bêşeref xwedî çi bibe jî, xwedîyê kîjan meqamî be jî ne tu tişt e, bêqîmet e, qurişekî nake.
Pêşiyên me gotine, Xwedê kesî ji şerefê neke !

17 september 2026

7 namzedên kurd ketin parlamentoya Swêd


Encamên dawî yên hilbijartinên Swêd îro resmî eşkere bû. Mixalefeta çep(sor û kesk)bi ferqeke pir hindik, bi sê parlamenteran serketina xwe îlan kir. Serokwezîr Ulf Krîstersson îstîfa kir, heta hukûmet ava bibe ewê li ser hukûm be. Avabûna hukûmetê pir zahmet xuya dike, çimkî di çepha çepta partiyên li dijî hev hene.

Partîya çep(V)dibêje gerek em têkevin hukûmetê, ya na em destegê nadin hukûmeta sosyaldemakratan. 

Hin siyasetmedar dixwazin rexnekirinê li kurdên li Ewrûpayê dijîn qedexe bikin

Li ba heval dostên PKKê û partiya DEMê kultureke ne xweş, kultureke şaş heye, rexneyên kesên li dervayî welêt dijîn qebûl nakin, tinazê xwe pê dikin; dibêjin aya werin vir bixebitin, ya jî devê xwe bigrin, me rexne nekin.

Li gorî wan, kurdên li Kurdistanê najîn û ne di nava xebata sîyasî da ne, gerek xebata wan, sîyaseta wan rexne nekin, ya dibê ji wan ra li çepikan xînin, ya jî devên xwe bigrin, wan rexne nekin.
Çimkî ji kesên wan rexne dikin ra dibêjin,”ji derva zimandirêjiyê mekin, hûn mêr in werin vir, werin bixebitin û tiştê baştir bikin…”

Dar bi fêkîyê xwe, însan bi exlaqê xwe tê naskirin

Exlaq sitûna sereke ya rûmeta mirovahîyê ye, nirxekî pir muhîm e. Ji bo fêmkirina rûmet û şexsîyeta însên exlaq pîvaneka esasî ye. Merivên bêexlaq kanin her fêlbazîyê, her durûtîyê bikin.

Wek di her warî da, di sîyasetê da jî exlaqekî pak, diristî muhîm e.
Pêşîyên me, fîlozofan, merivên zana serê xwe bi exlaq ra gelkî êşandine, gelek gotinên muhîm ji me ra wek şîret, wek mîrateke kulturî hîştine. 
Li jêr çend gotinên li ser exlaq pêşkêşî xwendevanên xwe dikim.

16 september 2026

Hin kurd êdî ji dest me çûne

Hin kurd, hin ronakbîr eslê xwe înkar nekin jî di warê rûhî, psîkolojîk da ji kultur û nasnama xwe ya kurdî, netewî dûr ketine, êdî xwe wek tirkan his dikin, gelşên tirkan yên kulturê, civakî, şaristanî, mîmarî wek gelşên xwe dibînin.
Li dijî dewlata tirk, li dijî tirkan di dilê wan da, di hişê wan da tu tiştekî nagatîv, dijminatî tune ye; fena em û tirk miletek bin, ji bo wê jî her gelşa tirkan ya me ye jî; gerek em kurd serê xwe bi gelşên civka tirk yên civakî, kulturî, şaristanî ra biêşînin.

Berê em xizan bûn, lê ji nuha bextewartir bûn

Dema em zarok bûn pisiklêta me, telefona me ya bêrîkê, bi çewalan lîstokên me tunebû. Lîstokên me qapaxên şûşeyên xazozan, kab û guleyên çînciqî bûn; têl bûn, me bi wan erebe çêdikir. 

Lê em dîsa jî bi lîstokên xwe, bi jiyana xwe bextewa bûn.
Berê em feqîr bûn, perê me pir tunebû, tiştên me yên biha tunebû. 

Dolaba me ne tije kincên marq bû, qondera nigê me ne ya herî biha bû.Telefona me ya bêrîkê, kompîtora me, di bin me da ereb tunebû.

15 september 2026

Îlham di xebatê da tê meriv

Ka vê sibê ez bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojane bikim. Bîsteke din ezê herim ser toxtorê dirana/diransaz. Lema wexta min tune xeberan bixwînim, bifikirim û li ser rojevê tiştekî binivîsînim. Ji bo wê jî bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojana dikim.

-Îlham her tim heye, lê gerek ew te di xebatê da bibîne.
Pablo Pîcasso
Serê her tiştî xebat e, dibê em ji bo azadîya xwe bixebitin. Serketin bi xebatê dibe.

14 september 2026

Li Swêd carnan pereyê bêrîka meriv pere nake


Îro ji bona kirîna tiştekî(alvêrekê)çûm mixazeya MÎOyê. MÎO, mixazeya mobîlya û kelûpelên malê ya Swêd gelkî mezin e, li her bajarî heye.

Min tiştên xwe kirî, ji bo ku perê tiştên min kirîye bidim çûm ber kasê, ketim dorê. Xanima berî min xwest perê nextî bide, keçika kasê got, ”em pera nagirin, dibê tu bi kartê bide.”
Jinikê bi kartê pera da.

Netîca hilbijartinên Swêd herdu cephe jî memnûn nekir


Hilbijartina Swêd cepha rast jî, cepha çep jî xeyalşikestî kir, tiştê herdu alî hêvî dikirin nebû; ferqa nabêna wan tenê kursîyeke.
Li gorî netîceyên heta nuha, cepha Sosyaldemokratan 176, cepha Moderatan jî (mihefekaran)173 kursî bi dest xistine.
Lê ev ne netîceya resmî û dawî ye. Heta nuha ji sedî 90ê rayan hatiye jimartin, ji sedî 10 maye. Tê texmîn kirin netîceya dawî û resmî îro ewê diyar bibe.

Surprîza hilbijartinan, Partiya Sosyal Demokrat(S)2 prosent, partîya tundrew, SDê(Demokratên Swêd)jî li dora 2.5-3 procent dengên xwe kêm kiriye.

13 september 2026

Îro li Swêd hilbjartina herî hesas çêdibe

Îro li Swêd hilbijartinên parlamentoyê û yên herêmî hene. Ez û xanim nuha çûn, me rayên xwe, dengên xwe da û em hatin malika xwe.

Hewa, atmosfera vê hilbijartinê ne sakîn e, pir ne xweş e. Însan zêde êrîşî hev dikin. Li ser sindoqa me ne qelebalix, sakîn bû.

Retorîka siyasetmedar di propagandayê da li hemberî hev bi kar tînin pir sert e, dijminatiya nabêna swêdîyan û xerîban, rast û çep, îslamîstan kûr dike.

Fanatîzma sîyasî û aqilê kelemçekirî

Însan, ji ber tebîeta xwe tim di nav lêgerîneke aîdîyetê da ye; bawerîya bi fikrekê, mensûbîyeta miletekî, hêzekê û xebata ji bo hedefeke mişterek hêzê dide meriv, meriv xwe rehet his dike.

Lê belê ev lêgerîn gava îradeya meriv ji meriv bistîne, meriv xwe teslîmî lîderekî, partiyekê, îdeolojiyekê bike, ji lêgerînê derdikve, diqulibe koletîyeke îdeolojîk, dînî. Navê viya fanatîzma sîyasî ye, mirîdî ye. 

Fanatîzama sîyasî xerab e, meriv aqilê xwe naxebitîne, ji muhakemeyê dûr dikeve, dibe êsîrê îdeolojiyekê, lîderekî, şêxekî, partîyekê.

12 september 2026

Çeteyên îslamî li Sûriyê serê ciwanekî me jêkirin û li Kobanê jî 9 kesan kes kuştin !

Do ne pêr(du roj berê), hin çeteyên ereb li Hesekê xortekî kurd ê bi navê Sîpan(Samî Şêxmûs)bi xayinî ji mala wî birin, gulebaran kirin, serêwî jê kirin û vîdeoya wahşeta xwe jî di mdyaya sosyal da parve kirin. Pişta qatilan ne xurt be, ne çeteyên Colanî bin nikanin vê wahşetê bikin.

Samî Şêxmûs endamê hêzên ewelakriyê yê Sûriyê bû, lê çeteyan dîsa jî ev wahşet kirin, heta nuha tu kes nehatiye girtin. Hukûmet jî resmî tiştekî nabêje, tenê dibêjin lêkolîn berdewam e.

Gelek ronakbîr û sîyasetmedarên çap û îslamî bêhişkirina kurdan ji xwe ra kirine wezîfe

Gelek ronakbîr, sîyasetmedarên çep û îslamî ji piştgiriya tevgera kurd a netewî bêtir, xwe ji tevgera filîstînîyan ra dirûçikînin. Camêrekî ji kurdan ra gotiye, "gerek kurd piştgiriya hereketa filîstîn a netewî bikin, gerek tevgera kurd Îsraîl rexne bike, ev yek mecbûrîyeteke însanî, tarîxî û exlaqî ye..."

Di nav 400-500 milyon ereb da ez bawer nakim erebek jî ji ereban ra, ji filistîniyan ra bibêje, piştgiriya kurdan wacibeke filistîniyan û ereban ya tarîxî û exlaqî ye, dibê filistînî li pişt tevgera kurd a netwî bin û Tirkiyê, Îraqê, Sûriyê û Îranê rexne bikin.

11 september 2026

Dibê meriv nebe mirîdê tu îdeolojiyê, tu şexsî

Bawerîya bi koranî ya bi îdeolojiyekê, ya bi xurafeyan, dîndarîyeke fanatîk aqilê aqil ji serê meriv dibe, meriv kerr û kor dike, meriv bêhiş û dîn dike. Dîn jî, îdeolojî jî, girêdana bi korî ya îdeolojiykê, ya şexsekî meriv dike mirîd. Mirîdên terîqetan, şêxan jî hene, yên partiyan û serokan jî hene.

Di nav me kurdan mirîdên terîqetan û şêxan jî pir in, yên serok û partiyan jî pir in.

Dîndarên dagirkerên welatê me jî tim li pişta dewleta xwe bûne

Serokekî çermsoran bi hêrs û bi dilşewatîyeke mezin ji keşêyê li kêlek fermandarê Îspanî sekinî bû û li qetlîama miletê wî temaşe dikir ra got:
-Heger Xwedayê te, vê dagirkerîyê, vê zulma li qebîleya min dibe, vê qetlîamê xweş dibîne û tesdîq dike, dibê tu baş bizanibî ew tiştê te bawerî pê anîye ebeden ne Xwedê ye.

Meleyên tirk û ereb jî li dijî kurdan ne tenê pişgiriya artêşa xwe kirin, ji bona serketina wan li mizgeftan dua kirin.

10 september 2026

Ferqa merivê baş û merivê xerab !

Sadî Şîrazî, merivê baş û merivê xerab pir kin û pir xweşik ji hev gerandiye, gotiye:

-Merivê baş kî ye?
Merivê baş ne kesê dilpak û pir saf e, xerabî qet nayê bîra wî. Merivê baş, haya wî ji her xerabiyê heye, zane çi xerab e, çi baş e, lê belê ew rindiyê, başiyê tercîh dike û wiya bi cî tîne.

Merivê xerab jî wiha tarîf kiriye:

-Merivê xerab kî ye?

Em dihelin, dibin tirk

Li Kurdistana Bakur em pir bi lez asîmîle dibin, di nav kultura tirkan da dihelin, dibin tirk. Ev, rastîyeke pir bi êş û tahl e, ne mezinkirina meselê ye; em dihelin, dibin tirk.
Asîmîlasyon ne tenê fêrbûna zimanekî din e; dagirkirina hiş e, wendakirina hafizeya dîrokî ye, teslîmbûna kulturî ye. Miletê asîmîlasyonê qebûl dike, hebûna xwe, paşeroja xwe radestî xelkê dike û wek milet dawî li hebûna xwe tîne.

09 september 2026

Kurd bi tena serê xwe nikanin Tirkiyê biguherînin

Fîlozofê bi nav û deng Îbn Ruşd gotiye, ”Heger hêk bi hêzeke ji derve bişkê dawî li jiyanê tê, heger bi hêzeke ji hundur va bişkê jiyan dest pê dike. Çimkî guherînên rastîn hemû ji hundur dest pê dikin.”

Li Tirkiyê li hemberî dîktatoran, li hemberî zulmê tu carî ji hundur serîhildan çênebûye, lema jî sed sal e Tirkiye neguherî ye, paş da çûye pêş da neçûye.
Liberxwedana kurdan, şerê kurdan yê ji bo azadiyê û demokrasîyê têra guherandina Tirkiyê nake, jê ra destega tirkan lazim e.

08 september 2026

Çîroka lampa min û gera min a îro


Min îro îzna xwe ji xanimê girt û min bi tenê berê xwe da çarşiya Stockholma xopan. Îzin neda minê fîrar bikira, çimkî min biryara xwe dabû ez bi tenê herim.

Dema me mal bar kir, lampa min a ser masê ji destê min da ket, cama wê şikiya. Ji bo ku jê ra camekê/şermekê bikirim gerek biçûma bajêr, li camê bigerîyama. Lampeke antîk e, pir jê hez dikim. Lê min cam nedît. Dewla min bi avê neket. Lê ezê lê bigerim.

Min got hey ez hatime bajêr, ka ez bîstekê lê bigerim, herim hin cî û mekanên di salên 1980-1990î da em diçûnê bigerim, hela ka hîn mane ya nemane.

Merivên xerab bûne bela serê însanîyetê

Merivên xerab, zalim, xedar bûne bela serê însên; dîktatorek kana bibe sebebê felekatên, malwêraniyên pir mezin.

Dostoyevskî gotiye, ”Di bin vî asîmanê hewqasî xweşik da, hewqas însanên xerab çawa kanîbûn bijîn ?”

Bi rastî ne mimkûn e meriv vê pirsê ji xwe neke, di bin vî asîmanê muhteşem da çima hewqas merivên, serokên dewletan ên xerab û xedar hene, tu carî ji kuştinê, ji xwînê, ji wêrankirina bajaran têr nabin.

07 september 2026

Text ne tekst e !

Hin kes ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra dibêjin ”TEXT, ”text û afîş wiha bû.” Yanî teksta nivîsekê wek "text" dinivîsin. Gerek hûn ferqa tekst û text fêr bibin.

Bi swêdî, bi îngilîzî ji tekstekê ra ”text” tê gotin, lê bi kurmancî nabe meriv ji metnekê ra, ji teksta nivîsekê ra bibêje ”TEXT”!
Di kurmancî da peyva "text" çend maneyên wê yên sereke hene. Yek, text ji darê çêdibe, gava tê birrîn, tê zîfêlkirin dibe text. Bi text mobîye çêdibe, pê xanî lê deibe.

Nebêje marê bi min venede bira hezar salî bijî !

Yên li zulma dagirkeran temaşe dikin şaşiyeke mezin dikin. Yên îro hûn çavên xwe ji wan ra digrin, sibe, gava dor were we, ewê çavên we derxin, ewê nehêlin hûn çavên xwe vekin.
Nebêje marê bi min venede bira hezar salî bijî, rojekê ewê dora te jî were, ewê bi te jî vede.
Em wek milet bindest in, ne wek ferd. Wek milet em ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.

06 september 2026

Dibê tirk bi xurtîya xwe îro zêde nefirin

Gotineke, şîreteke çermsoran a gelkî xweş fîlozofîk û manîdar heye, dibêje:

-Gava av bilind dibe masî mûriyan/gêrikan dixun. Gava av dimiçiqe, vê carê mûrî masîyan dixun. Dibê tu kes bi xurtîya xwe ya îro nefire. Çimkî kî yê kê bixwe ”herikîna avê” biryarê dide...

Rewşa me û tirkan jî eynî ye. Serok û birêvebirên Tirkiyê îro ji me xurtir in, bi alîkarîya hin kurdan gelek dek û dolaban digerînin, dixwazin hereketa kurdî ya li Kurdistana Rojava û Bakurê Kurdistanê têk bibin, pilana xwe ya bindesthîştina kurdan bi cî bikin.

Bira hevalên we baş bin bira hindik bin

Dibê meriv dost û hevalê xwe pir dîqet hilbijêre; ne karekî rehet e, lê meriv bikanibe bike baş e.
Hevalê rastîn wek sîyê ye. Tu xwar jî bibî, tu rast jî bibî, tu bikevî, tu rabî tu carî terka te nake, tim bi te ra ye, te bi tenê nahêle.
Hevalê baş jî wisa ne, di tengasiyê da, di firehiyê da tim û daîm bi meriv ra ne.

Ji bo wê jî dibê meriv dostên xwe pir dîqet hilbijêre. Dost û hevalê xerab meriv xeyalşikestî dike.
Bira hevalên we hindik bin, lê merivên baş bin. 

05 september 2026

Bira merivên xerab ji jiyana we derkevin

Di jiyanê da hin însan dikevin jiyana meriv û ebedî dimînin, hinek jî tên û diherin.
Ji bo yên diherin dibê meriv xemgîn nebe, fêkiyê xerab ji darê da dikeve.
Merivê xerab terka meriv bikin, ji jiyana meriv derkevin baş e, fena meriv sêveke xerabûyî ji nav sepeteke sêvên teze bavêje.
Hevalên we, dostên we bira însanên baş bin, bira hindik bin. Ya muhîm qelîte ye, ne jimar e.

Nimêja rûvî û dîk


Kûçik û dîk bûn destbirakên hev. Kûçik ji dîk ra got:

-Li van deran rûvî hene. Heger rûvî hat bela xwe di te da, hilkişe ser darê û bang bide. Ez çer banga te bibihîzim ezê tavilê werim hawara te.
Demek derbas bû, rojekê dîk bala xwe dayê rûviyek qerde, qerde berbî wî va tê. Tavilê firiya ser darê û dest bi bangdanê, azanê kir.
Rûvî hat bin darê û bi zarekî şîrîn ji dîk ra got:

04 september 2026

Aqilê dereng wek zengînbûna li ber mirinê ye

Gava ez rûdinim, bi serîyekî sakîn li jiyana xwe ya borî dinêrim, dibînim min  gelek tiştên, gelek karên şaş û berradayî kirine.
Min wexta xwe da gelek tiştên tu feydeyeke wan ji min ra û ji miletê min ra tune. Min bi salan gelek kitêb, kovarên berradayî xwendin, wexta xwe da wan tiştên ne hêja.
Min bi pêşan perê xwe da kitêbên tirkan û çeoçtiyê yên bêfeyde, bi zirar û dûra jî bi çewalan gişk avêtine ser sergo.
Di xortaniyê da meriv hinekî kêmaqil e, gelek tiştên berradayî dike, wexta xwe dide tiştên, îdeolojiyê pela pûçî, bêfeyde û bi zirar.

Şekirê qulpik, xişrê hustuyê zarokan


Dixwazim di vê nivîsa xwe ya îro da qala bîranîneka xwe ya zaroktiyê ya pir xweş, şêrîn û nostaljîk, qala ŞEKIRê QULPIK, ŞEKIRê QUL bikim.

Do min tiştek dixwend, ji nişka va şekirê qulpik hat bîra min. Min biryar da tiştekî li ser binivîsînim.
Şekirê qulpik, şekirekî hişk û rengîn (sipî û sor, ya jî sor û hişin) bû.
Di ortê da qul bû, wek gustîleke mezin bû.

03 september 2026

Bi rexneya me hevalên Abdulah Ocalan îqna nabin

Van rojan di medyaya sosyal da li ser bazara Abdulah Ocalan, PKKê û Tirkiyê minaqeşeyên pir germ û gurr çêdibin. Hin kes Abdulah Ocalan û PKKê rexne dikin, hevalên PKKê jî siyaseta serokê xwe bi heraret, carnan jî bi gefxwarina kesên rexnegir diparêzin.

Bi bawerîya min tiştê Abdulah Ocalan dike û bi PKKê û bi hevalên xwe yên Kurdistana Rojava(HSD, PYD, YPG, YPJ)daye qebûlkirin ne tiştê dibê meriv biparêze, teslîmîyet e. Lê yên rast dibînin pir in û diparêzin. Bi rexneyan meriv nikane wan biguherîne.

02 september 2026

Scott Bessent: Me serê mar jê kiriye, dêla wî diperpite


Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, li ser rejîma Îranê teşbîheke xweş daye, rejîma meleyan şibandiye mar, gotiye, me serê mar jê kiriye, dêla wî li ba dibe.

”Îranê bîranîneka min a dema em li Carolîna Başûr dijiyan anî bîra min. Marên bi jarî hewisî bûn bexçeyê me. Te serê wî jê dikir, dêla wî hîn jî diperpitî. Tu mecbûr dibû serê mar binax bikî. Em serê Îranê binax dikin. Mar hîn bawer nake mirar bûye, lê gava roj çû ava ewê êdî neperpite. Rejîma Îranê mehû bûye. Û ewê di nêzîk da viya fahm bikin."

Merivê xerab wek tenîya bi don e

Merivê xerab fena tenîya bi don e, dibê meriv xwe hevza xwe jê bike, xwe jê biparêze. Ji merivê xerab, gelac başî, rindî sadir nabe, wek tenîya bi don e, meriv qilêrî dike.

-Tu nêzî sîtilê bibî ewê teniya wê di te bigere. Tu nêzî merivê xerab bibî ewê bela wî di te bigere.

Xwe ji tenîya sîtilê û ji bela merivên xerab biparêzin. Riya wê jî xwe nêzikî sîtilê nekin û nebin heval û dostê merivên xerab. Dûro bi nûro...

01 september 2026

Amedsporê, Trabzonspor hustuxwar şand Trabzonê


Amedsporê 2-1 li seha xwe 2-1 berra Trabzonsporê da. Amedsporê pîroz dikim.

Abdulselam Akincî, piştî maçê dîtinên gelek alîgirên Amedsporê pirsîye. Yek ferdekî jî, ne mezin, ne biçûk nikanîbû bi kurmancî du gotinên temam bibêje. Kurd bûne civateke lalûte. bi kurdî ziman nagere, nikane hestê xwe bibêje.
Yekî zaza, bi zazakî çend tiştên siyasî gotin, wekî din, her kes bûbû kurdên zimanê wan tirkî.
Siyaseta şaş, siyasetmedarên ne kurdistanî, ne netewî, tirkîperest kurd kirine xerîbên zimanê xwe.

Wextê nîşanî me da nifşê me nifşekî nezan û xeşîm bûye

Wext, dem bê zar û bê ziman e, lal e, ji meriv ra tiştekî nabêje. Lê belê wek mamosteyekî gelek tiştan him nîşanî meriv dide, him jî fêrî meriv dike.

Di 60-70 salên dawî da gelek tiştên me qet xeyal nedikir fêrî me kir; gelek dersên mezin da me.
Wextê, tarîxê nîşanî me da em nifşekî gelkî nezan, xeşîm û neerbabê siyasetê bûne.
Me ji xelkê ra masî girt, ji xwe ra kûsî jî negirtiye.
Me bi micadela 60-70 salî ji miletê xwe ra mafekî netewî, mayinde bi dest nexist. Me bi îdeolojiyên berradayî, bi siyaset, bi şer û teşxeleyên bi zirar mala xwe û ya gelê xwe şewitand.