01 september 2026

Amedsporê, Trabzonspor hustuxwar şand Trabzonê


Amedsporê 2-1 li seha xwe 2-1 berra Trabzonsporê da. Amedsporê pîroz dikim.

Abdulselam Akincî, piştî maçê dîtinên gelek alîgirên Amedsporê pirsîye. Yek ferdekî jî, ne mezin, ne biçûk nikanîbû bi kurmancî du gotinên temam bibêje. Kurd bûne civateke lalûte. bi kurdî ziman nagere, nikane hestê xwe bibêje.
Yekî zaza, bi zazakî çend tiştên siyasî gotin, wekî din, her kes bûbû kurdên zimanê wan tirkî.
Siyaseta şaş, siyasetmedarên ne kurdistanî, ne netewî, tirkîperest kurd kirine xerîbên zimanê xwe.

Tiştê baş, futbol bi kurdan ra ruhê netewî xurt dike, kurdên ji her fikrê, ji her baweriyê û îdeolojiyê tîne ba hev û bi hev ra dilşa dike.
Bi bawerîya min futbol ji bo kurdan bûye amûreka (wasîteyaka) bihêz a xurtkirina nasnameya neteweyî û yekîtiyê kurdan. 

Hemû kurdan, hêzên siyasî yên cuda, kurmanc, zaza, soran, hewram, yên ji her sinif û tebeqê li dora armanceke hevpar tînin ba hev.

Ji ber ku dewleta me tune ye, taximekî wek Amedsporê, Wansporê, Mêrdînsporê wek "taximekî neteweyî" tê dîtin û hestên neteweyî bi ciwanên me ra, bi miletê me ra xurt dike.
Ev tiştekî pir baş e, taximên Kurdistanê çiqas zêde bibin û di futbolê da bi pêş da herin ji bo kurdan baş e, ewê di nava kurdan da nasyonalîzmê xurt bike.
Ji ber wê jî dibê meriv destegê bide taximên butbolê, alîkariya wan bike. Zengînên me dibê devê kîsên xwe vekin û alîkariya taximên xwe bikin. Dibê sponsor zêde bibin.
mesela nuha ne Amedspor tenê, Wanspor, Batmanspor, Mêrdînspor taximên rewşa wan baş e, kanin bi pêş kevin, herin lîga yekê.
Di dawiyê da dixwazim viya jî bibêjim, Abdulselam Akincî yek ji rojnamevanên Rûdawê yê herî jîr, herî jêhatî û bi qabîlîyet e. Karê xwe zane, lema jî baş dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar