02 september 2026

Merivê xerab wek tenîya bi don e

Merivê xerab fena tenîya bi don e, dibê meriv xwe hevza xwe jê bike, xwe jê biparêze. Ji merivê xerab, gelac başî, rindî sadir nabe, wek tenîya bi don e, meriv qilêrî dike.

-Tu nêzî sîtilê bibî ewê teniya wê di te bigere. Tu nêzî merivê xerab bibî ewê bela wî di te bigere.

Xwe ji tenîya sîtilê û ji bela merivên xerab biparêzin. Riya wê jî xwe nêzikî sîtilê nekin û nebin heval û dostê merivên xerab. Dûro bi nûro...

XXX

Pêşniyarên jêr reçeteyeke ne xerab e, meriv kane jê feydeyê bibîne. Hin fikir wek dermîn in, ji bo însên baş in, bi feyde ne. Van rojan medya kurdî tije teşxle ye, pir davêjin ji hev da.
Hinek jî wek bûne gurên har, xelkê tehdîd dikin, dibêjin gerek hûn partiya me, serokê me, sîyaseta me rexne nekin.
Pêşniyara min dibê meriv nekeve gewriya kesên wiha hevza xwe ji wan bike û tiştên din bixwîne. Mesele tiştên wiha.

-Her tiştî ji xwe nekin derd, nebin Eloyê xemxur.
-Her sibe zû rabin, karekî bikin, heta dereng di nav nivînan da nemînin.
-Her tiştê nekeve serê we rexne nekin, hestên xwe yên rexnekirinê bigrin bin kontrolê.
-Ji bîntengiya xwe aciz nebin, bira carnan hûn bînteng bin, biêşin.
-Her tim xelkê rexne nekin, îhtîmala hûn şaş bin bihêlin. Carnan meriv şaş e, lê dibêje belkî rast e, bi heq e.
-Bihêlin bira carnan jî hinekên din bi heq bin û hûn neheq û şaş bin.
-Ne li dû bin gerek her tişt di bin kontrola we da be.
-Ne li bende teqdîr û hezkirina her kesî bin.
-Kapasîteya xwe ya hezkirinê zêde bikin, ya nefretê kêm bikin.
-Tu carî dev ji xeyalan bernedin, bira tim xeyaleke we hebe, hedefeke we hebe.
-Tu carî bêhêvî nebin. Şev çiqasî tarî û dirêj be jî dawiya wê berbang e, ronahî ye.
-Rastiyê qebûl bikin, xwe jê aciz mekin.

XXX

Tu hespê ji bo avdanê kanî bibî ser kanîyê, feqet tu nikanî bi zor av bidî.
Tu kanî rastiyê nîşanî însanekî bidî, lê belê tu nikanî pê bidî fikirandin.

Bi milyaran însan baweriyê bi îdeolojî û baweriyên beradayî tînin.
Bi milyonan însan didin dû kesên ne tu tişt, didin dû siyasetmedarên bûne hevalên dijmin.

Ji bo wê jî dibê meriv xwe zêde newestîne, hinekî sebir bike. Heta wext neyê fikir, îdeolojî pûç nabe.

XXX

Ji rûvî ra gotine:
-Sloganeke li gorî dilê xwe, yaka tu pir jê hez dikî û qedir didê biqîre!
Rûvî kenîya ye, gotiye:
-Bimre pîn, bijî azadiya mirîşkan !
Rûvîyên me malik li me viritandin.

-Bi kesên kamil, zana ra bi qazî misqalekî pozbilindî, quretîya mezinahîyê peyda nabe. Dara mêweyên(fêkiyên) wê pir be guliyên wê serê xwe berbî erdê va xwar dike.

Sadî Şîrazî

-Dibê meriv bi şikil nexape; çimkî tu tişt ne fena xuya dike ye. Ava îro jiyanê dide, sibe kane we bifetisîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar