Visar inlägg med etikett Edebîyat. Visa alla inlägg
Visar inlägg med etikett Edebîyat. Visa alla inlägg

23 oktober 2026

Gava dil xembar be li ber def û zurnê şa nabe

Dilê xembar, mişt derd û xem be, tu heft defan jî li ber lêxî şa nabe, xem jê nafirin.

Halê me yê şexsî çiqasî xweş û baş be jî, ji ber bindestîya me, ji ber perîşanîya halê miletê me, ji ber bêtifaqîya serokên partîyên me, ji ber bêxîretî û xayintîya hin siyasetmedarên bûne hevalên dijminên me, dilê meriv şa nabe.

Ez xwe wer his dikim. Halê min xweş e, jiyana min ne di talûkê da ye, tirsa pûlisên tirk bigrin ser mala min di dilê min da tune ye, lê dîsa jî xemgîn im, çimkî halê miletê min tim di bîra min da ye, tim li be çavên min e.

22 oktober 2026

Hinek baş dibin, hinek xerab dibin

Însan tim wek xwe namînin, bi salan ra diguherin. Hinek pir duguherin, hinek hindik duguherin.
Hinek baş dibin, hinek xerab dibin. Hinek tew dilewitin. Hinek jî ji gelê xwe ra dibin mûm û çira.
Yanî guherîn pir hindik, baş xerab heye. Meriv vê rastîyê di jiyanê da dibîne.

19 oktober 2026

Naskirina însên tiştê herî zor e

”Ji zarokan fêrî bişirînê bûm, ji pisikê fêrî huzûrê bûm, ji kûçik fêrî dostanîyê bûm, fêmkirina însên heddê min derbas kir.”

Gotin ya kê ye ne dîyar e, min nikanîbû test bikira kê gotiye. Gotineke rast û xweş e, min jê hez kir. Çimkî îşaretî giringîya duristîyê, sadetîyê, xwezayîyê dike. Dibêje meriv kane gelek tiştên baş ji heywanan jî fêr bibe.

06 oktober 2026

Azadbûna hiş bi qasî ya fizîkî muhêm e

Nivîskar û rexnegirê edebîyatê û xelatgirê Xelata Nobelê yê Edebîyatê John Maxwell Coetzee*, li ser tirsê û azadiya hiş teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye:

"Azadî ne tenê qetandina zincîrên destên xwe ye; azadî rizgarkirina hişê xwe ji tirsê ye."
Azadkirina hiş ji tirsê, ji murîdtîyê bi qasî azadbûna ji bindestiyê muhîm e; het ajê muhîmtir e jî.
Dibê meriv xwedî îrade, xwedî fikreke azad be; Îradeya xwe nexe bin emrê tu kesî, tu partîyê.

05 oktober 2026

Pere dostên meriv dike zêde

Li ser ”pere” gelek gotin û aforîzmayên xweş, babet, babetî hene.

Kî dibêje çi bira bibêje, bi bawerîya min pere wek kilîta çilîngîr e, her derîyî vedike, kevir jî nerm dike.

Kîsê te vala be, dostên te him kêm in, him ji te sar in. Merivê bêpere wek çûka bêper û bêbask e.

Heger dostên te neman, ya jî kêm bûn, li bêrîka xwe binêre, miheqeq perê te qedîya ye.

03 oktober 2026

Nivîskar û lêkolînerekî berhemdar: Seîd Veroj


Hin însan hene wek dareka zêde ber dide, mêweyên(fêkîyên)wê ji darên din pirtir e.

Însanên dişibin dara mêwezêde jî hene, li gorî însanên din pir dixebitin, berhemdar in. Ji van celeb kesan, nivîskar û lêkolîneran yek jî SEÎD Veroj e.
Carmêr qet sekin lê tune ye, fena mûrîyan dixebite, çendakî bêdeng dimîne, ji kozika wî dûxan hilnayê, dû ra tu hew dibînî bi kitêbeke, bi lêkolîn û bîyokrafîyeke muhîm, balkêş, mijareka nayê bîra meriv derket hemberî xwendevanên xwe.

29 september 2026

Bi milyonan însan kanin bidin dû merivên xerab û dîktatoran

Fîrewn gelê xwe biçûk didît, dixist dewsa ehmeqan. Ji bo wê jî her daxwaza xwe bi wan dida qebûlkirin.  Lê însanan dîsa jî jê hez dikirin, îtîatî wî dikirin.
Çimkî însanên bawerî bi wî dianîn jî êdî ji rê derketibûn.
Ne însanek tenê, gelek kes, bi milyonan însan jî kane ji rê derkevin, bidin dû xeraban, dîktatoran.

23 september 2026

Heger em jîr bin em kanin Amedsporê bikin Barselona kurdan


Li ser feyde û zirara futbolê û piştgiriya Amedsporê di nav kurdan da minaqaşe û fikrên cuda hene.
Hinek dibêjin Amedspor zirarê dide hereketa kurd a netewî, kurdan ji kurdayetiyê dûr dixîne, bi futbolê mijûl dike.

Gelo futbol ji bo miletekî bindest bi zirar e, gerek kurdên welatparêz li dijî futbolê derkevin û piştgiriyê nedin Amedsporê û taximên din ên Kurdistanê?

Bi kurtî bandora Amedsporê û futbolê ya li ser hişmendiya netewî ya kurdî babeteke van rojan di nav kurdan da, di nav rewşenbîr, siyasetmedaran û di medyaya sosyal da pir tê minaqaşekirin.
Li ser vê meselê nêrînên cuda û dijberî hev hene.

18 september 2026

Hewcedarîya însên bi qasî bi nan heye, bi şerefê jî heye

Ji bo însên şeref, şexsîyeteke pak, saxlem gelkî muhîm e. Şeref, nirxê manevî yê qedir û rûmeta însan, civat dide meriv e.

Hewcedariya însên bi nan tenê tune ye, bi hesîyet, şerefê jî heye. 
Ji bo wê jî dibê meriv li şerefa xwe miqate be, wek roniya çavên xwe biparêze.
Merivê bêşexsîyet, bêşeref xwedî çi bibe jî, xwedîyê kîjan meqamî be jî ne tu tişt e, bêqîmet e, qurişekî nake.
Pêşiyên me gotine, Xwedê kesî ji şerefê neke !

17 september 2026

Dar bi fêkîyê xwe, însan bi exlaqê xwe tê naskirin

Exlaq sitûna sereke ya rûmeta mirovahîyê ye, nirxekî pir muhîm e. Ji bo fêmkirina rûmet û şexsîyeta însên exlaq pîvaneka esasî ye. Merivên bêexlaq kanin her fêlbazîyê, her durûtîyê bikin.

Wek di her warî da, di sîyasetê da jî exlaqekî pak, diristî muhîm e.
Pêşîyên me, fîlozofan, merivên zana serê xwe bi exlaq ra gelkî êşandine, gelek gotinên muhîm ji me ra wek şîret, wek mîrateke kulturî hîştine. 
Li jêr çend gotinên li ser exlaq pêşkêşî xwendevanên xwe dikim.

15 september 2026

Îlham di xebatê da tê meriv

Ka vê sibê ez bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojane bikim. Bîsteke din ezê herim ser toxtorê dirana/diransaz. Lema wexta min tune xeberan bixwînim, bifikirim û li ser rojevê tiştekî binivîsînim. Ji bo wê jî bi çend gotinên xweş dest bi nivîsa xwe ya rojana dikim.

-Îlham her tim heye, lê gerek ew te di xebatê da bibîne.
Pablo Pîcasso
Serê her tiştî xebat e, dibê em ji bo azadîya xwe bixebitin. Serketin bi xebatê dibe.

10 september 2026

Ferqa merivê baş û merivê xerab !

Sadî Şîrazî, merivê baş û merivê xerab pir kin û pir xweşik ji hev gerandiye, gotiye:

-Merivê baş kî ye?
Merivê baş ne kesê dilpak û pir saf e, xerabî qet nayê bîra wî. Merivê baş, haya wî ji her xerabiyê heye, zane çi xerab e, çi baş e, lê belê ew rindiyê, başiyê tercîh dike û wiya bi cî tîne.

Merivê xerab jî wiha tarîf kiriye:

-Merivê xerab kî ye?

06 september 2026

Bira hevalên we baş bin bira hindik bin

Dibê meriv dost û hevalê xwe pir dîqet hilbijêre; ne karekî rehet e, lê meriv bikanibe bike baş e.
Hevalê rastîn wek sîyê ye. Tu xwar jî bibî, tu rast jî bibî, tu bikevî, tu rabî tu carî terka te nake, tim bi te ra ye, te bi tenê nahêle.
Hevalê baş jî wisa ne, di tengasiyê da, di firehiyê da tim û daîm bi meriv ra ne.

Ji bo wê jî dibê meriv dostên xwe pir dîqet hilbijêre. Dost û hevalê xerab meriv xeyalşikestî dike.
Bira hevalên we hindik bin, lê merivên baş bin. 

02 september 2026

Merivê xerab wek tenîya bi don e

Merivê xerab fena tenîya bi don e, dibê meriv xwe hevza xwe jê bike, xwe jê biparêze. Ji merivê xerab, gelac başî, rindî sadir nabe, wek tenîya bi don e, meriv qilêrî dike.

-Tu nêzî sîtilê bibî ewê teniya wê di te bigere. Tu nêzî merivê xerab bibî ewê bela wî di te bigere.

Xwe ji tenîya sîtilê û ji bela merivên xerab biparêzin. Riya wê jî xwe nêzikî sîtilê nekin û nebin heval û dostê merivên xerab. Dûro bi nûro...

30 augusti 2026

Şeref serweta însên ya herî bi qîmet e

Dibê meriv malê dinyayê, kursî meqam tu carî di ser şerefa xwe ra negre. Ji însanekî li vê dinyayê xezîneya herî mezin û bi qîmet şeref e; serweteke ebedî ye.
-Îro perê we tuneye, sibe kane hebe. Îro mewqîyekî we tunebe, sibe kane hebe.
Lê heger îro şerefa we tunebe, sibe jî ewê tunebe.
Meqamê te hebe, rojekê kane ji destê te biçe.
Perê te hebe, rojekê kane biqede.
Lê belê şerefa te hebe, piştî tu bimrî jî ewê her hebe.

25 augusti 2026

Merivê baş û xeraban çawa ji hev bigerîne?

Merivê baş û xeraban, kesên pîs û pak çawa nas bike, çawa ji hev bigerîne?
Naskirina însên pir zor e, karekî ne hêsa ye; carnan meriv di hilbijartina xwe da bi îsabet e, carnan jî ji kok da şaş e.
Gelek kesên ji dûr va pir muhîm xuya dikin gava meriv wan hinekî ji nêzîk va nas dike, meriv xeyalşikestî dibe, meriv dibîne ne tu meriv bûne,  dibêje xwezî min nas nekira.

23 augusti 2026

Sidqî Hirorî berhemeke hêja li kitêbxana kurdî zêde kiriye


Nivîskar Xelîlê Dihokî do li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî kitêba Sidqî Hirorî ya dawî, "Antolojiya Romanên Kurdî" da nasandin.
Civîn piştî nîvro seet di 14.00a da bû, mixabin fersend çênebû herim civînê.
Rohat Alakom di platforma Xê da li ser kitêbê ev agahdarî daye şopînerên xwe:

20 augusti 2026

Însan heywanekî hov e


Li ser tebîeta însên gelek teorî û fikrên cihê hene, fîlozofan li ser tebîet û hovbûna însên gelek tiştên muhîm gotine. Ji van fîlozofan yek jî fîlozofê alman Arthur Schopenhauer(1780-1866)e.

Min bi kurtî çend nuxteyên fikrên Arthur Schopenhauer yên li ser tebîeta însên, yên li ser hovbûna însên top kir, wergerand kurmancî. Bi bawerîya min tiştê însan dike, tiştên tînin serê hev dîtina Arthur Schopenhauer a pesîmîst tesdîq dike. Hema di vê sed sala dawî da hovîtiyên însanan kirine wahşetên mezin in.

16 augusti 2026

Aqilê zaro pel û pincaro

Camêrekî baqil gotiye, guh medin şîretên her extîyarî, ji bîr mekin ehmeq jî extîyar dibin.
Rast e, aqil ne di umir da, ne di rîya sipî û porê sipî da di serî da ye.Extîyarên totikvala jî pir in. 
Bi qasî extîyarên(kal û pîrên) baqil û kamil, extîyarên kêmaqil û ehmeqên jî hene. Gerek ciwanên me vê rastiyê ji bîr nekin.
Aqilê zaro pel û pincaro.
Aqilê nekemilî ker û kûçik pê da birrî.

Dibê em xwedî hafizayeke xurt bin

Xwedê ji bo dilê mêrikê xizan şa bike, berê cila kerê wî wenda kir, dû ra pê dide dîtin, kêfa wî anî, dilê wî pê şa kir.

Tirk jî li hemberî me eynî taktîkê dimeşînin, berê me esîr digrin, bi salan me dixin zindanên xwe, dû ra, piştî 20-30 salên girtîgehê berdidin. Em jî pê kêfxweş dibin.
Gere kem vê zulma wan ji bîr nekin.
Gerek hafiza me wek ya masîyê zêrîn ne kêm be.