16 augusti 2026

Dibê em xwedî hafizayeke xurt bin

Xwedê ji bo dilê mêrikê xizan şa bike, berê cila kerê wî wenda kir, dû ra pê dide dîtin, kêfa wî anî, dilê wî pê şa kir.

Tirk jî li hemberî me eynî taktîkê dimeşînin, berê me esîr digrin, bi salan me dixin zindanên xwe, dû ra, piştî 20-30 salên girtîgehê berdidin. Em jî pê kêfxweş dibin.
Gere kem vê zulma wan ji bîr nekin.
Gerek hafiza me wek ya masîyê zêrîn ne kêm be.

XXX

Gotin wek derman e, dermanê hindik bi feyde ye, dide jiyandin, dermanê zêde bi zirar e, dide kuştin.
Dixwaze bira axaftin be, dixwaze bira nivîsîn be, meriv dirêj neke, kin bibire baş e; hindik, rindik, li ber dilê guhdar û xwendevanan xweşik e.

XXX

-Dibêjin efendim pisik nankor in, rûvî kone ne, qijik kîndar in, mar xiniz û fêlbaz in.
Ma ew jî tiştek e, li ba însanan hemû hene…

 XXX

-Moza hingiv li kulîlkan digere, mêş li birînê. Însan meyildarê çi be çavê wî wiya dibîne.
Beroş gindor dibe  qapaxa xwe dibîne. Her kes tiştê, fikrê li gorî qerekterê xwe diecibîne.

XXX

-Heger av bipeyiviya, ewê ji hinekan ra bigota, ji dêlî destê xwe, dilê xwe bişo.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar