30 juni 2026

Çima tîma Kurdistanê jî di Kûpa Cîhanê ya Futbolê da tune ye?

Di nava me kurdan da kesên ji futbolê hez dikin, li maçên Kûpa Cîhanê ya Futbolê temaşe dikin pir in.

Carnan jî em li ser qelîteya lîstikan fikrên xwe dibêjin, em dibêjin tîma filan welatî futboleke pir baş lîst, ya filan welatî jî baş nelîst.
Yanî em li ser tîmên welatan, li ser futbola dilîzin fikrên xwe dibêjin, lîstikên wan analîz dikin. Bi serketina hin welatan kêfxweş dibin, bi ya hinekan jî kêfxweş nabin.

Futbol êdî ne îmtîyazeke welatên Ewrûpayê tenê ye


Paraguayê û Fasê, herduyan welatan jî do bi şev di tarîxa Kûpa Cîhanê ya Futbolê da surprîzên mezeke çêkirin. Paraguay li hembnerî Almanyayê bi penaltiyan 4-3 bi ser ket.

Fasê jî dîsa bi penaltiyan 3-2 zora Hollandayê bir.
Netîceya herdu maçan jî ji bo her kesî bû surprîzeke mezin.

Di futbolê da navên mezin, welatên berê çend caran bûne şampîyonê cîhanê û çûne fînalê êdî ne garantîya serketinê ye.

29 juni 2026

Kurdistan bûye hêlîna erebên şebeke û bertîlxur


8 berpirsiyar, parlamenter û karmendên Îraqê yên bertîlxur li Kurdistanê hatine desteserkirin. Di nav wan da parlamenter, alîkarên wezîran, birêvebir û karmend û giregirên dewletê jî hene.

Kurdistana, bi taybetî jî Hewlêr bûye hêlîna çete û siyasetmedarên ereb.
Ewlekariya ereban li Bexdayê û li Îraqê tune ye, ji ber wê jî erebên çete, yên birçî, yên zengîn, siyasetmedarên bertîlxur qefle bi qefle, ref bi ref berên xwe dane Kurdisdistanê.

Amerîkayê li Îraqê li dijî bertîlxuriyê operasyonek daye destpêkirin

Ji do da ye li Îraqê li dijî kesên bertîlxur, rişwetgir, gendel operasyonek tê meşandin. Operasyona li dijî bertîlxuran li ser daxwaza Amerîkayê dest pê kiriye.
Dibêji 47 kes hatine girtin. Di nav girtiyan da kesên giregir, wezîrên berê û 12 parlamenter jî hene.

Serê salan e gelek kesan perê petrolê di nava xwe da li hev par kirine û pê bûne milyarder.

Xortê hêrsok û telîsek patat

Di wext û zemenakî berê da xwendekarekî pir hêrsok hebû. Zû hêrs dibê.

Rojekê mamosteyê wî torbeyek û telîsek patat(kartol)dayê û jê ra got:
-Ji nuha û pê da ji bo her kesê te diqeherîne ya jî te xemgîn dike patatekê ji vî telîsî bigre, navê wî li ser binivîsîna û bavêje Tûrê(torbeyê) bi milê xwe da.

28 juni 2026

Li daristanê baş û xerab tune ye, xurt û zeîf heye

Machîavellî pir xweş û pir rast gotiye:

"Li daristanê baş û xerab tune ye, xurt û  zeîf heye. Başî, pakî, bêzirarî û biexlaqbûna mîhîyê fikrê gur naguherîne."
Yê xurt yê zeîf dixwe. Masîyê mezin mesîyê biçûk dixwe.

Gur gur e, bi bo ku kane bi mîhîyê ewê wê bixwe.Guh nade dilpakî û bizirariya mîhîyê.
Dinya jî wiha ye, yên xurt guh nadin mezlûmî û biheqiya mezlûman. 
Ji bo ku em kurd heta û heta tim ne bindest bin, tepa xelkê tim ne li ser serê me be, tim nebin nêçîra guran, dibê em ji bindestiyê xelas bin, bibin xwedî dewleteke netewî.

27 juni 2026

Navê "Tirkiyeya bêteror" heqareteke mezin e

Serokê Tirkiyê yê heta sax be Recep Tayyip Erdogan gotiye:

"Em ji bo welatê xwe dawî terorê tînin. Em dixwazin pêvajoya Tirkiyeya bêteror bi ser keve,em viya ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe 
dixwazin…”
Her cara ez dibînim Erdogan, tirk dibêjin ”Tirkiyeya bêteror, xelaskirina Tirkiyê ji terorê” bi min pir zor tê, ji hêrsa ez dihelim, li ser goştê xwe hûr dibim.

Çend gotinên meriv jê aqil û îlhamê digire

Ji deve pirsîne, gotine:

-Tiştê bi te pir zor tê çi ye?
Deve kesereke kûr kişandiye, gotiye:
-Barê li pişta min qet ne xema min e, lê belê ev kerê hevsarê min pê va girêdane û serkêşiya kêrwîn dike eynî min dikuje.

Dixwazin Alî Çeven ji ber xwe da bixînin


Mahkimeyeke tirkan a Stenbolê bi îdîeya "endamtiya PKKê" 6 sal û 3 meh ceza daye serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven.

Serokê mahkimê wek navê xwe zane Alî Çeven ne ji dûr, ne jî ji nêzîk va têkiliya wî bi PKKê tune ye. Bêbextiyê li Alî Çeven dikin, çimkî emir wer dane mahkimê.
Berpirsiyarên dewletê bi serokê PKKê ra bûne wek bira, pê ra her roj didin lotikan, her daxwaza wî bi cî tînin. Û 6 sal û 3 meh caza ji ber hevaltiya PKKê didin Alî Çeven. Daxwaza mahkimê ne huqûqî ye, siyasî ye, mahkime emirê jê ra hatiye bi cî tîne; dibê dengê Alî Çeven were birrîn...

26 juni 2026

Hezkirina bêsînor bi zirar e

Însan ji hev hez dike, tiştekî normal e. Hezkirin, hestekî kûr, pak, û taybet e. Meriv histekî taybet ji tiştekî ra, ji kesekî ra, ji serokekî ra his dike.

Kesê/kesa meriv jê hez dike di çavên meriv da pir mezin dibe, li ber dilê  meriv pir şîrîn û ezîz dibe. Meriv ji bo wî/wê her fedekariyê dike. Di siyasetê da meriv dide dû, wî diparêze.

Parlamentera DEMê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Qoser û Cizîrê jî bi tirkî peyivî ye

Parlamentera partiya DEMê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Mêrdînê û navçeyên wê, li Qoserê, li Cizîrê jî dîsa bi tirkîya xwe ya stenbolî  peyivîye. Milet bi kurmancî, ew bi tirkî peyivî ye...

Rexne jî tesîrê li vê xanimê nake, di axaftina tirkî da israr dike. Ji ber ku li gundekî Şirnexê bi tirkî peyivî gelek rexne lê hat girtin.
Lê qet ne xema wê ye. Wa ye li Qezayên Mêrdînê jî di cîvanan da bi tirkî peyivîye.

25 juni 2026

Em kurd miletekî pir bêşans in

Go ji min keto bi min keto. Ji şansê me yê xerab ra hin siyasetmedarên me bûne wek rûviyê meriv ji mirîşkên xwe ra mezin kirye, tim zirarê didin me.
Hinekên wan bûne hevalên neyar, pişt li me şikandine, hinekên wan jî ji miletê xwe bêtir dixwazin tirkan xelas bikin, dixwazin demokrasiyê bînin Tirkiyê. Bi gotin û demagojiyên vala, bêmane serî li miletê xwe digerînin, miletê xwe dixapînin.

Te ceh çand tu nikanî genim biçine

Di platforma Xê da xanimeka diyarbekrî (bi profîla xewnêngilîdaxê) bi xemgînî qala bûyereke li mixezeyeke kozmetîkê bûye şahid kiriye, gotiye:

”Li Diyarbekrê karkereka li mixazeyeke kozmetîkê dixebitî bi dengekî bilind bang dikir, digot:
-Kesekî bi kurdî zanibe heyeee?"
Jineka ji Kurdistana Rojhilat dixwest tiştê kiriye biguherîne, lê ji ber ku wê bi tirkî nizanîbû û karkera mexazeyê jî bi kurdî nizanîbû ji hev fêm nedikirin.

24 juni 2026

Wek siyasetmedarên kurd meriv paşnavên Turk, Turkoglu û Ozturk li ser xwe nahêle

Dixwazim li ser paşnavên irqçî, antî kurd yên dewleta tirk li kurdan kirine fikrê xwe bibêjim.
Bav û kalên me paşnavên xwe bi îrada xwe ya azad hilnebijartine, ev rast e, em bi viya zanin.
Dewleta tirk bi rengekî lêhato, bi qeşmerî, ya jî bi qestî hin paşnavên ne xweş û irqçî dane hin malbatên kurd.

Lê em kanin wan paşnavên ne xweş, irqçî biguherin, kes ne mecbûra bi paşnavê dewletê 90 sal berê lê kiriye heta û heta bijî. Meriv kane biguhere.

Dinya çima li hemberî vê wahşeta celadên Îranê bêdeng e?

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) di rapora xwe da gotiye, li  Îranê di meha hezîranê da 127 kes hatine îdam kirine û cezayê îdamê dane 19 kesên din.

Di 22 rojan da îdamkrina 127 kesan wahşeteke bêemsal e, tu ferqa wê ji wahşeta Nazîyan tune ye.

23 juni 2026

Ez û tirkî em ji hev hez nakin

Ez bi xwe ne tiştekî bi tirkî dinivîsînim, ne jî tercumeyî tirkî dikim.Naxwazim kes nivîsên min tercumeyî tirkî bikin.
Çimkî kêfekê nade min û di warê îdeolojîk da jî li dijî nivîsîna bi tirkî me.
Lê hin kurd him bi xwe bi tirkî dinivîsin, him jî bi çar çavan li bendene kitêbên wan tercumeyî tirkî bibin.

Çima viya dikin ez nizanim.

Tu çi biçînî tu yê wê hilînî

Go heta min xwe nas kir, min malê xwe xelas kir, min malik li xwe wêran kir.

Gelê me hêdî hêdî şiyar dibe, ferq dike bê bi rayên xwe çi şaşî kiriye, kesên şaş, kesên xerab kirine wekîlên xwe.
Milet dest pê kiriye ji siyasetmedarên, ji parlamenterên bi xelkê ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin  gazinan dikin.
Pêşketineke baş e, lê pir dereng e, dar pir qalind bûye, destê lê nayê hev.

22 juni 2026

Gerek meriv navê neyarê xwe li kuçeyeke bajarê xwe neke

Dijminên me ji bo ku navekî, şopeke kurdî û kurdan bîne bîra meriv li welatê me nehêlin pir baqil û sîstematîk dixebitin.

Li Kurdistanê navên tirkî û yên tirkçiyan, navên neyarên kurdan li her derê, li her taxê, li kuçe û kolanê dikin.
Li bajarê min Wêranşarê navê mehelekê kirine, ”Ataturk Mahallesî/Mehela Ataturk” û navê kuçeyekê jî kirine, ”Zîya Gokalp Mahallesî/Kuçeya Zîya Gokalp”.

Miletê bê dewlet wek malbateka bê mal û bê sitar e

Alîya Îzzet Begovîç

Heger meriv bibêje, kesê bosnî kirin xwedî dewlet Alîya Îzzet Begovîç e ne şaş e, rast e. Ji bona bosnî bibin xwedî dewlet mêrik bi îstîkrar hereket kir, di nava bosnîyan da ruhê netewî xurt kir û di dawiyê da jî bosnî bûn xwedî dewlet.
Ji ber wê ye jî Alîya Îzzet Begovîç li ba bosnîyan merivekî, serokekî pir mezin û bi rûmet e.

Alîya Îzzet Begovîç li ser girîngiya dewletê di axaftinek xwe da gotiye:

21 juni 2026

Denîz Undavê kurd Almanya ji têkçûnê xelas kir



Hemşeriyê min Denîz Undav di deqîqeya dawî da gola xwe ya duduya jî avêt. Denîzê Undavê wêranşarî bi vê gola xwe li Almanyayê bû qehremanekî tarîxî. Medyaya Alman jê ra secde dibe, dibêje, sipas Denîz!
Di maçeke Kûpa Cîhanê da avêtina 2 golan ne tiştekî hindik e. Hêjayî teqdîrê ye. Ez hemşeriyê xwe ji dil û can pîroz dikim.Ew xurûr û serbilndiya me ye.

Marê hêrsok û dersa meriv jê bigire


Mar ket merangozxanê, vir da, wê da çû û hat, vira û wira bîn kir, di ser birekê ra herikî, birrekê zikê wî hinekî çixîz kir.

Canê wî êşiya, bi hêrs dev li birrekê kir. Birreka devyûj devê wî xwîn kir, jana wî zêdetir kir.
Mar bêtir hêrs bû, bû wek mozeka azirî; got belkî birrek êrîşî wî dike, bi hemû hêza xwe, xwe li birrekê pêça, heta jê hat xwe lê jidand, xwest birrekê bifetisîne.
Her ku xwe li birrekê jidand, diranên birrekê bêtir di laşê wî da çik bûn...

20 juni 2026

Mela Bextîyar:Berî ketina Seddam me bi PDKê ra biryar girt Kerkûkê bikin paytexta Kurdistanê


Endamê komîta merkezîya YNKê yê berê Mela Bextîyar di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê ra gotiye:

”Me bi PDKê ra li hev kir em Kerkûkê bikin paytextaKurdistanê, mehekê berîya rûxîna Sedam me li hev kir, me projeya destûrê amade kir.

Li siyasetmedarên bi we ra bi tirkî peyivîn guhdarî mekin!

Parlamentera partiya DEMê ya Stenbolê û hevseroka partiya DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar, do ne pêr li gundekî Şirnexê di civîna bi gel ra tirkî peyivî. Xelk, kal û pîr bi kurmancî dipeyivîn, pirsên xwe bi kurmancî dikirin, wê jî bi tirkîyeke stenbolî bersîv dida wan. Ji wan ra qala jiyana komunal dikir, digot gerek ji nuha û pê da hûn jiyaneka komunal bijîn.
Li Şirnexê axaftina bi tirkî û telkînkirina jiyana komunal di medyaya sosyal da hat rexnekirin.
Parlamentera partiya DEMê ya Diyarbekrê Halîde Turkoglu jî li Mûşê bi tirkî peyivîye. 

19 juni 2026

Ataturk:Bavê fikrên min Zîya Gokalp e


Zîya Gokalpê îdeologê nasyonalîzma tirk û pantirkîzmê yekî diyarbekirî ye. Bi eslê xwe kurd e, ne kurd e ez baş nizanim.

Hinek dibêjin kurd e, hinek jî dibêjin ne kurd e. Yanî li ser eslê wî dîtinên cuda hene.
Bi baweriya min ne kurd e, qet naşibe kurdan. Ya tirkmen e, ya azerî ye, ya jî ji miletekî din e. Yekî gupuzî ye, durfê wî, tîpa wî qet naşibe kurdan.
Ji Çêrmûgê ye, li Çêrmûgê yên ne kurd, yên xwe tirk dihesibînin pir in. Osmanîyan ew kînga û ji ku anîne li wir bi cî kirine ez nizanim.

Êrîşên Ûkraynayê Moskowa di nava agir da hîşt


Ukraynayê bi dronan agir bi ser paytexta Rûsyayê Moskovayê da barand, dûxaneke reş û giran girtiye ser asîmanên Moskovayê. Agir bi rafîneriya petrolê ketiye, şewateke mezin çêbûye.

Serokê Ukraynayê Zelenskî êrîş wekî bersiveke "mafdar" bi nav kiriye.

Li gorî xebera Reutersê, Zelenskî gotiye, "heger Ukrayna bişewite, Moskowa jî ewê bişewite."

18 juni 2026

Podcast di edebîyata kurdî da janreke nuh a pir muhîm e


Çendak bû min li podcastên Emer Farûk Baran(Perxudres Podcastê) guhdarî nekiribû. Nuha li ber kompîtorê rûniştime, yek bi yek li gişan guhdarî dikim. Yek ji yekê xweştir e. Gişk hindik-rindik in. Meriv ji guhdarîkirina wan têr nabe.

Meriv dibêje ev û ne ya din. Kin in, lê pir tiştên xweş dibêjin. Ji bo ku di nava 3-4, 5-6 deqîqeyan da meriv hewqas tişên xweş bibêjie hostayîyeke mezin lazim e.
Podcast di edebîyata kurmancî da janreke(şêwazeke, babeteke) nuh e, pir xweş e. Hêvî dikim bi pêş keve, gelekên wek Perxudres Podcastê çêbibin.

Textê bi mîx û dilên derizî

Zarokekî gelkî hêrsokî, pir zû hêrs dibû hebû. Rojekê bavê wî ban kirê, telîsekî tije mîx û textek dayê û jê ra got:

-Her cara tu hêrs bû mîxekî li vî texta xîne.
Lêwik di rojên ewil da her roj gelek mîx li text xistine. Bi demê ra hêdî, hêdî fêr bûye hêrsa xwe kontrol kiriye, hêrsokiya wî kêm bûye û kêm mîx li text xistiye. Rojek hatiye qet hêrs nebûye, tu mîx di text da nekutaye.
Bavê wî jê ra gotiye:

17 juni 2026

Li Tirkiyê qezayên di înşeatan da dibin wek qetlîameke mezin e

Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Tirkiyê (ÎSÎG), di meha gulana îsal da 212 karker li ser karên xwe di qezayê da mirine. Di mehekê da 212 kar di qezayên kar da mirine, herî kêm ji sedî 90ê wan jî kurd in

Li gorî raporê, di 5 mehên ewil ên îsal da jî 835 karker mirine. Û di sala 2025a da jî li Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 105 karker mirine.

Ev qetlîam e, felaketeke mezin e. Di salekê da çawa dibe 2015 kes di qezayên kar da bimrin !

Hoşyar Sîweylî:Pirsgirêka nabêna PDKê û YNKê dabeşkirina kursiyan e


Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) Hoşyar Sîweylî ji Rûdawê ra gotiye, ”pirsgirêka sereke ya di navbera PDKê û YNKê da dabeşkirina postan e, ne bernameya birêvebirinê ye.”

Yanî YNK hin wezîran, hin meqaman dixwaze PDK jî viya qebûl nake. Ya jî eksê wê, tiştê PDK dixwaze YNK qebûl nake.
Di nivîsa xwe ya do da min eynî ev tişt gotibû. Wa ye Hoşyar Sîweylî jî ev texmîna min, ev dîtina min piştrast kiriye. Şer, teşxele li ser parvekirina kursiyan e.

16 juni 2026

Fransayê di deqîqeyên dawî da pişt li Senegalê şikand


Ji ruyê maçên Kûpaya Cîhanê ya FÎFAyê dûzana min a xwendin û nivîsînê xera bûye. Ez kêm dixwînim, kêm dinivîsînim.

Nuha li maça Fransa-Senegalê temaşe dikim. Futboleke min hêvî dikir nalîzin. Heyecanê nade meriv. Tempo, teknîkeke xweş tê da tune ye. Gerek Fransayê xweştir bilîsta. Heta nuha ew kalîte nîşan nedaye.

Min digot belkî maçeke pir xweş be. Belkî dûra, berbî dawiyê tempoya maçê bilind bibe.

Tom Barrack jî nikanîbûye serokên PDKê û YNKê li hev nîne


Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê Donal Trump, Tom Barrack ji bo ku serokên PDKê û YNKê li hev bîne, meclîsa Kurdistanê vebe û hukûmet ava bibe çû Kurdistana Başûr.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Tom Barrack ra beyanek daye. Min beyana wî di Rûdawê da xwend. Bêhêvîtiya min zêdetir bû.  Tiştê min ji beyana wî fêm kir, Tom Barrack jî nikanîbûye serokên PDKê û YNKê li hev bîne. 

Bersîva Îhsan Nûrî Paşa daye heyeta tirk gerek ji bo me rêber be


Serokê Serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşayê gorbehişt di bîranînên xwe da qala hevdîtineke xwe ya bi heyeta tirkan ra dike. Tirk dixwazin bi hin bertîlan, bi pêşkêşkirina hin berjewendiyên şeşxsî Îhsan Nûrî Paşa bixapînin, bikirin, serîhildanê vemirînin, şervanan teslîm bigrin.

Îhsan Nûrî Paşa nîşanî tirkan dide, ew ne ew mêrê were kirîn ya jî teslîm bibe.
Di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa da heyetek bi tirkan ra rûdine.
Îhsan Nûrî Paşa:

15 juni 2026

Bi texmîna min Donal Trump xwe hetikand


Amerîka û Îranê li ser rawestandina şer li hev hev kirin, peymana aştiyê ewê di 19 hezîranê da li Swîsreyê were îmzekirin.

Li gorî Donald Trump, Tengava Hurmuzê ewê vebe, petrolê biherike, keştî ewê bi azadî ji Tevgava Hurmuzê herin û werin.
Donald Trump quruşo ye, bi texmîna min xwe hetikandiye.
Ez bawer nakim Meleyên xwînxwar peymaneke li dijî berjewendiyên xwe îmze bikin. Tiştê di peymanê da qebûl bikin jî ewê bi cî neynin.

Welatê min ê duyem surprîzeke li gorî dilê min kir


Swêd, welatê min ê duduya,di maça xwe ya ewil da li hemberî Tunisê 5-1 bi ser ket.Pir kêfxweş bûm. Min bawer nedikir Swêd bikanibe berra Tunisê bide. Tunis taximekî xurt xuya dikir. Lê Swêd pişt li wan şikand. Ez vekirî bibêjim, ez naxwazim Tirkiye,Îran û ereb bi ser kevin.
Ma ez ehmeq im bixwazim Îran, Tirkiye û ereb bi ser kevin?
Yên nehîştine em jî wek Kurdistan, wek kurd beşdarî vê kûpayê bibin tirk in, faris in, ereb in.

14 juni 2026

Min li maça Almanya û Cureçao temaşe kir û ji xwe şerm kir


Almanyayê di maça xwe ya ewilî da bi skora 7-1 Cureçao prîşan kir. Denîz Undavê hemşeriyê min bi gola xwe, bi lîstik û pasên xwe em kêfxweş kirin.

Gava meriv Almanya û Cureçao miqayese dike, fena Lîonel Messî zarokekî 4 salî mexlûb bike. Nufûsa Almanyayê 84 milyon e, nufûsa Cureçao 155 hezar e. Yanî ji Wêranşara min gelkî biçûktir e.

Çend gotinên John Maxwell Coetzee


Çend gotinên xweş ji xwediyê xelata Nobelê ya edebîyatê, nivîskarê ji Afrîka Başûr John Maxwell Coetzee.

J. M. Coetzee, di sala 2003a da Xelata Nobelê ya edebîyatê girt.

J.M. Coetzee ji bilî romannivîsînê, wek rexnegirê edebîyatê û wergêr jî tê nasîn. Ji sala 2002a û vir va ye li Awistralyayê dijî.

-Civata pêşketî ji însanê bêaqil ditirse. Civata paşdamayî ji însanên baqil ditirse.

Hebûna dewleta tirk li ser zorbatiyê û tirsandinê ava bûye

Li Tirkiyê ji berê da ye kî tê ser hukim bi ço, bi tirsandinê însanan bi xwe va, bi dewletê va girê dide. Zorbatî, tirsandin qerekterê siyaseta dewleta tirk a esasî ye.

Dera tirs lê hebe azadî lê tune ye.

Însan ne bi dilxwazî, ji tirsa ruhê xwe, ji tirsa malê xwe ji kesên desthilatdar ra li çepikan dixin, dibin heval û piştgirên wan, newêrin li dijî zulma dewletê rabin. Çimkî li Tirkiyê tu carî demokrasî, azadî tunebûye.

13 juni 2026

Kê Erkal Baş kiribe wekîlê kurdan dibê hesab ji wan were pirsîn


Siyasetmedarên tirk fikrên wan ên siyasî, îdeolojiya wan, partiyên wan cihê bin jî di mesela kurd û Kurdistanê da wek hev hev difikirin, dost û mitefikên hev in. Gişk mişkên qulekê ne, gişk nasyonalîstên tirk in, li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd in.

Şerê wan şerê dê û dotê ye, îro şer bikin, sibe li hev dikin.
Ji bo wê jî beyana serokê TÎPê Erkal Baş dibê ji bo me kurdan nebe surprîz. Mêrik wek mahcirekî balkanî bûye tirk, naxwaze kurdek bibe serokê Tirkiyê.

Donald Trump dev ji xistna meleyên Îranê berdaye

Donald Trumpê derewçîn dîsa gotiye, îmzekirina peymanekê bi Îranê ra pir nêzîk e. Meleyên Îranê li têleke din dixin, li hemberî Amerîkayê retorîkeke şer û êrîşkar bi kar tînin.
Donald Trump heta nuha 38 caran gotiye peyman nêzîk e, amade ye, lê her car jî derew derketiye.

Bi qasî xuya dike, ji Îranê bêtir Amerîka(Trump)dixwaze şer rawest e û peymanek were îmzekirin. 

12 juni 2026

Em kurd ji ketin û rabûna xwe tu carî dersê û ibretê nagirin

Serokê partiya TÎPê Erkan Başê bi rayên kurdan bû parlamenter, gotiye:

”Dibe ku Partiya DEMê bixwaze bi namzedekî zimanê wî yê zikmakî kurdî ye (zexel naxwaze bibêje kurd) têkeve hilbijartina serokkomariyê. Em  dikanin li vir nebin şirîkên hev. Em kanin viya bipeyivin. Lê wek TÎP ez kanim viya bibêjim, em dixwazin bi namzedê xwe têkevin hilbijartinê.”

Li ser gotinên pêşîyan çend gotin

Gotinên pêşiyan celebekî aforîzmayên kolektîf in. Hîmên bingehîn, kulturî yên civakê ne; felsefeya miletekî nîşanî me didin.

Gotinên pêşiyan aforîmayên kolektîf in, çimkî xwediyên wan nayên zanîn.
Gotinên pêşîyan encama tecrûbe, serpêhatî, şîn, şahî, êş, têkçûn û serkeftinên pêşiyên me ne.
Wan serpêhtiyên xwe bi gotinên wecîz wek mîrat ji nifşên li pey xwe ra hîştine. Bi wan gotinan şîret li me kirine, aqil dane me, rê nîşanî me dane, zimanê me şîrîn û dewlemend kirine.

11 juni 2026

Dibê rojnamevanekî kurd vê îdîa Donald Trump zelal bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa gotiye, ”Amerîkayê sîleh şandin ji gelê Îranê ra ji bo ku li hemberî rejîmê bi kar bînin. Lê kurdan sîleh nedan xelkê Îranê.”

Donlad Trump ev çend car in vê îdîaya xwe dubare dike. Berpirsiyarên partiyên kurd ên Kurdistana Başûr û Rojhilat giş vê îdîa Donald Trump red dikin, dibêjin Amerîkayê tu sîleh nedane me, îdîa Donald Trump ne rast e...

Ji ber tirsonekiya serokên ewrûpî meleyên Îranê kanin vê keleşiya deryayê bikin

Meleyên Îranê yên çete gotine me Tengava Hurmuzê dîsa girtiye, kî ji wir derbas be piştgiriya dijminê me dike, emê lêxin.

Mêrikan bûne keleşên, korsanên deryayê, dibêjin ya hûnê xûgê bidin me, ya jî em nahêlin hûn ji vir derbas bin.
Ji ber tirsonekiya serokên Ewrûpayê meleyên çete diwêrin vê keleşiyê bikin.

Qedera ferdên miletê bindest koçberî, hefs û zindan e

Miletê bêdewlet bindest e, tim perîşan e, wek peza li çolê, ji kerî mabe nêçîra guran e.
Miletê bindest tim di bin êrîşî da ye, tim mecbûrî koçberiyê û revê ye. Miletê bindest li welatê xwe ne azad e, jiyana êsîran dijî.
Berdevkê Tevgera Vejînê Ferîd Azad ji ber hin parvekirinên xwe yên di medyaya sosyal da hat girtin, berê cezayê hefsa malê danê.
Piştî hat berdan, ji ber ku li ber edlîyê şelfîyek girtiye dîsa hat girtin. Pûlisê tirafîkê midaxele kir, got tu nikanî li vir risim bigirî.

Meriv bibe hevalê dewleta dagirker li hemberî zulma li miletê xwe bêdeng dimîne

Got dimrim, dibehecim, ceh jî dibêje ez birinc im. Him bûne heval û mitefikên dewleta dagirker, li hemberî zulma li miletê wan dibe tim kerr û lal in, him jî di medyaya sosyal da pesnê partiya xwe didin, kesên welatparêz, serxwebûnxwaz rexne dikin.

Dewlet çi zulmê li kesên ne ji wan dike dengê xwe nakin, rojekê zulma dewletê rexne nakin, lê dîsa jî di meclîsa tirkan da xwe nûnerên kurdan dihesibînin.

10 juni 2026

Ji şiîrên Turgut Uyar çend numûneyên xweş

Min çend şiîrên Turgut Uyar wergerandin kurmancî. Turgut Uyar şairekî tirk e, şairekî bi nav û deng e.
Min ji van şiîrên camêr pir hez kir.
Jixwe şiîrên Turgut Uyar hema hema gişk xweş in, gişk wek aforîzmeyan, wek gotinên pêşîyan in. Di medyaya sosyal da şiîrên herî zêde tên parvekirin.
Hêvî dikim kêfa hin xwendevanên min jî ji wan ra were.

Sal bi sal hezar xwezî bi par

Pêşiyên me gotine darî xwar e, hosteyî rast e. Yanî şaşî, kêmasî ne ji hoste da ye, ji malezemeyê da ye. Malzemeyê hoste ne baş e.

Yê me kurdan darî rast e, hosteyî xwar e. Hosteyên me ne tu hoste ne, ne erbabên karê xwe ne. Ne ew siyasetmedarên kanibin miletê xwe ji bindestiê xelas bikin, bigihînin azadiyê.
Miletê me fedekar e, canfîda ye, ji bo azadî û serxwebûna xwe her fedekariyê dike. Lê serokên me ne serok û siyasetmedarên baş in, ne erbabên karê xwe û serokatiya xwe ne.

09 juni 2026

Dîzik dibêje binê min zêr e, lê hesk zane derew e

Dîzikê got binê min zêr e, heskê got le ez ji ku têm­?

Serok û berdevkên hukûmeta dewleta tirkan pir pesnê demokrasiya xwe didin, xwe dikin milyaket. Dibêjin efendim kurd birayên me ne, em ji kurdan pir hez dikin, em tu carî ferqê naxin nabêna tirk û kurdan.
Vireke bi boçik e. Em miletekî bindest in, welatê me hatiye dagirkirin. Zimanê me qedexe ye, zarokên me bi kurdî perwerde nabin.
Zanîngehên me, dibistanên me tune ne.

08 juni 2026

Deve ji hev dûr biçêrin jî guhên wan li ser hev e

Dagirkerên welatê me gişk di rû da dostên hev xuya nekin jî, carnan nabêna wan xera bibe jî guhên wan tim li ser hev e, di bin ra dost û mitefikên hev in.
Deve çiqas ji hev dûr biçêrin jî guhên wan tim li ser hev e.
Erdogan û Colanî  di rû da xwe dûrî Îranê nîşan bidin jî di bin ra dostên hev in. 

Şerê nabêna wan yê dê û dotê ye, li hemberî me tim dost û mitefikên hev in. 

Hin însan korfahm in

Wek her civatê, di nava me da jî, di qada siyasetê da jî kesên cahil, nezan, totikvala, kesên bêmeju, kesên serhişk pir in.
Ji ber ku qafê wan wek kelaxê vale ye serê xwe bi tu tiştî ra naêşînin.
Dinya xan jî bibe, xerabe jî bibe qet ne xema wan e. Ew li rehetiya xwe, li kêfa xwe mêze dikin.
Bindestiya miletê wan qet ne xema wan e, fena merivên azad, bêkêmasî, ne bindest dijîn.

07 juni 2026

Heqareta Savcî Sayan ji ya Rahmî Koç girantir e


Civata me reaksîyoneke baş nîşanî cilqiya, zirzopiya Rahmî Koç da. Tu carî wiha nebûbû. Vê carê kurdan xwe bêdeng nekir, reaksîyoneke baş nîşan dan.

Desthilanîn feraca xêrê ye, li hemberî êrîşan dibê meriv xwe bêdeng û sil neke, dest bibe xwe, heqaretan bêbersîv nehêle.
Gava tu deng nekî ewê bêtir heqaretê li te bikin û li hustuyê te siwar bin.
Zarokê dest nebe xwe di nava hevalan da tim dipelçiqe, neheqî û heqaret lê dibe. Her kes diwêre bela xwe tê bide.

Diz di wexta lihevparkirinê da bi hev dikevin

Neviyên me, Aras û Ronî bi rê da ne tên ba me. Lema wext tune bala xwe bidim rojevê, medyayê û li gorî wê nivîsekê binivîsînim. Ji dêlî wê va, wek xwarina malhizirî ezê ji hin fîlozofan çend gotinên xweş pêşkêşî we bikim. Hêvî dikim kêfa we ji wan ra were.

-Bêyî perwerdekirina dil, perwerdekirina aqil ne perwerde ye.
Gava ûjdan tunebe meriv bibe xwedî zanîn talûke ye.
Arîstoteles

-Yê ker be û xwe pezkûvî bihesibîne, gava xwe di ser xendekê ra çind dike rastiyê ferq dike.
Leonardo Da Vîncî

06 juni 2026

Grattis på nationaldagen! Roja netewî ya Swêdê pîroz be!


Îro roja Swêdê ya netewî ye. 
Roja Swêdê ya netewî pîroz be !
Gelek sipas Swêd, ji bo ku te himêza xwe ji min û ji malbata min ra, ji bi hezaran kurdî ra vekir, te em qebûl kirin, te em parastin.

Te gelek îmkanên bêhempa dan me kurdan.
Te desteg da me em zimanê xwe bi pêş xin, em gelek kovar û rojnameyên kurdî biweşînin, bi hezaran kitêban çap bikin.
Te îmkan da me em zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin.
Te ji me gelek kes anîn meqamên bilind, te di meclîsa xwe da em kirin wekîlên xwe.

Rahmî Koç 95 salî ye, lê hîn jî merivekî cilq û bêedeb e !

Rahmî Koç yek ji tirkên herî  zengîn e, xwedî holdîng e, 95 salî ye, lê hîn jî kamil nebûye, zirzopekî li dera hanê ye.

Rahmî Koç, do li Îzmîrê, di vekirna nexweşxaneyekê da bi navê henekê, li hemberî jinên kurd bêedebîyeke pir mezin kir.
Vî bêedebê xirifî cilqiyeke mezin kir, got:

05 juni 2026

Tirk ji farisan bêtir naxwazin Îran perçe bibe

Ji bo ku Kurdistana serbixwe çênebe tirk li dij in azeriyên Îranê bibin xwedî dewlet. Dibêjin heger Îran perçe bibe, azerî serxwebûna xwe îlan bikin, Kurdistan jî ewê çêbe, wê demê mala me ewê bişewite. Ji bo wê jî gerek em nehêlin Îran perçe bibe.

Erol Mutercimlerê tirk gotiye, akademîsyenekî azerî fikrê min rexne kiriye, gotîye Îran perçe bibe ewê dewleta azerî-tirk ava bibe, çima tu li dijî perçebûna Îranê yî?
Erol Mutercimler jî gotiye:

Gelî mêrdîniyan, Fûara Kitêban a Baroya Mêrdînî îro dest pê kir!



Fûara Kitêban a Baroya Mêrdînê îro dest pê kir. Fûar ewê heta roja 7ê hezîranê dom bike.
Weşanxaneya DARA û PALLê  jî ewê li Fûarê standinên xwe vekin.

Kitêba min Rojnivîskên Sirgûnekî û Antolojiya Çîrokên Zarokan Hebû Tunebû ewê li Fûarê hebin, hûn kanin wan li standên DARA û PALLê bikirin.

Ereb bi riya koçê Kurdistana Başûr gav bi gav dagir dikin

Kurdistana Başûr bi riya koçê hêdî hêdî ji miletê kurd tê stendin, dikeve destê ereban, dibe welatê ereban.
Ereban, ji bona demogarfiya Kurdistanê biguherînin di bin ala Daîşê da, bi desteg û organîzeya tirkan li Kurdistana Rojava û Başûr êrîşî me kirin, xwestin Kurdistanê bi tevayî ji bin desthilata kurdan derxînin, kurdên Kurdistana Başûr û Rojava jî wek kurdên Bakur bikin bindest û êsîr.

Kurdan li ber xwe dan, bi şer bi ser neketin. Sitratejiya xwe guhertin, nuha dixwazin bi riya koçê Kurdistana Başûr ji kurdan bigrin, bikin welatê ereban.

04 juni 2026

Evîndarîya swêdîyan a ji kûçikan ra




Îro di dema gerra me da em rastî xanimeke swêdî hatin, 3 kûçik digerandin. Her kûçikekî xwe bi alîkî da radikşand, derdora xwe bîn dikir.

Kûçik xurt bûn, bûbûn wek peza bêslî, xanimê di kontrolkirina wan da zahmetî dikşand.
Min silav dayê, bi rûkenî min jê pirsî:
-Ma ev hersê kûçik jî yên te ne?
Got erê, hersê jî yên min. Ev hersê tenê ne. Yanî hîn zêde tune ne.
Min dirêj nekir, min got, kûçikên te xweşik in û me riya xwe domand.

Çend şekirên qulpik

Dixwazim vê sibê bi çend gotinên meşhûr, bi çend aforîzamyên, şîretên çend alim, zana û fîlozofan dest bi roja xwe bikim.

Gotinên meşhûr ne tenê hevokên xweş in, her weha mifteya felsefeyê, kultur û hestên, fikrên kûr in.

Gotinên meşhûr hişê meriv hişyar dikin, dibin sebebê meriv bifikire, bipirse. Fikrên giran, tevlihev hêsan dikin.

Di jiyana rojane da, gava meriv dikeve nav zehmetiyan, gotineka pêşiyan, aforîzmayek kane ji bona meriv bibe hêza motîvasyonê, teşwîqa xebatê.

03 juni 2026

Ereb bi riya koçê Kurdistana Başûr gav bi gav dikin welatê xwe

Dagirkerên welatê me, ereb û tirk bi guhertina demografiyê dixwazin welatê me ji me bistînin. Di vî warî da gelkî bi ser ketine jî.

Tirkan bi guhertina demografiyê piraniya bajarên me ji me stendine, kirine bajarên tirkan. Bi saya vê guhertina demografîk Erzîngan, Xarpêt, Erzerom, Dîlok, Sêwas, Meletî, Meraş ji me stendine.

Ereb eynî tiṣtî tînin serê Kurdistana Bașûr û Rojava. Bi guhertina demografiyê Kurdistanê ji me distînin.
Sûcê serokên me ji yê dijmin pirtir e, ew destûrê didin vê dagirkeriya ereban a bi riya koçê.

Însan çawa hewqasî xerab guherî ez fahm nakim !

Însan pir guherîne, exlaq, kultur, normên civakî pir guherîne. Însan pir zalim û bêûjdan bûne, bi însanan ra merhamet, dilşewatî, empatî, hestên human kêm bûye.
Berê gava du kesan li hev dixistin, însan diketin nabênê, ji hev diqetandin. Nuha ji dêlî têkevin nabênê, ji hev biqetînin,lê temaşe dikin, her kes telefona xwe ji bêrîka xwe derdixîne, fîlmê şer digire. Exlaqê însên, kultura însên pir guherî ye, merhamet bi însên ra pir kêm bûye, dilşewatî bi însên ra nemaye, însan bûne dilkevir. Zulma li ber çavên wan dibe tesîrê li wan nake.

02 juni 2026

Herdu jî pîsên ji hev pîstir in !

Hin kone, fêlbaz, tirsonek, pûlperestên me dibêjin efendim ji me kurdan ra AKP ji CHPê gelkî çêtir e, kemalîst pir xerab in, ti8rkçî ne, îslamîst ji wan baştir in.
Na wela qet ne were ye, yek ji yekî ne baştir e, herdu jî xerabên ji hev xerabtir in. 
Îdeolojîyên wan, taktîkên wan, metodên wan cihê bin jî, hedu serî jî dixwazin kurdan bihelînin, bikin tirk.

Îro şansê min bû wek kuçê koran

Ya nuh û ya şikyayî

Wele îro şansê min lêxist, kabê min mîr hat; min berçavkeka rojê ya tam li gorî berçavka xwe dît. Bû wek kuçê(kevirê) koran, hema lê hat.Tu dibêjî belkî xusûsî ji wê ra çêkirine.

Bi dîtina wê pir kêfxweş bûm. Neçûm bajêr, bi rojan lê negerîyam. Min li çarşiya(sentrûma) taxa me dît.
Dema tiştek ji min ra lazim dibe, dibê ez tavilê peyda bikim, nikanim paşguh bikim, bi rojan taloq bikim.
Xanima min eksê min e, tiştek jê ra lazim be kane bi mehan nekire.Wexta dikire jî kane bi salan bi kar neyne.

Her roja derbas dibe bêtir cî li kurdan teng dibe


Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack ji dest xwe bernade. Donald Trump gotiye, Tom Barrack ewê him wek sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyê bimîne, him jî ewê wek nûnerê wî li Sûriyê û li Îraqê wezîfeya xwe bidomîne.
Ji bona kurdan ev xebereke him ne xweş e, him jî pir talûke ye. Tom Barrack dilxwazê ereb û tirka ye, ewê bi wan ra gorra kurdan bikole.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubîo gotibû Tom Barrack ewê dev ji nûnertiya Amerîka ya Sûriyê berde, lê wa ye nebûye, Donald Trump qebûl nekiriye.

01 juni 2026

Xwendevanên min rojê bûne bi hezaran

Xwendevanên bloga min roj bi roj zêde dibin. Êdî rojên bûne bi hezaran.
Meha borî 150798 caran bloga min hatiye tikandin, xwendevanan riya xwe bi bloga min xistine, xwendibe, bala xwe danê.

Ev jî rojê dike li dora 5 hezar serlêdan. Li gorî me kurdan jimareke pir zêde ye. Ez wer dibînim.
19 sal berê dema min dest bi bloga xwe kir, min bawer nedikir xwendevanên min ewê hewqasî zêde bibin.

Roj dihere, qeza û bela nare


Pêşiyên me gotine, roj dihere, qeza û bela narin. Qeza îro bû qismet û nesîbê min.
Îro qezak ji destê min çêbû, min berçavka xwe ya rojê şikand. Dema roj heba min ew wek berçavka rojê dida ber berçavka ez tim bi kar tîmin. Bi swêdî jê ra dibêjin ”clip-ton”. Cameke, ji dêlî berçavka rojê meriv dixe ber berçavka xwe.

Bawer dikim zêdeyî 30 salî ye min ew  û çarçeveya berçavka xwe bi hev ra kirîbû.

Do bi şev me bi Civata Xwendina Xatirayan ra sohbeteke xweş kir


Civata Xwendina Xatirayan kitêba min ”Rojnivîskên Sirgûnekî” xwendin û do bi şev di Zomê da fikrên xwe, dîtinên xwe, rexneyên xwe gotin.

Civata xwendinê çend xortên edebîyathez in, hinek romanan, hinek çîrokan, hinek şiîrê, hinek jî bîranînan dixwînin, dûra li ser berhemê sohbet dikin. Însîyatîfeke pir baş e.
Civatgerê(moderatorê)sohbeta me Mihemed Qaxizmanî û Qesîm Etmankî bûn.