27 juni 2026

Dixwazin Alî Çeven ji ber xwe da bixînin


Mahkimeyeke tirkan a Stenbolê bi îdîeya "endamtiya PKKê" 6 sal û 3 meh ceza daye serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven.

Serokê mahkimê wek navê xwe zane Alî Çeven ne ji dûr, ne jî ji nêzîk va têkiliya wî bi PKKê tune ye. Bêbextiyê li Alî Çeven dikin, çimkî emir wer dane mahkimê.
Berpirsiyarên dewletê bi serokê PKKê ra bûne wek bira, pê ra her roj didin lotikan, her daxwaza wî bi cî tînin. Û 6 sal û 3 meh caza ji ber hevaltiya PKKê didin Alî Çeven. Daxwaza mahkimê ne huqûqî ye, siyasî ye, mahkime emirê jê ra hatiye bi cî tîne; dibê dengê Alî Çeven were birrîn...

Dewletê biryar daye Alî Çeven li derve nemîne, dibê dengê wî bibirin. Mayina Alî Çeven li derve, axaftin, minaqaşe, vîdeo û parvekirinên wî yên di medyaya sosyal da dewletê û kurdên bûne hevalên dewletê pir aciz dike, Alî Çeven û parvekirinên wî ji bo dewletê êdî pir talûke ye.
Ji bo wê jî dixwazin dengê Alî Çeven bibirin, wî têxin zindanê û belkî jî ji ortê rakin.
Hebûna kesên wek Alî Çeven zana, bi kultur, ji îslamîyetê haydar û nasyonalîstekî bêtirs ji bo dewletê talûke ye.
Alî Çeven, ne dewletê tenê, kurdên bûne dost û mitefikên dewletê pir nerehet dike. Ew jî dixwazin Alî Çeven di medyaya sosyal da nemîne.
Ji bo ku merivekî wiha ji ber xwe da bixînin mohra PKKê lê dixin.
Mesele ev e. Bira endametiya Alî Çeven a PKKê li wir bimîne, PKK wî wek dijminê xwe dibîne. Hakimê mahkima tiriviro baş zane Alî Çeven ne endamê PKKê ye û tu carî jî nebûye endamê wê.
Lê bêbextî, derew ji bo mahkimeyeke tirk ne problem e, heta kawê wê ye.
Çimkî bi hezaran kurd bi vê bêbextiya endametiya PKKê serê salan e di zindanên Tirkiyê da êsîr girtine.
Tu bingeheke huqûqî ya îdîa mahkimê tune ye, Alî Çeven ne endam, ne jî sempatîzanê PKKê ye, lê wek min got, biryara dewletê bêdengkirina wî ye, lema ewê bela xwe jê venekin, ewê miheqeq wî ji ber xwe da bixînin. Çimkî Alî Çeven ji bo dewletê êdî bûye merivekî talûke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar