18 april 2024

Hetanî 27´ê gulanê bi xatirê we

Xwendevanên, şopînerên ezîz ên Hindik-Rindik, hetanî 27´ê gulanê bi xatirê we.
27´ê gulanê bi xêr dema ez vegerîyam ezê ji we ra qala rêwîtiya xwe bikim.
Hetanî wê rojê bimînin di nav xêr û xweşiyê da.

17 april 2024

Abdulah Keskîn: Çûna ser Marsê ji beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê hêsantir e.

Xwediyê Weşanxana Avesta  Abdullah Keskîn û xwediyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevîk qala zahmetiyên beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê kirine.

Abdullah Keskîn gotiye:
”Çûna ser Marsê ji beşdarbûna Fûara Pirtûkan a Hewlêrê hêsantir e.” 

Xwediyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevîk jî gotiye:

16 april 2024

Li ser gotinek xweş

Serê mîha
Di telewîzyona Swêd da min belgeseleke li ser jineke gundî, şivan temaşe kir. Navê programê ” Fårbonden i Lofoten” e, yanî gundiya li gundê Lofoten.

Jinekê mihî xwedî dikirin. Di programê da jinikê got, "Lamningstiden är över”. Yanî mîhan gişan za, wexta berxzayinê qediya.

15 april 2024

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn. Her tiştek li gorî xwe qîmeteke xwe heye, tu tiştê bêqîmet tune ye. Lê carnan însan vê yekê dereng fêr dibin.

Qedrê hin kesan di saxiya wan da nayê zanîn, piştî dimrin însan fêm dikin.
Lê pesn û qedrdana piştî mirinê, miriyên gorran şad nake. Dibê meriv ne piştî mirinê, di saxiya însên da qedir û qêmetê bide kesên heq kirine. Dibê însan bi çavên xwe bibînin.

14 april 2024

Enfal xelekek jenosîda miletê kurd e

Îro roja bîranîna Enfalê ye. Rejîma Baas di nabêna 1986-1989´a da li Kurdistana Başûr li hemberî kurdan bi çekên kîmyayî qetlîameke mezin kir. Kurd bi komî kuştin, bi sedan bi saxî binaza kirin. Cî û warên wan, malên wan wêran kirin.
Enfal jenosîde sedê salan e dom dike. Dixwestin koka kurdan biqelînin.

Di Enfalê da herî kêm 200 hezar kurd kuştin. 4500 gund wêran kirin. Milyonek kurd bi çolan xistin.

Şehîdên Enfalê bi hurmet bibîr tînim.

Her seyahet temaşekirina li fîlmekî nuh e

Meriv bikanibe li welatê xwe, li dinyayê bigere, bibîne, nas bike xweş e, meriv pê dilşad û zane dibe.
Bi seyahetê, bi ger û seyranê meriv ne tenê deran, bajaran û welatên nuh dibîne, di eynî wextê da tiştê nuh jî fêr dibe, zanîna meriv, jîrîtiya meriv jî bi pêş dikeve.
Bi her seyahetekê meriv li fîlmekî nuh temaşe dike, kitêbeke nuh dixwîne.

13 april 2024

Ji guhdarîkirina van sitranan bêpar nemînin

Ne mimkûn e meriv nebe heyran û sewdaliyê van sitranan. tiştekî muhteşem e.
Guhdarî bikin, bibînin bê li ba kurdan çi marîfet huner heye, xwediyê çi muzîkeka bêemsal in!
Lê ji ber ku bêdewlet in haya dinyayê ji vê muzîka kurdî ya muhteşem tune.

Heger ev kultur, ev sitran, ev muzîk ya îngilîzan, fransizan, îtalîyan, îspanîyan û almanan bûya nuha bûbû sertaca muzîka, kilasîkên dinyayê.

12 april 2024

Çîroka şêr û fena şivên

Dilê şêrekî kitibû keça şivanekî. Şêrê evîndar rojekê çû keçik ji bavê wê xwest.

Şivanê feqîr ji tirsa qutifî, biziya. Nizanîbû çi bersîvê bide, çawa xwe ji şêr xelas bike?

Nedibû keça xwe bida şêrekî, heywanekî dirinde. Lê newêrîbû bigota ez nadim jî.

11 april 2024

Serzilût

Li gundekî bi navê "Gundê Bêxwedî" xor­tekî bi navê Beko hebû. Ne malbatên gund hemûyan, lê hinekên wan hêviyek mezin ji Beko dikirin. Car caran gava gundî li hev kom dibûn, ji hev ra digotin:

‑Wê ji Bekoyê me, merivekî gelekî jîr û zana derkeve. Maşalê tiştek neyê serî, Xwedê ji me ra bisitirîne.

Meh û sal derbas bûn, Beko jî wek hemû însanî mezin bû, baş‑xerab ji xwe ra malek çêkir, bû bavê zarokan.

10 april 2024

Hêvî dikim zarokên me îro şa bin

Îro li welatê min cejn e, eydî ye. Vê cejnê jî ez li xerîbîstanê me û li cejnên zaroktiya xwe difikirm, wan tînim bîra xwe.

Dema em zarok bûn îro kêf kêfa me bû. Me kincên xwe yên nuh li xwe dikirin, solên xwe yên nuh dikirin pê.

Em li malan digeriyan, mezinan eydiya me didan me. Me kîsik û bêrîkên xwe tije şekir dikir.

09 april 2024

Îro em çend heval li ser gorra hevalekî xwe yê pir hêja bûn


Salek din zû derbas bû, 9´ê nîsanî zû hat. Wek hersal, îsal jî li gorristana Strandkyrkogarden ez li ser gorra merivekî pir hêja bûm.

Îro danê nîvro min û xanimê, wek hersal me berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden, ser gorra hevalê xwe yê ezîz, kurdperwerê canfîda Mehmet (Aslan)Kaya.

Piştî xewnekê

Min ev nivîs 17 sal berê nivîsîye, lê di bloga min da tune ye. Ez pir lê gerîyam, min nedît. Di malpera Aslan Kaya "Bazê Kurdistanê" da heye, lê di bloga min da tune ye. 
Îro 23 saliya wefata wî ye, lema bi vê minasebetê vê nivîsa xwe ya 17 sal berê jî diweşînim.

Min îro jî nivîsek nivîsî, wê jî cihê diweşînim.

Aslan* merheba!

Tu zanî ev demek bû ez nehatibûm serdana te. Do bi şev min tu di xewna xwe da dît.

Dînîtiya xortaniyê û sûsa extîyariyê

Li ser xortaniyê û extîyariyê gelek aforîzim û teşbîhên xweş hene. Camêrekî gotiye: "Dînîtî dostê xortaniyê, baqilî jî sûsa extîyariyê ye."

Helbet xortanî bêyî dînîtiyê nabe, xort, dibê hinekî "dîn" be. Lê ez dibêjim baqilî sûs be jî ji dîtnîtiyê baştir e.

Çi heyf ev sûs bi her extîyarî ra tune ye. Hin extiyar hetanî mirinê ji wê sûsê bêpar dimînin.

08 april 2024

Şekirê noka, guzîdeya zaroktiya min


Belkî ev bîst sal in min şekirê noka ya jî wek hinek dibêjin ”nokê bi şekir” nexwaribû. 

Do êvarî bû qismet, min devê xwe bi çend heban şîrîn kir. Bû wek bîranînek zaroktiyê.

Xanimê got, lawikê me Serhat ji xwe ra şekirê noka kiriye û para me jî ji bîr nekiriye, qutîka me tije kiriye.

07 april 2024

Mirin tu çi bêbext î!

Îro li Stockholmê em çûn şîna Nubar Kilincaslan xanimê. Xanimeka ciwan, 34 salî nexweşiyeka pîs, bêbext ji zarokên wê, ji malbat û hezkiriyên girt, di vî umrê ciwan da teslîmî axa sar kir.

Bi vê mirina bêwext ez pir û xemgîn bûm, pir pê êşiyam. 
Emê gişê bimrin, kesê nemir tune ye, lê êşa mirina kesên ciwan nayê kişandin. 

Ev demeke xwendevanên bloga min zêde bûne

Bloga min van roja dîsa hinekî populer bûye, xwendevanên min li gorî meha berê zêde bûne. Tiştê meriv dinivîse were xwendin xweş e, kêfa meriv tê.

Gelo blog hîn tên xwendin?
Çend blogên bi kurdî hene, tên xwendin ya nayê xwendin ez nizanim.

06 april 2024

Mêrik têkçûna AKP´ê di hilbijartinên 31´ê adarê da şibandiye Şerê Uhud´ê

Endamê Heyeta Rêveberiya Biryarê yê AKP´ê Alî Karakaş li ser kêmbûna rayên AKP´ê di hilbijartinên 31´ê adarê da gotiye:

“Ev hilbijartin ji bo me bû wekî têkçûna di Şerê Uhudê da.”

Mêrik xweş firandiye, baş çirandiye, kêmbûna rayên AKP´ê şibandiye şerê Uhudê.

05 april 2024

Me îro dostekî kurdan yê pir hêja bibîr anî

Olof G. Tandberg

Me îşev li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî dostê miletê kurd yê salan, nivîskarê swêdî yê bi nav û deng Olof G. Tandberg (1932-2024) bi merasîmek xweş bibîranî.

Gelek heval, nas, dost û hin ferdên malbata wî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Olof G. Tandberg dostekî kurdan yê kevn e, ji sala 1966´î û vir da ye li Swêd tim wek şûrekî li pişta kurdan bû, di xebat û micadela kurd û Kurdistanê da tim bi kurdan ra bû.

Zimanzanên zimannezan

Mîral Zîlanî kitêbek bi navê ”Pirs ên ziman 1” nivîsîye. Camêr nusxeyek jî ji bo Dîlawerê Zengî îmze kiriye.

Ji navê kitêbê em fêr dibin Mîral Zîlanî yekî zimanzan e. Yanî ya lînguîst e, ya fîlolog e. Çimkî li ser zimên kitêbek nivîsîye. Lema jî miheqeq merivekî zimanzan e.

Ev kitêba wî cilda yekê ye, cilda din jî qey ewê çap bibe.
Mîral Zîlanî nusxeyek kitêba îmze kiriye û diyarî Dîlawerê Zengî kiriye, gotiye:

04 april 2024

Kesê kurdperwer dibê li hemberî zulma li miletê wî dibe xwe bêdeng neke

Li hemberî zulma zulimkar li kurdekî, li miletê kurd dikin bêdengmayin ne rast e, di praktîkê da hevalbendiya zulimkaran e.

Li Wanê li kurdekî neheqî bû, heqê wî hat xwarin, hukûmetê îradeya gelê Wanê qebûl nekir; yekî qezenc nekiribû kir serokê belediyê.

Meriv ne bi fikir, siyasta Abdullah Zeydan ra jî be jî dibê neheqiya lê bûbû protesto bikira.

03 april 2024

Ereb çima bûn xwedîyên 22 dewletan, em çima nebûn xwediyê dewletekê?

Li Wêranşarê namzedê partiya ”Yenîden Refahê” Hadî Dîken 16.838, ji %19,55 ray girtiye. Min meraq kir, gelo ev Hadî Dîken kî ye, ji kîjan eşîrê ye?

Min ji pismamê xwe pirsî. Pismamê min got, Hadî Dîken ereb e, ubeyî ye, lawê filan kesî ye. 

Min bavê wî nas dikir, muxtarê gundê Sêsîk bû, ji eşîra Ubeya bû, çend kesên seyidî ew kuştin. Dema ez li wir bûm, dostê me bû, dihat komela me.

Min got, çawa kane hewqas ray bigire, wê demê tevayiya ereban ray danê.

Li Tirkiyê ji kurdan ra qanûn, manûn tune ye

Hilbijartinên 31´ê adarê bi tevayî sakîn derbas bû, tu bûyerên mezin neqewimîn.
Lê ji do da ye, li Wanê, li Berwariyê, li gelek derên din şer û alozî derketin, pûlis êrîşî xelkê dike.

Li Culemêrgê merivên AKP´ê li ber çavên pûlisan bi keleşkofan êrîşê xelkê dikin.

Li Wanê û Bedlîsê meş û çalakî, çûn û hatina der hatiye qedexekirin.

02 april 2024

Nîsanê ne bihar, berf û tozan bi ser me da anî

Min ji vê bihara Stockholmê ya xapînok tiştek fêm nekir, xwedêgiravî bihar e, berfê dest pê kiriye, sar û serma ye, guve guva bê ye. 

Meteorolog dibêjin di riyan da ewê kaos çêbe. Yanî berfeke zêde ewê bibare. Gelek qeza çêbûne.

Ji sermê, ji berfê meriv nikane serê xwe ji hunderê malika xwe derxîne, berf e, ditozîne, meriv ber bê dihere.

Dewleta tirkan dibêje ez îradeya kurdan qebûl nakim

Dewleta dagirker serokatiya belediya Wanê bi darê zorê ji namzetê partiya DEM´ê Abdullah Zeydan girt, da namzedê AKP´ê Abdulahat Arvasê zilamê xwe. 

Wî jî bêyî ku şerm bike ev zorbatî, ev xesba îradeya gelê Wanê qebûl kir.
Bi meriv ra piçek şerm, ûjdan, şexsîyet hebe zorbatiyeke wiha, tiştekî ne heqê meriv be qebûl nake. Lê wî qebûl kiriye, çimkî şexsîyet û heya pêra tune ye.

01 april 2024

Serketina hemşeriyên min pîroz be !

Li bajarê min Wêranşara xopan, namzedên DEM´ê Abûqat Serhat Dîcle Înan û Bedrîye Yorgun bi ferqeke pir mezin(23 hezar ray)hilbijartina belediyê qeznc kirin.
Serketina wan û miletê Wêranşarê pîroz dikim.

Serhat Dîcle Înan, lawê hevalê me yê şehîd Fexrî Înan e.

Fexrî Înan û hevalekî me yê din, Abûqat Kazim Ekîncî, di 7´ê nîsana 1994´a da li Wêranşarê ji alî qatilên dewletê va bi namerdî hatin kuştin.

Kumika dîkê qoqo di xwînê da ma

Hilbijartinên 31´ê adarê qediyan, vê carê milet sîleyek ”baş” avêt ji Erdogan û partiya wî da. Sîle zêde ne bi tîn û giran e, ew li erdê nekir term, lê ne xerab e jî, bi kêmasî ew gêj kir, pozê wî firikand.

Erdogan jî têkçûna xwe qebûl kiriye, gotiye tiştê wan hêvî dikir bi dest nexistine.

Heger AKP vê carê jî bibûya partiya yekê, Erdogan ewê hinekî din har bibûya, ewê bi ezmanan ra şer bikira. 

31 mars 2024

Ax ji derdê vê bêhişiyê !

Tiştê îxtîyariyê yê herî ne xweş zeîfbûna hafizeyayê ye, meriv bîrokî, bêhiş dibe, gelek tiştan, serpêhatiyan ji bîr dike.

Di zaroktî û xortaniya xwe da hafiza min wek teybê bû, çîrokeka seetekê, du seetan dirêj li ba min bahata gotin, min ji ber dikir, roja din min kanîbû eynî çîrok bêkêmasî bigota. Her tişt hema, hema bêkamsî di hişê min da, di bîra min da dima. 

Lema dema ez hatim Swêd min gelek çîrok, pêkenîn, gotinên pêşiyan zanîbûn. Min di kovarên Hêvî û Hêlînê û di rojanameya Armancê da ji wan gelek nivîsîn.

Me do êvarî Newroza îsal ya dawî pîroz kir


Hevalên PWK´ê(Partiya Welatparêzên Kurdistanê)do êvarî li Stockholmê Newroz pîroz kirin.

Ez û xanima xwe jî çûnê. Di rê da hinekî serî li me gerîya, lema em 40 deqeyî dereng man.
Salon tije bû, me bi zor ji xwe ra ciyek bi dest xist. Ciyê me pir nêzî sehneya muzîkê bû, lema em ji guha bûn.

Di şevê da min gelek dost û heval dîtin. Min hemşeriyê xwe Sirac Kiricî, Mihemed Dîlan, Seyda Alpşen, Behzat xoce, Mehmet Tanriverdî, Pale Nûjen û gelek dost û hevalên ji welatên din hatibûn dîtin.

30 mars 2024

Serê her tiştî xebat û xîret e

Bi xebat û xeyreta şexsî meriv dibe xwedî kar û bar, ji mala dê û bavê bar dike, bi firê dikeve, dibe xwedî mal, dibe xwedî zarok û debara xwe dike.

Miletê bindest jî bi xebat û xîreta kolektîf, ya bi hev ra ji bindestiyê xelas dibe, dibe xwedî dewlet. Serê her tiştî xebat e, xîret e, daxwaz e, cahd e, hewildan e.

Tu milet bi rehetî azad nebûye, nebûye xwedî dewleteke serbixwe.

29 mars 2024

Hoste kevnara laptoma min nuh û top kir

Kevnara kompîtora min(laptopa)min kût bûbû, dikuliya. Min îro bir ba hevalekî tuxtorê kompîtorê, Husametîn Sandalcî. Min got hela miayene bike, gelo nexweşiya vê bêxwediyê çi ye?

Jixwe her cara dikevim tengasiyê, her cara laptoma min nexweş dikeve, gaziya xwe dibim Husametîn, ew tê ji min ra serrast û tahmîr dike.
Vê carê jî min wer kir.

Xwedê kesî bêdost û heval nehêle. Xwedê kir çend dostên min ên wiha hene.

Yê bi rastî kurdperwer be nabe hevalê dijmin

Namzedên AKP´ê û Huda-Par´ê yên belediyan çi propagandayê, çi demagojiyê bikin jî, çi sosê bidin jî dibê meriv rayên xwe nede wan.

Kesê bi dil û can kurdpewer be nabe namzedên wan partiyan.

Nabe meriv him hevalê dewletê be, him jî demagojiya kurdayetiyê bike.

28 mars 2024

Vejîna zimanê xwe

Ey kurdên bi xîret, dê û bavên hêja, bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin.

Keç û xortên kurdperwer, bi hev ra kurdî bipeyivin, di medyaya sosyal da bi kurdî binivîsin, kurdîya xwe bi pêş xînin.

Vejîne zimanê xwe ey xwendevan
Nebûye milet hîç kesek bêziman
Zimanê me xoş û xeroş û ciwan
Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Tu kurmanciya xwe ji bîr nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî

///Cigerxwîn

27 mars 2024

Însan çawa kanin hewqasî bêxîret bibin?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro çûye Amedê û Batmanê.

Li herdu bajaran jî çi gotiye, çi neqarat kiriye ne muhîm e. Em wî, fikrên wî, îdeolojî û siyaseta baş nas dikin.

Tiştê meriv ji kezebê diêşîne, xembar dike hîn jî bi hezaran kurdên diçin li wî guhdarî dikin, ji dagirkerê welatê xwe ra li çepikan dixin hene.Ji şerma xwîdan bi enîya meriv dikeve, meriv dixwaze têkeve binê erdê.

Li Kurdistana Başûr rewş pir xerab xuya dike

Li Kurdistana Başûr di nabêna kurdan û Bexdayê da tiştên pir metirsîdar diqewimin. Wer xuya dike hebûna Kurdistana Federe ketiye talûkê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotiye:
”Ez ji we venaşêrim gelek plan hene statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibin an jî lawaz bikin.”

Ev gotinên Mesrûr Barzanî  îşaretî talûkeyeke mezin dike, dibêje hebûna statuya Kurdistana Federe di talûkê da ye.

26 mars 2024

Dema belediye di destê qeyûm da be ev sosiret çêdibe

Belediya Amedê bazara malên xwemalî, herêmî danîye. Lê ne ya bjarên Kurdistanê, ya bajarên Tirkiyê. Bajarên tirkan anîne Amedê.

Dostê minê hêja Huseyn Zana di platforma X´ê da gotiye:
”Li Diyarbekir (Sanat Sokak)ê, bazara mamûlên herêmî danîne, lêbelê esnafên Diyarbekir û Mêrdîn-Wan yek jî tuneye. Bajarên beşdar bûne: Trabzon, Afyon, Îzmit, Ordu, Kayseri, Eskişehir, Hatay. Muzîka wan jî "erik dali" ye.”

25 mars 2024

Serpêhatiyeke pir manîdar

Aîdîyeta netewî girêdaneke manewî, rûhî bi meriv ra çêdike. Ferdê miletekî li hemberî kesên ji qewmê xwe nêzîkiyekê, hezkirinekê hîs dike. 

Însan ne ji herêmekê bin jî, hevdu nas nekin jî gava fêr dibin ferdên miletekî ne, di nabêna wan da hezkirineke, sempatîyek çêdibe.

Îro çûm sentrûmeka Stockholmê ji bo ku ji xwe ra qatlixekî(kostumekî, bedilekî)bikirim. Dagerîyam mixaza kincên peyan(mêran)difroşe.

Dibê kurd belediyeyên xwe ji qeyûmên dewletê bigrin û nedin qeyûmên nuh

Serokê Odeya Tîcaret û Sanayîya Amedê Mehmet Kaya li ser armanca qeyûmên beledîyeyên Kurdistanê tiştekî pir rast û muhîm gotiye. 

Camêr sebebê tayinkirina qeyûman xweş îzah kiriye, gotiye:

24 mars 2024

Meriv bi eserên xelkê serbilind nabe

Tirk carnan di medyaya sosyal da rismên eserên, xerabeyên, avahiyên, heykelên, mozaîkên ji xelkê, ji yûnanan, ji împaratoriya Romayê, ji bîzansan mane bi şanazî, bi pozbilindî parve dikin.

Ji dêlî şerm bikin, bi mîrata xelkê quretiyê dikin, pê pesnê xwe didin.
Meriv bi eserên xelkê, bi malên talankirî, bi erdê dagirkirî serbilind nabe, pê pesnê xwe nade. Çimkî ne eserên meriv in, yên xelkê ne.

23 mars 2024

Di jiyanê da diyariya herî xweş nevîyên meriv in

Neviyê me Olîver Aras îro hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Ji kêfa me ji bîr kir çend risman bigrin. Pir li ber ketim. Hêvî dikim bavê wî bi bêhaya me çend foto girtibin.

Maşala hinekî xişir bûye, du meh û nîvî ye. Êdî meriv dibîne,bi meriv ra dimizice.
Lê bedena wî, serê wî pir hesas e, dibê meriv pir biqît bigre himêza xwe. Piştî 5-6 mehî bibe merivê rehettir kanibe pê şaş bibe.
Nevîyê meriv ji zarokên meriv şîrîntir e. Bîna tu gulê bi qasî nevîyê(torinê)meriv ne xweş e.

Em dixwazin emojîya ala Kurdistanê li hemî aplîkasyonan were zêdekirin.


Ala Kurdistanê di nava aplîkasyonên Google, Apple´yê da tune ye. Ev neheqiyeke li miletê kurd e. Dibê ev neheqî, ev discrimination ji alî Google û Apple´ yê va ji ortê were rakirin.

Em kurd dixwazin emojîya alaya Kurdistanê jî li hemî aplîkasyonên wan were zêdekirin. Wek kurd dibê em piştgiriya vê daxwaza rewa, bi heq bikin.

22 mars 2024

Newroza îsal bi dilşadîyeke mezin tê pîrozkirin

Keya Îzol, ez, xanima min û hunermendê meşûr Ozz Nûjen

Do me li Stockholmê di Newroza ji alî nûnertiya Hukûmeta Kurdistanê va hatibû amadekirin şeveke pir xweş, bi kêf û şahî derbas kir.
Gelek sipas ji bo nûnerê hukûmeta Kurdistana Federe yê Swêd Shoresh Kadir Rahem.

Îsal li her çar perçên Kurdistanê kurd Newrozê bi coşeke mezin, bi beşdariyeke bi sedhezaran pîroz dikin. Milet bîriya kêfê, şahiyê kiriye. 

Newroz dibe wesîleya însan çend seetan li derd, kul û xemên dilê xwe nefikirin, kêf bikin.

21 mars 2024

Me îro li Stockholmê Newroza xwe bi şahîyeka pir xweş pîroz kir


Nûnertiya Hikûmeta Kurdistana Federe li Swêdê îşev li Stockholmê, li Historiska Museet(Muzeya Tarîxê) Newroz bi şahiyeke mikemel pîroz kir.

Salona resepsîyon lê hat dayin ciyekî tarîxî ye, saloneka bi nav û deng e.

Gelek kurd û swêdiyên dostên kurdan beşdarî resepsîyonê bûn. Di salonê da cî tunebû.

Li gelek bajaran dîsa nehîştine kurd Newroza xwe rehet pîroz bikin

Li Tirkiyê û li Kurdistanê li 15 bajaran di pîrozkirina Newrozê da bi sedan kes girtine.

Wek her sal dikin, îsal jî li gelek bajaran nehîştine însan bi rehetî, bi kêf û şahî Newroza xwe pîroz bikin.
Nehîştine însan ala Kurdistanê hildin, kincên netewî li xwe kin.

Di sedsala 21´ê da kincan, rengan li însanan qedexe dikin. Ji bo dewletekê, ji bo hukûmetekê, ji bo miletekî qedexekirina kincên însên ne şeref e, rûreşiyeke mezin e.

20 mars 2024

Çîroka mêrikê gundî û paşê

Mêrikê gundî selikek tije sêvên sor, wek lepan kiribû dibir ji padîşê ra. Bi rê da nasekî wî silav dayê, got:

-Ev çi ye di selika te da ye, tu wiha bi ku da diherî?
Mêrik gotiye:
-Sêv in, ez dibim ji padîşê ra.
Nasê wî gotiye:
-Tu hejîra bibî çêtir e, padîşa ji sêva hez nake, ji hejîra hez dike.

19 mars 2024

Swêdî kongreyên xwe bêyî teşxele îdare dikin

Îşev civîna komela xaniyên me(kopetayîfa me) hebû. Seet û nîvekê(19-00-20-30) dom kir. Mêrikan civîn bêyî şteşxele, bêyî teqûreq îdare kirin.

Serokê komîteyê çi hazir kiribû, çi pêşniyar kir bêyî îtîraz hat qebûlkirin.

Min qet dengê xwe nekir, min jî bi wan ra destê xwe radikir.

Hilbijartinên Kurdistanê dibê di wexta xwe da çêbe

PDK´ê beyanek belav kiriye, gotiye, “emê beşdarî hilbijartina 10 hezîranê nabin. Çimkî hilbijartin bi hawakî neyasayî hatiye ferzkirin.”

Hukûmeta Kurdistanê tarîxa hilbijartinê qebûl kiriye, serokê Kuridistanê Nêçîrvan Barzanî biryar îmze kiriye, lê PDK nuha dibêje hilbijartin ne qanûnî ye, ezê qebûl nakim.

Amerîka li hemberî vê beyana PDK´ê matmayî ma, xemgîniya xwe nîşan da. YNK´ê gotiye dibê hilbijartin di wexta xwe da were çêkirin. Yanî ew jî li dijî boykota PDK´ê ye.

Tirkiyê biryar daye Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bike

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan do eşkere gotiye vê havînê ewê êrîşeke pir mezin bibin ser Kurdistana Rojava û Kurdistana Başûr.

Tirkiye bi Îraqê ra ji zûda ye haziriye vê êrîşa mezin dikin. Trafîka nabêna wan pir întensîf e. Haziriyeke wan a êrîşê heye.
Erdogan wiha gotiye:
”Ewlehiya sînorên me yên Îraqê îsal havînê ewê werin kontrolkirin. Emê karê xwe yê li Sûriyê nîvçe maye jî temam bikin. Di netîceya operasyona xwe da emê koka wan biqelînin û êdî destûrê nedin li serê miletê me bibin bela.”

18 mars 2024

Di Newrozên îsal da ala Kurdistanê qadên Newrozê dixemilînin


Newroza Stenbolê

Di pîrozbahiyên Newroza îsal yên  ji alî DEM partiyê li Tirkiyê û li Kurdistanê tên pîrozkirin ala Kurdistanê û axaftinên kurdî li gorî salên borî zêdetir e. 

Di Newroza Stenbolê da qada Newrozê bi alên kurd ve xemilî bû. Rismê Qadî Mihemedê gorbihuşt bi ala kurd ra di nava milet da li ba dibû.
Ev pêşketineke baş e. Meriv pê dilşad dibe.
Gava ez dibînim kurd li zimanê xwe, li ala xwe, li mezinên xwe yên canên xwe fedayî Kurdistanê û serxwebûna miletê xwe kirine xwedî derdikevin pir dilşa dibim.

17 mars 2024

Îro li Stockholmê bê dar wergerandin

Di orta adarê û biharê da zivistana me bi paş da hat. Vêsê Stockholm 12 derece di binê sivirê da sar e. Kompîtora min wer dibêje. Bayekî pir sar tê, meriv di ber bê dihere. De were di vê sir û serma bêwext da here bimeşe. Dibê kincên zivistanê dîsa ji dolabê derxînim. Meriv şaşomaşo dibe.

Berfê vekiriye lê bayekî pir sar tê, çûk li hewa diqefile.

Bawerî bi hewa Swêd nayê, surprîzên wiha ne ecêb e, berê jî gelek caran qewimîye.

Dibê em li ser gelş û meseleyên civata xwe bipeyivin

Li welatên kapîtalîst, pêşketî bi pêşketinên civakî, sosyal ra hin fikir û tevgerên nuh derdikevin holê. Ew tevger, ”îzmên” nuh li gorî pêşketinên wan welatan in.

Em kurd jî, him jin, him mêr, gelek caran tevgerên welatên pêşketî, hin tevger û ”îzmên” wan texlîd dikin, dixwazin wan tevger û ”îzmên” ne li gorî civata me kopî bikin. 

Ev ne rast e, gelek ”îzmên” ewrûpiyan ne li gorî me ne. Çimkî civata me, miletê me wek ewrûpiyan bi pêş neketiye, di nabêna me da herî kêm sedsal, esrek heye.

16 mars 2024

Em îro li pêşangeha resamekî nuh bûn

Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî pêşangeha(sergîya)resam, nivîskar, muzîkjen Dorpêç Kobane hebû. Resamê hêja çend tabloyên xwe yên bijare pêşkêşî beşdaran kir.

Dorpêç Kobane tabloyên xwe wek ”kubîzma modern” bi nav dike.
Mamostê sinet(hunerê)Zaher Husseini û Dorpêç Kobane li ser sinetê wî sohbeteke xweş kirin.

Helepçeyê ji bîr nekin !


Îro 16´ê adarê ye, roja qatilên Seddam Husên li Helepçeyê jahrî bi ser kurdan da barandin, 6500 kurd bi jahrê kuştin,.15 hezar kes jî jahrdadayî kirin, kor, seqet hîştin.


Di tarîxa miletê kurd da 16´ê adara 1988´a rojeke pir xembar û pir reş e, roja felaketeke netewî ye. Hîroşîma û Nagazakîya miletê kurd e. 

15 mars 2024

Ne rast e meriv karên Kendal Nezan ji bo miletê xwe kiriye înkar bike

Di Facebookê da camêrekî bi navê Mehmet Amed Xerîb gotiye:

”Heta îroj min ti karên Kendal Nezan nedît ji bo kurd û Kurdîstanê.”

Ez matmayî mam. Ev kes hetanî nuha ya di guhê gê da bûye, lema tu xebateke Kendal Nezan ji bo kurd û Kurdistanê nebihîstiye, ya jî merivekî pir dilreş e, bi zanetî heqê Kendal Nezan dixwe, keda wî înkar dike.

Kurmancî kirine porê dînan

Bi vî aqilî emê kurmancî bikin zimanekî kurmanc jê fêm nekin. Musebibên vê jî hin kurmancên bi ber bayê soranan ketine, hin gotinên wan yên naylon kopî dikin, kurmancî kirine porê dînan.

Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye: ”Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê”
"Erebên hawirde li Efrînê bicî dikin."

Ez nizanim ”hawirde” çi ye, min li ferhengên dijîtal nêrî. Li gorî ferhengan ”hawirde” îtxalat e. Ferheng dibêje, ”bûjenên ku ji derve hatine standin”.

14 mars 2024

Li Tirkiyê ev e halê kurdan


Li qeza Agiriyê Bazîdê leşkerên tirk xortê endamê Meclîsa DEM partiyê, Birîndar Gezîcî bi şîşî îşkenceyeke wer lê kirine, her dera wî kirine kerikonê reş, lawik kirine malê mirinê. 

Tiliyên destê wî perçe kirine. Serê wî, pozê(bîvila) wî şikandine.

Piştî vê wahşetê, di ser da ew birine avêtina zindanê. Barbariyeke, wahşeteke ji viya mezintir nabe.

Her ketin û rabûnek tiştekî nuh fêrî meriv dike

Meriv ji tiştên, ji rewşên zor û zahamet tim bi gazin e, bînteng dibe, dike ax û of.

Lê esas zor û zahmetiyên meriv dikşîne pir baş û bi fêde ne. Çimkî ew meriv dikin xwedî tecrûbe.

Ji her ketin û rabûnekê meriv tiştekî nuh fêr dibe.
Serpêhatî, tecrûbe dikevin ser hev, dibe zanîn

13 mars 2024

Sosireta emelîyatên estetîk

Ev 20-30 sal in li gelek welatên dinyayê însan bûne dînên, muptelayên deqan; li ciyê rehetiyê canên xwe didin ber deqan, xwe dikin kerikonê reş.

Tevahiya laşên xwe, ruyên xwe, heta bigihîje serên xwe jî dideqînin. Hin însan xwe dikin wek sêleke reş, tenê çav xuya dikin. Yanî deqandin wek nexweşiyeke pir berfire li dinyayê belav bûye.
Nuha jî jin bi navê emelîyatên estetîk, botoks li ciyê rehetiyê xwe dixin binê kêrê, xwe dikin qird, ibret, sosiret.

12 mars 2024

Biharê îro çav bi me ra qurç kir

Îro biharê serê xwe nîşanî Stockholmê da. Hewa pir xweş bû, ji erdê hilm û gilma biharê difûriya. Min û xanimê bi du seet meş, me xwe teslîmî tîrêjên rojê kir.

Berf heliya ye, ruh bi tebîetê da hatiye, zilikên kulîlkan serê xwe ji bin axê derxistine; dibêjin êdî bihar e.

Tîrêjên rojê bedena min û xanim baş germ kir, kêfa me anî.  Me kum û lepikên xwe danîn û xwe baş da ber tîrêjên rojê yên zêrîn. Me got xwezî me kincên teniktir li xwe kiriba.

Du tirkan dereweke bi boçik û bi şirik kirine

Du nivîskarên tirk, Muhittin Birgen û Turan Can, di 22´ê adara 1937´a da, di rojnameya ”Son Posta”yê da li ser Newrozê nivîsek nivîsîne, gotine:

”Farisan Newroz ji tirkan girtine.” Sernivîsa rojnameyê wiha ye:
”Îro cejna tirk a azadiyê ya herî kevn e.”
Berde, binê we erde.
Wey agir bi derewa we keve. Rûvî jî nikane dereweke wiha bi boçik û bi şirk bike.

Ziman him dost e, him dijmin e

Şîreteke xweş xweş heye, dibêje:”Her tiştê tu zanî nebêje, lê her tiştê tu dibêjî bizanibe.”

Gotina zêde ne xweş e, însên aciz dike. Di şîvê da xwê lazim e, lê gava tu zêde têxê ew xwarin şor dibe, nayê xwarin. Zimanê dirêj eduyê serê xwediyê xwe ye.
Zimên got leq, serî got teq.
Ziman him dost e, him dijmin e.

11 mars 2024

Kêfa min di dilê min da qurçimî

Di medyaya sosyal da hin kurdên me gotin Bursaspor ketiye lîga sisiya. Kêfa min hat. Min ji wan bar kir û nivîseke* dilxweşkir nivîsî.

Xwedê kir berî ez nivîsa xwe belav bikim, min bala xwe da medyaya tirk.
Min dît tiştê hatiye gotin ne rast e, Bursaspor hîn neketiye lîga sisiya. Ev yek hîn ne diyar e.

Laptopa min xatir ji min xwest



Du kompîtorên min hene. Yek a ser masê ye, yek jî laptopeke kevnare ye. Laptopa xweşik do bi şev çû rahmetê, ma ya din. Ew jî diyariya cîranê min ê swêdî ye. Ne ew be nuha karê min li erdê mabû.

Laptop lawikê min Rojen dabû min. Di wexta xwe da yeka pir baş, bi suret û biha bû. 

Lê pir kevn e, 11 salên xwe temam kir. Heta nuha li ber xwe dida, karê min didît. Do bi şev niqika xwe ya dawî avêt û xatir ji min xwest.

10 mars 2024

Gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya di kongra 53´a ya Weqfa Belavkirina Ilim (!)da dîsa rexneyên pir giran li Îsraîl û li Benjamîn Netanyahu girtiye. 

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu şibandiye Hîtler, Mussolînî, Pol Pot û Stalîn.

Dema min navê weqfê dît kenê min hat. Tirkiye û ilim li hev nake, du tiştên ziddî hev in. Tirkiye û Iilim wek agir û avê ye.
Lê li Tirkiyê ecêbên wiha pir in, gelek navên derewîn, xapînok hene, tenê nav e. Yanî dibê meriv bi nav nexape, navî giran e, warî wêran e.
Erdogan gotiye:

09 mars 2024

Romana Berf û Berf li kitêbxaneya kurdî pîroz be !

Leyla Aynûr Aras xanimê îro li Stockholmê, li Enstîtuya Kurdî romana xwe ya dawî ”Berf û Berf” da nasîn û ji me kesên beşdar ra îmze kir.

Bêkes Berwarî li ser naveroka romanê bi Leyla Aynûr Aras xanimê ra sohbeteke xweş kir. 

Bi saya pirsên wî û bersîvên Leyla xanimê em ji naveroka romanê hinekî agahdar bûn.

Dibê meriv ji welatê xwe û ji zimanê xwe hez bike

Dibê meriv ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji ziman û edebîyata xwe hez bike.

Zimanê xwe baş fêr bibe, fêrî zarokên xwe bike. Ev yek wacibê dêûbavîtiyê ye.

Nuha zextek, zulmek mezin li ser kurdan heye, dixwazin kurdan bi çavtirsandinê bikin tirk. Lê gerek bahoz nebe sebebê meriv ji deryayê hez neke.

08 mars 2024

Dibê me dijminê xwe êdî baş nas kiribe

Hin kes dibêjin efendim filan partiya tirk, filan siyasetmedarê tirk ji yê din baştir e.
Ez bi xwe ne bi vê fikrê ra me. Boz bifilete ji reş xerabtir e, reş bifilite ji boz xerabtir e. 

Yanî giş jî xerabên di ser hev ra ne.
Ji ber ku nuha mixalefet in ji bo rayên kurdan bigrin hin derew-merewan li hev radigirin.

07 mars 2024

Swêd gihîşt mirazê xwe-me kurdan zirara herî mezin dît

Piştî du sal xiran û kaşana, dawiya dawî serokê Swêd îro gihîşt mirazê xwe, Swêd bû endama NATO´yê.

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson belgeyên endametiyê îro li Washingtonê teslîmê wezîrê karên derva yê Amarîkayê Antony Blinken kir.

Ji bo swêdiyan endametiya NATO´yê baş e, li kara welatê wan e. Bi ya min jî baş bû Swêd bû endam, ez ne li dijî endametiya Swêd bûm.

Jinikê eşkere gotiya ez dijmina kurda me

Parlamentera CHP´ê û namzeda serokatiya belediya Afyonê Burcu Koksal xanimê gotiye, ”dema ew wek seroka belediya Afyonê were hilbijartin, deriyê belediyê bêyî partiya DEM´ê ewê ji her kesî ra vekirî be.”

Yanî ewê nehêle nigê kurdan bi belediyê bibe, ewê kurdan ji belediyê biqewitînin, ji wan ra zahmetiyê derxînin.

Beyana wê tê vê maneyê. Jinikê vekirî gotiye ez dijmina kurda me û gava ez bibim reîs jî ezê vê dijminatiya xwe bidomînim.

06 mars 2024

Gava Prometheus agir ji Xudayan dizî

Li gor mîtolojiyê Prometheus û Zeus bi hev ra însan xuluqandin. Însanan ne kanîbûne ji xwe ra xanî lêkirana ji bo ku tê da bisitiriyana, ne kanîbûne bi hawakî xweşik nêçîr bikirina, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû.

Û Zeus jî bi tu hawî nedixwest însan ji vê perîşaniyê, ji vê pşdemayiyê rizgar bibin û bibin xwedî jiyaneke hîn rehttir. Ji ber ku ew ji pêşketin û şiyarbûna însanan ditirsiya.

Gelo piştgiriya namzedekî partiyeke tirk rast e?

Namzedê partiya Saadetê yê belediya Amedê Muhamed Sabir Firat çûye serdana Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), xwestiye di hilbihartina da ew alîkariya wî bikin.

Camêr neviyê Şêx Seîdê gorbihuşt e, bûye namzedê partiyeke tirk a îslamî û dixwaze kurd rayên xwe bidin wî.

Ji bo me kurdan tu ferqa Saadetê û AKPê tune ye, şexs ne partî ye. Şexs kane merivekî baş be, lê ev yek nabe sebebê meriv raya xwe bide Saadetê, AKPê ya jî CHP´ê.

05 mars 2024

Kemalîst tenê neyartiya kurdan nakin

Carnan hin kes gava çepên tirk rexne dikin, dibêjin çepên tirk kemalîst in. Dibêjin filan hêz, filan partî, filan partî, filan kes kemalîst e.

Yanî ji bo ku hin kes, hin hêz kemalîst in lema xerab in, antî kurd in. Heger ne kemalîst bûna ewê ne şoven, irqçî bûna, ne li dijî azadiya kurdan bûna. Ji bo ku kemalîst in neyartiya kurdan dikin...

04 mars 2024

Di otoboz û metroyê da kesên kitêb û rojnameyan dixwînin êdî bi ber çavê meriv nakeve

Dinya malwêran di van 40-50 salên dawî da pir guharî. Pêşketina teknolojiyê, medya dîgîtal dinya zû û pir guhert.

Guherînên di van 40-50 salê dawî da gelek wasiteyên, aletên înformasyonê yên sedsalan ji ortê rakirin.

Berê di trênan û otobozan da di destê însanan da ya rojnameyek, ya kitêbek, kovarek hebû, her kesî tiştek dixwend. Nuha ew tişt ji kok da nemya. Meriv di destê tu kesî da kitêbekê, kovarekê, rojnameyekê nabîne. 

03 mars 2024

Li Swêd nivîskarên me zêde dibin


Do min nivîskarekî xort, bi navê Agrî Îsmaîl û romana wî Hyper bi we da nasîn. Îro jî ezê xortekî din, Zhiwar Rashid bi we bidim naskirin.

Min ev xort bi xêra Sorin Masifi xanimê nas kir, wê ji min ra navê Zhiwar Rashid got. Belkî navê wî bi kurdî Zîwer Reşîd e.

Zhîwar Reşîd di sala 1988´a da li kampa Saryasê ya penaberên Kurdistanê ji dayik bûye û li Helebceyê mezin bûye. Ji kîjan beşê Kurdistanê ye ez nizanim. Bi soranî, hewramî baş zane.

Dîsa li ser gazina ji şopîneran

Çendakî berê şopînerên, ya jî tikandinê bloga min daketin bin 200 î. Min bi nivîsekê gazin ji vê kêmbûnê kir. Min got piştî 17 sal xebat, zêdetirî neh hezar meqale dibê xwendevanên min hewqasî ne kêm bin.

Yanî gerek nebe mesela sal bi sal, xwezî bi par. Nivîsa min hat xwendin, nehat xwendin, tesîreke wê çê bû, çê nebû ez nizanim.
Lê nuha min bala xwe da îstatîstîkan, tikandinên rojane bi ser 300´î ketiye.

02 mars 2024

Li Ewrûpayê xortên me bi pêş dikevin

Nivîskar, abûqat Agrî Îsmaîl îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî romana xwe Hyper a bi swêdî da nasîn û ji me kesên beşdar ra îmze kir.

Romana Hyper li Swêd deng daye, di medyaya Swêd da pir pesnê wê hat dayin. Rojnameya Expressenê roman wek ”şaheserekê” bi nav kiriye.

Îngilîziya romanê jî wî bi xwe nivîsîye, li Îngilterê derketiye.
Malbata Agrî Îsmaîl ji Kurdistana Başûr, ji Silêmaniyê ye.

Rûvî berê nediçû qulikê rabû hejikek bi dêla xwe va kir

Go rûvî(rovî) berê nediçû qulikê, rabû hejikek jî bi dêla xwe va kir, ji xwe ra xerabtir kir.

Berê karê min pir e, ez di bin da pelixî me, ji do da ye min karekî pir girantir li yên heyî zêde kir.
Di rewşên wiha da dayika min a rahmetî digot, ”nesitirî, ji xwe bigere !”

Ez ji xwe nagerim, hejikan bi xwe va dikim, li ciyê rehetiyê barê xwe girantir dikim.

Ma qey dewleteke serbixwe ji bo filistîniyan heq e, ji bo me kurdan sûc e, qebhet e ?

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”avakirina dewleteke Filistînê a serbixwe şert e”.

Ji bo 3-4 milyon filistînî dewleteke serbixwe şert e, lê ji bo 40-50 milyon kurd dewlet ne şert e, dibê kurd nebin xwedî dewlet.

22 dewletên erban hene, dibê dewleteke din jî çêbe, bibe 23 dewlet, lê gerek dewleteke kurdan çê nebe.
Gerek her kurd ji Erdogan bipirse:

-Çima tiştê tu ji bo filistîniyan dixwazî, heq dibînî, tu ji bo kurdan naxwazî?

01 mars 2024

Tesadufek xweş û rexneyek li Wîkîpedîya kurmancî

Şeva çûnî di nav dosyeka fotografan da ez rastî dosya nivîsên xwe yên NETKURD´ê hatim. 390 nivîsên nûçe, xeberên bûyerên rojane ne. Tarîxa nivîsan 2005-2006 e. Xeberên li ser bûyerên rojane yên wê demê ne. Çend meqale jî hene.

NETKURD di sala 2005´a da dema ji alî Mûrad Ciwan va hat vekirin ez di redaksîyona wê da bûm. Me çend hevalan(Mûrad Ciwan, ez, Mamoste Nûjen, Nîhat Saganda, Şefîq Oncu)bi hev ra ava kir. Belkî çend kesên din jî hebûn, navên wan nayê bîra min. Min du salan tê da her roj nivîsî. Dûra min dev jê berda.

29 februari 2024

Çîroka Hz. Mûsa û gur

Rojekê Hz. Mûsa li çolê îbadet dikir. Bala xwe dayê gurek nêzîkî wî dibe. Di dilê xwe da got:

-Xwedêyo, hewcedariya min bi kera min heye, gur îslah bike bira kera min nexwe.

Piştî îbadeta xwe qedand, bala xwe dayê hevsarê kerê li hustuyê gur gerîya ye, gur xeniqî ye.
Hz. Mûsa ji xwe ra got:

28 februari 2024

Suyarê hespê xelkê tim peya ye

Bi pereyê xelkê comerdî, bi aqilê xelkê siyaset, bi zanîna xelkê jî zanatî, alimî nabe, meriv bike ne rast e.

Dibê meriv bi perê xwe comerdiyê bike, qîma xwe bi aqilê xwe bîne û ji bo zanînê jî xwe biwestîne, fêr bibe.

Gava pere, aqil û zanîn ji xelkê be, zû dereng diqede, pûrê meriv derdikeve, meriv perîşan dibe.
Dibê her tiştê meriv yê meriv be, ji kîsê meriv be.

27 februari 2024

Kurdên dixwazin bibin ereb jî pir in

Di 21ê sibatê, roja zimanê dayikê yê cîhanî da di telewîzyonaRûdawê da min li programeke li ser zarokên li Almanyayê diçin dersên kurdî temaşe kir. Çar mamoste, zimanzan beşdarî programê bûbûn.

Mamosteyên beşdar bûbûn di programê da gotin gelek kurdên ji başûr û rojavayê Kurdistanê zarokên xwe naşînin dersên kurdî, dişînin dersên erebî.

Ez matmayî mam, kurdên rojava û başûrê Kurdistanê li Almanyayê çima zarokên xwe dişînin dersên erebî?
Çawa ji viya şerm nakin, çawa kanin li ruyê kurdên din binêrin?

26 februari 2024

Piştî du sal payin swêdî îro gihîştin mirazê xwe

Parlamentoya Macarîstanê endametiya Swêd a NATO´yê bi 188 rayên erê, 6 rayên na qebûl kir.

Wey mala Xwedê ava be, belengazên swêdî ev du sal bû bi payinê kevzikî bûn. Axirê ji Vîktor Orban ra jî devê kîsik vekirin û îro gihîştin mirazê xwe.

Berê serokê Tirkiyê Erdogan ew kezebreşî kirin, ew têr dotin, têra xwe ji wan xwar, ew baş givaştin.

Û di heqê kurdan da jî çi xwestin, swêdiyan gotin ser serê me, her daxwaza Tirkiyê bêyî kêmasî anîn cî.

Derdê pisporên kurmancî û dijminên erebî nayê kişandin

Sernivîsa min a pêr, a li ser merasima cenazeyê Kamîl Sumbul wiha ye:

”Me Kamil Sumbul teslîmî axa sar kir”

Di platforma X´ê da yek li dijî gotina ”teslîm” rabûye, gotiye çima te gotiye ”teslîmî axê kir”. Teslîm bi erebî ye, dibê te bigota ”radest kir.”
”Radest” derdest e, derdestkirin e, yanî girtin e. Meriv cenaze "radestî" axê nake, ax jî teslîm nagire…

Min ev bersîv da wî camêrî:

25 februari 2024

Tikandina bloga min milyonek derbas kir

Do bi şev bala min kişand, bloga min Hindik-Rindik milyonek tikandin derbas kiriye, jimara tikandinê, bûye 1000926.

Di 14 salan da milyonek û 926 tikandin ne pir e, pir hindik e. Dibê çend milyon bûya.

Lê ji ber ku blog bi kurmancî ye bikirên wê jî hindik in. Heger bloga min bi tirkî bûya bikirên wê ewê pir bûna. 

Kurd ji tirkî hez dikin, tirkî di ser kurdî ra digrin. Lema jî kurdî fêr nabin, zêde naxwînin.

24 februari 2024

Me Kamil Sumbul teslîmî axa sar kir

Îro li Stockholmê merasima cenazeyê kurdperwerê hêja Kamîl Sumbul bû. Kurdên Swêd, nas, dost  û hevalên wî, malabata wî bi merasimeke xweş, li Goristana Solna ew teslîmî axa sar kirin.

Piştî gorkirinê malbata wî, nas û dostên wî li herêma Telefonplanê, li aşxana Adfoodê hatin ba hev, şîneke kin çêkirin, gelek kesan bi axaftin û bîranînên xwe ew yad kirin, qala hin bîranînên xwe yên pê ra kirin.

Antî-semîtîzim û antî-kurdîzim wek du cêwiyên sîyam in

Rojda Yaşîk di kanala ”Zarêma Rexne û Teorî” da bi Peşraw Mihemed ra li ser nasyonalîzmê, antî-semîstîzmê, antî-kurdîzmê û gelek tiştên din sohbeteke pir xweş dike. Li ser tiştên, mijarên pir muhîm dipeyivin.

Hebûna keç û xortên wiha moral dide meriv. Ancax bi kesên wiha zana, întellektuel em kanin ji bindestiyê xelas bibin.

Sohbeteke pir xweş e, dibê meriv lê gudarî bike. Gudarî bikin, hûn jê fêdê bibînin.

23 februari 2024

Rojnivîskên sirgûnekî îşev gihîşt Stockholmê


Ev çend roj bûn çavê min wer li rê bû, bi bêsebrî ez li bende hatina wê bûm.

Axirê bîstek berê POSTNORD´ê pakêta ez bi kelecan li bende bûm ”Rojnivîskên sirgûnekî 1985-1999” anî danî ber deriyê me û çû.

Wek zarokek ji meriv ra çê bibe, wek dayika meriv were mîvaniya meriv ez kêfxweş bûm.

Gava nivîs dibe kitêb û tê dikeve destê meriv, hestekî pir xweş e, tiştekî nuh li jiyana meriv zêde dibe.

Gelê Wêranşarê di vê hilbijartinê da dibê belediya xwe ji hevalê neyar bigire !


Li Tirkiyê û li Kurdistanê ji hilbijartinên beledîyan ra mehek û 6 roj maye.36 rojên din, di 31´ê adarê da li Tirkiyê û li Kurdistanê ewê hilbijartinên mehelî çêbibin.

Bi nêzîkbûna roja hilbijartinê ra meydana siyasetê germ dibe.
Li ser taktîk û tifaqên di hilbijartinan da, kîjan partî ewê çi bike gelek tişt tên gotin.

Li bajarên tirkan kîjan partî qezenc dike, kîjan wenda dike ji bona min ne muhîm e. Ez serê xwe bi vê yekê ra naêşînim. Hilbijartinên tirkan, teşxeleyên nabêna partiyên wan min eleqeder nake.

22 februari 2024

Îro em gelkî westiyan

Piştî 99 deqîqe(7,57 km)meş, gava em gihîştin mal, em ji hal da ketibûn, xwîdan ji me diherikî. Me kincên xwe guhert, xanimê bazda nav nivînan, got, ”ez li ser xwe naedilim.”

Dema meriv ji gerê tê malê û xwe bera ser dîwanê(qoltixê) dide û qahwa xwe viduxwe, bira we bizanîbûya çiqasî xweş e!

Her kes nikane ji şiîrên Melayê Cizîrî fêm bike

Her kes nikane her nivîsê, her axaftinê, her şîirê, her metaforê, her alagoriyê, her îmajê, her teşbîhê, her taswîrê fêm bike, jê kêf û zewqekê bigire.

Gava meriv ji şiîrekê(ji helbestekê), ji teşbîh û îroniyên wê fêm nekir, jê kêf û zewqek negirt, nayê wê maneyê ew şiîr xerab e, şiîreka vala ye, berradayî ye.

Xweşikî, nexweşikî, fêmkirin, nefêmkirin tiştekî îzafî ye, li gorî mistewa şexsan a întellektuelî diguhere.

21 februari 2024

Xelk sal bi sal zêde dike, ez kêm dikim

Demeke xwendevanên bloga min ”Hindik-Rindik” kêm bûne. Ez nizanim sebeb û esbabî mûcîbeya vê yekê çi ye?

Gelo ez tiştên xweş, balkêş nanivîsînim, ya jî xwendevanên min vê demê meşxûl in, tembel bûne lema riya xwe bi bloga min naxînin?

Berê tîraja tikandinê rojê tim çendsed bû, carnan bi ser hezarî û du hezaran jî diket.

Ev çend roj in jimar daketiye bin dusedî. Piştî 17 sal blogerî ev tîraj pir hindik e; ji dêlî zêde bibe, kêm bûye.

Tirkiyê lez daye guhertina demografiya Kurdistanê

Tirkiye bi program demografiya Kurdistanê diguherîne. 218 malbatên(703 tirkên) ahiskayî birine li Xelatê bicî kirine.

Gotine ewê 10 hezarên din jî bicî bikin. Mêrikan pir ecele dikin.

Ev ne cara pêşî ye tirk ji kafkasyayê û Balkanan, ji Afganîstanê mahciran tînin li Kurdistanê bicî dikin.

20 februari 2024

Ez û tizbiyên min

Di platforma X´ê da yekî xwestiye ez koleksîyona tizbiyên xwe nîşan bidim.

Ez vî rismî ji bo xatirê wî belav dikim.

Yekê jî dikşînim, ew jî karebayeke zer e, lê hûrik e.

Bi xêr heger îcar herim welêt ezê çend hebên xweşik bikirim.

Ez dildarê tizbiya me, dixwazim gelek tizbiyên min hebin, têr li wan binêrim.

Îro ez bûm şahidê marîfeteka pisikê

Ez ji heywîn herî zêdetir ji pisikan hez dikim. Ez heyranê wan im.

Pisik heywaneka muhteşm e, bêemsal e, meriv dibe heyranê şexsîyet û qerekterê pisikê.
Îro bûm şahidê marîfeteke pisikê ya pir xweş, bêemsal; ez bûm heyran.

Min zanîbû pisik pîsiya xwe vedişêre, lê min bi çavê xwe nedîtibû çawa dike?
Îro ez û xanim, îro em bûn şahidên wê hunera pisikê. Ez heyranmayî mam.

Me kurmancîya bêkes perîşan kiriye

Miletek gava bi sedsalan bindest bimîne, bi zimanê xwe nexwîne, ew ziman dibe gêrmiya gavanan, dibe şorbe. Kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir bûye. 

Di medyaya sosyal da meriv vê yekê pir xweş dibîne. Merivên mest û mezin nikanin du gotinan rast bibêjin. 

Yek gotineka şaşomaşo li hev radigire, dibêje efendim li ba me wiha dibêjin.

19 februari 2024

Xwedêyo, çoyekî bide min, li her derê mar hene !

Xwarziyê min Alî Varol dîsa şiîreke pir xweş nivîsîye. Min jê pir hez kir.
Alî Varol şairekî mezin e, şiîrên wî pir xurt in. Lê ji ber ku bi tirkî dinivîsîne di nav kurdan da zêde nayê naskirin. Heta nuha çend şiîrên wî kirine kurmancî.

Lê wergera şiîrên wî ne rehet e, zimanekî wî yê alegorîk, îronîk heye, wergerê zor dike. 

Dema meriv werdigerîne kurmancî hin caran ew xurtî, ew dehşet pê ra namîne, ya jî kêm dibe.

18 februari 2024

Li Stockholmê roja zimanê zikmakî bi coşeke mezin hat pîrozkirin


Me îro li Stockholmê bi mamosteyên zimanê kurdî, xwendekarên wan û malbatên xwendekaran ra roja zimanê zikmakî bi coşeke mezin pîroz kir.

Şahiyeke pir xweş û bi dûzan bû. Bi taybetî jî ji bo zarokan şeveke hewce û tam li gorî zarokan bû. 

Kêfxweşiya wan, dilşadiya wan ji ruyên wan, ji çavên wan diyar bû. Şeveke tam li gorî dilê zarokan bû, lîstin, govend girtin, kêf kirin.

Arasê me hat ziyareta kalik û pîrika xwe

Oliver Arasê me hat ziyareta kalik û pîrika xwe, em pir dilşa kir. Ez û xanim ji dest hev direvînin.

Di himêza me da nagirî, kêfa wî li cî ye.  Îskîniya wî rabûye, dike îskîn.
Ez û xanim pê ra kurmancî dipeyivin. Dûra, bi xêr dema hinekî mezin bû ezê jê ra xemîşokan jî bibêjim. Ewê kurmancîya wî baş bibe.
Çi heyf îro ezê nikanibim heta êvarî li balê bimînim.

17 februari 2024

Li Tirkiyê êdî nahêlin kurd bikenin jî

Li Stenbolê lîstika tiyatroyê ya bi navê ”Qral û Travîs” berî lîstik dest pê bike pûlisan salon dorpêş kirin û nehîştine lîstik dest pê bike.

Lîstik bi biryara qeymeqamê navçeya Şîşliyê hatiye qedexekirin.
Lîstikvanên kurd Denîz Ozer û Bahoz Ozsunar ji alî pûlisan ve bi darê zorê ji salonê hatin derxistin. Pûlisan Ugur Ozsunar girtin bin çavan, birin qereqolê.

Ev demeke kurdên Stockholmê pir aktîv in

Ev demeke li Stockholmê dawiya her heftê civînek, meşek, aktîvîteyek heye. Kurdên Stockholmê nig di bin xwe ve nakin.
Em giş bi ser 70´î ketine lê hîn jî wek xortên 18 salî baz didin vir û wir.

Hefta berê roja şemiyê(10/2) Serkan Brûsk li Kitêbxana Kurdî kitêba xwe da nasandin. Min pê ra negîhand herim civînê.
Do şîna Kamîl Sumbul bû. Me ew yad kir, sersaxî ji malbata wî ra xwest. Gelek kes hatibûn şînê.

Îro Firat Cewerî li kitêbxana xwe ya şexsî ya li Jakobsbergê ewê li ser nameyên wî û hin şexsîyetên kurd ji hev ra şandine bipeyive, ji nameyên jê ra hatine çend heban bixwîne.
Ezê neçim.

16 februari 2024

Me îro li Stockholmê Kamîl Sumbul yad kir

Îro seet di 16.00´a da şîna Kamîl Sumbul bû. Şîn li bakurê Stockholmê li taxa Kista Traffê bû. Gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn şînê, ji malbat, xanim û zarokên wî ra sersaxî xwestin, bûn şirîkê êşa wan.

Kamîl kurdperwerekî nefsbiçûk bû, fedekar bû. Lema jî gelkî dihat hezkirin.

Tirkiyê sînorên desthilata xwe pir fire kiriye

Tirkiye êdî ne Kurdistana Bakur tenê, Kurdistana Başûr jî îdare dike,li wir jî emir dide kurdan, serkutiyê li wan dike.

Li vî beşê Kurdistanê kurd kanin çi bikin, çi nekin, ne îdareyên Kurdan, Tirkiye biryarê dide.
Tiştê Tirkiye nexwaze, destûrê nede kurd nikanin bikin.

Eynî zorbatiyê li ser Kurdistana Rojava jî ferz dikin. Ji ber ku ew îdare ne bi dilê wan e, her roj bombebaran dikin, agir bi ser serê kurdan da dibarînin.

15 februari 2024

Ya ji me ra lazim berdewamiya xebatê ye

Vê serê sibê di serê min da gelek tişt diherin û tên, gelek fikir li bin guhên hev dikevin.

Hinekan naxwazim bibêjim, hinekan newêrim bibêjim. Naxwazim bêhêvîtiyê belav bikim. 

Ya baş û kêfa min jê ra tê û diwêrim bibêjim hêvî ye, micadele ye. Ji me ra ev lazim e. Zorî, zahmetî çi bin jî dibê em li ber xwe bidin, heta ku em zincîrên bindestiyê dişkînin, dibin miletekî azad û serbixwe.

14 februari 2024

Bi meriv ra xîret hebe meriv nabe hevalê eşîra dijmin

Kesên kalikên wan, mezinên wan, ap û xalên wan ji alî tirkan va hatine îdamkirin, lê ew dîsa jî dibin hevalên tirkan, dibin endam û serokên partiyên tirk. Ev yek min matmayî dihêle.

Gava yek mêrekî meriv dikuje meriv dibe dijminê eşîra wî, têkliya xwe bi wê eşîra ra qut dike, bi ferdên wê eşîrê ra dostiyê, hevaltiyê nake.
Bi meriv ra piçek xîret hebe meriv nabe dost û hevalê merivên qatilên bav û kalên xwe.

Meriv zû hol nebe li karê ye

Di medya sosyal da her roj gelek tiştên li gorî fikrê meriv şaş in bi ber çavê meriv dikevin. Meriv dixwîne, li ser difikire, lê dengê xwe nake.

Her tiştê neket serê meriv dibê meriv hema êrîş nekê, lê sêr û temaşe bike.
Carnan bêdengî ji zimandirêjiyê, ji devbelaşiyê çêtir e. Zimano leqleq, serîyo teqreq.
Dibê meriv tiliya xwe nexe her qulikê, xwe tevî her tiştî neke. Meriv zû hol nebe li karê ye.

13 februari 2024

Derdê dil ruh dikşîne

Ezê vêsê jî bi çend gotinên Şems-î Tebrîzî ji we ra bibêjim siba we bi xêr û silamet. Ezê îro jî bi çend nesîhetên, aforîzmeyên bi sûd dest bi roja xwe bikim.

-Dil ji ruh ra dibêje: Ez hez dikim, ez evîndar dibim, lê êşa wê tim tu dikşînî.

Ruh jî bersîvê didê: Hema tu hez bikî bes e. 
Yanî derdê dil ruhê feqîr dikşîne, ew dil digre, serê ruh pê ra dikeve belayê.

Êdî hûn kanin Rojnivîskên Sirgûnekî bixwînin

Çend roj berê min mizgînek dabû zarokên me. Min gotibû çavên we ronî be, kitêba min ”Hebû Tune bû” antolojiya çîrokên zarokan derket.

Îro jî dixwazim mizgînekê bidim mezinan, dost û hevalên xwe, hezkiriyên kurmancî. Vê carê jî mizgîna kitêba xwe ya nuh, ”Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)didim we xwendevan, nas û dodtan.

Îsal bû sala min, berê çapa 4´a ya ”Hebû Tune bû, Antolojiya Çîrokên Zarokan” derket. 

Nuha jî rojnivîskên min wek kitêb ji alî Weşanxana Pallê ve hat weşandin.

PARVE BIKE