Bi vî aqilî emê kurmancî bikin zimanekî kurmanc jê fêm nekin. Musebibên vê jî hin kurmancên bi ber bayê soranan ketine, hin gotinên wan yên naylon kopî dikin, kurmancî kirine porê dînan.
Sernivîseke malpera Rûdawê wiha ye: ”Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd
kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê”
"Erebên hawirde li Efrînê bicî dikin."
Ez nizanim ”hawirde” çi ye, min li ferhengên dijîtal nêrî. Li gorî ferhengan ”hawirde” îtxalat e. Ferheng dibêje, ”bûjenên ku ji derve hatine standin”.
Peyva ”bûjen” cara pêşî ye dibihîzim, maneya wê nizanim. Lê
ji gotinê wer xuya dike ”bûjen” di maneya mal, malzeme da hatiye bikaranîn.
Yanî ”hawirde”, mal û malzemeyên, tiştên ji derve tên îtxalkirin.
De îcar erebên dagirker, mahcir çawa dibin ”hawirde”, yanî
îtxal?
Îxrac, meriv tiştekî difroşe derve, îtxal jî meriv ji derve
dikire.
Kurmancî ji gêrmiya gavanan jî xerabtir kirine. Êdî meriv
sernivîsekê jî fêm nake.
ferheng dibêjin "hawirde" îtxalat e, malzemeyên ji
welatên din tên kirîn, tên îtxalkrin.
Însan nayên îtxalkirin û îxrackirin.
Di çêkirina gotinan da dibê meriv hinekî cidî be.
Erebên Efrînê mahcirên dagirker in.
Ne hewceye meriv nadêrekê pêveke, meriv dibêje ereban li Efrînê bi cî dikin.
Dema meriv li gundekî, li cimatekê bibêjî "erebên
hawirde" xelkê çi fêm bike?
Jixwe "hawirde" jî navdêreke beradayî ye, dewsa
îtxalê nagire.
Tirk hewqas sal in xwedî dewlet in hîn jî dibêjin îtxalat û îxracat. Soranên me
wek fabrîqê gotinan çêdikin.
Hin kurmancî di cî da wan tiştên berradayî kopî
dikin. Bi tiştên wiha kurmancî dewlemend nabe, bi pêş nakeve. Belovacî wê xera
dibe, dibe zimanekî milet jê fêm neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar