14 mars 2024

Li Tirkiyê ev e halê kurdan


Li qeza Agiriyê Bazîdê leşkerên tirk xortê endamê Meclîsa DEM partiyê, Birîndar Gezîcî bi şîşî îşkenceyeke wer lê kirine, her dera wî kirine kerikonê reş, lawik kirine malê mirinê. 

Tiliyên destê wî perçe kirine. Serê wî, pozê(bîvila) wî şikandine.

Piştî vê wahşetê, di ser da ew birine avêtina zindanê. Barbariyeke, wahşeteke ji viya mezintir nabe.

Kurdên hîn jî hevalên vê hukûmetê ne ji sadîstên Birîndar Gezîcî kirine malê mirinê xerabtir in.

Ev rismê Birîndar Gezîcî tenê têrê dike ji bo ku hûn dewleta tirk û tirkan nas bikin.
Yên ev îşkence li vî xortê kurd kirine nehatine girtin, xortê marûzî vê îşkenceya hovane bûye avêtine zindanê. diyar e dilê hakimê tirk bi vê îşkenceyê rehet nebûye, lema xort tewqîf kiriye.

XXX

AKP´ê li gelek bajarên Kurdistanê bi rayên sexte ji nuha da qezenkirina xwe saxlem kiriye.

Rêxistina CHP´ê ya Sêrtê gotiye li Sêrtê, Rêveberiya Hêzên Taybet jî di nav de, li 4 navnîşanan navê 6 hezar û 643 kesan hatiye nivîsîn.

DEM partiyê jî berî nuha bi demekê qala sextekariyên wiha kiribû.
Ji bo ku belediyê ji kurdan bigirin ne li Sêrtê tenê, li gelek bajarên din jî eynî tişt kirine. Sextekarî karê wan wan e. Ancax bi sextekariyên wiha qezenc bikin. Heger ev nebe ewê bi zorê nedin, bibêjin me qezenc kiriye. Çimkî tirkiye êdî dewleteke wek Somalî û Sûriyeyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE