30 juni 2020

Buhtana Dîlan Karacadagê !

Soner Sert


Tiştê Dîlan Karacadagê û rojnameya ”Yeni Ozgur Polîtîkayê” kirine buhtaneke li Soner Sert e, dezînformasyon e. Çimkî Soner Sert negotiye ne şert e fîlmên kurdî bi kurdî be...

Dîlan Karacadagê di rojnameya ”Yeni Ozgur Politika”yê da li ser sînemaya kurdî bi Soner Sert ra hevpeyînek kiriye.

Li ser pirsa, ma sînema kurdî mecbûr e bi kurdî be?

Bobelata vê carê pir mezin xuya dike


Di tarîxa me da gelek felaket û bobelatên mezin hatine serê me, hêzên dagirker bi hezaran kurd kuştine û bi sedhezaran jî mecbûrî, koçberiyê, derbederiyê û perîşaniyê kirine.

Lê felaket û bobelata vê carê dixwazin bînin serê me pir mezin xuya dike.

Tirkiye, Îran, Îraq û xayin û xwefiroşên kurd, gişan qela xwe kirine yek û dixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin û kurdan basko bikin, felaketeke pir mezin bînin serê kurdan.

29 juni 2020

Carnan Xwedê li ser hev dide !



Do êvarî Xwedê li ser hev da min, bi mîvanên ezîz ra tizbî jî bi ser min da barîn. 

Ez li hêviya tizbiyekê bûm, tam pênc heb bûn qismet û nesîbê min.

Yanî do Xwedê li ser hev da min. Îşê wî xerîb e, nade, nade, gava dide jî wiha li ser hev dide…

Hêvî dikim mîvanên wiha comerd her roj werin. 

Sipasiyek ji dil û can ji bo wê roj û şevbêrka xweş...




Do çend heval mîvanê me bûn. Ji meha sibatê û vir da ye ev cara duduya ye em hev dibînin. Wê rijê li ber golê me çend hevaln hev dît û do jî çend heval bûn mîvanên me.

Bêxwediya koronayê ev çend meh in em di malên me da kirine hefsî. Hêdî hêdî em dîwarên tirsê dihediînin û dîsa wek demên berê tên ba hev.

28 juni 2020

Kurdistan gerek xwe biparêze !


Dibêjin ”av radizê, dijmin ranazê.”

Tirk, dijminekî me yê pirxerab, pir zalim in. Qet ranazên, bi şev û roj, 24 saetan wer li pey me ne.

Bakurê Kurdistanê dagir kirine, 30 milyon kurd kirine êsîr û kole pê nayên serî, nuha jî nîvê rojava û başûrê Kurdistanê dagir kirine, dixwazin van herdu beşan jî bi tevayî dagir bikin û koka kurdan biqelînin, wan jä wek kurdên bakur bikin êrsîr û koleyên xwe.

27 juni 2020

Karê îro dibê meriv nehêle sibe


Her kar dibê di wexta xwe da bibe.

Her gav dibê di wexta xwe da were avêtin.
Karê îro dibê meriv nehêle sibê. Çimkî sibe kane dereng be.

Karê di wexta xwe da neyê kirin, gava di wexta xwe da neyê avêtin, dû ra meriv bike jî nabe, ciyê xwe nagire, çimkî di wexta xwe da nebûye.

Ez alîkar im



Mêrik hinek perê hûr avêt ser dismala korekî li ber deriyê mizgeftê. Lê pere li ser dismalê nesekinî û gindirî derve.
Yê parsek rabû bera pey pere da, ew girt û anî danî ser dismala li ber xwe û dîsa li dewsa xwe rûnişt.
Mêrik mit û mat ma, ji yê parsek ra got:

26 juni 2020

Sipasyek ji dil


Kitêba min "Striyên me" gihîştiye destê BeşîrKavak, rojnamevanê jîr û camêr çend gotinên xweş û qidirzan li ser gotine.

Sipas ji bo wan gotinên dostane.

Herçî nivîsên min yên din in, di rojên pêş da ezê qismekî ji wan jî di çend cildan da biweşînim. Ev nêta mn heye.

Tirkan ev kinc bi zor li Seyid Riza kirine !

Ev kinc berî îdamî bi zor li Seyid Riza kirine


Qiyafetê bi fotor bi zor li Seyid Riza kirine !

Dema Seyid Riza birine îdam kirine, kincên wî yên netewî jê kirine û çakêtek bi zor lêkirine û şewqeyekî fotor jî dane serî.

Yanî qiyafetê wî yê berî îdamê ne yê wî ye, namerdan bi zor lêkirine. Namerdiyeke ji viya mezintir tuneye.

Tedbîr û tewekul



Ev çar meh in zalima kornoyê em di hunduran da hefs kiribûn, her kes di mala xwe da di nav tirs û xofeke mezin da dijiya, kes newêrîbû biçûya serdan û mîvantiya kesî.

Lê însan mexlûqekî zû xwe diguherîne, zû întîbaqî şertên nuh dibe.

Pişt 3-4 meh jiyaneke mişt tirs û xof, me dev ji tedbîrê berda, nuha jî dema xemsariyê û tewekulê dest pê kiriye.

25 juni 2020

Jiyan wek kitêbekê ye



Stockholma xopan îro dişewite, di siyê da 29 derece ye.

Carnan xwe didim ber rojê lê nayê kişandin, meriv diqijile. 

Erê ez ji Wêranşarê me, hin havînan germiyan dibû 40-50 derce, lê 40 sal berê bû. 

Xwedê kir perda me heye, ne perde bûya emê bişewitîyana. 

24 juni 2020

Bi hevalên ezîz ra rojek xweş


Îro min bi çend hevalên xwe yên ezîz ra li ber gola me rojek xweş derbas kir. Zû da bû me hev nedîtibû. Me bîriya hev kiribû.

Tu hîn jî keç î



Mele jina wî mir, piştî demekê ji xwe ra jinbiyek dît û pê ra zewicî. Şeva gerdekê, berî ku here ba jinikê jê pirsî, got:
-Xatûn, tu bi qedrê Xwedê dikî, heta nuha te çend mêr kirine?
Jinikê got:
-Çar.
Mele got:
-Ma di nav wan da qet mele hebûn ya na?
Jinikê got:

Kurdên li Tirkiyê dijînin nikanin xwe ji asîmîlasyonê biparêzin


Gava ez dibêjim kurdên li Tirkiyê dijîn piştî 30-40 salê din ewê bibin tirk, hin kes li dij vê dîtina min derdikevin, dibêjin na, tu aş î û numûneya kurdên Konyayê nîşan didin.

Bi baweriya min di vê sedsalê da di nava tirkan da, li bajarên tirkan piştî du nifşan ziman nayê domandin, ne mimkûn e.

Ji kurdên koçî Tirkiyê kirine qismekî biçûk bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin jî, neviyên wan ewê nepeyivin. Him ji alî sosyolojîk ve ev ne mimkûn e û him jî miletekî wek tirkan faşîst rê nade vê yekê. 

23 juni 2020

Meriv kanibe çiqasî dev ji tirkî berde hewqasî baş e


Tirkan li Batmanê ji ser riyan îkonên kurdî rakirine. Berê jî nivîs û lewheyên kurdî rakiribûn. Li her bajarê ji HDPê girtin eynî tişt kirin.
Ev ne tiştekî nuh e.
Hin nas û dost bi tirkî hukûmetê rexne dikin. Bi ya min gerek bersîva me ne bi tirkî, bi kurdî be.

Dibê meriv bibêje madem wiha ye, ji nuha û pê da em jî hew bi tirkî dinivîsin, bi hev ra hew bi tirkî dipeyivin.

We Erdogan gewî û aşûnî kir

Emmanuel Macron 


Serokomarê Franseyê Macron gotiye, ”Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lîbyayê lîstikeke xerab dilîze û bi şandina çek û çekdaran li Lîbyayê şerê navxweyî gurrtir kir.”


Heta serokên ewrûpî ev newêrek bin Erdogan ewê tu carî rehet nesekine.

Erdogan bi gotinê, bi rexnekirinê dev ji dagirkeriya welatan û şerên cîranên xwe bernade.

22 juni 2020

Hedefa tirkan qirkirina me ye


Qeyûmê Batmanê îkon û tabêleyên bi kurdî giş rakirine. Li her derê eynî tiştî dikin.

Ev siyaseta hukûmetê ye. Qeyûm bi serê xwe van tiştan nake, tenê emrê jê ra hatiye dayin bi cî tîne.

Dema hedefa meriv qirkirina miletekî be meriv berê zimanê wî miletî lê qedexe dike.

Ji bo ku Kurdistan ji tirkan ra bimîne dibê kurdan asîmîle bikin, nehêlin kurd zimanê xwe bi pêş xin.

21 juni 2020

Qadiyê Misrê



 Xoce Nesredîn rojekê dîsa kerê xwe wenda dike. Xoce vê carê pir diqehere, ji xwe ra dibêje:

-Ev çi ye ez ji destê vî kerî dikşînim, her roj xwe beta dike û tim jî ez lê digerim û dibînim. Hema îcar kevir jî bibare ezê lê nagerim, bira hinekî li çol û çepelan rezîl bibe, ji bo ku aqilê wê  were serî. Bira îcar jî ew li min bigere.

Min digot belkî ez hîn xortê berê me


Do ez û xortê me yê biçûk Rojen, bi tevr û bêrê ketin hewşê, me kevir û kuçik, qirqafên zêde avêtin û dûzanek da hewşê.

Lê karê tevr û bêrê, karê kolanê, rakirin û dakirinê karekî giran e. Îro her dera min diêşe, fena yekî ez kiribim cûnî kutabim…

Gava kalê 70 salî rahîje tevr û bêrê, bikole, gomên mezin rake hale wî ev e, roje din jî ewê her dera wî jan bide…

20 juni 2020

Ji bo sitranekê çar sal ceza

Azad Bedran


Mahkima tirkên misilman-faşîst ji bo sitranekê 3 sal û 9 meh ceza daye Azad Bedran.

Vana nazî jî derbas kirin.

Stran çawa dibe sûc?

Dibê meriv carnan bi ya îblîs bike



Wexta paliyan bû û mele ji xwe ra li zikatê digeriya. Li gundekî çû ser bênderekê. 

Lê ji şansê mele ra jinik û mêrik ketibûn gewriya hev û pevdiçinîn. 

Mêrik jî yekî bêexlaq, devpîs û xeberokî bû, gotinên ne xweş ji jinikê ra digot. 

Xura serî



Leşker avêtibû ser gundekî, peyayên gund giş li meydanekê topkiribûn. Qumandarê leşkeran emir da, got bira her kes destên xwe bilind bikin.
Her kesî ji mecbûrî destên xwe bilind kir. Piştî bîstekê serê sofî xuriya. Sofî destê xwe hêdîka bir serê xwe û serê xwe xurand.

19 juni 2020

Tirkiyê ENKS jî terorîst îlan kir !


Wezîrê karên derve yê Titkiyê Mevlût Çavuşoglu gotiye:

”Navê wê çi dibe bira bibe, her kesê bi PKKê-YPGê ra hevkariyê bike ji bo me tu ferqa wê ji PKKê, YPGê tuneye û ji bo me hedefekemeşrû ye.”

Ev îş wiha ye, kîjan kurdê, kîjan hêza ne eskerê tirk be, li gorî daxwaz û emrê tirkan hereket neke terorîst e, dibe hedefa Tirkiyê ye. Nuha ewê dor were partiyên din jî.

18 juni 2020

Navê wê jî, tahma wê jî xweş e !


Şeraba min temî kiribû bîstek berê hat ber deriyê mala min. 

Ez û xanimê êdî emê şereba Kurdistanê vexwin.

Tahma şeraba Kurdistanê pir lezîz e. Navê wê jî, tahma wê jî xweş e.

Tirk dibêjin hedefa wan dagirkirina ”bakurê Îraqê ye”



Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar gotiye ”di rojên pêş da emê li bakurê Îraqê wargehên xwe yên leşkerî zêde bikin. Hedefa Tirkiyê li bakurê Îraqê zêdekirina meqerên leşkerî ye.”

Li gor ajansa Reutersê jî hin berpirsên tirk gotine ”Tirkiye plan dike hejmara binkeyên xwe yên leşkerî di nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir bike”, yanî hinek erdê din dagir bike.

Tiştê kurd pê kêfxweş û dilşa dibin !


Bi qasî ez dibînim moral û manewîyata kurdan îro ji pêr baştir, xurttir û bilindtir e.

Sebebê vê kêfxweşî û moralê pozîtîf jî yekîtiya PYDê û ENKSê ya do ye; yekîtiya do, rismên do di medyaya sosyal da belav bûn him kurd dilşa kirin û him jî manewîyata wan xurt û bilind kir.

17 juni 2020

Îro kurdan dostên xwe dilşa û neyarên xwe jî teqandin



Dîmenekî kurd pê kêfxweş bûn û neyarên me jî pê har û dîn û kezebreşî bûn !

Ji başûr xebereke xêrê heye, kurdên rojava, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) li hev kirin û bi heyeta Amerîkayê ra beyanek dan.
Civîna berpirsiyarên PYDê, ENKSê û berpirsiyarê Amerîka yê Sûriyê bi hev ra sûretekî tarîxî ye.

Gur û keftar îcar bi hev ra êrîş dikin


Ev çend roj in Îran û Tirkiye, neyarên zurîyeta kurd wek keftar û gurên har dîsa êrîşî kurdan dikin, heryek ji alî xwe da başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, bi hezaran leşkerên xwe derbasî nava başûr kirine.

Hedefa xwînxwarên tirk û faris dixwazin rê li ber yekîtî, hevkarî û serxwebûna kurdan bigrin, hewildanên yekîtiya kurdan sabote bikin.

16 juni 2020

Îro rojeke tevlihev bû


Li der ve ximîna baranê ye, îro em hîn derneketine meşê. Ez li bende me baran veke. Heger veneke bîsteke din ezê derkekevim. Xanim dîsa dudil e, di erênayê da ye...

Lê di vê nabênê da em herdu jî vala nasekinin, wê dest bi haziriya şîva êvarî, pel û pêçanê kiriye û min jî nanê xwe yê sominê Wêranaşarê çê kir û xist firnê.

Em yekî nuh çêkin



Jinikê lawê xwe yê nexweş bir ser tuxtor. Tuxtor ji jinikê pirsî, got:
-Xanim nexweşiya gedê te çi ye, ku dera wî diêşe?
Jinik got:
Tuxtor beg, lawikê min ji makzayî da gurçikên wî baş naxebitin, aliyekî wî felc e, nikane bimeşe, kerr e guhên wî nabihîzin, çavên wî nabînin. Çend nexweşiyên din ên biçûk jî pê ra hene lê ew pir ne girîng in.
Tixtor got:

15 juni 2020

Miletek ancax hewqasî bêwefa dibe



Hin bûyer hene gava meriv dibihîze, fêr dibe janekê bera hinavê meriv didin. Jiyan û serpêhatiya Celadet Bedirxan û xanima wî Rewşen xanimê jî tesîreke hewqasî mezin li min kir, agir bi kezeba min xist. 

Li ser jiyana Celadet Bedirxan, rewşa aboriya wî min tişt zanîbûn, lê ev tiştên Konê Reş nivîsîne min nizanîbû.

Min îro kitêba Konê Reş, ”Celadet Bedirxan-Jiyan û Ramanên Wî” qedand. Di kitêbê da serpêhatî û trajediya Mîr Bedirxan û malbat û zarokên wî kezeba meriv perçe dike.

Stirîyên min îro gihîştin destê min



Dawiya dawî kitêba min bîstik berê hat gihîşt destê min. Ez li bende kevzikî bûm.

Ya rast min bawer nedikir were. Lê bîstik berê DHLê  pakêt anî ber deriyê male me. Şofur jî xanimek bû.

Tirkiye welatekî bi sabiqe ye, secereya Tirkiyê ya di vî warî da pir xerab e. 

Min du caran kitêb şand Tirkiyê herdu caran jî negihîşt ciyê xwe. Bêbavî kirin nedan.

14 juni 2020

Mêrê tirsonek



Ereba(otomobîla)yekî bi rê da xera bû. Çuqas pê da ket jî çênebû. Bû şev, sar û seqemê dest pê kir.

Ji mecbûrî berê xwe da ronahiyekê û çû. Çû çû, bala xwe dayê ku maleke tenê ye. Li derî xist. 

Xwediya malê derî jê ra vekir û ew girt hundur.

Mêrik bala xwe dayê mazûbana wî ne jin e, horiyeke cinetê ye. Li hemberî pakî û bedewiya jinikê devê wî xwar bû, şorik ji dev herikî. Di ser da jinik jî li malê bi tenê bû.

Te got çi?

Mehdî Zana û ez. 2018
Ji mahkimeyeke tirk serpêhatî û anekdotek Mehdî Zana.

Dema Mehdî Zana li Diyarbekrê di hefsê da bû minaqaşeyên nabêna wî û hakim gelkî olan dan. Her cara derdiket dadgehê(mahkemê) parastina xwe bi kurdî dikir.

Dadgehê jî ev yek qebûl nedikir, hakim tim digot hutul-batil tu yê bi tirkî bipeyive û parastina xwe bi Tirkî bikî. 

Lê Mêhdî jî  kurd e, carê gotiye na, na ye. Tim bi kurdî ji hakim ra digot na, ez kurd im û zimanê min jî kurdî ye. Loma jî ez bi tirkî napeyivim. Mafekî min ê însanî ye ez bi zimanê diya xwe bipeyvim û parastina xwe bi wî bikim.

13 juni 2020

Çend gotinên hevalekî wefadar


Nivîsa Fûad Onen a li ser kitêba min.

”Piştî 3 mehan êdî ez karim derkevim kuçe û kolanan. Wek hûn dizanin ji ber kontola adlî, ez li Stenbolê esarge mame.

Dewleta tirkan pir li min miqate ye. Dibên heftê 3 roja were da ku em zanibin tendirustîya te li cî ye.

Li ser Robert Mûgabe û nîjadperestiyê

Robert Mûgabe


Do xortekî kurd daxwaza hevaltiyê ji min ra şand. Berî ez daxwaza wî qebûl bikim min bala xwe da malpera wî ya Facebookê. 

Min dît nivîseke serokê Zîmbabwe Robert Mûgabe ecibandiye û belav kiriye. 

Nivîs xwedêgiravî li dijî nîjadperestiyê ye, lê serapê kîn û nefreta li hemberî mirovên sipî ye, nîjadperestiyeke di dereceya dînîtiyê, fanatîzmê da ye. Li jêr hûnê kurmanciya wê û înglîziya wê bixwînin.

Robert Mûgabe, di şerê li dijî kolonyalîzma îngilîzan da bû qehremanekî pir mezin, hema hema di mistewa Mandela da ewrûpiyan, bi milyonan merivên sipî jê hez kirin û piştgirî danê.

Lê piştî hat ser hukim bû merivekî pir xerab û zalim, bû dîktatorekî ji Seddam jî xerabtir. 37 salan îktîdar neda kesî û gelê xwe perîşan kir, emrê talankirina mal û milkên sipayan da û reşik bera sipayan da. 

Gerek çavê her kurdî li serxwebûnê be


Di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê da yeka bi navê Dîlzar Dîlok li ser daxwaza kurdan a dewletê, a serxwebûnê nivîseke rûreşiyê nivîsîye.

Xanimê henekê xwe bi daxwaza kurdan a dewletê kirye. Gotiye bi hezaran "Beko Ewan" di vê meselê gurr dikin.

Navê nivîsa wê ”Xwestina dewleteke kurd.”

Nivîseke pir rezîl e, Di dereke nivîsa xwe da gotiye:

12 juni 2020

Meriv welatê xwe li xelkê helal nake


Xelk bi darê zorê kera meriv, kûçikê meriv, mirîşka meriv ji meriv bistîne meriv pê diqehere, jê ra nahêle, ji bo ku meriv kera xwe, kûçikê xwe, mirîşka xwe jê bistîne çi destê meriv were meriv dike, heqê xwe, malê xwe lê helal nake.

Tirkan ne kerek û kûçikekî me, ne xanîyek û gundekî me, welatê me ji me stendine, bi milyonan leşker û pûlis xistine ser dilê me, zulmeke dûrî aqilan li me dikin, zimanê me li me yasax kirine û em jî ji xwe ra kirine kole.

Meyxane



Yê serxweş bi rica û minet birin mizgeftê, nimêja roja Îniyê. Mele ji bo ku xweşî û rehetiya cinetê ji cimatê ra îzah bike, dest pê kir û got:

-Li wê derê ferqa dewlemend û xizanan tuneye. Hezar kul û derdên meriv jî hebin, piştî ku meriv ket hundur û şûn da tu kul û derd bi meriv ra namînin, meriv tim şad û bextewar û kêfxweş e. Xem û xeyal qet nayên bîra meriv. Kêfa meriv li cî ye û dilê meriv jî tim ferah e. De ka bizanibin vira ku der e û çi cî û war e?

Yê şerxweş xwe ranegirt, got:

Li ser têkiliyên PYDê û ENKSê rojê tiştek tê gotin


Li ser têkilî û civînên PYDê û ENKSê rojê tiştek tê gotin, rojê xebereke belav dibe. Rojekê xebereke xêrê û dilxweşkir belav dibe, kêfa meriv tê, meriv dibêje baş e wa ye kurd dikin li hev bikin.

Roja din îcar tiştekî eksê wê tê gotin, îcar xebereke meriv bêhêvî dike belav dibe. Vê carê jî meriv xemgîn û xeyalşikestî dibe. 

11 juni 2020

Cehnimeya ewrûpiyan û ya tirkan



Rojekê yekî tirk dimre, Cebraîl deftera wî ya xêr û gunehan dide ber xwe û lê dinere. Pelan di ser pelan ra diqulibîne ji bo ku xêreke wî bibîne û cezayê wî hinekî sivik bike.

Dawiya dawî tenê xêreke wî ya pir biçûk dibîne. Wekî din defter ji serî heta dawî giş guneh û gunehkarî bûye. Li ser vê Cebraîl jê ra dibêje:

Em kurd hîn jî kole ne



Di tarîxê da ne reşik tenê kirin kole, ferdên gelek miletên din jî kirin kole.

Kê kanîbû bi kê zulm lê dikir, welatê wî dagir dikir, talan dikir û carnan jî dikir kole û difrot.

Osmaniyan ji emerîkiyan, ji ewrûpiyan bêtir însan kirin kole, li bazaran kirîn û firotin. Di Yûnana Kevn û Romayê da jî koletî hebû. Di îslamê da jî hebû, êsîr ji xwe ra dikirn kole.

10 juni 2020

Em tim heyranê xelkê ne


Berê em kurdên çep heyranê Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Ho Chi Minh, Castro, Tito, Enwer Xoce, yanî li dinyayê çiqas serok û şexsîyetên bi nav û deng hebûn, me xwe dikir qurbana wan, rismên wan bi darda dikir.

Kurdên dîndar jî heyranên serokên misilmanan û filistîniyan bûn, wan jî rismên wan li malên xwe bi darda dikirin, hîn jî dikin.

Min bejna zirav nedî îro du ro


-Min bejna zirav nedî îro du ro
Qêpî veke were hunduro
Xwezî bi wê rojê, bi wê demê
Ez û tu hev û du bikin
Tu bibêjî keçê, ez bibêjim kuro!

Îro roja kar bû !


Min bala xwe dayê îro dinya xweş e, 21 derece germ e. Min got xanim wele fersend ev fersend e, lêhatine, ezê rabim gîha hewşê biçinim û çîta(sênca) dora hewşê jî bibirim, dûzanekê bidimê.

Wek her tim got bira îro bimîne, min qebûl nekir. Min wek xortekî 20 salî zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt meqesa xwe û ez ketim hewşê, min hewşa xwe kir qutî û berda. Ev jî rismekî ji dema min a kar e.

09 juni 2020

Tu dibêjî derdeke, tu nabêjî derdeke


Hin rastî hene dibê meriv bibêje. 

Lê gava gotin pere neke, fêde neke, heta belovacî wê dilê însanan bihêle, dost û hevalan ji te dûr xe, wê demê di gotina rastiyê da fêde tuneye, ne hewceye meriv bibêje. 

Di medyaya sosyal da nivîsîna bi tirkî jî yek ji vê ye, dubareya zêde dilê însanan dihêle.

Merheba gelî dost û hevalan !



Kitêba min ”Stirîyên Me” li Stenbolê li ”Medya Kitîpevî/Kitêpxaneya Medyayê” ye.

Heval, nas û dostên li Stenbolê dimînin, yê bixwaze kane here riya xwe bi Kitêbxaneya Medyayê xe û kitêbekê wek diyariya min ji wir bigire.

Ez kitêbê nafroşim, diyarî nas, dost û hevalan û her kesê welatparêz dikim.

Sebebê vê zulma li kurdan dibe kurdên hevalên AKPê ne


Bi gazinan, bi rexnekirinê tirk tu carî tepa xwe ji ser serê me kêm nakin. Em çi bibêjin jî ewê me biheciqînin, bipelixînin, zulmê li me bikin, bavêjin ser malên me, zarokên me bikujin, bi çeteyên xwe tecawizî zarokên me bikin.

Ev yek pir vekirî ye. 

Dibê em ji xwe ra hin riyên nuh, hin metodên nuh, yên em kanibin bi wan tirkan ji xwe bitirsînin, pê tesîrê li tirkan bikin bibînin.

Pûlisên tirk vêsê li Diyarbekrê bi berbangê ra dîsa girtin ser malan û derî şikandine



Pûlisên tirk vêsê li Diyarbekrê dîsa girtine ser çend malan, derî şikandine, malên xelkê tar û mar, serobinî hev kirine û 6 kes jî girtine bin çav. 

Avêtine ser avahiya Komeleya Malbatên Girtiyan TUAY-DERê û birêvebirên komelê girtine.

Navê kesên girtî ev nin: Hevserokê Komeleya TUAY-DERê Mehmet Emîn Guzel, endamê DUAY-DERê Muşeher Ulker, rêveberê berê yê TUHAD-DERê Menaf Kur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezan a Amedê Abdulvahit Dogru, rêvebera DUAY-DERê Şafî Hayme, rêvebera TUHAD-DERê ya berê Leyla Ayaz.

Pîreka berpirsiyarê TUAY-DERê Şafî Hayme, Şadîye Hayme dibêje:

”Bi derbekê da wek wahşet hebe ketin hundur. Bi wan ra însanîyet tuneye. Peyê min bi lêdan li erdê dirêj kirin û bi pihînan pê ketin. Dema min got hûn çi dikin, sakîn bin, bi porê min girtin û ez li erdê xistim. Bi qîrîn digotin razê, razê! Gava keça min got hûn çi bi vî merivê kal dikin, ew jî dan ber boksan û li erdê dirêj kirin. Sîleh xistin serê wê, pê li pişta wê kirin. Ev tiştê hanê anîn serê keça min a biçûk…”

Bi vî dijminê me ra hey însanîyetî tuneye, lê di ser da zêde hov, sadîst û namerdin jî. Ji îşkencekirina kurdan, zarokên kurd zewqê digrin. Ancax merivên sadîst û namerd vê zulmê û heqaretê li însanan bikin.

Çareya me azadî û serxwebûne, heta em bindest bin ev namerd ewê me pir biêşînin. Kurdê naxwaze wiha bijî dibê ji bo serxwebûnê bixebite.

08 juni 2020

xoşab



Lawekî Mîr yê gelkî xêv û kêmaqil hebû. Ji bo ku hin tiştan fêr bibe, bavê wî rabû jê ra mamoteyekî herî baş û herî zana girt. Mîr rewşa lawê xwe ji mamoste ra got, jê xwest ew lê miqate be û hin tiştan fêrî wî bike.

Mamoste soz da Mîr, got çi ji destê wî were ewê bike.

Mîr caran halê wî ji mamoste dipirsî:

-Mamoste, ma rewşa lawikê me çawa ye?

Mamoste jî tim digot:

Tirk di îdareya dewletê da êdî wezîfê nadin cahş û kurdên bûne tirk jî


Tirk êdî di meqam û îdareya dewletê da wezîfeyê nadin cahş û xayinên kurd jî.

Dr. Murettin Aydin, li ser koka, qewmîyeta kesên Tirkiyê îdare dikin lêkolîneke pir balkêş, pir cidî kiriye û lêkolîna xwe bi navê ”Devlet Kademelerînda Kurtler/Di qedemeyên dewletê kurd” wek kitêb belav kiriye.

Kesên bi tirkî zanin kanin di înternetê da vê lêkolîna Nûrettîn Aydin bixwînin.

Li gorî lêkolîna Dr. Nûrettîn Aydin, tirk êdî nahêlin kurdên zilamên wan, kurdên bûne tirk jî di birêvebirina, di îdareya  dewletê da cî bigrin. Yanî di îdara dewletê da tirk êdî cî nadin kurdên xulamên xwe jî.

Çi ji te ra !



Rojekê Xoce Nesredîn hêdî, hêdî diçû malê. Hevalekî wî dabû pê, deng lê kir, jê ra got:

-Xoce, te dît ew siniya peqlawê ya li ser serê lawikê nuha di ber te ra derbas bû, çi siniyeke mezin bû.

Xoce milê xwe hil kir û got:

-Ê çi ji min ra.

Hevalê wî keniya, got:

07 juni 2020

Kurd ji hev ra xurt in



Li şirnexê li ser şerê du zarokan, du malbat bi hev ketine, ji hev du kes kuştine û 12 jî birîndar kirine.

Kurd xurtê hev in, kes ji ber kesî danaxwe, kes peyveke kesî danaqultîne, ji bo şerê du zarokan, ji bo sîleyekê kanin deh mêran ji hev bikujin û bi salan neyartiya hev bikin.

Yek gotineke tahl ji yekî ra bibêje, sîleyekê li yekî xe, yê din jê ra nahêle, miheqe heyfa xwe hiltîne. Dijminantiya nabêna malbatan bi salan dajo. Carnan bi sedan mêrî ji hev dikujin.

06 juni 2020

Stirîyên me derket



We mala Xwedê ava be, piştî sê meh payin, kitêba min dawiya dawî derket û fotografê qapaxa wê îro gihîşt destê min. 

Ji payinê êdî ez kevzikî bûm. Ji ber gelşa koronayê du mehan bi derengî ket.

Kitêb hîna nehatiye, qey heta demekê ewê jî were. Lê neyê jî tişt nabe, rismê wê hatiye bes e.

Jiyaneke mişt egîdî û fedekarî



Min do bi şev Bîranînên Osman Sebrî qedand. Jiyaneke mişt fedekarî, canfîdayî, liberxwedan, qehremanî, xebata ji bo kurd û Kurdistanê, sirgûn û xeyalşikestinên mezin.

Apo Osman Sebrî û malbata wî, apê wî Şukrî piştî Şerê Cîhanê yê Yekê têkiliya wan bi tevgera kurd ya netewî ra çê dibe. 

Piştî Serîhildana Şêx Seîd têk diçe, dewlet berê xwe dide malbata wan jî û ji eşîra wan gelek kesan digrin. 

Du apên wî li Diyarbekrê îdam dikin û wî pismamên wî jî, bi hezar kurdên din ra sirgûnî nava tirkan dikin.

Hin kes ji makzayî da nerind û fêsad in


Hin kes ji makzayî da fêsad û gelac in, hal û karê wan di bin xêliya kurdperweriyê da fîtne, gelacî û fêsadiya di nava kudan û hêzên kurd da ye, şiklekî îblisê bi maskê ne, tim yê xerabiyê û tevliheviyê ne.

Ji van fêsadan fêsadekî profesyonelê bi navê Îbrahîm Guçlu heye. Di vê dema dijmin ferman li kurdan rakiriye, kurd di bin hesareke giran da ne, hewcedariya kurdan ji her demê bêtir bi tifaqê heye, ew trajediya Dr. Şivan û Seîd Elçî pîj dike, dixwaze vê birîna kurdan di vê dema pir kirîtîk da qaş bike, bêtir biazirîne.

Were mala bavê min bi dizîka


-Min bejna zirav nedî îro du ro
Qêpî veke were hunduro
Xwezî bi wê rojê, bi wê demê
Ez û tu hev û du bikin
Tu bibêjî keçê, ez bibêjim kuro!

05 juni 2020

Ji dost û hevalan hemûyan ra sipasiyek di ji dil !



Bi minasebeta bîranîna dayika min gelek nas, dost û hevalan serxweşî dane min û malbata min. Mala gişan ava be.

Ez li ser navê xwe û xweng û birayên xwe hemûyan û malbata xwe sipasî hemû dost û havalan dikim.
Gelek sipas ji bo hemû şirove û mesajên serxweşiyê û wan peyvên dostane. 

Mala we gişan ava be, bi van memesaj û şiroveyên xwe yên dostane we ez memnûn û dilşa kirim.

Di edebiyata kurdî ya gelêrî da erotîzim



Di edebiyata kurmancî ya devkî, ya gelêrî da erotîzim li erşê ala ye, ilim jî memik, qirik û xala gerdenê zêde, zêde li pêş in, cî û mekanên tewafê ne.

Di dûrik û her kilameke dilan da memik, qirik û xala gerdenê bi maç û ramûsanan sor têr dibin, ji hal da dikevin.

Milahîm


Rojekê yekî tu dibê beşt bi rê da rastî yekî kinikî gelkî zeîf hat. Piştî ku silav û kilam li hev kirin, yê dirêj û gelkî gir ji yê kinik û zeîf ra got:
.Bira, navê te bi xêr?
Mêrik got:
-Navê min Milahîm efendî ye.
Yê dirêj got:

04 juni 2020

Ez ditirsim ev fersend jî ji dest me here


Dijminên me wek gurên har dora me girtine û di her fersendê da êrîşê me dikin, bi sedan, bi hezaran ji me dikujin û zîndan dikin, gelê me bi çolan dixin.

Welatê me wêran bûye, bûye gola xwînê. Milet perîşan e. 

Her roj keç û xortên wek şêr û şepalan şehîd dikevin. Lê em hîn jî li hev nakin, bi civînan serî li xwe digerînin.

Heta hûn kanin bîranînan bixwînin


Ji bo ku meriv bizanibe tirkan çi zulm li pêşiyên me kirine, çi anîne serê wan, dibê meriv kitêbên tarîxî û xatiratên hatine nivîsîn gişan bixwîne.

Bi taybetî jî apo Osman Sebrî û Ekrem Cemîl Paşa di bîranînên xwe da wahşeta tirkan baş radixin ber çavan, meriv dibîne tirkan çawa Kurdistan ji meznên kurdan vala kirine.

Lê gava meriv dixwîne û zulma li kurdan kirine dibîne gurrûzî digre canê meriv.

03 juni 2020

Neyarhewîn !



Apê Osman Sebrî, di bîranînên xwe da ji bo kesên hevalbendên dewletê, yên li hemberî serîhildana Şêx Seîd piştgirî dabûn dewletê gotiye ”neyarhewîn”.

Dema li Diyarbekrê apo Osman Sebrî, herdu apên wî û pismamên wî dibin Mahkima Îstîqlalê, wan di ber cendekên Cemîlê Çeto û Qadirê Bêndûr yên hîn bi sêpiyan ve ne derbas dikin; bi şev ew bi darde kiribûn.

Gava apo Osman Sebrî cendekên wan yên bi sêpiyan ve li ba dibin dibîne, dibêje her çiqas ew axayên ”neyarhewîn” bûn jî ”çavên min bar nebû li wan binêrim.”

Wek tê dîtin ”neyarhewîn” di maneya hevalbendên dewletê, xayin, kesên bûne cahşên dijmin da bi kar aniye.

Bi baweriya mn gotineke xweş e, dibê meriv bi kar bîne. Min li hin ferhengan nêrî min nedît. Dibê meriv vê gotinê û yên wek "dosthewîn, mîvanhewîn, feqîrhewîn" li ferhengên internetê zêde bike. Mîvanhewîn sînonîma mîvanperwer e.
di bîranînên apo Osman Sebrî da gelek gotinên balkêş hene, kesên li ser ziman dixebitin dibê carê bala xwe bidinê.

Mahmut Alacabek Keké Zınar, té gotın " Délık jı Bajara Kopek a lıxwe Vedıhewine.

Sores Bladhede Apê Osman Sebriyê Mêrdesî tola apê xwe Şûkrî neyarhewîn bixwe destê hildigre!

Mustafa Kalpak Mala min a zaroktîyê de: Dosthewîn, misafirhewîn, feqîrhewîn, neyarhewîn dihat gotin.

Kemal Bakan Bîranînên apê Osman Sebrî pir bi wate û xweş in,
Gora wî bihuşt be,
Gelek peyv di ferhengan de tune ne,divê lê zêde bibin,
Slav û hurmet apo

XXX
-Însan dibê ji sirgûnê jî, ji zindanê jî, ji mirinê jî netirse, tenê ji tirsonekbûnê bitirse.
Epictetos
Hûn tirsonekan dikin çi bikin, lê tu carî nekin berpisiyar û serokên xwe. Tirsonek tu carî bi ser nakevin.

XXX
Bindestiya dûr û dirêj şexsîyeta gelek kesan pir deform kiriye, kiriye çamûr. Çi tê serê miletê wan jî ew dev ji xulamtî û şelafiya tirkan bernadin.
Tu çi dibêjî, kîjan hovîtiya dijmin nîşanî wan didî jî ne xema wan e, ji ya xwe nayên xwar, dev ji şelafiya tirkan bernadin. Kûçik bi qusandinê nabe tajî.

XXX
Dewleta tirk ne bes bû, epîdemiya koronayê jî xwe da ser, herduyan bi hev ra kurd gelkî guhertin.
Epîdemiya koronayê di nava 4-5 mehan da dinya serobinî hev kir, dûzan, rabûn û rûniştina însanan guhert.
Kurd jî êdî ne kurdên 5 sal berê ne, kêf û dilgeşiya berê bi kesî ra nemaye, ruyê kesî nakene, her kes bûye wek gulek çilmisî.

02 juni 2020

Em ne mecbûr in şelafiya tirkan bikin !


Em nikanin bi tirkan rast e. Çimkî dewleta wan heye, ya me tuneye. Bi dewleta xwe welatê me dagir dagir kirine, zulmê li me dikin.
Heger dewleta me jî hebûya me yê xwe biparasta.

Lê ji ber ku em nikanin bi wan em ne mecbûr in ji wan ra şelafiyê bikin

Mêrikan zulmê li me dikin, me dukujin, em dîsa jî wan zeyt dikin, şelafiya wan dikin, dibêjin "aştî, biratî" û nizanim çi quzelqurt!

Keçikê tiliya min dêşe min lûbe lûbe


-Lawko were mala bavê min peyayî
Çira me vêketî, agirê me dadayî
Sîng û berê min ji te ra nebû zozanê Şerefdînê
Sîng û berê min ji te ra nebû mêrga Kurdîkê
Ji nîvê şevê pêva ji te ra maye mixelayî.

01 juni 2020

Kurd kanin li hemberî tirkan çi bikin?


Ronî Aydin Dere gotiye, ”madem Bariş Çakan ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî kiriye hatiye kuştin, dibê bi milyonan kurd jî li malên xwe, li balkonên xwe, di erebeyên xwe da bi dengekî bilind muzîka kurdî lêxin!”

Ronî Aydin Dere, ev daxwaza ne bi kurdî, bi tirkî kiriye. Ev şaş e. Berî ku meriv viya ji xelkê bixwaze, dibê meriv twîtta xwe ne bi tirkî, bi kurdî binivîse.

Min îro devê zarokan û xanimê bi kunefê şîrîn kir



Me îsal hîn goşt nebiraştibû. Xanimê û lawikê me yê biçûk gotin îro dinya xweş e, ji me ra goşt bibrêje. Ya rast dilê min jî hebû. 

 Min got ser seran, ser çavan. 

Rojenê me çû ji me ra goşt kirî û min jî zend û bendên xwe vemaltin, manqila xwe li hewşê danî û izxerayeke mikemel çê kir. 

Ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir sê tirkan ew dan ber kêran û kuştin !


Bariş Cakan

Xortekî kurd bi navê Bariş Çakan, 19 salî li Anqerê ji bo ku li muzîka kurdî guhdarî dikir ji alî sê tirkan ve bi kêran hat kuştin. 

Dê û bavê wî li gorî felsefe û siyaseta ”biratiya tirk û kurdan” navê wî kiribûn Bariş !

Lê ji bo ku kurd bû û li muzîka kurdî guhdarî dikir, navê Bariş jî ew ji êrîşa tirkan, ji kêrkirinê û ji kuştinê xelas nekir.

PARVE BIKE