23 juni 2020

We Erdogan gewî û aşûnî kir

Emmanuel Macron 


Serokomarê Franseyê Macron gotiye, ”Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lîbyayê lîstikeke xerab dilîze û bi şandina çek û çekdaran li Lîbyayê şerê navxweyî gurrtir kir.”


Heta serokên ewrûpî ev newêrek bin Erdogan ewê tu carî rehet nesekine.

Erdogan bi gotinê, bi rexnekirinê dev ji dagirkeriya welatan û şerên cîranên xwe bernade.

Heger Macron nehîşta Tirkiye Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagir bike, bi hezaran kurdî bikuje, bi dehhezran jî bi çolan xe, îro bi hezaran çete nedişand Lîbyayê.

Sûcdar ewrûpî ne, NATO ye, Rûsya ye, wan destûra dan Erdogan Efrînê, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagir bike, demografiya Kurdistanê biguhere.

Nuha jî ji bo tirk ji Lîbyayê derkevin tenê riyek heye, ew jî ZOR e, dibê Erdogan zorê, ço, bivikê bibîne, heta bivikê nebîne ji Lîbyayê dernakeve. Yê Erdogan hewqasî gewî û aşûnî kir hûn in, Amerîka û Rûsya ye, nuha jî mêrik nayê zeftê, hin erdên din dixwaze.

XXX

Ji bo ku Amerîka ketiya nabêna kurdên rojava, dixwaze PYDê û ENKSê li hev bîne, serokê HUDA-PARê Îshak Saglamê bi dev kurd, lê bi dil zilam û şûrkêşê Erdogan û tirkan pir xemgîn bûye, hebûna PYDê ya di nava vê tifaqê da wek metirsiyekê dîtiye.

Yanî zilamê dewleta tirk û paşmêrê Erdogan ji dêlî ku bi lihevkirina PYDê û ENKSê kêfxweş bibe, sipasî Amerîkayê bike, pir xemgîn bûye. Ev jî nîşan dide Îshak Saglam hîn jî di xizmeta dewleta tirk da ye, li Kurdistanê Hespa Trûva ya Tirkiyê ye.

XXX



Gava meriv bi zimanekî nivîsî dibê li gorî îmleya wî zimanî binivîse.
Kurdên bi tirkî dinivîsin bi piranî rast dinivîsin, lê kurdî şaşo maşo dinivîsin.
Bi baweriya min sebebê vê, tirkî wek kurdî cidî nagrin, qedir û qîmetê nadin kurdî, kurdî di ser guhê xwe ra davêjin.
Yanî miameleya dêmariyê bi kurdî ra dikin. Tirkî baş fêr dibin, rast dinivîsin, lê dema dor tê ser kurdî hema çawa lê tê di reqîninê.
Ev ne rast e. Kîjan ziman dibe bira bibe, gava meriv pê nivîsî dibê rast binivîse. Dibê hurmeta meriv ji wî zimanî ra hebe. Fêrbûna rastinivîsîna kurdî ne zor e, çend qaîde ne. Meriv saeteke xwe bidê fêr dibe.
Bi qasî em qedir didin tirkî, dibê bidin zimanê xwe jî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE