22 juni 2020

Hedefa tirkan qirkirina me ye


Qeyûmê Batmanê îkon û tabêleyên bi kurdî giş rakirine. Li her derê eynî tiştî dikin.

Ev siyaseta hukûmetê ye. Qeyûm bi serê xwe van tiştan nake, tenê emrê jê ra hatiye dayin bi cî tîne.

Dema hedefa meriv qirkirina miletekî be meriv berê zimanê wî miletî lê qedexe dike.

Ji bo ku Kurdistan ji tirkan ra bimîne dibê kurdan asîmîle bikin, nehêlin kurd zimanê xwe bi pêş xin.

Diz ji bo ku malê diziye jê ra bimîne dibê xwediyê mal ji ortê were rakirin, heta xwediyê mal hebe, li heyatê be diz rehet nake, tim bi tirs û xof e.

Tiştê tirkên musilman, faşîst dikin ev e. Ji bo Kurdistan bibe ya wan qirkirina kurdan ji xwe ra kirine hedef. Ev sed sal e gav bi gav vê projeya xwe realîze dikin.

Ji bo wê ye navên herêman, gundan û bajaran diguherînin.
Ji bo wê ye navê Kurdistanê, ala kurd qedexe kirine.

Ji bo wê yê nahêlin li tu bajarekî Kurdistanê lewhe, îkon, nivîsên kurdî, navên kurdî, şopên kurdan xuya bikin.


XXX
Dibê her tirk, abûqat, karkir, zengîn, feqîr, mamoste, jin, mêr, her tirk fêm bike heta kurd azad nebin, heta Kurdistan çê nebe rehetî ji wan ra jî tuneye.
Erê emê zêde bipelixin, zêde zulmê bibînin, lê tirk jî ewê rehet nekin, ewê tim birçî û zelîl bin, tim perîşan bin.
Ewê tu carî ruyê demokrasiyê û medenîyetê nebînin, ewê tim wek girtiyên zindanan bijîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE