31 januari 2024

Çend serpêhatiyên Parîsê


Piştî vegera xwe ya ji Parîsê min du nivîs nivîsîn. Yek li ser serdana Seydo Aslandag, ya din jî li ser dananîsîna bîranînên Keya Îzol li Estîtuya Parîsê.

Ji bo ku ji mijarê bi dûr nekevim û nivîs dirêj nebin, min qala hin tiştên din nekir. Di vê nivîsa xwe da ezê qala çend serpêhatiyên xwe, çend tiştên min qal nekiriye bikim.

Di 27´ê mehê da ez û xanima Seydo, Sultan Aslandag, em çûn goristana Père Lachaise.

30 januari 2024

Wî ez nas nekirim, lê ez zanim ew kî ye !



Ev du sal in min bihîstibû Seydo(Seydo Aslandag)nexweş e, nexweşiya Alzheimerê lê peyda bûye.

Salê çûnê li nexweşxanê ez carê pê ra peyivîm, lê me tiştek ji hev fêm nekir. Nexwşî êdî lê giran bûbû. Tiştek nedihat bîrê. Rewşa wî ez pir êşand im.

Min carnan telefonî pîreka wî Sultan xanimê dikir, rewşa wî jê dipirsî. Tim digot roj bi roj xerabtir dibe.

29 januari 2024

Agahdarî û lêborîn

Ji ber ku min serma girtiye, bi bapêşeke pir pîs ketime, do min nikanîbû hestên xwe yên li ser serdana Seydo Aslandag binivîsanda, min got ezê îro binibîsînim.

Îro ez hîn baş nebûme. Ji çavên min û ji pozê min av diherike; herdu jî bûne çem û kanî.
Min dest pê kir, hinek nivîsî, lê nebû. 

Ez ji we xwendevanan û ji Seydo lêborîna xwe dixwazim. Min efû bikin, nivîs ma sibe.

28 januari 2024

Sefera me ya Parîsê pir xweş û rengîn derbas bû


Rêwîtiya me ya Parîsê xweş dest pê kir, lê bi macare û nexweşî qediya.

Dema em ji Stockholmê bi rêketin hevalên min Keya Îzol û Mahmûd Lewendî hinekî nexweş bûn, ez sip û saxlem bûm. Lê roja siya, nexweşiya wan di min jî gerîya, ez jî bi kuxtekuxt vegerîyam Stockholmê.

Xanim dibêje ji min dûr keve, tu yê min jî nexweş bixînî.
Di 25ê mehê da ez, Keya Îzol û Mahmûd Lewendî, me bi kêf û eşqeq mezin berê xwe da Parîsa xopan.

25 januari 2024

Hetanî 28´ê mehê bi xatirê we

Bîsteke din ez rêwiyê Parîsê me. Ezê 28´ê mehê bi şev vegerim. Heta wê çaxê ez tiştekî nanivîsînim. Di van sê rojan da hûnê ji dîtin û xwendina nivîsên min xelas bibin.

Piştî vegerê ezê qala rêwîtiya xwe bikim. Ez wer bawer dikim.
Berî ez bi rêkevim, min çend aforîzim hazir kirin. Hêvî dikim bi dilê we be.
Heger ne bi dilê we be nexwînin.

Îraq bûye xana zemo mêrik hîn qala serweriya Îraqê dike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanîya Îraqê Qasim Erecî li dijî êrîşa Amerîka ser Hizbulahê û Heşdî Şebî derketiye, gotiye ev êrîşên amerîkayê, “binpêkirina serweriya Îraqê ye.”
Îraq bûye xana zemo, terorîst, Tirkiye, Îran lê çirvîta wan e, efendî hîn ji me ra qala serweriya Îraqê dike...

Dema Hizbulah û Heşdî Şebî bi droneran Hewlêrê, baregehên Amerîkayê bombebaran dikin, Qasim Erecî li dij van çeteyên terorîst dernakeve, ji wan ra tiştekî nabêje. 

24 januari 2024

40 saliya şehadeta egîdê tûyî ruyê celad kir


Îro 40 saliya şehadeta xweşmêrê miletê kurd Necmettîn Buyukkaya ye.
Kurdperwer û welatparêzê nemir, xweşmêr û canfîdayê kurd û Kurdistanê Necmetîn Buyukkaya, di 24-01-1984´a da, di zindana Diyarbekrê da bi destê qatil û celadên dewleta tirk hate kuştin.

Neco(Necmetîn Buyukkaya)lîderekî kurd yê bijare û xebatkarekî herçar perçeyên Kurdistanê bû.
Ew milîtanekî miletê kurd yê ziravpiling bû.

Lîstik hîn neqediya ye

Li ser emrê Erdogan, parlamentoya Tirkiyê do êvarî endamtiya Swêdê ya NATO´yê qebûl kir.

Lê lîstik û firildaq hîn neqediya ye, Erdogan dixwaze swêdiyan hinekî din jî bidoşe.
Çimkî serokên swêdî tam merivên doşanê ne. Kes nizane ewê hîn çi bîne serê swêdiyan. 

Lê wan jî heq kiriye. Ji bo ku kurdan bifetisînin bûne destik û paşmêrên Tirkiyê, wek Tirkiyê wan jî daye ser pişta kurdan.

23 januari 2024

Serpêhatiya xortê japon û Albert Einstein

Albert Einstein, di cotmeha 1922´a da ji bo konferansekê li Japonyayê bû. Ew û xanima xwe li otêla Împerîal diman.

Gava xortê karkirê otêlê mesaja Xelata Nobelê dayê, Einstein xwestiye bexşîşê bide xort. Lê xort beşxşîş qebûl nekiriye.

Çimkî li Japonyayê kultura bexşî tune ye. Japon bexşîşê wek sedeqeyê, wek heqaretê fêm dikin. Ji bo wê jî li Japonyayê meriv bexşîşê nade, dema bide jî nayê qebûlkirin.

22 januari 2024

Meriv ji canê xwe ne aciz be îro ji malika xwe dernakeve

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e. eriv ji canê xwe ne aciz be îro ji malika xwe dernakeve. Lê ez ji mecbûrî derketim...

Barana devşil Stockholm kiriye avzêm, berfa delal dihele, li her derê xuşîna avêye diherike. 

Serma li dora sifirê ye, erd cemidî ye, meriv nikane gava xwe bavêje. Ji bo meriv nekeve dibê meriv akrobat be. Ez dibêjim îro gelek kesên bikevin, seqet bibin.

21 januari 2024

Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê îro mazûbantiya Kadir Buyukkaya kir


Kadîr Buyukkaya îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ya li ser Necmettîn Buyukkaya(Bi şahidan Neco)da naskirin û ji kesên beşdar ra îmze kir.

Ji ber ku xwediyê Weşanxaneya APECê Alî Çîftçî nexweş bû, Mahmûd Lewendî li ser navê weşanxaneya APECê bi kinî qala naveroka kitêbê kir û çend pirs ji nivîskarê kitêbê Kadir Buyukkaya kir.

Xwezî dermanekî ehmeqiyê hebûya

Dermanê ehmeqiyê tune ye. Xwezî dermanekî vê malmîratê hebûya. Ji bo ku dermanê wê tune ye, tedawiya wê jî nabe.

Û ji bo ku tedawî nabe, ehmeq roj bo roj zêde dibin.

Ehmeq zirarê nadin xwe tenê, didin merivên xwe, nas û dostên xwe, miletê xwe jî.

Ehmeqên her miletî hene. Lê ez dibêjim belkî ehmeqên tirk, ereb û farisan ji yên miletên din zêdetir in. 

20 januari 2024

Li Stockholmê 40 saliya şehadeta Necmettîn Buyukkaya hat yadkirin


Malbat, heval, dost û hezkiriyên Necmettîn Buyukkaya(1943-1984) îro li Stockholmê 40 saliya şehadeta wî bi civîneke girseyî bibîr anîn.

Bîranîneke tekûz û programeke dewlemend bû. Gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn civînê.

Pêşkêvana programê xwarziya Neco(Necmettîn)Yar Shakely bû. Yara hêja program bi kurmancî û swêdî pir xweş îdare dikir.

Tirkan çavên xwe berra hin derên din dane


Tirkan ji nuha da xerîteya Tirkiyê ya 2025´a çêkirine. Li gorî pilana wan heta sala 2025´a ewê tevayîya Kurdistana Rojava û Başûr, Mûsilê, nîvî Bûlgarîstanê, û piraniya Azerbêjanê bigrin. 

Li gorî pilana wan ewê sînorên xwe ji Mîsaqî Milî jî firehtir bikin, ewê Selanîkê jî bigrin.

Rojname li ser vê hedefa hukûmeta Erdogan dinivîsin, telewîzyon programan li ser çêdin. Pisporên leşkerî, siyasî li ser vê pilana hukûmetê minaqaşe dikin.

19 januari 2024

Dil heye lê taqet û wext tune ye

Teknîka dîjîtal, medyaya sosyal dinya pir biçûk kiriye, di eynî wextê û saniyê da meriv gelek bûyeran dibihîze, gelek nivîs û parvekirên nas û dostan dibîne.

Meriv pê ra nagihîne gişan bixwîne, biecibîne, heger hewce be fikrê xwe bibêje.

Tiştê ez nexwînim nivîsa kê be jî ez naecibînim. Hin kes li gorî nav nivîsan diecibînin, ez nakim.

Bîranînên xweha 5 birayên şehîd


Dostê minê hêja, Ehemed Eskandarî di malpera Rûdawê da kitêbeke pir muhîm, bîranînên Meleke Mistefa Soltanî xanimê bi xwendevanan daye nasîn.

Ehmed Eskandarî, di nivîsa da him Meleke xanimê û malbata wê, him jî bîranînên wê(Di bin siya lûtkeya/zîrveya/ Qalabardê de)bi xwendevanan kurmancî dide naskirin.

Meleke Mistefa Soltanî xanim ji Kurdistana Rojhilat e, ji malbateke cefakar û canfîda ye. Meleke Mistefa Soltanî xweha/xwişka 5 birayên di riya azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê da şehîd ketine.

18 januari 2024

Pirs ji bersîvê muhîmtir e

Du heval ketibûn gewriya hev, bi heraret minaqaşe dikirin. Minaqaşeya wan li ser xwendina Încîlê bû. 

Gelo dibe dema meriv Încîlê dixwîne cixarê bikşîne dibe ya nabe?
Guneh e, ya ne guneh e?

Yekî digot dibe, dema meriv Încîlê dixwîne, kane cixarê jî bikşîne, tu gunehekî vê tune ye. 

17 januari 2024

Di bêbextî û zalimiyê da kes di ser îslamîstan ra tune ye

Medyaya tirkên kemalîst, faşîst, dîndar, îslamîst bi êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê û kuştina 4 sivîlan, yek jê pitikeka 11 mehî ye pir kêfxweş û dilşa bûne. 

Ew jî wek qatilên Komara Îslamî dibêjin ”li Hewlêrê qerergeheke MOSADê hat bombebaran kirin.”

Mala Peşrew Dizayîyê têcir bi bêbextî dikin ”qerergeha MOSADê”, Jîna 11 mehî, dayik û bavê wê û mîvanekî wan ê ji Bexdayê jî dibin ajanên MOSADê.

16 januari 2024

Kûçikê kalê swêdî çûbû asîmanan

Kalekî ji taxa me heye. Kalekî şîrîn e, wek şekir e. Yekî pir mulahîm e.  
Boncîyekî wî (kûçikekî wî yê biçûk) hebû. Ew jî wek xwediyê xwe mulahîm û bêdeng bû.

Kalo kûçikê xwe her roj çend caran derdixist derve, li dora mala xwe digerand.
Dema em rastî hev dihatin, me silav dida hev, me li halê wî û kûçikê wî dipirsî. 

Carnan jî me destê xwe di serê kûçikê wî dida, me digot kûçikekî pir xweşik û nazik e.

Zarokên kêfxweşiyê giş hatine hingavtin

Alî Varol neviyê meta min e, mamosteyê edebîyatê û şairekî pir baş e, bi rastî aşir e. Heta nuha 3, 4 dîwanên wî çap bûne.

Min çend şiîrên wî wergerandine kurmancî. Lê wergera şiîrên wî hinekî zor e.

Ez pir pê da ketim ji bo ku bi kurmancî jî binivîsîne, lê nebû. Çimkî wer ne rehet e. Nesir rehettir e, lê di şiîrê da dibê şair zimên baş zanibe.

Kurmancîya wî baş e, lê têra şairiya wî nake. Bi kurmancî ew nikane van taswîr û teşbîhan bike.

Dîsa li ser serê me şer û ceng e


Êrîşa Îranê do bi rakêtan bir ser Hewlêra paytexta Kurdistanê pir cidî ye. Di ser da jî înkar nake, dibêje min kir.
Heger Amerîka vê êrîşa Îranê bêbersîv bihêle şaşiyeke pir mezin e, Îranê êrîşên wiha bidomîne. 

Dibê Amerîka, hêzên Hevpeyman ji ber vê êrîşê hovane Îranê baş ceza bikin. Bêdengmayina Amerîka ewê cesareta duberakirina êrîşan bide Îranê.
Em ji dagirkerên welatê xwe bûne wek pezê qurbanê, gava dilê wan dixwaze çend kurdên bêdewlet dikujin. 

15 januari 2024

Serpêhatiya min û du pisikên tirsonek

Du pisikên lawikê me Rojen hene. Esas pisik ne yên wî ne, yên xwesiya wî bûn. Çend meh berê jinik mir, pisik ji mecbûrî ketin hustiyê keça wê. Nuha ew xwedî dikin. Yek pisikeke mezin e, 5-6 kîlo ye, ya din jî yeka qûl reş e, 3 kîlo ye.

14 januari 2024

Em kurd ketine belayeke mezin

Tirkiyê neyartiya xwe ya li dijî kurdan dîsa dubare kiriye. Piştî civîna Ewlehiyê, yanî piştî civîna serok û giregirên dewletê, belavokek belav kirine, gotine

”Tirkiye ewê tu carî nehêle li seranserê sînorê başûrê wê terorîstanek were avakirin.”

Yanî hetanî ev hukûmet li ser hukim be ewê nehêlin li Kurdistana Rojava kurd rehet bikin.

13 januari 2024

Me îro çû neviyê xwe himêz kir



Me îro çû zêdayiyê xwe yê nû, gula malaXamo, neviyê xwe Arasê şîrîn dît.

Min û pîrika wî, me bi dorkir himêza xwe, em pê şa bûn,em bîstekê pê ra kurmancî peyvîn.
Min çenda caran di guhê wî da hêdîka got:

-Aras, Aras, Aras; kalo û pîrê hatine te bibînin, bi te şaş bibin û çend gotinên kurmancî ji te ra bibêjin. Bi hatina xwe te em pir dilşa kirin. Te warê me şêntir kir.

12 januari 2024

Knut Hamsun û dawiya îxanetê

Knut Hamsun nivîskarekî norweçî yê bi nav û deng bû, xwediyê Xelata Nobelê ya Edebîyatê bû. Nivîskarekî ji stîlîstên edebî yên sedsala 19a yê herî bi bandor dihat qebûlkirin.

Ji alî gelek kesan ve wek pêşengê romana nûjen dihat dîtin. 20 roman, dîwaneka helbesta, kurteçîrok, piyes, seyahetname û di gelek waran  da nivîsên rexneyî û gotarên cûr be cûr nivîsîne.
Di sala 1890î da bi romana  xwe ya bi navê Sult (Birçîtî) li dinyayê deng da, meşûr bû, dûra bû xwediyê Xelata Nobelê ya edebîyatê.

11 januari 2024

Carnan kêmasî kane ji meriv da be

Kalek hebû, wer bawer dikir xanima wî baş nabihîze, hinekî kerr e. Lê nizanîbû ewê çawa pê ra bide û bistîne. Ji nas û dostên xwe, ji kesên xwedî tecrûbe pirsîye. Di dawiyê da ji xwe ra riyeke, metodeke wiha hilbijartiye.

Berê 40 mîtroyî ji dûr deng li jina xwe kiriye, gotiye:
-Xatûn, ma îşev şîva me çi ye?

Bêbersîv maye. Hinekî din xwe nêzîkî jinikê kiriye, mesafa nabêna wan bûye 30 mîtro; dîsa gotiye:

10 januari 2024

Kurmên dara me pir in

Serokê partiya DEM´ê Tuncer Bakirhan çend roj berê got hukûmetê ji nuha da dest bi hîleyan kiriye, ji bo ku hilbijartinên

belediyan qezenc bikin ji herêma Deryaya Reş dengdêrên “qaçax” anîne li bajarên wekî Amedê, Batmanê û Sêrtê qeyd kirine. Ji bo ev sextekarî were rastkirin wan wek partî serî li heyeta hilbijartinê daye.
Ev îdîa berê jî ji alî berpirsiyarên DEM´ê yên Sêrtê hatibû kirin. Gotibûn wan gelek navên ne ehlê bajêr û edresên sexte tespît kirine.

09 januari 2024

Edalet mir !

Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da li Îngilistanê di nav milet da adetek hebû. Gava yekî ji xelkê, yekî ne bi nav û deng dimir naqosa(zengilê)dêrê carê lêdiket. 

Gava yekî esilzade dimir, naqos du caran lêdiket, merivekî qirêl dimir sê caran lêdiket, qiral bimra naqos çar caran lêdiket.

Bi vî hawî însan bi mirina yê mirî dihesiyan, zanîbûn yê mirî ji kîjan sinif û tebeqê ye.

Kurd xwe ji hevaltî û zilamtiya Tirkiyê aciz nakin

Çend roj berê apê Galîp Ensarîoglu wefat kir. Galîp Ensarîoglu, do di pilatforma X´ê da ji bo kesên çûne şîna wan, telefonî wî kirine, ji wî ra sersaxî xwestine beyanek sipasdariyê belav kiriye.

Gelek kesên welatparêz, siyasetmedar, heta bigihîje serokên partiyan ji Galîp Ensarîoglu ra sersaxî xwestine, xemgîniya xwe nîşan dane, jê ra gotine keko, bûne hevparên êşa wî.

08 januari 2024

Li Stockholmê zemhelîk bi zinaran ve bûne gûşî


Sar û serma Stockholmê berdewam e. Îsal berfê, sermê swêdî îhya kirin. Helbet bi wan ra me jî kêf kiriye.

Min û xanimê îro da ser gola me ya qerisî, lê me xwe şûş nekir, em ji xwe ra hinekî meşîyan.

Kal û pîrên cîranê me ji sermê êdî dest bi gazinan kirine.

Do em li hev sekinînin, me hinekî sohbet kir. Lîçik bi pozê kalo ketibû, got wele sermê em kirin terrik.

Min got berf xweş e, ji barana devşil çêtir e, bira hinekî din jî dom bike.

Em bûne koleyên koletiya xwe qebûl nakin

Li Amerîkayê di sala 1849´a da jineka reşik bi navê Harriet Tubman ji bo azadkirina koleyan rêxistineke îllegal ava kir. Gelek kole ji koletiyê xelas kirin.

Rojekê jê pirsîne, gotine:

”Ji bo xelaskirina koleyan tiştê herî zor çi bû?

Tubmanê keserek kûr kişandiye, gotiye:

”Tiştê herî zor, îqnakirina koleyekî dibê ew ne kole be.”

07 januari 2024

Di vê sedsalê da dibê dewleteke wiha tunebe

Mahkimeyeke Îranê ji ber hin pervekinên Roya Heşmatî yên di medyaya sosyal da ew bi 74 qamçiyan ceza kirine.

Celadên, sadîstên komara îslamî  ya Îranê 74 qamçî li pişta keça kurd Roya Heşmatî xistine, pişta wê kirine kerikonê reş.

Wahşeteke dûrî aqil e, meriv nikane bawer bike.

Ji bo ku meriv eşkere, resmî, qanûnî  cezayê qamçîkirinê bide însanan, 74 qamçiyan li pişta keçikeke wek gulekê xîne dibê meriv ne însan be, cinawir be, wahş be.

Ji tûrikê min çend peyvên Wêranşarê

Carnan hin gotin tên bîra min, heger li ber kompîtorê bim dinivîsînim.

Carnan jî gava ez û xanim dipeyivin, em qala hin tiştan dikin, ya ew peyveke min ji bîr kiribû bi kar tîne, ya ez.
Bi vî hawî hin peyvên bi salan min bi kar neanîbûn tên bîra min.
Lê jêr min çend peyvên wiha nivîsîn. Giş li Wêranşarê tên bikaranîn.
Belkî di ferhengan da hebin ya jî tunebin.
Ez lê negerîyame. Lê di hin ferhengan da hebin jî di dubarekirina wan da zirar tune, bira di bloga min da jî hebin.

06 januari 2024

Îro gulek li mala me zêde bû

Îro nevîyekî me yê wek gulekê çêbû. Gulek, şîrînek, berxikek li mala me zêde bû. Em pir dilşad û bextewar in.

Lawikê me yê biçûk, Rojen bû bavê lawekî şîrîn, wek şekir. Bi dê û bav mezin bibe, umrekî dirêj, jiyaneka bextewar bibe nesîbê wî, tu carî derd û kula nebîne.

Em dê û bavê pîroz dikin, ji wan ra dilşadî û bextewariyê dixwazin.

Ez û xanim bi vê zêdayîya nuh ya malbata me pir dilşa û bextewar in.

Dizê bîstana li xwe mikur tê zivistana

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jahriya di dilê xwe da verşiya ye, ew jî azadbûna kurdan, çêbûna Kurdistanê wek avabûna Îsraîleka din dibîne.

Belkî ev cara pêşî ye Îbrahîm Reîsî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan gewqasî eşkere dide der. Di normalê da faris bi bin in, marê kor in, di hingivê wan da jî jahrî heye.

Serokê cumhûrîyeta meleyên celad Îbrahîm Reîsî gotiye, "Amerîkayê dixwest li herêmê rejîmeke sîyonîst ava bike, Hecî Qasim Suleymanî nehîşt ev pilana Amerîkayê bi ser keve.”

Hefteyek derbas bûye hin kes hîn jî SERSALA min pîroz dikin

Heftek di ser şeva serê salê ra derbas bûye, hin camêr hîn jî "SERSALA" min pîroz dikin !
Tiştekî pir xerîb û pir ecêb e, însan çawa vê şaşiyê dikin, çawa ferq nakin ez fêm nakim.

6 roj di ser serê salê ra derbaş bûne, hin kes hîn jî ”SERSALA” min pîroz dikin !
Heyran, sersal, şeva serê salê ye, qediya çû.

05 januari 2024

Dilxwaz û dilnexwaz di şîn û şahiyan da diyar dibin

Dibêjin serokên PDKê, PKKê û PYDê, YNKê, Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî mesajên sersaxîyê ji malbata Salahedîn Demirtaş ra neşandine. Ji van partiyan, ji van serokan kesî ji Salahadîn Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Salih Muslim tenê di platforma Xê da mesajek belav kiriye, ji Salhadîn r agotiye bira serê we sax be. 

Bêyî Salih Muslim tu serok û partiyê ji malbata Demirtaş ra sersaxî nexwestiye.

Li Tirkiyê peqlawe êdî dîlim bi dîlim tê firotin

Li Tirkiyê dîlimek peqlawe bûye 308 lîre. Li dera herî erzan û dîlimê herî biçûk bûye 21 lîre.

Însan wek berê êdî nikanin peqlawê bi kîluyan bikirin. Ya devê wan û zarokên wan bi peqlawê nabe, ya jî dîlimekî dikirin, dibin mal, li hev par dikin; kom û kuflet bi dîlimekî devên xwe şîrîn dikin.

04 januari 2024

Zivistana Swêd îsal pir no ye


Swêd di bin berfê da maye, sir û sermayek zêde, wek ya Sibîryayê heye. Tu salê kaoseke wiha mezin çênebûye.
Li bakurê Swêd serma ji ya Sibîryayê jî xerabtir bûye, gihîştiye 35-40 dereceyî. 

Hin rê hatine girtin, li hin herêman, gundan ceyran qut bûye.

Li başûrê Swêd berfeke pir zêde ketiye, ji do da ye bi hezaran wesîte di riyan da mane, bi hezaran însan 24 seet e di erebeyên xwe da tî û birçî ne. 

03 januari 2024

Demirtaş di mahkimê da ala kurd û Kurdistanê bilind kir

Selahetîn Demirtaş di parastina xwe ya do da tiştên baş û hêjayî teqdîrê gotin.

Parastina wî gelkî dirêj e, hin fikrên wî yên li ser emparyalîzmê, Amerîkayê, Netanyahû ez ne pê ram e.

Lê ya muhîm şêla wî ya kurd û Kurdistanî ye. Demirtaş di parastina xwe xwe vê carê bi xurtî li tarîxa Kurdistanê xwedî derketiye, xwe wek neviyê Selahedînê Eyûbî, Şêx Seîd dîtiye, doza wan, xeta wan parastiye.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e !

Berî ez û xanim vêsê herin meşa xwe ya rojane, min pêşgotina ”Hebû Tune bû” ji bo çapa nuh nivîsî,ji Weşanxana DARA´yê ra şand. Di çapa berê da 189 çîrok hebûn, min 24 çîrokên din lê zêde kirin, bûn 213 çîrok.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e, fena meriv barekî giran ji ser pişta xwe deyne.

Piştî min pêşgotin qedand û ji xortê pîzanpajê çêdike ra şand, min û xanimê berê xwe da sar û seqemê.

02 januari 2024

Vê zivistanê berfê em îhya kirin


Îsal sir û serma Sibîryayê girtiye ser Swêd. Seranserê Swêd din bin berfê da ye.
Berfeke kapekî dibare, bayekî sar tê, berfê ditozîne. Ji serma meriv diqerise. Jora Swêd serma 40 derce daketiye binê sifirê. Xwedê kir Stockholm hîn hewqasî ne sar e.

Min bîstek berê berfa hewşê avêt, wa ye dîsa çar tiliya barîye, dîsa rê hatiye girtin. Tiştê baş ne berfa şilope ye.

Îsal jî gelek kesan dîsa ne sala nû, ”sersal” pîroz kirin

Wek her sal, îsal jî gelek kesan dîsa ji dêlî sala nû pîroz bikin, ”sersal, serê salê” pîroz kirin. Bi her zimanî xel û alem sala nû pîroz dike, lê ji me hin kes ”sersalê”, serê salê pîroz dikin.

Mesajên tên belavkirin ne ji bo şahiyên serê salê ne, ji sala nû ra ne, hêvî û daxwazên ji sala nû ne.

Pîrozkirina "sersalê", pîrozkirina şeva serê salê ye, pîrozkirina şahiya şeva serê salê ye. Kurdan ev yek şeva serê salê bi gelek rengan pîroz kirine.

01 januari 2024

Saleke din jî ji umrê me çû

Hin kes bi sala nû ra hin sozan didin xwe, hin biryaran digrin, dibêjin emê viya, viya bikin. Emê herin filan derê, filan welatî, filan bajarî bibînin.

Min îsal biryareka wiha nedaye. Jixwe ez tu carî ji bo sala nuh tu soz, mozan nadim xwe, tu biryaran nadim.
Îsal jî ji bo sala 2024´a tu pilan û biryareka min a xusîsî tuneye.
Tenê tiştek di serê min da heye, ez dibêjim îsal emê herin welêt, ya atar e, ya batar e; hema di ku da zirav e, bira di wir da biqete.

Îro me ji sala nuh ra got merheba


Îro roja yekê ya sala nuh e. Malî, mîvan hîn giş raketîne. Do hetanî destê sibê em şiyar bûn, leqleqa me bû.

Cîranên me na bi fîşekên hewayî qiyamet rakirin. Me bîstekê li wan temaşe kir û çend rismên xwe jî girtin.
Em giş pir westîyan e, em tevizîne. Bîstek din ewê rabin û di saleka nuh da bijîn. 

Emê xurîniya xwe bikin, dû ra jî ezê xwarziyê xwe rêwî bikim. Nikane zêde bimîne, dibêhere.

PARVE BIKE