Du heval ketibûn gewriya hev, bi heraret minaqaşe dikirin. Minaqaşeya wan li ser xwendina Încîlê bû.
Gelo dibe dema meriv Încîlê dixwîne cixarê bikşîne dibe
ya nabe?
Guneh e, ya ne guneh e?
Yekî digot dibe, dema meriv Încîlê dixwîne, kane cixarê jî bikşîne, tu gunehekî vê tune ye.
Yên din jî digot na nabe, guneh e, bêhurmetiya li hemberî Încîlê û
Xwedê ye.
Pir dikevin gewriya hev, lê li hev nakin. Dûra biryarê didin herin vê meselê ji
Papa bipirsin.
Herdu diçin ba Papa, bi dor pirsa xwe ji Papa dikin.
Yek ji Papa bersîvek negatîf digire, yek jî negatîf. Papa ji yekî ra dibêje
nabe, guneh e, ji yekî ra jî dibêje dibe, tu guneh tê tune ye.
Yê ji Papa bersîva negaîf girtiye pirsa xwe wiha kiriye:
-Papayê ezîz, gava ez Încîlê dixwînim dilê min dihere cixarê, gelo ez kanim
vexwim?
Papa dibêje:
-Lawê min, dema tu Încîlê dixwînî dibê tu li Xwedê bifikirî. Di wê bîstikê da
dibê tu li tiştekî din nefikirî. Lema jî di dema xwendina Încîlê da cixare nayê
kişandin, nabe tu cixarê bikşînî.
Yê ji Papa destûr girtibû jî wiha pirsiye:
-Papayê ezîz, gava ez cixarê dikşînim dixwazim Încîlê bixwînim. Lê ji ber ku ez
cixarê dikşînim ez nikanim Încîlê bigrim destê xwe, bixwînim. Gelo ez kanim
Încîlê bixwînim.
Papa gotiye:
-Lawê min, tu li ku dibî, di nav kîjan şertan da bî ferq
nake, li her derê, di her şertî dema dilê te xwendina Încîlê xwest bixxwîne.
Yanî dibê meriv bizanibe bipirse, bersîv jî li gorî pirsê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar