19 januari 2024

Bîranînên xweha 5 birayên şehîd


Dostê minê hêja, Ehemed Eskandarî di malpera Rûdawê da kitêbeke pir muhîm, bîranînên Meleke Mistefa Soltanî xanimê bi xwendevanan daye nasîn.

Ehmed Eskandarî, di nivîsa da him Meleke xanimê û malbata wê, him jî bîranînên wê(Di bin siya lûtkeya/zîrveya/ Qalabardê de)bi xwendevanan kurmancî dide naskirin.

Meleke Mistefa Soltanî xanim ji Kurdistana Rojhilat e, ji malbateke cefakar û canfîda ye. Meleke Mistefa Soltanî xweha/xwişka 5 birayên di riya azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê da şehîd ketine.

Vê malbata niştimanperwer ji bo kurd û Kurdistanê bedelên pir mezin dane. Trajediya malbata Mistefa Soltanî trajediya miletê kurd e. Gava meriv serpêhatiyên vê malbatê fêr dibe, kezeba meriv perçe dibe.

Pênc(5)birayên Meleke xannimê ji alî Komara Îslamî ya faşîst û xwînxwar ve hatine şehîdkirin.

Kîjan dil kane li hemberî trajedeiyeke hewqasî mezin perçe nebe?

Kevir li hemberî êş û jana malbata Mistefa Soltanî kişandiye dihele.
Meleke xanim li hemberî zulm û êrîşên rejîma faşîst, li hemberî vê êşa gotin nikane tarîf bike qudûmşikestî nebûye, wê jî wek 5 birayên xwe yên şehîd, wek şepalekê li hemberî rejîma meleyên xwînxwar serî hildaye, micadela xwe heta îro domandiye û ev berhema hêja, çîroka xwe û malbata xwe nivîsîye.

Meleke Mistefa Soltanî di bîranînên xwe da têkoşîn, liberxwedan, serpêhatî û trajediya malbata xwe û beşekî tarîxa miletê xwe ya nêz raxistiye ber çavên miletê xwe.

Dibê em kurd bizanibin dagikerên welatê me çi zulm li me kirine, çi qetil kirine ?

Dibê li ser vê malbata canfîda, niştimanperwer roman werin nivîsîn, fîlmên dokumenter werin çêkirin.

Dibê em kurd êşên hev, serpêhatiyên, trajediyên hatine serê me hev zanibin.

Trajediya hatiye serê malbata Meleke xanimê beşek ji tarîxa miletê me ye.
Bi zanîna tarîxê şiûrê netewî xurt dibe, milet dibe milet.

Ez hêvî dikim weşanxaneyeka kurdî ewê vê berhema hêja wergerîne kurmancî û kurdên Kurdistana Bakur jî ewê malbata Mistefa Soltanî û trajediya wan fêr bibin.

Dostê minê hêja Ehmed Eskandarî bi vê nivîsa xwe karekî pir baş kiriye, mala wî ava be.

Par di 28ê îlonê da li ser 5 şehîdên malbata Mistefa Soltanî min di bloga xwe da nivîsek nivîsî. Yên nivîsê bixwînin bi kinî be jî ewê vê malbata fedekar, canfîda hinekî nas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE