28 september 2023

5 bira di riya azadiya miletê kurd da şehîd ketine

Di destpêka vê mehê da min li vîdeoyeke Salahedînê Mohtadî temaşe kir. Selahedîn di hevpeyvîna qala Komela, hin serplhatiyên xwe yên siyasî û şehîdketina hin hevalên xwe dikir.

Di axaftina xwe da got 5 hevalên wî yên qehreman, 5 bira ji malbata Sultanî şehîd ketine, vê yekê tesîreke pir mezin li wî kiriye. Ew hîn û hîn jî di bin tesîra hevalê xwe Fûad Mistefa Sultanî da ye.

Min got belkî min şaş fêm kiriye. Min ji kekê Omer Şêxmûs pirsî, got rast e, 5 bira ji mala Sultanî hatine şehîdkirin. Ji wan dudu jî bi hev ra îdam kirin.

Kezeba min perçe bû. Ez lal bûm. Kîjan dil kane tehamulî wahşeteke wiha bike hişê min nagire.

Îranê û Tirkiyê barbariyên pir mezin li me kirine, bi hezaran însan ji me kuştine. Şehîdkirina 5 şêrgeleyan, 5 egîdan wahşeteke dûrî aqil e…

Îdamkirina du biran bi hev ra wahşeteke mezin e.
Lê Îranê jî, Osmanî û Tirkiyê jî gelek caran piştî têkçûna serîhildanên kurdan bav, law, bira bi hev ra îdam kirine. Ji bo wan sînorê wahşetê tune bûye. 

Gava ba li kurdan anîne, gava kanîbûne bi bêînsafî, bi hovîtî malbat giş bi hev ra qirkirine, bi sedan, bi hezaran kurd bi carekê da kuştine.

Ez gotinê nabînim êş û kerba dilê xwe bidim der. Li hemberî êşeke wiha kevir dihele.

Her 5 birayên ji alî Komara Îslamî ya Îranê ya faşîst û barbar ve hatine şehîdkirin ev in:

1-Fûad Mistefa Sultanî. Lawê Mihemed Reşîd Miste Sultanî ye. Navê diyayî wî Behiye Konepoşî ye.
Di sala 1948a da ji dayik bûye . Li enstîtuya Sinet mamoste bû. Ji alî Sawakê hatin girtin, çar sala di zîndanên Tehranê û Sineyê da girtî ma. Piştî hat berdan 11 meha serokatiya Komelayê kir.  
di sala 1979a da şehîd ket.

2-Husên Mistefa Sultanî. Di sala 1949a da ji dayik bûye.

Di di 3ê temûza 1979a da ji alî rejîma xwînxwr ve hat gulebarankirin.

3- Amîn Mistefa Sultanî, di sala 1953ê da ji dayik bû, di 3ê temûza 1979a da di zindana Padegan da hat îdamkirin.

4-Mecîd Mistefa Sultanî, di sala 1956a da ji dayik bûye, di sala 1980î da hatiye girtin û di sala 1981ê da jî ew bi çend havalên wî ra îdam kirine.

5-Emced Mistefa Sultanî, di sala 1959a da ji dayik bû, di sala 1981ê da bi birayê xwe Mecîd û çend hevalên xwe yêndin ra hatin gullebaran kirin.

5 bira, 5 kurdên canfîda, 5 şêrgeleyên Kurdistanê ji alî meleyên Komara Îslamî ya faşîst ve hatine şehîdkirin. Dema ez viya dibêjim kezeba min diperite, gurûzî digre canê min.

Gelek trajedî hatine serê me kurdan, ewladên gelek malbatan di riya kurd û Kurdistanê da şehîd ketine, dil û cegera gelek dê û bavan şewitîye.

Lê ji malbatekê, şehîdketine 5 birayên hev tiştekî pir îstîsna ye, trajedîyeke mezin a bêemsal e.

Gorên wan bihuşt be, Xwedê sebrê û tehamulê bide birayê wan Reşad Mistefa Sultanî û hemû ferdên malbatê. Her 5 şehîdan jî bi hezkirin bibîr tînim.
Not:
Agahiyên li ser jiyan û tarîxa ji dayikbûn û şehîdketina wan, min ji dostê xwe yê hêja, ji birayên her 5 şehîdan Reşad Miste Sultanî girtiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE